MEZÛNÊN YEKEMIN DEVREYA AKADEMIYA JÎNEOLOJÎ

Mezûnên Akademiya Jîneolojî peyama xwe dan û dan diyarkirin ku şoreşa Rojava şoreşa Jinê ye û bi zanîna jinan wê were parastin. Her wiha ev ji bo xwe wek destpêk destnîşan kirin.

Jinên ku girêdanên zanînê bi jiyanê re, bi civakê re, bi xwezayê re lêdikolin û zanînê pêşkêşî çavkaniya wê dikin ango pêşkêşî civakê dikin, xebatên xwe bi Akademiya Jîneolojî berdewam dikin. Akademiya Jîneolojî bi zanîna bêyî ku xwezaya jinan were famkirin, xwezaya civakê jî nayê famkirin ketin rê, bi vê zanebûnê yekemin dewreya perwerdeya xwe di 1 ê Cotmehê de li Eyaleta Dêrîk a Rojava destpêkir û di 26 ê Cotmehê de bi dawî kir. Bi beşdariya 17 jnên ku ji Kobanê, Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dêrîk, Girkê Legê hatin û navê dewrê ku ji bo Şehîd Toprak Çerkez hat etifkirin de waneyên di tewereya Jîneolojî de hatin dayîn.

Di akademiya Jîneolojî de ji qrîza zanistên civakî re çareserî tên bidest girtin. Ji ber vê minhaca waneyan bal dikişîne. Waneyên hatin dîtin;

Rêbaz û heqîqeta ku bi rastiya jinan ve pêşketiye,
Yekemin şoreşa jinan Dema Neolîtîk,
Derketina Bîrdoziya Cînsiyetperest,
Kevneşopiya Berxwedaniya Jin,
Sosyolojiya Azadiyê,
Ceribandinên Şoreşê Yên Jinên Cîhanê,
Di Mekanên Yekem yê Şoreşa Jinê de Şoreşa duyem,
Netewa Demokratîk û Hevjiyana Azad bûn.

Di dewreya Perwerdeyê de, rênîşanerên çalekiyê yên Jîneolojî
Demografya,
Etîk-Estetîk,
Aborî,
Polîtîka,
Tendurustî,
Ekolojî,
Perwerde
Dîrok
weke wane hatin bidestgirtin. Jinên ku bi çavdêriyek Jîneolojîk di qadên jiyanî yên bingehîn de li rêyên çareseriyê digerin gotin ku “ Êdî kes nikare bi çavê jin temaşekirina me û destdayîna me ya jiyanê asteng bike”. Mezûnên Akademiya Jîneolojî ku peyama şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye dan wiha dewam kirin. “Şoreşa Rojava wê bi zanîna jinan were parastin. Ev destpêke ke”. Her wiha dan diyarkirin ku “wê di her qadê de bi nêrîna Jîneolojîk xwe birêxistin bikin”.
Ji Desteya Zanistê ya Akademiya Jîneolojî Zînê Agirî di axaftina girtinê de kelecana mezûniyeta yekem anî ziman. Zînê di axaftina xwe de eşkere kir ku “Di akademiye de jinan bi zanînên xwe hewil dan jiyanê bi wate bikin. Zînê di dewamiya axaftinên xwe de wiha got “ Jîneolojî zanista jina ye. Ev herkesî bi kelecan dike. Ev dewre di encama tekoşîna şehîdên nemir rêheval Bêrîtan, Zîlan, Sara û bi hezaran şehîdên ku em bi bîr tînin çêbûye. Bi ceribandin û hewildanên van rêhevalan em gîhaştine vê encamê. Ev ceribandin û zanîn di jiyana jinan de bûne kokên şoreş û jiyanê”.

Piştî axaftina girtinê dayikan wêneyên nîşaneya yekemin devreya Jîneolojî ya rêheval Şehîd Toprak Nêrgîz bi keçikên xwe vekirin û ew pîroz kirin.

Bi dîlan, stran û tililiyan û bi taybet bi dirûşmên “Biji Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Na Be”, “Jin, Jiyan, Azadi” xebat bi dawî bû.

 

Bunları da beğenebilirsin