SPAS JINEOLOJÎ

Çavên ku zanista Jin di hestên min ên veşartî de vekir, hişt ez bigihînim dahûrandinên nû di kesayet, jiyan, werzîş, rêzefîlm, pirtûk, nivîs, hevaltî û hezkirinê de.

 

Rojiyen Hisên

Dema ku tewrî dibin rêbazek jiyanê mafê me heye em ji hundirê dil û ramanên xwe jêre bêjin sipas. Tewriyên zanistî, felsefî, olî û metolojî jî bi gelek rengan û zimanan li duniyayê belav bûn, hinek ji wan heya roja îro hebûna xwe domandine, hinek ji wan jî tune bûne, hinek ji wan bûn rastiyek û hinek bûn wek aso, lê bi derketina Jineolojî ku wek tewriyek zanistî xwe dispêre bi hezaran salan, tecrubeyan, rexneyan û çareseriyan bi wê hêza ji bermahiyên dîrokê girtiye derbasî rêbazek jiyanê bû. Me jî xwest em bandora wê, berhemên wê li ser xwe wek kes parve bikin.

Jineolojiyê gelek deng veda li ser asta Kurdistanê û duniyayê jî, gelek mereq li ser naveroka wê heye. Em jî bi heman mereqê diramin ku çawa karibin vê tewriya zanistî bixin nava jiyanek hîn tekoşîn di nav de li ser nasnameyê tê kirin. Dema ku Jineolojî kete nava jiyana jinan temenê min deh salî bû û min nebihîstibû. Sal derbas bûn û em derbasî navenda lêkolînên Jineolojî bûn. Rasthatina vê xebatê pênaseya jina ku xwedî hest ji nû ve di min da guherîn û pêhesîn, ji ber vê ji bo min Jineolojî bû rêbazeke jiyankirinê

PÊNASEYÊN BI HESTÊN JIN Û PÊNÛSA DAHÛRANDÎ

Çavên ku zanista Jin di hestên min ên veşartî de vekir, hişt ez bigihînim dahûrandinên nû di kesayet, jiyan, werzîş, rêzefîlm, pirtûk, nivîs, hevaltî û hezkirinê de. Çaxa yekemîn ku derbasî nava xebata Jineolojî bûm bi awayekî rasterast rihetiyek hebû ku qada kar jin in, hestên hevdu fêm dikin wate didin tecrubeyên hev û li gel hevdu giranbuha ne. Helbet di heman demê de jî nakokiyên ji hêla sîstema civakî, dibistan, zanîngehên dewletê, malbat û sîstema siyasî de derketin pêş.

Di navendên Lêkolînên Jineolojî li Rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb, Tebqa û Minbicê de jinan li wir analîz li ser hişmendiya ku li me hatiye barkirin, nîqaşên ku çawa em karibin zanista jin bixin nava jiyana xwe dikirin. Lê ruxmî van diyalog û nakokiyan Jineolojî ji xwe di jiyana me de bû, hêza me li hember jin, pêhesîna dayîkan, jinên ku piştgiriya hevdu dikirin û hevdu fêrî her tiştî dikirin ji bikaranîna laptopan heya waneyên perwerdeyan.

Navendên lêkolînê bûn stargehên jin ku li wir me film temaşe dikirin û bi demjimêrên dirêj li ser suhbet dikirin, cara yekê me ferq kir ku di film û rêzefîlman de cudahî di kerektera jinan de heye dema ji alî mêr ve tê nivîsandin. Me dît ku lewaz pênase dike, aliyê xwe yê analîtîk bi kar nayîne, jiyana xwe wek bireser ava dike, heya hemû jinên temen mezin wek cadî û sehrbaz lê dihat meyzandin.

Lê dema ku ji hêla jin ve dihat nivîsandin jinên xwedî pîşe dihatin dîtin, jinên zana, şerker, komînalbûna jin û civakê hez dikin û jiyana xwe li gorî kirdebûna xwe ava dikirin. Heya nêrîna derbarê jinên temen mezin wek xwedî tecrube û rêvebirên êl û civakê dihatin derxistin.

Ev nirxandina yekemîn bû ku di hest û ramanên min de erdhejek çêkir, beriya Jineolojî mirov diket ferqa ku tiştek ne wek xwe heye, lê Jineolojî îşq da ser wê cihî ku divê em lê binêrin.

Ji bilî vê yekê meyzandina jin derbarê werzîşê de hate guherîn, herî zêde lîstokên bi komî wek gogê hezkirin û piştgiriya min wek kes derbarê de zêde bû, nirxandina min derbarê komên ku gogê dilîzin de hate guherîn. Lîstok ne bi yên herî navdar ve tên girêdan, lê bi yên ku ruhê komînal li gel wan heye, bi kesên hestên welatparêzî bi werzîşê ve girêdidin ve heye, hemû ji bo serkeftina welat û hêviyên kesên palpiştin ji wan tîman re li erdê nahêlin û xwe digihînin serfiraziyê, di vir de ne kes girîng bû, giştîbûyîn girîng bû. Herwiha girêdana van werîşan bi dozên gel ên siyasî û dozên zayendperestiya civakî ku ferq di navbera lîstokên jinan û mêran de hene.

Hestên ku me di her vedîtineke dahûrandinê de jiyan dikir em xurt dikirin, ji ber êdî sînorên ji bo jinbûna me hatibûn danîn me didîn û êdî rêbaza derbaskirin û çareseriyên wê de lêgerînên me bi hêz dibûn. Jineolojî hêşt em êdî ne li kesayeta qurbaniyê bigerin lê li çareya bi hest û analîzê pêk bînin.

HEVALTIYA DOMDAR Û JINBÛYÎN

Gelek hevalên min hebûn beriya Jineolojiyê, lê hevalên ku min bi Jineolojiyê re nas kirin domdar bûn. Rihê yekîtiya jinan, hêza jinan, biriqandina çavên jinan di wir de wek destaneke dîrokî bû. Piştî salan min ev lêgerîna xwe wek jin li wir dît û heya niha jî bi me re ye. Hevalên me bi hezaran kîlometran dûr in, lê hestên me û fikirandinên me pir me ji hevdu nêz dikin.

Kombûnên jin di navendên lêkolînan, atoliyên ciwanan, kampên vekirî û girtî de ideolojiyan azadiya jinê bi me dida jiyankirin. Ev yek jî xwe teysand jiyana me ya rojane, em azad dikenîn, jin dikarîn bi hev re bê hesûdî, dedeqûdî lê di pêşbirka azadiya giyana jin de jiyan dikirin û ev yek îro li duniyayê bi giştî belav dibe.

Jineolojî ji bo min komînalbûna dozên jin li seranserî duniyayê kir yek, hem li Kurdistanê û hem li çar aliyên duniyayê qada zanistê ya jinan hest û dahûrandinên me kirin yek armanc bi pênûs û nêrînên cuda.

SPAS JINEOLOJÎ

 

Bunları da beğenebilirsin