Jineolojî zanîn, zanebûn û zanyariya jinê ye-5

“Jineolojî bi xwe perwerdekirina civakê ye “

RONAHÎ NÛDA

 

Qamişlo – Mamosteya yekem a civakan dayik e û dayik ew kes e ku, adet, çand, kevneşopî û dîroka xwe parastiye û derbasî nifşên pêşerojê dike. Jin bi xwe jî bi hezaran salan e hem fêr dike hem jî civaka xwe ava dike. Jin ew kes e ku zarokan ji biçûkaniyê ve fêrî gotinan dike û dihêle ku li ser çanda dayikên xwe mezin bibin. Heta niha jî gelek çand bi saya dayikan hatine vê rojê. Ji bo ku exlaq û polîtîk di nava civakan de mayinde bibe perwerde qada herî girîng a di nava civakê de ye. Loma perwerdeyên ku tên dayîn dîrok, pêşeroj, paşeroj û hebûna mirovan diyar dike. Her wiha perwerde ev tişt e ku hebûn û tunebûna mirovan e. Beşa perwerdeya Jineolojî di sala 2017’an de xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dike û armanca jineolojî ew e ku civaka xwe li ser exlaq û polîtîkayê perwerde bike. Der barê beşa perwerdeya di Jineolojî de Endama Akademiya Jineolojî ya Lêkolînan a Kantona Qamişloyê Gulistan Osman nêrîna xwe parve kir.

 

“Perwerde di zanista Jineolojî de beşa herî girîng e”

Gulistan girîngiya perwerdeyê wiha anî ziman: “Perwerde di jiyana civakê de beşa herî girîng e. Perwerde ji bo her civakê tê wateya avakirina nifşekî nû, berdewamî û mayindebûna jiyana civakan a mirovahiyê tevan. Ji lewre beşa perwerdeyê di Jineolojî de beşeke gelek girîng e. Mijarên ku ji civakê re pêwîst en em li ser wan mijaran xwe amade dikin û mijaran lêkolîn dikin wiha civaka xwe perwerde dikin. Her wiha armanca me ew e ku perwerdeyên em didin civakê li gorî rihê wan be. Her wiha em bingeh digrin ku em bi perwerdeyên xwe civaka xwe biguherînin û nûbûyînê di nava wan de ava bikin. Jineolojî bi xwe jî perwerdekirina civakê ye. Em hem saziyên jinan hem jî tevahî sazî û dezgehên xwe perwerde dikin her wiha gelek sazî serdana me dikin da ku em wan di aliyê jineolojî de perwerde bikin. Dema em dewreyên perwerdeyê vedikin, di destpêkê de civînên xwe li dar dixin, paşê jî dawetname ji saziyan re rêdikin.”

 

“Perwerdeyên Jineolojî ji bo hemû beşên civakê ne”

Gulistan Osman bandora perwerdeyên jineolojiyê li ser civakê wiha parve dike: “Perwerdeyên me ji bo hemû beşên civakê ne. Jin bi xwe kakilên vê civakê ne û civak bi xwe jî pêwendiyên xwe li gorî jinan dihone loma em di destpêkê de jinan perwerde dikin. Di mijara Jineolojiyê de beşek wê hevjiyana azad e loma em her du zayendan perwerde dikin. Her wiha perwerdeyên me ji bo ciwan û zarokan jî hene û me gelek çalakî ji bo zarok û ciwanan li dar xistine. Me gelek xwendekarên ku nû gihîştine helwesta wan der barê pîvanên Jineolojî de ku lêkolîn dike û ji bo jiyana nû dipejirîne girt û me xwest bi vê yekê jineolojiyê bixin hestên wan. Di mijara Jineolojiyê de dayik û dapîrên me mamosteyên esasî ne, ji ber ku gelek perspektîf û malûmatên heyî em ji wan digrin. Ji ber dayik û dapîr gelek bûyeran bi çavên xwe dîtine û jiyane, em gelek sûdên mezin ji wan digrin. Gelek tiştên cuda jî hene ku di nav de derbas bûne lê dibe ku jineolojî hin ne di nav de be ango li benda lêkolînê ne. Em kesên ku temenê wan mezin e jî li ber çavan digrin.”

