Banga lezgîn ji bo parastina Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk!
Em enternasyonalîstên Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojî ya Rojava, banga seferberiyeke xurt a enternasyonalîst dikin ji bo parastina şoreşa Rojava û pêşerojeke azad û xweser ji bo hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn.
Ji 27’ê Mijdara 2024’an û vir ve komên cîhadî li Sûriyeyê bi armanca diyarkirî hilweşandina dîktatoriya Esed û avakirina modeleke dewleta Îslamî dest bi çalakiyên leşkerî yên mezin kirin. Di heman demê de, van komên wekîlên cîhadî bi rêberî û tevlêbûna rasterast a hêzên çekdar ên Tirkiyê, êrîşên xwe li dijî gelê Kurd û hemû civakên li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (DAANES) zêde kirin. Ev qonaxeke nû ye di siyaseta qirkirinê, kuştina jinan û şerên dagirkeriyê de ku li ser gelên Kurdistan, Filistîn, Lubnan û Sûriyê di bin polîtîkayên hegemonyaya Rojava de ji bo avakirina projeyek mezin li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên kapîtalîst hatiye ferzkirin.
Ji aliyê din ve berxwedana li Rojava têkoşîna azadiya jinê ye ji bo parastina jiyana jinan ji destavêtin, tundî û kuştina jinan; ji bo parastina pêşeroja zarokan, xewn û şahiya wan. Têkoşîna parastina ekolojî û axê ye; ji bo ku darên zeytûnên Efrînê ji aliyê dagirkeran ve neyên rakirin û çemên tevahiya herêmê yên ku ji ber projeyên bendavên Tirkiyeyê xeniqîne rizgar bikin. Li hemberî hemû rejîmên dîktatorî û tundûtûjiyê berxwedaneke ji bo xwerêveberî û xweseriya demokratîk a gelê Rojhilata Navîn e.
Tiştê ku niha li Sûriyê diqewime, tepeserkirina şoreşa 1979’an a Îranê ji aliyê melayan ve an jî vegerandina rejîma faşîst a Talîbanê li Afganîstanê tîne bîra me. Em şahidên heman zihniyetê ne û heman sûcên li dijî mirovahiyê yên 10 sal berê li Kobane, Reqa û Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kirin. Komên ku êrîşî rêveberiya xweser dikin ne serhildêr in, çeteyên cîhadî yên bi pêşengiya dewleta Tirk in ku li gorî qanûnên Şerîetê hewl didin xîlafetê ava bikin. Bi mebesta firotin, destavêtin an kuştina wan jin dîl girtine. Yên din jî neçar man ku tevî malbatên xwe malên xwe biterikînin. Piştî dagirkirina Efrînê di şeş salên dawî de cara duyemîn 200 hezar kes koçber bûn. Careke din şerekî ku tê de jin divê berdêla herî bilind bidin, gelê Kurd, gelê civakên Xiristiyan, Elewî, Durcî û Ezîdî jî ku li her cihê ku çeteyên cîhadî derbas dibin tên qetilkirin.
Weke berê îro jî em ê bi hêza hevgirtî ya jinan Rojava biparêzin. Li her eniya şer, li her bajarok û gundê Rojava jin di nava berxwedana çalak de cih digirin. Jin xwarinê amade dikin, stargeh û dermanan ji bo koçberan birêxistin dikin. Jin ji bo raporên li ser rewşa heyî bêwestan dixebitin; Ji bo li dijî êrîşên komên cîhadî û artêşa Tirk di nava refên Hêzên Xweparastinê yên Jin, YPJ û QSD’ê de şer bikin, çekan hildigirin.
Ji Rojava em bang li dost û mirovên xwe yên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku rastiya desthilatdarên nû yên Sûriyê nas bikin û eşkere bikin. Dema ku girêvaz û destan li xwe dikin jî xwîn di destên wan de ye. Niha ji her kesî tê pirsîn. Wextê tevgerîn, parastina Şoreşa Rojava û belavkirina şoreşa jinê niha ye.
Em bi tundî di wê baweriyê de ne ku bi ruhê hevpar û pabendbûna berxwedana Kobanê, bi seferberiyeke xurt a navneteweyî, em dikarin vê rewşa metirsîdar veguherînin derfeteke nû ji bo demokrasiya rasteqîn, azadiya jinê, aştî û edaletê li Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn. veguherîne.
Hevgirtin û têkoşîna me ya hevpar çeka me ya herî bi hêz e!
Bijî berxwedana li Rojava, bijî şoreşa jinan – Jin Jiyan Azadî!
Enstîtuya Andrea Wolf ya Akademiya Jineoloji
Rojava, 11-12-2024