PÊŞNÛMEYA BERNAMA AKADEMIYA JÎNEOLOJÎ YA ROJAVA DESTPÊK;

 

   Berheva keda jinan ya bi hezaran salan ya hilberîn, perwerde û rêveberiyê çavkaniya zanistê bû. Ji Botanîkê heya zireetê, ji kîmyayê heya tibbê, ji mîmariyê heya raçandin-rêsandinê, ji huqûqê heya aboriyê, siyasetê koka gelek zanistan çavkaniya xwe ji dema berî şaristaniyan ji jiyana li dora jiyana jinan hatiye avakirinê girtiye. Rojhilata Navîn heya niha van daneyên dewlemend di nava xwe de vedişêre. Di jiyana civakî de heya niha berhemên Şaristaniya Demokratîk, civakî yên bermahiyên erdkolanên berî niha bi hezaran salan wek gotin, sembolan dide berdewamkirin. Zanista biwatekirina jiyanê û ya bi navê pêşwazîkirina pêwîstiyên civakî ku pêşketibû, bi demê re her kû bi desthilatiyê re biyek bû ket rewşa dijberî civakê û herî zêde jî bi rista dijberî jinê rabû. Nezanebûna dîroka xwe, xerîbketina keda xwe, derveyî siyasetê mayîn, bi penaseyên zilam hatina bidest girtin, li gor pîvanên etîk-estetîka çavdêriya zilam şêwe girtin, li hemberî êrîşên pêşdikevin bêyî zanîn û amûrên parastinê mayîn hinek ji van encama ne. Rêbazên zanîn-zanîstê yên pozîtîvîzmê, desthilatdariya zilam ya li ser jinê û sazbûna îktîdara ku di hemû çaviyên civakî de bicih bûne vê rastiyê destnîşan dike. Ji ber vê sedemê zanisteke ku bi zanîn û çavdêriya jinan şekil bigire, wê bê wateya derbeya herî mezin ya li ser serweriya pozîtîvîst ku li ser zanistên tesîr kiriye.

Jîneolojî weke zanista Modernîteya Demokratîk, Hevjiyana Azad di Rojhilata Navîn de bi îddîaya Şoreşa Jinê ya duyemîn radibe. Îddîaya zanista duyemîn şoreşa jinê digire serxwe. Di qada Rojava-Sûriyê de bi zanista ku bi Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk pêktê; pêwîstiya dirok civaknasî bibe û civaknasî ji dirokî bibe. Her wiha kûrkirina van herdû aliyan di aliyê zanistî de wek pêwîstî dibîne. Li gor tespîta Rêbertiya me ya di avakirina Modernîteya Demokratîk de wek piştevaniya bingehîn ku dibêje; “Hilberîna zanistî û rewşenbîrî ya di asta şoreşê de” dibe perspektîfa bingehîn ji bo sazbûna Jîneolojî. Ji bo hilberînên di asta şoreşê de pêwîstî bi kadroyên akademik yên ku bihêz difikirin, tezên xwe di afirînin û van tezan derbasî jiyanê dikin, bi encamên wan re eleqedar dibin heye. Hewceyî avahisaziyên bi vî awayî heye. Pêwîstiya xebata rêxistinî ku bi navê komkirina berhevan û pêşxistina fikir di jor de û ne diyar namîne heye. Di heman demê de bi vî awayî di nava giraniya xebatên pratîkî de nayê fetisandin û hêza razberiyê jî wenda nake. Pêwîstiya modela xebata rêxistinî ya bi vê şêweyê heye. Ji bo vê akademî bingehek guncave. Di qada Rojava Sûriyê de xebata Jîneolojî li gor vê perspektîfê wek Akademiya Jîneolojî ya Rojava bisazkirin, bi qasî înşaya şoreşa jin ya di Rojava de, wê di bijiyanîkirina  xebata Jîneolojî de jî fêdeyek mezin bide.

