KUŞTIN BI NAVÊ ŞEREF Û NAMUSÊ

Baran Hesen

Di despêka civaka xwezayî de, civak durî zihniyeta zayendperestî jiyan avakiri bu. Ji vê civakê re civaka exlaqî, polîtîk û komînal tê gotin. Zayendperstî, çînayet(tebeqe) û nijadperestî neketibu jiyanê. Ji bo hêz û nirxên ku jin diafirand, di civakê de nasnameya jin xwedavendîtî bu. Di her Qebîleyê de nirxên taybet û muqedes dihatin parastin. Dema ku ol û bawerî neketibu destê hakimîyeta bavksalarî ev nirx pîroz dihatin dîtin. Piştî pergala baviksalarî, pîrozî û muqedes buyin li gor cevhere xwe nema hat jiyan kirin. Yên ku berdewamîya bawerî yê xwe dikir jî, ew kes dihat sucbarkirin û lanetkirin. Mînak; jinên ku di karê bijişkî de xwedî afrînerîya mezin bûn, wekî Cadu û Sêhrek dihatin dîtin û dihatin şewtandin. Ev mînak ji hezar mînakê yek mînake ku em dikarin wek inherafa (ji rê derketin) olî bigrin dest. Di encama inhirafên ku li ser bîr û bawerîya civakê dan meşandin, bu sedem ku di roja me ya îro de jin bên kûştin. Di guhartina wataya pêyva namus û şerefê de, di her civakekî de cureyên inhirafên pir mezin dan avakirin. Li gor bawerîyên çanda civaka xwe, peyva Namus û Şeref hat tarîf kirin. Namus kirin amurek ku jin bi rêbazên cuda bê tunekirin.

Namus ji wataya xwê ya heqîqî û rast hat durxistin. Namus ji bo parastina kesayeta jin hate penase kirin. Piranî di welatên cihanê de kêm zêde jin û namûs hemwate ye. Dewletên ku bi hişmendîya şerîatê tev di gerin, namusê di şexse jin de wek perensîbên olî watedar dikin û di qanunên cezakirina jinê de vê esas digrin dest. Bi giştî li Rojhilata navîn Namus bi jinê ve tê girêdan. Bi hinceta parastina şeref û namusa malbatî, jin di bin navê têkelîyên veşartî, xiyanet û bê exlaqîyên ku bê bingehin, ji alîyê feraseta pîvanê civaka kevneşop tê sucbarkirin, piştra bi destê bav, bira an zilamek ji Malbatê tê Kuştin. Şîroveya namusê bi zihniyeta baviksalarî, gihiştîye asta ku bi serbilindî jin bêne kuştin û qetilkirin. Ev jî tê wateya ku serbilindi û serbijêrtîya mer bi jinê tê penasekirin. Em dikarin bêjin çavkanîya şîroveya namusê bi kesayt û sekna jinê ve hatiye tarîfkirin.

Peyva Noamis pirhjmarîya namûsê ye ku ji nemesis a yewnanî hatiye wergirtin û wê demê bi wateya hiqûq û mafan hatiye bikaranin.

Di dîroka baviksalarî de, di der heqê jin de gelek nirxandinê Ontolojîk û Epîstemolojîk yê çewt hatin peşxistin. Ev nirxandin xwe di mîtolojî de, di ol de, di felsefe û zanistê de dide xuyakirin. Nêzîkatî li hember jin hertim wek Cinsê Duyemîn, Zaîf, Lawaz, Eqlê kêm, Mekîneya zarok anînê, wek Erdê ziraat, wek mûlk, Namus û Şeref hatiye ditin û penasekirin. Bi riya sazîyên bavksalarî û hinek Fîlozof, Oldar û Zanyarên vê pergalê civak hatin perwerde kirin. Di civakê de ev hişmendî bi rêbazen cur be cur hate avakirin. Vê hişmendîyê rê li ber tundî u kuştina jinê vekir. Mînak;

