JI DILÊ MIN WER TÊ, HEMA EZ BÊJIM ARMANCA GERDÛNÊ AZADÎ YE

Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran şoreş û tevgerên azadiyê rabûn û bi milyonan mirov bi bîr û baweriya ku azadî ji hertiştî bi rûmettir e, jiyana xwe ji bo gihandina azadiyê fêda kirine.

 

Pênasekirina azadiyê ne hêsan e. Gelek mirov – jin û mêr, fîlozof, civaknas, karker û cotkaran – ji gel û welatên çar aliyên cîhanê hewl dane azadiyê pênase bikin, ango xwe bighînin azadiyê. Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran şoreş û tevgerên azadiyê rabûn û bi milyonan mirov bi bîr û baweriya ku azadî ji hertiştî bi rûmettir e, jiyana xwe ji bo gihandina azadiyê fêda kirine. Lê azadî hîn diyardeyek e ku mirov – û bi taybetî jî jin – herî zêde hewce ne û hesreta wê dikin, lê belê di têgihîştin û pêkanîna wê de herî zêde zehmetî, astengî û nakokiyan dijîn. Mînak, îro pergala modernîteya kapîtalîst peyva ‘azadiyê’ ji bo mîsogerkirina desthilatdariya pere, dewlet û zilamê bi kar tîne. Şirketên kûrewî di bin navê ‘azadiya bazirganiyê’ de mêtingeriyê û xizaniyê li ser piraniya mirovahiyê ferz kirin. Dewletên hegamon di bin navê ‘parastina demokrasî û azadiyê’ de şerên dagirkeriyê îlan dikin. Mêrên serdest di bin navê ‘azadiya zayendî’ de çanda tecawizê li dijî jinan belav dikin.

Ev kiryar, girîngiya rast pênasekirina azadiyê û pêdiviya domandina têkoşîna azadiyê radixin ber çavan. Bi vê ve girêdayî em li bersiva çend pirsên ku herî zêde dibin, mijarê nîqaş û nêrînên nakok digerin: Têkiliya di navbera hêz û azadiyê de çi ye? Hevsengiya navbera azadiya ferd û civakê dikare çawa pêk were? Azadiya mirov bi azadiya ramanê an jî bi pêkanîna pêdiviyên nan û aboriyê destpê dike? Azadiya jinê wê azadiya mêr asteng bike an jî wê azadiya jinê rê li pêşiya azadiya mêr û civakê jî veke?

Ji bo em fêm bikin ku pirsgirêka azadiyê çawa derket da ku em bikarin nakokiyên derbarê wateya azadiyê û astengiyên li pêşiya azadiya ferd û civakê şîrove bikin, di serî de em dixwazin berê xwe bidin dîrokê. Ji ber ku yek ji rêbazên Jineolojiyê ew e ku em pirs û pirsgirêkên me yên îro bi çavdêriyek dîrokî temaşe û şîrove bikin.

Lêkolînên dîroknasiyê destnîşan dikin ku yekemîn belgeya nivîskî ya ku tê de peyva azadîyê derbas dibe, biryarnameya qiralê bajarê Sumeran Lagaşê Enmetena ye. Ev belgeya dîrokî ya ku bi zimanê Sumerî derdora sala 2430 a Beriya Zayînê hatiye nivîsandin, îro li Muzexaneya Louvre ya Parîsê tê veşartin.

Piştî ku şerê desthilatdariyê li ser çavkaniyên av û erda di navbera bajar-dewletên Sumeran Umma û Lagaş de nêzî 200 sal berdewam kiribû, qiral Enmetena serweriya xwe li ser bajarên Mezopotamyaya Jêrîn ragihand. Biryarnameya Enmetena ya li ser tabletên bi nivîsa bizmarî li bajarê Lagaşê hatibû nivîsandin, dibe yek ji belgeyên ewilîn ên derbarê pêkanînên şer û aşîtiyê yên di dîroka mirovahiyê de. Li vir yekem car peyva Sumerî “Amargî” ya bi hemwateya “azadî” û “vegera dayîkê” tê tomarkirin. Tê gotin ku qiral Enmetena bi serbestberdana koleyan, betalkirina deynan û vegera zarokan a li dayîkên xwe û vegera dayîkan a li zarokên xwe ‘azadî li bajarê Lagaş saz kiriye’. Her wiha hatiye tekezkirin ku Enmetena di bin emrê xwedawenda Înanna de ye û xwedayê wî yê parêzvan Şulutul e.

