ÇARESESERIYA KRÎZA CIVAKÎ Û EKOLOJÎK, BI AVABÛNA PERGALA CIVAKA DEMOKRATÎK A EKOLOJÎK PÊKAN E

Ger ku bizane pirsgirêkên tên jiyîn îdeolojîk û pergalî ne, bi hişmendiyek îdeolojîk a alternatîf bi nêrînek zanistî li çareseriyan bigere, ekolojî dikare pêngavek şoreşgerî pêk bîne.

 

Di çaryeka yekem a sedsala 21’an de em krîza di navbera xweza û mirov de, bi awayê herî kûr dijîn. Modernîteya kapîtalîst, bi yasaya kara herî zêde, êrîşî xweza, mirov û civakê dike. Van êrîşan aniye asta herî bilind û bi vî awayî sînyalên jiyana nekarî bê domandin, dide. Komek( kûlmik) sermayedar ku gerstêrka me aniye rewşa nekarî bê jiyîn û bi çavbirçîtiya qezencê xwe dagirtiye, ji bo tunekirina hemû tiştên aydê zindîbûn û xwezayiyê, endustriyalîzmê kiriye cenawir.

Tevahiya ehlaq û wîjdanê endustrîyalîzmê, çavbirçîtî ye. Ji bo tunekirina xweza, mirov û civakîbûnê, bi awayek bê sînor, bê perwa nêzîk dibe û hewl dide ku hemû zindîbûnê tune bike. Mînak, metropolên ku bûne lodên betonê, fabrîqeyên qirase ku mirovan ji keda xwe re biyanî dikin, bendav, santralên termik ên ku avê û daristanê, qadên jiyanê tune dikin, mekanên dîrokî dadiqurtînin, xwarinên ku genetîka wan hatiye guhertin, hemû hewldanên ku kîmyaya mirov û xwezayê tune dikin, wek mubah tên dîtin. Êrîşên biyolojîk (mîna vîrusa koronayê) ku di encama êrîşên têkbir ên li hember xweza û civakê de derketine holê, ji çekên nuklewî yên ku çêkirine zêdetir gefê li zindiyan dixwe, heta dibe sedema tunebûna wan jî. Gerstêrka me hatiye asta daxistina hawarê. Em çawa hatin vê astê? Mirovên ku dayîka xweza bê bedêl, bê menfîet û bi kedeke mezin di hembêza xwe de mezin kiriye, kengî, çima û çawa xiyanet kir? Em nikarin vêya ji kûrahiyên dîrokê cuda binirxînin.

Nexwe endustrî, gava ku prensîbên ekolojîk esas bên girtin û bikaranîn, jiyanê xweşik û hêsan dike. Rêber Apo dibêje “sînorê endustriyê, xwe dispêre ekolojiyê û sînorê ku ji bo pêdiviyên bingehîn dibe bersiv; nikare van herdu sînoran derbas bike.” Dema ku hemû çalakiyên aborî di çarçoveya vê prensîbê de bên kirin, bingehên ku kapîtalîzm xwe li serê zindî digre jî dê ziwa bibin. Hêzeke hegemon bi taybetî di gerstêrka me dinyayê de dibe sedem ku şertên jiyanê xirab bibin, tenê beşek hindik ji nifûsa dinyayê temsîl dikin. Ev koma çavbirçî û talanker xwe li ser hinek guliyan zindî dihêle û hêz li hêza xwe zêde dike. Ev gulî (şaxê) jî dê hişk bibin.

