Daxûyaniya Jineolojî Cihanî Ji bo ‘Amargî ji bo Efrînê’

Wek endamên Jineolojî Cihanî tev dayik û jinên ji welatên cihêwaz ên Ewropayê em hatin vir berxwedana Efrînê silav bikin. Em hatin ji bo nîşandana piştgiriya xwe bi dayik û jinên Efrînê, yên ku li hemberî êrîş û dargirkeriya welatê xwe ber xwe didin. Slogana me jî ‘Amargî ji bo Efrînê’ ye. Amargî ji zimanê Sumerî ye û tê wateya hem ‘Azadî’ hem jî ‘Vegerina Dayikê’. Em azadî û aşitî ji bo hemû netewên di vê herêmê de dixwazin. Em dixwazin ku dayîk û hemû gelê Efrînê bi ewlekarî bikarin vegerin axa xwe ya azad.

Di dîroka kevnar ya herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê de, çanda jin wekê serdema xwedawendan hat jiyankirin. Jin rolekî girîng ji bo pêşxistina jiyana komînal û aboriyeke ku wekheviya di nava hemû mirovan de esas girt dileyîst. Pê ve girêdayî ferq û cûdatiya mirovan ne wekê asteng û çavkaniya nefretê, lê wekê dewlemendî dihat femkirin. Di binpêkirina vê çandê û perçiqandina jinê ve şer û desthilatdarî li ser civaka mirovan dihat avakirin. Zivirandina wekhevî û aşitiyê ji ber vê jî tenê bi berxwedan û jinûve xurtkirina çanda jinê gengaz dibe.

Ji destpêka şoreşa Rojava ya di sala 2011’an de û pê ve dayik dîsa bi keda xwe nûkirina civaka xwe pêşxistin û ji bo parastina civaka xwe li dijî êrîşên komên cîhadîst û dagirkerî rabûn.

Di van mehên dawiyê de dayikên Efrînê li hemberî destdirêjî û êrîşên qirkirinê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ber xwe dane. Li dijî kuştin, revandin, tecawûz û eşkencê bi dil û biryar têkoşîn meşandin û hîna jî heta anîna dawîya dagirkeriyê dimeşînin. Ew dixwazin bi ewlehî û aramî vegerin welatê xwe. Wekê hemû dayikên tevahiya cihanê dilxwaza wan heye ku ew û zarokên xwe bi azadî, edalet û bi rûmet bikaribin jiyan bikin.

Ruxmî ku ewqas şer û ruxandin li Rojava dihat jiyankirin, jin heviya pêşerojeke xweş avadikin; hem ji bo Rojava hem jî ji bo hemû jin û gelên cihanê. Ji ber vê yekê jî, kesên enternasyonalîst ji welatên cûr bi cûr tevlî avakirin û parastina xweseriya demokratîk dibin.

Bi hemleya navnetewî ya ‘Jin Rabin Ser Piyan Ji Bo Efrînê’ pirên hevgirtinê di cihanê de hatin avakirin. Li ser vê bingehê em dixwazin hêzeke azadîxwaz li hemberî faşîzmê daha zêdetir derbixin pêş. Armanca şandeya me ev e ku em dixwazin ked û tekoşîna jinên ji gelek welat û pêkhateyên cûda bînin gel hev û bikin yek.

Em banga jin û dayikên cihanê dikin da ku li hemberî baviksalarî û faşîzmê bê deng nemînin!

Rabin ser piyan, dengê xwe bilind bikin; pêşeroj pêşeroja me ye!

Em ê bi hev re civakekî demokratîk û ekolojîk li ser bingeha azadiya jinê bafirînin!

Xwişkatî û hevgirtina me hemî sînoran derbas dikin!

Jin Jiyan Azadî!

An Amargî an Amargî!

Bunları da beğenebilirsin