Hestên Polîtîk

 Akademiya Jîneolojî

“Hûn zêde hestiyarin, lê hestên we j naveroka polîtîk û civakî bêpare û lewaze. Ji ber vê we berbi wê civakbûna hûn beriya wê dikin ve nabin, berbi jiyana azad ve nabin. Hûn nizanin heskirina civakî, eşq çiye. Hûn di qiraxa ezezîbûnê de digerin û dimînin. Heger hûn bi pirsa “Ez ji kuderê destpêbikim” bipirsin û destpêbikin, bersiva min vekiriye. Bi polîtîk kirina hestên xwe û civakîkirina hestên xwe hûn dest pê bikin ji bo avakirina jiyana me ya azad jî wê bibe tevgera herî jiyanî. Kî çi dibêje bila bibêje, heger evîna Leyla û Mecnûn jî be, divê bigihêje naverokek polîtîk, were polîtîk kirin. Hestekî ne polîtîk; nikare têkiliyeke rastî ya zeman-mekan ava bike, nikare heskirina welat pêş bixe. Ji bo vê hûnê hestên xwe polîtîk bikin. Hûn vê bikin wê wateyek hestên we hebe, derveyî vê wê rê li ber bermahiyên jiyana îxanetê û trajediyan vebike. Vaye yên ku dibêjin em girêdayîne û direvin, yên ku nikarin hêzê ji xebatê re pêşbixin û xwe dikujin, vaye yên di nav me de ne, lê bi awayeke veşartî revê jiyan dikin! Divê hûn ji van dersan derxin û bikin sedemên rexnedayînan… Yên nekevin ferqa rastiya Rêbertiya min ya polîtîk û rêxistinî û vê rastiyê biwate nekin, negihêjin zanîna rastiya heskirina vê, heskirinên wan demborine. Ev cûrê heskirinê di heman demê de çavkaniya bi her awayî sextetiyê ye… Hestên lewaz mane, berbi armancê ve bi watedarî neçûne, serkeftinên mezin di jiyana xwe de bicih nekirine û ev hestên ku hertim sertewandî bi şermokî şermînî temaşe dikin bixwe ne! Me ev derbas kirin, hûnê derbas bikin.” Rêber APO

DERIYÊN JI KOLETÎ Û AZADIYÊ RE TÊN VEKIRIN: HEST

Çine Hest?

‘‘Hemû parçeyên gerdûnê, madde û yekbûna enerjiyê ya li derveyî însan di qewime cardin bi rêya hest û fikir berdewam dibe. Ti parçeyên gerdûnê, madde û enerjiya ku li derveyî însan di qewime, bêyî fikir û hest namîne. Ya yekemîn heger em behsa dîroka gerdûnê dikin em behsa vê dikin.” Rêber APO

Heger em bixwazin kokên hestên xwe û hebûna hestên xwe bi wate bikin, em bi vê girêdana dîroka gerdûnî dest bi kar bikin wê rastir be. Ji ber ku hest,  qada hestên me (deng, tam, bêhn, dîtin, destdayîn, bihîst) bi gerdûnê re, bi cîhana me ya hindirîn re, bi civakbûna me re girêdayî, me dixin nava hevkariyê. Hestên me cîhana hevkariyê ne. Ev cîhana hevkariyê û kokên hestên me berî ku em di vê gerdûnê de çêbibin ji zû de di gelek zindiyan de hebûn. Pêş ketibûn. Ajoyên hindirîn, hîs, pêhesîn, hest bi hevdûre girêdayî pêşketine. Her çiqasî di însan de weke gaveke pêşdetirbin jî, kokên hestan di dîroka gerdûnê de hene.

Hest bi Tirkî di wateya duymak-bihîstinê de ye. An jî ji bihîstin têgihiştinê tê. Ji vê koka peyvê hatiye zêdekirin. Her wiha tenê di wateya bihîstina guh de fam kirin wê kêm bimîne. Bihîstin çalekiya zindiyan ya bi cîhana dora xwe re ketina nav têkilî û dayîn standinê ye, her wiha di vê qadê de hestên xwe, hêza xwe ya hindirîn bikaranîne. Heger em wiha bifikirin wê demê em ê bi çavkaniya hêza mezin ya hestan, enerjiya wan ya bilind, bêdawîbûn, dewlemendî û azadiya wan bihesin. Di gava yekem de dema mirov di nava hestên xwe de dikeve vê ferqê mirov ji bo watedariya hebûna xwe hîn zelaltir dibe. Ev watedariya mirov bi xwe di asta jiyanî de ye. Heger em bikevin ferqa vê girîngiyê û vê birêxistin bikin, di zeman û mekanê rast de bi xebitînin; em ê bikaribin bibin mîlîtanên xwedî tekoşîna bibandor ya li hemberî zilma li ser xwezaya civakê û xwezaya yekemîn tê meşandinê. Em ê bikaribin li hember vê zilma bê sînor bi tesîr bibin.

Di tekoşîna Rêber APO de hest, bûn diyardeyên bingehîn. Hertim bi hişyariyeke mezin nêzî vê qadê bû, bi wate kir, fam kir, da famkirin, mezin kir û penase kir. Her wiha hest bûn diyardeyên rastiya civakî ya bingehîn. Rêber APO heya pêvajoya Îmraliyê di hemû dahûrînên xwe yên bîrdozî- rêxistinî de ku aliyên wan yên civakî û derûnî pir bi hêz û kûrbûn ji bo rastiya civakê û kadro dan pêşxistin û hertim bi asta hest û hêza hest ev nirxandinên xwe kûrtir kirin. Di felsefeya me ya azadiyê de û di tekoşîna me de rastiya hestan bi rastiya Rêbertiyê re girêdayî hatiye bidestgirtin û di Şexsê Rêbertiyê de naskirina hestan, rêzdariya hestan, bilindkirina hestan, xweşik kirina hestan, perwerdekirin, pêşxistin, afirandina hestan hatiye bidest girtin. Li beramberî vê hestên xerab, an jî nebaş naskirin, ew penasekirin, ew terbiyekirin, ji wan qûtbûn, politikaya li hemberî hestan dayîna meşandin jî wek rêbazê tekoşînê hatiye bidestgirtin û ev rêbaz heya niha hatiye meşandin.

Bi pêşketina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re jî hêza zeka ya hestiyar, hevkariya bi zekaya analitik re girêdayî rastiya civaka ehlaqî û polîtîk hîn zelaltir bû û bû bingeha nêzîkatiya me ya giştî. Di salên ku Rêbertî li qada Sûriyê de ev alî bi zêdehî hatin nirxandin û bidestgirtin. Rêbertî hertim kadro di asta hestan de tahlîl kir. Hestên însan yên ku tesîra wan li ser şer, polîtîka, tekoşîna azadiyê û jiyanê dike tahlîl kir. Mezinbûn û biçûkbûna hestan wek mijarên pêşxistina şoreşê di qada perwerdê de bi rêbazên hevpeyvînan di rojeva kadro de bicih kir û hertişt di mekan û zemanê wê de bi awayeke eşkere parvekir. Di kesayeta xwe de, ceribandinên xwe de û di têkiliyên xwe de hêza hestan bi mînakan ji me re destnîşan kir. Bêyî ku ev hestên mezin, heskirin û azwerî pêşbikevin da nîşandan ku tekoşîna azadiyê jî pêş nakeve. Bi çend caran ev rastî danî pêşberî me û vegot. Pîvanên hestên samîmî-jidil eşkere kir. Di her diyaloga xwe de, her qada jiyanê de, hevdîtinan de, bi pirsên “ Ma bi we re hestên nû pêşdikevin? De ka bibêjin, kîjan hest bi we re pêş ketin?” xwest cîhana me ya hestan fam bike. Hesasiyet û şiyariya xwe li hemberî hestan wiha raber kir:

 ‘‘…Hestên xweşik bi rastiyên civakî re girêdayîne. Niha di nav me de bi vebirî, hestên xweşik bi rastiya civakî re hela hela bi rastiya axê re girêdayîne. Derveyî van nikarin werin bidest girtin. Cardin derveyî têgeha azadiyê nikarin werin bidest girtin. Bêyî vana hest nabin… Têkiliya hestan bi navendên qadê civakî re hene. Mezinbûna hestan, bihevrebûna jiyana azad ya mezin bi asta tekoşîna civakî û siyasî re ji nêz ve girêdayî ye. Ez dibêm qey, pêşiya kelecan û hestan vekirin wê bi sûd be… Gelek girînge ku hest bi nazenînî werin terbîyekirin û pêşxistin…Hest û fikrên veşartî zirar didin. Em kengî bikaribin derxin holê û di aliyê rast de bi biryar bin wê herkes ji wan fêde bibine. Divê hestên we bikaribin pêş bikevin, hesasiyetên we hinek tiştan hîs bikin. Heya ku ez hestên xwe yên herî xweşik pêş nexim û vîna ku hemû zilmê derbas bike ava nekim ez wê rojê weke ku min jiyan kiriye na hesibînim.  Nikarim hîs bikim…Hûn dixwazin hestên we yên baş hebin. Lê belê lêkolînek we ya zanistî jî nîne, divê di vê mijarê de bi gengazê tekoşîna we ya kûrbûnê hebe. Encax di encama tekoşînek wiha de hûn dikarin bigihêjin mezinbûna hestan. Ji bo hestên xweşik derbasî jiyanê bibin şer tê kirin. Şer ji bo jiyana zerîf-narîn û birêze. Ji bo jiyana rêzdariyê bê jiyankirinê ye. Hestên mezin li ser kîjan bingehan pêş dikevin. Ev eşkereye û hestên ku me derxistine holê, hestên ku me pêş xistine mezinin, giştîne, naveroka wan dagirtiye û azadîxwazin… Ya girîng berjewendiyên gel in. Ya girîng berjewendiyên rêxistinê ne. Di encam de ji xwe ceribandin û pêkanîn hene. Ev pêkanîn mezinbûna hestan datîne holê. Ji bo gel hestekî ava dike, hestên mezin derdixe holê, eşqa mezin derdixe holê…”

Rêber APO di nava salên dirêj de bi dahûrîn û tahlîlên xwe yên li ser hestan ev mijar bi gelek aliyan bidestgirt, penase kir, tahlîl kir û nirxand. Dûbare dûbare behsa hestan kir. Behsa mezinbûna hestan, mirov çawa dikeve ferqa hestên xwe, penaskirina hestan, birêxistinkirina wan, nelîstina bi hestan û qadên bi hesta lîstinê ji holê rakirinê kir. Hertim ev girîngî danî ber çavan. Di salên li Sûriyeyê de û pêvajoya Îmraliyê de jî ji bo Rêber APO hest hertim zindî bûn. Hebûna wan, enerjiya wan hebûn. Di Paraznameyên xwe yên di pêvajoya Îmraliyê de got; “Pêşketina hestan bi serê xwe mûcîze ye”. Hest weke hebûnên ku xera dibin, wenda dibin, radibin ser piyan, biçûk dibin, mezin dibin, didin fetisandin, bibask dibin, têxin, didin firandin, biçûk-mezin kor û her wiha penasekirin. Bi gelek hevokan penase kirin. Ji bo mezinbûna hestên me, famkirin-têgihiştinên me, hêza hestên me û bêhêziya wan, bêrêxistinbûna hestan û encamên hestên bêrêxistin di asta azadiyê de çawa xwe didin der, di her alî de Rêbertî xwest nîşanî me bide. Di vî alide bû xwedî keda bê dawî. Ev zêdeyî çil sale ev ked berdewam dibe û heya niha jî Rêbertî ya me ji bo rast bi destgirtina hestên me perspektîfan dide me.