 

    NAVÊ AKADEMIYÊ: AKADEMIYA JÎNEOLOJÎ YA ROJAVA

   ARMANCA AKADEMIYA JÎNEOLOJÎ YA ROJAVA;

 

  1. Li hem modernîteya kapîtalîst ku qirkirina jiyanê, qirkirina civakê, qirkirina jinê, qirkirina zarokan pêş dixe, pêşxistina felsefeya jiyana dewlemend ya alternatif.
  2. Di Rojava û Sûriyê de qezencên ku jinan di aliyê askeri, siyasî, civakî, çandî, aborî, huqûqî de bi dest xistine hîn zêde kurkirinû têrkirina van qadan, di heman demê de bi sürekirina qezencû berhemên nû xebatên fikrî –akademîk dayîna meşandin .
  3. Li ser bingeha ku jin dîroka xwe û weke hebûn naskirina xwe bi xwebûnê pêk bînin asta zanîna bilind pêş dixe.
  4. Li hember getinên zilam ku mohra xwe li zanistên civakî dane, jinê wek bingeha cewhera civak û civaknasiyê bide dire. Zanista Jin Jîneoloji”yê li gor ve pêş dixe.
  5. Bi Jîneoloji yeniden girêdayî pêwîstiyên Şoreşa Jinê yên civaknasî, çavkaniyên wan, bername û projeyên wan pêş dixe.
  6. Lêkolînên sazî û pêkhateyên baviksalarî bi sedem û encaman lêdikole. Bi van perspektîfên lêkolînên civaknasî, bi armanca veguhertina civakê û azadiya jinê pêşengiya xebatên proje, rêxistinî, perwerde û çalekiyan dike.
  7. Bi armanca ku diyalektîka koletî û serweriya di  têkiliyên jin-zilam de hene are veguhertin û bi nezeriya Hevjiyana Azad re girêdayî projeyên veguhertina zilam pêş dixe.
  8. Bi armanca derbaskirina diyardeyên hevberdan-telaq, tûndiya di nava malbatê de, hemû kiryarên cînsiyetperest di nava malbatê de ku jinê wek namûs û berkarû nediyar dibînin yên wek (qeleng, berdêlî, kuştina orfî, ensest an jî têkiliyên cî) ns di nav xizmên nêzîk de , keç û xort di dema welîdandinê de dayîna hevdû an jî bo van soz birrîn, zewacên temenê zaroktî, zewaca bi pir jinan re, mafê kurê apû her wiha), kuştina jinan, fihûş û hemû diyardeyên ku qirkirina jin-civakê dike bilardo civaknasî ve lêdikole bi armanca derbas kirina van zanebûnê pêş dixe.

RÊGEZÊN AKADEMIYÊ;

  • Paradîgmaya Civaka Demokratîk-Ekolojîk Azadiya Jin bingeh digire.
  • Zanatiya jinê ya ku civakbûn avakiriye, pêşxistiye, bi hezaran salan pêşengtiya Civaka Ehlaqî û Polîtîk kiriye bingeh digire. Vê rastiyê heya bi çavkaniyên dîrokî lêdikole û jinûve zindîkirinê bingeh digire.
  • Rêgeza li gor zanîna; “Rêbaza zanistî ya ji rastiya jinê bêpar nikare bigihêje heqîqetê, tekoşîna ku azadî û wekheviyê ku jinê nagire navenda xwe nikare wekhevî û azadiyê pêk bîne” bingeh digire.
  • Bi zanebûna ku dîroka koletiya jinê di dîroka Rojhilata Navîn de veşartiye her wiha derketina wê jî di nava van xakan de dibe lêkolînan di nava çand û kevneşopiya Rojhilata Navîn de pêş dixe û li dijberî nêrîn-nirxandina derveyî çanda Rojhilata Navîn an jî oryantalist vê rastiyê dide pêşxistin.
  • Di çareserkirin û derbaskirina girêkên kor yên civakî de jinê weke hevgirtina têkiliyên civakî ya bingehîn lêdikole.
  • Zanîn û ceribandina jinan bi pîvanên dibistanên pozîtîvîst bidest nagire. Bi ceribandinên dîroka jin re girêdayî, bi zanebûna ku ev berhevên zanînê yên dîrokî bi herikîna her qada jiyanê hatine berhevkirin û komkirin, ji profesörê zanîngeh-cemaa yê heya jina malê, ji lêgera jinek ciwan heya zanatiya qedîm ya jinên bi temen hemû zanînan di navenda vê akademiyê de kom dike.
  • Tenê di nezerîyetê de an jî di teoriyê de namîne, rê rêbazên cûr be cûr yên derbaskirina jiyanê pêş dixe.
  • Rêgeza “Zanist –Zanîn pêvajoya hilberîna civakî ye, hevpare, kollektîfe” di bingeha xebatê de dide rûnişkandina û pêşxistin.
  • Têrbûn-besbûna xwe bi xwe bingeh digire.

