Dîroka giyayê hermelê

RÛMET HEVA-RÊVEBERİYA GUNDÊ JİNWAR
Emê li ser dîroka gîhayê Hermel ê biaxifin. di hinek civakan de jêre dibêjin Bixûr an jî boxîr û hinek em  civak jî jêre dibêjin uzerlîg her herêmekê navek lêkirî ye. Hermel li nav gelek netewan tê naskirin. bi qasî ku ji aliyê navend a lêkolînê a Jineolojî hatiye lêkolînkirin. û bi qasî ku me ji dayik û bavê xwe pirskir. dibêjin Hermel beriya niha bi hezaran salan hebû û wek derman dihat bi kar anîn. lê sirekî Hermelê pir cûda heye. salê carekê çêdibe. û li nav axên reş çêdibe. axa reş piranî li roj hilata navîn heyeHermel jî piranî li ser giran çêdibe. dayikê me digotin cihê ku berê mirî lê veşartin e. an jî cihê insanan lê jiyan kiriye an cihên xerabe. li wan deran Hermel şîn dibe. Arkewlojî a niha hinek komên erd kolanê ên ku dixwazin vê gîhayê bibînin. cihên kevin ên xerabe dixwazin tesbît bikin li wir kolanan çêbikin li gor vî gîhayî erd tesbît dikin. Cihê ku Hermel lê hebe li wê derê tesbît dikin dibêjin li vir civakeke kevnar jiyan kiriye. Ev gîha bi xwe jî van siran digre. Hinek madenên ku di nav axa reş de hene ev gîha bi xwere digre. Di pelên wê de ev maden hene di giroverika serikê wê wek nokane ku bizrê xwe tê de çêdike kulîlkên wê jî sipîne heye. Heta koka wê ku dadikeve bin erdê têde gelek şîfa hene. Bi qasî ku dayikên me yê kevnar behisdikin dibêjin şîfaya Hermelê bi qasî 200 nexweşî jê baş dibin.
wek navenda lêkolînê ya Jineolojî me navê wê lêkolîn kir bi kurdî navê wê Hermel e. bi zimanê Erebî jî hermel e. navê wê derbasî Ingilîzî kirine jê re dibêjin Armala Peganim, bi vî awayî nav lêkirin e. ema koka wê em dizanin kurdiye û Hermel e.
ne tenê di tiba xwezayî de Hermel di nav tiba cîhanê de jî tê nas kirin. û li ser kar dikin ji bo ku derman jê çêkin.
dermanên xwezayî cûreyên wê yên bi kar anînê cûdane. Ji ber ku bi mertalên hesin ku wek derzî nakevin nav laş yek ser daarbasî nav xwîna mirov nabe. Bi şeklê ku derbasî çerim dibe tên bi kar anaîn li ser çerim ew tê vexwarin hemû çerim jê fayîde digre. An jî bi şeklê ku mirov vexwe ew ev derbasî bedenê bibe başe ji bo vê yekê jêre tê gotin dibêjin dermanê xwezayîn û ji bo vê yekê dayikan piranî zanebûna xwe li ser vê pêşxistin ji ber ku ji hemû tiban zêdetir rêbazên xwezayî bi fêde ye.
dibêjin ku ava Hermelê jî tê vexwarin pelê wê dixin nav qedehek ava tîn germî û 5 deqan dihêlin û vedixuin. Ev ji bo madeya ku naserifa ji bo roviyê îltîhab girtine başe. Heta hinek laşên ku
dêkzem bi wan re ava Hermelê ji bo wê başe.
şîfa bi xwe peyvek mê ye piranî ji aliyê jinan de tê bi kar anîn.
bi qasî ku tê zanîn dibêjin Hermel wek roznameya jinan hatiye bi kar anîn.
di civaka Kurd, Ereb, Ermen, Asur, Tirk, de hermel li pêşiya mala wan heye li ser deriyê wan neqşeyên Hermelê heye. her şaxek ji Hermelê bi sedan lib digrev libên wê jî wek nokanin di hindirê wan de bizir heye. salê carekê dayik wan liban kom dikin û wek neqşeyan li pêşiya deriyê xwe de dikin.
ji derveyî însanan Hermel ji bo heywanan û Şînahiyê jî başe.
di hindir Hermelê de oksîdekî hişk heye. dema ku gîhay3e wê hişkbe û tê şewtandin bêhna wê derdikeve jêre dibêjin tutsû an jî bêhin kirin.
sirek di kesayeta dayikan de pir mezin heye dibêjin eger Hermel li ser deriyê malekê be di hindir wê malê de xerabî çênabe rihê xerab derbasî wê malê nabe ji bo vê yekê dayikên me hermelê li pêşiya deryê xwe ve dikin û kî derbasî wê malê bibe ew hêza ne baş ê di hindir însanan de li derveyî malê dihêle. Ew dayikên ku pê bawer dikin wan libana salê carekê dişewitînin û bihna wê û dûmana wê li der dora mala xwe direşînin ev dibe bereketa waê malê û parastina wir ji fikir û nêrînê ne baş. Her wiha dama ku civakek an kesên ku pê bawer dikin salê carekê wiha neke dibêje min îsal tiştekî xwe winda kiriye yanî ji bo xwe wek kêmayakê dibînin ji ber ku ewqas baweriya wan xorte. Ev rêbaz vê tîne bîra mirov eceba dînê jin wexta hebû dema anîmîzim dibêjin, zîndîtiya ku baweriya jin pê hebû têkiliya jin û xwezayê ê civak û xwazayê eceba ne yek ji vê rêtyalê bû.
her sal Hermel çêdibe xwezayî çêdibe bi destê ınsanan nehatiye çandin. Tovên wê heta berî zayînê 11, hezar sal diçe piranî li nav axên mezobotamiya di navbera çemê dijle û firatê de hatiye dîtin. Dibêjin wek roznabe an teqwîma jın

 

Bunları da beğenebilirsin