ŞOREŞA ANARŞÎST YA ÎSPANYAYÊ Û RÊXISTINA ‘JINÊN AZAD’

Viyan Poch

 

  1. Şoreşa Anarşîst û Şerê Navxweyî yê Îspanyayê

Rewşa Îspaniyayê yê berî Şerê Navxweyî a di sala 1860-1936an; bi giştî ev dem, dema qeyrana aborî û siyasî bû. Pergala desthilatdar gelek caran guherî: Feodalîzm, qralbûn, rejîma dîktatorî, komar hatin avakirin. Lê, rewşa karker û gelên bindest her tim wek xwe ma: birçîbûn, kedxwarî û perîşantî para gelên bindest bû. Ev rewş jî ji bo karkeran yek ji sedemên bingehîn bû ji bo têkoşîn û serhildanê .

Li Îspanyayê fikra şoreşgerî

Dema şoreşa civakî li Îspanyayê destpêkir, feraseta anarşîst di qadên  çalak û ideolojî de nêzî sedsalekê bû ku hatibû praktik kirin. Yek ji van mînakan jî ya 8 anarşîstên ku piştî serhildana karkeran ku di 1’ê Gulana 1886’an de li Şikago hatin dardakirin, an jî şoreşa anarşîst ‘Makhnovichina’ li Ukranyayê di sala 1917’an de li hemberî pergala ‘Zar’ ya heyî têkoşîn kir û gund li ser bingehên anarşîzm û xweseriyê rêxistin kir, bi nav û deng in. Bîrdoziya anarşîst ne pergaleke, berovajî xwedî ramanên bingehîn yên ji bo avakirina civakekê xweser û azad e, li hemberî hemû curên desthilatdarî û serdestiyê ye, ji bo xwe birêxistinkirina civakek cuda ji pergalên dewletên navendî ye. Li ser van bingehan, şoreşger û rêxistinên anarşîst li gorî rastiya civakên xwe birêxistin dikin û radighînin.

Ramanên şoreşgerî li Ewrûpayê ji aliyê Civîna Navnetewî ya Karkeran ve hatibûn belavkirin. Di nava salên 1868-1872’an de Civîna Navnetewî ya Yekemîn hat lidarxistin. Di vê civînê de du xetên bingehîn hebûn: Anarşizm û komunîzm. mûmesilê anarşizmê Bakunin bû û yê komunizmê jî Marx bû. Di navbera van du bîrdoziyan de gelek nîqaş hatin pêşxistin û ferq û cûdatiyên wan danîn holê. Her du bîrdoziyan jî tunekirina pergala hilberînê ya kapîtalîst armanc dikiri. Lêbelê cûdatiya bingehîn ew bû avakirina yan ne-avakirina dewletekê bû. Bi giştî, armanca Karl Marx avakirina civaka sosyalîst bû û ji bo wê, li gorî nêrîna wî, avakirina dewletek dîktator a proleter û partiya komunîst ya yekta pêwîst bû. Armanca Bakunîn jî avakirina civakek sosyalîst ya kolektivîst bû. Ji ber vê li gorî nêrîna Bakunîn hilweşandina dewletan pêwîst dikir. Pergala Bakunîn, pergala federal a azad ya koperatîfan bû û wî diyar kir ku ji bo şoreş were kirin, diviyabû dewlet ji holê bê rakirin.

Têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst

Dahûrînên Bakunîn yên li ser anarşîzmê bi taybetî li Swîsra, Îtalya, Fransa û Îspanyayê di van salan de belav bûn. Li Îspanyayê piraniya karkeran xeta Bakunîn ya anarşîst dişopand, ji ber ku piraniya wan karkeran cotkar bûn. Kapitalîzma Îndustrîal li Îspanyayê dest pê kiribû lê karkerên avahiyê kêm bûn. Jixwe karkerên cotkariyê bi giştî fêrî jiyana komînal û kolektîf bibûn û berê jî û gelek caran serî hildidan. Cotkar mînakek bûn ji bo hemû karkeran ji lewma pêwendiya di navbera karkerên bajarî (avahî) û karkerên gundî (cotkar) de pir xurt bû.

