Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye -4

“Jineolojî bi lêkolînên xwe dixwaze destên xwe dayne ser birînên civakê”

 

RONAHÎ NÛDA

 

Qamişlo – Navenda Lêkolîn û perwerdeya Jineolojî di 14’ê Îlana 2017’an de xwe bi rêxistin dike. Ev baskê Jineolojî pirsgirêkên ku civak dijîn lêkolîn dike û çareseriyan peyda dike. Her wiha Jineolojî di lêkolînên xwe de şîroveyan bingeh digre. Navenda Lêkolîn û perwerdeya Jineolojiyê her du zayendan bi dest digre wiha dadikeve şaxên civakê. Jineolojî lêkolîna xwe bi rengê jinan bi dest digre. Her wiha ne yekalî, di hemû aliyan de şîroveyan bi pêş dixe û civaka xwe dinase. Jineolojî dîroka jinan bi ronahî û têgînên rast nûjen dike û ronakbîriya jinan zindî dike. Der barê beşa lêkolînê ya Jineolojiyê de Endama Navenda Lêkolîn û Perwerdeya Jineolojiyê Nûr Hawil nêrîna xwe parve kir.

 

“Lêkolîna Jineolojiyê bi rengê jinan tê kirin”

Nûr kar û xebatên lêkolînê yên Jineolojiyê wiha nirxand: “Navenda Lêkolînê ya Jineolojî, weke zanist di nava civakê de tê nasîn. Tişta ji bo me herî girîng ew e ku em rengê vê navendê û şêwazên civakî bi civaka xwe bidin naskirin. Gava yekemîn ku Jineolojî di nava civaka Rojavayê Kurdistanê de avêt, naskirina nakokiyên di nava civakê de û hişyarkirina civakê li ser wê şêwazê bû. Dema saziya me xwe bi rêxistin kir di gava ewil de pirsgirêka ku civak dijîn wê nas kir. Her wiha danasîna Jineolojiyê di nava civakê de kir. Piştî wê navendên xwe li hemû bajaran ava kir û ji wan yek jî li Kantona Qamişloyê bû.  Me di 14’ê Îlona 2017’an de navenda lêkolîn û perwerdeya Jineolojî li bajarê Dêrîkê ava kir. Niha navenda me xwe ava kir û bi taybetî rewşa civakê di vê navendê de dinirxîne. Her wiha şêwaz û rengê jinê di vê navendê de dinirxîne. Me di gava destpêkê de bi 5 kesan Navenda Lêkolîn û Pewerdeya Jinelojiyê vekir. Navenda me bi rengên cuda hat nasîn, bi taybetî rêbazên lêkolînê bi rengê jinan dike. Armanca me bi vekirina vê navendê ew e ku rewşa jinan şîrove bikin. Her wiha pirsgirêka civaka xwe çareser bikin. Bi demê re navendên lêkolînê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin vekirin.”

 

“Çareseriyan bi rengê jinan peyda dikin”

Nûr mijarên sereke yên ku lêkolîn dikin wiha rave kir: “Ger em lêkolînek bingehîn çêbikin di destpêkê de divê em êşa civaka xwe binasin. Jineolojî bi lêkolîna xwe dixwaze destên xwe deyne ser birîna civakê. Jineolojî  her du zayendan şîrove dike û wiha lêkolîna xwe kûr dike. Ger mirov bixwaze pirsgirêka tevahî cîhanê şîrove bike divê di destpêkê de civaka xwe nas bike û pirsgirêkên ku dijîn tesbît bike. Niha lêkolînên ku em dikin naskirina rewşa jinan e, di nav de rewşa mêr û zarokan heye. Her wiha em weke Jineolojî lêkolînên ku ji derve ve tên kirin hem rexne dikin û hem jî nêrîn didin. Lê Jineolojî bi xwe jî lêkolîna xwe di nava civakê de dikin û çareseriyan bi rengê jinan peyda dikin. Erka me weke navenda lêkolînê ya Jineolojî di destpêkê de naskirina êşa civakê ye.”

 

“Lêkolîna Jineolojî naskirina heqîqetê ye”

Nûr ferq û cudahiya ku modernîte û Jineolojî lêkolîn dike wiha parve dike: “Her lêkolînerek bi armanca naskirina pirsgirêkan radibe lê naskirina pirsgirêkan ji bo her lêkolînerê cuda ye. Ferqa Jineolojî ji ya modernîteyê ew e ku xwe dixe cihê civakê û wiha lêkolîna xwe bi rengê jinan çêdike. Jin pênc hezar sal e hatine kolekirin û dengê jinan hatiye tewisandin, loma civak jî dema dibîne lêkolînên me bi rengê jinan in ew jî matmayî dimînin. Rêbaz û lêkolînên jineolojî ew e ku bi fikrên aram û azad li mijaran mêze dike û çareser dike. Jineolojî ji derveyû bandora desthiltadariyê û ezezîtiyê li mijaran mêze dike. Her wiha mijaran li ser bingeha çareseriyê bi dest digre. Kesên ku di beşa lêkolînê ya Jineolojî de cihê xwe digrin taybetmendiya ku ne ji bo xwe, ji bo civakê û pêşeroja civakê kar dikin, divê di hundirê wan de hebe. Lêkolînên ku em dikin, dibe ku di kêliya niha de bandora xwe neke lê piştî çend salan bandora xwe dike. Ev bandor jî divê bibe bandor ji tiştên baş re. Cudahiya lêkolînên ku Jineolojî ava dike, naskirina heqîqeta tiştan e, lewma wiha ferq û cudahiya Jineolojî ji ya kapîtalîzmê derdikeve holê. Her wiha Jineolojî hezkirina di navbera civakê û jinan de esas digre.”

