Perspektîfên Enstîtûya Andrea Wolf li ser krîza virusa korona

Em di şerê seyemîn ê cihanê de ne. Li vir, li Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Suriye birastî tê heskirin. Lê belê ev şer ne tenê bi leşkerî û çekan e di heman demê de hilweşandîna ekolojî, nirxên civatî û tenderustîyê ye jî. Şerê seyemîn ê cihanê ku em jiyan dikin mirovahî bi awayên cûr bi cûr nexweş dike. Lêgerîna me ya heqîqetê ya niha tê meşandin ji her demê zêdetir pêwîstiyeke. Abdullah Öcalan dibêje: “ji bo ku em heqîqetê peyda bikin pêwîste em li cihê ku me wenda kiriye mêze bikin.”

Ji bo ku em nexweşiyan fêm bikin pêwîste destpêkê em tenderûstî çi ye, wateya wê û dikarin çawan biparêzin fêm bikin. Bi zimanê îngîlîzî ya kevin peyva “health” (tenderûstî) ji peyvê “whole” (tev) yan jî “wholeness” (guran) tê. Cewhera me, me tamam dike. Berî ferzkirina hişmendiya baviksalarî, dewlet û kapitalizm ê ku 5000 sal berê bi hev re pêşketin, civak bi awayê klan an jî grupên mezinên malbat bi dayik wek navenda jiyanê jiyan. Tîb giya bû, li ser bingehê xurtkirina beden, aqil û rihê tevahîya civatê. Li cihên cuda yê cihanê pergalên tenderûstî cuda pêşdikevin. Her yek koka xwe pir dişibin civaka xwezayî. Ji ber ku her yek dema serdema ku jiyana pir nêz û bi armonî ya bi xwezayê bû pêşketin. Demekî şunda li gorî cudahîyên heremî û çandî pêşketin. Ji wê demê ve û heta roja îro, dayik, bi jiyana ku hindirê xwe mezin dibe û bi xwedî derketina dayikê di salên destpêkê de, doktora ewilê ye, zanebûna wê heye ku jiyan çawa tê berdewankirin û parastin.

Tîb nekare wek saziyek were fêmkirin. Pergala sewal û hemû zindiyan jî ya tenderûstiyê heye. Her zindi yên gerdûnê hewl dide ku bi hevsengî û bi tenderûstî bijî, bi pergala xweparastinê, ji qada manyetîk a ku li ser axê heta antikorên laşên me.

Kevneşopi yên tîbi yên ewilê Babilon, Çîn, Misir û Hindistanê ne. Bi dîroka tîbê re guhertîna nêrîna civakan a li ser nexweşî ji demên kevin ve heta roja îro tê dîtin, bi dûrxistina rola jinê ya esasî wek doktora yekeme.

Mînak, nêçîra pîrebokan, ku taybetî li navenda Evrupa piştî Serdema Navîn, navbera sedsalan XVI û XIX (di roja îro de hin li hinek cihên cihanê berdewam dike) hat jiyîn, hewldana ji bo şikestîna rola jinên doktor ên ku komunal jiyan dikir û karên xwe cûr bi cûr heta dawîya Serdema Navîn kirin bû. Kontrola dewlet û ol li ser van jinên ku karê pîriktiyê dikirin, bi alîkariya jinê li hemberî êş, bi pêkanîna kurtaj û tedawî, pir dijwar bû. Bi milyonan hatin şewtandin, işkence kirin û dilgirtin, lê belê ji 300 salan zêdetir nêçîra pîrebokan di nav gel de tirs ferzkir, jin dêw kir û rola wê ya doktor hat qedexe kirin, bi danîna wê rolê ji zilamê doktor re ku tenê li ser beden sekiniye, yê ku di heman demê de beden bi pergalên cuda parçe kirine.

Di heman demê de hewldanek ji bo şikandina têkîliya xurt a di navbera jin û xweza de bû. Neşikest, lê belê heta roja îro zirar dît. Dema di sedala 16’an de evropî hatin parzemîna amerika, nêçîra pîrebokan berdewam kir û li dijî gelên cuda cuda ji bo jiyana xwe ya komunal û praktîkên xwe yên kevin û ji bo lêgerîna desthilatdar û iqtidar, komkûjî pêk anîn. Lê belê çekên herî giran yên dagirkeran, ji sedî not ên gelên xwemalî di hinek hereman de kuştin, ne çekên wan ên leşkerî lê belê nexweşiyên ku bixwere birin, wek sorik, û li hemberî wê parastina gelên xwemalî tûnebû. Nexweşî tehdît a herî mezin bû û di encama de komkûjî hebû, lê belê berxwedan ê ku di roja îro de hin berdewam dike nekarîbûn tûne bikin.

