DI AVAKIRINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE CÎHÊ TEVGERA FEMÎNÎST
Di vê sedsala ku ber bi sedsala jinan û şoreşên jinan ve diçe de, tevgera femînîst a ku xwedî dîroka têkoşînê û tecrubeyan e, xwedî taybetmendiya paradîgmaya azadîxwaz û hevgirtiyeke modernîteya jinan e.
BEŞA 2.
Di vê sedsala ku ber bi sedsala jinan û şoreşên jinan ve diçe de, tevgera femînîst a ku xwedî dîroka têkoşînê û tecrubeyan e, xwedî taybetmendiya paradîgmaya azadîxwaz û hevgirtiyeke modernîteya jinan e. Li dijî pergala kedxwar a qirkirina jinan û civakê û pergala kedxwar a kapîtalîst; berpirsyariya hêzên modernîteya demokratîk ew e ku bi hev re têbikoşin û çareseriyan bibînin. Tevgera femînîst a ku di nava tevgerên azadiya jinan de xwedî cîhekî girîng e jî; berpirsyariya wê ew e ku têkoşîna ji bo “jina kolonyala yekem û dawîn e” bi demokrasiya radîkal, bigihîne merheleyek û bi têkoşîna sosyalîzmê re bighîne merheleyek. Ji Abya Yala heta Ewropayê, ji Asya heta Efrîqayê, ji Efganistan, heta Belucistanê, ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, jin û gel û jinên ku ji bo jiyana azad û cîhanê di lêgerînê de ne, bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dengê xwe kirin yek û bi çalakiyan hatin ba hev. Rojeva sereke ya çalakiyên deh salên dawî yên jinan, berhema vê lêgerîn û hesreta ku ji bo cîhana ji kedxwarî, tundî, bîrdoziyên zayendperest û pergala mêr-dewletê paqij bûyî ye. Pirsgirêka jinan, bi polîtîkayên modernîst û lîberal çareser nabe. Çareseriya wê, guherîna ji kokê ya ferasetê, demokratîkbûna kesayet û jiyanê û guherîna civakî dixwaze. Ji bo vê yekê gavê girîng ew e ku têkoşîna bîrdozî, polîtîk û rêxistinbûyî radîkaltir û daîmî bibe.
Ber bi dawîbûna çaryeka yekem a salên 2000’î ve, bingehek qewî heye ku em dikarin sedsala xwe veguherînin sedsala azadiya jinan, şoreşa civakî bi şoreşa jinan tacîdar bikin. Şêrê cîhanê yê sêyemîn ku mora xwe li çaryeka vê sedsalê daye, bi hemleyên nû berfireh dibe. Ji ber wê hem ji bo gelan, hem jî jinan ji derveyî îsrara ji bo jiyana azad û berxwedana li vê dinyayê tu vebijêrk tuneye. Jin di vî şerê ku bi pergala desthilatdar a mêr, paradîgmaya dewletî û li dora paradîgmaya civaka demokratîk mezin dibe de, aliyek in. Ji bo ku bi paradîgmaya civaka demokratîk û azadiya jinê re bi pêş bikeve û derfetên hebûn û azadiyê çêke, divê têkoşîneke hevpar hebe.
Çalakiyên ku di sala 2016’an de li Arjantînê bi navê “Dê kes ji me kêm nebe” destpê kirin, veguherîn hêza çalakiyên navbera parzemînan. Di heman salê de li Polonyayê ji bo mafê Kurtajê bi tevlîbûna bi deh hezaran jinan bi daxwaza mafê kurtajê çalakiyek hat lidarxistin. Di 8’ê Adara 2017’an de li Emrîkayê çalakiya bi navê “rojeke bê jin” ku siyaseta Donald Trump dihat şermezarkirin hat lidarxistin. Ev greva giştî, di heman demê de helwesteke li dijî yekdestdariyê û çanda îsrafê bû jî. Piştî salek, di 8’ê Adara 2018’an de li Îspanyayê greva ji bo rojek a bi milyonan jin tevlî bûn, li hember kedxwariya zayendî û tundiyê bi dengekî hevpar çêbû. Di heman demê de daxwazên ji bo karê wekhev û heqdesta wekhev jî anîbûn rojevê. Di sala 2019’an de Reqsa Las Tesîs a ji Şîliyê dest pê kir, heta Abya Yala (Emrîkaya Latîn) ji wê derê jî heta Ewropayê û gelek welatên cîhanê belav bû; bi milyonan kesan li dijî tundiya li ser jinan û cudakariya zayendî rakir ser piyan. Li welatên cuda, çalakiyên cuda bi heman sedeman didomin. Li Hindîstanê piştî destdirêjiya li dijî jina bijîşk û kuştina wê, çalakiyên mezin hatin lidarxistin.
