Nexweşiyên Epidemîk, Çanda û Berxwedan Civakê

Rumet Heval

Berî niha 11 hezar salan, tê gotin ku însanan rû bi rûyî hinek nexweşiyan weki iro ku em jiyan dikin hatine. Lê belê bi rêbazên xwe yên xwezayî û ceribandinan gelek nexweşî derbas kirine, baweriya xwe ya civakî xurt kirine. Her wiha di maneya dînê yek xwedayî yên roja îro fikrê xwe yên manewî bihêz kirine. Toren merasîm û ayînên xwe çêkirine.

Di dema qlanan de kesên nexweş bi tenê li cihekî derman kirine û liser tendurustiya xwe bi zêdehî rêbazên şîfayê bikar anîne. Heya niha hinek gîhayên ku wek derman tên bikaranîn hîn ji wê demê de mane. Heta hinek fêkî û nebatên ku niha wek biharat û xwarin jî tên bikaranîn, di wê demê de wek derman hatine bikaranîn. Wek sîr, pîvaz, lîmon, nehneh, bexdunis. Lê di dema klanan de ev rewşên nebaşiya laş ne weke nexweşî wek ruh an jî fikrê xerab ku ketiye laş hatiye şîrovekirin. Bi çavê xerab li malê cîranê xwe mêzekirin wek nexweşiya herî xerab hatiye dîtin. An jî fêde girtina ji heywanan wek şîr û mast an jî goştê wan bikaranîn di asta baweriya herî mezin û rîtuelan de hatiye nirxandin. Paqijiya fikir, hest û laş bihev re bidest girtine û fikrê civakîbûnê ji bo xwe bingeh girtine. Dema ku ev rêbazê civakîbûnê zirar dibîne ev nexweşî li ser bedena mirovan dibin pirsgirêkên bê derman û mirina bi mîlyonan însana. Ji xwe em di van sedsalên dawiyê de van nexweşiyan dibînin û jiyan dikin.

Di navbera sedsalên 15-16 an de rêya ronakbîrîya şaristaniya dewletî hat vekirin. Serdema navîn bi pêşîgirtina hinek nexweşiyan derbasî pêvajoya nû bûye. Di wê demê de nexweşiyên cûzzam, frengî, tîfo, meleriya hebûn. Rêbazên başkirina van nexweşiyan ji saziyên berjewendîparêz yên olî û aqlê doxmatîk derbasî rêbazên tibba ku xwe li ser bedena mirovan daye ceribandinê bû. Ji vê re gotin me serdemê berê derbas kirin, em derbasî qonaxa nû bûn. Her wiha di aliyê fikir û zanistê de veguhertinên gelek girîng di rehendên civakî yên dînî, civakî, ehlaqî û polîtîk de hatin çêkirin û ev rehend hemû li gor zîhniyeta kapîtalîzmê hatin nûjen kirin. Rêbazên başkirina fikir-hest û jiyana mirovan ya xwezayî jî wek rêbazên mîstîk, ne diyar, ne zanistî hatin teşhîr kirin bi navê mîstîkbûnê hatin reşkirin. Bi van veguhertinan serdema şoreşa zanistê dan destpêkirin. Di sedsala 17 . de tê gotin bingehên şoreşa zanistî hat danîn. Bi taybet di aliyê zanista tibbî de pêşketinên mezin çêbûn. Lê belê cardin tê zanîn ku tam di van sedsalan de nexweşiyên bê eman yên ji aliyê vê pergala nû ve hatin afirandin û heya niha jî xwe berdewam dikin.

Di sedsala 18 . de nexweşiya sitma an jî taya sar bû sedema mirina bi sedhezaran însanan.

Di sedsala 19 an de bi tespîtkirina avên qirêj yên nava bajaran, tespîtkirina sedema vergirtina nexweşiyan. Bakterî hatin tahlîl kirin. Sedema pêşketina tîfo, weba hat dîtin û zanista tip ya kapîtalîst xwe wek zanista modern binav kir. Çiqas rêbazên başkirina fikir û tendurustiya mirovan ji rêbazên zanista civakî hatin qutkirin, navê tibbê bû pêşketina modern.

Çêkirina çekên kîmyewî, birçîbûn, xela, şer, bi taybet fikrê li gor şerê dagirkeriyê ku hatine avakirin, nexweşiyên dema modernin. Lê belê ev wek nexweşiya pergalê nayên dîtin. Ti nexweşî bi qasî şerê van salên dawî ku li rojhilata navîn di qewime ne xeter û kujer bû. Erdnîgariya rojhilata navîn di encama van şera de zuha bûn. Hest û fikrê însan dibin dexta şer û mirinê de di yek alî de hat hiştin. Tenê bijarteya dîn li pêşiya civakan wek cinawir hat peydakirin. Bi rêbazên yek dîn, yek ziman, yek al, yek dewlet, yek netew rengê civakan dibin siya xwedayî de hatin qels kirin. Niha jî bi nexweşiyan gel di nava tirs û xofan de tê hiştin.

Her şaristaniyên navendî nexweşiyên mirinî yên dema xwe jî peyda dikin an jî di afirînin. Gerdûna me û xwezaya vê gerdûnê bi van nexweşiyan bêhêz dibe. Dengeya herî nazik û hesas ye gerdûnê ku ewqasî bê hempa û dewlemende ji ber vê tevlîheviya civaka mirovan tê veguhertin. Bi xwe re veguhertina demsalan, barîna baranan tîne û tebeqeyên parastina xwezayê û gerdûnê tên guhertin. Ev demeke wek rojeva cîhanê ev mijar di bala herkesî de ye bi taybet di bala wan sazî û dezgehên bi navê zanistê de ne. Ev jî tê zanîn ku zanista roja îro ji herdemê dewlemendtir bûye. Ev herdû aliyên nirxandinê bi hevre nakokin. An zanista roja îro ne zanista raste ya civak û xwezayê ye an jî hemû dane û çavkaniyên vê zanistê şaşin.