Di epidemya cihanî de jin herdem li pêş bûne. Mirina Reş (Veba) (1346-1353) pandemi yê herî xerab di dîroka mirovahiyê û bi sedan milyonan insan jiyana xwe ji dest dan. Bipiranî kesên ku bi nexweşan re eleqeder bûn jin bûn. Wê nexweşiyê herî zêde zilam kuştin, ji ber vê yekê jin bihevre li xwe û li kesên din baş mêze kirin. Mirina Reş (Veba) piştî mezinkirina nifûsê, hilweşandina daristanan û ticareta mezin, her tişt ne li gorî xwedî derketina tenderûstî û xwezayê, hat.

Di roja îro de, hinek tişt dişîbin hev weke krîz a virusa korona yê. Baviksalarî û kapitalizm di krîza kûr de ne, civak û xweza tên hilwişandin, li kêleka rol û hebûna jinê ya di civakê de. Nirxên ku me dan jiyîn û kesên ku van nirx dane me, wek kesên amirê mezin û dayikan bê navber civaka modernîte êrîş li dijî wan dike.

Di asta cihanê de, ji sedî 70’ê yê karkerên qada tenderûstî û civakî jin in. Her wiha, ji sedî 90’ê karkerên malê, mînak ên ku bi kesên emirê wan mezin re eleqeder dibin, jin in. Jin civakê diparêzin ji ber ku ne tenê doktorbûyîn pêwîste, lê belê lê xwedî derketin, xwarin dayîn, perwerde kirin û alîkarî dayîn jî divê. Ji bo ku em bigihêjin tenderûstiyek baş pêwîstiya me bi etik, hîs, empatî, komunalbûyîn û girêdanbûna bi xwazayê re heye. Di roja îro de, sekinandina hevbeş a li ser krîza virusa korona di tevahiya cihanê de guhertin diyar dike. Em pirsên girîng ji xwe bipirsin: Em jiyanê çawan fêm dikin? Çi dike ku jiyan gengaz be?

Eger ku em li Kurdistanê mêze bikin, li Mezopotamiya, di zimanê kurmancî de peyva jiyan koka xwe ji peyva jin tê. Jin jiyan didin û li wê xwedî derdikevin. Lê belê ev têgîna jinê ne tenê biyolojîke, pergalek nirxan û fêmkirinê ji her endamê civakê re ye. Jiyan ne tenê bedeneke, her wiha çêbûna xwezayê ye: dilopên baranê, zerya, çiya, hestan, civaka mirovê yan jî ketina pelan û rêxistina wan di zorbûna jiyanî de. Virusa korona bixwe tiştekî zindî ye ji ber ku xwe zêde dike û belav dike, her wiha şikilê xwe diguherîne. Lewma divê em wê wek parçeyek jiyana cihanê fêm bikim û li ser sedemên derketina wê û belavbûna wê ya zû bisekinin.

Di civaka modern de xweza wek objekta (bireser) ji bo ku bidin kolekirin tê dîtin û mirov, bi temsila zilamê desthilatdar, spî û dewlemend, wek subje (kirde) ku li gorî pêwîstiyan xwe cihan diguherîne tê dîtin. Ax milkê dewlet û şirketan e û her tiştê ku li ser axê dijî dibe milkên wan. Li cihên ku berî vê herêma berfireh a ji bo jiyana bi xwezayê re, ya ku em parçeyekê wê ne, hebû, niha em avahiyên tijî diwar ji bo kes ji hev cuda bikin, heta di hindirê malbatan de, ava dikin. Me pêvajoyek tecrîdê, ya ku di roja îro de em neçar dimînin ku xwe bend bikin eşkere dibe, dest pê kir. Lê belê di rewşa ku em neçar dimînin fîzîka xwe tecrîd bikin de dîsa jî em dikarin bi awayên cûr bi cûr bi hev re girêdayî bibin û rêyên ber bi azadiyê ve bi têkoşîna xwe peyda bikin. Mînaka Abdullah Öcalan sirûş e. Tevî ku 21 salan di destê dewleta Tirk de di tecrîdê de ye, têkoşîn dike û fikir û ramanên wî diwar û sînoran derbas dikin. Girêdanên şoreşgeri yên kûr tu carî nayên şikandin.