Em hemû dizanin ku pergala kapîtalîst bi tinekirina hestên însan û bibinxistina zekaya hestiyar ya însan pêş dikeve. Heger hestên însanî zindîbûna xwe û tesîra xwe ya ser jiyanê parastibûna, ew kapîtalîzma wehşî ya ku jiyanê li mirovan dike dojeh û faşizm pêş nediket. Di van bîst-sî salên dawiyê de heman pergala kapîtalîst hêza hestan ya însan ku xwedî kokên mirovan yên bingehînin û ajoyên bingehînin. Bi armanca zêdekirina kara xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û heya niha jî bikar tîne. Bi vê armancê re girêdayî hestên însan ji bo xwe gelek girîng dîtiye û dest bi bazara hestan kiriye. Zekaya hestiyar ya însan û hêza zekaya tahlîlî dema bikeve tevgerê û were birêxistinkirin bêyî ku pê bihesin hemû karker dikarin pir baş werin bikaranîn. Karker dikarin werin dagirkirin. Ne yek bi yek, kom bi kom dikevin bin xizmeta kapîtalîzmê. Tu dikarî van koman ji bo kapîtalîzmê baştir bikar bînî.” Êdî pergala kapîtalîst van gotinan bi awayeke eşkere bi ziman dike. Rêber APO bi armanca pêşîgirtina van dagiriyên pergala kapîtalîst û ji bo pêşiya pêşketina hestên însan di aliyê civakî  – kesî de were vekirin hertim tahlîla hestan pêşxist. Bi van dahûrîn û tahlîlan tedbîrên civakî, bîrdozî û siyasî dan pêşxistin. Rêbertiya me dahûrna xwe wiha bedewam kir; “Rêgeza Hest û Hişyarî an jî Hestiyarbûnê! Divê em bihest bin, hestiyar bin, ya xwezayî jî eve. Ev tedbîrek e. Ango di aliyê civakî, siyasî, hestiyariyê de tedbîreke: Divê ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê ez wan hestên xwe yên tine jî pêş bixim.”

Çine ev hest û hestên ku di jiyana me de ewqasî girîngî, tesîr û cihê wan hene? Çima ewqasî girîngin.

HEST: Di ferhengên Tirkî de wiha hatiye penasekirin. “pêhesînên weke famkirin, hîs, çavdêrî û şopên ku bi bûyer û diyardeyekê di cîhana hindirîn ya mirov de ava dibin, pêşbînî, pêşhîsî, nirxandina ehlaq, estetîk û her wiha, kêrhateyên girêdana bi van hestan, tevgera xweseriya mirov ya bi van hestan re girêdayî ku pêş dikeve.” Cardin bi xetên giştî hest wiha jî tê penasekirin; “Di encama veguhertinên halê ruhî yê însan de bi taybet veguhertinên hindirîn de û bi bandorên derdorê çêbûneke kompleks ya hevpar derdikeve holê. Ev veguhertina kompleks an jî ya giştî di derûniyê de veguhertinên din jî pêk tîne. (Di bîyolojiya însan de veguhertinên psikolojik di qewimin). Ji vê qadê re veguhertinên psîkofîzyolojîk an jî veguhertinên derûniya fîzîkî dikare were gotin.”  Bi vî awayî ev qad tê penasekirin û nirxandin. Hinek zanyarên rûhî jî hestan wek; “fonksiyona zanista rûhî” penase dikin.

Hestên me di heman demê de cîhana me ya rûhî ne. Dînamîkên herî bingehîn yên pêşketina gava yekem dîroka civakîne û cîhana me ya rûhî destnîşan dikin. Em cara yekem gerdûnê, hebûna xwe ya civakî û kesayetê di destpêkê de bi hîs, sezgî û hestên xwe têdigihêjin. Em bi hestên xwe tê derdixin. Hestên me tinebin em ê bibin hebûnên kerr û lal di gerdûnê de. Ji hemû hebûnan re em ê kerr û lal bimînin. Em nikarin hebûna xwe bi wate bikin û bi nav bikin.

Em bi carkê re dikarin gelek hestên însan bixin rêzê û bibêjin. Weke dilşewitandin, ayîdîyet, bêxemî, acizî-bêzarî, fikar, xof, tirs, wêrekî, diltengî, hestên dê-bavtiyê, hestên olî, evînî, hestên welatparêzî, hestên serkeftinê, binkeftinê, başî-xerabiyê, daxwaz-azweriyê, biçûk dîtinê, ezab, bendewarî, xwe dîtin û nepixandinê, xemgînî, kerb, çoş, dehşet, zindîtî, dijminahî, empati, sempatîyê, nerihetbûna ji hev, kîn, dilrihetî, valatî, xurûr, xeyidandin, êşandin, ji xwe razîbûn, ji xwe hesnekirin, xeyalîbûn, jixwe xweşbûn, nexweşbûn, huzur, bêhuzurî, bawerî, bêbawerî, avêtina hindirxwe an jî dilgirtîbûn, eleqedarî, heskirin, xwe radestkirin, pejirandin, şermezarî, heyrantî, tolhildan, îlham girtin, îlham dayîn, şermokebûn, meraq, minnet, kêfxweşî, şanazî, dilrehmî, nezaket, bêrîkirin, poşmanî, sebir, milkiyet, şaşmayîn-matmayîn, kelecan, xwe sûcdar kirin, nêzîkbûn, hesûdî, gûman, dûrbûn, hêvî, daxwaza cînsî, hîletê xwe jê anîn, dilê xwe jê xelandin, diltenikbûn, wehşet, tenêbûn, şiddet-tûndî, di bûyerekê de eliqî mayîn xwe bi demê re teng hiştin, nefret, bêxemî, bê wîjdanî…

Em dikarin li ser vê lîsteyê navê gelek hestan zêde bikin. Di çanda her civakê de penase û navê hestan tê guhertin. Bi qasî ku em nikarin bi hejmêrin çandên gela hene. Di nava xweseriya hemû çandên gelan de hestên ku bê sînor tên guhertin û pêşketin em dibînin. Lê hemû jî ne tenê aliyê dil û rûhî yê însan, di asta tesîrkirina fikir û vîna însande ne jî. Ji ber vê sedemê ketina ferqa hestên xwe, binavkirina wan, ew pêşxistin, veguhertin, bihêzkirin, birêxistinkirin, di avakirina însanê azad de heya radeya dawiyê girînge. Di avakirina jiyana azad de dikare were gotin ku gava yekem heger însan û civaka bi tendurustî be, pêşxistina însanê normal-asayîbe yekem radeya ku were bidest girtin jî asta hest û rewşa hesta ye. Zanista tibbî di destpêka lêkolîna tendurustiya însan û cîhana hestan ya însan de ye. Hewil dide têkiliyên di navbera wan de fam bike. Lê em weke mîlîtanên azadiyê em nikarin hebûna xwe ya civakî û takekesî ji cîhana zanista modernîteya kapîtalîst re bihêlin. Rêbertî di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de têkiliya bi tendurustî ya însan-hest daniye holê. Ya ku maye jî gelek ji me bi ceribandinên xwe yên jiyanê di vê mijarê de bûne xwedî zanebûnên girîng.

Bi yek kirina vana û bi zanebûna kêrhateyên însan ku bikaribe heya dawiya jiyana xwe bi tendurustî jiyan bike; em dikarin tesîra hestan ya li ser tendurustiya xwe û jiyana xwe ya azad bi aliyê erênî de hedef bigirin.

Di van mijaran de bi taybet naskirina anatomi an jî bedena jin-zilam ( pergala hevgirêdanê an jî bandorkirinê, pergala navenda sînîr, hemû pergalên bedenê weke hormon, mêjî, beşên zayînê) naskirin, famkirin, hestên me yên pêş dikevin bi watekirin gelek girînge. Ji ber tu hestên me ji fîzîka me cûda an jî serbixwe pêş nakeve. Ev hest me tesîr dikin. Çawa ku em dizanin hemû heqîqetên me bi heqîqeta gerdûnî ve di aliyê maddî-manewî de girêdayî ye û ji wan cûda nayê bi dest girtin; hest jî ji bingehên maddî û manevî nayên qutkirin. Ketina ferqa hestan, penasekirin, birêxistinkirin û polîtîk kirin bi heqîqeta hevpar ya gerdûnî re girêdayî ye. Divê em xwe weke parçeyek ji gerdûnê bidest bigirin. Weke Adrîenne Rîche dibêje “ Heqîqetên aqil û bedenên me ji me hatine biyanîkirin û bûn sir-nepenî. Ji ber van sedeman berpirsiyareke giran ya me li hemberî hevdû heye. Bi navê lihevanîna rewşan û pêvajoyê divê em zirar nedin hestên xwe yên rastî. Divê em hevdû bi şaşî ronahî nekin”. Di mijara hestan de di destpêkê de hestên xwe û yên hevdû ronahîkirin pêwîste. Yek ji gava ronahîkirinê jî yekparebûna heqîqeta însane, heqîqet giştiye, însan jî li gor vê giştîbûnê bi destgirtin û hertim bi xweseriya takekesî nêzîkatî pêşxistin rewşeke jiyanî ye.

Di roja me de li ser rûyê cîhanê bi gelek ziman û cûrbecûriyên çandî gel xwe bi nav dikin û penase dikin. Di van cûrbecûriyên zimanan û çandan de wate û naveroka peyva hest hatiye destnîşan kirin. bi awayeke bê hejmar peyv hatine afirandin. Cardin li gor ziman û çandan wateya navê hestan, bikaranîna wan, xebitandina wan cûr be cûre û li gor çandan tê guhertin. Di rastiyê de bidestgirtina civakan ya hestan û şîrovekirina wan li gor xweserî û xwezaya wan tê guhertin û bi vê xweseriyê di nava ahengek mezin de ye. Ji ber ku hest di pêşxistina vê xwezaya civakan de rista diyarker dileyîze. Hebûna însan bi van hestan eşkere dibe. Hest û hîs jî li gor vê şêwe digirin. Hafiza civakî berî niha bi deh hezaran salan bi cerîbandinên ku nayên jibîr kirin pêş ketiye, biziman bûye û bûye şîfreyên çandî yên civakî. Di roja me de gelek beşên zanistê û hunerî bi lêkolîna hestan eleqedarin. Aliyên hestan yên dîrokî û rojane lêdikolin. Sebeba vê jî eve; hest di hebûna însan de xwedî girîngiya tendurustiyê û kokên dîrokî ne. Di însanê bi tendurustî de hest xwedî tesîra mezinin. Her civak û kesayetên civakî heger bixwazin di nava jiyanê de cihê xwe û girîngiya xwe bibînin di destpêkê de divê li qada xwe ya hestiyarî temaşe bikin. Jiyana xwe li gor vê bi wate bikin, xwe li gor vê bi tendurustî bikin. Her wiha li gor zimanê xwe peyva hest bi wate dikin û di çanda xwe ya civakî de bi cih dikin. Ji xwe her civak bi hezaran salan ev kiriye. Ya girîng xwe gîhandina zanebûna van peyvan û yek kirina wê bi hestên niha re ye. Her kes; bi zimanê xwe yê dayikê, penaseya hestan, navên ji hestan re hatine dayîn, sîfetên wan, biwêjên ji bo hestan tên gotin, wêjeya devkî û nivîskî ya ji bo hestan her ku fêr dibe fêrî hêza hestan ya avakirina kes di nava civakê de jî dibe. Her wiha pêşketina hestan bi awayeke tendurustî jî di xwe de pêş dixe.

