DI NAVBERA ZANÎN Û JIYANÊ DE
Hin têgeh di destpêkê de tenê wekî gotinekê li ber çavên me xuya dibin, lê gava em di hundirê wan de digerin, dibînin ku li pişt wan dîrok, hest, pirs û rêyek dirêj a lêgerînê heye.
Orîvan Ebdû
Carinan di jiyanê de hin peyv hene ku em tenê dibihîzin, lê hin peyv hene ku em bi demê re wan dijîn. Hin têgeh di destpêkê de tenê wekî gotinekê li ber çavên me xuya dibin, lê gava em di hundirê wan de digerin, dibînin ku li pişt wan dîrok, hest, pirs û rêyek dirêj a lêgerînê heye. Ji bo min, Jineolojî jî ji wan peyvan e. Ew ji bo min tenê navê zanistekê nîne, ew têgehek e ku bi demê re ket hundirê min û veguherî parçeyek ji lêgerîna min a li ser jinê, civakê û herî zêde li ser xwe.
Di destpêka vê rêyê de, ez fikirîm ku li ser jinê dixwîne, li ser dîroka wê, rol û rewşa wê di civakê de, li ser pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimîne. Lê gava mirov kûrtir dibe, dibîne ku pirsa bingehîn tenê “jin çi ye?” nîne, pirsa girîngtir ev e: jin çawa hatiye dîtin, çawa hatiye naskirin, çawa hatiye bêdengkirin û çawa dikare ji nû ve xwe binav bike?
Ev ji bo min yek ji wan deriyên herî girîng e ku Jineolojî vekir.
Jineolojî hewl dide ku jin ne tenê wekî mijara lêkolînê were dîtin, lê wekî ciheke bingehîn a hilberîna zanînê ye. Di gelek rêbazên kevneşopî yên zanînê de, jin carinan wekî armaca lêkolînê hatiye dîtin, li ser wê hatiye nivîsandin, hatiye pênasekirin û hatiye biryardan ku ew çi ye û divê çawa be. Jineolojî vê perspektîfê dipirse û dikeve nav lêgerîna zanîna ku ji dîrok, bîranîn û dengê jinê jî tê avakirin.
Ji ber vê yekê, ji bo min Jineolojî ne tenê lêkolînkirina jinê ye; ew lêgerîna jinê ya li ser xwe ye.
Min di vê rêyê de fêm kir ku mirov dikare salan bi xwe re bijî, lê dîsa jî xwe bi temamî nas neke. Em carinan bi navên ku civak daye me xwe nas dikin, bi rolên ku ji me re hatiye diyarkirin, bi peyvên ku ji zarokatiyê ve hatine gotin û bi sînorên ku hêdî hêdî li dora me hatine avakirin. Em hîn dibin ku divê em çawa bin, çi bêjin, çi ne bêjin, kengî bêdeng bimînin û kengî xwe paşde bikişînin.
Jineolojî li vê derê pirsek dike?
Ev dengê ku ez di hundirê xwe de dibihîzim, bi rastî dengê min e, yan dengê tiştên ku ji min re hatine fêrkirin e?
Ev pirs hêsan nîne.
Ji ber ku xwe naskirin her tim bi dîtina tiştên xweş re têkildar nîne. Carinan mirov divê bi tirsên xwe, bi birînên xwe, bi bêdengiyên xwe û bi wan aliyên xwe yên ku salan veşartine rû bi rû bimîne. Jineolojî ji bo min deriyek e ku ez bikaribim li van aliyên xwe bê tirs binêrim.
Ji vê derê, min fêm kir ku hest jî dikare bibe çavkaniya zanînê.
Hestên jinê carinan wekî tiştekî kêmgirîng têne dîtin. Gava jin digirî, tê gotin ku hestyar e. Gava aciz dibe, tê gotin ku zêde hestyar e. Gava dikeve nav pirsan, dibe ku tê gotin ku zêde difikire. Çima êş divê tenê êş be û ne bibe deriyek ji bo fêmkirinê?
Jineolojî ji min re ev sînor hinekî nerm kir.
Dema ku jin ji tiştekî ditirse, dibe ku li pişt wê tenê tirsê kesane tune be; dibe ku dîrok, şertên civakî, desthilat, bêewlehî yan pisgirêkên berê jî hebin.
Ji ber vê yekê, naskirina hestên jinê tenê naskirina hundirê wê nîne, ew rêyek e ji bo fêmkirina civakê ye.
DÎROKA KU DENGÊ WÊ HATIYA KÊMKIRIN…
Dîrok tenê ew tişt nîne ku di pirtûkan de hatiye nivîsandin. Dîrok jî ew tişt e ku li ser bedena mirovan, di bîranîna wan de û di çîrokên ku ji dayikê ber bi keçê ve hatine veguhestin de maye.
Di gelek dem û civakan de, çîroka jinê ne her tim bi dengê jinê hatiye nivîsandin. Jin gelek caran li paş çîrokên mezin, navên mezin û biryarên ku ji aliyê kesên din ve hatine dayîn maye. Lê li pişt her malbatekê, her koçberiyekê, her şerekê, her êşekê û her avakirina jiyanê de jin hebûye.