Di van çalakiyan de sekna li dijî tundiya li ser jinan, kedxwariyê, bilêvkirina daxwazên civakî, li dijî kedxwariya pergala kapîtalîst, ji aliyê tevgerên femînîst ve girîng bû. Li parzemîna Emrîkayê pirtûkek bi navê ‘Ji sedî 99 femînîzm: Manîfestoyek’ hat çapkirin. Jinan aşkera kirin ku bi têkoşîna li dijî antîkapîtalîst re ne. Bi rexnedayîna ji bo femînîzma lîberal a di plana pêşîn de, bang hat kirin ku bi hemû beşên ji pergala kedxwar zirarê dîtine re hevdîtin çêbibe. Di salên dawî de li cîhên wek Lubnan, Tûnis, Hamburgê konferansên jinan ên navneteweyî, meşên jinan ên cîhanê hatin lidarxistin. Ji Abya Yala (Emerîkaya Latîn) heta Efrîqayê, ji Asya heta Ewropa û cîhanê ev hevdîtinan, ji bo avakirina qadên tecrube, parvekirin û têkoşîna hevpar girîng bûn.
Di van hevdîtinan de pirsgirêka azadiya jinan û têkoşîna ku dişibe hevdû tê dîtin, hevnasî, tesbîtkirina aliyên qels ên rêxistinbûnê û hêza ku ji tecrubeyên erênî tê girtin, bipêş dikeve. Di hunandina konfederalîzma jinan a cîhanê de, hêzê dide tevgera femînîst ku ji derveyî dewlet û desthilatdariyê bikeve lêgerîna têkoşînê. Bi vê yekê bi awayê teşwîqê, ji bo beşdariya çalak, ji têkoşîna ekolojîk û demokratîk re çêdibe. Hinek xalên ku vê beşdariyê asteng dikin û dixitimînin, tên lêpirsînkirin, derbaskirin û pêşî tê vekirin.
Ji aliyê bîrdozî ve;
- Dîtina bingeha dîrokî û civakî ya kedxwariya li ser ked û bedena jinan,
- Pênasekirina jinan ne tenê wek zayend, wek nasnameyeke civakî,
- Dîtina têkiliya bi hêz a di navbera azadiya jinan û azadiya civakî de,
- Lîberalîzma ku li ser nasnameya civakî nezelaliyê çêdike, ramana nêzîkahiyên
post-modernîst. Bi zanîna rastiya ku nezelaliyê li ser xeta rêxistinbûn û çalakiyê dikin; divê xalên bingehîn ên helwestek ku di têgeh û çalakiyê de radîkalîzmê esas digrin çêbin.
Derketina li dijî kapîtalîzm, kedxwarî, faşîzm, dewlet û desthilatdariyê, helwesta bi rêgez a xwe dispêre hêza xwe û rêxistinbûna xwe dihewîne.
Ji aliyê bername û polîtîk ve;
- Divê meyla femînîst a ku femînîzmê ji kolanan û ji cihên ku çareseriya pirsgirêkên jinan û civakî lê hene dûr dixe, wan di nav qadên akademîk ên bi destûra dewletê de dîl dike; were bihêzkirin.
- Li dijî femînîzma dewletê ya ku teoriyê, rêxistinbûn û têkoşînê ji siyasetê dûr dixe; pêdivî bi radîkalîzma di salên destpêkê de ku digre ber çavan, bi rêxistin dike û dixe pratîkê û rexendayînê dide heye.
Ji aliyê rêxistinbûnê ve;
- Dem hatiye ku ji rêxistinbûna perçebûyî, ezezîtî, ji kariyerîzmê derbas bibe, bi jinan û civakê re were ba hev, hêza bername û çalakiyê derxe holê.