Di zimanê Kurdî Kurmanci de hest bi peyvên weke hes hest, pejn, pêjn, dilîn tê destnîşan kirin. Zaravayên din jî lêkolîn kirin û di ziman û çanda civakî de ev peyv lêkolîn kirin xwedî girîngiyek mezin e. Ji ber cîhana hestan ya Kurdan ku xwedî kokên dîrokî yên qehîmin bi rê-rêbazên bê hejmar ji aliyê dijmin ve bi zeman û mekanan, bi rêbazên cûr be cûr hatine qetilkirin, bişavtin, talan kirin, desteserkirin, çewtkirin, ji rê derxistin, biçûk kirin, xayîn kirin. Di nav çil salan de Rêbertî bi vê qadê re eleqedare. Di qadên xwe yên tekoşînê de Rêbertî qada hestan bi awayeke taybet bi dest girt û pêre eleqedar bû. Ev bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Di vê wateyê de yek ji qadên afirandina tekoşîna me ya azadiyê jî qada hesta ye.  Di vê qadê de xebata ku herî zêde sûd bide penase û têgehên di zimanê Kurdî de û zaravayên din de girtina dest û çand û wêjeya kurdî rast xwendine. Di penase, terzê jiyankirinê, anîna ziman de hest hîn baştir dikarin werin bidest girtin.

Bi qasî dîroka gerdûnî di dîroka civakbûna Kurd de jî fêrbûna pêşketina hestan, di pêşketina jiyana me de fêrbûna cîhana me ya hestan û xwe gîhandina zanîna wan ya dîrokî an jî kokên hestan wê ji pêşeroja me re bibe ronahî. Di vê wateyê de em çiqasî hestên xwe bijiyanî dikin, em çiqas hestên xwe ji xwe dûr dixin û ji wan biyanî dibin em ê bibînin. Her ku em bibînin jî em ê vê tahlîlê bikin eynika xwe û rêyên vê yên rastkirinê jî bibînin.

 Zekaya Hestiyar

‘‘Di fikrandina rêbaz û pergala zanînê de bêyî ku em zîhna xwe baş nasbikin, encamên em bigirin bi tesadûfîne. Niha em van encaman baştir fam dikin. Encax bi penasekirina kûr û rast ya zîhnî û bi bijartina azad ve girêdayî (azadiya civakî) wê rejîma me ya rêbaz û zanînê ji famkirinên me re bersivên rast peyda bikin. Di nava şert û mercên wiha de xebatên me yên bi rêbaz û bi berhevên zanîna rast şensê me yê azadiya civakî û kesî zêde dibe.” Bi van nirxandinên Rêber APO yên kûr em şertê serkeftinê di hestan de fêr dibin. Di heman demê de girêdana hestan bi zîhîn an jî fikrandinê fêr dibin. Avaniya zîhniyeta xwe fêr dibin. Ji xwe armanca vê giştînameyê jî eve. Naskirina hestan û polîtîk kirina hesta ye. Her wiha famkirina hestên xwe û polîtîk kirina hestên xwe an jî bi rêxistinkirina hestên xwe wê encamên vê nivîsê baştir destnîşan bikin. Pê bihîstin, bihîstin, hîs kirin, hestiyarbûn, bihîsbûn, tesîra bi bihîstinan, bi pêhesînan hevdû tesîr kirin… Ev peyvên bi hestan ve girêdayî yên me rêz kirin hemû berî pêşketina fikir tên. Di her civakê de asta pêşketina mirovan di aliyê hest-ruh de bi awayeke cuda çêbûye. Ji hev gelekî cihêrengin. Lê di koka hemûyan de di destpêka wan de di serî de di dema civaka xwezayî de zekaya hestiyar heye.

Her fikir-hestên bi awayê takekesî ku em jiyan dikin ji axa me, haveynê me her wiha ji civakbûna me ne qûtkiriye. Ji ber ku di kesayeta Rêber APO de zanebûna dîrokî û civakî ya hestan diyarker bû û xwedî zanîna dîrokî ya pir kûr bû têkiliyên xwezaya yekem û xwezaya civakî bi hevdûre şekil girtine û di pêşketina civakbûnê de jî hest bûne navenda pêşketinê. Bi deh salan li ser hêza hest û hêza fikir ya tesîra xwe li ser sekna rojane dike û têkiliyên di navbera wan de lêkola, tahlîl kir. Rêber APO vê zanebûnê di paraznameyên xwe de bi van gotinan destnîşan dike. “Berî zimanê hêmayî hemû terzên fikir bi aqlê hestiyar pêk dihat. Taybetmendiya aqlê hestiyar ya herî girîng bi tesîrbûn û tesîrkirina xwe ya fikrandina hestiyari ye. Bi hestiyarî fikrandin rewşa jêvenegere. Jidile, bê derewe, ji hîleyan dûre… Asta zekayê hestiyare. Ya rastî qerektera hestiyar ya zekayê li pêşe. Aliyê zekaya hestiyar ya bingehîn xebitandina bi refleksa ye. Ajoya hindirîn jî zekaya hestiyare. Lê nifşê zekaya herî kevne (heya dema hucre-şaneya yekem diçe). Terzê xebitandina zekaya hestiyar li hemberî bûyeran bi bertekên nişkave bersivdayîne. Weke xebitîna otomatik bersiv dide. Pergalek wiha di nav de heye. Bi vê terzê xebitîna xwe rista xwe parastinê pir baş pêk tîne. Em dikarin di nebatan de jî vê terzê xebitîne bi rehetî bibînin. Di nifşê însan de digihêje asta xwe ya herî pêşketî. Xwe gîhandina asta zekaya pênc pêhesan…bi qasî di însan de di navbera wan pênc pêhesan de hevgirtin û koordinasyona pêşketî heye, di tu zindiyên din de ewqasî bihêz pêşneketiye. Bê gûman deng, dîtin, weke tam girtin di gelek zindiyan de ji ya însan zêdetire. Lê belê her pênc pêhesîn bi hevdûre xebitandin bi awayeke komple bikaranîn tenê di nifşê însan de li pêşe… Taybetmendiya herî girîng ya zekaya hestiyar girêdana bi jiyanê re ye. Parastina jiyanê erka bingehîne. Di parastina jiyanê de gelekî pêş ketiye. Nebe nabeya jiyanê zekaya hestiyare. Divê ev aliyê wê tu carî neyê biçûk dîtin. Bi sifir xeta di xebite. Em vê wek bersiva bi carkê re nabêjim. Bêpariya ji vê zekayê, jiyanê ji gelek tehlûkeyan re vekirî dihêle. Nirx û rêzdayîna jiyanê, bi radeya pêşketina zekaya hestiyarî re girêdayî ye. Çavdêriya tewazûna xwezayê dike. Em dikarin bibêjin ev zeka ya jiyana xwezayî pêk tîne. Em bi tevahiya cîhana xwe ya hestan deyndarî vê nifşa zekayê ne. Di nifşê însan de pêşketina hevgirtî ya zekaya hestiyar û di navbera pêhesîndan de şensê bihevre girêdanê jî pêş dixe. Di serî de deng, dîtin, tam girtin di navbera hemû pêhesînên me de têkiliyên hîssî ava dike û tevgerên bi zeka pêş dixe.”

Zekaya ku însan dike însan zekaya hestiyare. Ev nifşa zekayê di civaka xwezayî de di rêza pêş de ye. Di pêşxistina felsefeya jiyanê de diyarkere. Di cîhana me ya roja niha de ev felsefe hatiye parçekirin û diyarbûna wê di nava jiyanê de gelekî lewaze. Her çiqasî lewaziyên wê hebin jî em dikarin şopên wê bibînin. Di pirtûkek bi navê Perwerdeya Dara Biçûk de behsa perwerdeya bapîr û dapîra zarokekî çermsor tê kirin. Di wê pirtûkê de mînaka gûçikan wiha tê dayîn. “Dema kûçik zêde bi kelecan dibin hestên wan ji pêhesînên wan zêdetir dibin. Pêhesîn dikevin pişt hestan û ev bi însanan re weke kûçikan derdikevin pêş. Ev rewş însana gêj dike. Min bi çend caran ev rewş dîtine…” Ev zimanê vegotinê ji bo me vê destnîşan dike. Di navbera pêhesîn û hestan de girêdanek raste rast û nêz heye. Di heman demê de di zindiyên din de jî ev derbasdare. Bi hemû aliyên jiyanê ev dapîr û bapîr hewil didin neviyê xwe perwerde bikin. Em jî dizanin ku însanekî pir zêde bi hestan tevbigere pêhesînên van însanan bi tendurustî na xebitin. Bi mînakên jiyanî em van dibînin. Dema em zêde bi kelecan bibin û vê bi kontrol derbas nekin guhê me dike çingînî, ji derdora me deng tên guhê me. An jî em dengên derdora xwe nikarin bibihîzin. Dema em zêde asabî dibin û xwe kontrol nekin em nikarin kêra ber piyên xwe bibînin û em ê pêlê kin xwe birîndar bikin. Divê pêhesînên me hestên me yên ku bi rêya wan pêşdikevin bê xebitîn nehêlin û hevdû bi aliyê neyênî tesîr nekin.

Divir de hîs, pêhesîn û dîtina dil dikevin tevgerê. Tevî van aqlê me jî dikeve tevgerê ango zekaya me ya analitik dixebite. Li ber avên Kolombîya yê masîgir ji bo “zimanê ku rastiya dibêjin vebibêjin” gotina “sentîpensante” bikar anîne. Ev tê vê wateyê; “bi hîskirinê fikrandin”. Her wiha di vê ferqê de ne, rast gotin bi hîskirinê re di nava girêdanên ku ji hev nayên qutkirinê de ne. Ev hest û fikir di zimanê xwe de jî bikar anîne. Ev mînak bihevrebûna zekaya anaîlîtî û hestiyar ya civakî dide nîşandan. Di rastiyê de ev bihevrebûn di kokên kevin yên civakî de pêş ketine û wek denge-tewazun pêşketine heya niha jî berdewam dikin. Mirov dikare bi gelek mînakavan vê rewşê rave bike.

