LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE ÇEND BÛYERÊN TAWANÊN ŞER LI DIJÎ ZAROKAN
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ: QETILKIRINA ZAROKAN
Ev rapor ji bo analîzkirina bandora êrîşên HTŞ’ê yên ku di 6’ê Çileya 2026’an de dest pê kirin li ser zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî ji perspektîfeke Jineolojî ve hatiye amadekirin. Êrîşên ku rasterast an nerasterast ji aliyê HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirkiyeyê ve têne kirin, bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên zarokan, di nav de mafê jiyan, tenduristî, xwarin, stargeh,lîstîk, perwerde û rehetiya psîkolojîk, binpê kirine. Li ser bingeha şahidiyên meydanî, çavdêrî û mînakên belgekirî, rapor eşkere dike ku zarok ne tenê qurbaniyên şer in, lê di heman demê de hedefên şer in jî. Bêdengiya civaka navneteweyî û saziyan yek ji faktorên sereke ye ku dibe sedema berdewamiya van sûcan.Armanca raporê ew e ku ji nêzîkatiyên teng ên li ser ewlehiyê ku tenê şer bi rêya pevçûnên çekdarî, tevgerên eniya pêşîn û encamên leşkerî vedikolin, wêdetir biçe.Ev lêkolîn şer wekî şêweyekî piralî û sîstematîk ê tundûtûjiyê ku ji aliyê zihniyeteke baviksalar, otorîter û kolonyal ve li ser civakê tê ferzkirin, dibîne. Ev tundûtûjî ne tenê bi rêya bombe û çekan, lê di heman demê de bi rêya koçberiya bi darê zorê, revandin, rejîmeke tirsê, xizaniyê û hilweşîna têkiliyên civakî jî tê hilberandin. Encamên herî giran di beden, giyan û xeyalên pêşerojê yên zarokan de têne dîtin.Di vê çarçoveyê de, zarok ne “qurbaniyên alî” an jî qurbaniyên pasîf ên şer in. Berevajî vê, ew mijarên civakî ne ku rasterast wekî amûrek ji bo bindestkirina civakê û kontrolkirina pêşerojê têne hedefgirtin. Tundûtûjiya li dijî zarokan di heman demê de êrîşek li dijî dayikan, malbatan û tevahiya civakê ye.Şerê ku ji aliyê HTŞ ve tê meşandin, bi awayekî sîstematîk mafê jiyanê, ewlehiya fizîkî û derûnî ya zarokan, hesta aîdiyetê, mafê perwerdehiyê û têkiliyên civakî yên zarokan hedef digire. Armanca vê raporê ew e ku van binpêkirinan eşkere bike; ezmûnên zarokan ne tenê wekî trajediyek mirovî, lê di heman demê de wekî şikestinek civakî û dîrokî jî çareser bike.
BANDORÊN TAWANÊN ŞER ÊN KU HTŞ LI SER ZAROKÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ KIRIYE_compressed