Di Pêvajoyên Muzakere û Aşitiyê de Têkoşîna Azadiya Jinê û Civaka Demokratîk

Akademîya Jineolojî

 

Bi banga dîrokî ya Rêbertî ya ji bo Aşitî û Civaka Demokratîk, girîngiya nirxandina ezmûnên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û cerîbandinên jinan di pêvajoyên aşitiyê û çareseriyê li welatên cuda de, derket holê. Pêvajoyên aşitiyê yên di berdewama têkoşînên çekdarî yên tevgerên rizgariyê de dest pê kirine, li her welatî xwedî rastiyên taybet ên dîrokî, çandî û siyasî ne. Cudahî, hem di aliyê şert û mercên civakî û aborî de, di siyasetên hêzên herêmî û hegemon de hem jî di aliyê bîrdozî, asta rêxistinbûn û siyasetên tevgerên rizgariyê de derdikevin holê. Reçeteyeke mirov bikare rasterast ji welatek derbasê welatekî din bike tune ye. Lê belê analîza destkeftî û kêmaniyên ezmûnên jin û tevgeran li cihên cuda yên cîhanê daneyên girîng ji bo diyarkirina siyaseta Tevgera Azadiya Jinê  di vê pêvajoya dîrokî de nîşan dike.

Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve, jinên ji welat û tevgerên cûda wekî çalakvanên aşitiyê hewldanên girîng ji bo guhertina pergala serdestiya mêr-dewletê, nijadperestî û kedxwariyê bi pêş xistin. Konferansa Navneteweyî ya Jinên Sosyalîst li Bernê û Kongra Navneteweyî ya Jinan ji bo Aşitî li Den Haagê bi beşdarbûna 1136 jin ji 12 welat di sala 1915’an de mînakên vê yekê ne. Bi pêşengtiya Konferansa Jinên Sosyalîst hevgirtina enternasyonalîst a jin û karkeran li dijî mîletgerî, mîlîtarîzm, kapîtalîzm û şerê emperyalîst ji nû ve hatiye zindîkirin. Ev helwest bûye bingeha Şoreşa Sovyetan û serhildanên leşker û karkeran ku Şerê Cîhanî yê Yekem dan sekinandin. “Şerê bi destê zilam hat çêkirin, divê bi destê jinan were sekinandin” him hişmendiya Kongra Den Haagê îfade dike him jî  sernivîsa manîfesto bû ku ji aliyê delegaya Ermen a kongrê Den Haagê Lucy Thoumaian ve hatibû nivîsandin. Biryar û xebatên delegeyên Kongra Den Haagê derbarê damezrandina dadgeheke navneteweyî ya daîmî ji bo darizandina sûçên şer, pênasekirina tecavuzên komî wekî amûr û sûçê şer, qedexkirina bazirganiya çekan, sazkirina nîzamek aborî ya cîhanî ya nû û avakirina Yekîtiya Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê (WILPF) pêşengtiya avakirina Komeleya Neteweyan (rêxistina pêşî ya NY) û huquqa navneteweyî kir.

Pêvajoyên Muzakere û Peymanên Aşitiyê

Rixmê ku jin him di qada navneteweyî de him jî bi xebat û têkiliyên xwe yên civakî ve pêşengtiya pêvajoyên çareseriyê û aşitiyê kirine, jin û daxwazên wan piranî ji dervê mekanîzmayên muzakere û hevpeymanên aşitiyê hatin hiştin. Di salên 1990‘ê de bi bandora şerê û qirkirinên li Yugoslavya û Ruwandayê, jinên femînîst û aşitîxwez ji bo darizandina tecavûz û tundiya zayendî wekî tawanên şer kampanyayên navneteweyî birêxistin kirin. Di encama têkoşîna jinan de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2000‘an de biryara 1325‘an ji bo li pêşîgirtin û darizandina tundiya zayendperest di demên şer de û beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de pêjirand. Lê belê daneyên NY nîşan didin ku jin tenê di % 6‘ê peymanên aştiyê yên navbera salên 1992 û 2019‘an de hatine îmzekirin de bi awayekî çalak beşdar bûne. Lêkolîn eşkere dikin ku pêvajoyên diyalog û aşitiyê yên ku vîn û perspektîfên jinan nagirin nav xwe bindikevin û nikarin aşitiyeke civakî ya mayînde ava bikin. Îhtîmala pêkanîna peymanên aşitiyê di pêvajoyên ku jin beşdar bûne de % 35‘ê zêde dibe. Lê ya girîng jî ew e ku beşdariya jinan ne sembolîk ango bi şêwazeke elîtîst be. Ji vê zêdetir girîng e ku jinên ji tevahî beşên civakî bikarin tevlî pêvajoyên nîqaşê bibin û bi rêya nûnerên tevgera jinê, vîn û daxwazên xwe di lihevhatinên aşitiyê de bi bandor tevlî bikin û pêk bînin.

Têgihîştina serdest a pêvajoyên aştiyê wekî siyaseta elît li ser pênc qonaxan hatiye avakirin:

1- Mûzakereyên di navbera nûnerên aliyên nakok de. Piranî bi beşdarbûna çavdêrî an jî navbeynkariyên ji aliyeke sêyemîn.

2- Lihevhatin û imzekirina peymanên aşitiyê.

3- Sekinandina pevçûnên leşkerî.

4- ‘Vegera rewşa asayî’ (bêçekkirin û belavkirina hêzên leşkerî yên nedewletî û pêkanîna reforman ji aliyê dewletê ve).

5- Ji nû ve entegrekirina şervanên berê di pergala dewlet, civak û malbatê de.