Bi penasekirin û ketina ferqa hestên xwe girînge ku em zekaya xwe ya hestiyar jî zindî bikin û pêş bixin. Weke Rêber APO jî dibêje: “Bi hestên xwe fikirandin”. Wek masîvanê Kolombîyayî gotiye bi hîskirinê fikirandin, wek zanayê kal yê çermsora gotiye jinûve zindîkirina têkiliya hest-bêhesîna bi tendurustî em jî bikaribin rast bi dest bigirin û zindî bikin em dikarin perdeyên sexte û reş li ser hestên xwe rabikin. Cardin heger em vê bi ser bixin em ê bikaribin pêşiya aqlê xwe yê tahlîlî ku hestên me dext dike, hestên me tine dike bigirin.  Hemû hestên me yên însanî me di nava zeman û mekan de dixe nava tevgerê. Hestên me aqlê me yê ku hîs dike ye. Ev aqil ji ber di destpêka gerdûna zindiyan de pêş ketiye gelek bihêze. Em çiqasî bikaribin hîssên xwe, hestên xwe û ajoyên xwe yên hindirîn zindî bihêlin aqlê me wê ewqasî bi tendurustî û bi hêz bi xebite. Wê aqlê tahlîlî hertim were têrkirin. Weke zanistperestî îddîa dike dema yek pêş dikeve aliyê din lewaz nabe. An jî herikîna xwe ranawestîne. Divê aqlê analitik hertim bi aqlê hestiyar, aqlê hestiyar jî hertim bi aqlê analitik were têrkirin. Ev jî tam dibe daxwaza Rêbertiya me ya polîtîk kirina hestan. Bi parastina hevdû, bi pêşxistin û mezinkirina hevdû, însan aliyê zîhna xwe ya nerm û afirêner di înşakirina civaka azad de bikar tîne. Her wiha polîtîk kirina hestan pêşxistina civaka azade. Ev hêza fikir derxistina holê ye.

Waneya Hestan

Ma em bi hestên xwe re di têkiliyê de ne? Di hestên me û têkiliyên me de kîjan fikir diyarkerin? Ango fikrên ku van hestan tine dihesibînin, înkar dikin, ji rê derdixin, bi tirs digirin dest hene? An jî fikra ku van hestan dibîne, nas dike, penase dike, bi rêxistinkirinê hedef dike hene? Bi qasî qebûlkirina hestên me û ew penasekirinê, çawa bidestgirtina van hestan jî mijareke girînge. Ev diyarbûna hestan di jiyana me de ye. Di tercîhên me de, biryarbûna me de, çalekiyên me de û bi awayeke giştî di her kêliya jiyana me ya şoreşgerî de ya ku xwe dide hîs kirin ev e. Em tine jî bi hesibînin, em înkar jî bikin cardin diyarkere. Em nepixandî, werimandi jî bidest bigirin, xwe bi xapînin jî, bi awayeke ne li rê bidest jî bigirin cardin diyarkerin. Lê di vê destgirtinê de bi awayeke neyênî nebaş diyarker dibin. Lê heger em guhdarî hîsên xwe bikin, em li ser hestên xwe yên xemgînî, acizî, kelecan hakim bin her wiha em bi hestên xwe re di nava têkiliyeke bi pîvan de bin, em vê bi ser bixin, em li qiraxa û qoziyan belav nebin ev hest dikarin di aliyên baş de jî rist bilîzin. Heta dikarin di aliyê başiyê de jî diyarker bin. Li gor nêzîkatiya xwe ya baş û bi tendurustî em hestên xwe û nêzîkatiyên xwe yên ji hestan re di jiyana xwe de li gor zeman û mekan bidin rûnişkandin em ê sûda erênî ji wan bigirin. Di aliyên pozîtîf de wê encam bidin. Bi baldariya van mijaran em bi hestên xwe re têkiliyên erênî daynin, wan di ber çavan re derbas bikin, em zindîbûna hîs bikin wê her roja derbas bibe bi me re fêrbûnên osta bide pêşxistin.

 

Rêber APO têkiliyên xwe bi hestan re wiha dinirxîne; “Min hest-fikrandinên xwe, ya herî girîng jî keda xwe, hewildana xwe bi pîvaneke gelek zirav sazûman kir û gîhand asta vê sazûmaniya zirav… Mîlîtaniyek partîbûnê dikarim pir eşkere bibêjim ku xwe paqijkirina ji hest û fikrên bi qasî sipiyekê ne. Her tim xwe dawerandine. Ez her roj xwe paqij dikim. Niha ez bibêjim ez rojê çend sipiya dikujim dibe ku hûn loma ji min bikin, lê ez her roj dikujim. Ev paqijiyeke û kesên wiha xwe paqij kirine bilind bûne, yên bilind bûne bi serketine… Fesadî ketiye nava hest û fikrên we. Pir kirêt- nexweşike, zêde ne tûj û zelalin… …Li fikir û hestên xwe yên rojane mêze bikin, we di keritînin… Hestên we heta radeya dawiyê ko bûne we ko dikin, bi zêdehî ji hêzê dixin… Ev heqaretek mezine!.. Divê hestên mezin, fikrên mezin, çalekiyên mezin li we werin, yê we bin. Yê min ji bo min besin. Pêwîstiya we heye, ji bo girtina mezinbûnên wiha hûnê çima di nava înkara de bin, hûnê çima bê xîret bin? Hûn pir feqîrin. Di her aliyî de hûn feqîrin. Feqîrê hestane, feqîrê xweşikiyan, feqîrê pîvanan, feqîrê hîsan, feqîrê aliyên siyasî, leşkerî, feqîrê terz, tempo, uslub in. Ev hemû bi were pir zêde ne. Wan fetîh bikin. Ya herî girîng jî feqiriya pîvan û terbiyê ye. Ev di asta herî jor de û bi lez derbas bikin. Dûbare diyar dikim, ez van çekan pir baş bikar tînim. Mînak ez jî însana hestiyar dikim. Ev hêza hestên gel yê niha dijmin qehr dike. Li derdora min bi hest bûyîn, ez hertim bibîr anîn, ez hertim anîna ser ziman tê wateya lêdana dijmine. Ji min hezkirin li dijmin dayîne. Herkes vê dizane ku min hestên xwe, heskirina xwe anîye vê astê. Min ev çawa pêşxist min çiqasî bi nazikî pêş xist? Ji bo avakirina van hestan min salên xwe dan. We dersa hestan qet ne dîtiye. Lê ev çil sale ez vê dersê dibînim.”

  ‘‘Dersa Hestan’’ terbiyekirina hestan, naskirin wan ji bo me dibe perwerdeya heya dawiya jiyana me.  Heya însan dijîn hest jî dijîn. Ji ber vê perwerdekirina hestan, terbiyekirin, bi pîvankirin jî weke hûnerekê heya dawiya jiyanê berdewam dike. Qada hestan qada herî zehmet ya ku mirov dibêje; “min xwe perwerde kir, min xwe nas kir, min xwe tahlîl kir, naskir” bi xwe ye. Heger ne wiha bûna Rêber APO ne di got “Ev çil sale waneya ku ez dibînim eve”. Têkiliyên me bi hestên me re pêş dikevin. Em çiqas di ferqa wan de bin, wan perwerde bikin, em ê xwe baştir nasbikin. Heger hertim têkiliyên me bi hestên me re, parvekirina me bi wan re tine be û em hestên xwe zindî nehêlin em nikarin wan bi wate bikin. Heger em nikaribin hestên xwe bi wate bikin em nikarin wan perwerde jî bikin. Em wan perwerde nekin em nikarin polîtîk jî bikin.

Hest çiqasî bi tendurustî bin, aqil herikbar dibe û biberhem dibe. Xetimandina hestan, di kêliyê de eliqî mayîn, aloziyan jiyan bike, dibe sedema kesê xwediyê van hestan bibe wek gêjan. Çiqasî bi aqil û zekî be jî xwediyê van hestan dibin wek gêja. Ev hest mirov dikarin bibin berbi fikrên bi nexweşî. Ji ber vê guhdarîkirina hestan gelek girînge. Lê wek mîlîtanên azadiyê yên serkeftî, azadîxwaz, tekoşervan divê em bikaribin dengê hestên xwe, gotinên hestên xwe, çi didin hîs kirin, bi aqlê xwe bi vîna xwe bi zekaya xwe ya analitik û hestiyar guhdar bikin û binirxînin. Pêwîstiya hestan jî bi paqijkirin-dawerîn, safîbûn û zelalkirinê heye. Em bikaribin bi çavê dil, bi hîs û sezgiyên xwe yên hindirîn, bi dîtina hindirîn di aqil û vîna xwe de dawerînîn û li wan mêze bikin. Dema em wiha bikin em ê bibin însanê bi tewazun. Lê em hestên xwe bêserûber, serberdayî, bê pîvan, bê zanîn bihêlin bi hinek deman re teng bigirin dest an jî hestên xwe zêde bi werimînin û xwe werimî nîşan bidin, an jî em hestên xwe bi têkiliya zekaya analitik û hestiyar negirin dest û terbiye nekin dibe ku em, hem hestên xwe hem jî tendurustiya aqlê xwe wenda bikin.

Di van mijaran de gelek mînakên ku me jiyan kirine hene. Em dikarin van mijaran berbiçav bikin û xwe hîn baştir tahlîl bikin. Di hinek kêliyan de tenê hestên me hakimin. Aqil di van kêliyan de ne li pêşe ji ber em li hay ji xetayên xwe nînin. Bi bîranîna van xetayan em dikarin li ser van kêliyan rawestin. Bi vî awayî em bi ceribandinên xwe yên xwebûnê tecrûbeyan digirin. Kêm zêde em hemû dizanin ku carna em dibin esîrê hestên xwe. Bi wan re em ser û bin dibin. Ev hest jiyana me çiqas bandor dikin bi ceribandinên xwe yên jiyanî em dizanin. Mesela di wêjeya partiya me de hinek têgeh li gor van rewşan hatine pêşxistin û bikaranîn. Ev peyv di parzûna jiyanê re derbas bûne. Yek ji van gotina “Serxweşiya serkeftinê” ye. Di kêliya çalekiyekê de serkeftina ku tê bidestgirtin ewqasî li ser me çoş û kêfxweşiyê dide çêkirin ku me ji rastiya wê kêliyê qut dike. Ya ji rastiyê tê qutkirin jî tê lêdan! Di dîroka şerê me de bi sedan mînakên wiha jiyan bûne. Dijmin di çalekiyan de nikare me asteng bike û li me bide lê ji ber ne hakîmiyeta ser hestên xwe me li xwe daye an jî li hevdû daye. Bi salane ev xeta tên dûbarekirin. Sedema van dubareyan jî ne perwerdekirina hestên me yê zêde ne. Em hertim hestên xwe yên zêde ji bo dema pêş dihêlin. Em hewil didin di dema pêş de wan perwerde bikin. Di hestên me de pirsgirêkên pîvanê hene. Divê em bizanibin wan jî bi pîvan bikin. Ev berpirsiyareke me ye. Em zanebûn û hestan hîn baştir bi hevre bidin pêş xistin wê encamên cudatir derbixe holê. Carna jî em van mijaran weke dersên jiyanî yên bingehîn nabînin û bi awayeke ne lazim nêzîk dibin. Di kêliyên ku êş û çoşên pir mezin jiyan dibin de herî zêde hestên xwînsariyê pêwîstin. Çima? Ji ber ev herdû hest dikarin mirovan bibin berbi aliyên dijber jî. Dikarin mirovan ji rê jî derxin. Di vê mijarê de şert û merc, mekan jî li ser hestan tesîr dikin. Hest jî dikarin şert û mercan diyar bikin. Şert û merc jî dikarin hestan tesîr bikin. Divê em van herdû aliyan hertim li ber çavan bigirin. Bi mêzekirinek dîroka me ya şer em dikarin xwe di perwerdeya hestan de derbas bikin. Em dikarin “dersa hestan bibînin”.