Di sala 1910’an de, li Îspanyayê rêxistina anarşîst ya CNT (‘Confederacion Nacional de Trabajadores’, Konfederasyona Netewî ya Karkeran) hat avakirin. CNT bi giştî di qada kar de xebat dikir, jixwe ji sindikayên karkeran yên anarşîst pêk dihat. Di van salan de, CNT yek ji rêxistina herî mezin ya karkeran bû û piraniya karkeran tevlî ramanên anarşîst ya kolektivîst dibûn (nêzî 2 mîlyon endamên CNT’ê hebûn). Bandora CNT‘ê pir xurt bû, bi taybetî li herêmên wekî ‘Madrid’ û ‘Katalunya’ ku navendên aboriyê yên dewleta Îspanyayê bûn, mirov ev yekahan hîn baştir didît. CNT’ê ji bo pergala ‘Komunizma Anarşîst’, xweseriya karkeran û li dijî patronan û pergala hilberînê ya kapitalizmê têkoşîn dikir. Amûrên ku ji bo têkoşînê bikar tanîn: propaganda, sabotaj û pêşxistina serhildanan bû. Wan ji tekoşîna parlamentariyê bawer nedikir, û ji ber vê yekê rêxistina CNTê di her firsendê de li dijî hilbijartinan derdiket û banga sabotajê dikir.

CNT rêxistina kadroyan bû. Çar ji van kadroyên CNTê bi nav û deng bûn: Buenaventura Durruti, Francisco Ascaso, Garcia Oliver û Federica Montseny. Di sala 1927’an de rêxistina FAI (‘Federacion Anarquista Iberica’, Federasyona Anarşîst ya Îberya) hat îlan kirin. FAI rêxistinek veşartî bû û ew bixwe milê çekdarî û bîrdozî yê CNT’ê bû. Rêbazê xwe yê tekoşînê ji ramanên şoreşgerekî anarsîşt yê bi navê ‘Errico Malatesta’ digirt. FAI di her firsendê de, li gelek gund û herêman, li dijî hêzên polîsan çalakî didan destpêkirin, serhildan birêxistin dikirin. Gelek caran serhildanên wan serkeftî bûn, ji bo demekê be jî pergala ‘Komunîzma Anarşîst’ di wan deveran de îlan dikirin. Ev serhildan jî ji aliyê dewleta Îspanyayê ve bi zilm û tûndiyê hatin çewisandin.

‘Komunîzma Anarşîst’, pergala civakî ya anarşîst bû ku ji aliye CNT-FAI ve hat pêşniyarkirin û pêşxistin. Armanca pergalê rêxistinkirina civakek azad, bê hiyerarşî û xweser bû. Bingeha pergalê hilweşandina dewlet û avakirina konfederasyona komunan bû. Di van komunên xweser de sermayeyên kapîtalîst hatin qedexe kirin û xebat ne li gorî berjewendiyên kapitalîst bû; endamên komunan li ser esasê berjewendiyên komunal dixebitîn. Hemû bîrokrasiya dewletê ji holê hat rakirin û endamên komunan xwe li gor pêdiviyên civakî  birêxistin dikirin; mînak: perwerde, tenderustî, ewlekarî û hwd. Bi taybetî vê pergalê hişt ku pergala dadê ya dewletê ji holê bê rakir. Çareserkirina pirsgirêkên komun û civakê di destên endamên wan de bû û bingehên pergala nû li ser piştevanî û piştgirîdayîna civakê bû. Li hemberî pergala navendî, pergala ‘Komunîzma Anarşîst’ di hemû herêm û komunan de meclîs û civîn dan îlankirin. Berpirsiyariya parastina komunan girêdayî endamên komînan an jî ‘Komiteyên Parastinê’ bû. Ev komîtê, komên çekdarî bûn ku ne tenê tax û komîn diparastin, gelek serhildan jî dan destpêkirin.

Dem dema şoreşê bû

Di sala 1934’an de serhildaneke pirr mezin û girîng a karkeran hat destpê kirin. Navê wê serhildanê  ́Serhildana Cotmeha 1934 ́an bû. Karker û şoreşgerên anarşîst li bajarên wek Zaragoza, Barselona û bi taybetî jî li herêma Asturîas rabûn ser piyan û pêla serhildanan dest pêkir. Li Asturîasê piranî karkerên cotkarî û komirê hebûn û li dijî kedxwarî û rewşa xwe ya xirab têkoşîn dikirin. Ev serhildan 2 hefteyan dirêj kir û ji aliyê artêşa Îspanyayê ve hate tepisandin. Encama operasyonên qirkirinê wiha bû: 13.000 kes hatin qetilkirin û 30.000 kes jî hatin girtin. Di wê demê de hikumeta Îspanyayê komarek ‘sosyalîst’ bû.