Beşek dirêj ji dîroka mirovahiyê, ji civaka xwezayî pêk tê. Di vê civakê de jiyana ku navenda wê dayîk û jin e, bi bandor e. Di vê jiyanê de têkiliya bi xwezayê re, mîna têkiliya di navbera zarok û dayîkê de ye. Xwe dispêre hezkirin, rêzdarî û keda bê bedêl û  fedakar. Têkiliya jinê ya bi xwezaya yekem re û wekheviya bi wê re û asta bandorkirinê ya di xwezaya duyemîn yanê xwezaya civakî de, wê bi jiyanê re yekpare dike. Dayîk jin, di xwezayê de xwe, civakê dibîne û ji nû ve diafirîne. Xwedî tecrubeya pêşxistina feraset, tevger û şêwaza jiyanê ya ku vêya pêwîst dike ye. Ji ber ku xweza wek zindî, bi hîs û efsûnî tê dîtin, di awayê vê ramanê de jî bawer dikin ku kevirek jî, nebatek jî, ajalek jî xwedî rihek in. Her zindiyek, bi yekparetiya di zincîra peresanê re, li ser bingeha berjewendiya hevbeş jiyana xwe didomîne. Jiyana di gerdûnê de nîşan dide ku tu zindiyek nikare bi tenê serê xwe, rasterast bijî.

Baş e, ev hevsengiya ku yasayek gerdûnê ye, kengî xirab bû, kengî mirov û hemû zindî ji hev re biyanî bûn û vê biyanîbûna ku navenda wê mirov e xwe sazî kir? Ji bilî mirovan li gel hemû zindiyên li xwezayê, ‘dijminê’ ku hewl da mirovan tune bike wekî ‘hov’ hat pênasekirin. Dîrokê bi vî awayî wek dramayek ku di nav de “mirov” bê rehm bûyî dijmin û li hember dinyaya xwezayî ya tund bi awayek lehengî û zana têdikoşe, hat pêşkêşkirin. Nîşaneya “xwezaya dijmin a divê hikum li ser wê bê kirin”, mîtolojî û ol jî di nav de li hemû awayên ramanê hat bicîhkirin. Serberjêr çûyîna dîroka şaristaniyê, feraseta hikumkirina li xwezayê ya di avabûna pirsgirêkên civakî de cîh digre, piştî ku jin ji aliyê mêr ve tê dîlkirin destpê dike. Mêrê qurnaz ê serdest, bi dek û dolabên mezin û zordariyê dest dide ser berhema zêde ya di destê jinê de ye. Bi vî awayî hem li ser jinê hem jî li ser xwezayê bi awayek paralel zordariyê bipêş dixe. Dîyalektîka hebûna gerdûnê, bi têkiliyên zordarî yên di navbera jin û mêr, xweza û mêr de, xirab dibe. Feraseta şaristaniyê ya ku bipêş dikeve, qalibê feraseta ku civak û xwezayê ji hev diqetîne, xwezayê dike bin xizmeta mirov, ava dike. Ji  xwedayê ku derxistiye asûman destpê dike, bi awayê mirov (wek mêr e) jin, zarok, ajal, nebat, ji jor ber bi jêr ve hemû gerdûnê, li gor têkiliyên jêr-jor, bi awayê hiyerarşîk tekûz dike. Li gor feraseta hatiye avakirin, xweda ji mirov (mêr), mêr ji jinê, jin ji zarok, ajal ji nebatê mezintir e. Di nav civaka hiyerarşîk a ku bi çanda serdest a mêr pêk hatiye de, xerîbbûna ji çanda dayîk-jinê ya çavkaniya xwe ji zordariyê stendiye, bipêş dikeve. Her ku wiha dibe, civak perçe dibe û ji nirxên xwe yên cewherî dûr dikeve. Ev rewş bi xwe re qutbûna ji xwezayê, xerîbbûn û xwe ji wî mezintir dîtinê tîne. “Serdestiya li ser mirov, bi serdestiya li ser xwezayê re dibe yek.” Aşkera ye ku pergalek qîmetê nede mirov û dilê wê pê neêşe, ewê xwe ji xirabî û zalimtiya bi her awayî jî dûr negire.

Di dîroka şaristaniya bavsalar de mîtolojiyê, ol, felsefe û zanistê jî xweza wek koleyek mirov dîtine û biçûk xistine. Heta dawî rê li ber hemû êrîş, zilm û eziyeta lê bê kirin, vekirine.