“Nexweşiya îktîdarê ya zû” peyveke din ku di wêjeya partiya me de bi cih bûye. Di encama ne terbîyekirina hestan û ne kontrolkirina hestan de, di ceribandinên jiyanê de derketiye holê. Li şûna hestên serkeftinê vê carê jî hestên îktîdarê ku pir zêde tên tehrîk kirin jiyan dibin. Di vê ceribandinê de hesta diyarker xwe bes dîtine. Ji xwe peyva ZÛ ji bo vê hatiye bikaranîn. Ev jî tê vê wateyê. “bi tekoşînê, bi bedelên mezin hinek qezenc hatine bidest girtin ev qezenc bes û têr dîtine. Li ser van qezencan xwe dayîna jiyankirin, îktîdara xwe sazkirine. Tenê di aliyê îktîdarê de em vê mijarê bidest bigirin û binirxînin em ê bigihêjin vê encamê. Kesên xwedî îktîdar û kesên bi vê nexweşiya îktîdarê dikevin divê hertim vê rastiyê berbiçav bikin; di cîhanê de hemû îktîdar bêdawîbûnê dixwazin. Bi bêdawîbûnê xwe têr dikin. Lê belê kesên ku nexweşiya îktîdarê ya zû jiyan dikin ji ber çavên wan tê girtin û cîhana wan ya hestan tê xitimandin nikarin vê rastiyê bibînin. Ji ber hêza aqil, mantik, pêşbînî tê wendakirin. Aliyeke din jî nirxên bi kêmahî tên qezenckirin di însan de pir zêde hestan ava dike. Hestên însan bi zêdehî geş dike. “Min bi ser xist, wê demê îktîdar jî ez im!” ya ku pêş dikeve ev heste. Ezezîtî, hêrs, pêşbirka îktîdarê, hestê “ya herî mezin ez im” pêş dikevin. Lê di rastiyê de bi nametên îktîdarê serxweşbûne. Ji aqil û mantik qûtbûne. Cardin ji rastiyê qûtbûn jiyan dibe. Dî dîroka me ya ceribandinan de encama vê jî cardin lêdan û hatina lêdanê ye. Kesên ku bi vê nexweşiya îktîdarê dikevin an ji aliyê hêza bîrdozî-rêxistinî ya Rêber APO ve tên lêdan an jî ji aliyê dijmin ve tên lêdan. Di dahûrîn û tahlîlên xwe de Rêbertî gelek caran ev mijar bi dest girtiye û şîrove kiriye. Em cardin berê xwe bidin van şîroveyan; “Bi qasî ku têra hemû jiyanê bike û di her kêliya jiyanê de derbasdar be ji hestên sînorkirin û bes dîtinê re firsend ne dayîn. Rê nedayîna van hestan… Serkeftin heye, lê ketina hewaya serxweşiya vê serkeftinê bi vebirî nabe. Heya niha jî derûniyeke wiha ku li ser min heye ez ji we re bejim. Dema ez bi ser dikevim ez nakevim hestên serxweşiyê lê nerehetiyek pêş dikeve. Ango azwerî, zewq û ked bi temamî ji bo afirandina serkeftinê pêş dikeve û ez xwe di nava pêvajoya qezencan de dibînim. Piştî ez tiştekî bidest dixim êdî ew ji yaminbûnê derbas dibe. Ew dibe ya herkesî. Lê di kesayeta we de ev rewş ekse. Tişteke ku hûn bi ser dixin hebe, hûn xwe pê di werimînin, xwe qure dikin, tetmîn dikin. Bi gengazî divê ev hest werin derbas kirin. Heya hûn vê hestê derbas nekin hûn nikarin di pey serkeftinên mezin de bibezin. Bawerim ev rewşeke ku di kesayeta we de zêde bibandore.”

Weke vê em dikarin gelek ceribandin û biwêjan zêde bikin. Ji van ceribandina dersa hestan ya ku em bigirin bi gotina Rêbertiya me “yên hestên herî mezin bi armancê re bidin girêdan, pêwîst bike dikarin dijmin jî di nava van hestan de bicih bikin.” Rêber APO di gelek dahûrînên xwe de pratîkên me yên şer, ceribandinên me yên partiyê, têkiliyên me yên jiyana civakî, têkiliyên jin-zilam bi berfirehî bidest girtine û nirxandine. Em dikarin kurteyek ji van nirxandinan wiha parvebikin.

‘‘Di fikir û hestan de mar hene. Fikrên we û hestên we yên bi jehrî hene, min ew hinekî derxistin holê. ka bifikirin hest we çawa dikuje? Têkiliyeke jin-zilam ya besît, hestekî erk girtinê ya besît, xefletek besît, rewşa xewê, meşa ne rast, ev hemû marin. Ev mar hemû bi terzê we yê sist û kevneşopî hatine afirandin û mezin kirin… Ev halê we ji xwe we berbi gêjbûn-bêhalbûnê û nakokiyan ve dibe… Li gor rastiya Kurdîstanê heger hûn xwe şiyar nehêlin, çavê xwe hertim li ser dijmin negerînin hûnê wiha rehet bikevin navendên tehlûkeyan. Ev jî bidawî bûne. Ma çima hûnê rastiyan fam nekin? Divê hûn van dersên mezin fêr bibin. Lê heger hêza we ya xeyalan û têgihiştinê hebe.

 …Hûnê xweşikiyê bidest bixin, azwerî û hestan jî pêş bixin. Ji bo vê ez dibêjim hûnê hinekî lêbikolin û zanibin têbikoşin. Têkiliyeke hestan ya bê tekoşîn nabe. Dema ez behsa tekoşînê dikim ez nabejim hûnê çavê hevdû derxin. Divê mijarê de bi tu awayî ez hinekî ji we re nabim hêvî. Hûn di famkirina nakokiyê de û ya herî girîng jî di derbaskirina nakokiyan de bi terzê bi pîvan nizanin têbikoşin.  Di têkiliyên we yên heskirin û hestan de, di bertekên we de bêpîvanî heye. Ger di hestên min de jî bêpîvanî hebûna ma wê têkiliya Kurdan çawa bûna? Weke min got, wê bi fetisiyana, biçûna û ti pêşketin jî çênedibûn. Ev tehlûke ji bo we gelek berbiçave. Hinek bibin xwedî wîjdan.”

Ji bo ku têkiliyên me yên hestan berbi aliyên başiyê de biçin divê em bi têkiliyên xwe re di nava parvekirineke bi tendurustî de bin. Encax bi vî awayî em dikarin encamên bi tendurustî bigirin. Di biryarên me de, şekilgirtina tevgerên me, tevlîbûna me ya şoreşê de, erkên ku em bicih tînin de rista hestên me hene. Em çiqasî van hestên xwe bi awayeke kûr û bihêz bidest bigirin û bizanibin em ê ewqasî encamên mezin jî bigirin. Eksî vê jî dikare jiyan bibe. Aqilê ku bi hest û hîsan berbi biryaran ve naçe, hîs û hestan guhdar nake, ji van biyanî bûye her wiha aqlê bêrûh jî bûyereke din ya girînge. Ma çima em di gelek kêliyan de hîs-hestên xwe guhdar nakin, şens nadin ajoyên xwe yên hindirîn û hestên xwe? Em wan guhdar nakin, cîdî nagirin her wiha rêya rast ku nîşanî me didin nabînin û şens nadin wan. Dibe ku tesîra zanistperestiya ewrûpa û pozîtîvîzmê li ser hest û zîhniyeta me jî kiribe. Ji ber vê em nikarin van rengan bibînin. Ev tesîra aqlê pozîtîvîst ku li rovaja zanistperestî pêşxistiye wiha ye; “aqil û hest du diyardeyên dijberî hevin. Hêza aqil ji ya hestan zêdetire. Aqil ji hestan çiqasî were paqijkirin û xwerû be ewqasî zelal û sexlem di xebite. Lê heger hêza aqil li ser hestan kêm bibe wê demê wê kar tevlîhev bibin.” Dibe ku ev fikir tesîr li ser me jî kiribe. Divê em ji xwe bibirsin. Ne zekayek tenê bi hestan bi xebite, ne jî aqilekî tenê bi mantiqê hişk û zuha bi xebite me polîtîk dike. Ango di avakirina pergalek demokratîk û azad de me nake kesayeta azad ya bi tendurustî.

Heger têkiliya me bi hestên me re di asta ne penasekirin, ne naskirin, ne girîng dîtinê de be û tine hesabkirinê de be ev rewşeke gelek bi tehlûke ye. Rewşa însaneke ku hestekî bi hêz û kur jiyan neke jî cardin wiha ye. Ev bêhestbûne û pir bi tehlûke ye. Divê însan li ser hestên xwe yên ku aqil tesîr dikin, ji rê derdixin, di fetisînin jî hakim be, ji wan rizgar bibe, bi awayeke tendurustî ji wan dûr bikeve. Hevberdana ji van hestan pêwîste. Li hemberî hestên însan bê hişyarî, bêrêzî, girîngî nedayîna hestan jî kêmbûna ji însanbûnê eşkere dike. Heger ev neyên derbas kirin wê însan berbi sînorên tehlûkeyan ve bibe. Rêber APO berî niha bi salan bal kişandiye ser tehlûkeyên vê mijarê; “Ya herî xerab jî hûn bêhestbûneke muthîş jiyan dikin. Faşizm bi rêbazên şerê taybet, bi şerê derûnî ajoyên heywanî yên didin kolekirin bi derfetên kolekirinê ve dide girêdan û însan ji cewherê wê dide valakirin. Bi vê rêbazê pir bi tehlûke însanan birêve dibe. Ajoyan bi enaniyetê didin axaftin. Herkes bi awayeke tirsnak enanî bûye. Herkes dikare ji bo berjewendiyeke xwe ya besît bibêje “bila cîhan hilweşe, bila hemû civak bi dawî bibe”. Ev encam wan kesan jî nade jiyan kirin. Lê ev wek bîrdoziyeke faşist hatiye pejirandin. Bê heste, ji xwe hestên faşizmê tine ne. Faşîzm însana dike cellad. Piştî ku faşizm însana bêhest dike, ji dagiriyê re vekirî dihêle, bi kar tîne û her karî dide kirin”. Ji bo kes neyê van sînorên bi tehlûke divê mirov hay ji hestên xwe hebe, wan bizanibe, bi nav bike, mezin bike bi hêza fikir û felsefê bilind bike û polîtîk bike. Ev bûyerek jiyanî ye.