Jean-Jacques Rousseau Fîlozofek ku carna jin û mêr di hinek mijara de wek hev dinirxîne. Lê belê piranî jinê bi çavekî kêm pênasedike. Dibêje Karê jin û zilam cuda ya, bala jin zêdetir li ser karên malê, zarok anin û mezinkirinê ye. zilam jî ji bo debara jîyanê bike, pêwîste li derveyî malê kar bike, aborîya malê di destê zilam deye, hakmiyeta zilam di rêveberîyê de xurtire. Pêwîste jin li hember newekhevî yê nerazîbuna xwe nede nîşandan, ji ber ku nevekhevî ya di navbera jin û zilam de, xwezayî ye.

Li ser mîjara exlaq jî russo dîbêje qanunek wekhev ji bo jin u zilam ne pewîste, Ji ber ku exlaq û baş bûyin ji bo jin lazime û divê xwe biparêze, lê zilam ne mecbure!

Heman demê ji bo tekîlîyên hevjina jî Russo dibêje; Zilamê ku têkelîyên cinsî derve zevaca xwe jiyan bike wek zilamekî bê rehim û zalim e. Lê di heman demê de jinek vê jiyan bike zina kiriye.

Disa dibeje; Eqlê jin eqlê amelî û tecrubiye, ev eqil nabe sedema keşifkirina rastîya di jiyanê de. Lê Zilam bi eqlê xwe dikarin usul û qanunên giştî bi dest bixin.

Li gor feraseta Arîsto” jin bindestê mere. Jin zilamê seqete.”

Kant jî dîbêjî jin tu carî ji zarokekî mezin wêdetir ne tiştekî dîye u zanebuna wê ya cîhanî ne bi rîya aqile, bi rîya hîssê wê ye.

Dêmokritos jî dibêje gere jin tu carî fêrî hizrandinê nebe ji ber ku yê encamê xirab derxîne hole.

Imam Gazali Hemu êş, bela û nekeyfxweşîya mêr ku çavkanîya xwe ji jinê digre rastîye ke.

Aziz Paul ”Mêr ne ji jinê re ye lê jin ji mêr re ye. Jin ji bo mêr hate xuluqandin, lê mêr ne ji bo jinê hate xuluqandin.

Pavlus ji dîbeje Ey jinno wun çawa bi Rebbê xwe ve girêdayîne, bi hevjinê xwe ve jî girêdayîbin. Ji ber ku Mesîh çawa rizgarvanê bedene û serê darê ye, mêr jî serê jinê ye. Wekî ku dêr gîrêdayî Mesîh’e jin jî di her wextî de gîrêdayî hevjinê xwe bin.

Li ser wan esasê, di civakê de jin û namus kirin mijara herî hessas. Ji bo vê yekê jî carna zilam jinê nakuje, xwe dikuje. Ji ber ku jin namus û şerefa zilam tê hesibandin. Ji tevahîya jiyana wê xwe berpirsiyar dibene. Yanî her tiştê jinê ya xwe dizane û xwe malîkê (xwedîyê) wê dibîne. Heger li gor pîvanên zayinperestîyê tev negere û pêk neyîne, nikare di nava wê civakê de jiyana xwe berdivam bike. Ji ber ku di nava civakê de Bê Namus û Bê Şeref bê dîtin. Ev encamên ku tên jiyan kirin, bingeha xwe ji pergala zilamtî ya hegomonik digrin. Di feraseta pergala hegomonik de, wekî hukumkirina ji derve ku tê penasekirin li ser jinê ye, lê hukum kirina hundirin jî li ser mêr tê pênasekirin. Ev pergal ji jin û mêr re rol avadike. Rolê ku yê çawa bijîn? Heger mêr li gor vê ferasetê tevnegere pênaseyê Serjinik, Nemêr, Tirsonek, Bêbandor û wekî dinlê tê kirin. Ev di vê pergalê de mirina zilame. Ji ber ku li gor vê ferasetê zilamtî tê wate ya nejin buyinê. Ji bo vê yekê jî kuştin û qetilkirina jin di bin navê namusê de dibe zilamtî. Destdirêji, tundî, kuştin û haqaret li jinê kirin, wekî mafê zilam tê dîtin.