Armanca bingehîn a zanistê, ji Bacon heta niha agahiyê bi rêya hikumkirina li ser xwezayê bigre bin kontrola xwe û li xwezayê bibe serdest. Çavkaniya têgeha ‘Tu çiqas li ser xwezayê serdest bî, ewqas bihêz û azad î’ ji vir tê. Serdestiya li xwezayê, di heman demê de wek gihîştina hêza ku dikare civakê biguherîne û veguherîne jî diyar dike. Di metoda zanistî de cudahiya kirde-nesneyê gelek tûj e. Kirde, têgiha têkoşîna bê sînor di nesneyê de dibîne. Nesne jî, wek hemû hebûnên zindî-bê rih ên li derveyê aqilê mirov in, tê pênasekirin. Bacon, bi piranî xwezayê mîna jinê dibîne. Lewma jî dema behsa bidestxistina xwezayê an jî bidestxistina sînorên wê dike, mîna bidestxistina jinek dinirxîne. Di Bacon de xweza dighê çawaniyek ku dikare bê zanîn, bi vî awayî di aliyê keşifkirina rizên xwezayê û xwedîbûna wan de jî serketinek çêdibe. Zanistparêzî, zilm, kedxwarî û milkkirina xwezayê û jinê, rewa dike. Bi vê avabûna feraseta zanistê, hem bi awayê krîza civakî hem jî krîza ekolojîk kûr dike (û tîne rewşeke qat bi qatî.)

Rêber Apo, diyar dike ku kapîtalizm krîza civakî û krîza hawirdorî kiriye yek. Bi taybetî şerên yekemîn û duyemîn ên dinyayê, pirsgirêkên ekolojîk û civakî kûrtir dike. Li vir têkiliya di navbera kaosa ku pergala kapîtalîst dijî û felaketa hawirdorê de, diyalektîk e. Bi serdema endustriyê re, plastîkan, deterjanan, madeyên kîmyewî, metalên giran hatin çêkirin, vê yekê jî barek giran dan ser pişta xwezayê-biyosferê ku nikaribe ji binî derkeve. Endustriyalîzmê û hilberandina zêde, tevliheviya biyosferê bêkêr (nederbasdar)hiştiye. Lewma jî hevsengiya xwezayê xirab bûye, di çarçoveya prensîba berjewendiya hevbeş de, çerxên jiyana cureyên zindî yên di xwezayê de, wêran kiriye. Mirov, bi zirara ku daye zincîra jiyanê herwekî dasê li guliyê darê yê li ser e xistiye û jiyana xwe kiriye xeterê. Zanist û teknîk di destê komek serdestên ku ji qezencê zêdetir tiştek nafikire de ye, lewma jî ev bû sedem ku rîska tunebûna jiyanê zûtir bibe. Armanca hikumkirina li ser xwezayê û guhertin û bikaranîna ji bo qezenca xwe ya li gor dilê xwe, bi biyo-teknolojiyê pratîk dibe.  Di hilberandina berhemên bi OGG (Organîzmayên Genetîka wan hatiye Guhertin) de, armanca bingehîn qezenca zêdetir e. Lewma jî ji bo ku bi kedek kêmtir berhemek zêdetir bê destxistin, di asteke bilind de madeyên kîmyewî tên bikaranîn. Ev yek hem kîmyaya axê xirab dike, hem jî tenduristiya mirov dike bin rîskek û rîska penceşêrê zêde dike. Dar û kulîlk beriya demsala xwe vedibin, ji awayê normal zêdetir mezin dibin, zûtir fêkî didin, şîrîntir û bibêhtir dikin. Ji ber ku tovên berhemên bi OGG qisir in (tenê carek berhem didin), mirov neçar in ku her sal tovên nû bikirin. Bi vê şêwaza hilberandinê herwekî derbek li çandiniya organîk tê xistin, rêjeyên bêkarî, xizanî û birçîbûnê zêdetir dibin. Kapîtalîzm bi çavbirçîtiyê, zanist û teknîkê dike Ezraîlê rastîn ê jiyanê, tiştên ku diqewimin her wekî qeder e û dinyayek din tuneye di hişê mirovan de bicîh dike. Beramberî tunekirina xwezayê û xwezatiyê, bi têgihîştina ‘dinyayek din pêkan e’ ekolên cuda yên ekolojiyê derdikevin holê.

