Ji Rojava ji hemû azadîxwazên cîhanê re
Îro 25ê Kanûnê ye. Û di wê kêlîkê de balafirên şer li ser serê me ne.
Di êrîşa îro ya artêşa Tirk a li dijî çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo de Bêrîvan û 5 xebatkarên din jiyana xwe ji dest dan. Ala El Sebawî jî di êrîşeke din a artêşa Tirk a li ser firineke nanê de jiyana xwe ji dest da. Bêrîvan û Ala du jinên ciwan ên Rojava ne ku ji bo avakina jiyaneke nû têdikoşiyan. Beriya şoreşê destûr ji jinê re nehatiye dayin ku jiyana xwe bi xwe diyar bike. Heta niha em dizanin ku ji bilî Bêrîvan û Ala karkerên Riyad Hemo, Hisên Ehmed, Rênas Hisên, Ferhan Xelef û Ferhan Temê jî ji ber sedema êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk hewl dide li her cihê ku êrîş dike, li gel her kesê jiyana xwe ji dest dide, zanîn û bîranînên van cih û kesan jî ji holê rabike: Bîranînên çawa şoreşek tê pêşxistin û jiyanek nû çawa tê avakirin.
Cihên din jî ji aliyê Tirkiyê ve bûn hedef: Li navenda bajarê Amûdê kooperatîfa zeytûnan hebû. Em jineke ji Efrînê bi bîr tînin ku got: “Dema ku ez li vir bi zeytûnan re me, ez xwe bêtir nêzî Efrînê hîsdikim – û ev yek min kêfxweş dike.” Divê bê zanîn ku dara zeytûnê ji bo gelê Efrînê pîroz e û weke çavkaniya jiyanê tê dîtin. Îro darên wan ên zeytûnan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên birîn û şewitandin. Şêniyên Efrînê dibêjin, “Her cara ku dara zeytûnê dibirin, yekî ji me dikujin. Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin, di demsala çinîna zeytûnan de gelek kal û pîrên Efrînê dimirin. Em dizanin ku ev ne tesaduf e.”
Cihekî din ê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye bombebarankirin, hola Karama ya Amûdê ye. Roja ku liwir rêxistina jinan Kongra Star kongreya xwe ji bo pîrozkirina destkeftiyên şoreşa jinê li dar xist, tê bîra me. Bi sedan jin ji her temenî beşdarî vî pîrozbahî bûn. Niştecihên Amûdê jî, ew cihe wekî cihekî şahî û civînên gel nasdike.
Di nav gelek cihên din de, Tirkiyê navenda diyalîzê ya li Qamişlo jî kir hedef. Li herêmê yekemîn û tekane navenda tedawiya civakê bû ku ji bo nexweşiyên bi pêdiviya diyalîza xwînê hat vekirin.
Ji dema ku me dest bi nivîsandina vê bangê kir, her diçe nûçeyên êrîşên nû yên artêşa Tirk tên. Binesaziyên ku niha li hemû herêmên Rojava tên bombebarankirin, nexweşxane, navendên tenduristiyê, kooperatîf û depoyên xwarinê, kargehên tekstîlê, bîrên naftê, benzînxane, kooperatîfên çandiniyê û şîrketên avahîsaziyê ne.
Li gel hemû êrîşan gelê Rojava tu carî dest ji rêxistinbûna xwe ya li gorî rêgezên paradîgmaya demokratîk û ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê bernedaye. Gelek caran jiyana xwe carekî din ji kavilên şer ava kirine. Ev herêmeke ku bi dehan salan ji aliye serdestiya rejîma Esedê ve hatiye îstîsmar kirin û îhmal kirin, kargeh û kooperatîf ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê hatin avakirin. Ji bo ku hemû zarok û gelan bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin dibistan û akademî hatine avakirin. Çapxane hatin çêkirin da ku pirtûkên zanistî, roman û helbestan dikarin azad werin belavkirin. Ji bo dermankirina nexweşan nexweşxane hatin avakirin. Ji bo civakê cihên civîn, çand û hûnerê hatin avakirin. Ji bo peydakirina hewcedariyên enerjiyê îstasyonên neftê hatin xebitandin. Ev hemû encamên xebatên bênavber ên gelên ku di komîn, meclîs, kooperatîf û akademiyan de bi rêxistin bûne, ji bo hêviya jiyanê bidomînin û jiyanê bi vîna xwe rêvebibin. Ev encamên pratîkî yên hêviyê ne ku destnîşan dikin ku em ji dewlet, kapîtalîzm û baviksalarî wêdetir jiyanekî azad dikarin avabikin.
Destkeftiyên dawî yên tevgera azadiya Kurdistanê li ser hebûna dewleta Tirk a faşîst xetere ye. Di 13’ê Kanûnê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymana xwe ya civakî ya nû eşkere kir. Di 19’ê Kanûnê de jî partiyên Kurdistanî di hilbijartinên herêmî yên Kerkûk û Şengalê de di temsîlkirina îradeya gelê Kurd û Êzidî de encameke girîng bi dest xistin. Her wiha gerîlayan li çiyayên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk çalakiyên serkeftî li dar xistin. Lê artêşa Tirk ji bo xewna xwe ya împaratoriya neo-Osmanî pêk bîne, careke din êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde dike. Eşkere dibe ku ev êrîş parçeyek ji şerê sîstematîk e ku bi armanca tinekirina jiyana gelên li Rojava û hêviyên mirovahiyê tê meşandin. Ev pêla nû ya êrîşan binesaziya jiyanî dike hedef. Li gel ambargoya salên dirêj, ev êrîş bi hilweşandina pergalên avê, sotemenî, tendirustî û elektrîkê jiyana hemû mirovan dixe xeterê. Ev stratejî beşek ji planên dagirkeriyê yên demdirêj ên Erdogan e – heman Erdogan ku êrîşên li ser binesaziya Xezayê, dibistan, nexweşxane û dêran weke jenosîd bi nav dike, bi xwe siyaseta jenosîd li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.
Ev rastiyek e: hemû cîhan bi êrîşên dewletên faşîst, kapîtalîst û baviksalar re rû bi rû ye. Em li dijî endustriya şer a ku bi dagirkerî, qirkirina gelan û jinan dixwaze civak û axê parçe bike û hukûm bike, banga têkoşîneke hevpar dikin. Di têkoşîna xwe de gelên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina jiyaneke azad de israr dikin – ji bo vê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vê wateyê de em bang li hemû gelan dikin ku li dijî faşîzm, dagirkerî û baviksalariyê bi hev re berxwedanê bi rêxistin bikin û jiyanek azad, bi rûmet ava bikin.
Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê
Rojava / Herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 25ê Kanûna 2023’an
Têkilî: jineoloji-international [at] riseup.net