Mînak; Li gor agahîyên ku tên zanin kuştin û tundiya li hember jinê di bin navê şeref û namusê de mijareke giştî ye. Li gor rapora sazîya Rexistina rakirin û hevkarîya aborîyê (OECD) (rêxistineke navnetevî) yê, Li Tirkî ji sedî 38 hezar jin tundî dîtine. Li Kolombiya ji sedî 37 hezar, li ABD(Amrîka) sedî 35 hezar û li Danimarka ji sedî 32 hezar jin tundî ditine. Di cîhanê de rêjeya herî bilind ji sedî 85 hezar jin li Pakistanê tundi ditine. Li Efxanistan’ê ji sedî 60 hezar, li Iran ji sedî 66 hezar, Senegal sedî 78 hezar û li Gîne sedî 80 hezar e. Li kêlek vê li gor rapora DSÔ di navbera salên 2000 – 2018 li dinyayê 736 milyon jin tundi dîtine.

Dîsa li gor rapora sazîya Yekîtiya Navnetevî (UNODC) di sala 2017’de 87 hezar jin hatine Qetilkirin. Li gor raporê, kuştina jina ji teref hevjin, hizkirî û ferdê malbatê ve çêbu ye. Disa hejmarek rêjeya herî bilind li welatên Asya’yî xuya dike. Di sala 2017’de 20 hezar jin li welatên Asya‘yê hatine kûştin.

Lê hejmara rast ya kuştin û tundi li ser jinê ji vê hijmarê zêdetire. Ev rêjeyên fermî ne. Di qanunên netew devlet de ji bo kuştina zilamekî yan jî ji bo suçekî dizîyê û wekîdîn, cezayê darvekirinê yan ji ceza yê mûebbetê tê dayîn, lê ji bo suçê ku di bin navê namusê de jin tên qetil kirin, ya şeş heyv an jî cezakî pir kême. Ev tê wate ya ku ne ,di qanunê dewleta de, ne jî di qanunên şerîatî de tu maf û azadîya jinê nîne. Ev jî rê li pêşîya kuştina jina vedike.

Li gor rêgezên zihnîyeta modernîte ya kapîtalist, walatên ku wekî welatên sîyemîn tên penasekirin û li Rojhilata Navin jin piranî bi tundî û kuştinê re ru bi ru dimînin. Ev tahlîleke pir şaşe. Li welatên Ewrupa ji tunekirina kesayet, kûştina rih û hêstên jin, bê watekirina nirxên jin û jiyanê tundîya herî girane. Jin wek melîkeyê kala dîtin û ji cewhera wê durxistin, kûştina herî girane ku li ser jinê tê pêk anin. Di encam de di hemu pergala de him wek fîzîk û him ji wek kesayet jin di her kêlîyê de tê kûştin. Bingeha Pergala baviksalarî xwe dispêre fikrê dagirî ya jinê. Zilamtîya desthilatdar di beden, his, hest û nasnameya jinê de dagirkerîye. Zordest, talanker û kujere. Di feraseta şerê dagirkirinê de despekê dest tavêjin jinê. wextê ku em li dîroka şerê desthilatdarîyê dimeyizênin her walatê ku dagir kirine despekê êrîşî jina kirine û tecavûzê bi hezara jin kirine. Yek sedem ji bo ku Jin kombuna tevahîya nirxên civakê ye, pîroze. Bingeha xwe ji civaka dayiksalarî digre. Sedema din jî jin di civaka baviksalar de wekî namusa mêr tê pênasekirin. Êrîş û tecavuza li ser jinê heman demê bi armanca îrada mêr ji şikandin û teslim girtinê ye jî. Mijara namusê di jin de penasekirin ji bo mêr jî, ji bo jin jî buye zayiftî, zaaf û di jiyana sîyasî politik de jî wekî amurê xistinê tê bikaranin. Tecavûz kirin rebazê desthilatdarî ye, ya teslîm girtinê ye. Kûştina jin dibe rêbazek ji bo kuştina civakê û jiyanê. Ji ber ku jin esas û bingehê civakê ye, bi rêya jinê civak jî tê tunekirin.

