Heide Göttner-Abendroth ‘Die Tanzende Göttin’ ‘Xwedewenda Ku Dans Dike’
Heide Göttner Abendroth lêkolîna xwe li ser estetîk û hunera matrîarkal bi mîtolojiya yunan re ango mîtolojiya ‘ MUSE‘ re digire dest.
Di tirkî de ji muse re ‘perîyên îlhamê‘, bi kurdî ferîşte jî tê gotin. Mijara lêkolîn ango fikir ewe ku jinê dema matrîarkal de huner û estetîka ku dabû avakirin bi ketina xwe ango pêşketina baviksalarî re şêwaza jiyanê, çand, estetîk giştî wenda kiriye.
Di vir de ew perî yên îlhamê ku jê re muse tê gotin di esasê xwe de xwedewendin ku ji ber wenda kirina pergala jiyana xwe tune nebûne lê veguhertin di wan de çêbûye. Lê di nava gel de wek perî xwe berdewam kiriye. Di eslê xwe de ew 9 perî meclîsa xwedewenda ye ku erkên xwe yên civakî pêk tînin in. Li gor guherina demsalan, ji bo berdewamiya civakê dans/festîvalên heyvê tên kirin. Ji ber remza jin heyv e. Taqwîma heyvê de 13 meh hene, her mehek 28 roj in. Dîsa saleke taqwîma heyvê ji 13 mehan pêk tê. Her demsalek 3 meh in. Rewşa jin ya menstrual û zarok anîna jin ya 9 mehan gelekî xwe bi heyvê re bihev digire. Pîrozdîtina hejmara 12 û 13 jî ji vê hesab kirinê tê.
Dîsa cîhan weke 3 qat tê dîtin. Yekemîn ezman e ku weke mekanê stêrên xwedayî û herema ronahî ye. Li vir xwedewenda ronî, ciwan, atmosferê dijî. Weke astral jî keça nêçîr dike dide nîşandan. Qada duyem/navîn ya erd û deryayê ye ku tê de mirov jiyan dikin. Li vê derê xwedewenda jin bi hêza xwe ya erotîk ax û av, heywan û mirovan berhemdar dike û bi vî awahî jiyanê didomîne. Qada sêyem ya binerd an jî binav e ku hêza raz (sir) ya mirin û jinûve zayînê di xwe de dihewîne. Di bin erdê de xwedewenda pîr, xwedewenda mirinê wek pîrejinekê dijî. Ew xwedayê sirûştî yê cîhana binerdî ya bêdawî û veguherîna bêdawî ye, ku hemû jîyana li ser kûrahiyê tune dike û di heman demê de dihêle ku ew ji kûrahiyê derkeve.(r74)
Lê çanda baviksalarî ku xwestiye vê çandê tune bike hêza xwe têrê nekiriye, ji ber bi henek û tinazên xwe ciddiyeta vê çandê xwastiye bixîne. Jin wek pîrebok an jî efsûna tarî dide meşandin propaganda kiriye. Ji ber ku jiyan li gor pergala jinê hatiye hunandin. Ji bo çanda baviksalarî bikare pergala xwe bicih bike, pêwist dikir ku pergala jin belav bibe bawerî pê neyê kirin û piçûk were dîtin. Ji ber wê bi qasî karibe berhemên jin veguhertiye û kiriye ya xwe. Yên nekariye jî weke xerab, pêwiste neyê qebul kirin û kirêt daye nîşandan. Piştî ku asta jin û jiyana wê bê wate dibe wan(rahîbên baviksalar) xwedewendên ku serbixwe û azad jiyan dihunandin kirine bin xizmeta xweda Apollon. Ev di mîtolojiya yunanan de dûr û dirêj tê hunanadin. Di mijara hunerde Apolon, Hermes, Pan heta Athena tekiliyên wan bi hunerê re girêdan çêdibe. Di vir de muse ango perî jî dikevin bin xizmeta Apollon. Wî jî li gor xwe şikil daye erkên wan periyan. Xwedayê Apollon perestina(kult) matrîarkal fetih dike. ”Ev tê vê wateyê ku pratîka civakî ya (koplex) tevlihev a ku dansa heyvê îfadeya wê bû û navenda efsûnî ya wê ji nişka ve hate hilweşandin. Dabeşkirina rolan êdî aboriya baviksalarî ya dewleteke feodal a dagirker ku şûna theakratie matrîarkal girtibû nîşan dide.