 Têkiliya Hest-Ajoya

 Têkiliya hest-ajoyan jî wek mijarek lêkolînê ya din divê hem were famkirin û hem jî di tekoşîna kesayeta xwe de em bikaribin kesayeta xwe bi naskirina van aliyan hîn baştir înşa bikin. Heger di navbera hest û ajoyan de têkiliyeke bi tendurustî pêş nekeve, ajo li ser hest û fikir bi tesîr dibin wan dixin bin venêrîna xwe. Ev jî mirov dibe heya berbi heywanbûnê. Tesîra ajoyan ya tenê bi xwarin, vexwarin û cînseltiyê pêş dikeve, mirov dibe heya faşîzmê. Bi ketinên ewqasî mezin êdî rêya ji mirovbûnê derketin vedibe. Di polîtîk kirina hestan de însan çiqasî bikeve ferqa ajoyên xwe, hebûna wan bi pejirîne û wan penase bike, hêza wan ya fikir û hestan pêş bixe, bi pêşxistina vê hêzê wan terbiye bike wê ewqasî girîng be. Di destpêka civakbûnê de bi pêşengiya jinan hinek tabûyên hatine avakirin hene. Jinan hewil daye van ajoyan bi tabu û toteman bi sînor bikin, wan li gor fêdeya civakî bikar bînin. Heger jinan ev pêşnexistana dibe ku hebûna civakbûnê jî pêşneketina. Ji ber vê bêyî ku hêza ajoyan tine were hesibandin ew naskirin bi hest û fikir rê nîşandan ji bo hebûna civakbûna me ya bi tendurustî baş dibe û ev mijar bi berdewamkirina wê hebûnê re têkildare. Îro modernîteya kapîtalîst însan û civak ji cewherê wan qût kiriye, aniye asta keriyan û civaka xwepêşandanan. Bi rêbazên xîtaba ajoyan kes û civakê van ceribandinan pêş dixe. Bi rêya ajoyan hest û fikrê civakî desteser dike û ji bo xwe bikar tîne. Rêya venêrîna ajoyên însan bi amûrên cûr be cûr dixe destên xwe, wan dike pêlîstokên şerê rojane. Ji ber vê di avakirina kes û civaka azad de tekoşîna me ya hestên polîtîk bi naskirina ajoyan, penasekirina wan û bi rêxistinkirina wan re girêdayî çêdibe.

Çavkaniyên bingehîn ku zekaya însan, ruh û aqlê însan têr dikin an jî wan bi sînor dikin hest û ajo ne. Ev gerdûnî ne. Ji bo bersiva pêwîstiyên xwe yên birçîbûnê, parastin, cînseltiyê însanan zekaya xwe bi zêdetirîn xebitandine. Lê bersiva van ajoyan di pêşketina her asta civakî de bi rêgez, pîvan û rêzikên ehlaqî re hatine girêdan. Wehşeta herî mezin ya dema kapîtalîzmê eve ku tevnên ehlaqî yên hest-ajoyan bi wate dikin ji holê rakirine. Kapîtalîzm ji aliyekê ve însana dimije û mahkûmî birçîbûnê dike. Ji aliyê din ve ji bo qetek nan jî hemû rêyan ji mirov re helal dike. Ji bo zilam jinê, ji bo jinê zilam helal dike. Ji bo maleke ku xwe tê de bistirîne her rêyê helal dike. Bi van rêyên bomberdûmana bîrdozî bêehlaqîbûnê rewa dike. Di serpêhatiya însanbûna însan de hest û ajo bidest girtin, ew birêxistinkirin, di berdewamiya jiyanê de ew bi pîvanên ehlaqî û rastiyê re dayîna girêdan hertim di aliyê rista erênîde bûye. Lê belê di rewşa heyî de ji însanbûyînê hatine derxistin. Hem ji têrbûnê dûr hatine hiştin, hem bê terbiye û perwerde hatine hiştin hem jî ji ehlaq hatine qutkirin. Ev dibe rista negatif ya bikaranîna hestan. Di encam de ya ku em fam bikin eve. Ajoyên me hem me dikin însan hem jî me tînin warê wan heywanên ku em na ecibînin.

Rêber APO vê mijarê di tahlîlên xwe yên ji bo kadro û gel de wiha destnîşan dike: “… Dema pêwîst kir ez ajoyên xwe yên hindirîn çawa dikarim erkdar bikim? Ev ajoyên ku civakê bi erdê re dikin yek hene. Wan berbi rizîn û tinekirinê ve dibin. Ji ber ku civak xwe radestî wan ajoyan dike. Ev jî baş tê zanîn. Taybetmendî û fêrkeriya hest û ajoyan ya mezin heye. Ev jî bi çavkaniya polîtîk derdikeve holê. Ji polîtîkayê re dibin bingeh. Ji ber bikaranîna ajoyan ne pêşketineke cîdî ye. Hestên bilind, hestên mezin mêjiyê tesîr dike mêjî jî hestan tesîr dike. Lê belê pêhesên ku hatine tengkirin, bihîstin û hîssên ku hatine lewaz kirin berbi heywanbûnê ve diçin. Bi awayeke pir bi tehlûke di nava refên me de jî ev tesîr hene û xwe berdewam dikin. Ez ajoyan înkar nakim. Lê belê divê hest bi şêweyên pêşketina hest û fikrî bên xebitandin. Derveyî vê fikra ku radestî ajoyan bûye ew fikir wendakirine. Hestên ku radestî ajoyan bûye wendakirine. Divir de hest wenda dibe. Dibe ku tu jiyan bikî lê tê ajoyan jiyan bikî, tenê ji bo xwarin, vexwarin û cînseltiyeke qebe jiyan bikî. Ev dişibe serxweşiya her roj ya bi araqê. Ne jiyaneke zêde bi tendurustiye”…

Heqîqeta hestiyar- Jirêderketina Hest-Nêçîrkirina bi Hestan

RêberApo bi nirxandina xwe ya‘‘Netew-dewlet tenê di asta yek tîpkirina însan de namîne; di hemû yekparebûna civakî de zîhniyet û hestên yek tîp pêş dixe”me şervanên azadiyê di qalibên fikir û hest yên yek tîp de yên weke qalib, jiberkirin, amadebûn, hest û zîhniyeta tê xwestin de hişyar dike. Netew-dewlet yên normal ne normal an jî ne asayî dike. Em di kîjan dewleta netew de, di kîjan dibistan û bajarên van dewletên netew de jiyan bikin, li ser me jî ev hest û fikra netew dewletan tê pêkanîn. Di roja îro de hêrs û kîna me ya li hember dijmin, êşa ku em bi qetliyamên dijmin yên li ser gelê me didin meşandin jiyan dikin, hestên me yên welatparêziyê, heskirina me ji Rêbertiyê re, hestên dostanî an jî evîna ku em ji bo însanekî dijîn em tam nikarin polîtîk bikin. Ji ber tesîra wê cîhana hest û zîhniyeta yek tîp li ser me pir zêdeye em nikarin polîtîk bikin. Jiyanê, ev aliyên weke nebe nabeye ji me re bexişandine. Lê çima em ji van hestên xwe yên didin fetisandin nikarin rizgar bibin. Em çima nikarin wê hêza di genên me de heye bi zekaya hestiyar re naxebitînin û li ser politikaya xwe bikar naynin? Di cîhana hest û zîhna me de çi hatiye kêmkirin, çi hatine dizîn, an jî çi hatine çewtkirin ku em nikarin têkiliya hest –polîtîkayê rast pêşbixin?

Civaka Kurd civaka hatiye bindestkirinê ye. Bi ziman û çanda xwe dibin helandin û bişavtina wehşî de hertim hatiye hiştin û hîn jî ev êrîş berdewamin. Weke endamê civaka hatiye bindest kirin cîhana me ya hestan çawa ye? Ji civaka tê bindestkirin re kî û kîjan hestan, bi kîjan rêyan didin qezenckirin. Ev hest çiqas yê me ne, çiqas yên hebûna me ya civakîne, çiqas bi çanda me ya cewherî re eleqedarin, di nava çanda me de çiqas binirxin? Li ser civakên bindest hestên cûda tên dextkirin. Ev li ser van civakan, li ser çanda civakî û biyanîbûna ji qedera xwe çiqas bandor dikin. Di cîhana hest û fikir ya çîn, cîns û gelên bindest de ya serwer çiye? Di van mijaran de gelek pirs hene lê em nikarin hemûyan binivîsin. Lê wek kurte pirsên ku bindest ji xwe bikin û bi van pirs-bersivan bikevin ferqa hestên xwe, bikevin ferqa xwe gelek girînge.

 Rêber APO dibêje;‘‘Di wateya teng de çand kevneşopiya civakî ya zîhnî û heqîqeta hestiyar destnîşan dike”. Piştî ku çanda me ya civakî di helandinan re derbas bû, ma gelo heqîqeta me ya hestiyar çawa bû? Em bi hêrs û kîn in? Bi hestên tolhildanê hatine avakirin? Em bi hêrsin? Bi heskirinê dagirtîne? Hesûdin? Em dikarin gelek pirsên wiha ji xwe bikin. Em tirsonekin? Wêrekin? Fedakarin? Ya herî girîng jî kîjan ji vana heqîqeta hestê me ye? Gelek civakên bindest yên weke me, bi awayeke sistematik dibin bêrehmiya pergalê de dimînin û hestên xwe yên xwebûnê jibîr dikin. Mesela di kesê dema civaka xwezayî de taybetmendiya jixwe bêbawerbûnê tine ye. Di dema jina xwedavend de, jin bi qasî ku di qada Xwedavendî de werin dîtin hatine bilind kirin û xwedî hêzin, di wir de bêbawerî tine ye. Lê di roja me de di hemû kesayetên bidest de bêbawerî heye. Ev hest di wan demên asîmîlekirin û tinekirina bêrehm de hatiye pêşxistin, bi hedef û bi zanebûn hatiye înşa kirin. Heya niha jî di nava civaka me de, heta di nava refên me de heye. Jina zêde bi xwe bawer hinek nerehetiyan jî pêş dixe. An jî li hemberî jina jixwe bawer nerehetî jiyan dibin. Xwe dirêjî hinek tiştan dike, hîssê zêdebûnê bi piraniyan re dide hîskirin. Lê tu tişt bi qasî baweriya jin bixwe re ne asayî û xwezayî ye. Di nava wan hestên bindestan de gelek ji van hestên xweşik û bilind hatine kêmkirin û tinekirin. Hatine dizîn, qesb kirin û xerakirin. Di encam de bindest jî di naskirin û penasekirina hestên xwe de, di ketina ferqa xwe de, van hestên xwe birêxistinkirinê de girtî mane. Teng mane. Nikarin van hestan rakin ser piya û serhildanan. Girtîbûna di ziman de, di rastiya xwe de girtîbûna di van hestan de ye. Girtîbûna ziman, rastiyê encama vê tevliheviyê ye. Rêber APO vê heqîqetê di paraznameyên xwe de bi awayeke eşkere biziman dike. “Ziman bixwe berheva aqil û hestên civakî ya zîhnî, etîk û estetîke; hebûna watekirina hestan û derxistina van zanebûnê ye, nasnameya vê û hebûna kêliyê ye. Civaka ku bi ziman bûye tê wateya civaka xwedî sedemên bihêz yên jiyanê. Asta pêşketina ziman bi asta pêşketina jiyanê re girêdayî ye.”