Gelek pêvajoyên aşitiyê yên ku bi vê têgihîştinê hatin meşandin binketin. Peymana Oslo ya sala 1993‘an di navbera Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) an jî Peymanên Aruşa sala 1993‘an ji bo dawî kirina şerê navxweyî li Rwanda ji mînakên van in. Çawa piştî îmzekirina van hevpeymanên aşitiyê li Filistîn û Ruwanda qirkirinên herî mezin li van welatan qewmîn, li Tamîl Elam jî 3 sal piştî têkçûna pêvajoya Osloyê ya sala 2006, dewleta Srî Lanka jî komkujiyên herî mezin li dijî gelê sîvîl û kadroyên LTTE çêkir. Di van mînakan de xuya dibe ku hem di rewşên têkçûna danûstandinên aşitiyê de hem jî piştî îmzekirina peymanên aşitiyê xeteriyên mezin ên qirkirinê berdewam dikin. Her wiha pêvajoya heta îmzekirina peymana aşitiyê navbera gerîlayên FARCê û dewleta Kolombya di sala 2016‘an de jî piranî di çarçoveya pênc qonaxan de pêk hat. Lê belê lihevkirina reforma axê ji hêla hêzên sermayê û axayên mezin ve hatiye asteng kirin û bi sedan gerîlayên berê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetil kirin.

Li gelek welatên ku şer piştî peymanên aşitiyê bi rengekî fermî sekinî jî, tundî vediguhere şêweyên din. Mînak, jinên ji welatên Abya Yala, Efrîka û Asyayê rave dikin ku piştî bidawîbûna şerên çekdarî tundiya zayendperest û qirkirinên li dijî jinan zêde bûn. Jinên berê gerîla bûn jî rastî zextên dewlet, zewac û malbatê tên. Di pêvajoyên ku wekî ‘vegera rewşa asayî’ an jî ‘ji nû ve entegrekirin’ tên pênasekirin de pergala mêr-dewlet herî zêde hewl dide serweriya xwe biparêze û jin û şoreşgeran tevlî statukoya baviksalar bike. Bi rêya saziyên dewlet, ol, perwerde û medyayê kevnşopiyên zayendperestiya civakî û çanda tecavûz tên gurr kirin. Piştî peymanên aşitiyê rûmeta şervanên jin wekî di mînaka jinên FARC‘ê de gelek car bi pênaseyên wekî ‘fahişe’ ango ‘xanimên fermandaran’ tê binpêkirin. Her wiha piştî pêvajoyên şer û qirkirinên li Sierra Leone, Nepal, Bosna, Srî Lanka û gelek welatên din jin tenê wekî mexdurên pasîf dihatin pênasekirin. Ked û têkoşînên wan ji bo edalet û aşitiyê ji nedîtî ve hatin.

Jinên Sandînîsta yên dema şoreşa Nîkaragua fermandariya eniyên şer dikirin, rave dikin ku wan piştî serkeftina leşkerî ya şoreşê di sala 1979‘an de ne tenê li dervê mekanizmayên biryardayînê hatin hiştin. Desthilatdarên nû yên mêr wekî Daniel Ortega, hewl didan jinê dîsa bi rola hevjîn û dayik sînordar bikin û ji bo daxwazên xwe yên şexsî bi kar bînin. Li şûna pergaleke demokratîk ku mafê kedkaran û gelên xwecîhî diparêze carekî din pergalekî otokratîk ket meriyetê. Lewma têkoşîna van jinan li dijî desthilatdariyê di nav rêxistinên cuda de heta îro berdewam dike.

Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadî de aşitî wekî ‘lihevkirinek navbera demokrasî û dewletê’ pênase dike. Li ser bingeha ku ‘Di aştiyê de alî hene. Serdestiyeke ji sedî sed a aliyekî nîne û divê nebe‘, ew 3 şertên ji bo pêkanîna aşitiyê rave dike: Şerta yekemîn a aşitiyê ev e ku herkes bikare bi ewle bijî. Vê yeke tenê bi xweparastina civakan û karektera civakan a exlaqî û polîtîk pêk were. Duyemîn, çênabe ku yek alî serdest be. ‘Kîjan alî (heq-neheq) dibe bila bibe, heke herdu alî bêyî ku serdest bibin (bi sîleh) rawestandina şer qebûl bikin, hingê aştî dikare bikeve rojevê.‘ Sêyemîn, hemû alî di çareserkirina pirsgirêkê de ji xebat û saziyên demokratîk ên civakê re rêzê bigirin.

Tevgerên jinan û aktîvîstên aşitiyê jî di salên dawî de bal kişandin ku aşitî ne tenê tê wateya sekinandina pevçûnên leşkerî. Aşitî wekî pêvajoyeke dînamîk tê pênasekirin ku hewldanên ji bo   misogerkirina demokrasî, edaleta civakî, mafên wekhev ên jinan û hemû pêkhateyên candî û civakî dihewîne.