Tevna hest(hîs) ya ji siyaseta civakî, psîkolojî, zanistî û estetîkê, ku festîvalên dansê bi xwe bûn, di nava xwe de belav bû. Li şûna yekitiya ekstatîk(jê xweşhatin) bûne qadên takekesî yên encamen fermî jê tên derxistin. Ji wê demê û pê de, huner wekî xuyangek xweşik, xemilandî tê dîtin.‘(rupel62). Platon heta Arîsto jî bi berhem û fikrên qalib çanda matrîarkal piçûk û dervayî aqil didin nîşandan.
Di roja me de jî ango piştî huner ji çanda dayîkê qut dibe ji jiyanê û pêşxistina jiyanê qut dibe, dibe amûreke şexsan ku xwe esas digire. Huner tê kirîn û firotin. Bi taybet dikeve bin serweriya zilam ku jin weke her qadeke jiyanê yên dîtir de êdî nikarin xwe bîne ziman. Bes jinên ku pîvanê zilam qebûl dikin an jî li gor zilam xwe ava dikin dikarin bikevin cemmata zilaman.
Di vê derê de pêwiste ev paşde xistina çand û estetîka jin baş were zelal kirin. Heide Göttner- Abendroth çanda, huner û estetîka ku derdora jinê avadibe wusa pênase dike. ‘Jin zanist û huner ji hev qut nake. Girêdana jinê bi heyvê re, pênase kirina jinê ya xweza û demsalan re, dîsa roj û şev dema wekhev dirêj dibe û hwd çandekê ava dike. Pîroz kirina wan rojan, dans, stran, şano, helbest û beşên hunerê giştî di wan pîrozbahiyan de ji bo xwedewend tên kirin. Armanc ewe ku xwedewend kêfxweş be û kêfxweşî li ser rûyê erdê serwer be.‘
Dîsa tezên ku Heîde Göttner-Abendroth dadimezirîne hene.
1.Huner weke çîrok ango xeyalî nîne. Di çanda dayîk de huner weke sêhr e. Bi wê sêhrê (magie) hewil dide xwezayê de guhertinan çêbike. Bi hunera xwe hewil didin sêhr çêbike. Weke bi dansên heyvê dixwazin guhertina demsalan çêbe. Anjî bi dansên baranê hewildidin baran were barandin. Zanabûna dayîkê li ser astronomî, xweza û guhertina demsalan heye. Bêguman kengê dansa baranê were kirin an jî şevûroj wekhev dibe dihat zanîn, li gor wan deman(lêkolînan) pratîka dansê tê meşandin. Hemû tevger ji bo civakê ye.
2.Hunera matriarchal xwedan çarçoveyek sabit, ji berê diyarkirî ye: avahiya mîtolojiya matrîarkal e. Ev avahî(struktur) gerdûnî ye, ji ber ku mînaka bingehîn a hemû mîtolojiyên konkrêt û hemû olên paşerojê yên ku ji wan pêşdikevin e. (ol-perestin-rêbaza jiyanê =girêdayî hev e)
3-Hunera matrîarkal ne text e, ew di çêkirina berhemên hunerî de bi dawî nabe, lê ew pêvajoyek e, ku di rêûresmên dansê de, ku hemû kes tê de beşdar in, pêkhatina avahiyekî diyarkirî ye.
4-Hunera matrîarkal bikaranîna hemû jêhatîbûna kesên têde hewce dike ango her kes tevlêbûna xwe çêdike. ji ber ku di navbera nivîskar û wergir de veqetîn tune ye.
- 5. Hunera matrîarkal bi faktorên nivîskar-nivîs-karger-wergir re di modela ragihandinê(dayîn-standin) ya berfireh de cih nagire; ji ber ku êdî rola bazirgan û navbeynkaran nemaye. Hunera matrîarkal wekî pêvajoyek di navbera hemû kesên tê de ne ji derve nayê rexnekirin û şîrovekirin, ne jî dikare wekî eşyayek li sûka hunerê were firotin û piştre wekî eşyayên tozbar were arşîvkirin û li muzexaneya dîroka hunerê were danîn.