A niha tecrîd, li gorî ku li hemberî nexweşî tê bi kar anîn, civat parçe dike û rêxistinkirinê zehmet dike, wisa torên destk ên heyî hin zêde lawaz dibin. Malbat an jî torên piştgirî nekarin werin gel hev ji bo awayên derbaskirina vê pêvajo bibînin, yan jî ji bo ku xemginî bi kesên xwe yên hêja re derbas bikin. Lê di aliyê din de, dewlet, a niha ji berî zêdetir dikare jiyana kesan kontrol bike bi biryarbûna ku kî dikare û kî nekare ji mal derkeve, kijan kar pêwîstin û kijan na, bi giringî ya li ser kapîtal û ne li ser insan. Ji bo tesdîq kirina ku her kes li gorî qanûnên nû tevdigere, dewlet zordestî mezin dike, derketina derve qedexe dikin, kolan bi polis û leşker tijî dikin û ceza didin. Vê rewşê wisa dike ku tirs di dilê insanan de mezin dibe.

Dema pêvayoya tecrîdê, civakbûyîn li ser rêya teknolojik tê bi dest xistin û agahî ji înternet û çapemenî tê. Li gorî ramanê azadiya tekekesî ya lîberal, nirxên etik û axlakî ji bo kontrolkirina agahî nîne. Bi rêya çapemenî polîtîkayên lîberal rê ber bi faşizm ve tê vekirin û dewlet ji bo pêşxistina kampanya tirs a ji bo mezinkirina kontrolê civakî serdest e, ji bo ku kes derxistina mafên xwe û parçebûna civakî navbera kesên baş û xerab, ên ku wek berpesiyarên belavkirina virusê werin dîtin, qabul bikin.

Civakbûyîn parçeyê xwezaya mirovahiyê ye, lewma jî parçeyê tenderûstiyê ye jî. Hêza civaka me li ser bingeha evîn a di nav me de û evîn ji xwe re dimeşe. Ew evîn hêz dide me ji bo ku em li xwe baş mêze bikin û hebûna me di yek rih de girêdayî bike. Rewşa niha ya tecrîdê bandorekî mezin li ser tenderûstîya aqil dike, ji ber ku hîsên tenêbûyîn pêşdixe. Em hemû girêdayî hevdune û niha em bi girêdanbûna bi her awayê xwe parastin û li hemberî mirinê berdewam bikin.

Em dibînin çawa di bajarên mezin de, insan piştî îmkanên xwe wenda kirin ji bo bijîn têkoşîn didin mêşandin. Girêdana jiyana me bi pergala kapîtalizmê re eşkere dibe. Civak civakê birêvenabe, dewlet û hêzên derveyî civakê birêvedibin. Îdare ya hereman nekare pêwîstiyên şêniyên xwe dabîn bike. Derveyî mantiqê kapitalîst ê gerdûnî, em dikarin bibînin di asta heremî de, mînak li Kurdistanê, insan ax dixebitîne, diçînin, an jî maske çê dikin. Di bin embargoya şer de jiyan dikin, lê dîsa jî civak dikare di şert û merçên nû de xwe adapte bike ji ber ku rêxîstina xwe ya bi awayekî komunal heye.

Di aliyê jinan de, em dibînin ku li tevahiya cihanê tecrîda li malê dibe zindanekî ji bo ew jinên ku li hemberî şidetê rû bi rû dimînin. Jinên li malên xwe bi şidet û mirin re rû bi rû dimînin, li gel malbata xwe dimînin û nekarin derkevin kolanan, mafek ê ku em gelek ji bo wê têkoşîn dikin. Bi azadiya jinê re azadiya civakê jî gengaz dibe, lewma ji bo berdewamkirina etika civakê, yê ku têkoşîna ji bo azadî bide jiyan kirine, pêwîste ku jin bi hêz û bihevre bimînin. Em nekarin tu jinê bi tenê bihêlin.

Li kolanan, di zindanan de û li ser sînoran, şidet mezin bûye. Qanûnên nijatparestî tên bikaranîn û maf tên standin. Her wiha em dibînin çawa dewletên emperiyalist bi hêcet a parastina jiyanê nêzik dibin; ji insan dixwazin ku li mal bimînin, lê di heman demê de balarfirên şer û keşîfan li ser asîman difirin. Şer berdewam dike, bi dagirkirina axan, bi kuştîna insan û bi tehdît dayîna jiyanê. Li vir Tirkiye sivilan bombebaran dike, av û ceyeran ji hezaran insanan ku pêwîstiya xwe pê heye ji bo jiyanê û ji bo têkoşîna li hemberî virusê dide sekinandin.