Komîsyonên Heqîqat û Edaletê

Bê pêvajoyên lêgerîna heqîqet û edaletê yên ku jin û hemû beşên civakê di nav xwe de dihewînin û bêyî ku sedemên pevçûn û şer werin çareserkirin, jiyaneke hevbeş a demokratîk û aşitiyane pêşnakeve. Bi vî awayî neheqî û newekheviyan berdewam dikin û dibin çavkaniya şer û pevçûnên nû. Yek ji rêbazên herî girîng û veguherîner ên avakirina aşitiyê, lêgerîna kolektîf a heqîqet û edaletê ye. Eşkerekirina heqîqatê, rûbirûkirina sûcên şer û sûçdarên wan, lêborîn û hesap xwestin ji bo avakirina hafizeya civakî, nûkirina wîjdana civakî û gihandina aştiyeke mayînde jêneveger in. Di vê çarçoveyê de lêkolînên alternatîf ên dîrokî û avakirina komîsyonên heqîqet û edaletê ji bo civakên polîtîk û exlaqî qadên çalakiyê ne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, heta sala 2015 li seranserê cîhanê li herêmên pevçûnan bi giştî 34 komîsyonên heqîqetê hatine avakirin. Lêbelê bi taybet di şer de heqîqata jinan û asta sîstematîk a tundiya zayendî hîna pir kêm eşkere dibe. Li Nepal, Srî Lanka û gelek welatên din jî hemû endamên Komîsyona Heqîqetê û komîsyonên ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan hatine erkdarkirin ji aliyê hikûmetê ve hatin tayînkirin. Bi vî awayî derfetên gihandina heqîqatê û beşdarbûna jinan hatine asteng kirin. Rixmê ku li Kolumbiya di encama têkoşîna jinan de 5 jin û 5 mêr di komisyona netewî ya heqîqatê de cîh girtine jin nikarîbûn bigihînin encamên ku hêvî dikirine. Dozên jinan ne di asta têrker de hatin şopandin û nirxandin. Tenê piştî kampanyayên perwerdeyê jin dest bi vegotina êşên xwe kirin û tevahiya cûrên şîdetê di nav de revandin, îşkence û şîdeta zayendî bi nav kirin. Lê belê çalakvanên jin li Kolombiya raxne dikin ku bûyerên ferdî yên tundiya zayendî di nava FARC’ê de bi sûcên tundiya zayendî yên sîstematîk ên dewletê re di vegotinên fermî û medyayê de hatine wekhevkirin.

Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ya li Afrîkaya Başûr di sala 1995‘an de hatiye damezrandin erkên lêkolîn, huquqî û efûyê di nav xwe de dihewîne. Ev şêwaz ji bo komîsyonên li welatên din jî bûye modelek. Piştî 46 salên apartheidê û sedsalên kolonyalîzma hovane rûbirûkirina heqîqatê gelekî dijwar bû. Di vê pêvajo de têgehên “lihevkirin” û “edaleta veguhertinê” (transformative justice) hatin pêşxistin. Jin jî bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoyê bûn. Tevgera Jinên Afrîkaya Başûr pêvajoya çareseriyê ji nêz ve dişopand û hewl da kêmasiyên komîsyonê çareser bike. Jinên reş xwedî zanînên kûr ên dîrokî û siyasî bûn. Di heman demê de wan êşkence û travmayên giran derbas kirine. Lê serlêdanên jinan li komîsyona heqîqatê ya ku ji mêran pêk dihat kêm bûn. Lewma aktîvîstên jin bal kişandin ser wê yekê û serdestiya mêr di komisyonê de û guhdarîkirina jinan ji aliyê mêran ve qabûl nekirin. Di encama têkoşînê de komîsyonên xweser ên jinan ji bo dozên jinan û tundiya zayendî hatin avakirin. Bi vî awayî asta beşdarbûna jinan gihand % 56. Lê piraniya jinan ji derve pêvajoya tazmînatê mane. Ji ber tenê ji mexdûrên nijadperestî û îşkenceyên sîstema apartheidê re tazmînat hat dayîn. Mexdûrên tundiya zayendî û kedxwariyê nikaribûn tazmînat bistînin. Îro jî têkoşîna jinên li Afrîkaya Başûr ji bo edaletê û li dijî çanda tecavûz û qirkirina jinan berdewam dike.

Di cerîbandinên 34 welatan de xuya dibe ku li piraniya welatan jin wekî kirde beşdarî komîsyonan nebûn an jî tenê bi rêya têkoşîna tevgerên jinan karibûn beşdarbûna xwe bi dest bixin. Dema jin di komîsyonên fermî de cîh girtin jî, nêzîkatiyên komîsyonê jî bi rêbazên rehabilitasyonê, piştgiriya psîkolojîk û huquqî re sînordar mane. Mekanîzmayên têrker ên adaletê ji bo darizandina sûcên li dijî jinan ne hatin avakirin. Her wiha jin di diyarkirina sîyasetên lipêşîgirtina tundiya zayendperest de kêm mane. Ji ber vê yeke tevger û saziyên jin li welatên wekî li Nepal, Kolombiya û Fîlîpîn xebatên edaleta civakî pêşxistin. Ew li hemû herêman kombûnên bi navê ‘masayên aşitiyê yên jinan’ bi rêxistin kirin. Bi vî awayî bi deh hezaran jin karibûn serpêhatiyên xwe parvebikin û nêrînên xwe ji bo gihandina edalet û aşitiyê bi hev re nîqaş bikin. Belgekirina îfadeyên hezaran jin bi rengekî ewle û pêbawer dibin daneyên girîng ji bo nirxandin û nivîsandina heqîqata dîrokî ya têkoşîna jinan. Di heman demê de jin dikarin bi vî rêbaz rêxistinbûna xwe ya civakî xurt bikin û siyasetên xwe diyar bikin. Dilsoziya dayikan ji bo dîtina kesên winda zextê li rayedaran dike da ku heqîqatê eşkere bikin. Dayikên Placa de Mayo li Arjantînê, Dayikên Şemiyê li Tirkiye û Kurdistanê an jî Dayikên Soacha li Kolombiyayê ‘yên ku heqîqatê dizanibûn’ bi çalakiyên xwe yên demdirêj bûn çalakvanên girîng ên vîcdana civakî û bandora siyaseta demokratîk.

