Analîzek li ser pêşketina şoreşa jinê di Rojhilata Navîn

 

Tevgerên civakî bi sîyasetên înkar û serkutkirinê destpê dike. Taybetmendîyê tevgerên civakî yê sedsala 21 eve ku armanca wê ne weke şoreşên sedsala 19 û 20 rûxandina desthilatdarîyek an jî avakirina wê ye belkû avakirina pergalek demratîke ku tê de hemî cîyawazîyan têne nasîn. Li gor nêrîna civaknasan awaya ku hikûmet bi tevgerên civakî re rûbirû dibe îfadeya cewhera wê tevgerê ye. Hikûmetên ku nikaribin daxwazên tevgerê bi cîh bînin, xwe bi spartina hêz, qanûn û nêzîkatîyên derqanûnî hewl didin wan tevgerên civakî bitepisînin û bersivek têrker nadin wan ku ev dibe sebep ev tevger şiklê xwe biguhere tevgerek şoreşgerî.

Dema em vê nirxandinê di rastîya dîrokî û civakî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê de binrxînin emê danehev û ezmûnên civakî û berxwedanê bi avayek xurt bibînin. Civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêvajoyên şoreş û serhildanan ne xerîbin. Di dîroka hemdem ya Îranê de du şoreşên mezin pêk hatine. Yek şoreşa Meşrûte di sala 1905 û ya din jî şoreşa Îslamî a 1979 ku bi ruxmê hinek destkeftî nekarin bibe sersebeba guhertinên bingehîn taybet di mijara jin û netewên ku di çarçêva erdnigarîya Îranê de dijîn û azadî û demokrasîyê bixwere bîne. Bêguman yek ji sedemên vê neserkeftinê weke her welatê Rojhilata navîn mijara ol, mezheb û hukmên Şer’ê ne. Ev eşkereye ku di wan welatan de jin bi salane ku bin navê wan hukmên Şer’ê û qanûnên ku di dawî de bi destê mêran û li gor hişmendîyan wan we tê ava kirin hatine serkut kirin û dest û lingê wan hatîye qeyd û bend kirin. Lê dîsa jî ruxmê hemû pêkanîna şîddet, astengî ava kirin li hemberê kar û xebatê jinan, jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tu car li berxwedan û tekoşînê gav paşde neavêtine. Tekoşîna jinan di vê welatê de çi ba avayên ferdî û çi bi avayên rêxistinî her tim berdewamîya xwe parastîye.

Ger em bixwazin pêvajoya tekoşîna jinan li hemberê rejîma Îranê pişîtî şoreşa Îslamê binirxînin emê salên tije berxwedan û têkoşîn bibînin. Çi di zîndanan de çi di kolanan û her wiha di astê civakî û tevgerên sivîl de têkoşînek xurt heye. Yek ji taybetmendîyê tevgera jinan di Îranê de pêywendîyê wê bi tevgerên civakî û sivîlin. Tevgera ku niha di Îran û Rojhilatê kurdistanê berdewam dike divê ji pêvajoyên berê wê qut neyê  dest girtin. Lê divê ser ferq û cuhdahîya vê pêvajoyê jî nîqaş bikin. Ev pirs ji bo her kesê pêş dikeve ku çima silogana  ‘JIN JÎYAN AZADÎ’ û serhildanê ku pêre destpê kir ji merheleyên berê cûdatire? Çima nayê tepisanidin û çima ewqas guhertin û veguhertin çêkir û hîn jî dewam dike? Bi awayek din mirov dikare bêje ev silogan bixwere dîrokek nivîsî. Qonaxek destpê kir ku tu car destkeftîyên wê wunda nabe. Lê mirov dikare di bersiva wan pirsan de li ser çend xalan bisekin. Yek, nasnama netewî û cinsî ya Jîna bû. Jîna keçek kurd bû ku sembola welat û netewke bindest weke kurde û her wiha jin bû. ew teqîn encama salan êş û azarên  ku rejîma dagirker a rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ferz dike. Ji kuştina kolberan, sîyasetên bîyoîqtidar heya asîmîlasyon, îdam û îşkenca kurdan. Ev bertekê ku li Rojhilat destpê kir di esas de bersivek tund û edî bese ji bo ewqas zilm û tarîtî bû. her çend ev serhildan li Rojhilat destpê kir lê di demek kurt de derbasî hemû Îran û piştî wê sînoran derbas kir û cîhanî bû. bêguman  ev girêdayî navarok û felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ku xwe dispêrê tekoşînek bi salan û êdî bûye manîfesto û perspektîva şoreşa jinê. Ji ber bê jina azad em nikarin qala jîyanek azad jî bikin û ev sê pêyv bixwe îfadeya hemû daxwazê jinan û gelan dike. Tevgera ‘’jin jiyan azadî’’ stûnên pergala dij jinê ya Îranê hejand û careke din ev rastî îspat kir ku jin di her şoreşek hêza bingehîn û biryardêre. Jin îro weke nasnamayek sîyasî û civakî ye ku li dijî her cûre koletî, cûdakarî û tundîyê têdikoşe. Mirov dikare bêje ev tevger kurteyek ji hemû serhildanên berbelaw yên salên berê ye ku ji alîyên nifşên cûda yên civakî ye. Sembolên devkî û dîtbarî yên vê serhildanê di qada mecazî û di nava civakê, ji slogan heya haştegan ji çalakîyan heya wêneyan piranî daxwazên jinan di nav xwede dihevîne. Ev bixwe çandeke nû nava civakê de afirand û yek ji destkeftîyên vê tevgerê ye.