6. Hunera matrîarkal ji hev veqetandina celebên hunerî nizane ji ber ku karaktera wê de cudakarî tune ye. Festîvala dansê ya rêûresmê muzîk, stran, helbest, tevger, xemilandî, wêne, komedî, trajedî ye, hemû bi hev re, ku her tişt ji bo bangawazîkirin û pesnê xwedawendê xizmetê dike. hunera matriarkal sînora huner û pratîkê radike. Bi pratîka resmî û hunerên pratîk, bi guhertina civakê re têkel dibe. Berdewamiya jiyanê wek çerxa ji nû ve zayînê prensîba herî bilind e û ne şer û mirina lehengî ji bo îdealên razber e. Hesta civakbûnê, dayiktiyê û hezkirina xwişk û bira rêgezên bingehîn ên civakê ne û ne desthilatdariya baviksalarî, serdestiya malbatê, egoîzma keseki an jî komekî.
8. Guhertinên civakî yên ku hunera matrîarkal pêk tîne, dabeşkirina pîvana estetîk ji holê radike. Di civakên baviksalarî de, pîvana estetîk 1)di nav hunereke elîtîst û bi bandora xwe ser civakê de heye û 2)hunereke gelêrî, berfireh, ku ji aliyê civakî ve tê paşguhkirin û gettoîzekirin heye.
9. Hunera matrîarkal ne huner e. Ji ber ku huner tam ji aliyê xeyalî ve hatiye pênasekirin, prensîba xeyalperestiyê şerta herî bilind a her teoriya hunera baviksalarî (estetîkê) ye. Huner wekî têgeh û bireser(nesne) ji parçebûna pîvana estetîkê vir ve heye. Ji ber vê yekê huner her dem hunera çêkirî an jî ji xwezaya xwe derxistî ye.(denaturiert)Hunera matrîarkal enerjî, jiyan e, hêza ajoker a estetîzekirina civakê ye. Ji ber ku navenda vê pratîkê ye, tu carî ji pratîka civakî ya kompleks weke hunereke veqetandî nayê cudakirin.Ew şêwazek jiyanê ye ku di nav xwe de di aramiyê de ye, ji ber entegrasyona ne bi zorê ye, li gorî rêgezên pirrengî û temamker dîtina ferd û civakê ye. Ji ber ku ew ne tiştekî bêhempa ye. Dixwaze parçebûna pîvana estetîkê ji holê rake û bi vê yekê tevahiya civakê estetîze bike. Estetîk kirina civakê bi hunereke wiha tê wateya afirandina hevjiyana civakî ya watedar. Ji vê perspektîfê, huner êdî ne teknîkek taybetî ye, ne jî jêhatîbûnek taybetî ye. Lê şiyana gerdûnî ya afirandina jiyanek hêjayî jiyanê, hem di kesayetî û hem jî di warê civakî de.(r 88)
Di pirtûka xwe de Heide göttner Abendroth guhertin û veguhertina estetîk, huner û jiyan bi vî awahî pênase dike. Bêguman behsa şêwaza fikirandina dayîkê dike. Dibêje ku jin bi sembolan difikire. Ji ber wê jî rêbaza huner û estetîka jiyanê jî li gor vê ye. Sêhr bi pîskolojî(derûnî) digire dest ku îro di destê desthilatan de ango mêr li gor berjewendî tê bikaranîn. Lê jin dema sêhr pêş dixe, vê weke rastiyek derûnnasiya civakî (pîskososyal) digire dest. Mînak yek nexweş be; wê însanê di nava civakê de, bi alîkariya xwedewend û dermanên xwezayî hem moral dide, hem jî nexweşî zu derbaz dibe. Lê di roja me de sêhr dibe pîskolojî û dibe amûre manîpule kirinê.(rupel69)
Magî an jî sêhr di serdema baviksalar de weke karê cajûyan ango jinên sêhr dikin xerab tê nîşandan. Ji bo civak hebûna xwe aştiyane bidomîne pratîkên sembolîk tên şixulandin. Ne tenê hiş(ruh), hest û şiyana tevgerê, hawirdora xwezayî jî tê de heye. Ji aliyê din ve, pratîkên sembolîk ên nûjen, tenê ji armancên pir sînordar re xizmet dikin, mirovan wekî amûrek analîz dikin û tenê bi qismî xîtabî wan dikin. Ev yek bi taybetî dema ku armanc nezelal in, dema ku psîkolojî di xizmeta wekheviya civakî de an ji bazirganiyê an şer de ye. Etîka li pişt wê berevajî etîka efsûnî ye, ku dixwest ferd an civakê bi (kombunasyon) hevgirtinek ahengdar a hemî şiyanan/jêhatîbûnan sax bike. (rupel70)
Bandora (kult)perestin û mîtolojiya dayîkê li ser dewrana(epoch) baviksalarî hê jî heye. Bi hilweşîna forma civakî ya matrîarkal re, civaka matrîarkal, ji holê ranebûn, lê di dîroka hezaran salan de wekî kult(îbadet,perestin) yên eşkere an veşartî an jî wekî wêne û ramanên ku ji hêla olên baviksalarî ve hatine pejirandin jiyana xwe domandiye. Paşê di folklor, mîhrîcanên gelêrî, çîrok, efsane û heta di helbestên bilind de, bi durketina ji esl û koka xwe ve weke kewneşopî xwe berdewam dike.(r78)
Di mijara hunerên di serdema me de lêkolîn û şîroveyên Heide Göttner-Abendroth hene. Hunera ku jin pêş dixe weke ‘navend laşê jinê‘ (körper als zentrum) dibîne. Ango hunermenda jin qadên xwezayî û qadên derdor nas dike. Li gor vê jî hunerên laş(Body Art), hunera rojane û derdor (environ art), hunera xweza(land art) parçeyek wê avakarî/mîmarî ye û heta hunera performens jî diçe.