Pêwîstiya bi Têkoşîneke Domdar ê Civakî

Têkoşîna jinan ji bo gihandina aşitî, demokrasî û azadiyê têkoşînekî daîmî, civakî û siyasî ye. Ji bo serkeftina vê têkoşînê herdem rêxistinbûna xweser a jinan û helwestekî hevbeş a jinan pêwîst e. Bi gelemperî ji bo gihandina çareserî û aşitiyê bi hêzên dewletê re di warî têkoşîna jinan di qada dîplomasiyê de sê qonax derdikevin pêş:

1- Têkoşîna ji bo gihandina pêvajoyên muzakere û misogerkirina nûnertiya vîna kolektîf a jinan di pêvajoyên nîqaşê, tevahiya komîsyon û mekanîzmayên biryardayînê de.

2- Têkoşîna ji bo bicihkirina daxwazên tevgerên azadiyê û jinan di peymanên aşitiyê, biryar û zagonan de.

3- Têkoşîna ji bo pêkanîna naverok û pîvanên di peymanên aşitiyê de hatine îmzê kirin, bicihanîna sazî û qanûnên pê ve girêdayî.

Bê guman di tevahiya qonaxan de rêxistinbûna civakî, hêza bîrdozî, siyasî û çalakî ya tevgerên jinan diyarker e. Jin bi çalakiyên edalet û aşitiyê yên ku gelek caran bi tevlîbûna jinên ji netew û olên bindest û yên serdest pêk hatin di amadekariya pêvajoyên aşitiyê de bi ristekî pêşeng rabûn. Înîsiyatîfên hevbeş ên jinên katolîk û protestan li Irlanda ya Bakur, damezrandina înîsyatîf û torên  ‘jinên bi cilê reş’ di sala 1988‘an de li dijî şerê dagirkeriyê ya Îsrael, di sala 1991‘an de ji aliye jinên hemû pêkhateyên Yugoslawya li dijî şer û nijadperestî, çalakiyên dayikên Rus li dijî şerê Çeçenistanê, Dayikên Aşitiyê li Tirkiyê û Kurdistanê çend ji van mînakan in. Bi parvekirina êş û têgihîştina jinan ku di şer de hemû beşên civakê windahiyên giranbûha didin ve propagandayên şer ên nijadperest, netewperest û olperest hatin vala derxistin. Destpêkirina pêvajoyên diyalog û muzakereyan hêvî û enerjî dane tevger û çalakiyên civakî. Bi vî rengî di van pêvajoyan de çalakbûna siyasî, civakî û çandî ya jinan jî bi hêz bûye. Jinan dixwestin deng û rengê xwe ji bo aşitî û siberojeke azad bilind bikin.

Cerîbandinên li welatên cuda destnîşan dikin jin di aliyê teyîsandina vîna xwe di qonaxên 1 û 2 de çiqas zehmetî kişandibin jî, zehmetiyên herî zêde di qonaxa 3‘yem de derdikevin holê. Ji ber ku di vê pêvajoyê de hêzên dewletê û moderniteya kapîtalist siyasetên nû yên şerê taybet ji bo hilweşandin û rizandina civakan xistine meriyetê. Mînak, li welatên Abya Yala tundiya mafyayên hişbir, çeteyên fihuşê, bazirganiya jin û zarokan gihand asta herî jor. Ax û xweza li herêmeyên ku berê li bin parastina hêzên gerîla bûn, îro ji aliyê şirketên navdewletî tên wêran û talan kirin. Her wiha dema ku nakokiyên navbera hêzên mêr-dewletê kêm dibin jî, gelek car zext li ser jinan zêde dibe. Mînak, di pêvajoyên muzakere navbera Îran û DYE de êrîş û îdaman li dijî jinan zêde bûn.

Bi taybet di rastiya Şerê Cîhanê yê Seyemîn de diyar bû ku huquqa navneteweyî, saziyên YN û rêbazên kevneşop ji bo gihandina aşitî û edaletê îflas kirine. Dewlet û hêzên sermayedar ên hegemon şer û qirkirinên piralî li dijî civakan rêvedibin. Hevdîtin û peymanên aşitiyê jî wekî rêbazeke şer bi armanca têkbirina dijberan tên bikaranîn. Sîyaseta şok doktrîn di meriyetê de ye. Dîktatorên wekî Trump, Putîn û Netanyahu rojane gotin û kiryarên xwe li gorî berjewendiyên xwe diguherin, peymanên navneteweyî bin pê dikin, şer û qirkirinan li ser gelan ferz bikin.

Lêkolînêrên aşitiyê wekî seroka saziya Inclusive Peace li Cenevre Thania Paffenholz bal dikişînin ku paradigmaya lînear a aşitiyê û pergala ewlekariya navneteweyî têkçûye. Lewma bi tenê entegrekirina jinan di nav sîstemeke şikestî de fayda nake.[1] Ji vê zêdetir pêwîste ku jin bikarin bibin hêza pêşeng û rêxistinkirî ya avakirina pergal û zêhniyeta demokratîk a civakê.

Rêber Apo jî di perspektîf û xebatên xwe ji bo pêkanîna Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de li bin vê rastî xêz dike. Ezmûnên jin û gelên cîhanê jî didin xuya kirin ku hêzên dewletê ticar nabin sazker û garantorên aşitiyê. Serkeftina aşitî û çareseriya pirsgirêkên jin û civakê tenê ji aliyê civaka demokratîk bi pêşengtiya tevgera jinê ve dikare pêk were. Bi vî awayî civaka demokratîk dikare hem wekî rêbaz û sazker hem jî wekî armanc û temînata pêvajoyên aşitiyê were pênase kirin.

