Spasî û bangewaziya Akademiya Jineolojî

Bi navê Akademiya Jineolojiyê, em spasî hemû kesayet, rexistin, aliyên siyasî û tekoşerên azadiyê dikin ku piştî şehadeta rêheval û hevala me ya tekoşîn, endama Akademiya Jineolojiyê heval Zîlan, Nagihan Akarsel ji me re bi rêya telefon, emaîl, medya dîjîtal peyamên xwe yê sersaxî û piştgirî şandin, beramberî ew suîkastê siyasî helwest nişan dan. Dȋsa em spasîya hemû kesên ku heta oxirkirina Heval Nagihan ber bi Bakurê Kurdîstanê ve li gel me bûn, dikin. Em dȋsa spasiya hemȗ kesên ku ji bo Nagȋhan rabûn li ser piya û bi riheke berxwedȇr xwedî li Nagȋhan derketin dikin. Em spasîya hemȗ jinên ku di vê pêvajoyê de qȇrîna “jin, jiyan, azadî” bêdeng nehiştin, dikin.

Ger duh belavkirina felsefeya jin, jiyan, azadî û jineolojîyê xeyalȇ Nagȋhan Akarsel bû, îro bûye xeyalȇ bi sedan jinên aştîxwaz û azadîxwaz. Nagȋhan, di tevahî temenê xwe de ji bo azadiya jinê û jiyaneke azad tȇkoşiya. Kesayeteke welatparȇz bû. Qasî ku welatperez bû, ewqas jî sînorên welatê xwe derbas kiribû, enternasyonalîst bû. Xwedî rihekî gerdȗnî bû. Ji bo yekȋtiya jinên Kurd xwedî kedeke mezin bû. Xeyaleke mezin ya Nagȋhan hebȗ. Dixwest dîroka jinên Kurd binîvîse, berhemên jinên Kurd kom bike, torekî rewşenbȋrî ya jinên Kurdîstanê avabike û zanista jinê jineolojiyê pêşbixe.

Ji bo ew xeyalên wê pêkwere, bênavber tȇkoşiya. Li gel komek jinên tekoşer, jinên azadîxwaz projeya Navenda Erşîv, Lêkolîn û Pirtȗkxane ya Jinên Kurd pêşxist. Avakirina bingehê vê projeyê de bêwestandin kar kir. Hevala me Nagȋhan, heta roja (04.10.2022) ku li taxa Bextiyarî ya Silêmanîyê bi destȇn reş ên zîhnîyeta faşist û dagirker ya dewleta Tirk û hevkarên wȇyȋ heremî, bi awayek hovane hat qetilkirin, bênavber kar kir.

Em weke Akademiya Jineolojiyê û hevalên Nagȋhan, emȇ tekoşîna wê bidomînîn, tu carî dev jê bernedin, tû carî bêzar nebin. Rêhevala Nagȋhan, mûmek hêviyê pêxist. Emê wȇ mûmȇ geştir bikin, netefinîn. Giyan û tȇkoşîna wê di kar û xebatên xwe de bidomînin. Bi lêkolînên xwe em ê zanîn û zanistek xwedî hest, wijdan û exlaq biafirînin. Çawa ku rêhevala Nagihan jî dibêje; “Zanista ku ji wijdan tê veqetandin, bêexlaq û bêxem dibe, wateya xwe winda dike û ji heqîqatê dûr dikeve.”

Spas ji bo beşdarbûna we yȇn wêrek di merasȋmê û şandina terme Șehȋd de. Em we hemuyan vedixwȋnin piştgirî dayin ji pêkanîna projeyên ku Nagȋhan destpêkiribû. Em we vedixwȋnin ku xewn û xeyalên Nagȋhan Akarsel bikin xewn û xeyalên xwe. Em bangawazî dikin ku heta ku ji kujerên Nagȋhan Akarsel hesap bê xwestin şopdarê pevajoyê bin û dijî dagirkeriyê ku li ser welatê me tê ferz kirin rawestin.

Akademiya Jineolojî,

10ê Cothmeha 2022

16ê Îlonê 2722

Bunları da beğenebilirsin