Ev encam li gorî berjewendiyên siyasî yên partiya nû ya çep ‘Frente Popular’ (Eniya Gel) hat bikaranîn. Di Sibata sala 1936’an de hilbijartina hikumetê hebû û vê partiyê da destnîşan kirin ku ger ew di hilbijartinê de serbikevin, ew ê girtiyên serhildana Cotmeha 1934 ́an berdin. Ji bo şoreş û tevgera karkeran berdana bi hezarê hevalan tişteke pirr girîng bû. Û bi vî rengî partiya  ́Frente Popular ́ di hilbijartina Sibata 1936 ́an de bi serket. Tevgera şoreşger wiha difikirî ku bi serkeftina partiyeke çep re wê şert û merc ji bo şoreşê guncav bibin. Dem dema şoreşê bû. Ji ber vê çendê jî karkeran çalakiyên xwe mezintir kirin: Dest ji kar berdan, li dijî dagirkerên axa xwe ku gav bi gav erdê wan dişelandin, derdiketin. Di heman demê de, dema partiya ‘Frente Popular’ serket, rêxistina faşîst ya ‘Falange Española’ hemlayek li dijî zêdekirina tevgera karker û şoreşgeran da destpêkirin. Têkoşîna çekdarî li kolanan, di navbera faşîst û tevgera çep de hat destpê kirin û gelek karker û şoreşger hatin qetilkirin.

Di wan salan de rola ol û dêra katolîk pir girîng bû. Bi sekna xwe didan diyar kirin ku li gel kapitalîst, faşîst û desthilatdaranin. Kevneşopiya ola katolîk li Îspanyayê her dem wisa bû. Ji bo mirovên bindest pir eşkere diyar bû ku dêra katolîk wekî rêxistineke desthilatdar û baviksalarî ye ku ji rewşa gel a perîşantiyê sûd werdigirt. Ji aliyê karker û bi taybetî jî anarşîstan gelek caran çalakiyên li dijî sembolên dêra katolîk dihatin meşandin. Bi gistî hemwelatiyên Îspanyayê ji ola katolîk bawer nedikirin û dêra katolîk di rewşa qeyrana kûr de dibhurand. Bi kurtî em dikarin bibêjin ku bandora bîrdoziya şoreşgerî her wekî anarşizm û komunîzmê pir xurt bû. Ji ber rewşa domdar ya xêzanî û kedxwariyê, tekoşîna li dijî pergala dewletê gelek bi hêz bû. Tevgera karker û şoreşger, bi taybetî tevgera anarşîst ji bo şoreşê ji her demê zêdetir amade bû . Di aliyê din de jî çete, faşîst, bûrjûwazî, netewperest û olperest, nekarîn vê rewşa heyî bipejirînin û hêdî hêdî binhega darbeya leşkerî ya fasîst hat afirandin.

Şerê Navxweyî / Şoreşa Civakî  (1936-1939)

Komek di nav artêşa Îspanyayê de, di 17 Tîrmeha sala 1936 ́an de darbeya faşîst pêk anîn. Darbe ji aliyê general  ́Francisco Franco ́ ve hatibû amade kirin. Di darbeyê de çeteyên girêdayî artêşê hatin bikaranîn û ev darbe hema bêje li her deverekê, ji Îspanyayê wêdetir belav bû. Lê, general Franco tişta ku armanc dikir bi dest nexist, ji ber ku berxwedana gelên Îspanyayê a li dijî darbeyê gelek bi hêz bû. Bi taybetî, li herêm û li bajarên ku tevgera karkeran lê mezin bû, faşîst serneketin. Ji ber vê, di roja 21 Tîrmehê de bera şer diyar bû û şerê navxweyî û şoreşa civakî dest pê kir. Navendên berxwedanê bajarên wek Madrîd û Barselona bûn. Barselona paytexta şoreşê bû.

Milên Şerê:

  • Faşîst
    1. Arteşa Generalê Franco, komên faşîst (Falange Española, JONS…).
    2. Derên Katolîk.
    3. Navnetewî: Hitler (Almanya), Musolini (Italia).
  • Hikumet Komara Îspanya
    1. Partiya Frente Popular, arteşa hikumeta Komarê.
    2. Partiya Komunîst ya Ispanyayê, PCE. Partiya Sosyalîst, PSOE.
    3. Navnetewî: Yekîtiya Soviyetan (Stalin), Tabûrê Enternasyonal (milicias).
  • Anarşîst û Komunîstên şoresger:
    1. CNT-FAI (Anarşîst).
    2. POUM (Partiya Marksîst).
    3. UGT (Sindikatê sosyalîst).
    4. Navnetewî: Tabûrê Enternasyonal (milicias).

 