Beriya ku em derbasî van ekolan bibin, destpêkê em bi kurtasî têgiha ekolojî bi kurtasî pênase bikin. Wateya peyvê, zanista xwezayê ye. Ekolojî; zanistek ku xwezayê, nebat û ajalan, têkiliya di navbera civak û xwezayê de, cudabûyîn û pêşketina ku civakê derbas kiriye lêkolîn dike, ber bi kûrahiyên dîrokê ve diçe, bi kûrahî lêkolîn dike û çavkaniya pirsgirêkan dibîne ye. Têgiha ekolojî, yekem car di sala 1867’an de ji aliyê biyolojê Alman Ernst Haeckel ve hatiye bikaranîn. Ekolojî wek zanistiyek ku têkiliya beramber a di navbera ajal û ajalan de, nebat û derdorên înorganîk de lêkolîn dike, di çarçoveyek teng de hatiye pênasekirin. Ancax bi taybetî ji nîvê duyemîn ê sedsala bîstan pê ve di ser bandorên jiyana mirov ên li ser xwezayê, ji nû ve hatiye pênasekirin. Ger ku bizane pirsgirêkên tên jiyîn îdeolojîk û pergalî ne, bi hişmendiyek îdeolojîk a alternatîf bi nêrînek zanistî li çareseriyan bigere, ekolojî dikare pêngavek şoreşgerî pêk bîne.

Çêbûna aheng û lihevhatina di navbera xweza û mirovan de, yek ji rojevên sereke yên sedsala 20’an e. Gelek tevgerên ramanî û çalakiyan derkerine holê. Hinek ji wan tenê mirov esas girtine, nêzikahiyeke berfireh a ekolojik nîşan nedane, ji alaliyê ramanî ve bi tevgerên ramanî yên hevsengiya mirov-xweza-civakê esas digrin, ji pirsgirêkên ekolojîk re li çareseriyan geriyane. Niha em li van tevgerên ramanî û çalakger binêrin.

Tevgerên hawirdorê, piştî salên 1950’yan, li welatên rojava yên ku senayî li wan bi pêş ketiye û krîza hawirdorê çêbûye derketine holê. Van tevgeran bi giştî bawer dikin ku krîza ekolojîk, ji ‘valahiya di navbera têgehên polîtîka û aboriyê” çêdibin. Bêhevsengiya zêdebûna nifûsê, qirêja avhewayê, tunebûna gelek cureyên zindiyan, kîmyabûyîna xurekan, xirabûna daristanan û axê, parvekirina çavkaniyên cîhanê bi awayê bê hevsengî. Van tevgeran ji bo berteka li dijî pirsgêkên ku civak bi wan re rûbirû mane derketine. Yek ji tevgerên herî navdar a hawirdporê Greenpeace, sala 1971’ê li Kanadayê hatiye avakirin, di roja me de ji 2 milyonî zêdetir ektivîstên wê hene. Çalakiyên ji bo rawestandina santraleke nukleerî, balînayek ku hatiye rizgarkirin, daristaneke ku hewl didin tune bikin, girîng in lê pirsgirêkê bi tevahî çareser nakin. Rê û rêbazên ku hilbijartine dibin sedem ku çavkaniya pirsgirêka hawirdorê ji nedîtive werin, aktorên rast ên sedema pirsgirêkê, rola (netew dewlet, endustrîyalîzm, kapîtalistan) nebinin. Ji ber ku nêzikahiya mirov navend digre, bi zihniyeta desthilatdar re lihevkirî ye, li cihê nirxê bide xwezayê, texrîb dike. Li cihê ku li dijî otorîteyên ku pergala modernîteya kapîtalîst didomînin, derbikevin guherîneke pergalî çêbikin, çareseriyên demborî (demkî)  diafirînin, temenê van hêzên hegemon dirêj dikin.Ekolojiya kûr a ku weke rexneyek li navendîbûna mirov bi pêş ket, ji aliyê fîlozofê Norvecî Arne Naess ve sala 1973’yan hat bipêşxistin. Naess, nêrînên din ên ekolojîk weke “ekolojiya teng” “sığ ekoloji” bi nav dike. Ekolojîstên mistik vê carê ji bo mirov navend negirin, piranî terzê jiyana ku biyolojik esas digre biyocentrizm (navendgirtina jiyan-xwezayê) esas girtine. Bawer dikin ku xweza ji bo xizmeta ji mirovan re nehatiye afirandin, mirov ji derve yan jî di ser xwezayê de nîn e, perçeyek ji xwezayê ye.