Naveroka van tabletên Sumerî ji me re destnîşan dike ku bûyerên bi tundiyê, zordestî û neheqiyên wekî şer, koledarî, revandina zarokan a ji dayîkên xwe, feqîrtiya ku mirov bike bin barê deynan, dibûn sedema pênaseya azadiyê. Heger ev kiryarên li dijî rûmeta xwezayî ya mirovan tune bûna, dibe ku pêdiviya bi afirandina peyva azadiyê jî nebûya. Bikaranîna peyva Amargî, bi hemwateya azadî û vegera li dayîkê balkêş e. Em dikarin vê yeke wekî ji nû ve sazkirina ehlaqa dayîkê ango vegera mirovahiyê ber bi serdema civaka xwezayî ya li ser bingeha çanda dayîkê jî şirove bikin. Ev dibe vegera serdema ku di gelek çîrok, di pirtûkên pîroz û bîra civakan de wekî ‘bihuştek ku hatiye windakirin’ tê bibîranîn. Bi vî awayî azadî tê wateya şêwazek jiyana civakî ya li ser bingeha edalet, aşitî û hevgirtinê ya ku di dîroka mirovahiyê de li hemû parzemînan hatiye jiyîn û dikare ji nû ve were sazkirin.

Rêber Apo rastiya dîrokî ya ku dibe sedema lêgerîna azadiyê, di parêznameya Parastina Gelekî de wiha dinirxîne: ‘Di dîrokê de veguherîna herî bingehîn a feresatê di civaka Sumeran de wek dij-şoreşekê pêk tê û di serî de civaka Rojhilata Navîn, paradigmaya mirovatiyê – nihêrtina me ya bingehîn li gerdûn û xwezayê – ji binî ve guherandiye. Têgihîştina civaka xweza, gerdûn û xwezaya zindî, rengîn e, û hilberîner e. Xwezayê wek behok û zalim nabîne. Mîna dayîkekê dibîne. Di zimanê Sumeran de gotina “Amargî” tê maneya azadiyê û di heman demê de tê maneya vegera li dayîkê. Ev gotin bi xwe jî feraseta dij-şoreşê pir baş li ber çavan radixe.

Feraset û kiryarên dij-şoreşê hevsengiya xwezayî ya jiyanê xirab kirine. Li şûna têkiliyên hevdu temamkirin û hevdu têrkirinê di navbera cihêrengiyan, şiroveyên mîtolojîk, olî, felsefîk ên baviksalar û zanistên pozîtîvîst derbarê cudahiyên xwezayî û çandî de, ji bo rewakirina têkiliyên hiyeraşîk ên serdestî û bindestiyê hatine pêşxistin. Bi vî awayî pergala kedxwarî û desthilatdariya mêr-dewlet li ser bingeha parçekirina mêr û jin, mirov û xwezayî, axa û felax, sermayedar û karker, ol û netewên mêtînger û yên bindest, ‘em û yên din’ azadiya ferd û civakan ji holê rakir. Lê belê her çiqas desthilatdaran hewl dane ku zordestiyê wekî ‘qanûna xweda’ ango ‘xwezaya mirovan’ bidin qebûlkirin jî, nikaribûn vîn û ramanên tevahiya mirovahiyê teslîm bigirin.

Koma Ton-Steine-Scherben ji Elmanya di gotinên strana xwe de serhildana xwe li dijî desteserkirina azadiyê eşkere dike:

Ez ne azad im, ez tenê dikarim hilbijêrim

Kîjan diz ji min didizin, kîjan kujer fermana min didin

Ez hezar caran ji ber xwînrijandinê mirim û wan ez ji bîr kirim

Ez hezar caran ji birçîna mirim û wan têr xwaribû

Li başûr, li rojava, li rojhilat, li bakur

Li her derê heman kes me dikujin

Li her bajar û li her welatî

Li ser her dîwarî vî dirûşmê binvîse

Ti desthilatî ji bo kesî tune!

Werin em dîwarên ku me ji hev vediqetînin hilweşînin

Werin cem hev, gelno. Hevdu nas bikin

Tu ji kesê li kêleka te ne çêtir î

Mafê kesî tune ku hukim li ser mirovan bike!