    DERHEQÊ RÊXISTINBÛNÊ DE; 

  • Akademî ji bo jinan wek qadên jiyanê werin vesazkirin. Di akademiyan de beramberî bilindkirina zanînê xebatên çandî, hunerî, wêjeyî, tendurustî, aborî, siyasî, werzîşî û her wiha bên meşandin. Perspektîfa akademiyê ya giştî bingeh girtin idi.
  • Birêxistinkirina akademiyê li gor komûnan, bi beşdariya Demokratîk pêk tê.
  • Xwe digihîne rêvebirina ku Xweseriya ya akademik bi parêze.
  • Li şûna nêzîkatî û terzê di jor de yê ku mamoste dibe xwendekar û xwendekar dibe mamoste, terzê perwerdeya tevlîker tê pêşxistin.
  • Di binya akademiye de, di derheqê qadên Jîneoloji de (yên polîtîka, aborî, etîk-estetîk, demografya, perwerde, dîrok, felsefe, ekoloji de) komên lêkolîn-lêgerînê ava dike.
  • Komên lêkolîn-lêgerînê wek navendên lêkolînên tên bisazkirin û di van navendan de ji  qadên Jîneolojî xebat tên birêxistinkirin.
  • Ji nûnerên qadên Jîneonoljî yên Desteyên zanistê Desteya Akademiyê tê birexstinkirin.
  • Desteya Akademiyê, Navendên Lêkolînê û Komên Xebatê di nava xwe de bernamesaziya xwe ya rêveberiya hindirîn çêdikin.
  • Bi armanca meşandina xebatên Jîneolojî pergala perwerdê ya da pêşxistina kadrosunun birêxistin dike. Dewreyên perwerdê li gor pêwîstiyên hejmar, naverok û demê tê bidest girtin.
  • Yekeya arşiv û çapemeniyê tê birêxinkirin. Bûltenên akademik weşandinû di site-malpera akademiyê de li ser bingeha danasîna xebatê kar bê meşandin.
  • Pirtûkxaneya akademiyê birêxistinkirin.
  • Akademiya Jîneolojî ya Rojava, ji xebatê Tevgera JIN ya Sûriyê-Rojava re di aliyê rêxistinî û xebatê de, ji saziyên Federasyona Demokratîk ya Sûriyê re û ji akademiyên qadê re ji bo xebatên hevpar yên wek civîn, konferans, kongre û xebatên din re beşdariya xwe pêk tîne.

  XEBITÎNA AKADEMIYÊ;

  • Komên Xebatê:
  • Li ser bingeha qadên Jîneolojî li gor pêwîstiyên mijaran di eyaletan de xwe birêxistin dike.
  • Di her saziyên eyaletê yên rewşa wan munasib de, xebatên xwe dide meşandin. Di qadên derfet lê heye mekan û saziyên xwe yên xweser saz dike.
  • Ji beşdarvanên dilxwaz yên eleqedarî mijarên lêkolînê û kesên di qadê xwe de pispor pêk tê.
  • Bi kombûna hefteyê carekê xebatê xwe dinirxînin û bernameya xwe çêdikin.
  • Di derheqê her qada Jîneolojî de pirsgirêkên civakî, sedemên wan yên dîrokî û çareseriya wan, daneyên Şaristaniya Demokratîk, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re girêdayî înşaya jiyana civakî bidest digire, ji van komên lêkolînê re mijaran eşkere dike. Li ser vê bingehê mijarên wek tundiya li ser jinan penase dike. Di derheqê rê û rêbazên tekoşîna li hemberî van pirsgirêkan, amûrên tekoşînê de ji tevgera jin re daneyan pêşkêş dike.
  • Komên xebatê li gor demek diyar û bi mijarên hatine diyarkirinê re girêdayî encamên xebatê ku didin meşandin bi navendên lêkolînê û akademiyê re hevpar dike.
  • Her kesa ku di nava koma xebatê de cih digire bi awayeke xwezayî endamê akademiyê ye. Ji derfetên akademiyê yên perwerde, arşiv û yên din sûd werdigire.

 

  • Navendên Lêkolînan
  • Di herêmande ten birêxistinkirin.
  • Sazkirina komên xebatê, perwerdekirin, venêrîna xebatê koman, komkirina van xebatan di navendê de pêk tîne.
  • Berhemên komên xebatê derbasî belge-materyalan dike.
  • Mijarên lêkolînê yên komê xebatê tên diyarkirin. Encamên wan bi civînên perîyodîk tê parvekirin.
  • Navendên lêkolîna Jîneoloji ji rêveberiyek sê kesî arşiv û pirtûkxane pêk tê û saz dibe.
  • Derheqê her  qada Jîneoloji de komên xebatê saz dike.
  • Di qada Rojava-Sûriyê de ji sazî û rêxistinên ku xebatê dimeşînin re encamên xebatê bi komcivîn, konferans ve semîneran tên ragihandin.