Pir kesan li ser nasnama vê siloganê nîqaş kirin her wiha pir kesan jî xwestin ji navarok vala bikin yan jî bi cih û kesên din re girêbidin lê tu carî ev hewldan ser neket û careke din efsûnî bûna wê felsefê û siloganê derket holê. Ji bo wê divê mirov wê sloganê tenê weke siloganek nenirxîne. Ji ber her siloganek û taybet ‘jin jiyan azadî’ xwedî bingehên dîrokî, civakî û felsefîye û bi salane bixwere pir tişt afirand û mirov dikare bêje xwedî taybetmendîyên afrîner, hevgirtin û hêzdayîne. Her wiha ev tevger atmosferek ava kir ku hemû gelê Îranê yê bindest weke Ereb û Belûç li gorî berê bêtir werin meydanê tekoşînê û bi awayek radîkaltir tevlê vê şoreşê bibin. ji ber vê ev mehane ku gelê Belûç û bi taybet jinên Belûç ruxmê zext û îdama rejîma Îranê dîsa jî dev ji berxwedanê bernedane û têdikoşîn. Her wiha tevgera ‘jin jiyan azadî’ bandorek pir mezin li ser jinê Efxanî çêkir. Jinên Efxan ku bi salane li dijî paşverûtî û zilma Talîban şer dikin di vê pêvajoyê de û bi îlham girtina ji vê tevgerê li dijî Talîban rawestyan û daxwaza mafê xwe kirin û piştevanîya xwe ji vê şoreşê dan dîyar kirin. Helbet bi destpê kirina kampêyna KJKê ji bo jinên Efxanî û Êzîdî rojveke baş ava bû hem qirkirina jinê bi şiklên cûda were nirxandin hem jî ruhê yekîtî di nav jinan de ava bibe. Taybet jinên Efxan kêfxweşîya xwe ji vê xebatê dan nîşan dan.

Bi derbas bûna salek ser destpê kirina tevgera ‘’jin jîyan azadî’’ rejîma Îranê niha da weke tedbîr li ser qanûna hicaba zorê dîsa hinek nîqaş pêşxistî. Di rojên dawî de ew tişt hatî piştrast kirin li gorî wê qanûna dewlet ceza girantir kirî. Li gorî serokê hiqûqî û dadê ya meclîsa Îranê qirar hatîye girtin ku demê pêkanîna wê qanûnê ya test di meclîsê de bikeve dengdanê. Ev qanûn ji 70 madde pêk tê ku careke din dijminhaîya dewleta Îranê bi jinan re nîşan da. Li gorî wê zext li ser jinan di qada gîştî zêdetir dibe. Kontrola jinan ya digital zêde dibe. Hêzên serkutger yê resmî û ne resmî weke Besîc dikarin ji şokêr bikar bînin. Teşvîq kirina  her kesê ji hemwelatîya heya rayedarên dewletê ji bo kontrol kirina li ser hicaba jinan li her derê weke seyare, kolan, koafor, dukan, îdare, park, zanîngeh, hotel, mekteb, bus û hwd hemû beşek ji wê qanûnên nû ne. Yek ji sedemê sereke ya dijwar kirina  wê qanûnê ji hêla rejîma Îranê ewe ku ev qanûn yek ji lingê û spartekê serek ya hakimîyeta dînî ya Îranê ye û dixwaze çi dibe bila bibe ew qanûn pêk were. Ji ber rakirina hicabê ji alîyên jinan ku bixwe berteke li hemberê hemû şiklên zilmê di Îranê deye yê derîyek nû ya têkoşînê ne tenê ji bo jinan belkî ji bo hemû gelê bindest yê Îranê weke. Dewlet jî vê xeterîyê dibîne û dixwaze pêşî ji vê bigire.