Ji hestên xwe şermkirin, biyanîbûbuna ji hestan, rêya hestên bi tendurustî ku rê didin jiyanê venekirin, ew bi rêxistin nekirin, biçûk û lewaz mayîna hestan, li hemberî hestan cehalet û korahiya heyî hemû taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst dane pêşxistin û bi awayê derûnî didin meşandinê ne. Di encama vê înşaya taybetmendiyên kapîtalîzmê de em hestên xwe bi hêz penase nakin û jiyan nakin. Bi taybet jî xwe bê nirx dîtin, kompleksa biçûk dîtinê, zêde bi fikar û halê ruhî ya bêbawerî di dibistanên pergala fermî, biryargehên leşkerî, huner, werzîş, seks de wek kiryarên polîtîk bi zanebûn tên avakirin, sazkirin û pêşxistin. Ev sazî çawa hatine pêşxistin? Rêber APO pêşxistina van sazbûna wiha destnîşan dike: “Taybetmendiya duyem ya zîhniyeta me bi qasî berfirehiya aliyê nerm û famkirinên rast ji şaş famkirina re jî rê dide vekirin. Li ser bingehê vê taybetmendiyê di tora hest û dextê de dibe ku hest di her kêliyê de ji rê derbikeve. Ji ber vê sedemê bi rêbazên dext û êşkenceyan û bi van mekanîzmayan hest tên nêçîrkirin û xapandinê an jî berbi rêyên şaş ve tên herikandin. Bi rêbazê mistek polîtîkayên şaş ev tên bikaranîn. Ew dext û zilma hiyerarşik ya bi hezaran salan ji aliyê sazûmaniya dewletê ve ku li ser însan hatiye ferzkirin tesîrên muezzam ava kiriye, hema hema avaniya zîhniyetek li gor xwe saz kiriye. Gelek caran hatiye dîtin ku bi xelatan jî zîhn tê nêçîrkirin… Ew hestên însan yên bilind û bilind dikin, xweşik dikin, aştiyane yên ku misyona hûnera civakî dikin, ji aliyê vê zîhniyeta dijber ve tam eksî vê tên xebitandin. Hêrsa qezenca zêde û navê hestê vê îhtîras jî hestên xweşikî, aştî û bilindiyê dagir dike, îstîsmar dike. Ev îstîsmar wek huner tê destnîşan kirin. Her însan ji bo gîhandina wê xelata hatiye pêşkêş kirin bi dest bixe, weke di pêşbirka hespan de bibezin, tên bezandin. Terzê jiyana ku ji aliyê tu zindiyê ve neyê pejirandin mijara gotinê ye. Nexweşiya penceşêrê jî çavkaniya xwe ji vî terzî digire.”

Gelek hestên ku em dibêjin bi temamî hestên me ne, taybetmendiyên me yên cewherî ne di rastiyê de hestên ku ji aliyê pergalê ve bi hezaran salan bi me re dayîne qezenc kirin û bi ostane dide rêvebirinê ne. Van hestan di xizmeta xwe de bikar tîne. Di vê wateyê de weke însanê di nava pergalê de jiyan dike, an jî bi pergalê re yek bûyînê, divê bi vê taybetmendiyê re girêdayî were famkirin. Ne derbaskirina vê rewşê bi cîhana zîhnî û hestên ku pergalê dayîne avakirinê re girêdayî ye. Dema di zihniyetê de pergal neyê derbas kirin, di xefkên pergalê de sekinî bimîne û xwe ne gihîne heqîqeta xwe, ew kes li kuderê be û çawa jiyan bike jî cardin dibin venêrîna pergalê de ye. Hayê pergalê ji vê kesayetê heye. Dizane ku ev kes ji bo wan dixebite. Heman rewş ji bo hestan jî derbasdare. Bi dibistan, sazî, dezgehên leşkerî, bi qada spor û hunerî bi saziya malbatgeriyê van hestan bi kesayet re dide qezenckirin, daqûrtandin û li gor vê kesayet binav dike, tedbîrên wê jî digire. Ji ber dizane ew kes wê çawa tevbigere, çawa bertek nîşan bide, çawa rabe ser piyan, li hemberî çi wek miriya bi sekine. Ev hemû berhemên pergalê ne. Van dizane û li gor vê kes birêve dibe.

Bi îsyanên xwe yên yekem qûtbûna ji pergalê, derveyî pergalê derketin dibe qûtbûna gava yekem. Ya di pey de tê ew hest û fikrandinên berê jêkirin û avêtine. Yek ji sirên serkeftina PKK yê çil salan jî xwe  ji hestên pergalê rizgarkirine. Şerê avakirina hestên şoreşgerî, demokratîk, azad, aştîxwaz, welatparêz, eşq, heskirinê jî tê dayîn. Li hemberî wan hestên di dilê Kurdan de hatine bicih kirin yên ku ji aliyê dijmin ve dil tên îşgal-desteser kirin, vekirina qada şerê mezine. Pergal hertim bîrdoziyê û hestan li dijberî hevdû dide şerkirin. Bi vê rêbazê dawî hatina bîrdoziyan îlan dike. Propaxandaya dema jiyankirina hestan ya bê dawî dike. Ev propaxanda bi xwe ji dema rahîbên sûmera tê. Koka xwe ji bîrdoziya wê demê digire. Bîrdoziya kapîtalîst, îktîdarperest, yekdestdar, dewletiye! Ev bîrdozî tevî mejiyên însanan hewil dide di dilê însanan de jî yektîpkirinê ava bike û di vê mijarê de tu carî dev ji tekoşîna xwe bernade. Li ser hest û zîhniyetê bi zêdehî xwe dide ferzkirin. Civaka bê zîhn û hestan bi xwe re dide girêdan. Hemû qismên bindest heger li hemberî van êrîşan hertim ne hişyar û bi tedbîr bin, ne di rewşa xweparastinê de bin, ew qedera li ser nifşan hatiye rêzkirin wê cardin xwe dûbare bike. Bi gotina Rêbertî ya me wê cardin fikir û hest werin nêçîr kirin.

Yek ji qada ku bi zêdehî ev nêçîr lê tê meşandinê qada têkiliyên jin-zilame. Çanda desthilatiya zilam û kapîtalîzm di mijara hestan de du emeliyat-operasyonên mezin pêş xistin. Ya yekem hest û jin wekhev kirin. Helbet di kesayeta jin de hêza hestan û zekaya hestiyar ji ya zilam zêdetire. Lê bi operasyonên desthilatiyê di navbera aqil-jin, hest-zilam de dîwar hatin lêkirin. Hat hedefkirin ku jin ji aqil zilam ji hestan biyanî bibe. Bi radeyek girîng jî ev pêk hat. Di serdema me de zilam bi awayê hestiyar penasekirin wek heqaret, lewazî tê pejirandin. Jina bi aqil û zekî jî “jina wek zilam” tê famkirin. Di navbera hestên zilam û aqlê jinê de mesafe hatine avakirin. Ol jî bi hêza xwe ya manewî ev mesafe kûrtir kiriye. Cîhana desthilat jî bi dagiriya xwe vê mesafê kûrtir dike. Ev dîwarên ji aliyê kesên şoreşgeran, demokratan, azadiya civakî ve werin hilweşandinê ne. Herkesê alîgirê aştîxwaziyê divê van dîwaran hilweşîne. Çiqasî qalind bin jî bila qalind bin divê em wan hilweşînin. Ji ber ku ya însan dike însan hestin. Ev ji zilam girtin û weke nîşaneya qelsî lewaziyê li ser jinan zêdekirin dibe operasyona însan ji însanbûnê derxistinê. Cardin ya ku însan dike însan aqilê. Aqil ji jinan girtin û di serweriya zilam de ev bicih kirin, ew ji zilam re bexişandin cardin însan ji însanbûnê hatin derxistin. Di vê wateyê de dema em hestên xwe analîz û lêkolîn dikin; divê em li encama van operasyonên ku ji aliyê desthilatiyê ve li ser me hatine ferzkirin mêze bikin. Weke jin û zilam divê em vê bikin. Di kesayeta xwe de, di nav cinsê xwe de, di cînsê dijber de ew çavdêrî pêşxistin, bi van rewşa re tekoşîn dayîna meşandin, ji bo avakirina cîhana hest û fikrên me dibe gavên girîng yên şoreşgerî. Kurama femînîst ev rewş weke parçekirina hest û aqil ya van sî-çil salên dawî penase kir û li hemberî vê tekoşîna bîrdozî pêş xist. Lê belê ji ber bingehên jiyana wan û amûrên bidest girtinê ne li derveyî wê pergalê bû, di encam girtinê de ne têrbûn. Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdîstan lêkolînkirina xwezaya hestên jin û zilam, bi çavdêriyeke Jîneolojîk di van herdû xwezayan de cihê hest bi awayeke tendurustî eşkerekirin dibe erkên me yên dema pêş. Ji ber ku aqlê zilam yê serwer li hemberî cîhana hestan operasyonên xwe pêş xistine û em hemû van bandoran heya niha li ser xwe dibînin.

Aliyeke vê operasyona serweriyê ya din jî bûyera hestên gelek dewlemend,  ji vê dewlemendiyê, gerdûnîbûnê û cûr be cûriyê qutkirine. Pergal van aliyan tenê di têkiliyên jin-zilam de bi dest digire. Ev famkirin û têgihiştina şaş, ji rê derketî û xapînokin, lê belê gelek bi tesire. Liser civakê tesîrên wê hatine avakirin. Di kîjan aliyê cîhanê de be, heger di derbarê hestan de nîqaşek were pêşxistin bi gengazî tenê têkiliyên jin-zilam tên berbiçav kirin. Tenê ev têkilî tê bîra mirovan. Di rastiyê de ev operasyona ku cîhana hestan felç dike, biçûk dike, lewaz dike û bê berhem dihêle ye. Dema di têgihiştinê de tengbûn jiyan dibe di hîskirin û jiyanê de jî tengbûyîn û korbûn jiyan dibe. Ji bo me Tekoşervanên Tekoşîna Azadiyê yek ji mijara hestan ku divê em baş têbigihêjin jî eve. Yanî dema hest tê gotin ev hest ne tenê têkiliya di navbera jin zilam de ne. Ne tenê heskirin, eşq, kîn û nefrete. Yek ji erkê bingehîn yê şoreşgerî û tekoşervanan jî cîhana hestan ya dewlemend bi van gotin û famkirinên xayînane, bi van gotinên ji rêderketî ne famkirine. Hest bi van gotin û famkirinan divê neyên lêdan, neyên êşandin. Di vê mijarê de pergalê li ser me tesîrên mezin ava kirine. Em ji ber van tesîran nikarin ûfq û asoya xwe mezintir bikin. Di vê mijarê de kêmbûna wate heye. Lê belê diviyabû di destpêkê de çi bihatana bîra me? Divê hestên mezin yên ku însan dikin însan bihatana bîra me. Însanek heya hestên azadiyê nas neke, eşq û heskirinê jî nas nake. Heya ku însanek para xwe ji heskirina welat, heskirina însanan negire nikare hez ji jinekê an jî zilamekî bike. Dibêje qey hez dike. Lê belê terora zilam di roja îro de li ser jina ku pêk tê, dibin navê vê heskirinê an jî ne heskirinê de ye. Terora zilam ji vê heskirinê têr dibe û pêş dikeve.  Terora zilam ji hestên însan yên bi awayê cahilane tên bikaranînê hêz digire û liser jinan vê hêzê bikar tîne. Ev şaşîtî bi herdû aliyan re dide wendakirin, dide xapandinê, dide şaşkirin. Di navbera civak û heskirinê de, însan û evînê de weke operasyona duyem li ser cîhana me ya hestan cardin ev têgeh û têkiliyên me tên bikaranîn. Ev aliyên me di van operasyonan de tên texrîb kirin. Em çiqas di ferqa van texrîbatan de bin, weke însanên bi tendurustî û azad em bikaribin van texrîbatan derbas bikin em ê bikaribin pêşiya pêşxistina civaka xwe ya azad jî vebikin.