Di bingeha ekolojiya kûr de nêzikahiya “ji mirovan hez nake, antî-teknolojîk, antî-neteweyî” bi xwezayê re bihevrebûna mistik” heye. Biyo-navendîparêz, hemû awayên jiyanê, bakteri û vîrus jî din ava de, her tiştî ji aliyê ‘nirxên hundirîn’ ve bi hev re ‘xwedî heman nirxan’ dibîne. Bawer dike ku dê bi vê yeke biyanîbûna ji xwezayê ji holê rabe. Hinek ji van nêrînên ku Malthusîbûn û Darwîncîtiyê diparêzin, cureyê mirov, weke şaşiyeke perasanî û penceşêrê  dibînin

Ekofemînîzm, teoriyeke ku diyar dike civakên baviksalar jinan û xwezayê dikin obje û dibin xwedî hêz e. Têgeha ekolojiya femînîst pêşî ji aliyê ramyarê Fransız Françoise D’eaubonne di sala 1974’an de te bikaranîn. Bi texmînên ku jin ji mêran zêdetir nêzî xwezayê ne derdikeve rê, diyar dike ku di polîtîkayên têkildarî hawirdorê de divê jin roleke pêşeng bilîzin. Ji ber çanda mêr hem li ser jinan hem jî xwezayê mêtinkariyê dike diyar dike ku jin jî xweza jî xwedî heman çarenûsê ne, çavkaniya sereke ya pirsgirêkê “nêrîna li cîhanê ya ji aliyê mêr’ ve ye.

Ekofemînîzm, her çendî di warê analîzkirina krîza ekolojîk û derbaskirina wê de xwedî rokeke girîng be jî di warê hejandin pergala kapîtalîst a desthilatdar û baviksalar de kêm dimîne nikare bibe alternatîf.

Ekolojiya civakî, di navbera salên 1960-70’yan de dema ku tevgera kesk derket holê, di heman serdemê de bi peşengiya eko-anarşîst Murray Bookchin de bi pêş ket. Ekolojiya civakî; ekolojiye weke ekolojiya civakî digre dest, diyar dike ku di bingeha pirsgirêkên ekolojîk de pirsgirêkên civakî hene. Vê nêzikahiyê çareseriya her du pirsgirêkan bi hev re esas digre, çalakiyeke ekolojîk di heman deme de weke çalakiyeke civakî dinirxîne.

Murray Bookchin, têkiliya krîza hawirdorê bi krîza pergala civakî re datîne, balê dikşîne ser aliyê civakî yê ekolojiyê. Ji bo pirsgirêkên antî-ekolojîk ên bîrdoziya modernîteya kapîtalîst bûye sedema çêbûna wan, tenê bi tevgereke civakî ya radîkal çareserî dikare were dîtin.

Ekolojiya civakî nêrîna ku alema giya û ajalan civak e, mirov jî wê civakê ava kiriye esas digre, diyar dike ku civak, tenê taybetmendiyeke aydê mirov e. Ji ber ku ajal bi tiştên heyî re lihevhatî, mirov jî ji vê asta jiyanê derbas dibin, afrîner, xwedî hêza guherîn û veguherînê ne, ji zindiyên din pir cuda ye. Divê ku van cudabûnan, bi esasgirtina hevsengiya optîmal bi kar bîne, li ser zindiyên din tehekumê neke. Dema ku van taybetmendiyên mirov tîne ziman, ekolojiya civakî, ji ber ku zêdetir xwedî feraseta bi navenda mirov e rexne dike.