Li ser vê esasê ji bo bi cih kirina pergalên serdest ,her xerabîyê di nav civakê de bi cih dikin. Di sed sala 21, ê de bi navê namus û şerefê tundî ya herî mezin li ser jinê tê kirin, bi taybet di mijara namusê de rêbazên herî wahşîyane tên bikar anin. Jin ji hemî mafên xwe hatiye mehrumkirin. Dema ku zilam bi navê şeref û namusê jinkujî yê dike, li gor zihniyeta desthilatdarî bi armanca parastina civakê, ji bê exlaqîyê dikûje. Ev jî dihele ku di nav civakê de kûştina jinê normal bê ditin. Piranî kûştinên ku bi navê namusê tên kirin, di encama eşq û evînên ne rast tên pêk anin. Hêstên bê bawerî yê di nav bera jin û mêr de tê kurkirin. Di nav civakê de zayendperestîyek xûrt didin meşandin. Nasnameya her du cînsa bê regezên wekhevî û azadîyê tê avakirin. Nasnameya mêr li ser bingeha desthelatdarîyê û nasnameya jin jî li ser bingeha koletîyê tê avakirin. Rêgezên Hevjiyana Azad di pêvendî û têkelîyên jin û mêr de naye esas girtin û naye jiyankirin. Ji bo wê jî zayendperestîya ku hatîye avakirin, dibe sedem ku di malbatê de keç bi zorê bê zewicandin, bê tecawizkirin, were Revandin, were hepiskirin û di davîde bê kûştin. Rêbazên kuştinê daîşane ye. Kîn û nefreteke pir kûr dide xuyakirin. Serî jêdike, di şewitêne, bi dahan cara kêr dike, ruxmê ku kuştîye wê bedenê perçe perçe dike, tecavuz dike û dibeji ez ne poşmanim, min namusa xwe paqij kir. Daîş projeya pergala zilamtîya hegomonik ya sedsala 21,mîn e. Rol modeleke pir hovane tê avakirin. Bi tirs û savê ve girêdayî li himber zilamtîyê itaat kirin, teslîmîyet tê pêşxistin. Ji gelek welatên cîhanê zilam tevlî daîşê bûn. Lê ev nabe mijara zanista pisîkolojî û sosyolojî yê. Avrupa bi sed salaya xwe wekî navenda demokrasî u mafên mîrova bi nav dike. Wê wextê ev zîlamên ku serîya jêdikin û jina dibin li bazara difroûşin li kuderê hatin û li kur perwerde bûn? Ev cîyê lepîrsîna pergala perwerde ya Avrupa û pergala modernîte ya kapîtalîzmê ye. Bi nêzîkatîyek oryantalist Rojhilata Navîn di vê mijarê de tê hedef girtin. Lê di bin vê nezîkatîye de xwe di parêzin û vedşêrin. Çima berê daîşê dane kûrdîstan’ê? Ji ber ku jin di legerîna xwe ya heqîqet de vegerîya koka xwe û ji nuvde şaxveda. Daîş mudaxeleya tekoşîna jina azad e. Pêşî lêgirtina xwebûna jinê ye.