 

“Jineolojî, li dijî pergala kapîtalîzmê dixwaze jiyana hevbeş ava bike”

Gulistan cudahiya perwerdeyên xwe ji yên modernîteya kapîtalîst wiha nirxand: “Wekî qadeke zanistê, rexneyên Jineolojiyê ji pergala kapîtalîst re hene. Em niha ketine sedsala 21’ê lê pergalên sermayedar gelek zirarên mezin li civakê kirine. Mirov dema li welatên Rojavayê cîhanê mêze dike, dibîne ku pergala kapîtalîst gelek malbat ji hev xistine, kesayeta mirovan ji hev xistine û mirov bûne rimotkontrol. Pergala kapîtalîst bi rûtinbûna xwe mirovan dikuje û hestan nahêle. Ruh û hevjiyan di navbera mirovan de nehiştiye. Ferdiyeta ku pergala kapîtalîst li ser mirovan ferz kiriye, hişt ku mirov jiyana takakesî bijî. Bi rengekî ku kapîtalîzmê ji civakê re xêz kiriye, wê pere û madiyat li pêş be û manewiyat jî wê bê tewisandin. Li hemberî van tiştan em weke akademiya jineolojî dixwazin rihê hevjiyanê, hest, aqilê hestiyarî li gel mirovan hîn bêtir bi pêş bixin. Jineolojî bibe egera jiyana xweş, pîvan û exlaqê ku mirovahî li ser ava bûye berdewam bibe. ”

 

“Etîk û estetîk pîvanên jiyanê ne” 

Gulîstan di berdewama gotinên xwe de mijara etîk-estetîkê wiha dinirxîne: “Etîk û estetîk jî ji bo Jineolojî mijarên sereke ne û gelek kar û xebat li ser van mijaran tên meşandin. Etîk û estetîk di nava civakê de gelek girîng in. Etîk û estetîk ew tişt e ku mirov li ser pîvanan dijî, rih û bedena mirovan e. Her wiha girêdan û berpirsyariya mirovan bi mirovan re ye. Di pergala kapîtalîzmê de etîk û estetîk bi rengekî nebaş tên nîşandan, bi taybetî di ragihandinê de roleke teşwîqê dilîzin. Etîk û estetîk li gel wan, bûye zagon ku mafê hikûmet û berjewendiyên dewletê biparêzin. Her wiha xweşikbûn û bedewbûna mirovan jî ji xwezaya xwe derxistine. Pergala kapîtalîst xwe berdaye hert tiştî ku tişta xwezayî nemaye di her mirovek de hormona nexweşiyê ava kiriye. Loma erka modernîteya demokratîk ew e ku mirovan îqna bike û teşwîqê çêbike. Loma li dijî kapîtalîzmê divê mirov di aliyê exlaqî de civaka xwe perwerde bike, ji ber ku exlaqê mirovan hebe dikarin pirsgirêkan jî çareser bikin. Lê kapîtalîzm nexweşiyên mîna çeteyên DAIŞ’ê, korona, bê xwezayî barîna baranê, agir, ava kiriye û mirovahî her roj bi mirinê re rû bi rû hiştiye. Sedema van hemûyan jî ew e ku exlaq hatiye binpêkirin. Erka Jineolojiyê ew e ku van mijaran zelal bike, lêkolîn bike, bişopîne da ku civakê îqna bike civak vegere bedewiya xwe ya xwezayî. Em encax dikarin bi vî rengî xwe ji nexweşiyên kapîtalîzmê rizgar bikin. Erka Jineolojiyê ew e ku parastina nirxên mirovan bike ku mijarên etîk û estetîk bi awayekî baş nîşanî civaka xwe bide.”

 

“Armanca Jineolojiyê, avakirina kesayetên civakî û bi tendurist e”

Gulistan guhertin û veguhertinên ku di nava civakê de çêkirine wiha anî ziman: “Em bi perwerdeyên xwe yên jineolojî guhertin û veguhertinên ber bi çav dibînin. Em guhertin û veguhertinê, dema jineolojî dibe mijarên nîqaşê bi awayekî şênber dibînin. Xort û keçên me pirsên jineolojî çi ye dipirsin, ev yek jî tê wateya ku zanista jineolojî bala her kesê dikşîne. Jineolojî ji aliyê civakê ve hatiye pejirandin, bi mijarên xwe yên hesas. Jineolojî dixwaze rastiyan bi awayekî şênber raxe ber çavan. Jineolojiyê çavên civakê vekir loma jin dikarin di mala xwe de qala mafên xwe bikin. Em hîn bêtir hewl didin bi zanista jineolojî re guhertinên erênî di nava civaka xwe de çêbikin da ku em civaka xwe ji hemû cure nexweşiyan biparêzin. Karê ku Jineolojî bi rê ve dibe hem ji bo kesayetan hem jî ji bo civakê ye. Armanca me ew e ku em kesayetên civakî û kesayetên bi tendurist ava bikin.”

 

Çavkanî : https://jinhaagency.com/ku/dosya/jineoloji-zanin-zanebun-u-zanyariya-jine-ye-5-28712

Bunları da beğenebilirsin