- Li dijî polîtîka û rêxistinbûna femînîst a di bin banê NY û hikûmetan de; divê bi sekna radîkal a jinan bersiv were dayîn. Ev yek ji bo pêşketina têgeh û çalakiyên femînîst tiştek bingehîn e. Li dijî polîtîkayên dewletê yên di bin banê NY de didomin divê jin xweseriya xwe, hêza xwe ya rêxistinbûyî veguherîne rêxistinbûneke li dijî pergalê.
- Pêwîst e di li dijî rûyê rast ê pergala kapîtalîst, kedxwar, komkujîhez, faşîst, baviksalar, perspektîfeke femînîst a ku polîtîkayên ji bo jinan, qirkirina li ser civakê deşîfre dike; li dijî vê yekê qadên rêxistinbûna hevpar û têkoşînê zêdetir dike hebe.
- Tevgera femînîst li dijî pergala kapîtalîst, kedxwariya li ser ked û bedenê, tundiya zayendî û destdirêjiyê, li dijî kuştina jinan, divê hêza xwe ya çalakiyê derxe holê. Ev yek dê hêviyê bide. Daxwazên ji bo xeta çalakiya ku bindestî û kedxwariya li ser jinan bi kedxwariya kapîtalîst re girê dide derdikevin pêş.
Di nava tevgera femînîst de çalakiyên ku piştî salên 2015’an bi pêş ketin, balê dikşîne ser derbasbûna ji xalên xitimandî lê ev yek demkî dimîne. Di çalakiyên femînîst ên navneteweyî de ku bi milyonan kesan radikin ser piyan, meyla antî-kapîtalîst, antî-kedxwarî, antî-faşîst bi hêz dibe. Meşên jinan ên li parzemînên cuda, grev, çalakiyên wek reqsa Las Tesîs, çawa ku pirsgirêkê didin nîşandan, bingeh û lêgerîna têkoşîna hevpar bi hêz dikin û riya çareseriya hevpar jî nîşan didin.
Tevgera femînîst xwedî potansiyela ku bibe hevgirtiya herî radîkal a modernîteya demokratîk e. Nakokiya di navbera zayendan de, çawa ku çavkaniya pirsgirêka civakî ye, çareseriya wê jî bi têkoşîna herî radîkal pêkan e. Meyldariyên bîrdozî yên ku vê radîkalîzmê ji holê radikin, bêçalakbûnê wek awayê hebûnê pênase dikin, bi lîberalîzmê ve girêdayî ne. Teoriya Queer, hewldanek ji bo tunekirina bingeha têgeh û çalakiyên dîrokî yên femînîst jê xwedî dibin e. Têkoşîna jinan a ji bo hebûn û azadiyê bi xetera bewatekirinê re rûbirû dihêle. Ji ber vê di yekê hinek rexneyên ku ji aliyê derdorên femînîst ve tên kirin de ev yek wek “Di nava tevgera femînîst de şoreşa dijberan a bi pêş dikeve” tê nirxandin û redkirin.
Kirdeya femînîst a têkoşîna demokrasiya radîkal; xwe dispêre nasnameya civakî ya jinan. Ji aliyê bîrdozî, rêxistinbûn û çalakgerî ve li dijî pergalê ye. Bi desthilatdarî û dewletê re li hev nake. Li gorî vê cewherê, çiqas bikaribe civakîbûyînê, şoreşgeriyê, rêxistinbûn û têkoşînê bi pêş bixe, dê ewqas xwedî şansê serkeftinê be. Li dijî kapîtalîzm, endustriyalîzm, sîstema netew-dewletê divê di hemû warên civakî de rêxistinbûn çêbe. Di warê bîrdozî, çandî, aborî, leşkerî, siyasî, ehlaqî û hwd. de tundî û êrîşên tên kirin, hemû nîşan didin ku pêdivî bi têkoşînê heye. Divê ku girîngî ji hewldanên çalakî û têkoşîna ku her dem didome re were nîşandan û bi qadên civakî re hevdîtin were kirin. Xwedîkertina jinan a li nasnameya neteweyî, nijadî, çînî, bawerî û çandî, gihîştandina têkoşîna femînîst a ji bo vê qadê, ji bo xeta azadiya jinan û şoreşa jinan pêdiviyek e. Li gorî vê mirov dikare polîtîka, dewlemendkirina xeta rêxistin û çalakî û zêdekirina qadên hevgirtina demokratîk zêde bike û bi pêş bixe.
