Necibe Qeredaxî: Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûye xala hevbeş a dijderketina dîkdatoran

Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî da zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ wek dirûşmek efsanewî pêşxist ku cewherê azadiya civakê, xak û xwezayê di azadiyê jinê de ye. Qeredaxî got, hilweşandina dagirkeriyê bi azadiyê jinê destpêdike û azadiya civakê jî bi azadiyê jinê pêktê.

Di destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bû nasnameya xwepêşandanan. Vê dirûşmê sinoran derbaskir û niha bûye hêmaya yekitiya gelên Îranê û hemû cîhan jî bi hevre vê dirûşmê dibêjin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di derbarê wate û dîroka vê dirûşmeyê de ji Rojnews re axivî û got: “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku Rêber Apo wek formuleyek efsunewî behsa wê dike, dîroka wê digihe 40 salên têkoşîna tevgera azadîxwaz a Kurdistanê. Bi taybetî di bersivdayîna wê dagirkeriya ku li ser ruh, aqil û bedena jinê hatiye danîn. Ji bo wê jî hilweşandina vê dagirkeriyê bi azadiya jinê destpêdike û azadiya civakê jî bi azadiyê jinê pêktê.”

Qeredaxî da zanîn ev dirûşme di salên 1990’an de bi pêşket û got: “Ev dirûşme di cewherê wê de azadiya civakê, xak û xwezayê di azadiya jinê de dibîne. Di Parêznameya Çarem û Parastina Gelek de Rêber Apo gelek caran îşaret pê dike. Lê di sala 2013’an de di nameyek ya Rêber Apo ya ji bo jinên azadîxwaz ku di dema damezrandina KJK’ê de şandibû, carek din teqezî li ser vê formîleyê dike û dibêje ku divê hîn zêdetir xwedî lê were derketin û were bi pêşxistin.”

Necîbe Qeredaxî got ku divê jin pêşengtiyê ji azadiya civakê re bike û sîstema xwe û azadiya civakê pêkbîne. Qeredaxî got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku ev dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li seranserî cîhanê di nava tevgerên femînist, anarşîst û tevgerên civakî de bûye dirûşmek û xalek hevbeş ya hemû serhildêrên li dijî rejima dagirker û dîkdator a Îranê.”

Di dawiyê de jî Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî da zanîn, ev dirûşme tevayî nerazîbûnên civakê kom dike û got: “Ev dirûşme ne taybete ji bo jinan, belku jin wek sembola hemû neraziyan, yên tên çewisandin û paşguhxistinin, her wiha cewhera azadiyê ne.”

Çavkanî : https://rojnews.news/ku/kurdistan/qeredaxi-dirusma-jin-jiyan-azadi-buye-xala-hevbes-a-dijderketina-dikdatoran/

Bunları da beğenebilirsin