Wek hêza îdeolojîk a rê nîşan dide hewcedariya partiyê

   Nagîhan Akarsel
 

   Rêxistinbûnên li dora kirdeya fêrbûnê pêk tên her tim rê nîşan didin. Bi awayekî zelal îfadekirina hewcedariyê, rastiyê diyar dike. Gelek komele, yekine, tevger, blok, konfederasyon, kolektîf ku armancek wan heye encamê hedef digirin. Her yek xwe dispêrin îdeolojiya xwe. Belkî partî jî yek ji van formane. Lê kar û barê partiyê di esasa rêxistibûna pratîk û îdeolojîk de ye.
   Di dîrokê de pêxember, filozof, rahip, zanyar bûne hêza rêxistinbûna vê pratîkê. Carnan jî dibistan, mizgeft, tarîkat û mezheb bûn. Mînak dibistanên felsefe yên Atînayê, tarîkata Esseniyan, Saînt Sîmonoyî, Fourîerciyî… Dîsa pozîtîvîzm, marksîzm, dibistana Anales, dibistana Frankurtê bûne rêxistinkerên bîrdoziyê.
   Di van mînakan de karekterên serdemê yên kirdeyan diyar dibe. Di lîteratura siyasî de hêza pêşeng ya van rêxistin û îdeolojiyan partî ne. Em di dema ku jin tovên xwe diçînin de ne. Êdî em naxwazin jî divê em partiyan carek din bifikirin.
    Partî avabûnek çawaye?
   Bi modernîta kapitalist re partî wek pişgiriya ji bo civakî hatiye dest girtin. Partiyên siyasî bi teşeyên cuda hatine çînîkirin. Mînakên ewil li Amerîka û Fransayê hatine dîtin. Di 1680’ê de Whîgler û toryler li Brîtanyayê hatine avakirin û mînakên yekemîn yên partiyên parlamentoyê ne. Van partiya piştre hîmê partiyên Muhafazakar û Lîberal ava kirine. Piştî 1790’î şûnde  yekem cihê partiyên siyasî lê derketiye holê DYA bû. Partî wek bidestxistina desthilatdariyê tê venasîn. Têkiliyên ku reqabeta navbera partiyan de mijara gotinê ye. Dema jinan têkoşîna mafê dengan dimeşand bedelên mezin dan. Di roja me ya îro de jî hewce bi jinan nabînin. Di navîna sedsala 20’an de li Avustralya, Fînlandiya, Polonya, Îngîlîstan, Almanya, Israîl, Hîndîstan, Îran, Misir û welatên din partiyên jinan hatine avakirin.
   Em li dîroka modela partiya Lenînîst binêrin. Ji aliyê K. Marx û F. Engels ve partî wek organek polîtîk û îdeolojîk hatiye dest girtin. Lîga Komunîstan ya wek bernama Manîfestoya Partiya Komunîst hatiye nivîsin, wek xebata yekitiyê partiya enterasyonel derbasî dîrokê bûye. Manîfesyona Komunîst di 1848’an de wek bernama giştî ya şoreşên gel a Ewropayê hatiye destgirtin.
   Lenîn diyar dike ku dive hişmendiya siyasî biçe çina karkeran û modela partiya Lenînîst ji aliyê tevgera komînîst ve tê qebûlkirin. Hebûna partiyeke ku yekitiya karkeran dike navendî navbera Marksîstan de bû rêgezek gerdunî û feraseta partiya Lenînî li her çar aliyê cîhanê wek modela partiyê derbasî dîrokê bû. Rêgeza herî girîng ya partiya Lenîn navendîbûna demokratîke. Lê vê piştî şoreşê rê li ber pirsgsirêkên cidî vekiriye. Rosa Luksemburg li dijî feraseta navendîbûnê ya Lenîn daniye holê derketiye û xetere aniye ziman û Lenîn rexne kiriye.
   Di encamê de piştî şoreşê  rola partiyê dewlet hîn bêtir xurt kiriye. Ocalan modela Partiya Lenînîst wiha dinirxîne: “Partî veguherî çavkaniya otorite û desthilatdariyê. Modela netew dewletê herî zêd bi riya partîbûnê xwe hilberandiye. Netew dewletan jî  rola rewakirin û mayîndekirina desthilatdariyê lîstiye.  Ya ku herî zêde ev pergal pêk aniye Reel Soyalîzme. Pergala yek partîbûnê dihat wateya dewleta partîbûnê. Di vî alî de  partiyên komunîst û  partiyê liberal veguhertin baskên lîberalên demokrat.”
   Mijara me ne rexnekirina der barê Partiya Komunîst a Yekitiya Soveyetan e. Lê em jin encamên vê dikarin di rêbazên têkoşîna xwe de binirxînin. Ligel vê têkoşîna jinê ya îro wek hewcedarî dertê holê.
   Di mijara rola civakan a di partiyan de fêde heye ku em li ser kurama partiya siyasî ya Gramsî bisekinin. Gramsî di navbera pêvajoyên hegemonya navbera komên civaki û çînan de tevgeriyaye. Di vê çarçoveyê de nûnerê jiyana siyasî û komên civakî ya partiyên siyasî tê dîtin. Gramsî kurama partiya xwe ya siyasî wek pêvajoyên hegemonya û çînên bindest vekiriye. Gramsî di hewldana civakek nû a azad û wekhev de xwe pêşde biriye.
   Partî ku hêza rêxistinkirî ya îradeya kolektife, wek nûnerê girseyê tê venasîn û bandora partiyê ya veguhertinê teng dike. Partî ku rewşa forma îradeya kolektife, dikare bibe pusulaya mekanîzma parastina cewherî ya di têkoşîna jinê de. Di vê mijarê de Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Sedsala me wek dema civakî ya ku îrada jinê tê bilindkirinê dîtin, rast e. Belkî jî divê ji bo saziyên mayînde bên avakirin. Dibe ku hewce bi Partiyên Azadiyê yên Jinan hebe. Meşandin û kontrolkirina pratîkên rêgezên polîtîk û îdeolojîk divê peywir û hinceta van partiyan be.”
     Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Bi globalbûnê re nîqaşkirina ji nûve kirdebûnê’ wê hefteya pêş bê weşandin.
Bunları da beğenebilirsin