Lê di serdema matriarkal de: Hunermendên jin rasterast vedigerin ji sembolên sêhr-mîtolojîk yên civakên matrîarkal û wan bi wateyeke nû tijî dikin. Di vir de fizîkîbûna jinê ji mînakên xwenaskirinê bêhtir berfirehtir tê fêmkirin, ji ber ku hêza(şiyan) wê yên afirîner bi rengekî bêhempa bi kozmosê ve girêdayî têne dîtin. Laşê jinê ne tenê weke eynika li ser Sînorê teyîsandina berovajîkirina civaka mêr e, lê ew wek eynika tevahî gerdûnê jî tê dîtin. Di vir de laşê jin bi gerdûnê (kosmos) ve girêdayî ye.
Di vê xalê de Heide Göttner-Abendroth ferq dike navbera estetîka matrîarkal û estetîka mêhînî(femînîn) ya di sedsala me de. Ji ber ku jina di pergala matriarkal de dijî, dikarin bi jinên serbixwe, bi hêz, bi kahîn û xwedawendên xwe re, xwe pênase bikin. Bi vî rengî naskirina xwe pir firehtir e. Lê jina ku tenê xwe wekî ‘ya din‘ dibîne, di civaka baviksalarî de ‘di nava sînoran de’ ye, pênasekirina xwe ya jinê jî li gor vê ye.(r 119)
Di vir de Heide Göttner-Abendroth gelek jinên hunermend yên beşên hunera laş ku wêneyên xewnan, dîmenên mîstîk yên girêdayî laşê jin û hêza jinê nîşan dide û berhemên wan şîrove dike. Wek mînak hunera Frîda Kahlo, Anna Fengel û Margarete Peterson û hwd dide.
Di hunera jîngeh(environment Art), di vir de ne tenê laş, hîskirina laş, dîmen/xewn (îmagination) ruhî, weke dirêjkirina kêrhatina laş(funksiyona laş) ango girêdayî berdewamiya laş pêdiviyên hest û laş tên şopandin. Ev jî dihêle ku tiştên rojane wek tas û sênîk, cil û berg, mobilya(navmalî) hwd werin guhertin. Di vir de çanda dayîkê ya xwarin çêkirin, tewn û rêsandin û xanî avakirin jî digire nava xwe de. Di vê beşê de jî jinên ku xwe nêzî çanda dayîkê kirine weke Jere Van Syoc, hunermenda fransî Colette û Judy Chicago berhemên wan tên şîrove kirin.
Di hunera peyzajê de jî dîsa weke dirêjîha hestiyariya laş tê dest girtin. Di vir de qada/dîmenên xwezayê weke perestgeh û bi sêhr tê dest girtin. Weke mînak wêneyên Sigrid Neubert, Jody Pinto, Margaret Hicks û Alice Aycock tên şîrove kirin.
Dîsa (ritual art) ango hunera ayînî heye. Di vê hunerê de hunera laş, hunera environment û hunera peyjaz/xwezayî di nav hev de ye. Xemilandinên perestinê/kult wekî beşên maddî di nav kirinên û merasîmên manewî/ruhanî de cih digirin.