Jin bûye dayik, xwişk, keç, mamoste, cotkar, parêzvan, nivîskar û hilgirê bîranînan. Lê pir caran navê wê di dîrokê de kêm hatiye nivîsandin.
Jineolojî ji min re girîng e ji ber ku ew hewl dide van dengên ku hatine kêmkirin û windakirin ji nû ve bibîne, wan daxîne holê û xwedî lê derbikeve.
Ji bo min, ev tenê karê nivîsandina dîroka nû nîne. Ew karê ji nû ve dîtina mirovan e.
Dema ku em jinê tenê wekî kesekî ku bi pirsgirêkên civakê re rû bi rû ye nabînin, lê wekî kesek ku dikare zanînê biafirîne, biryarê bide, çîrokê binivîse û civakê biguherîne wê demê perspektîfa me ya li ser jiyanê jî diguhere.
JI ZANÎNÊ BER BI JIYANÊ…
Ji bo min, nirxa Jineolojî tenê di teoriyan de nîne. Teorî girîng e, lê ger ew ji jiyanê dûr bimîne, dibe ku li ser kaxezê bimîne.
Jineolojî ji min re hîn dike ku zanîn divê bi jiyanê re têkildar be.
Dema ku em li ser jinê dixwînin, divê em li jinên li derdora xwe jî binêrin. Dema ku em li ser azadiyê diaxivin, divê em bipirsin ku azadî di jiyana rojane de çi ye.
Ji ber vê yekê, Jineolojî ji bo min ji pirtûkê derbas bû û ket nav jiyana min.
Di gotûbêjan de, di guhdarîkirina kesekî din de, di parvekirina hestekê de, di xwendina pirtûkekê de, di temaşekirina fîlmekê de û di wan kêliyên hêsan de ku em li hev dinerin û difikirin, ez hinekî din fêm dikim ku zanîn dikare çawa were jiyîn.
KESÊN KU DI RÊYÊ DE HATIN DÎTIN…
Belkî her rêyek tenê bi tiştên ku mirov dixwîne nayê avakirin. Hin caran kesên ku em di vê rêyê de nas dikin jî dibe ku bibin beşek ji wateya rêyê.
Di vê lêgerînê de, ez bi kesên ku ji bo min bûn sind û pişt re nas bûm. Hin ji wan bi gotinên xwe, hin bi guhdarikirina xwe û hin jî bi hebûna xwe di kêliyên ku pêdiviya min bi hevpariyê hebû, cihê xwe di bîranîna min de girtin.
Me carinan bi hev re film temaşe kirin, pirtûk xwendin, li ser tiştên ku me xwendibû gotûbêj kirin û carinan jî tenê bi hev re rûniştin. Lê wateya van kêliyan ji min re ji çalakiyekê mezintir bû. Ew bûn cihên ku fikir û hest dikaribûn bê tirs were parvekirin.
Di jiyana me de hin kes tenê derbas dibin; hin kes jî li me tiştekî dihêlin. Kesên ku di rêya zanînê û lêgerînê de bi me re dimeşin, carinan dibe ku bibin parçeyek ji xatir û guherîna me.
Ji ber vê yekê, spasa min tenê ji bo Jineolojî nîne. Spasa min ji wan mirovan re jî heye ku di vê rêyê de bi min re hatin, ku fikir parve kirin, ku guhdarî kirin û di demên cuda de bûn hêzek ji bo berdewamkirina rêyê…
Spas ji bo rêyekê ku min guherandê…
Gava ez niha li paş xwe dinêrim, dibînim ku Jineolojî ji bo min tenê mijarek nîne ku ez fêr bûm. Ew parçeyek ji guherîna min e.
Ew min hîn kir ku her pirs ne hewce ye ku di heman demê de bersivek hebe. Hin pirs divê bi me re bijîn. Hin pirs divê me bigihînin cihên ku berê me nedixwestin biçin.
Jineolojî min hîn kir ku xwe naskirin ne dawiyek e. Her ku mirov kûrtir li hundirê xwe dinêre, deriyên nû vedibin.
Û dibe ku wateya rastîn a vê rêyê jî li vir e, ne ku em di dawiyê de bibin kesên bêkêmasî, lê ku em bibin kesên ku xwe, hev û civaka xwe bi çavekî din dibînin.
Ji ber vê yekê, spasa min ji Jineolojî re tenê spasa bo zanînekê nîne.
Spas e ji bo wan pirsên ku di hundirê min de hişt ku ez bisekinim û bifikirim.
Ez îro hîn jî di vê rêyê de me.
Hîn jî dipirsim.
Hîn jî dixwînim.
Hîn jî dibihîzim.
Hîn jî li hundirê xwe digerim.
ez dixwazim ku nivîsa min jî parçeyek ji vê rêyê be.
Ne tenê bi pênûs lê bi hest, bi bîranîn, bi pirs, bi hêvî û bi baweriyekê ku dengê jinê, dema ku xwe dibîne û dibihîze, dikare ji bêdengiyê derbas bibe û veguhere dengê jiyanê.
SPAS JINEOLOJÎ