Ekolojîstên civakî, her çendî van rexneyan rast û rasteqîn nebinin û red bikin jî vê xeterê di nava xwe de dihewînin. Dibêje ku van taybetmendiyên pêşketî yên di rastiya mirov de kom bûne, taybetmendiyên xweza û gerdûnê ne. Dema ku em têkiliya mirov-xweza-civak-xwezayê di nava diyalektîka dîrokî de bigrin dest dê me ber bi encamên bi watetir û rasttir ve bibe. Rêber Apo diyar dike ku têkiliya di navbera civak û xwezayê de qadeke ku zanista civakî zêde li ser kûr dibe ye. Tevî ku bandora hawirdorê ya li ser civakê vekirî ye, analîza zanistî û bûyîna mijara felsefeye nû ye.

Di sedsala niha de sedema bingehîn a ku em li hemû cîhanê bi qetilkirina xwezayê re rûbirû dimînin, zihniyeta tehekumkar, mêtinkar a ku ji xwezayê dûr ketiye ye. Pergala dewleta baviksalar, hiyerarşik a ku feraseta xwezaya bêcan-mirî bi pêş dixe, di mercên roja me de tehekumê û pîvana hakîmiyetê, bi xwedîbûna xwezayê re wekhev dibîne. Xweza zindî û zekî ye. Ji aliyê felsefî ve jî divê rast were famkirin. Xweza gelek caran weke xwezaya yekem, duyem û sêyem dibe sê beş.

Xwezaya yekem; xwezaya ku em di navê de dijîn e ku ev xweza ji nêzikahiyên mirovan serbixwe ye. Mirov perçeyek û temamkirina vê xwezayê ye.

Xwezaya duyem; hemû berhemên çandî yên bi destên mirov û aydê mirov hatine afirandin digre nava xwe. Ji ber vê yeke weke civakîbûnê dikare were pênasekirin.

Xwezaya sêyem; Têkiliya ku di navbera xwezaya yekem û duyem de ji nû ve were avakirin û dê bibe têkiliyek ku li ser esasî baldariya ji bo hevsengiya ekolojîk were avakirin. Ekolojîstên civakî her çendî diyar bikin ku ew xwedî nêrîna hevgirtî ne û navendîparêziyê esas nagirin jî ji ber ku hersê xwezayan perçekirî digrin dest, cudabûna kirde-obje ya di nava xwe de dihewîne nabînin. Ji ber vê yekê nikarin pêşî li peşketina nêrîna bi navendîparêziya mirov bigrin. Rêber Apo, diyar dike ku xwezaya sêyem, xwezaya yekem û duyem, di merheleyeke bilind de li ser esasê cudabûnan weke rejîma wekhevî û îfadekirina azadiyê û pêkhatinê, di nava pergala demokratîk de bi pêşketina taybetmendiyên ekolojîk û civaka femînen dikare pêkan be.

Yek ji taybetmendiyên girîng a ekolojiya civakî, di felsefeya xwe de esasgirtina nêrîna peresana xwezayî ango diyalektîka xwezayî ye. Destnîşan dike ku zanist û teknolojî ne li ser bingeha hilweşîner, divê li ser bingeha ekolojîk bên bikaranîn. Di gerdûnê de an jî tevahî bûyînên xwezayî de duaîltî, dijberî hene. Ev zagonek gerdûnî ye lê belê ev dijberî ne xwedî diyalektîkek wiha ya ku yek a din tune bike. An jî ji van dualîteyan yek bi xwezayî ji ya din bilindtir û serdest nîn e. Van dualîteyan hebûna xwe bi awayê sentez, bi awayê ku di mijarek de pêşketîtir bin diguherînin û berdewam dikin.