Em dibînin ku nexweşî ya birastî ji virusa korona nayê, lê ji pergala baviksalarî, dagirker û kapitalist yê ku mirovahî nexweş dike tê. Wek Abdullah Öcalan di parasnameyên xwe de dibêje, “çiqas danişanan ku em digihêjin dawîya pergalê hene hewqas jî kesên birastî biaqilê ku gihiştin eyînî fikirê hene. Pirsgirêk ewe ku em bizanibin, di hindirê vê kaosê de, kijan alternatifên baş, azad, demokratik û wekhevên em dikarin bikin civakî.” Virusa korona yek ji van danişanan ku pêwîstiya bi guhertina radîkal a paradîgma eşkere dibe.

Tovên me ji bo avakirina paradîgma nû hene. Yên ku li hemberî zordarî li ber xwe dane, heta di roja îro de nirxên demokratik û awayên rêxistinbûyîna kolektif û bi piştgirî ya di nav xwe de bixwere tînin. Di tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê de pêşniyarek a ji bo paradîgma yê nû heye. Di van demên nexweşiya cihanî de divê em li ser parastina jiyanê, etika xwe ya rastî û azadî ya bi awayê gerdûnî û tevgir bisekinin.

Di Tevgera Azadiya Kurdistanê de xweparastin tê wateya hebûnê. Tê gotin ku “zindîyek ku nekare bixwe xwe biparêze nekare hebûna xwe bidomîne.” Xwe parastin tiştek girêdayê civak û nasnamê ye. Her zindî pergala xwe ya parastinê heye. Her hebûn têkoşînek bê navberiyê ye. Eger em çîçek bibînin, mînak, ba dikare tovên wê bifirîne û çîçek tazî dimîne û xuya dike mirîye, lê belê tovên xwe di her derê de belav dibin. Yan jî gul, yê ku bi strî yên xwe jiyana xwe diparêze.

Xwe parastin awayek rêxistina civakê ye. Di nav 2 heyvên dawî de me dît ku mekanizmên xweparastina civakî di tevahiya cihanê de aktîv bûne, bi awaya torên piştgîrî bi kesên herî zêde di bin bandora tecrîd de re, bi belavkirina xwarin û maske. Însan li dijî qanûnên ku têkiliyên civakî yên me diparêzin tune dikin bihevere têkoşîn dimêşînin; karkerên grev amade dikin, ji her derê cihanê bi mesajan piştgîrî tên şandin, di hindirê zindanan de grevên birçîbûnê û çalakiyên din ên ji bo protesto û ji bo parastina mafên mirovahî yên bingehîn tên lidarxistin.

Kolan vala ne, li ser wan jiyan pêş dikeve, ew jî bandorê negatif a pergalê kapitalist li dijî hawirdor eşkere dike. Qirêjbûna hawa di hinek cihan de heta sedî 40 kêm bûye ji destpêka tecrîdê ve. Eger ku em hêza avakirina jiyanê ji xwezayê ve bibînin û em pê wek parçeyê wê girêdan bikin em dikarin mantiqa liberal, pêwîstiyên çewt yên ku tên ferzkirin, zordarî yên mirov li hemberî haywan yan jî zordarî ya zilam li hemberî jinê derbas bikin.

Li hemberî her krîzê, derfeta guhertina şoreşgerî heye, guhertinek ku ji her civakê cihanê re çareseriyekî bide. Peyva krîz ji peyva yunan krisis tê, ku tê wateya “biryar”. Dema ku em digihêjin vê demê, pêwîste em biryareke ji bo derbaskirinê bistînin. Em dikarin dawîya kapitalizmê, emperalizm û baviksalarî pir nêz bibînin, ji ber ku rastiya xwe derdikeve holê. Di vê demê de hem fikar û bêhêvîtî ji bo rewşa awarte heye, hem jî hêvî û derfeta ji bo guhertinê heye. Pê bawerkirin derfeta şoreşa cihanî mezin dike û pêwîste em bînin bîra xwe ku ev sedsala jinê ye, dibe ku virusa korona pilana ku pêwîste ji bo em bikevin ferqê vê demê ya kaozê derfeta ji bo şoreşa cihanî ye. Derfeta nû dikare ji êşa me ya giştî û hêvî ya me ya kolektif pêş bikeve.

Bunları da beğenebilirsin