 

 Cerîbandina Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê

Ev 32 sal in ku Rêber Apo bi tevahî înîsyatîf û hewldanên xwe ji bo gihandina çareseriya siyasî û aşitî li Kurdistan û Rojhilata Navîn re ristekî stratejîk daye têkoşîna azadiya jinê. Di sala 1993‘an de Rêbertî bi daxuyaniya agirbesta yekemîn re artêşbûna jinê wekî bingeha çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî, felsefî û aşitiyê ragihand. Di sala 1995‘an de hem YAJK wekî tevgera azadiya jinên Kurdistanê di qadên leşkerî, civakî û siyasî de hatiye damezrandin hem jî agirbesta duyemîn hatiye ragihandin. Di sala 1998‘an de Rêbertî hem Bîrdoziya Azadiya Jinê ragihand û bingeha partîbûyîna jinê avêt hem jî agirbesta sêyemîn ragihand. Bi taybet jî di pêvajoya Îmralî de Rêbertî bi perspektifên derbarê guhertina stratejîk a Tevgera Azadiyê li ser bingeha paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxweziya jinê ve erkên pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinê di tevahiya qadên jiyanê û têkoşînê de berfireh nirxand.

Van erkan ku Rêbertî di hevdîtineke sala 2002‘an de bi kurtasî wekî nivîsandina dîroka jinê, pêkanîna şoreşa jinê û gihandina hevpeymana civakî ya jinan pênasekiriye erkên entelektuel, siyasî û exlaqî digirin di nav xwe de. Di aliyek de Rêbertî bi projeyên wekî avakirina malên azadiya jinan, weqfa jinên azad a cîhanê, kooperatîf, park û bajarên jinan gavên ji bo hûnandina pergala konfederal a jinan ji me re destnîşan kir. Bi vî awayî Rêbertî ji Tevgera Azadiya Jinê re misyonekî pêşeng di avakirina pergala xweseriya demokratîk li ser bingeha xweparastina jinê û pêşxistina siyaseta demokratîk a civakê, avakirina aboriya komînal, perwerde û adaleta civakî de daye.

Ji bo guhertin û veguhertina demokratîk a zêhniyeta mêr, ji bo bi dawî kirina çanda tecavûz û qirkirinên li ser jin, civak û xwezayê Rêber Apo daîmî rojevên nû afirand. Her wiha sazîbûna Jineolojî û têgeha hevjiyana azad, bûne rênîşanên ji bo kûrkirin û encamgirtina têkoşîna azadiya jinê wekî bingeha civaka demokratîk a ku dibe stratejî û armanca têkoşîna me.

Di aliyê din de Rêbertî di çarçoveya formula ‘dewlet + demokrasî’ de ji bo guhertinên demokratîk  di zêhniyet û sazûmanên dewletê de têkoşiya û hewl da siyasetên înkar û îmhayê li dijî gelê Kurd bişkîne. Ji bo rêya çareseriya demokratîk û aşitiyê ya ku bi hemû aliyan dide qezenc kirin were vekirin, Rêber Apo him bangewazî û nexşeyên rê him jî diyalog bi rayedarên dewletê re pêşxistin. Di heman demê de Rêbertî girîngî daye rojevkirina pîvanên maf û azadiya jinan, pêşxistina pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jinan di xebatên siyasî û dîplomasiyê de.

Heger em encamên xebat û têkoşîna 32 salan a Rêber Apo ji bo aşitî û civaka demokratîk binirxînin, em dibînin ku bi pêngavên wî ji bo aşitî re civakîbûyîna tevgera azadiya jinê, hevgirtin û helwesta rêxistinkirî ya jinan di siyaseta legal û avakirina xweseriya demokratîk de jî bipêşketin.

Tevgera Azadiya Jinan û parêzvanên mafên mirovan di salên 1990î de dema ku şer li Tirkiyeyê di asta xwe ya herî dijwar de bû pêşengtiya rêxistinkirina tevgera aşitiyê kirin. Însiyatîf û kampanyayên wekî Dest Navêje Hevalê/a Min (1993), Dayikên Şemiyê (1995), Dayikên Aşitiyê (1996), Kombûnên Jinan ji bo Aşitiyê (2004), û Dema Aşitiyê Hat (2005), ku di van pêvajoyan de bi bandor bûn, mînakên vê têkoşînê ne. Bi taybet Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ku ji aliyê dayikên Kurd ve hatiye damezrandin û Dayikên Şemiyê ku çalakiyên xwe ji bo dîtina kesên winda û edaletê didomînin li Tirkiyeyê aktorên girîng ên siyaseta civakî ne. Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê (BÎKG) ji sala 2009‘an vir ve li herêmên rojavayê Tirkiyeyê çalakî û hewldanên jinan birêxistin dike û têkoşîna aşitiyê ya jinan wekî têkoşînekî stratejîk a civakî, bîrdozî û siyasî pênase dike.

Ev rêxistinên cûrbecûr ên ku li dora têkoşîna aştiyê hatine damezrandin, çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina civakê û pêşxistina hevgirtina gelan bi rêbazên wekî xwepêşandanên kolanan, mîtîng, meş, civîn û kampanyayên îmzeyan didomînin.

