Pirsa Kû Bersiva Vê Her Tim Berfireh Dibe; Jineolojî çiye?

Zozan Sîma

 

Demeke dirêje li her cihê em vê pirse dibihisîn. Jineolojî çiye? Dema kû em bersiva vê pirse didin, pirs zêde dibin, bersiv jî berfireh dibe. Jineolojî li ser van pirs û bersivan xwe ava dike, lekolînên xwe kûr dike.

Jineolojî peyveke nû ye. Cara yekem Reber Apo di pîrtuka xwe ya bi navê Sosyolojîya Azadîyê de bikar anîye. Peyva jin a zimanê kurdî û peyva latînî lojî kû tê wateya zanistê pêk tê. Ev jî dibe zanista jinê. Zanista jinê… ev peyv di mirovan de kelecanekê ava dike.

Ji ber kû tiştên heya niha ji me re hatiye fêrkirin ewe ku di nav zanistê de zêde şopên jinan nêne. Heya 100 sal berê di dinyayê de û li gelek ciyan mafê xwendin û nivîsandin ya jinan tûne bu. Zanîngehan 90 sal berê nû deriyê xwe ji jinan re vekir. Ev jî bi tekoşîna jinan pêk hat. Keşfên herî mezin yê zanistî her tim li ser navê zilaman hatiye nivisandin. Gelo zanista jinê li kî derê buye, kê pêş xistiye an jî bingeheke wisa heye kû zanista jinê xwe li ser ava bike?

Ev dibin pirsên nû yên kû jineolojî bersiva van bide. Ev dem em dikevin li pey hinek lekolînên nû. Zanist çiye? Jin nasnameyekê çawaye? Bersiva pirsa jineolojî çiye hineke jî, bi rast pênasekirina zanist û jinê re giredayîye.

Zanist rêbazek fikirandin û lêgerina heqîqetêye. Di Dirokê de gelek rêbaz û reyên lêgerîna heqîqatê cûda jî hene. Fikirandinên mitolojîk, olî, felsefî, her yek rêbazên însaniyetê yê fikirandin û lêgerina heqîqîtêne. Ji bo vê di felsefeya Rojhilata Navîn de dibêjin ‘heqîqet yêke lê reyên kû diçin heqîqetê, bi hezarin’.

Lê roja me ye îro, zanist van hezar rêkan înkar dike û dibêje ‘ev yek bi rêbazên zanistî nehatine avakirin ji ber vê jî şaşin’. Em dikarin bêjin kû li vir tenê ferzkirinek na, înkarkirina diroka zanistê jî heye. Berhemên însaniyete yê zanistî tûne tê hesibandin. Weke hemû rêbazên fikrandinan, sedema derketina zanistê jî watedayina însan ya jiyanê re girêdayiye. Pirsên çîma û çawa, fêmkirin û şîrovekirina dîroka fikirandinê, ji şoreşên zihnî re derî vedike.

Lê rêbazên fikirandinê dema kû bi deshilatdariyê re dibin yek, deshilatdarî li ser van bandoran çê dike, edîn dibin çavkaniya xerabiyê. Zanista kû tekiliyê xwe ji jiyan û civakê qût dike dijîtiya civak û jiyanê dike. Zanist jî îro di rewşekê wisa de ye. Bandora deshilatdarî û sermayedarî zanist ji wateya wê derxistiye.

Ji ber vê yek ji bersiva pirsa çima jineolojî ewe kû; ev zanista kû ji wateya xwe hatiye derxistin cardin bigihînin wateyê. Ev zanista kû girêdanbûna xwe civak û jîyanê, xwezayê re qut kiriyê cardin em tekildarî civak, jiyan û xwezeye bikin. Ev zanista kû pirsa çima re bersiv nade û bi vî avayî ji felsefe hatiye qut kirin, cardin bi felsefeye re were girêdan.

Reber Apo dibêje erka zanistê ‘pênaseya jiyana civakiye’. Lê îro zanist vê erkê pêk nayine. Ne rastiyên civakî rastiya zilamê serdest weke rastiyên însanî dide nişandan. Rastiya civaka Ewrupa weke rastiya giştî civakan pênase dike. Dema qala mirovahî dike esase xwe de qala însanên spî dike. Ji ber vê yekê jî ev zanista zayendpereste, nijadpereste. Rastiyên gerdunê, rastiyên mîrovahî û heman demê rastiyên jinê tê de cîh nagirin. Vîrginîa Woolf ev rastî di sala 1938 an de bi van gotinan aniye ziman; “zanist wekî ku xuya dike ne bê cîns e, zanist zilame, bave û zanist wek nexweşiyê derbasî her kesî dibe.” Jinek din bi navê Irmtraud Morgner jî gotiye, “heta niha fîlozofan cîhan li gorî zilam şîrove kirine, lê guhertina vê cîhanê bi şîrove kirina jinê dikare pêk were.”