Di 18 Tîrmeha 1936’an de rêxistina anarşîst ya CNT-FAI kontrola bajarê Barselona girt dest xwe. Li Barselonayê di 19’ê Tîrmehê de Şoreşa Civakî hat ragihandin û bajar li gorî pergala  ́Komunîzma Anarşîst ́ xwe birêxistin kir. Baregehên artêşa Îspanyayê ji dest wan hat girtin, çekên heyî hatin îmze kirin û li ser gel hat belav kirin. Ev baregehên artêşê û ofîsên hikûmetê wekî baregehên şoreşê hatin bikaranîn. Taxên bajêr li gor jiyana komunal hatin birêxistin kirin, hemû qadên civakî yên wek qada aborî, pergala trên û otobusan, çandinî, pergala telefon, ragihandin û hwd. hatin kolektîf kirin. Dêrên katolîk dixistin bin xizmeta gel an jî bi temamî  dişewitandin. Ji ber ku dema darbe destpê dike, dêra katolîk yek ser li şûna cem gel ref girê bide, li gel faşîstan disekine û olperestan ji dêran êrîş dibirin ser gel, li hemberî gel çek bikartanîn. Jiyan di komunan de pirr baş hatibû birêxistin kirin. Av û kehrebe ji bo hemû mirovan bê pere bû. Di navbera 2 mehan de hat dîtin ku pergala komunal bi her awayî ji pergala heyî a kapîtalîst baştir e. Ev rêbaz û pergala  ́Komunîzma Anarşîst ́ ji aliyê CNT-FAI ve li herêmên wek  ́Aragon ́,  ́Catalunya ́,  ́Castilla ́ û  ́Valencia ́ hat pêşde birin.

Dengê şoreşa mezin

Ji bajarên anarşîst yên wek  ́Barcelona ́ û  ́Valencia ́ tabûrên çekdarî (milicias) yên ji bo parastina şoreşê ku bikaribin li dijî faşîzmê têbikoşin, hatin avakirin. Di 21 Tîrmeha sala 1936 ́an de Tabura  ́Columna Durruti ́ derbazî bera şer a Aragon bû daku bikaribe bajarê Zaragoza rizgar bike. Ji Valensîa yê Tabûra Hesinî (Columna de Hierro) jî çû qada şer. Ev tabûr pir balkêş bû, balkêş bûna vê tabûrê jî ew bû ku yên tê de cih digirtin berê hemû girtî bûn. Di dema şoreşê de komên anarşîst çûn girtigehan û girtî berdan. Pişt re gelek ji wan girtiyan tevlî bîrdoziya anarşîst û têkoşîna çekdarî bûn.

Cepheya Aragon, cepheya herî girîng ya şer bû. Li wir tabûrên anarşîst yên CNT-FAI û tabûrên UGT û POUM ́ê li dijî komên faşîst şer dikirin. Serokê CNT ́ê,  ́Buenaventura Durruti ́, tabûra şer de cih digirt, di vê derê de şer dikir. Ew agahî digirin ku pêwîstiya bajarê Madrîdê bi alikariyê heye. Durruti serkeftina bajarê Madrîdê pir girîng dibîne û biryar dide tabûra xwe bibe Madrîd ê. Li wir di roja 20 Mijdara sala 1936 ́an de şehîd dikeve. Di Îlona sala 1936 ́an de partiya komarê,  ́Frente Popular ́ li gel partiya komunîst ya Îspanya yê (PCE) biryara sînordar kirina xebatên li ser şoreşa civakî dide. Çima? Ji ber ku tevgera şoreşgerî dît ku di nav şert û mercên şer de jî pêdivî bi pêşxistina xebatên şoreşê heye û hewceye pergala komunal bê îlan kirin. Armanca partiyên komarê û PCE ́ê parastina dewleta bûrjûva a komarê bû.

Di destpêka şoreşê de gelek tabûrên xweser ji aliyê rêxistinên şoreşgerî ve hatin damezirandin. Hêz di destê gel de bû. Di van tabûran de hiyerarşî nînbû û sedema serkeftina cîhaneke azad bingehê vîna her yek ji endamên vê tabûrê bû. Dema di Îlona 1936 ́an de ji aliyê hikûmet û partiya PCE ́ê  ́Komîteya Navendî ya Tabûran ́ hat damezirandin, ev xweserî jî ji holê hat rakirin û hêz ji destê gel hat girtin. Rêveberên rêxistina CNT ́ê  ́Garcia Oliver ́ û  ́Federica Montseny ́ tevlî vê komîteyê bûn û dûvre li ser beştarbûna CNT ́ê a di nav hikûmetê de li hev kirin. Li gor CNT ́ê sedema vê yekê binketina faşîzm û berfireh kirina rêxistina wan bû. Lê, li gor şoreşgeran ev ne sedemeke di cih de bû. Rêveberiya CNT’ê îxanet li şoreşê kir, wan şoreş firot. Piştre di meha Kanûna 1936’an de, hikûmeta komarê li gel PCE û CNT’ê xwe paşde kişan û hiştin ku tabûrên xweser di nav artêşa fermî de bên helandin. Ev yek jî bû destpêka bidawî hatina şoreş ê.