Di hevdîtinên aştiyê yên ku di sala 2013‘an de li Îmralî destpêkirin de cara yekem di sala 2015‘an de nûnereke rasterast a Tevgera Jinan di şandeya HDP de cih girt. Bi armanca hevbeşkirina rojevên jinan û gihandina daxwazên civakê bi rêya nûnera tevgera jinê maseya danûstandinê, Meclîsa Azadiya Jinan (KÖM) hat damezrandin. Diviya bû KÖM wekî meclîsa hevbeş a jinên Kurd, çalakvanên jin û jinên femînîst ên rojavayê Tirkiyê perspektîfa azadiya jinan ji bo pêvajoya danûstandinên fermî yên aşitiyê bipêşxista. Lê belê, di heman salê de yekser danûstandinên Îmralî ji aliyê dewletê ve hatin sekinandin û piştre şer dîsa dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, zextên dijwar ên dewletê bûn astengiya herî mezin li pêşiya têkoşîna aşitiyê ya jinan. Dewlet bi têkbirina masaya danûstandinê û nenaskirina vîna jinê ve şer, neteweperestî û zayendperestî ji nû ve gurr kir. Çend meh piştî pêvajoya danûstandinan hat bi dawî kirin êdî daxwazkirina aşitiyê bûye sûcek mezin.

Jinên ji Tirkiye û Kurdistanê yên bin bane BÎKG civiyan ji bo misogerkirina beşdarbûna çalak a jinan di pêvajoya aştiyê de ezmûnên jinên cîhanê lêkolîn kirin û mînakên li ser rola jinan di lihevkirina civakî de wekî referans nirxandin. Bi slogana “Bêyî ku bi jinan re aştî bê çêkirin, şer bi dawî nabe” amadekariyê ji bo misogerkirina temsîliyeta wekhev a jinan di pêvajoya danûstandinan de pêşxistin. Wan plansaz kir ku bi hemû aliyên peywendîdar re hevdîtinan bikin da ku nerîn û pêşniyarên hemû beşên civakê ji bo aşitiyek adilane û heqîqî kombikin û rojev bikin. Bi taybetî ji bo qanûnên ku pêdivî û daxwazên jinan paşguh dikirin werin guhertin amadekariyê hat kirin.

Li gorî vê yekê, di nav BİKGê de pênc komîsyon hatin damezrandin:

1- Komîsyona Heqîqatê ya Jinan ji bo eşkere kirina sûçên şer ên cûrbecûr li dijî jinan

2- Komîsyona Wekheviya Zayendî û Destûra Bingehîn ji bo nîqaşkirina guhertinên qanûnî bi armanca misogerkirina wekheviya zayendan û tezmînatkirina sûçên şer ên li dijî jinan

3- Komîsyona Reformkirina Ewlehiyê ji bo diyarkirina rêziknameyên ewlehiya mirovan da ku li pêşiya sûcên li dijî jinan were girtin

4- Komîsyona Çapemenî û Medyayê ji bo rojevkirina nêrîn û daxwazên jinan ên ji bo aştiyê

5- Komîsyona Têkilî û Çavdêriyê ji bo şopandina çalak a pêvajoya çareseriyê, nirxandina pêvajoyê ji perspektîfa jinan, lidarxistina civînan bi hemû komên civakî, nemaze bi komên jinan û hemû aliyan re ji bo diyarkirina bendewarî û nêrînên hevbeş ên jinan ji bo aşitiyeke mayînde.

Kengê pêvajoya diyalogê veguherî muzakere, ji bo jinan pêwîst bû ku bi daxwazên xwe yên şênber  li ser maseya muzakerê amade bibin û di vê çarçoveyê de xwe birêxistin bikin. Ji ber vê yeke, Tevgera Azadiya Jinan di sala 2014‘an de di bin navê Kongra Azadiya Jinan (KJA) de xwe ji nû ve birêxistin kir. Ji bo avakirina binesaziya hevpeymaneke nû yê civakî, komîsyonên jêrîn hatin avakirin da ku pêdivî û daxwazên jinan di hemû qadên jiyanê de werin zelal kirin. Ji mijarên aboriyê bigire heta dîplomasiyê, ji ekolojiyê bigire heta hiqûqê, ji siyasetê bigire heta xweparastinê komîsyon hatin avakirin û xebatên amadekariyê çêkirin. Şandeya HDPê destpêkê ji yek jin û du mêran pêk dihat. Dewletê demek dirêj nehişt ku nûnera Tevgera Azadiya jinan tevlî şandeyê bibe. Lê Rêber Apo di pêvajoya muzakere de nûnertiya tevgera jinan wekî rêgezek parast û ji bo pêkhatina vê yeke têkoşîneke mezin da. Di pêvajoya muzakere de êdî şande ji du jin û sê mêr pêk hat. Beşdarbûna endameke koordînasyona Tevgera Azadiya Jinan ji bo nûnertiya rasterast a vîn û daxwazên jinan gavekî girîng bû.

Her wiha jin nexşerê ya xwe ji bo pêvajoya aşitî û demokrasiyê li ser bingeha çar rêgezan amadekirin:

