Ji Baskên Perperokan Ber bi Jiyana Azad ve
Ev roj ne tenê rojeke bîranînê ye ku tundiya li ser jinan tê şermezarkirin, di heman demê de qonaxeke berxwedanê ye ku kokên dîrokî yên pergala baviksalarî ya hezar salan tên lêpirsîn, hişmendiya xweparastina jinan û vîna jiyana azad tê rêxistinkirin.
İsyan Karadeniz
Dîrok, ji ber ku pir caran bi pênûsa desthilatdaran hatiye nivîsandin, her tim hewl daye ku bîra berxwedana jinan nedîtî bike. Lê belê xwişkên Mirabal; Patria, Minerva û María Teresa ku di 25’ê Mijdara 1960’î de li Komara Domînîkê dema li dijî rejîma dîktator Rafael Trujillo têdikoşiyan hatin qetilkirin, wekî heqîqeteke ku vê dîroknivîsiya yekalî parçe dike, di bîra mirovahiyê de cihê xwe girtin. Dema em ji perspektîfa Jineolojiyê li 25’ê Mijdarê binêrin; ev roj ne tenê rojeke bîranînê ye ku tundiya li ser jinan tê şermezarkirin, di heman demê de qonaxeke berxwedanê ye ku kokên dîrokî yên pergala baviksalarî ya hezar salan tên lêpirsîn, hişmendiya xweparastina jinan û vîna jiyana azad tê rêxistinkirin.
Koka Dîrokî û Taybetmendiya Pergalî ya Tundiyê
Nêzîkatiyên serdest û zanistên civakî yên pozîtîvîst, meyldar in ku tundiya li ser jinan daxînin asta nexweşiyên takekesî, krîzên hêrsê yên demkî an jî tenê kêmasiyên hiqûqî. Jineolojî vê nêrîna perçekirî red dike û tundiyê di nav yekparebûna wê ya dîrokî û civakî de digire dest. Li gorî vê yekê, tundiya li ser jinan ne qedereke xwezayî ye û ne jî pirsgirêkeke ewlehiyê ya ji rêzê ye; ew amûra damezrîner a rejîma desthilatdarî û milkiyetê ya bi hezaran salî ye ku ji avahiyên hiyerarşîk ên yekem heta pergala şaristaniya dewletî dirêj dibe.
Dûrxistina jinê ji jiyana civakî, nedîtîkirina keda wê û kontrolkirina bedena wê, bû gava yekem a kolekirina hemû civakê. Ji ber vê yekê, dîktatoriya Trujillo ya ku Xwişkên Mirabal qetil kir û hişmendiya ku îro li kolan, mal û qadên şer ên çar aliyên cîhanê jinan dike hedef, berhemên heman çavkaniya dîrokî ne. Tundî, şêweyê xwe ji nû ve hilberandina pergala mêrê serdest e, êrîşekî qatilê qastik e.
“Las Mariposas” (Perperok)
Patria, Minerva û María Teresa ligel hevjînên xwe di bin erdê de “Tevgera Siyasî ya 14’ê Hezîranê” ava kirin. Wan belavok belav dikirin, civînên veşartî li dar dixistin û gel li dijî dîktatoriyê hişyar dikirin. Di nav rêxistinê de navê wan ê kod “Las Mariposas” (Perperîk) bû. Ev nav ne tesaduf bû; perperîk hem nazik û xweşik in, hem jî dema baskên xwe vedikin dikarin bayekî mezin rakin. Gelê Domînîkê ew wekî perperîkên ku hêviya biharê tînin didîtin.
Piştî qetilkirina Xwişkên Mîrabal tam pêncî û heşt sal şûnde, dîsa di rojeke 25’ê Mijdarê (2018’an de) dîrok vê carê ne bi hêsir û şînê, lê bi mizgîniya jiyaneke nû hate hûnandin. Li Rojava, wargehê jinan ê ekolojîk û azad Jinwar, ku jinan bi keda destên xwe ji ax û kerpîçan neqişandibû, deriyên xwe li jiyanê vekir.
Jinên ku di nav agirekî dijwar ê şer, tundî û zexta baviksalarî de bedelên herî giran dane, bi hilbijartina 25’ê Mijdarê bang û peyameke zelal gihandin hemû cîhanê: “Em ne tenê yên ku li hemberî tundiyê serî hildidin in; em di heman demê de avakarên jiyaneke nû ya ji tundiyê paqij, bi xwezayê re hevalbend û li ser lingên xwe xwebûyî ne.” Jinwar, tam ji ber vê yekê bû ew xeyala azadiyê ya nîvcomayî ya Xwişkên Mîrabal ku di dilê axê de şîn hat û reh berda.
Dîrok carinan xelekên xwe wisa bi hev ve girêdide ku mirov matmayî dimîne. Di 25’ê Mijdara 1960’î de li qiraxa zinarekî xwestin dengê sê jinan bibirin, lê ew deng bû qêrîna milyonan jinan. Di 25’ê Mijdara 2018’an de, li ser axa kevnar a Mezopotamyayê, bi vekirina Jinwarê re ew qêrîn bû straneke jiyanê.
Îro li dîwarên kerpîç ên Jinwarê, di kenê zarokan de, di destên jinên ku axê dikolin û tovê azadiyê diçînin de, ruhê Patria, Minerva û María Teresayê dijî. Perperîkên ku li Domînîkê hatin rawestandin, li Jinwarê ji nû ve baskên xwe vekirin û di axê de şîn bûn. 25’ê Mijdarê êdî ne tenê roja bîranîna êş û şînê ye; ew roja serhildana li dijî tarîtiyê, roja hevgirtina jinan û roja şînbûna jiyaneke azad e.
Qîrîna “Em ne şevan, ne jî kolanan terk dikin” a ku di 25’ê Mijdarê de bilind dibe, dema bi têgehên Jineolojiyê were xwendin, rasterast îşaret bi hişmendiya xweparastinê dike. Xweparastin ne tenê bertekeke demkî ya li hember êrîşeke fîzîkî ye; ew hêza xwedîderketina jinê li nasname, vîn, zanîn û qadên xwe yên jiyanê ye. Hevgirtina rêxistinkirî ya jinan, mekanîzmaya parastina civakî ya herî rewa ye ku li dijî polîtîkayên bê ceza hiştinê yên dewlet û pergalên hiqûqî hatiye pêşxistin.
Lê belê Jineolojî têkoşînê tenê bi rawestandina tundiya heyî re sînordar nake; ew armanc dike ku tevna civakî ya ku tundiyê hildiberîne veguherîne. Rêya vê veguherînê di têgihiştina hevjiyana azad re derbas dibe ku tê de ligel azadbûna jinê, mêr jî ji hişmendiya desthilatdarî û serdestiyê tê paqijkirin. Ronahiyên porteqalî yên 25’ê Mijdarê û pankartên berxwedanê yên li kolanan, derbirîna vîneke hevpar in ku civakeke bêtundî, demokratîk û ekolojîk pêkan e.
Agirê berxwedanê yê ku Xwişkên Mirabal di sala 1960’î de pêxist, îro veguheriye heqîqeteke gerdûnî ku di felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” de deng vedide.