Nexweşiyên ku di dema şaristaniya nexweşiyan ya kapîtalîzmê de peyda bûne Aîds, Abola, Sars, Mers, Zekema Çêleka, Beraza, Mirîşka, Covid 19…. her wiha tên binav kirin.

Zimanê li hemberî van nexweşiyan tên bikaranîn xîtap û uslubên mîlîtarîst an jî leşkerî ne. Ev nexweşiyên ku ji aliyê zanista tibbî ve hatine afirandin wek dijmin tên penasekirin. Lê belê kesên ku ev peyda kirine jî zanyarên sedsala 21 . nin. Zanyar bi şeklekî buye dijminê mirovahiyê, lê belê ev nexweşî dibin sûcdar û tawanbar. Zîhniyeta desthilatdar jixwe dijminahiya civakan e, lê belê hinekî din wek gunehbar destnîşan kirin. Niha jî heman rewş berdewam dibe.

Tê gotin ku ji dema heywan hatine kedîkirin û heya niha nexweşiyên mirovan çêbûne. Lê belê xwezaya heywan û însan ji hev cuda ye. Ya însan û şînahiya jî ji hevdû cuda ye. Hem hevdû temam dikin hem jî hevdû bandor dikin. Dema ku şînahiyeke neyê zanîn tê xwarin mirov jehrî dibe. Dema ku heywanek ji bo mirovan nabe bê xwarin jî mirov jehrî dibe. Lê ne ew şînahî ne jî ew heywan nabe dijminê mirov, xwezaya herdûya di hinek aliyan de hevdû nagire û bi awayeke neyênî bandor dike. Ji dema ku însan û heywan-şînahî bi hevre jiyan destpêkirine û heya roja îro wek xwezaya sêyem an jî civaka bi xwezayî pêvajoyek demdirêj jiyan bûye. Di vê pêvajoyê de însan wek kombûna hemû kêrhateyên xwezayê hatiye binav kirin ji hemû zindiyan zêdetir para jiyanê ji bo xwe digire. Dema ku dikeve tengaviyê jî derdora xwe sûcdar dike. Ev sûcdarî wek zimanê leşkerî di qada ekolojî, ekonomî, demografî, tendurustî, etîk, siyaset û polîtîkayê de hatiye bikaranîn. Di roja îro de li hember neçariya nexweşiyan mirov û sazî-dezgehên ku lewaz bûne cardin vê zîhnîyeta sûcdariyê bikar tînin. Yek sûcdar heye ew jî aqlê mirov yê ku ji xwezaya civakê hatiye dûrxistine. Yê ku li ser xwezaya mirov ewqasî tehakkum daye çêkirin. Mirovahî dûrî têkiliyên optîmal yên dengeya xwezayê kiriye. Ev aqlê komûnal hatiye çewt kirin û li hemberî hemû hebûn û zindiya tê bikaranîn. Tevahiya sazî û dezgehên qaşo bi navê zanistî jî vê aqlê komûnal tine di hesibînin û bi ezezîbûna zanistî li çareseriyê digerin. Ji ber vê sedemê çareseriyê ku peyda dibin nexweşiyeke din jî bi xwe di afirînin. Dengeya însan û xwezayê ku hatiye lewaz kirin ji kok de nayê bidest girtin tenê li ser encaman rêbazên çareseriyê peydakirin jî dibe karesat û krîzeke din.

Pergala kapîtalîst di aliyê qirkirina çandî de şerê cîhanê sêyem dide jiyan kirin. Qrîza zanistî di asta şerê cîhanê yê sêyem tê jiyan kirin. Qrîza aborî wek şerê cîhanê yê sêyeme. Teror û înkar zanist, beden û hebûna jin ispata şerê cîhanê yê sêyemîne. Xetimandina rêbazên başkirina tendurustiya însan wek şerê cîhanê yê sêyeme. Ji xwe rêbazên şerê psîkolojîk, însan berbi lêgerên cînsên cuda de birine. Şerê çekên kîmyewî, afirandina çekên şer û pîşesaziya çekan avakirina amûrên şerê cîhanê sêyemîne. Xerîbketina cînsan ji hev û xwezayê cardin dibe amûre berdewam kirina van şeran. Wek jîneolojî em dikarin van daneyên têkçûna pergala kapîtalîst û sedemên şerê niha zêdetir jî bikin. Lê belê ya girîng dewlemendkirina utopyayên civakan yên pir bijarteye. Hestên civakan û hestên kesayet yên ku hatine parçekirin cardin geşkirin dibe mijara bingehîn ya zanista jin. Penaseya jiyan û zindîbûnê dibe gava yekem ya jiyana piştî van karesatên ku pergala desthilatdar. Wek parçebûna maneya civakî şerê roja îro dikare bê nirxandin. Parçebûna mane jî şerê îdeolojîke.

Li hember çekên kîmyewî, hilweşandina ekolojiyê, bêkariyê, nufûsa zêde, kansera bîylojîk û civakî, nexweşiyên cînsî, qirkirina gelan, zanista pozîtîvîst ya ku civakê jinê nesne dibîne bersiva herî mayînde bi çareseriyê şaristaniya demokratîk –modernîteya demokratîk e. Çanda civakî di hêza veguhertina şaristaniyan de ye.

 

Bunları da beğenebilirsin