Di ronîkirina dîroka şaristaniya demokratîk, dîroka jinan de, têkoşîna lêkolînerên femînîst, ramyar, pêşengên siyasî girîng e. Ji çaryeka dawî ya sedsala 20’an pê ve, polîtîkayên dewletê yên ku ji bo astengkirina cehwerê radîkal ê têkoşînê ya hevdîtina bi hêzên modernîteya demokratîk re zêdetir bûn. Konferansa ku di bin banê NY’ê de hat lidarxistin, veguherî rojeva jinan û têkoşîna mîkro kredî û polîtîkayên rêxistinên civaka sivîl û polîtîkayên dewlet-hikûmetê re bûne yek. Beşên lêkoşînên jinan ên li zanîngehan hatin vekirin, kursî, beriya vê lêgerînê diyar kirin û di nava riyeke ku ji sînorê feraset û pergala dewletê derbas nabe de hiştin. Têkoşîneke ji bo agahiya ku were girtin, lêkolîna were kirin, mijara were nivîsandin, pirtûk û heta naveroka gotinek, mijara gotinê ye. Sînorên li ser rojevên saziyên jinan, di warê aborî de karên çawa bikin, çawa xwe bi rêxistin bikin û çawa bijîn hatin avakirin.
Tengkirina di sînorê teoriya femînîst û girtina di sînorê pratîka modernîst de; bi perçekirina komên biçûk bêbandorkirin; bi veqetandina ji kolanê-bingeha civakî marjînalkirin; di warê bîrdozî, polîtîk û rêxistinî de girtina di bin kontrola xwe de, girtina sînorê dewlet-desthilatdariyê. Ev rêbaz hemû weke polîtîkaya hegemoniya cîhanî di dewrê de ne. Tevgera femînîst, ji bo bikaribe vê kontrolê derbas bike, polîtîkayên şerî taybet ên sîstema dewletî vala derxe; divê xwedî teorî, bername û pratîka ku ji dewlet û desthilatdariyê bi pêştir be.
Rêber Apo diyar kir ku femînîzm jinan wek ‘bindesta mêrên serdest’ pênase dike, têgihîştineke wiha çêkiriye û li ser formula çareseriyê wiha dibêje: “Weke ku tenê bindestiya jinan ji ber serdestiya mêr be tê dîtin. Lê belê tevgereke azadî û wekheviyê ya ku xwe dispêre zanista jinan û femînîzmê di nava xwe de dihewîne, pir zelal e ku dê di çareseriya pirsgirêkên civakî de roleke sereke bilîze.” Ev pênase û têgihîştin, dibe sedem ku pergala şaristaniya dewletî baş neyê analîzkirin. Heta ku mirov li ser bingehên pergala baviksalar nesekine û qeyd û bendên koletiyê yên hatine çêkirin ji kûrahî ve nebîne nabe. Ev kêmasî di têkoşîna li dijî pergalê de, di warê biryardariyê de rê li pirsgirêkan vedike. Dema ku pergala koletî û desthilatdariyê ya bi hezaran salan were analîzkirin; dê were dîtin ku rêbazên ji bo têkoşîna bi vê pergalê re jî çêbin, pergal nikaribe bikeve navê, belav bike. Ji ber wê divê bingehek zexm were danîn.
Riya derbasbûna ji çîna navîn, rengê spî, ji navendîbûna Rojava, ew e ku qirkirina li ser gel, jin û xwezaya di civakên kedxwar de were dîtin û li dijî vê di têkoşînê îsrar bê kirin. Hewldanên sosyalîst, anarşîst, ekolojîst, post-kolonyal femînîst ên di vî warî de, eklektîk û elît dimînin. Mijara bingehîn a têkoşînê ew e ku nêrîn û pratîka perçebûyî ya pergalê were derbaskirin. Jineolojî dikare ji pênaseyên femînîzmê, têgihîştin û tengbûn û dijberbûna ku ji ber pratîka wê çêbûye derbas bike, têkiliya jin û civakê bi hêztir ava bike. Dikare ji pêşketina teorî û pratîkê re, di kirdebûna civakî û lêgerînên ji bo afirnadina pêşengiyê de piştgiriyê bide. Ji ber ku ji têgeh û çalakiya têkoşîna femînîst xwedî dibe, xwedî îdia û berpirsyariyeke zanistî ye.