Bêguman bi destpê kirina vê qonaxê tevgera ‘’jin jiyan azadî’’ hem tekoşîn û tevgera azadîya jinê pir derket pêş û bû rojeva jinan û her kes ser nîqaş kir hem jî Jineolojî weke zanista jinê bû mijarên nîqaşê. Lê ger em milek din ve binêrin ev jî nîşan dide ku tevgera azadîya kurdistanê û têkoşîna wê li her derê belav bûye û felsefeya Rêbertî hatîye nasîn û pêkanîn. bi destpê kirina vê tevgerê ev rastî derket holê. Helbet her kes li gor mêzandinê xwe, xeta xwe ya fikrî û îdeolojîk behs dike.

Mirov dikare bêje di hemû nêrîn û nirxandinê ku li ser tekoşîna azadîya jinê li Rojhilata navîn û taybet Kurdistanê heye, nêrîneke Oryantalîstî û bi bandora navend avrûpa heye. Di van konferansê dawî ku ji bo pêvajoya şoreşa ‘jinjiyanazadî’ li avrûpa hate nirxandin hem nêrîn û hem pirspektîvê kû tê pêşkêş kirin ji rastîyên dîrokî û civakîya rojhilata navîn dûr û qute. Ji ber ew coxrafya hem ji ber taybetmendîyên jeopolîtîk û hem dîrokî bandora Ol, netewperestî, dewlet û cînsîyetparêzîya civakî ji kur de jîyan dike. Ji ber wê her nêrînê ku derweyî wan rastîyan ji bo çareser kirina pirsgirêkên vê herêmê were pêşkêş kirin, nikare bikeve pêvajoya piratîkî. Di dirêjahîya dîrokê de nivîskarên Rojavayî rûyek nepenî û neasayî ji jinên Rojihlata navîn xêz kirine. Çîrokên wan li ser harem jinan pirin û wan weke însanên pasîv û bindest dîtine. Ev nêrîn ewqas pêşde bû ku di wan salê dawî  ‘’rizgarkirina’’ wan jinan bû hinceta êrîşên leşkerî ser Rojhilata navîn ku me di mînaka Efxanistan û Îraqê de dît ku netenê rewşê jinan nehate guhertin belkî kûrtir jî bûye. Lê ev pirs heye gelo Rojava tabloyek rast a jîyana jinên Rojhilata Navîn nîşan dide? Ma ev jinan ne xwedî hêzek ferdî û kolektîve? Divê li ser wan pirsan jî bersiv were dayîn.

Di herêma Rojhilata Navîn hem ji ber bandora şer û her wiha bandora Olparêzî û cînsîyetparêzîya civakî rewşa jinan jî bandor dike. Gerçî piştî destpê kirina serhildanên gelên Ereb di sala 2010 heya 2012 derketinek çêbû û di vê pêvajoyê de tekoşîna jinan jî derbasî astek jor bû lê hîna jî rewşa jinan di welatên Erebî taybet Surye, Îraq, Siûdî Erebîstan û welatê bakûrê Afrîqa de pir zêde baş nîne û bi ruxmê hewldan û rêxistinên jinên dîsa jî êrîşên li ser jinan taybet yê ku sîstema heyî rexne dikin û serî li hemberê wê radikin, hîn berdewam dike.  Li kêleka wê  êrşên Oldaran li ser jinê heye û ev jî dihêle ku bindestîya jinê were kûr kirin û civakê jî teşvîqî şîddeta ser jinê dike. Her wiha di hinek welatên Ereb taybet Siûdî Erebîstan bi dayîna hinek maf bi jinan hewl didin tekoşîna jinan lîberalîze û pasîv bikin û entegreyên sîstemê bikin û ev xeterî ne tenê ji bo jinên Ereb belkî hemû jinên herêmê jî derbas dare. Di yek salê dawî de di asta herêmê konferansê ku li Lubnan û Tunisê hatin çêkirin li ser yekîtî û bernamên hevbeş bi hevre nîqaş hate kirin û ev derîyek vedike ku jin bê ku xwe bispêrin sîstemê bixwe û bi spartina hêz û îradeya xwe têkoşînek xort bimeşînin û mirov gavê erênî jî dikare bibîne.