Di vê wateyê de em dikarin lêgerîna azadiyê wekî serhildaneke wîjdanî û ehlaqî li dijî niheqî û mêtingeriyê binirxînin. Ev lêgerîn di heman demê de têgihîştina azadiyê wekî yekparebûna mirov û gerdûnê, xwezaya jin û jiyanê destnîşan dike. Di pirtûka bi navê Sosyolojiya Azadiyê de Rêber Apo hest û ramanên xwe derbarê pirsgirêka azadiyê de bi awayekî balkêş tîne ziman:

‘Ji dilê min wer tê, hema ez bêjim armanca gerdûnê azadî ye. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye? Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re eleqedar heye. Eger mirov li dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. […] Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyonîstiya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil, senfoniya herî şaheser jî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê naynin bîra mirov? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê, em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin?

Di dîroka mirovahiyê de gelek şoreş û serhildanên gelan ji ber hêrsa mirovan a li dijî desthilatdarên zilmkar û bi hesreta xwegihandina azadiyê çêbûne. Ji serhildana hesînkarê Kawa li Mezopotamyayê heta serhildana Spartakus li dijî împaratoriya Romayê, ji şoreşa Fransa heta şoreşa Cotmehê li Rusyayê, ji şoreşa Vîetnamê heta şoreşa Nîkaragua, ji serhildana Nanny a Maroon a li dijî koledariyê heta têkoşîna gelê Efrîkaya Başûr li dijî rejima Apartheidê, ji şoreşa Îranê heta bihara gelan li Tunis û Misrê beşek mezin a civakan bi mebesta xwe rizgarkirina ji bêmafbûn, koletî û neheqiyê rabûn. Jin û civakan van pêvajoyên raperînê, şikandina tirs û bêdengiyê wekî kêliyên azadiyê fer kirine û jiyane. Serî rakirina li dijî bindestiyê û têkbirina hikumdariyek zordest, dibûn sedema serwextbûna li ser hêz û hebûna xwe. Enerjiya ku di pêvajoyên wiha de ava dibe, em dişibînin kelecana firandina çûkeke ku ji girtîgeha qefesê derdikeve, baskên xwe vedike û dinyayê keşif dike. Lê belê xwe ji hikumdariya desthilatdarekî ‘rizgarkirin’ ango ‘azadkirin’ nayê wateya ku azadî hatiye mîsogerkirin. Gelek caran çûk difiriyan nav xefikan û di qefesên nû de dihatin girtin. Gelên dixwestin xwe ji koledarî û mêtingeriyê xilas bikin, gelek caran bi zordestiya elîtek nû re rû bi rû dihatin. Bi taybetî jin, di pêvajoyên şoreşê de fêrbûn ku guhertina desthilatdariyê nikaribû xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin, ji ber mêrsalariyê hem di jiyana malbatê de hem jî di warên siyasî û civakî de berdewam kir.

Jineke partîzan a ji sala 1943‘yan heta 1945‘an li Îtalyayê bi hêviya azadiyê li dijî faşîzmê şer kiriye, ev ezmûna xwe wiha anî ziman: ‘Azadî şertek e. Divê em amade bin ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda bikin bêyî ku em xeyal bikin wê jiyan di azadiyê de hêsan be.

Hannah Arendt di gotara xwe ya bi navê ‘Azadiya azadbûyînê’ de rave dike ku ‘Zehmet e ku mirov zelal bike xwesteka rizgariyê, yanî azadbûna ji bindestiyê li kuderê diqede û xwesteka azadiyê, yanê pêkanîna jiyanek polîtîk, li kuderê destpê dike.‘ Bi nêrîna Hannah Arendt pêkanîna azadiyê ango jiyanekî polîtîk têne bi beşdarbûna dilxwaz û çalak a hemû mirovan di nîqaş û karên raya giştî di komareke demokratîk de pêkan e. Ji bo mirov werin dîtin û bihîstin, ji bo nasname û vîna mirovan were naskirin, divê mirov hem ji tirsê, hem jî ji xizaniyê azad bibin. Bi vî awayî Hannah Arendt yekparebûna jiyan û azadiyê, sîyaset û ehlaqê, pêdiviyên maddî û manevî yên mirovan destnîşan dike. Çawa mirovek birçî tenê bi gotinan nikare têr û azad bibe, mirovek têr jî yê ku ditirse fikrên xwe bîne ziman, nikare azad bibe.