 

  • Desteya Akademiyê:
  • Ji nûneriya desteya zanistî ya her qadê û ji 3 endamên rêveberiya akademiyê pêk tê.
  • Desteyên Zanistê: Ji nava komên xebatê û navendên lêkolînan tên hilbijartin.
  • Desteya zanistî ya etîk -estetîk
  • Perwerde
  • Siyaset
  • Aborî
  • Dirok
  • Ekoloji
  • Tendurustî
  • Demografi
  • Salê carkê konferansên akademik tên lidarxistin.

  BERNAMEYA AKADEMIYA JÎNEOLOJÎ DI DERHEQÊ QADÊN JÎNEOLOJÎ DE

  Qada Perwerdê;

  • Di zanîngeh –cemaa ya Rojava de beşa Jîneoloji sazkirin.
  • Di akademi, zanîngeh û dibistanan de naveroka waneyên Jîneoloji pêşxistin, perwerdekar amadekirin.
  • Amadekirina müfredat-minhac û pirtûkên dibistanên amadeyi, mamosteyên Jîneoloji amaderin.
  • Bi armanca derbaskirina, cînsiyetperest yên liser zarok û ciwanan yên di bistane de materyalin, perwerdekar pêşxistin.
  • Bi armanca veguhertina zilam û tekoşîna li hem cînsiyetperestiya civakî materyal amadekirin, perwerde pêşxistin, hemû deverên ku waneyên Jîneolojî ten dayîn wek çavkaniyên daneyan nirxandin.
  • Pergala Perwerdeya Netewa Demokratîk de Perspektif Jîneolojî bicihkirin, perwerdekar û materyalên waneyan li gor vê perspektîfê amadekirin.

Qada Aborî:

  • Bi pêşxistina nezeriyet-teoriyên aboriya bi keda jinê re girêdayî naveroka projeyên aboriya komûnal dagirtin.
  • Bi tekoşîna li hemberî feqîriyê, derfetên kar yên li gor kêrhate û hêza xebatê avakirin.
  • Pêşxistina lêkolînên ku jin di aliyê aborî de xwe bi xwe têra xwe bikin, li gor vê projeyên hilberînê pêşxistin, binesaziyên wan amadekirin, ji rêxistinbûna aboriya jin re dane û proje pêşkêşkirin.
  • Di Rojava-Sûriyê de beramberî hilberînên jina yên adet û tekalîdan, ji derfetên bazar û teknolojiyê re jî xebatên ku ré didin amaderin.
  • Bi bilançoyên salane asta pêşketina aboriya komûnal û cihê jinan yên di nav de tespît kirin.
  • Fealiyetên aborî ku zirarê didin tevna ekolojiyê, wek îsraf-serifandina zêde, fêrbûnên modernîteya kapîtalîst ji bo werin derbas kirin xebat dayîna meşandin.

Etîk-Estetîk;

  • Koka peyvên ehlaq-namûsê û têgehên weke van, di roja îro de li hemberî jinan çawa ten bikaranîn, di derbarê van de xebatên ronakbîrî dayîna meşandin. Bi xebatên hevsengiya xebatên çand, huner û wêjeyê re di van mijaran de feraseta rast dayîna rûnişkandi û xwe gîhandina hevpariyê.

Hevjiyana Azad;

  • Di Rojava-Sûriyê de bi lêkolîna kevneşopî û kiryarên zewac û teqalîdên ku berdewamiya cînsiyetperestiya civakî û baviksalarî yeniden girêdanên xwe hene derxistina holê.
  • Di têkiliyên jin-zilam de pirsgirêkên bingehîn ku derdikevin holê û rêyên bakımseriya wan lêkolîn kirin.
  • Di pêkanîna Pergala Hevseroktiyê ku îfadeya polîtîk ya Hevjiyana Azad dike pirsgirêkên jiyan dibin tahlîl kirin.

Qada Ekoloji;

  • Peyda kirina pêşxistina zanîna ekolojik,
  • Parastina çavkaniyên xwezayî yên Rojava-Suriye.

Qada Dîrokê;

  • Di qada Rojava-Suriye de bi armanca parastina dewlemend ya çandî û dîrokî û bi çavdêriya jin Şaristaniya Demokratîk nirxandin, şîrovekirin xebat bê birêxistinkirin.
  • Daneyên dîroka berxwedana jin ya nivîskî û devkî berhevkirin û tevlî vegotinên dîroka tevgera jin kirin.
  • Xebata Dîroka Azadiya Jin ku bû bingeha şoreşa Rojava nivîsandin.