Her wekî ku tê zanin Bakur û Rojhelatê Surîyê (Rojavayê kurdistanê) bi pir rengîya xwe tê naskirin. Ev pir rengî hêşt ku şoreş bi ser bikeve. Pergaleke dêmokratîk hat pêşxistin. Ji tevahîya gela pêk tê ev pergal. Jina bi bedelê gelek giran tekoşîna azadîya xwe kir û bi serket. Di encamê vê tekoşînê de pêşengtîya vê pergalê dike. Bi pîvanên etîk estetîk bingehê civaka axlaqî û polîtîk ji nû ve hat avakirin. Bi paradîgmaya netewa dêmokratîk peşîya gelek peşketinên mezîn hate vekirin. Ji tevahîya gelan pêkhate sazî û meclîsên xwe avakirin. Di vê pergalê de têkoşîna pergala baviksalarî bu rêgeza esas. Li hember kûştin û tundîya li ser jinê him têkoşîna bîrdozî him jî bi qanunên jin gelek maf hatin bi dest xistin. Gelek adet u teqalîdên zayinperestî bi têkoşîna jina hat şikestin. Pêşîya pir zevacî, di temenê biçuk de zevac, qelen û berdêl hate girtin. Ev li ser tevahî pêkhateya bandoreke erenî da avakirin.

Bandorkirina pêkhate ya li ser hev du û hev du sererastkirin, hev du bi ser xistin, tirs dide avakirin, ji bo wê jî li ser tevahî pêkhate ya êrişên cuda tên meşandin û tên hedefgirtin. Bi rêbazên cuda û şerên taybet di civakê de him ji alîyê netewî de û him jî ya herî girîng di alîyê exlaqî de dixwazin helendinê bidin avakirin. Vê helandinê jî di çanda civakê, exlaqê civakê, bîr û bawerî û nirxên civakê de di xwazin bidin avakirin. Yek ji şerên taybet, toracivakî, flim û muselselên ku tên bilav kirin. Di rêya film, muzîk , moda û hwd. Çand û exlaqê civakê tê hedef girtin. Mêdya û teknîk her tim di destê desthilatdar de amurekî bîrdozîye. Bi vê amurê dikevî her kelî û jiyana mirova. Bîrdozîya xwe bi vî rêbazî dixe nava civakê. Taybet walatên ku şoreşê li dijî pergala emperyalîst çêdikin û tekoşîn dikin, dibin hedefên wan polîtîkaya. Ji alîyekî ve şerê germ ji alîyekî ve ji şerên bîrdozî. Ev Polîtîkayên ji hunduru ve helandinê ye. Armanca wan, Civakê ji nirxên çanda şoreşê durxistin û bi ber çanda modernîteyê ve şemtandin e. Ji alîyekî ve jî zîhnîyeta kevneşop û desthilatdar, ji nû ve gur dike li hember destkevî yê jinê. Li himber pêşketin û guhartina têkelîyên wekhev û azadîya jin û mêr, malbat û civakê dîsa feraseta eşîrtî û serdestîya zilamtîyê tehrîk dike. Di encamê wa polîtîkayê de jin hatin qetilkirin.

Bi taybet di demê dawî de bi navê şeref û namusê jin di emrên mûraheq de bi destê zilamek ji malbata xwe ve hate kûştin. Zihniyeta sîstema serdest û baviksalar di şexsê bira, bav, hevjîn û pesmamekî de dubare dibe. Li ser wê esasê ku tê texmîn kirin zihniyeta sulteyî bandora xwe li ser civakê li himber jinê, di rêya pilan û sistemên cuda civakê di mikanên wek Medrese, Camî û Zaningehên xwe de perwerde dike û bandor didin avakirin. Rêbazek ji rebazê pergala hegomonîk jî di emrê biçuk de zevac e. Di emrê ku hê jin û mêr xwe nas nakin û negihana zanebuneke ku jiyana xwe hilbijerîn. Ji xwe yek armanca pergalê jî ev e. Ji bo ku li gor feraseta xwe wan perwerde bike û otorîteya xwe saxlam bike.