Rêber Apo pirsa ‘gelo zêdetir pere yan jî serwextbûn azadiyê pêk tîne’ wiha dinirxîne: ‘Pere heta weke amûrekî daneheva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe, wê timî amûrek koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike ku di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê ve girê bide. Pere bi rola perçikê maddeyê yê dijberê enerjiyê ye, radibe. Mirov dikare bêje, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li rastiyê, her tim pêşiyê li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn her wek herikîna enerjiyê tê pênasekirin. […] Civakê xwe weke hêza mejî, çand û aqil çiqas zêde xurt kiribe, ewqas xwe ji azadiyê re amade kiriye.‘

Ji bo ev enerjiya herikbar a serwextbûnê bikare bibe hêzek avakar di gihandina azadiya jin û civakê de, Rêber Apo balê dikişîne ser têkiliyên azadiyê yên bi polîtîkaya civakî û demokrasî re. Çiqas desthilatdarî û dewletê azadiya ferd û civakê asteng dikin û ji holê radikin, ewqas jî rêxistinbûn, serwextbûn û çalakiyên siyasî yên hemû pêkhateyên civakê dibin çavkaniya gihandina azadiya ferd û civakê. Di vî warî de nirxandinên şehreza yên Rosa Luxemburg di payîza 1918‘an de li ser Şoreşa Rûsyayê nivîsand girîng in. Derbarê pewerdeyên gel û çanda nîqaşên siyasî de wê got:

‘Azadî tenê ji bo alîgirên hikûmetê, tenê ji bo endamên partiyekê – çiqas hejmarên wan hebin jî – ne azadî ye. Azadî her tim azadiya wan kesan e ku bi awayekî cuda difikirin. Ne ji ber fanatîzma ji bo “edaletê”, lê ji ber ku her tiştê ku azadiya siyasî zindî dike, derman dike û paqij dike, bi vê cewherê ve girêdayî ye û bandora wê gava ku “azadî” dibe cudahiyek, têk diçe.‘

Ev nirxandina Rosa Luxemburg destnîşan dike ku azadiya raman û çanda demokrasiya ku qîmetê dide cihêwazbûn û pirrengîbûna ferd û komên civakê, dibin çavkaniya enerjî û hêza afirîner ji bo paqajikirina feraseta civakê ji bermahiyên hişmendiya desthilatdar. Serwextbûna ku di têkiliyên yekalî de ango bi ferzkirina vîneke serdest azadî ne pêkan e, dikare bibe motora guhertin û veguhertinên demokratîk ên civakê.

Ev yek, bi taybetî ji bo têkiliyên di navbera jin û mêr de derbasdar e. Bêyî ku jin bikaribin hebûn û nasnameya xwe pênase bikin, ramanên xwe azad îfade bikin, biryarên xwe yên derbarê jiyana xwe de pêk bînin û vîna xwe di qadên siyasî, civakî û aborî de diyar bikin, azadiya civakê û hevjiyaneke azad bi mêr re jî ne pêkan e. Dema mêr bi vê yekê bihesin, ew ê bawer bin ku ew jî tenê dikarin azadiya xwe bi dest bixin, ger ew feraseta serdest a mêr bişkînin û rêzê li vîna azad a jinan nîşan bidin. Ji ber ku azadî û jiyan yekpare ne. Ev tê wateya ku dema jinek, netewek, mirovek ango zindiyek din bindest be, ez jî ne azad im. Ji ber wê demê ez bi rengekî dibim temaşevan ango hevparê bindestiyê ango serdestiyê. Azadî tenê dikare bi rengekî kolektîf û bi şêwazek ku hebûn, vîn, nasname, çand, bawerî û pêdiviyên cîhewaz ên ferd û komên civakan nas bike pêk were. Di vî warî de azadî hem yekpare ye, hem jî pirrengî ye. Bingeha vê yekê wîjdanek kolektîf a ku başiya xwe wekî başiya tevahiya mirovahiyê ferq dike û aqilekî hevpar ji bo pêkanîna karên baş ên civakî ye. Ev feraseta ku cudahiya di navbera ‘em û yê din’ de nas nake, yê ku xwe li hemberî hemû aliyên jiyanê û tevahiya zarokan berpirsyar dibîne, cewher û ehlaqa civaka dayîkê ye. Lewma peyva Amargî ji bo jin û civaka tevahî rêya ber bi azadiya ku hatiye windakirin ve nîşan dide.       