  1. Pênasîneke rast; Divê pirsgirêka jinan rast bê pênasekirin. Pirsgirêka jinan ne tenê pirsgirêkek zayendî ye. Ew pirsgirêkek kevnar a Rojhilata Navîn e. Ew pirsgirêkeke serekî yê pirsgirêkên bingehîn ên civakî, siyasî, aborî, exlaqî û siyasî. Sedemên derketina pirsgirêka azadiya jinan di heman demê de rê û rêbaza çareseriya wê jî eşkere dikin.
  2. Îfadeya qanûnî; Di destûra bingehîn a heyî de, ne hebûn, nasname û mafên jinan ne jî pirsgirêka azadiya jinan û rêbazên çareseriyê tên pênase kirin. Di nav çend beş û qanûnên cuda de navê jinan bi giranî wekî mexdûran tê ziman. Dîsa, di hiqûqa malbatî û medenî de, bi giranî li ser rewakirina malbatê tê sekinandin. Pêwîst e van mijaran li ser bingeha azadiya jinan werin pênasekirin û çareserkirin.
  3. Beşdarbûna wekhev û rêxistinkirî di sîstema konfederal de; Pêdivî bi nirxandin û diyarkirina tevahiya sîstema jinan û bi vê yekê re cih û beşdariya jinan di nav sîstema konfederal de heye. Girîng e ku jin beşdariya xwe ya wekhev û rêxistinkirî ji beşdariya di siyaseta demokratîk de bigire heya xweparastin, xwerêxistinkirinê û di warên din ên jiyanê de diyar bikin.
  4. Wekhevî û azadî di malbatê de; Ji nû ve rêxistikirina têkiliyên jin û mêr, qanûn û nêrînên li ser mijara zewacê, mijarên hevberdanê, îrade û mafê jinan di mezinkirin û anîna zarokan de, pênaseya keda malê û rola pêşeng a jinan di vê yekê de, parvekirina adilane ya milkê, nêzîkatiyên perwerdeyê û gelek mijarên din pêwîste ku bi beşdarbûna vîn û ramanên jinan ji nû ve werin sazkirin.

Di pêvajoya îro de nûjenkirina van rêgezan û ji nû ve zindîkirina xebatên 5 komisyonan girîng e. Her wiha parvekirina tecrûbe û nîqaşên hevbeş ên jinan derbarê pêvajoyên muzakere û çareseriyê li Bakur/Tirkiyê û li Rojava/Sûriyê girîng e.

Di pêvajoyê navbera salên 2013 û 2015‘an de Tevgera Azadiya Jinê li Rojavayê Kurdistanê di înşakirina Neteweya Demokratîk û pergala Xweseriya Demokratîk de, di şerê parastina şoreşê li dijî êrîşên El Nusra û DAIŞê de û her wiha di siyaset û dîplomasiyê de bi rolekî pêşeng rabû. Di aliyek de jin rêxistin û pergala xwe ya xweser avakirin. Mînak, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî mekanîzmayê bîryardayînê û vîna hevbeş a jinên hemû pêkhateyan hatiye damezrandin. Meclîsa Jinên Suriyê jî ji bo aşitî û guhertinên demokratîk li Sûriyê bi jinên tevahiya pêkhateyan ji bo destûrekî nû û demokratîk a Sûriyê xebitiye. Her wiha konferans û xebatên jinan ji bo yekrêziya jinên Kurd û ji bo avakirina torên hevgirtinê yên jinên Rojhilata Navîn jî hêz dane deng û rengê jinan di têkoşînên aşitî, demokrasî û azadiyê de. Di aliyê din de jin ji bo pêkanîna pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jinan di tevahî qadên jiyanê, di tevahî sazî û mekanîzmayên bîryardayînê li herêmên rêveberiya xweseriya demokratîk de têdikoşiyan. Jin di xebatên qanûnsaz û hevpeymana civakî de jî di asta wekhev de û bi bandor cîh girtin. Bi xebat û perwerdeyên civakî ji bo guhertina zêhniyeta desthilatdar re jin destkeftiyên girîng bi destxistin. Lê belê di warî gihandina civaka demokratîk de ya ku bi beşdarbûn û vîna tevahî beşên civakê xwe li ser hîmen ên demokrasiya rasterast, aboriya komînal, adaleta civakî, ekolojî û azadiya jinê birêvedibe hîna kêmanî hene. Çavkaniya van kêmaniyan beriya her tiştî nebesiyên di aliyê avakirina zêhniyet, kesayet û jiyana li gorî paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxweziya jinê de ne. Di aliyek de dewleta Tirk û hikûmeta AKPê bi pêvajoyên diyalogê re êrîşên tunekirinê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê her tim zêde kir. Lê di aliyê din de jî direngmayîn û tengmayîna fêhmkirin û pêkanîna perspektîfên Rêber Apo ji aliyê hêzên siyaseta demokratîk ve bûye sedem ku derfetên  çareseriya siyasî û aşitiyê yên di pêvajoya Îmralî de ji aliyê Rêber Apo ve hatin pêşxistin negihandin encamê.

 

Erkên Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk

Rêbertî ji sala 1993‘an ve bi hemû pêngavên ji bo aşitî û çareseriya demokratîk re pêngavên nû ji bo bi hêzkirina rêxistin û têkoşîna jinan li ser bingeha kûrkirina hişmendiya azadiya jinan bipêşxist. Heman rewş jî ji bo pêvajoya bi banga Rêber Apo ji bo ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ji 27ê Sibata 2025‘an ve destpêkiriye derbasdar e. Bîrdoziya rizgariya jinê, felsefeya jin-jiyan-azadî, têgeh û teoriya jineolojiyê xeta sêyemîn a jinê pêk tînin. Ev xet di aliyek de li dijî xeta postmodern-lîberal ya ku nasnameya jinê bêwate dike û hebûna jinê ya biyolojîk jî dixe ber lêpirsînê û di aliyê din de li dijî xeta muhafezekar-faşîst a ku hebûn û nasnameya jinan wekî koleya mêran ferz dike, xeta jiyan û azadiyê îfade dike. Ji hevdîtina 23 Cotmeha 2024‘an ve Rêbertî di nirxandinên xwe û bi taybet di peyama xwe ji bo Akademiya Jineolojiyê de girîngiyekî mezin daye dahûrandinên derbare dîrok, çand û azadiya jinan û baweriya xwe bi hêza pêşengtiya tevgera jinê ji bo serxistina pêvajoyê aşitî û civaka demokratîk anî ziman.