 

“Jineolojî gava destpêkê di warê dîroka jinê de davêje”

Nûr rastiya jinan a ku di tarîtiyê de hatiye hiştin û ber bi ronîbûnê ve birine wiha anî ziman: “Ger em vegerin ser dîroka jinan em ê bibînin ku heta niha di nava  tewisandin û tarîtiyê de hatiye hiştin. Jin bi berxwedaniya xwe tên nasîn û bi gelek êşan re rû bi rû hatine hiştin. Naskirina dîroka her jinê di nava tarîtî ango di nava girêdanbûna desthiltdariyê de hatiye naskirin. Jineolojî loma têgehên ku jinan şîrove dike bi dest digre. Li gorî her têgehê jin cuda hatiye nasîn. Dîroka jinan jî di nava têgehan de hatiye windakirin. Ji ber ku desthilatdaran her têgehek jinan di nava xwe de bi kar anîne û tewisandine loma gelek nakokî hatine jiyîn. Ji lewre divê em têgehên li ser jinan hatine gotin û bi kar hatine şîrove bikin. Gelek jinên berxwedêr ên ji demên kevin de tên nasîn hene lê desthilatdaran navê nebaş ên mîna pîrhebok û jinên nexêrxaz li wan kirine. Lewma jineolojî di destpêkê de gavên xwe li ser dîroka jinan davêje. Paşê kesayetên jin ên têkoşer lêkolîn dike û ji ku derê hatine hîn dibe. Dawiya dîroka jinan nîn e û wekî ava kûr e. Jineolojî gavên xwe li gorî dîroka jin, ronakbîrên jin, feylesofên jin û kesên ku tên naskirin weke xwedawendan davêje. Li gorî serdeman jin çiqas rola xwe lîstiye em li dîroka wan digerin. Ger em bala xwe bidin em bi rengekî lêkolîn nakin, bi rengekî ku jineolojî çiqas di nav de kûr dibe, kesên ku di wan serdeman de meşiyane û haya me ji wan nîn e em kûr nêz dibin.”

 

“Jineolojî gavên xwe yên ber bi edaleta civakî ve davêje”

Nûr bêedaletiya ku di navbera her du zayendan de tê jiyîn wiha nirxand: “Em bêjin edaleta civakê û em vegerin roja îro em dibînin ku gotina edaletê jî şaş hatiye fêmkirin. Yek ji armanca Jineolojiyê ew e ku edaletê di nava her du zayendan de bide naskirin. Jineolojî dema gav davêje di destpêkê de rewşa jin û mêran di nava civakê de nas dike. Her wiha nakokiyên ku her du zayend dijîn derdixe holê. Dema em jinekî dibînin wê hişyar dikin û em dibêjin ew ne heqîqeta te ye, wê demê nû dikeve rastiya hebûna xwe ku ew ne ew e,  di heman demê de ji bo mêran jî derbasdar e. Di rastiya Jineolojiyê de naskirina her du zayendan esas e, dema ku mirov her du zayendan nas bike, bi xwezayî civakê jî dinase. Loma dema Jineolojî li her mijarî mêze dike hem aliyê erênî, hem aliyê neyînî bi dest digre. Jineolojî gavên xwe yên ber bi edaleta civakî ve davêje.”

 

“Jineolojî civakê lêkolîn û şîrove dike”

Nûr herî dawî mijarên ku lêkolîn kirine û heta niha lêkolîn dikin parve kir: “Jineolojî di aliyê lêkolînê de encam girtiye. Lêkolînên ku em dikin her mijarên cur bi cur bi dest digrin. Ger mirov bixwaze dest bi lêkolînên kûr bike divê ji civaka xwe dest pê bike û êş, azar, kêfxweşî û birîna wan binase. Niha xala ku em li ser disekinin di dema şewba koronayê de di nava malbatê de rewşa jinan bû. Di dema koronayê de mêran gelek zordarî li dijî jinê pêk anîn. Jineolojî jî weke erka xwe dît ku di dema şewba koronayê de rewşa malbatê di nav de rewşa jinan lêkolîn bike. Me di wê rewşê de tundiya ku li dijî jinan pêk hatiye şîrove kir. Her wiha Jineolojî der barê lêkolînê de bi mala jinê, Rêxistina Kongreya Star re jî di nava dan û standinê de ye. Ji derveyî wê mijarê jî di nava civakê de çi tişt derbas bibe, jineolojî wê lêkolîn û şîrove dike. Di lêkolînan de dema tu êşa civaka xwe nas bikî, tu dikarî dîroka wan jî binasî. Di nava civakê de tişta herî biçûk jî Jineolojî lêkolîn dike, ji bo naskirina rewşa heyî, jin û civakê. Niha jî tişta ku em dest bi lêkolîna wê bikin, ‘têkiliya veşartî di navbera hevjînan de’ ye, em ê sedem û çareseriyan der barê vê mijarê de bibînin. Em bi lêkolînên xwe êşa civakê nas dikin loma em weke jineolojî ji xwe re erk dibînin ku tiştên civakê hemû bi ziravî lêkolîn û çareser bikin.”

 

Çavkanî : https://jinhaagency.com/ku/dosya/jineoloji-zanin-zanebun-u-zanyariya-jine-ye-4-28636

Bunları da beğenebilirsin