Îro jî felsefeya Jin Jiyan Azadî bi têkoşîn û xebatên ji bo serxistina şoreşa jinê dibin mînak, ji bo hewldanên domdar ên jinan da ku xwe ji desthildatdariyê rizgar bikin û jiyaneke azad ava bikin. Di vê derbarê de ezmûnên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û yên jinan ji pêkhateyên cuda di nav şoreşa Rojava de watedar in. Ew hem pêşveçûn hem jî zehmetiyên rêya azadiyê rave dikin.

Akademiya Jineolojî bi jinên li herêmên Şoreşa Rojava re di salên 2017 û 2018‘an de derbarê têgihîna wan a azadiyê de nîqaş û lêkolîn çêkir. Di encama van nîqaş û lêkolînên civaknasiyê de derket holê ku piraniya jinan wateya azadiyê, girêdayî azadiya vîn, fikr û ramanê pênase dikin. Ew azadî bi van têgînan pênase dikin: ‘Azadî, fikr, îrade û nêrîna bi zanistê ye’; ‘dema tu azad bifikirî û hurmeta azadiya fikrê ya kesên din raber dikî’; ‘dema ku mirov serbixwe tevdigere û bikare biryarên xwe bide’. Ji ber vê ‘şikandina zincîrên koletiyê’, ‘xwe ji bandorên neyînî xilaskirin’ û ‘xweperwerdekirinê’ pêwîst dibînin da ku jin bikarin ‘xwe û nasnameya xwe nas bikin’.

Her wiha gelek jin jî azadiya xwe girêdayî azadiya civakê şîrove dikin. Ji bo wan wateya azadiyê ‘keramet, edalet û wekhevî’ ye; nexasim jî ‘wekheviya di navbera jin û zilam de’. Ew ‘xwebirêvebirin û tevlîbûna jinê di her beşa jiyanê de’ wekî stûnên azadiyê dibînin. Li gorî nêrîna gelek jinan jî azadî bi ‘serxwebûna aborî’ ve girêdayî ye. Bi kurtasî jinan azadî wekî ‘jiyaneke bê tirs û jiyaneke bi rûmet’ da nasîn. Di nav nîqaşê de jineke bi temenê mezin bi rengekî zane û sade azadî wek tiştekî jêneger pênase kir û got, ‘Azadî wek nan û avê ye’.

Xewla Diyad wek jineke Ereb ji Til Temirê, azadî wekî pêdiviya bingehîn a jiyanê rave dike. Ew azadiyê wekî nihêrîna cewherî ya mirov pênase dike ku di heman demê de ‘hebûn û tinebûna mirov’ dide diyarkirin. Bi hestên xwe yên hundirîn û kelecanê dibêje ku: “Azadî tiştekî pîroz, xweş û mezin e. Dema ku mirov bi azadî bi zimanê xwe biaxive, bi cil û berg û çanda xwe bijî, mirov azad e. Dema ku mirov bi xwe xwedî nêrîn be û kesek desthilatdariyê li ser kesek din ferz neke. Yanê kesek jê re nebêje ‘rabe’, ‘rûne’, lê dema kesek tiştan bi xwe bike. Ew e ku mirov pêdihese ku ew bi azadî tevbigere û azad nêrînên xwe dibêje, tiştên ku di hundirê wê de hebe diteyîse, nema kole be û bi cîhaza kumanda, di destê keseke din de nameşe.”

Di pênaseyên azadiyê de gelek caran hesret û êşên jinan jî xuya dibin. Ji bo gelek jinan, raza azadiyê di pêkanîna wan tiştan de ku ji wan hatine stendin û di gihîştina wan a pêdiviyan de ku ji wan bêpar mane, veşartî ye. Jinên gundê Jinwarê yên wekî Bedrana, rave dikin ku wan tam û wateya  azadiyê li gundê jinê bi xwerêxistinkirin û xwerêveberina hevbeş a jinan nas kiriye. Keçeke 8 salî ya bi dayîk û pênc xwişkên xwe re li Jinwarê dijî pirsa ‘azadî çi ye?’ bi nîşankirina zarokên derdora xwe dibersivîne û bi misogerî dibêje: “Azadî zarok in! Hemû zarokên ku li vir dileyizin û xwe di hêlekanê de dihejînin! Azadî zarok in!”

