JIN Û MALBAT

Baran Hesen

Heger di despêkê de behsa êtmolojî an jî peyvên jin û malbat bikin. Peyva jin peyveke kurdî û gelek esase, ji jiyan tê pênasekirin wekî din jiyan bi hêza jinê hatiye avakirin. Malbat jî peyveke kurdî ye, ji mal tê; mal yanî mulk, eşya heman demê cihe ku mirov têde jiyan dikin. Banî ji seqfa ku hinek kes li bin wê jiyan dikin, tê gotin. Bat an jî bêyt di sumêrî de yanî mal, peyva bêyt peyveke samî û erebî ye. Di civaka neolotîk de seqfê malê bi şiklên girover dihatin avakirin. Tîpa Bi latînî, wekî du hilal kêleka hev du, bi şiklê du malên giruver tê xuyakirin. Heger were dîqet kirin di gunda de cihên ku kahê xwe tê de bi cih dikin seqfa wê kahdanê kirover dihatin çêkirin. Civakên xwezayi a despêkê ji bo sermê û germê, malên xwe bi wî şiklî avadikirin. Heya niha jî di zimanê kurdî de peyva Serban tê bikar anin.

Jiyanê despêkê a mirovan ne wekî jiyanê roja me ya îro buye, belkî bi rêbazê kom an jî komînal jiyan kirine. Jin bi kombuyinên xwe bi hev du re civak avakirin, yekem car jin buye sedema pêşketina civakê. Di malbatê de 2 an jî çend kes bi hevra jiyan dikin. Lê di kilan de hejmarek zêde bi hev du re jiyan dikin. Di kilan de têkelîyên cinsî dihat jiyan kirin. Zarok dianîn dinyayê û hejmarê kilanê bi wê avayî dihat zêdekirin. Ji bo debar (aborî) û parastinê pêwîstî hatiye ditin ku zêdebuyin çê bibe. Li ser wê esasê çend kilan derdora hev du kom dibun û ji xwe re Qebîle avadikirin. Di kilan de girêdanbuyina xwînê ne muhem buye, ji ber ku bav bê rûl buye, kes di ferqa wê de nebuye ku rola dê an bav bilîze, lê dayik dizanî bu ku zarok anîye dinyayê, ji ber ku lawaztîya mêr di watedayina dayikbuyina jinê û anaia zaroka de pir kur bûye, ji bo wê jinê bi êlahe nas dikir. Rola mêr, bav û ap tine buye. Xal û xaltîk û xweşik rûlker bûne. Ev malbat bi malbatê ku ji cîlê dayikê ye dihat naskirin. Piranî civak bi vê rêbazê jiyan kirin e. Bi sumêrîya û avabuyîna zîgûrat û pêşketina bajarwanî û zihnyeta bavksalarî modêla malbat hat guhartin. Bi desthelatdarî û derbas bunê demê hêza Dayikê hat hundakirin û di civcakê de bi berjevendîya mêr guhartin hat avakirin.

Bi hakimyeta zihniyeta bavksalar a 5000 sala Malbatên niha û sazîya ziwac hat avakirin, lê demên berê mirov bi dilxwazîya xwe bi hev ra jiyan dikirin e û kes bi zor nedihat ziwicandin. Bi dilxwazîya her du kesa têkelîyên cinsî dihat jiyan kirin, lê di ferqa bi hamil bunê de nebun, ji bo wê jî zihniyeta mulkiyet tûne buye. Bi Eşq û evîndarî û hezkirin nêzî hev dibûn lê hev du nedikirin mulkê xwe û wek namûs nidihatin pênasekirin. Ji bo avakirina têkelîyê cinsî dayik qanun dida diyarkirin kengî û çawa têkelî bê avakirin, ji derveya wexta ku dihat diyarkirin mêr nikarî bu nêzî jin bibe. Hevpêymana civakî bi wî rengî ji bo yekem car ji alîyê jin hat diyarkirin. Bi pêşketina zihniyeta dewlet û zihniyeta bavksalar gelek zagun û qnanunê bê wate ku ne ji bo berjevendîyê civakê ne li ser civakê hatin meşandin, belkî ev qanûn dibin sedem ku di bin navê namûs, adet û tqalîdên kilasîk di malbatê de karesat bên jiyankirin. Ji bo deshelatdrî û berjevendiyên xwe exlaqê civakê li ser esasê wan qewanîna didin diyarkirin, lê di civaka xwezayi de civak bi exlaqak azasd pêşdiket, ev rêbaz mirovê ji tunekirina kesayet diparast.