Zewac di emrê biçuk (sine moraheqe) xalekî pir girînge. Di bin navê ol û qanunan de li welatên islamî û oldar wek, Rejîma Surî, Îran, Efxanistan, Erebistan û hwd… ji civakê re normal didin jiyankirin û qebulkirin. Encama zewaca temen biçuk piranî bi kûştinê bi dawî dibe. Him xort him jî keçkên ku di emrê muraheqê de zewacê pêktînin, emrê ku ji her tişî ji zewacê durin. Piştî zewac û anîna zaroka û derketinên pirsgirêka, nû bi eşq û evîndarî yê an jî hiskirina yekê din difikirin. Ev jî dibe sedema têkilîyên veşartî û çanda pirjinîyê. Ji ber ku ev emir neghaye wê asta ku tevazunekê çê bike. Ev insan ji bo hilbijartina jiyaneke ku tewazun tê de hebe nehatîye amadekirin. An jî jiyana xwe li gor hevjiyaneke azad nikare ava bike. Bi teybet ev rêbaz, jinê pir elaqedar dike. Di piranî civaka de, dema ku jin dikeve dewreya xwe despêkê ya mehane, fikra wê ji bo zewacê tê amadekirin. Dibêjin bila bizewice û bê sitrandin çêtire heya ku xerabîyekî ji me ra bîne. Yanî sitrandina jinê di kêleka zilam de tê dîtin. Belê jin li ser wan bîr û bawerîya, bê dilê xwe tê zewicandin. Keçekî 16 salî di ber karê pez de ji alîyê pîsmamê xwe ve tê tecawuzkirin, keça ku bê zanabun û bê agahî dayik buyînê tecrube dike, 9 heyv zarokê di zikê xwe de mezin dike, bê ku fêm bike mijar çî ye?! him zarok e û him jî ji alîyê zêhnî de astengdare. Pismam tecawuz dike û bi hamil dike, bav jî vê hepis dike û dikûje. Heman çîrok û sistem li cihên cuda cuda li ser jin tê pêk anin. Nav u welat cuda be jî zîhnîyet vekheve. Jina ku ji bo parastin û dîfa xwe, zilamê tecawuzkar dikûje, piştî tecawuzkirinê carekî din ew jin bi rêbazê vedarkirinê tê kûştin. Pergala baviksalar dibe sedem ku jinên Ereb, Fars, kurd û hwd… bibin qurbanî. Ev tenê du mînak li du cihên cuda bûn. Mixabin hejmara wan mînaka dibin bi reqem û erqamên herî mezin. Li hember her tundî ya ku li jina hatiye kirin, jin têkoşîn û hevildanên mezin dane meşandin, ji bo ku xwe bigihînin cihên ku piştgîrî yê bibînin. Bes mixabin ji bo sistemên dijî jin û zihniyeta baviksalar, hevildan bê encam man û jiyana xwe ji dest dan. Li cihên ku pergala xweser ya jin tê jiyankirin, hevildanên jina çêdibin ku xwe bigihînin sazîyên jina. ji ber ku tenê jin dikare jinê ji vê zihniyet û kirîzê rizgar bike. Lê hinek buyer ji ber ku veşartî hatine jiyankirin û ji alîyê malbatê ve hatine hepiskirin nikarîbûn xwe bigihînin wa sazîya ku carekî din jiyan berdevam bike. Gelek jin ji hatine rizgar kirin. Kûştin û tûndîya li ser jina, li gor rêjeyên welatên cihanî, li Bakur u Rojhilatê Surî herî rêje ya kême. Ev jî dide xuyakirin ku rexistkirin û pergala xweser ya jina, li dijî feraseta baviksalarî encam digre. Lê di tekoşîna zîhnîyeta zayinperest de gereke tekoşîneke bê navber û xurtir bê kirin. Her çiqasî ev pergala desthilatdarî yê şikestibe ji di fikr û raman de hin ji heye.