Şeniyeke din a Jinwar jî dide xuyakirin ku wateya azadiyê bi xwe yekbûna fikr û hest e û dibêje: “Dema mirov bikaribe ramanê xwe, nêrîna xwe bê guman bîne ziman û bikare xwe temsîl bike; dema jinek bikare di şexsê xwe de jinên cîhanê, jinên Kurd, jinên Ereb, Aşûr û Suryanî temsîl bike; dema tu bi parastina cewherî parastina hemû jinan bikî; dema tu xwe di fikr û bîrdoziya azadiyê de kûr bikî û tevahiya zanistê di xwe de kom bikî, ev hemû ji bo min azadî ye. Ji bo me azadî, azadkirina hemû jinan e.”

Jinên di xebatên siyasî, civakî, aborî û çandî de cihê xwe digirin jî behsa guhertinên erênî yên civakî ya di aliyê naskirina vîn û hêza jinê de dikin. Endama Koordînasyona Kongra Starê Bêrîvan Xalid balê kişand ser têkiliya azadiyê bi demokrasiyê re. Wê da xuyakirin ku ji bo bicîhanîna azadî û demokrasiyê têkoşîna jinan xwedî risteke pêşeng e wiha got: “Di têgihîna azadiyê de demokrasî esas tê girtin. Em dikarin bêjin ku rêveberiya xweser bi xwe jî mînakeke ku em dikarin bi demokrasiyê bijîn. Ev tê wateya ku tu qîmet didî her tiştî û her kesî. Qîmetdayîna mirov û civakê ye. Berî her tiştî tu her kesî bi xwe re bikî di nav kar û tu hevbeşiyê çêkî. Ya ku herî zêde demokrasî daye naskirin û jê re pêşengtî kir, jin e. Ji ber ku jinê ne tenê bi nasnameya xwe ya qewmî têkoşîn dikir. Wê têkoşîna xwe bi nasnameya xwe ya jinê dikir û beriya her tiştî zayendê xwe parast. Ger jina Kurd ba, Ereb ba, Suryan ba, Tirkmen ba, çi jinên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijiyan, têkoşîna wan dibû yek ji bo nasnameya wan a jin.”

Beramberî jinên hêza xwe ya cewherî wek bingeha azadiyê dibînin, beşeke din a jinan jî heye ku pîvanên azadiyê li gorî statûya zilamê di nav civakê de pênase dikin. Ew hêz û desthildariyê wekî azadî fêm dikin û dixwazin ku ‘jin jî wek zilam xwedî maf, erk û gotinê be’. Her wiha meyleke din heye, meyla ku azadî di sînorên pergala heyî de wekî ‘jiyaneke li gorî kevneşopiyên civakê’ şîrove dike. Ji derveyê vêya, hinek jin jî dibêjin ku ew nikarin wateya azadiyê pênase bikin, ji ber ku wan hîn azadî nedîtine. Ew balê dikşînin ku nêzîkatiyên bi tundî û zayendperestiya li dijî jinê di têkiliyên malbat û hevjînan de berdewam dikin. Piraniya jinan ‘feraseta zilamê desthilatdar’, ‘adet û teqalîdên civakê’, ‘bandora olê’, ‘pirsgirêkên aborî’, ‘şer û êrîşên dagirkeriyê’ wekî kelemên sereke yên li pêşiya azadiya jinê dinirxînin. Tevî têgihîştinên cuda yên azadiyê, piraniya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê bawer in ku bi Şoreşa Rojava re jin û civakê gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtine. Lê belê meşa wan hê didomîne. Xwe gîhandina hêza xwe ya cewherî û yekîtiya jinan, naskirina civakê û xwedî derketina li çanda xwe ya resen, ew wekî binyata rêya azadiyê bi nav dikin.

Şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê jî di stran û bîranînên xwe de qala kêliyên azadiyê ku bi kedeke mezin û şerekî dijwar tên bidestxistin dikin. Ew serwext in ku diyardeya azadiyê di şêwazê tevahiya têkiliyên mirovan bi gerdûn, xweza, dîrok û civakê de watedar dibe. Şehîd Hêlîn Murat di rojnivîsa xwe de hêst û lêhûrbûnên xwe yên derbarê azadiyê de wiha anî ziman:

Bûyîna li ser lûtkeyên çiyayan, esalet, bedewî û azadiyê bi mirov dide hesandin. Em ewqas dûr nêzîkî asîmanin… Em hewl didin ku li van çiyayan civakeke nû, ango azadiyê, ava bikin. Em xwedî jiyaneke komunal in. Her tişt li ser sînora di navbera jiyan û mirinê de ye. Li cem bedewiyên têkoşînê, zehmetî û êş jî ewqas dijwar in… Nivîsandina her bihusta çiyayên ku şahidiya van têkoşînên dîrokî kirine pir girîng e. […] Kurdistan temsîla azadiya mirovahiyê berxwedêr dike.

