LI DÎROKÊ, JINEOLOJÎK TEMAŞE KIRIN

CANDA SU

Îtîraza me ji feraseta dîrokê ya ku zeman ji mekanê ji hev daye qutkirin, feraseta dîrokî ya bi keliyê tê îzahkirin, tene bi nivîs, tablet, wêneyên bidest hatine qewartin yên dîwara re heya roja me ya îro tê, heye. Helbet em vê berhevê girîgn dibinin. Lê em bawer dikin ku dîrok jî, di heman demê de wek zeman zindiye. Zeman çawa diherike, dîrok jî weke zeman diherike. Zeman çawa ku encama berî kêliya nihaye û koka kêliya dema pêşe, dîrok jî, ji doh ve heya îro di hafiza me ya civakî de hatiye nexişandin û di nexşeya genên me de biberdewamî diherike. Em bi vê bawerin. Em dîrokê ji diyardeyek ku gelek teng hatiye eşkerekirin wêdetir, tam jî di herikîna jiyana me de ya ku rê dide me, wek zeman, wek mekan, wek hafiza dinirxînin.

Em îdîa dikin ku loda bûyer û diyardeyan ya di xeta dîroka rasterast ya di pey hevdûde hatine rêzkirin weke têgihîn û feraset nirxandin derveyî ruhê zemane. Li hember feraseta nêr ya zemanê rasterast û xêzikî, em dibêjim zemanê dorveger ya mê. Bi qasî biwatekirina herikîna zeman di kêliyê de, bi vekolîna di zeman de em dixwazin bi herikin demên pêş. Em hedef dikin di kultên anafatma de, di çîrokên periyan de, di evîna Mem û Zîn de, di stranên dengbêjan de, di rîtuelên serê salê de û di gelek rastiyên din yên hatine wendakirin de heqîqeta xwe bibinin, girêdana xwe ya bi gerdûnê re ji nû ve ava bikin. Em jidil bawer dikin ku di vekolînek wiha de emê hemû bi hevdûre bi Jineolojiyê ji bo jiyana bi wate û azad gavan bavêjin.

Mixabin em di serdema ku civak, zeman, mekan, di nav giştîbûnê de heya şaneya xwe ya biçûk hatiye perçekirinê de jiyan dikin. Dibin navê zanistê de ev hevpariya ku hatiye parçekirin, gef li yekparebûna jiyana civakî ya bi zeman û mekan re jî dixe. Jiyana ji heqîqeta xwe hatiye qutkirin weke ku diqîre. Ne tenê di jiyana mirov de, di qîrê hemû zindiyên de em vê bangê dibihîzin. Çavkaniyên ku berbi tinebûnê ve diçin, hejmara mirovan ya zêde, jiyana ji zeman û mekan hatiye qutkirin, komên çekên nukleerî, pêwendiyên ehlaqî yên ku wateyên xwe wenda kirine, zindiyên ku tine dibin, zimanên ku tine dibin, loda mirovên ku ji hevdû biyanî dibin…Di çavkaniya van karesatên ku hîn zêde dikarin werin hejmartin de, eşkereye ku mentiqê bi qanûn û bîrkariyê re girêdan heye. Gerdûn û weke herikîna gerdûnê, dîrok bi awayê hebûneke zindî bidestgirtin zêdetir, zîhniyeta ku van rastiyan weke diyardeyên werin desteserkirin, bi qanûnên nayên guhertin werin venêrînkirin tê nirxandin. Çavkaniya vê zîhniyetê rast çareserkirin, bixwe re girîngiyek mezin radigire. Bi taybet jî, dîrok bi dema dîtina nivîsê re destpêkirin, ev bi dema sûmeran re dayîna nişandan, jiyana mirovan ya ku ji sedî 98 di beriya wê dîrokê hatiye jiyankirin ji nedîtîve hatin, bûye bingehê zanista îro. Zîhniyeta rahîbên sûmeran di zîhniyeta zilamên zanistê de hebûna xwe berdewam dike û ev jî mijareke bênîqaşe. Ma wekî din, di demek ewqasî kin de felaketên ku tên jiyankirin emê çawa rave bikin?