Her wek ku Berêz Ocalan jî dibêje: Dîroka kolekirina jinê nehatîye nivîsandin û dîroka azadî ya jinê li benda nivîsandinê ye. Ji bo wê jî her li ser vê axê carekî din dîroka jin nujen bibe. Helbet ev ji ne bi zihniyeta serdet ya bavksalarî bi fikira jina azad wê carekîdin bê afrandin. Piranî welatên ku hatin nav lêkirin, jin bi çalakî û serhildanên cuda nerazîbuna xwe didin nîşandan. Mînak li îran’ê Çarşemba Sipî an azadîya yewaşekî (azadîya dizî) Dayikên aşitî (lêçik sipî), hwd…. çalakîya jina li Başur û Bakûrê Kûrdistanê, li Efxanîstanê li Hindê û pir welatên din tê jiyan kirin. a balkêş jin çalakî û berxwedanî ya li henber her cure tundîyê, kirine beşek ji jiyana xwe. Bi tevahî jin li her derê cîhanê bi rêya wa çalakîya ji dur ve piştgîrîya hev dikin, bi êşa hev dihesin, zimanê hev du fêm nakin, lê pirsgirêk û zehmetîyên ku jiyan dikin tê naskirin. Roj be roj hejmara çalakî yê xwe zêde dikin, serhildanên xwe mezin dikin, haya ku bibe şoreşekî mezin. Mînak şoreşa ku li Bakur û Rojhelatê Surîye çebu, jina rolekî pir mezin leyistin. Ji bo vê jî Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Yek ji şoreşa ku di nav vê şoreşê de cihê xwe girt Zanista Jin Jinêolojî ye, nûjenkirina zanista jinê ji nû ve bi îradeya jinê, şoreşeke zanistî tê jiyankirin. Ji ber ku berî şoreşê pênase ya hebûn û jiyana jinê di asta koleti yê de bu. Ji bo astengî û tundî ya ku li himber jinê tê kirin bi navê namusê, zanista jin- jinêolojî bersiveke. Ev jin dikare bi zanistê xwe bibe rênîşader ji bo çareserîyê pirsgirêka û pêş li hemu cure kûştina bigire. Bi armanca zuhakirina demarên zihniyeta tundî û şîdetê; sazî, komîn, akadêmî, navend û merkezên cuda hatine avakirin. Helbet di avakirina şoreşekî ev qas mezin li himber zihniyeta dijî jinê, jin bi hemu reng û pêkahateyên xwe bi Kûrd, Ereb, Mesîhî ,Keldanî û Ermenî wê şoreşê bilindkirin. Di heman demê de kesayeta xwe bilin kirin, xwe naskirin, mafê xwe naskirin, neqebulikirina tundîyê naskirin.

Ji koştinê re dibêjin na. Rola xwe di beş û qadên jiyanê de wek; Hûner, Zanist, Hiquq, Siyaset bi baewrîyekê mezin delîzin. Ne tenê şîdet û tundîyê red dike û li ser xwe û xêyrê xwe qebul nake, bekî cuher û nasnameya xwe li ser esasê jiyana azad avadike. Jin nas dike ku heger vegere azadî û afrênerîya xwe, bi xwe ra civakê jî azad bike. Her wekî ku tê zanin û tê jiyankirin em rojane bi çavên xwe dibînin jina ku dixwaze guhartin û veguhartina bide avakirin, bi rêbazekî how hember tundîya dimîne. Roj nîne ku bi hejmarek pir mezin jin nayen kûştin û dibin qurbanîya zihniyeta şeref û namusê.

Di dîroka jin û rola wê de kurbuyîn wê bibe sedem ku di civakê de ev girêkên kûr bên vekitin.

Tişta ku bu sebeba nivîsandina wê meqalê, têkoşînên herî mezin ku jin di roja me ya îro de jiyan dike, di heman demê de tundîya herî giran jî jiyan dike. Jin bi hişyar bûna xwe ji xewekî giran, sînorên ku hatibun diyarkirin rakirin.

Bunları da beğenebilirsin