Ev xizmeta kiryarên mîstîk-medîtatîv ji bo ji nû ve vedîtina tekilyên matrîarkal û kevnar dike. Weke tekiliya erenî/pozîtîf ya jin bi laşê xwe, tekiliya jin bi jêhatîbûna xwe ya efsûnî/sêhr, tekiliya bi jinan re;dibe tekiliya bi heval û hezkiriyê xwe, ango tekiliya dayîk û keça xwe, pêvajoyên laşî û derûnî ya jin û tekiliya jin bi pêlên(tirk;gelgitler) xwezayê re. Di vir de berhemên hunermend Mary Beth Edelson tê şîrove kirin. Dîsa Mary Fish û performansa wê ya 28 rojan tê şîrove kirin. Ew qonaxên heyvê ku pêre derbaz dibe, pêlên (gelgit)deryayê û zîviroka menstrual ya jin bi bi qonaxên derûnî ve, bi hev ve girêdide, rojane dişopîne. Berhema performans ya Mary Beth Enderson ya bi ‘şîna dîroka me ya wenda‘ (1977) bi ‘5000 salên we qediyan‘ (1977) ve berhema xwe ye hunerî diqedîne.
Hunera deng: Heide Göttner-Abendroth dibêje ku, stranên berê çawabûn em nizanin. ‘Lê li gor mîtolojî, wêne, arkeolojî, ethnolojî û folklor jinavtêderxistin ku blûr û def(dahol) di îbadet û perestinê de cihek mezin girtine. Pişt re amûrên bi têl hatine çêkirin. Ew bi heft dengên didin der de, ahengên gersterkan didin teyîsandin. Taybetmendiya musîkên pîroz heye, li ser hejandineke ruhî di dansên merasîman de (ekstase) zikir avadikir. Civakên efrîkî di roja me de hê jî vê rewşê bi defê jiyan dikin. Di serdema Navîn de tekiliya jin bi amûran hê jî dihat zanîn, lê bi dêra nû jin û amûr tên bêdeng kirin. Bes koroya gregorîan û koroya ‘a capella‘ tên hiştin. (r.168/169)
Di vir de ‘Meri Franco-Lao nêrîna li ser musîka cadû/cajû lêkolîn dike. Tê gotin ku musîka cajûyan dilkêş û pir xweşik bû. Bi def û bilûr govenda xwe di çemberekê de û pişt bi pişt digirtin. Muzîka cazuyan parçeyek ji tevahî(giştî) bû, ango Kosmogoniyek bû, weke derman(tib), stêrnasî û zanatî hatin tepisandin… musîk weke wêneya ceribandinên terapî bû. Şaman dema derman dike, alîkarê wê hene ku dileyzin û stranan dibêjin. Ji bo piştî derman kirinê bandor çêbe û xweşbûn(saxbûn) zu çêbe. Lê pişt re muzîk ji vê merasîmê(ritual) qut dibe.(r 170). Girêdayî muzîkê berhemên Kay Gardner tê dayîn ku di roja me de dixwaze xwe nêzî vê çanda matrîarkal bike. Dîsa pirtûka lêkolîna li ser stranên cazuyan ku Gisela Meussling, Inge Latz û Petra Kaster kirine tê şîrove kirin.
Hunera bêje de jî helbestên Adrienne Rich, Barbara Starrett û helbesteka xwe Heide Göttner-Abendroth weke mînak dide.
Ji bo çanda matrîarkal baş were fêm kirin, pêwiste were zanîn ku merasîm û festîvalên dansê di nava çerxa demsalan ve hatibû bicih kirin. Cih û dem ne ketober/bêpayîn(gelişigüzel) bu. Her tişt li gor pêvanan(analogi), çi di xweza de diqewimî pêşdiket. Ango xweza cih û dem dide diyar kirin. Ji ber ku laşê me, derûniya me perçeyek xwezayê ye, xwezaya hundirîn a psîko-somatîk e. Weke pêvajoyên mehane yên perîodîk û guhertina demsalan bi hev re girêdayî ye.