Di her civakekê de malbat sazîyek pir esas e. Heya ku di civakê de malabt nêye tehlîl kirin, tehlîlkirina civak jî ne mumkine. Di rastî de jinbuyin di malbatê de tê avakirin. Malbat medreseya zayendperestî û zihniyeta dewletê ye û berdevamîya wê zihniyetê jî bibe. Zanista sosyolojî malbat esas û bingehê civakê pênase dike, lê îdolojîya Rêber Apo malabtê wek bingeha dewletê terîf dike. Her kes dizane ku civak ji malbatê tê avakirin û kesek bê malbat nînin, lê kes ji derveya zihniyeta dewletgerayî jiyan nekirîye û bêbeş nemaye. Ev zihniyet tenê kesên ku li bajara jiyan dikin û di medrseyan de dixwênin naye xuyakirin, belkî her takekes ji civakê bi zêhniyeta dewletî jiyan dike, ji ber ku ev zihniyet derbasî xwîna civakê bu ye. Malbata tebaqatî temsîla dewletê dike, heger sîstema bavksalar di melbatê de nêye jiyankirin, sîstema kapîtalîzim jî nikare pilanên xwe bide meşandin û nikare li ser lîng bimîne. Belkî ev şexs ne mewezifê dewletê be û di mektebê de xwendina dewletê neke, lê heger malbatek bi wî şiklî hebe zihniyeta dewletê tê meşandin ji bo wê jî her ferd ji malabtê temsîla wê zihniyetê dike.Rêber Apo

Di kesyeta jin û sistema malbatê de, role mêr wek dewlelê bi avayekî xurt û bi pilan kirî tê meşandin. Her takek ji civakê pêwîste li gor sistim û pilanên ku hatine diyarkirin jiyana xwe eyar bike. Bigre ji biryarên şexsî jî tedaxul tê kirin, helbet tedaxulên xwe bi rêbazek li ser civakê tê meşandin ku bikaribin malbatê êqnai bike. pişt ra ev sistem bi adet û teqalîdên malbatî di civakê de tên naskirin. Rêbaz û fikirên mela, şêx, pîr, seyid û insanên ku girêdiravê dewletê ne her wiha kesên mezinên civakê ku temsîla zihniyeta dewletê dikin civakê ji rêbazên xwezayîya xwe dur dikin û zihniyeta desthelatdarî û bavksalarîya xwe didin jiyankirin. Li ser wan bingeha zihniyeta zigurat, hîrarşî û tebeqe pêş ket. Yenî ev zihniyet di malbatê de hat bi cihkirin û mixabin tê jiyankirin, hêşt ku dê û zarok di tebeqeyên herî dawî de cih bigirin û rola kole bidin wan e. Heya roja îro zayendperestîyek kur tê jiyankirin. Lawik wek mêrek be hêz û iqtidar ji bo lîstina rola xwe di pêşerojê de tê hazirikirn. Malbat dibe rêdana (hûnera nivîsnadina şanuyan) biçuk a dewletê. Heger dewlet malbatê li gor xwe avaneke nikare hakimyeta xwe li ser civakê feriz bike, bi hakmyet û desthelatdarî di civakê de xwe bi rêxistin dike. Heger em bi mînaka nav lê bikin:

Di piranî dewleta de pêwîste ku Serokê wê dewletê ziwicî be ji ber ku malbatê xwe dike bi model û mînak ji bo ku di civakê de malbat teqlîda wa bikin. Mînak li Turkî malbata Emîne û kefîya wê di cîhanê de buye mijarê niqaşê yanî îdolojîya kefî, hicab û islam radigihînin. Hakmîyet bi wê rêbazê civakê li gor xwe avadike. Yanî civak bi xwasteka dewlet tê avakirin. Hemi dewletên berjevendxwaz, fudal û axa wê rêbazê bi kar tînin. Dewletên îran û Turkîye yek ji wan dewletanin ku ji bo berjevendîya xwe qanuna ser civakê didin meşandin. Di sistema her du dewleta de hejmara zaroaka di malbatê de ew didin diyarkirin, li gor pilanên xwe bi rêklama li gor pêwîstî û ihtiyacên xwe koleyan zêde an kêm bikin. Bi navên cuda temenê ziwac û anina zaroka wacb dikin, malbat jî bê zanabun xizmeta dewletê dike, heger ne wilo be, dewlet nikare desthelatdarîya xwe berdivam bike. Di rastî de em dikarin malbatê wek dewletek biçuk pênase bikin. Ji ber ku di malbatên xwe de em zayendperestî û dewletgerayî bi çavên xwe dibînin û wê jiyan dikin.

Di Malbatên roja îro de ji bav bigire heya zarokên malê wek lawikên mezin wekhevî tune ye. Mulkîyet zêde pêş ketîye, zarok li ser çanda zayendperestî û meşandina rêbazên dewletê tê perwerdekirin û mazin kirin. Di malbat û tev civakê de jin bi mulk û namûsê zilam tê pênasekirin. Bê dilxwazî Hest, rih, fîzîk û nêrîn û biryarên jin dibe a mêr. Keç di zaroktîya xwe de mulka bavê xwe ye û piştî ziwacê dibe bi mulkê hevjîna xwe. Berdivam jin dibe bi mulkê mêr ferq nake ji wê malê ji bo malekî din. Bav, hevjîn an bira tu cudayî nîne. Jin hertim mulk û namûsa mêrekî ye.!? Ev mêr jî wek sitrandina jinê tê pênaskirin. Ji ber ku di civakê de jin wek hebûna xwe nikare xwe biparêze. Demek dirêje ku li ser esasê ev nêzîkayetî jin bibin bi qurbanîya zihniyeta bavksalar . Mînak;

Di dema ziwacê de destê keçkê tê hena kirin. Di çanda hinek ji civaka de pezên ku ji bo qurbanî kirinê tên destnîşankirin serê wê pezê tê hena kirin. jin dibe xezmetkarê mêr û şuna jin serê pez tê jê kirin. Li wir de jin carekî din dibe bi qurbanîya herî mezin. Xeterîyên mezin ku di roja îro de bê zanabûn tê jiyankirin, pir ji wan nêzîkatîya wek heq û mafê jinê normal tê dîtin. Mînak qelen an jî şîrbehaya ku ji bo jin tê dayin an tê girtin wek muamele naye zanin. Di rastî de ev rêbaz û nêzîkatî wek firotinea jin tê pênasekirin. Di destpêkê de pêwîste jin di ferqê wê de be û ser xwe qebûl neke, Ji ber ku hertim yekemîn mulk jin e, pêwîste jin bi hebûna xwe wê zihniyetê mehkum bike, ji ber ku zihniyeta mulkiyetê hêş ku zihniyeta zayendperestî pêş bikeve. Zayendperestî, mulkiyet, ji xwe dur ketin, cinsê duyemin, wek namos pênasekirin, qelen an firotin, qeder hwd… ev hemi zihniyeta qurbaîkirina jinê ye.