Di mehên dawî rapora netewên yekbûyî li ser berdewam kirina bawerîyên cinsîyetparêz dijî jinan belav bû ku her kes kire nav fikaran. Li gorî vê raporê di deh salên dawî de tu pêşketinek di guhertin kilîşe û nêzîkatîyên cinsîyetparêz hemberê jinan çênebûye. Li her 10 mêr û jin di hemû cîhanê de 9 kes xwedî nêrînên dijî jinane. Li gorî vê raporê li gor nîvê însana di cîhanê de hîn jî mêr li gor jinan dikarin bibin lîderên sîyasî yê baştir û her wiha ji sedî 40 jî bawerin ku mêr dikarin bibin rêveberên ticarî yê baştir. Ji sedî 25 ji bawerin ku lêdana jinan li alîyê mêran tiştek rewa û erênî ye. Her wiha bi ruxmê ku jin li her demê zêdetir xwendewan û bi qabilyetin lê dîsa jî di 59 welatê ku di halê hazir jin li gor mêran asta xwendina wan zêdetire dîsa jî her tişt li gor mêrane. Ev îstatîstîk nîşan dide ku tevî reklam û bûtçeyên ku gelek caran dibe sedema komkirina sermayê di mafê elîtan de li şûna guhertina pozosyona bindets a jinê, li cîhanê îradeyek heye  ku nahêle pergala heyî ya baviksalarî ku bixwe ji parêzvanê sîstema sermaye ye, were guhertin.

Lê ger mirov bixwaze tabloya heyî bi gîştî binirxîne êrîşek pir berfireh bi rehendên aborî, sîyasî û îdeolojîk li dijî jinan tê meşandin. Taybet tevger û kesayetê jin ku li derveyî sîstema heyî têkoşîn dikin hewl tê dayîn têkoşîna wan ji navarok were vala kirin ku bêguman yek ji wan jî tevgera azadîya jinên kurde. Helbet ev êrîş carna eşkere û carna jî nerasterast tê meşandin. Mînak têgîn  nazarîyê nû pêşxistin yek ji wane. Ya duyemîn êrîşê li ser nasnama jinê ye ku ew ji bi tevgerên ku me li jor behs kir tê meşandin. Ango ger nasnameyek bi navê jinê nebe mesela jin jî nabe. Yanê hedef sîl kirina meselê bixwe ye. Di encam de di hemû deverên cîhanê têkoşînek xurt ya jinan heye û bi taybet di herêma Rojhilata Navîn de jin û tevgerên jinan hêmana sereka ya civaka demokratîke ku me di pêvajoya tevgera ‘JIN JIYAN AZADÎ’ de dît ku heya pirsgirêka jin ba avayek kok neyê çareser kirin, mafê gelan jî nikare were bidest xistin. Ev pêvajo dersên pir hêja bi me da fêr kirin ku ji bo xêz kirina pêşerojek azad pêwîste.

Me salek li pey xwe hîşt ku ji bo me jinan tije berxwedan û ezmûnên mezin bûn. Li kêleka vê jî êrîş û zextek mezin ser jinan û hemû kesayet û tevgerên azadîxwaz hebû. Lê rastîyek dîyar heye ku tekoşîn û zanista ku niha li Kurdistanê pêşketîye weke kelemek li ber dijmine û dijmin nekarîya di vê milê de bihghîje armancê xwe. Pêşeroja herêmê encex bi yekîtî û hewildanên şoreşgerî yê hemû nifşên civakê yê were guhertin. Rojhilata navîn niha sancîyê guhertinê dikşîne û heya yekîtîyek demokratîk navbera gelan bi pêşengîya jinan ava nebe, guhertinên radîkal jî çênabe û ev faktor ji bo demokratîze kirina herêmê heyatî ye. Pêngavên mezin ji bo şoreşek civakî hatîye avêtin û divê ew hewldan berdewamîya xwe biparêze heya ku bighêje encamê.

Buhar Ewrîn

 

Bunları da beğenebilirsin