Heide Göttner-Abendroth 1982 pirtûka xwe çap dike. Ji ber wê hunera ku wek mînak dide nîşanda yên 1970yî ne. Dibe ku ji ber wê hin milan de kêm dimîne. Mînak di roja me de hinek lêkolînên ser muzîkê hene. Mînaka Enheduana BM.2285-2250 keça Sargon e ku ki ser Înanna helbest nivîsîye. Îhtîmala ku rahîbeyek mezin ya Înanna jî be heye. Navê strana wê ‘nîn me shara‘ ye. Dîsa strana huriyan ya ‘sirûda Nîkkal‘ BM. 1400 ser xwedewenda darê fêkiyan hatiye nivîsîn heye. Hem gotinên stranê hem jî nota li ser tableta gil heya roja me hatiye. Herdu stran li ser internetê/ youtube heye dikarin werin guhdar kirin. (1)
Heide Göttner-Abendroth di lêkolîna xwe de mîtolojiya yunan esas digire, lê şopên wan mîtolojiyan pêwiste kurtir were lêkolîn kirin. Gotinên Rêbertî li ser mîtolojiya yunan heye ku, dibêje mîtolojiya yunan versiyona sêyemîn ya mîtolojiya mezopotamya ye. Di hin cihan de behsa mîtolojî rituel/merasîmên welatên din dike, lê dîsa jî navend ewrûpa difikire.
Lê şêwaza şîrovekirina huner û estetîka ku hatiye kirin, mirov di çanda kurdan de rehet dikare bibîne. Dibe ku baviksalarî hakîmîyeta xwe ava kiribe lê şêwaza merasîman hê jî wek xwe ye.
Di vir de di çanda elewiyan de cem dema tê girêdan wê şêwaza hunerê dide nîşandan. Merasîm ango rîtuel nîzameke xwe heye, her kes tê de beşdar dibe, muzîk, dans, şano û pirsgirêkên civakê çareser kirin tê de heye. Li her der û her demê çênabe, ji ber cih û mekanê xwe heye.
Di êzidiyan de jî ew şêwaza perestinê berdewam e. Çarşema Nîsanê heta cejna êzî, tevahî cejnên Êzdiyan di werçerxan û guherînên atmosfera avûhewayê gerdûnê ve girêdayî tên lidarxistin. Dîsa li Şengalê cimaya xwedanan wekî Şêbil Qasim, Amadîn û Xatûna Ferxa tên çêkirin û pêrîyên Quban tên guhertin. Di wê demê mirov rihê çanda matrîarkal di dilê xwe de hîs dike. Her kesek beşek vê pîrozbahiyê ye. Xêr û xêrat li her kesî tê belav kirin, govend û stran heta 3 rojan berdewam dike. Di van merasîman de hemû beşên hunerê mirov dikare bibîne.
Di her dû mînakan de estetîk, huner, çand û perestin di nava hev de ye. Ji hev qut nîne. Girêdayî demsal û xwezayê ye. Weke mînaka Newrozê ku di roja me de he jî tê pîroz kirin, lê ji koka xwe ya matrîarkal qutbû ye. Xwedewend nîne lê estetîk, huner û çand bi rengekî din berdewam e.
Dîsa di civaka Rojhilata Navîn de dem ango zeman rastexetî(düzçizgisel) nayê dîtin. Zeman li gor gersterkan, roj û heyvê ye. Dem domdar e. Piştî şevê wê roj derkeve, demsal her di rêza xwe de diguhêre. Sibehê dema dayîk radibe, ne ji ber saet 6 e radibe. Ji ber ku roj hiltê radibe. Berî rojê radibe ku, rojê silav bike, dua bike. Meh û sal rastexet dîtin pir wata xwe nîn e. Girêdayî demsal û buyeran dem tê hesibandin. Ji ber wê ye ku dayîk zayîna zaroka xwe li gor çandinî, an jî buyerên hatine jiyan kirin pênase dike. Mînak dibêje, ‘sala ku çêleka me wenda bû tu hatî dinê‘.
Lê di vê derê de tişta ku mirov bala xwe bide ser ewe ku, heke ev rêûresmên xwezayî û feraseta jin, ji erdnigariya xwe qut bûn, êdî nema civak dikare wan merasîman pîroz bike. Weke mînak dema êzidiyek an jî elewiyek ji axa xwe qut be, êdî rêûresm nikarin werin pîroz kirin. Ew kes çiqas oldar û girêdayî jî be, nikare wê çandê berdewam bike. Bêyî Qub û çiyayê Şengalê perestin jî kêm dimîne. Dîsa bêyî ziyaretên hene (Duzgun Baba) ango bêyî civakekê, cejnên ku xêr tên belav kirin çênabe. Mînak, elewiyek li ewrupa ango ji axa xwe qut, nikare aşûre, nanê xizir belav bike. Bandora erdnîgarî, civak, demsal û xwezayê li ser rêûresim heye, ji ber wê jî pir girîng e. Ya ku feraseta dayîkê ava dike kombûna nirxên girêdayî wan e.
21.9.2024 sarya k