Heger jiyanê despêkê bê ber çavgirtin mulkiyet tune buye. Tê xuyakirin ku derdura jin û bi hevra jiyan kirin malbat pêk hatiye, zihniyeta dayikê ne zihniyeteke mulkiyetger buye. Hemi zaroka bi zarokên xwe nas dike û şîra xwe dide hemi zaroka. Dayika hemi civakê buye. Ji civaka xwe re jiyan astengdar nedikir. Lê zilam tersê jin civakê pir teng girt dest û bi zihniyeta mulkiyetê jina min, zaroka min, mala min di civakê de her tiştî bi mulka xwe pênase kir. Bi anîna pir jinî û zarokên bi hejmarên mezin xwe wekî xanedan dihesibîne. Bi teybet girîngî didan zarokên lawik ji ber ku lawik cihê bavê xwe digire, her tiştê bav ji lawikê re dimîne. Ji mîrasê bigire heya rê û rêbazên bavksalarî radestî lawik tê kirin. Heya roja îro li ser navê bav zarok tên nav lêkirin û tên naskirin. cîl bi cîl heya niha hatîye domandin. Di malbatê de hertim zilam cinsa yekemîn e. Lê ji derveya malê hertim teslîm dibe û hestuya xwe xwar dike, di malbatê de li ser jin û zarok wek axa û dîktator rûl dilîze. Li ser keda jin û zarok jiyana xwe avadike. Zarokê lawik wek xwe fêr dike. Hevjîna xwe jî li bin sêytere û hakmyeta xwe bê îdolojî û bê îrade dike. Helbet zarok keç jî pêwîste ji bo pêşe rojê wek dayika xwe fêr bibe. Her tiştê jin di çarçuveya malê de sînordar dibe. Ji malê derketin tê qedexe kirin. Jin bi temamîya emra xwe yek deqe nasikine bê istirahet dimîne bi hemi zehmetîyên xwe zaroka mezin dike û malê îdare dike. Evqas keda ku jin dide bê nirx û bê qîmet tê zanîn. Hemîya jiyana xwe qurbanîya malbatê dike. Zilam li henber keda ku jiyan dike heqa xwe destine. Jin ne tenê mafê xwe nagire, belkî hurmeta Jin di malbatê de carna di asta xizmetkarekî de naye girtin. Armanc ne eve ku keda jinê bi pere bê muqarine kirin. Lê pêwîste herî kêm keda jin bênirx nêye zanin. Em dibêjin di ferq û zanabuna wan nêzîkatîya de jiyankirin, belkî bibe çareserîyek ji bo wekhevîyê jin di Malbatê de.

Mijareke ku pêwîste di wê miqaleyê de bê îşarekirin. Girîng û pêwîste bi şîdet bê mehkumkirin û ji bo redkirinê bibe mijarê rojevê malbat û tevda civakê; meseleya destdirêjî ye.

Destavêtin di malbatê de naye niqaş kirin. Destdirêjîya ku ji derveya malê bi zoremilî li ser keç tê meşandin an jî destdirêjîya ku di mal de bê xwasteka jin bi zur têkelî avakirin her du destavêtin an jî tecawiz ser jinê tê hisibandin ji ber ku di encam de her du eynî rêbazin. Bê îzin û musaed hed û sînora xwe derbas kirin wek destavêtin tê pênasekirin. Mixabin fêmkirin an jî teirîfkirina civakê ji bo destavêtin û destdirêjî pir lawaz meye, tenê destavêtina bedena şexsek ji derveya hevjîna xwe wek destdirêjî tê naskirin. Carna gotinên nehêja, birîndarkirina hestê jin, femnekirina ihsasê jin, bigre carna cureyên mêyzekirinê tecawizên mezinin. Destavêtina bi zore milî dibin sedem ku jin bên bê îradekirin, ji ber ku di encam de him nefsî û him jî di fîzîka jin de gûhartin çê dibin. Carekî din em dibêjin bê xwasteka jin têkelî avakrin pêwîste nêye jiyan kirin. Bi avakirina malbata dêmûkratîk û diyarkirina qanun ji alîyê jinê ve û wekî din Civak bi taybet jin di ferqa cureyên destavêtina de jiyan kirin belkî heya astek bibin çareserî.