Ji bo vê di zanista heyî de em weke jin rastiya xwe nabînin, weke civaka Rojhilata Navîn, weke civaka Kurd rastiya xwe nabînîn. Gelek civak, çandên cûda jî vî tiştî tînin ziman. Û îro gelek kes dibêjin ku ‘di zanistê de şoreşek pêwîste’. Reber Apo jî vê rastiyê wisa tîne ziman; “derketin dikare bi jineolojî çêbibe, ev lêkolîn ne tenê di qada zanistî de divê di qada olî, felsefî û hunerî de jî şîrove bi nêrîna jin werin kirin.”

Bersivek din ya jineolojî çiye û çima pewîstiyeke jî di vir deye. Ev şoreş bi pêşxistina zanista jinê re pêkane. Dikare were gotin zanista jinê rastiyên civakî dikare ronî bike? Çawa kû hewcedarî bi rast pênasekirina zanistê heye, qasî vê heta ji vê jî zêdetir hewcedarî rast pênaseya jinê jî heye? Ger me erka zanistê weke ‘rast pênasekirina jiyana civakî’ diyar kiriye wê demê çavkaniya jiyana civakî çîye?

Lekolînên dirokî ji mere dide nişandan kû navbera civak, jin û jiyanê li serdemên herî kevnar yê însaniyetê de girêdanbuneke kûr hatiye dîtin. Ji bo vê ji fikirandinên destpêkê, piroziyên destpêkê jin-dayîk weke çavkaniya esasiye. Lekolînên arkeolojik, antropolojik, li ser mîtolojî û her wîha lekolînên sosyoloji û dîroka olî jî vê rastiyê piştrast dikin.

Zimanê Kurdî de ev rastî di peyva jin û jiyanê de tê dîtin. Di cîhanê de û hemu zimanan de jî ev rastî derdikeve holê. Peyva jiyan an peyveke mê ye an jî peyveke girêdayî jinê ye. Ger em dibêjin şoreşa ziman herî kêm xwedî dirokek 50.000 saleye vê deme em dikarin bejin kû vê deme civakê jin û jiyan wekhev dîtine. Ev him girêdayî rastiyên jin ye biyolojik, fîzîkî re giredayîye ji ber kû afirandin bedena vê de pêk te, him jî gîredayî afrîneriya vê ya civakî re girêdayiye.

Ji bo vê tarîkirina rastiyên jin esase xwe de tarîkirinên li ser jiyan û civakene jî. Heman demê ronîkirina rastiyên jin ronîkirinên rastiyên civakiye. Bi vê re giredayî ji ber kû jiyana civakî li ser herdu cinsan pêkan bûye heman demê rastiyên mêr jî li ser rastiyên jin dikare were ronîkirin. Hevaltiya jin û mêr, hevdu tamam kirina jin û mêr, bi hevre karkirin û fikirandin jiyana civakî ava kiriye. Lê piştre ev hevdu temam kirin bi tekiliyên deshilatdarî xira bûye. Û îro jî tekiliya jin û zilam ya kû li ser deshilatdarî ye hatiye avakirin buye çavkaniya hemû pirsgirekên civakî. Hemû deshilatdariyên çînî, olî, netewî jî li ser bingeha deshilatdarîya navbera jin û mêr destpê kiriye. Ji bo vê jineolojî heman deme de hemû tekiliyên navbera jin û zilam de guhertineke ji xwe re dike armanc.

Em dema qala hevjiyanê dikin hevjiyan têkiliya jin û zilame. Çima taybet jin û zilam? Ji ber kû em dizanin kû tekiliyên cûda jî hene. Lê li vir pirsgereka esasî vê tekiliyê de tê jiyankirin. Em dema tekiliya jin û zilam jî dibêjin ev tenê tekiliyên weke zewac, evîndarî, malbatî nîne. Ev jî hene lê hemû tekiliyên aborî, siyasî, çandî, civakî jî nav xwe de dihewîne. Pênaseya Reber Apo ya li ser vê mijarê bi vî rengiye, “Dema ez dibêjim hevjiyana azad, ez qala têkiliyên klasik yên jin û mêr an jî têkiliya zewacek ku cilên modern postmodern lê hatiye kirin nakim. Dema ez dibêjim hevjiyana azad, ez qala herdû cins jî di her aliyê jiyanê de li ser wekhevî û azadiyê jiyanek nû ava kirine dikim. Ji ber ku civak û însan bê cîh û wext nabe, pêwîste Jin û zilam bi xwe re cîh û wext jî azad bikin ku li ser wê hevjiyanê kulîlkên evin û evîndariyê vebin.”. Pênaseyak bi vî rengî dike ku, herdû cins çawa bikaribin bi hevre jiyanê li ser wekhevî û azadiyê ava bikin.

Ji bo vê em Jineolojî bi vî awayî bi nav dikin; Jineolojî; Zanista jinê ye, Zanista jiyaneye, Zanista hevjiyaneye.

Em bi giştî dikarin bêjin kû her çiqas Jineolojî peyvek nû be jî, esasê xwe de jineolojî ne nû ye. Heta em dikarin bêjin kû derketina Jineolojî bi qasî dîroka însaniyetê kevne. Rastiyên jin jî gelek rastiyên jiyanî û civakî hembez dike.

Bunları da beğenebilirsin