Mînak, mirov pêdivî bi oksîjenê, oksîjen bi giyayan, giya jî bi axê dibînin. Hevsengiya di navbera zindiyan de diyarker e. Ango bi hevsengiyeke hundirîn, hevsengiya herî guncaw çêdibe. Weke hevsengiya mar û dûpişkê. Her ku girêdana bi hev re tune dibe, di heleqên peresanê de veqetînên mezin çêdibin. Ji vê yekê jî ji ber ku pirsgirêka berdewamkirina gelek cureyan derdikeve dibe sedema kêmbûna cureyên di nava gerdûnê de. Çareseseriya vê krîza civakî û ekolojîk, bi avabûna pergala civaka demokratîk ekolojîk pêkan e.

Civakeke demokratîk û ekolojîk hêza xwe ya bingehîn, ji analîzkirina bi awayê zanistî ya azadiya jin û mêr ku çavkaniya pirsgirêkên civakî û ekolojîk e digre. Vê çareseriyê bi zanista hevjiyana azad Jineolojî û pê ve girêdayî bi Ekolojî pêk tîne.

Dema ku bi hev re tevger çêbibe, zanîna azadiya jinan dê bi zanîna ekolojîk re bibe yek, li dijî çanda baviksalarî dê têkoşîne bi pêş bikeve û rêbazên têkoşîna ku ji bo zanîna ekolojîk ji amûrbûna desthildatdariyê rizgar bibe dê werin bipeşxistin. Bi vê yekê dê zanîna ku têkiliyên jin bi mêr, xweza û civakê re xizmeta tevahî aliyên jiyanê bike were esasgirtin. Di avakirina civaka ekolojîk de, guherînên binghîn tenê li ser esasê azadiya jinan dikarin pêk werin. Ev alî herî zêde bi paradîgmaya modernîteya demokratîk, di projeya Jinwar a li Rojava ketiye meriyetê xwe dide der.

Jinwar li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan, ji bo avakirina jiyana ekolojîk û azad a ji jin û zarokan re hat avakirin. Malên Jinwarê yên di hembêza şoreşa jinan a Rojava de hatine avakirin, bi xwezayê re lihevhatî, bi kerpîçan hatine avakirin. Li gundê Jinwar meclisên ku jin dikarin jiyana xwe bi awayê baş bimeşînin, ji aliyê komunal ve xwe bi rêxistin dikin û biryarên xwe bi xwe didin hene. Bi axê re, aboriya bi riya çandiniyê, ji genimê ku diçînin, heta firinên nan, ji zanîn û tecrubeya jinên zana yên di dema civaka xwezayî de sûdê digrin. Bi Şîfajin, zanîna tiba serdemên berê tê rovejîkirin. Ji bo perwerdeya zarokan bi Dibistana Dayika Uveyş, cîhaneke azad hatiye avakirin û zanîna di warê xwebûniyê de bi pêş dikeve. Jinwar, mekaneke bêhempa yê bihevrebûna başî, xweşikî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û cudahiyan e. Ji aliyê din ve ji bo ahenga di navbera xwezayê de, mînakeke şênber e û nîşan dide ku Ekolojî û Jineolojî çima dû zanistên jêneger in.

Divê bi taybetî bal were kişandin ku du zanistên demokratîk ekolojîk in û xwe dispêrin heman rêgeza jiyanê. Ji bo jiyandarkirina paradîgmaya ekolojîk azadîxwaziya jinan, xwedî roleke girîng in. Vê paradîgmaya ku riya derketina ji krîza ekolojîk nîşan dide, xwe disperse jiyanê, nirxên qedîm ên jinan. Li gorî van nirxan divê ku tu zirarê nedî axê. Ji ber vê wateyê dide ax, tov û hemû tiştên di xwezayê de, bê merhemet nêz nabe. Fikarek wê ya ji bo bidestxistina zêde ya berheman û sermayeyê tune ye. Endustriya ekolojîk, aborî, eko-endustriyê esas digre. Ev paradigma li dijî hiyerarşî, tehekum û çînîbûnê ye.

 

 

 

 

 

Bunları da beğenebilirsin