Her wiha Şehîd Hêlîn Murad têkoşîna xwe ya hundirîn ji bo gîhandina kesayet û helwesta jina şoreşger a ku azadiyê biafirîne bi kûrahiyê tîne ziman:

Ez kûrtir hîs dikim ku azadî diyardeyek ruhî û fikrî ye. Jiyanê ji hebûneke fizîkî û bi ajo derxî, ev dibe tiştê herî hêja. Ev civakîbûn di heman demê de tê wateya têgihîştina hişmendiya azadiyê. Çawa ku jiyaneke şaş bi awayekî rast nayê jiyîn, tiştên şaş û rast di nav hev de û carinan yek ji wan di pêş de mirov ji vê rewşê xilas nake. Jiyaneke xeternaktir wekî jiyanek bi çûn û hatin di navbera şaş û rast de nîne. Ev feraseta jiyanê ya ku ji hêla îdeolojiya lîberalîzmê ve tê ferzkirin e. Bi rastî, ev qirkirina jiyanê ye. Ji ber vê yekê pir girîng e ku em her tim li hemberî şaşîtiyê şer bikin. Derketina ji vî şerî ya bi serkeftinê û bi kesayetiyek xurttir, bi derbaskirina nêzîkatiyên fizîkî û bi ajoyên ku min behs kir, pêkan e. Ev yek îdia, hewldan, biryardarî û serwextbûn hewce dike.[…]

Rastiyek mezin e ku şerê nefsê şerê herî dijwar e. Lê ji bilî vê, rêyek din tune ku mirov jiyanek bi rûmet, bi îrade û xweşik bijî. Dema ez li paş xwe dinhêrim, ez dikarim lawazî û kêmasiyên kesayetiya xwe bi zelalî bibînim. Tiştê girîng ew e ku mirov xwe ji pederperestiyê xilas bike. Ji bo mirov bikaribe di wextê xwe de û bi qasî ku pêwîst be hêza destwerdanê biafirîne. Li ser vê bingehê, ez ê destpêkek nû bikim û gavek din nêzîkî azadiyê bibim… […] Ez dizanim ku di hawîrdora azadiyê de, hincet pir watedar nînin. Çi dibe bila bibe, ya girîng ew e ku mirov bi awayekî azad û rast bijî. Ne di astengiyan de asê bimîne, her tim biherike… Mîna ava herikî… Ev azadî ye…

Şehîd Armanç Goskar jî di rojnivîska xwe de têkiliya azadiyê bi hevrêtiyê re bi van gotinên bandorker tîne ziman:

‘Rizgarkirina hevalê xwe, xizmetkirina doza wî/wê, têkoşînê daîmî kirin, parastina gel, lêdana derbeyên herî giran li dijminê hov. Berhevoka wan hemûyan baweriya bi azadiyê ye, pêwîstiya bi azadiyê ye… […] Ji ber vê yekê hevalên min hêja ne, bêhempa ne. Ji ber vê yekê têkoşîna me, şerê me ewqas girîng û bi qîmet e. Ji ber ku em utopyayên ku qaşo qediyane hembêz dikin, ji ber ku em baweriya xwe bi ronahiya li dawiya tunelê tînin û em wê dibînin. Azadî ji bo me bi qîmet e ji ber ku ew nabe maddê an jî nayê kolekirin.’

Şehîd Sorxwîn Munzur jî li çiyayên Zagrosê li hemberî tevahiya zor û zehmetiyan bi sonda ‘heger ez wekî jin tenê mayî bim jî, ez soz didim xwe ku ez ê tu carî, qet dev ji azadiyê bernedim’ vîna xwe ya azadiyê diyar kir.

Serpehatiyên jiyanê û têkoşîna van jinên leheng didin xuya kirin ku azadî hem li vir û niha destpê dike û hem jî hê divê bi ramanên dewlemend, têkoşîn, ked û ruhekî kolektîf were bidestxistin. Bi gotineke din: Rêya ber bi azadiyê ve, rêyekê dûr e, lê di heman demê de nêzîk e. Ya girîng ew e ku em bizanin bi biryardarî, hezkirin û hevaltiyê di vê rêyê de bimeşin.

 

 

 

Bunları da beğenebilirsin