Destwerdana hêzên navnetewî

Hêzên navnetewî dizanîn ku encama şerê li Îspanyayê wê bandorê li ser rewşa giştî ya Ewrûpayê bike. Lewma wan şerê li Îspanyayê li gorî berjewendiyên xwe bikaranîn. Tenê şeş roj piştî darbeya General Franco, faşîstên Hîtler (Elmanya) û Musolinî piştgiriya xwe a ji bo Franco ragihandin. Di 26 ́ê Tîrmeha 1936 ́an de balafirên şer ji bo cara ewil ji Îtalya û Elmanyayê şandin Îspanyayê û gelek alavên leşkerî dan faşîstên Franco. Hîtler û Musolinî di şer de heta dawiyê alikarî dan Franco. Bi taybetî rejîma Hîtler gelek alavên nû yên wekî çek û bombe li gundên Îspanyayê dan ceribandin. Hemû hikûmetên din yên Ewrûpayê di mijara mudaxeleya heyî ne pêwîste de, hem fikir bûn. Tenê hikûmeta Mexico (ew jî pir kêm) û Yekîtiya Sovyetê piştgiriya çekdarî dan komar ê. Ev mudaxeleya ku ji aliyê Yekîtiya Sovyetê hat, yek ji sedema binketina şoreşa civakî bû.

Armanca Stalîn tenê ewlekariya Yekîtiya Soviyetan û tunekirina dijminên xwe bû. Ji ber vê yekê, wî ne tenê çek dan arteşê, di heman demê de hikumetê jî general û ajanên Soviyetê (NKWD) şandin Îspanya yê. Yekîtiya Sovyetê ji bo bidest xistina armanca xwe alîkariyek mezin da partiya PCE ́ê. Berê ev partî ne xwedî hêz bû, lê pişt re hêza hikûmetê di dest wan de bû, ji ber ku hemû tiştên Stalîn tanî ziman, PCE ́ê pêk tanî. PCE lîstoka di dest Stalîn de bû. PCE ́ê li hikûmeta komarê dayîna çekên Sovyetê da erê kirin. Ev dayîn bi pere bû û piştî deh rojan piraniya pereyê Îspanyayê çû Rûsya yê. Lê, çawa çêbû ku Yekîtiya Sovyetê û PCE ́ê tevgera şoreşger wêran kir? Partiya PCE ́ê hêza xwe pir mezin kir; ji ber ku wan di her firsendê de hikûmeta komarê bi sekinandina dayîna çekan tehdît dikir. Bi alîkariya PCE ́ê ajanên Sovyetê hemleya teror û bindestiyê li ser tevgera şoreşger dan destpê kirin. Armanca wan ew bû ku her du rêxistinên CNT-FAI û FOUM ́ê tune bikin. Di hefteyekê de wan li bajarê Barcelona endam û tevgera anarşîst û şoreşger têk birin, qetil kirin. Ev hefte di dîroka gelê Îspanyayê de bi nav û deng e:  ́Semana Tragica ́, Hefteya Trajîk. Di nava 2-7 ́ê Gulana 1937 ́an de ev yekahan hat meşandin. Pevçûn dest pê kir, dema ku polîsên komunîst yên PCE ́ê xwestin  ́Koma Telefonê ́ dagir bikin. Ji xwe ev kom ji roja 30 Tîrmeha 1936 ́an de di bin kontrola CNT-FAI û UGT ́ê de bû, semboleke şoreşê bû.

Armanc tunekirina şoreşê bû

Piraniya gel û karkerên bajarê Barcelona yê alîgirê CNT-FAI, UGT, POUM ́ê bûn û bi çalakiyên ku li dar dixistin, bersiv didan rewşa heyî. Pevçûna di navbera polîs û tevgera şoreşger de, di nav kolanan de hat destpê kirin. Ji bo .ewisandin û lewazkirina berxwedana gel an, hikûmet û PCE ́ê artêşa xwe ji bera şer şandin Barcelona yê. Lê, CNT berovajî vê yekê tevgeriyan û wezîrên CNT ́ê, ‘Garcia Oliver’ û ‘Federica Montseny’, dixwestin bi hikûmetê û PCE ́ê re peymana li hev kirinê çêbikin. Piraniya anarşîst û gelê Barcelona yê ev biryar nepejirandin, sedema vê yekê jî ew bû ku li dijî dagirkeriya polîsên komunîst ku dixwestin şoreşê tune bikin, pêdivî bi têkoşîn û şer didîtin. Gelê Barcelona yê dest ji berxwedanê bernedan û artêşê jî bi hemû hêza xwe êrîş bir ser bajarê Barcelona yê, armanca wan ji vê yekê jî  şikandina berxwedanê bû.

Piştî hefteyekê şûnde rêxistina CNT ́ê hêza xwe winda kir. Rêxistinên FAI û POUM jî ji aliyê hikûmetê ve hatin qedexe kirin, rêveber û mîlîtanên wan hatin girtin û qetilkirin. Generalê artêşa Sovyetê,  ́General Lister ́ kontrola bajarê Barcelona yê girt dest xwe û meclîsên gel hatin tune kirin. Bi vî rengî hemû hêvî yên li ser bingehê pergalek sosyalîst a derveyê sosyalîzma reel hatin rûxandin.