Tecrûbeyên pêvajoya 15 salên borî girîngiya avakirina hevsengî û hevbeşbûna xebatên bîrdozî, siyasî û civakî destnîşan dikin. Divê mekanîzma û rêxistinbûnên xweser ên jinan û yên civaka giştî jî li ser esasê demokrasiya rasterast bi beşdarbûna vîna civakê werin xebitandin. Her wiha bi uslubekî çêker hemû beşên civakê, pêkhate û derdorên cuda yên siyasî dikarin ji bo tevlîbûna pêvajoyê werin qezenc kirin. Pêwîste ku beşdarbûna jinê di qada siyasetê de xwe bispêre hêza rêxistinkirî ya tevgera civakî ya jinan. Bi serwextbûna ku “azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e“ divê hişyarî li hemberî nêzikatiyên ku dibêjin “niha ne dema mijarê jinê ye“ hebe. Rojevekî esasî ya vê pêvajoyê jî pêşxistina tedbîrên qanûnî, siyasî û xweparastina jinan li dijî zayendperestiya civakî û êrîşên qirkirinê.

Ji bo jin bikarin erkên xwe yên siyasî, exlaqî û entelektuel di vî pêvajoyê de rast bicîhbînin girîng e  ku jin cerîbandinên xwe yên jiyan û têkoşînê bi hev re tehlîl bikin û nexşerê ya jinan diyar bikin. Di aliyê siyaseta civakî de jî girînge ku hem di pêvajoyên nîqaş û biryardayînê de jinên tevahiya beşên civakê beşdarbibin. Lihevkirin derbarê rêgez, stratejî û siyaseta jinan divê xwe bispêhre vîn û helwesta hevbeş a jinên civakî. Heger wiha nebe xeteriya ku siyasetekî nû ya elît xwe bi sazî bike derbikeve holê. Xebatên wekî kongre û konferansên jinan ji bo diyarkirina vîna kolektîf û biryarên hevbeş ên jinan xwedî wateyekî girînge. Dema ku hemû beşdarvan xwe ji bo şopandin û pêkanîna biryarên van konferansan di qadên xwe de berpirsyar bibînin jin dikarin siyaseteke bi bandor ji bo guhertin û veguhertinên demokratîk bimeşînin. Her wiha parvekirina nîqaş, pêşveçûyîn û astengiyên pêvajoyê bi tevger û çalakvanên jin li welatên cuda re dikare sinerjiyekî girîng a  hevgirtina enternasyonalîst ava bike.

Di warî erkên entelektuel ên demê de yek ji xebatên serekî xebatên perwerdeyê ji bo bipêşxistina zêhniyeta demokratîk in. Civaka demokratîk û jiyana azad tenê bi derbaskirina ferasetên desthilat û gihandina vîneke azad a takekes û civakê dikarin pêk werin. Ji ber vê yeke girîng e ku rêbaz û mijarên lêkolînê bi armanca çareseriya pirsgirêkên jin û civakê ve girêdayî werin diyar kirin û perwerdeyên civakî berfirehtir werin birêxistinkirin. Mînak, lêkolîn û nîqaşên ji bo şênberkirina bersivên van pirsan xwedî wateyekî stratejîk a dîrokî û hemdemî ye: Wateya çanda dayika xwedawend di kesayeta jinê û rêûresmên civakî de çi ye? Taybetmendiyên civaka dîrokî yê derdora jin-dayik çi ne û wateya van taybetmendiyan ji bo pêkanînên civaka demokratik a hemdemî çi ne? Pergala desthilatdariya mêr, şer û dewletê çawa û kengê pêk hat? Di encama çandên baviksalar wekî çanda qesrê, çanda Sati û çanda tecavuz çi zirar gihîştiye jin û civakê? Çanda jina azad çi ye û çawa pêşbikeve? Jin û mêr çawa dikarin bibin aydê xwe? Jiyana sosyalîst a komînal, têkiliyên malbata demokratîk û hevjiyana azad çawa pêk tên?

Lêgerîna bersivên heqîqî yên van pirsan wê ji bo serkeftina pêvajoyê diyarker bibe. Ji ber avakirina aşitî û civaka demokratîk tenê bi guhertina paradigmaya serwer a siyaset, zanist û jiyanê ve pêkan e. Jiyanekî azad, tenê bi dahûrandin û ji holê rakirina sedemên şer û pevçûnan re, bi rûmet û aramiyê, dikare pêşbikeve. Heger wiha nebe, carekî din dîktatorekî nû wê bikeve li şûna dîktatorê berê. Cerîbandinên jinan li gelek welatên cihanê destnîşan dikin ji bo rê li dubarêbûna şer û qirkirinan were girtin guhertinên bingehîn ên zêhnî, siyasî, aborî û civakî pêwîst in. Dîroka Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê dibe mînakek ku di kêliyên herî krîtîk de jin dikarin bi hevbeşiya raman, rih û têkoşînê ve hêz û enerjiya guhertina dîrokê raber bikin.

[1]. Thania Paffenholz: Wir schreiben das Jahr 2021. Warum sind Frauen immer noch von Friedensprozessen ausgeschlossen? 16-05-2021, https://rosalux-geneva.org/de/wir-sind-im-jahr-2021-warum-sind-frauen-bei-friedensprozessen-immer-noch-ausgeschlossen/

Bunları da beğenebilirsin