Wê keziyên jinan bibin fîşek li bedena we bikevin
Wê keziyên jinan bibin fîşek li bedena we bikevin
Wê bibin benê darvekirina zilamtya we
Wê bibin têlê tembûra her kurdekî û awazê kurdî lê bidin
Wê ew kezî bbe sûnda her kurdekî
û soza her camêrekî
Wê her Memek keziyê Zîna xwe bi şanazî bihunîne
Keziyê wan wê we fêrî insaniyetê bikin
Keziyê wan wê we fêrî exlaq bikin
Keziyê jinan rûmeta wan e
Yên mîna we çi ji rûmetê dizane
Çi ji jiyanê dizane
Anceq di dojehan de bi gunehên xwere bişewte
Helbest: Nofa Elî
Deng: Nîrvana Penaber