 Demografya;

  • Di Rojava-Suriye’deki tahlîkirina polîtîkayên di qada demografyası.
  • Encamên pir zarok anînê û desthilatdariya zilam ku di pey ve tê pirsgirêkê de tê bitest girtin û xebatên ronahîkirinê meşandin.
  • Li ser zanîn û nêzîkatiyên jinan ya zarok jiberxwe kirinê-kûrtaj, kontrola zayînê lêkolîn pêşxistinû di veê mijarê de politika eşkere kirin.
  • Li ser zewacên xizmayetî û zayînên bi pirsgirêk ve jî bi seqetî lêkolîn pêşxistin.
  • Seknandina li ser sedem û encamên koçberiyê hem ji aliyê derve hem jî aliyê hindir de û ji bo pêşîgirtina van lêkolîn berdewam kirin.

Qada Tendurustî;

  • Komkirina kevneşopiya zanînên şîfayê, mekanên ku zanayên şîfayê hunera xwe fêr bikin amaderin.
  • Ji bo fakülte-mehedên tibbê û textoran-bijîşkan waneyên dîroka tibbî û etîka tib dayîn.
  • Di qada tendurustiyê de nîqaşên li ser mijarên cînsiyetperestiya tibbî, hekîmtiya parazvan, tıbba etîk nîqaş û perwerde birêxistinkirin, bi hevsengiya qada tibbî beşa tıbba xwezayî birêxistinkirin û pêşxistin.

Qada Politîka;

  • Di qada polîtîk de cihgirtina jinan, di pêşxistina siyaseti jin de pirsgirêkên ku derdikevin pêşû daneyên heyî nirxandin.
  • Encamên hevseroktî û hevnûneriyê, asta sazbûnê nirxandin, di van mijaran de dane berhevkirin, bi armanca rast pêkanînê perwerde pêşxistin.

Qada Xweparastinê;

  • Di derbarê xweparastinê de tahlîla dîrokî –civakî ya ceribandinên jinan pêşxistin,
  • Ceribandinên xweparastinê derbasî asta akademik kirin û bi vê re girêdayî lêkolîn pêşxistin, belge amadekirin.
  • Di nav xebatên YPJ-HPC- Asayîşê û weke van, komên xebatê û perwerdê birêxistinkirin.

 

  BERNAMA PERWERDEYA AKADEMIYÊ

 

  • Rêbaz û heqîqeta bi rastiya jinê re eleqedar
  • Jiyana bi xwezaya jinê re şekil girtiye, civaka xwezayî, qerektera şoreşa neolîtîk
  • Merheleyên pêşketina desthilatdariya zilam, şikandiya cînsî ya yekemîn û duyemîn, derketina dewlet –hiyerarşiyê û pêvajoya kolekirina jinê.
  • Bi çêbûna modernîteya kapîtalîst nêçîra cadûyan, di zanistê de veguhertina paradîgmayî û eleqeya wan ya bi hevdûre.
  • Kevneşopiya berxwedana jinê, têkiliya di navbera şaristaniya demokratîk û dîroka azadiya jinê de
  • Wek mekanê şoreşa yekemîn û duyemîn ya jinê dîrok, çand, berheva şoreşgerî ya Rojhilata Navîn. Di ve beşê de tevgerên jin li Rojhilata Navîn û kesayetên pêşeng bi taybet dikarin werin bidest girtin.
  • Ceribandina tevgera azadiyê ya jina kurdîstan, bi zêdehî bi xweseriya Rojava re girêdayî dikare bidest girtin idi.
  • Pêşwazîkirina pêwîstiyên Jîneoloji, tengaviyên femînîzmê, bidestgirtina pirsgirêka jn ya tevgerên çep-sosyalîst-marksîst, anarşist. Weke qada vekirina tevgera azadiya jina Kurdîstanê penasekirina Jîneoloji.
  • Penasekirina xwezaya jin û zilam
  • Wek zanista hevjiyana azad Jîneoloji
  • Disoreşa Rojava de rista Jîneoloji

Bi çavdêriyek aborî li perspektîfa Jîneolojî temaşekirin.

1- Demografi

2- Xweparastin

3-Perwerde

4- Tendurustî

5- Ekoloji

6- Dirok

7- Etîk-estetîk

8-Politika

 

 

 

 

 

Bunları da beğenebilirsin