Bi alîkariya dewletên din yên Ewrûpayê, gund bi gund, bajar bi bajar, her qadek berxwedanê ket bin destê faşîstan. Di 22 Çileya sala 1939 ́an de bajarê Barcelona ket û dûvre di 20 Adarê de jî Madrid ket. Di wê demê de ji 25% ê Îspanyayê ji aliyê hêzên faşîst ve nehat dagirkirin û berxwedana gelan ber- dewam dikir. Lê, a rast wek hejmar kêm bûn û hêza wan têra têk birina faşîstan nedikir. Di 1 ́ê Nîsana 1939 ́an de faşîstan serkeftina xwe ragihandin û di 20 Gulan ́ê de meşa serkeftina artêşê hat lidarxistin. Rejîma faşîst ya Franco ji wê rojê heya 20 Mijdara 1975 ́an berdewam kir.

Piştî şer hemû kesên dijberê siyaseta rejîma faşîst hatin girtin, şandin wargehan, yan jî hatin qetil kirin. Li gor agahiyên fermî yên dewletê 2 mîlyon insan tên girtin û 80.000 kes jî tên dardakirin. Piştî têk çûna rejîma dîktator, rêxistina CNT û FAI ji nû de hatin damezirandin. A rast ne ew, ne jî tevgerên din yên anarşîst ji wê demê şûnde nekarîn dîsa tevgerê bi hêz bikin.

 

2 – ‘Mujeres Libres’ (Jinên Azad)

‘Mujeres Libres’, Jinên Azad, rêxistina anarşîst ya jinên Îspanyayê bû. Rêxistina Jinên Azad di navbera salên 1936-1939 ́an de çalak bû. Berê damezirandina rêxistina Jinên Azad, gelek însiyatîf û jinên birêxistinkirî hebûn: Di sala 1872 ́an de li Îspanyayê  ́Kongreya Jinên Karker ́ hat damezirandin. Jinan pir baş dît ku azadiya jin û wekheviya zayendî pêwîst dike, ji bo wê jî têdikoşiyan. Yek ji wan jinên ku di dawiya sadsala 19 ́an de pir çalak bû û fikra azadiya jinê pêşxist jî Teresa Claramunt bû. Teresa karker bû û di sala 1884 ́an de li  ́Sabadell ́, di damezirandina  ́Yekemîn Sendîkaya Xweser a Jinên Anarşîst ́ de cih girt. Teresa Claramunt yekemîn jina anarşist a Îspanyayê bû ku pirsgirêka zayendperestiyê di nava tevgera anarşîst û şoreşger de tanî ziman, li dij derdiket û têkoşîn dikir. Teresa li gel hin jinan, di sala 1902 ́an de yekemîn kovara li ser femînîzma anarşîst derxist. ‘La Humanidad Libre’, Mirovatiya Azad.

Analîzên Teresa Claramunt, ji bo ku 30 sal şûnde rêxistinek şoreşgerî ya jinan bê îlan kirin, bûye bingehek bi hêz. Rêxistina Jinên Azad, bi înîsiyatîfa du jinên anarşîst destpê dike: ‘Lucia Sanchez Saornil’ û ‘Mercedes Comaposada Guillen.’ Her du jî karker in û bi hev re, li bajarê Madrîd ê, di nav tevgera karkeran de çalakiyan lidardixînin. Luciadi heman demê de hunermend û helbestvan e, jiyana wê di her alî de mînake ji bo têkoşîna dîrokî a jinan. Dûvre wan jinan bi navê Amparo Poch nas kir. Wê li zanîngehê beşa bijîşkî dixwend û semînerên pir girîng li ser tenduristiya jinan dida. Van jinan kovara  ́Mujeres Libres ́ a Jinên Azad di sala 1935 ́an de damezirand. Bi giştî kovar li ser çand û pirsgirêkên civakî disekinî. Armanca wan ew bû ku jin bikaribin dîroka xwe nas bikin, ji rewşa nezaniyê derkevin û ji aliyê din de jî bandorê tevgera anarşîst bikin. Di heman demê de, li bajarê Barcelona yê di sala 1934 ́an de, ji aliyê CNT ́ê, Koma Çandî ya Jinan (Grupo Cultural Femenino) hat damezirandin. Vê komê û jinên kovara Jinên Azad bi hev re rêxistina  ́Yekîtiya Jinên Azad ́ îlan kir. Piştre hemû komên ku li herêmên cûda hatibûn damezirandin tevlî vê yekîtiyê bûn. Di Îlona 1937 ́an de  ́Yekemîn Kongreya Netewî ya Jinên Azad ́ hat lidarxistin.