Herwiha ji bo bi hezaran zindiyên ev dema ku tê destnîşan kirin di heman demê de tê zanîn ku di gerdûnê de wekî din jî bi mîlyaran çêbûn hene. Dîroka ku zindiyên û bi taybet jî mirov wek mijar digire dest, zemanê vê pêşketinê destnîşan dike. Bi qasî vê jî di seride demsal, gelek vegerên zeman yên din jî di avabûna zindiyên de rewşeke zaruriye û ev jî tê zanîn. Bi qasî ku ti hebûn bê zeman tine ye, zeman bixwe jî hebûneke û ev yek ji aliye tevahî zanînên cuda de tê pejirandin. Cardin her zemanê hebûna bi xwe jî heye. Lê ev nayê wateya ku yekîtîya dem û avabûnên din tine ye.

Di aliyê mekan de jî civakên ku xwedî çavkaniyên dewlemend yên şînahiyan, çavkaniyên avê û hebûna ajalane, dibin xwedî bingehên bihêz. Gera heqîqeta mirovan ya wenda bûye ne di cemserên qeşayê de di nava mezopotamyayê de gerîn, yekbûna zeman û mekanê bi vê derê ve girêdayî ye. Herwiha hemû hêzên cîhanê bi berhevên xwe yên şer di mezopotamyayê de xwe bicih kirine. Lê di mezopotamyayê de tekoşîna rastî cara yekem hêzên şaristaniya demokratik bi armanca lêgera heqîqeta xwe, her wiha jin, gel, çand, bawerî û gelek hêzên xwe bi hewildana avakirina sîstema xwe vê tekoşîna xwe berdewam dikin û ev şerê li vê derê yên hêzên cîhanî bi armanca astengkirina vê hewildanê tevdigerin. Em ji eşkerekirina vê rastiyê jî kêm namînin.

Bi pêşengiya Birêz Abdullah Öcalan, bi navê Modernîteya Demokratîk, yên ku di erefata gîhana sîstembûnê dene û di her qadê de sîstema modernîteya demokratik saz dikin, liberxwe didin, tê hedefkirin ku ev berxwedan û hewildan were fetisandin. Ev jî rastiyeke.

Heqîqeta mirovê azad ku ji mîtolojiyan heya olan, ji felsefe heya zanistê di her demên dîrokê de bi rêbazên cuda li rastiya xwe geriyaye, çawa ewqasî ji vê rastiyê hatiye dûrxistin, rast îzah kirin girînge. Gîhaneka an-an jî ya ku li ser fikrê mirovan hukûm dike bixwe jî dabeşiyên Kirdeyî-Camidî, îdealîst, materyalist destnîşan dikin. Li şûna van gîhanekan bi “û” yan pêwendî pêşxistin, li şûna qutkirin û kurtkirina cudabûnan, pêwendiyên di navbera wan de bihêzkirin dibe nêzîkatiyek diyarker.

Di sîstembûna şaristaniya kapîtalîst bixwe de ev dûalîbûnên ku ristên mezin lîstine di avakirina dîroka ji rastiyê dûr de jî cardin xizmeta îktîdarê dike. Lê feraseta dîrokî ya modernîteya demokratik ji navîna jiyanê derdikeve. Em difikirin ku derveyî îktîdaran kombûn an jî berheva hemû çandan bi awayeke şênber an jî berbiçav, wê rastiya dîrokî eşkere bike. Em bawerin ku di avakirina formên zîhnî û îradî de jî wê bi feraseta Birêz Abdullah Ocalan ku dibêje “Dîroka Azadiyê (Dîroka Civakî)” gengaz be. Dîrok ne bi hûnera kesên jor civakê derketiye holê ye. Ji vê zêdetir, em dîrokê bi rastiya zeman û mekanve didin hevdîtin, bi yekîtîya xwezayê re digirin dest.