Xalekî din ku ev jî bandorên xwe yên pir nêyînî li ser kesayeta jin di civakê û malbat de dide avakirin. Pêwîste him wek civak û bi teybet jin di ferq û zanabuna wê de jiyan bike. jin wan nêzîkatîya li ser kesayeta xwe red bike û di heman demê de mehkum jî bike. Rêklam bedena jin li ser tv û bi navê mode û tiştên nû wek xalek sor bên diyarkirin. Modêla mulkên (seyare, wîla hwd…) nû bi jineke xweşik ku bedena wê wek mankên ku ji bo zilam pir balkêş derdikeve. Ev mînakek e. Her tiştên xwe bi rêklamkirina bedena jinê didin firotin. Li wir de etîk û estetîk an xweûik buyin, exlaq, hezkirin û evîndarî himî ji wateya xwe dur dikevin. Her tişta jin bi çavên cinsî tên mêzekirin. Bi navê xweşik bûyin û hezkirinê jin ji nasname û kesyeta xwe a xwezayî tê durxistin. Ev jî pêwîstî bi zanabun û zanista jin heye. Jin her tiştî bi çavên xwe bi hasten û zanabuna xwe bimêzêne û tehlîl bike dikare nêzîkatîyên şaş li henber xwe sererast bike.

Di emcam de em dikarin bêjin; Malbat tenê di çarçuveya pêyvendîyek hişik tenê bi malbata xwe re naye pênasekirin bi taybet ji bo jin. Ji ber ku her tiştê jinê bi mal û malbatê wê hatiye girêdan. jin di malbatê de mezin dibe û perewereye esasî ji malbatê xwe digire. Her wekî ku hat îşarekirin har tiştê jinê dibe bi aydê malbatê exlaq, hazkirin, tirs, biryar girtin, danustandin û avakirina têkelî li ser daxwazîya zilam tên avakirin. Ji bo wê jî herî zêde pêwîste jin ji bo avakirina malbateke rasteqîne bi tehlîlkirin û çavdêrên xwe di sistima malabtên niha guhartin û veguhartin bide avakirin. Rolê şexsa di malbatê de çawa tê diyarkirin, têde kurbuyin lazim e. Em dikarin şêwazê ku pê hatine perwerdekirin îşare bikin, di zaroktîya xwe de bi lîstokên wek dergoş, xeradên metbex û a lawik jî bi lîstokên ku hêza wê xurt dike, rûla her du regez ji bo pêşerojê tê diyarkirin. Heya ku malbat xwe ji zihniyeta zayendperestî û mulkîyetê xelas neke nikarin bi malbatek wek hev û azad bifikirin. Ev zihniyet hêştîye ku him wek jin him wek mêr ji rastîya xwe dur bikevin. Mêr wek kesek desthelatdar û jin jî wek kesek kûle tên naskirin. Her du regez ji xwebuyina xwe dur ketine, çawa Berêz Ocelan dibêje ne jin kole ji dayik dibe ne mêr jî desthelatdar ji dayik dibe. Ev tê wateya ku sistemên desthelatdar zihniyeta bavksalar û zihniyeta kole pêş xistine. Zihniyeta ku bi salane li ser civakê tê meşandin, buye sedem ku her du nizainin çi qas ya xwe ne! mêr koleya dewletê jin jî a zilam e. wekî din rola sosyal mêdîya di avakirina sîstema malbatek ku xwebuyin tê de naye jiyan kirin kêm nemaye. Zanistê jin, Xwebuyin, Hevjiyanek azad û vekhevî Ji bo zihniyeteke nû û malabatek dêmokratîk rêge care dibîne.

Bunları da beğenebilirsin