Rola jin û rêxistina jinên anarşîst

Rêxistina Jinên Azad, rêxistinek ne navendî û federalîst bû. Rêxistin li dijî hiyerarşiya ji jor a ber bi jêr bû. Hemû endamên rêxistinê xweser tevdigerîn, lêbelê diviya bû li hemberî biryarên kongreyan jî rêz hatiba raber kirin. Rêxistina Jinên Azad, fikra “şoreşek di nav şoreşekê de” îspat kirin. Ew li dijî zîhniyeta baviksalarî a di nav tevgera anarşîst û civakê de têdikoşiyan. Jinên Azad gelek kovar, pirtûk û nivîs nivîsandin û weşandin. Wan hemle û çalakî lidardixistin, di nav sazî û dezgehên CNT ́ê de semîner û ders li ser zanist, civak û teknîkê didan. Armanca wan alikarî dana jinên ku perwerde nedîtine û afirandina derfetên nû ji bo wan bû. Helbet ji wan perwerdeyan encamên baş dihat girtin, lêbelê rewşa bajaran ji ya gundan cihê bû. Jinên ku li gundan jiyan dikirin tenê di teoriyê de wekhev bûn, ji ber ku di pratîk û beştarbûnê de ev yekahan pir kêm pêk dihat. Sedema vê yekê jî rewşa karê çandinî û di nav malbatê de bû. Dema wan a ji bo siyasetê tune bû û nekarîn zîhniyeta zilam biguherînin.

Yek ji tişta din ku ji bo rêxistina Jinên Azad pir girîng bû, rewşa jinên malên giştî (fuhûş) bû. Ji ber rewşa xirab ya aboriyê gelek jin li hemberî bîrçîbûna malbatê diçûn malên giştî û neçarê fuhûşê dihatin kirin. Hikûmeta Îspanyayê di sala 1931 ́an de malên giştî û fuhûş qedexe kir. Bê guman rêxistina Jinên Azad di zanebûna vê yekê debû ku encama van pirsgirêkên jinan û xizaniyê polîtîkayên dewletê ne, yek ji sedema bingehîn jî çavkaniya xwe pergala kapîtalîst û zîhniyeta baviksalarî ye. Rêxistina Jinên Azad hin mal avakirin. Navê van malan, Malên Rizgariya ji Fuhûşê (Liberatorios de prostitucion) bû. Jinên ku bê cih û war bûn, ji bo xew û pêdiviya xwarinê diçûn wê derê. Di wan malan de bijîşk jî hebûn, rêxistinê alikariya aborî jî dida wan jinan daku neçin malê giştî û neçarê fuhûşê neyên kirin. Perwerde û semîner ji bo wan jinan dihat dayîn, mijarên herê girîng yê perwerdeyê jî bilind kirina asta moralê bû. Ji ber ku ew jin bi zorê rastî destdirêjiyê hatibûn, hatibûn biçûk xistin, nasname û rûmeta wan ji dest wan hatibû girtin. Ji bo vê, pêwîstî bi carekedin rast xwe nasîn û bi xwe bawer kirina wan hebû. Encax jinên xwe nas dikin, di ferqa hêza xwe dene dikarin li hemberî rewşa xwe a nebaş ya koletiyê têkoşîn bikin.

Jin di her qadê de aktîf bûn

Têkiliya Jinên Azad a bi tevgera anarşîst re zehmet bû. Rêxistina Jinên Azad hat damezirandin, ji ber wan didît ku piraniya jinên ciwan yên anarşîst ji ber zîhniyeta baviksalarî ya rêhevalên xort nedikarîn tevlî tevgera anarşîst bibin. Ji destpêka damezirandina rêxistinê de, xortên anarşîst rêxistina Jinên Azad wek rêxistinek cûdaxwaz girtin dest û hebûna wan nedipejirandin. Hin jinên anarşîst jî wisa difikirîn. Mînak, kadroya CNT ́ê ya anarşîst  ́Federica Montseny ́ ne tenê rêxistina Jinên Azad nedipejirand, hebûna rê- xistinê jî înkar dikir. Di nav kadroyên CNT’ê de tenê yek jin hebû û ew jî  ́Federica Montseny ́ bû. Çima? Ji ber ku dibe ew jin be, lê feraseta wê her wekî zilaman bû, vê yekê jî dihişt bê qebûl kirin. Di kongreya CNT ́ê a Cotmeha 1939 ́an de, rêxistina Jinên Azad bernameya xwe destnîşan kir û ev yek jî bersivek baş bû li hemberî CNT ́ê ku digot, “ew ciwanin û di derbarê siyasetê de tiştekî nizanin.” Di wê demê de, rêxistina Jinên Azad du salan di nav şoreşa civakî de bi awayek aktîf beştar bû, 149 kom û 20.000 endamên xwe hebûn. Herçend pirsgirêkên wan bi zilamên di nav tevgerê de hebû jî lê, wan di mijara beştarbûna di nav dezgehên CNT ́ê de israr dikirin. Di bingeh de rola Jinên Azad ne li paş armancên CNT ́ê bû, ew xweser bûn. Bi vî awayî wan karî di heman demê de ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikirin, di mijara taktîk û nêzikatiyên wan yên baviksalarî de jî rexne li wan bigirin.