Bi qasî ku pêdivî bi femînîzma berê xwe dide rastiya netew, nijad, bawerî û çandên cuda, tevgera femînîst a ku wek dijberiya mêr di bîra mirovan de cihê xwe girtiye, lêgerîna analîzkirina rastiya mêr girîng e. Divê veguherîna mêr û pirsgirêka azadiyê jî bigre rojeva xwe. Weke Bell Hooks di nava tevgera femînîst de jî meylên ku têgeh û çalakiyên vederkirina mêr, dijberiya mêr rexne dikin hene. Bi qasî rexneya vê meylê, divê şewqa xwe bide polîtîkaya pratîk jî. Heta ku mêrên bûne hevkarên desthilatdariyê û veguherîne amûran ji nava destên pergalê neyên girtin û rizgarkirin; dê aliyekî têkoşîna azadiya jinan kêm bimîne. Ev nîvçebûn jî dê temenê mêtinkariya cîhanî ya ku desthilatdarî û dewletan diafirîne dirêj bike. Bi qasî îdia û çalakiya zanîna koletiya li ser jinan û derbaskirina vê yekê, ruxandina ku ji ber rastiya desthilatdariya mêr çêbûye jî divê were dîtin. Derbaskirin, îdia û çalakiya ji bo vê yekê gelek girîng e.
Nîvê mirovan jin in û ji bo azadiyê têdikoşin, nîvê din (mêr) divê ku ji desthilatdarî, feraseta serdest werin paqijkirin. Rêber Apo tesbîta Sîmon De Beauvoir a “Wek jin jidayîk nabî, lê dibî jin” pênase dike û dibêje: “Mêr wek hebûnek serdest tê dinyayê, lê mêrê azad jî dikare bibe.” Têkoşîna azadiya jinan û rêvekirina şoreşa jinan ji bo civaka demokratîk, ekolojîk girêdayî çareseriya pirsgirêka azadiyê ya mêran e. Têkoşîna jinan a ku mêran ji derve bihêle dê bibe têkoşîneke ku civakê ji derve dihêle û nagihîje serkeftinê. Rêber Apo diyar dike ku di bingeha pirsgirêka jinan de pirsgirêka mêran heye û ji bo vê têgeha “kuştina mêr” formulasyona demokrasî û sosyalîzmê ya ji bo derbaskirina desthilatdariya dewlet û desthilatdariyê ye. Beşên femînîst ên ku mêr hevgirtiyên xwezayî yên demokratîk û civaka azad dibînin jî ev tesbît rê nîşan dide.
Wek zanista şoreşa jinan û hevjiyana azad jineolojî, dema ku sosyolojiya azadiya dihûne, hem tevgera femînîst ji bo xwe bingehîn dibîne, hem jî ji bo xalên xitimandî rast tesbît bike û derbas bike, dibe bingeh. Di têkoşîna azadiya jinan de cihekî girîng ê tevgera femînîst heye. Ji bo hînbûna tecrubeyên ku bi têkoşîna jinan çêbûne, ji têkçûn û destkeftiyan dersên wekhev werin girtin, hevgirtina jinan a demokratîk bi pêş bikeve; peywireke dîrokî û rojevî li pêşiya tevgerên jinan ên dinyayê heye. Di vê sedsalê de pêdiviya herî lezgîn ew e ku ev hevgirtin bibe bingeha konfederalîzma jinan a demokratîk.
Modernîteya demokratîk, serdema modernîteya jinan û şoreşên jinan e. Bi kûrkirina rêxistinkirinê, bi pêşxistina rêbazên dewlemend ên têkoşînê, pêdiviyên vê serdemê dikarin werin bicîh anîn. Li dijî faşîzm, kapîtalîzm û pergala mêtinkariya cîhanî em dikarin xwedî li ked, beden, çand û axa xwe derkevin. Ji çandên cuda, erdnîgarî, bawerî û neteweyan, jin dikarin bi rêxistinbûnên xwe yên xweser, paradîgmaya azadiya jinan jiyandar bikin. Ev yek dê dewlemendiya konfederalîzma jinan a demokratîk derxe holê. Tevgera femînîst bi cîhgirtina avakirina konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê de dê bikaribe tecrubeyên xwe yên dîrokî, ji bo jiyandarkirina paradîgmaya azadiyê bi kar bîne, di têkoşîna azadiya jinan de û avakirina jiyana azad de roleke mezin bilîze.