Wekî din wek Jineolojî em hedef dikin nirxên şaristaniya demokratik bi taybet jî nirxên jinan yên ku di tariyê de mane cardin derxin rûyê rojê, bi qasî rêzdariya ji cudabûnan re, pêwendiyên di navbera wan de bihêztir bidin avakirin, bi awayeke hîn dorfireh mêzandina dîrokî hedef dikin. Em di rêyek rastde ne. Em vê jî bi pêhesên xwe yên girêdana jin-xwezayê ve, derveyî zemanê nêr yên gerdûnî bi vegerînên heyvikê hîs dikin. Her wiha dema em li jiyana zindiyên temaşe dikin, em dibînin ku mêtiya zemanê vegerok destnîşan dike. Di heman demê de zemanê rasterast û xêzikî jî nêrtiyê destnîşan dike. Koka vegerînê dibe dorvegerîna heyvikê ya jinan. Bi berdewamî em hîs dikin ku derveyî zemanê nêr yê gerdûnî weke jin bi heyvê re, bi vegerînên heyvikî (regl) derveyî vî zemanê nêr em derdikevin. Em tam nizanibin jî em pêdihesin ku koka ve vegerînekê bi menesturuasyonê tê destnîşankirin. Li hember zemanê teqez, diyarker û pêşveçûna rasterast ya ku feraseta nêr ya zeman bi xwe re aniye em vê feraseta xwe dicihde dibinin. Em difikirin ev wê bibe çemê berbi rojên pêşde diherike, yê ku li jiyanê, xwezayê, civakî û hemû hebûnan bi xweseriya cudabûnan, wan di parêze.

Bi qasî armanca me ya dîroka jinan jinûve nivisandine, em di nava vê nivîsandinê de jî jinan bi ser dîroka heyî de venakin. Û cardin em tenê jinan li ser dîrokê nanivîsin. Di rastiyê de çerçeveya dîrokî ya heyî emê lêbipirsin. Bi berhevkirina hemû berhemên jin yên heya roja îro, jinûve avakirina jiyan û civakê bi Jineolojiyê emê bigirin ser xwe. Bila şaş neyê famkirin, bi têgeha Jineolojiyê em behsa feraseta zanista ku dibin serweriya hin kesiman de ye behs nakin. Eksî vê, emê wan ferasetên bi karesat ku hertiştî bixwere dike navend, zanista ku ji civak û dîrokê dide qutkirin bi hevdûre teşhir bikin. Divir de qesta ji têgeha Jineolojî; yên di navîna jiyanê, yên di lêger û biryara çareseriya şîfreyên hafızaya civakî de ne, di van mijaran de li herêma ku jê jidayikbûye de bi çand, kevneşopî, bi rîtuel, bi zanebûna ku ev hemû şaneyên dîrokî yên jiyan dikin de ne, yên bi çavên jinan temaşekirina dîrokê biser xistine û yên ku hîs dikin ev wate bixwe ye, her kes, her yeke, her gurûb, her qlan û her lêkolîn em dixwazin bibêjin ku parçeyek Jineolojiye.

Bi qasî ku em li bendî nivîsên bi vê şêweyê de ne di vê malperê de, bi zanebûna ku dîroka zindî, dîroka gotinî di me de jî berdewam dike, ev berhem wê gelek hêja bin. Em wek peyrevên wanên ku rihên wan, bedenên wan tevî axê bûne û yên koka dara nifşên me têr kirine ne. Em ji bîr nekin ku hafızaya civakî di me de berdewam dike. Ji ber wateye vê kêliyê encax em bi vî awayî dikarin bidin. Bi vê şêweyê di pêşengiya Jineolojî de erdkolîna ku me destpêkiriye bi hevpariya zeman, mekan û civakî re wek mirovên yekbûyî em çiqas hêja ne emê hîn ji kûrtir de hîs bikin.

Em di serdema nifşên di derbarê her tiştî de fikrên wan hene, lê yên ku tiştekî nizanin de jiyan dikin. Ji ber vê sedemê em nifşên ku neçarin pir zêde wate li ser zeman bidin barkirinê ne. Di aliyekî de em xwedî derfeta teknîka ku hemû serdem û nifşan di navhevde bi karibin nas bikin, hîs bikin bi wate bikin de dijîn û em di vê mijarê de bisûdin ku ev teknîk û zanist heye. Lê heger em bikaribin bi baskên lêgerê yên bitilsimî bifirin! Dîrok di kêliya em jiyan dikin de berdewam dike. Herî zêde Endamên Rojhilata navîn vê baş dizanin, hîs dikin û jiyan dikin. Di kêliyê de dîrok, di dîrokê de kêlî, em bi yekbûna herdûyan, herkesi vedixwînin rêwitiya me ya pêşerojê. Ji her kesên ku dev ji mezinkirina heskirin, azadî, aştî, biratî, dadî hêviyên xwe di dil mejiyên xwe de bernedane re…

Bunları da beğenebilirsin