Di sala 1936 ́an de darbeya faşîst pêk hat û şoreşa civakî dest pê kir. Bi hezaran jin tevlî çalakî û şoreşê bûn. Jinên Azad bi israr dan diyar kirin ku divê jin ne tene ji bo azadiya xwe di heman demê de ji bo azadiya hemû civakê tekoşîn bikin. Rêxistina Jinên Azad piştgirî dida têkoşîna çekdarî; gelek jinan çek hilgirtin û çûn çeperê pêş. Helbet ji bo wan şoreşa civakî ne tenê şer bû, ji ber wê jî wan çalakî û perwerdeya xwe jî bê navber didomandin. Bê guman ji bo zilaman beştarbûna jinan a qada şer ne tiştek baş bû, ji ber ku ew ji jidestdayîna hegemonyaya xwe ditirsiyan. Ji ber vê çendê jî nedixwestin ku jin li çeperê pêş yê şer de cih bigire.

Kom û tabûrên xweser                                      

Dema şoreş dest pê kir, partiya PCE ́ê (Partiya Komunîst a Îspanya) koma jinên komunîst jî hat damezirandin. Navê wan, Jinên Antîfaşîst (Mujeres Antifascistas) bû. Çalakiyên wan her tim li pişt armancên bingehîn yê partiya PCE ́ê bû. Ew armanc jî tenê ji bo serkeftina Komara Îspanyayê ya burjuwazî bû û jin ji bo wê wek amûrekê hatin bikaranîn. Piştî ku şoreş ji aliyê hikûmet û partiya PCE’ê ve hat navendî kirin, hemû rêxistin û tabûrên ku ne fermî bûn hatin tunekirin, komên wek Jinên Antifaşîst jî dan diyar kirin ku di vê jin ji bera şer bê kêşandin û dest bi karê xwe yê rastî bikin. Bi vî rengî, di pêşxistina şoreşê de hêdî hêdî jin li paş hatin girtin û di karên talî de hatin bi cih kirin. Pir kêm jinan dikarî beştarî nav şerê çekdarî bibe. Di sala 1937 ́an de, partiyên di qada şer de, kom û tabûrên xweser tune kirin û tenê artêşa hikûmetê hat pejirandin, jin di nav vê artêşê de jî nehatin qebûl kirin.

Bi serkeftina hezên faşîst û îlankirina rejîma faşîst a Franco hemû rêxistinên li dijî rejimê hatin qedexekirin, endamên wan an koçî Emerîka û Ewrûpayê hatin kirin an jî hatin girtin û qetil kirin. Gelek endamên rêxistina Jinên Azad çûn welatên wek Fransa daku di nav karê rêxistin kirina jinan de cih bigirin, lêbelê piştî destpê kirina şerê cîhanê yê duyemîn û dagirkeriya Hîtler, ew dîsan neçar man vegerin Îspanya yê û jiyanek veşartî bidomînin. Dema di sala 1975 ́an de dawî li rejîma Franco hat, gelek însiyatîfên cûda ji bo ji nû de avakirina rêxistinên anarşîst û rêxistina Jinên Azad hebûn, lê mixabin heya roj îro hewldanên wan negihişt astekê ku bikaribin dîsan civakê birêxistin bikin. Bê guman gelek komên jinan ji tevahiya cihanê, bi taybetî bîrbira anarşîst Emma Goldman, piştgiriya xwe a ji bo Jinên Azad dan raber kirin.

 

Teresa Claramunt, 1862-1931

 

 

Lucía Sánchez Saornil 1895-1970

 

 Mercedes Comaposada 1901-1994

 

Amparo Poch y Gascón 1902-1968

 

Lucia Sanchez Saornil (çep) bi Emma Goldman (ortê) re li Îspanya li sala 1938

 

Kongreya Federasyona ‘Mujeres Libres’

 

Minakek ji kovara ‘Mujeres Libres’ bi nivîsekê li ser ‘Malên Rizgariya ji Fuhuşê

 

Propaganda anarşîst ji bo tevlîbûna di nava refên çekdarî de li sala 1936

 

Jinên anarşîst ên CNT-FAI li Barcelona li sala 1936ê destpêka şoreşa civakî

 

Endamên jin û xort ên CNT ên taburên çekdarî, sala 1936an di destpêka şoreşê de

Bunları da beğenebilirsin