 Politika

Ji bo biwatekirina rast û bi tendurustî ya polîtîk kirina hestan ya bi awayeke hevpar wek peyva duyem ku divê em li ser rawestin jî helbet peyva polîtîka ye. Ji bo em bikaribin penaseya polîtîkayê baştir fam bikin, penase bikin, bikevin ferqa xwe ya polîtîk û asta polîtîk ya ku tê xwestin bidest bigirin divê em li gotina Rêber APO ku dibêje “Hunera Azadiyê” mêze bikin û rast lêbikolin. Di navbera xwe û polîtîkayê de mesafeya ava bûye fam bikin û derbas bikin. Ji bo vê weke peyva hestan divê em têgeha polîtîkayê jî bidest bigirin û tahlîlên kûr bikin.

Polîtîka çiye? Îro di asta cîhanê de wek hûnera derewan tê wesifandin. Heta nayê hezkirin û herkes bi mesafe bi dûrayî lê temaşe dike. Başe çiye ev polîtîkka? Polîtîkbûn çiye? Me jiyana civakî ya bê polîtîka dibe? Têkiliya bihevrebûna Polîtîka-Hest çiye? Her yek ji me dikare bi xwe re bikeve nava hevpeyvînan li bersivên rast ji xwe re bi afirîne. Ev bersivê xwedî girîngiyên jiyanî ne.

Di nav me Kurdan de di demên berê de bêpolîtîka mayîn bûye sedemên gelek binketin û êşên mezin. Bê polîtîka mayîn an jî ji polîtîkayê bêpar hatina hiştin ev encamên dilbiêş bi xwe re derxistine holê. Ji ber Kurd di nava polîtîkayên desthilatan de hatine tengavkirin, di nava pergala wan de hatine rêvebirin. Gelek caran Civaka Kurd rû bi rûyî êrîşên bêpolîtîka mayînê hatine û pêwîstiya avakirina politikaya xwe ya cewherî bi lezgînî dîtine. Lê belê ji ber hûnera avakirina polîtîkayên demî nehatiye pêşxistin û civaka Kurd ji vê mehrûm maye ev jî bûye sedema gelek wendahiyan. Rê ji êşên mezin re daye vekirin. Mînakek ji agir heye ku mirov dikare wiha vebêje; Bavê Rindêxanê Mihemed axa yek ji pêşengê serhildana Xerzanê ye. Rojek ji rojan ku di dema serhildanê de nêzî binketinê dibin, bang li zanayê Kurd şêx Ebdilguqus dike û dipirse: “Şêx sedema binketina me çiye?” Şêx bersiva wî dide: “Belê Mihemed axa, di cîhanê de du tiştên ku mirovan dibin serkeftinê hene. Yek ji wan teşkîlate, yek jî siyasete. Ev herdû jî bi me re tine ne. Me ji herdûyan jî nesîbê xwe negirtiye… Em di şer de neşikestin. Em di kêmbûna van herdû aliyan de şikestin”. Binketina xwe bi bêpolîtîkbûn û bêrêxistinbûnê destnîşan dikin van herdû aliyan weke sedemên şikandinê yên bingehîn destnîşan dikin ku ev herdû sedem jî rastin. Di gelek îsyanan de yek ji sedema binketina me nepêşnexistina hûnera polîtîkayê ye. Çavkaniya wê ya herî bingehîn jî biyanîbûna me ji civaka me ye.

Rêber APO di serî de van ceribandinên civaka xwe, lê bi awayeke giştî ceribandinên gelê Rojhilata Navîn bi taybet ceribandinên gelê ku di qirkirina re derbas bûne weke gelê Ermen, Asûr tahlîl kir, dahûrand û ji wan dersên mezin derxistin. Ji ber vê Rêber APO bû pêşengê ku politikaya civakî bi awayê herî kûr û sexlem bi dest girtiye, wek hûnera jiyanî di avakirina civakan de bi kar aniye û kiriye ayîdê civakî. Her wiha ked û pratîka vê bi zêdehî raber kiriye. Rêbertî polîtîka weke hûnera xwedayî ya ku ji civakan hatiye dizîn dîtiye. Wek nebe nabeya civakî, wek şertên bingehîn ya azadiya civakî nirxand û şîrove kiriye.

‘‘Polîtîkaya rast di tarîfa xwe de veşartiye. Derveyî azadî, wekhevî û demokrasiyê tu peyvên din nikarin berjewendiyên civakî îzah bikin. Wê demê di bingeh de polîtîka dibe çalekiya civakî ya dibin her şert û merci de. Her wiha çalekiya hebûnê ya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Erka ehlaq karên jiyanî pir baş pêkanîne. Heger wiha be, karê polîtîkayê jî karê pir baş dîtine. Balê bidinê polîtîka hem aliyê ehlaqî radigire hem jî jê zêdetir di nava xwe de digire. Karên baş dîtin ne rehete. Ji bo karê baş dîtin divê zanîna kar hebe, ew kar werin naskirin ango zanîn û zanista zanînê pêwîste. Wekî din jî ev karê baş dîtin lêkolînê dixwaze. Peyva baş jî em li ser vê lêkolînê zêde bikin wê demê pêwîstiya zanîna ehlaq jî derdikeve holê. Weke tê dîtin polîtîka hûnereke pir zore. Dema em dibêjin civaka ehlaqî û polîtîk em behsa berî zayînê nakin. Em behsa xwezaya civakî ya ku çiqas dem derbas bibe jî xweseriya xwe wenda nake û hertim hebûna xwe di parêze dikin. Çiqasî were derbas kirin, were rizîn û parçekirin jî civaka ehlaqî û polîtîk wê her hebe. Heya ku xwezaya civakî hebe wê ew jî hebe. Rista polîtîka jî bêyî ku ev polîtîka were hincirandin, rizandin û parçekirin hîn zêde pêşxistin, azad, wekhev û demokratîk kirine. Polîtîka wek berxwedana Yekeyên Şaristaniya Demokratîk wate dibîne. Ji ber ku heya berxwedanî nebe azadî, wekhevî û demokrasi jî pêk nayê û di vî alî de gav nayê avêtin. Pêşiya rizandin, hincirandin û parçekirina asta ehlaqî û politikaya civakî jî nayê girtin. Pêşiya dagiriyê nayê girtin. Pêşiya yekdestdariya têkelan nayê girtin. Polîtîka wek hûnera azadiyê tê penasekirin. Ev jî ji vê rista dîrokî bingeha xwe digire…”   

 Têkiliya Hest û Polîtîka

Di dema civaka xwezayî de, di pêşketina sazî û dezgehên civakî de hest û hîsên însanan bi tesîr bûne. Ji ber ku hêza dinamik-çalak ya li ser zekaya însan bi tesîr dibûn hest û hîs bûn. Girîngî û nirx dayîne van aliyên xwe. Di rastiyê de di wê demê de însanan derveyî van nirxên xwe nizanibûn bijiyana. Em wiha jî destnîşan bikin dibe ku ne şaş be. Civaka însanan cara yekem polîtîka bi hestên xwe pêş xistine. Mînak li hember karesatên mezin yên xwezayî tirs jiyan kirine û li hemberî van karesatan çareserî afirandine. Heger em polîtîkayê weke çareseriya pirsgirêkên gelan, hunera nîqaş û encamên nîqaşan destnîşan bikin wê demê ev çareserî pêşxistin dibe pêkanîna polîtîkayê. Di wê demê de polîtîka di asta penaseya xwe ya rast û wateya xwe ya rast de bû. Civakî bû. Hunera azadiyê ya kêrhateyên civakî bû. Weke niha ji cewherê xwe ne hatibû vala kirin û ji rê nehatibû derxistin.

Di dîrokê de têkiliya bi qasî însan ya kevn têkiliya hest-polîtîkayê ye. Yekemîn komên civakî hest û hîsên xwe bi berfirehî û kûrahî jiyan dikirin. Heya radeya dawiyê di ferqa wan de bûn. Her ku dem derbas bû bi awayê zanayan hestên xwe hîn baştir nirxandin û bidest girtin. Ji dema hebûna xwe û heya dawiyê berî fikrandinê bi hestên xwe, hîsên xwe, pêhesên xwe politikaya xwe bijiyanî kirin. Polîtîkaya xwe hilberandin. Di roja me de têkiliya hest û polîtîkayê ji hevdû hatiye qutkirin. Her dû alî jihev biyanî bûne. Li dijberî hev hatine bicihkirin. Ev rêbazên zîhn û hestan yên ji hev biyanîkirinê ne rastiya civaka xwezayî ye. Ne afirandinên cewhera civakî ne. Pergala kapîtalîst civakê ji polîtîkayê bêpar dihêle, vê zanîna biyanîbûna polîtîkayê li ser civakê dide ferz kirin. Her wiha hunera pêşxistina polîtîkayê û hêza ehlaqî ya înşayê ji civakê didize û li şûna vê têgihiştineke bi nexweşî dide rûnişkandina. Di encam de kêm zêde em hemû bi vê têgihiştina bi nexweşî hatine şûştin, bi vê têgihiştinê hatine têrkirin. Avaniya me li ser van fikir û hestên ji aliyê pergalê ve avabûne şêwe girt, em rû bi rûyî vê rastiyê hatine. Bi penasekirina vê rewşê em dikarin di destpêkê de şiyariyê pêş bixin. Bi vê hişyariya mezin jî em dikarin xwe ji van şêweyên ava bûne rizgar bikin. Ji ber ku ev têgihiştina bi nexweşî ya li ser me ava bûye hertim hestên me di keritîne, hêza me digire, pêşiya polîtîk kirina hestên me digire.

Di nava vê pergala serwer ya kapîtalîst de ku ev têgihiştin hertim tê xebitandinê de, her gotina di derbarê hest û polîtîkayê de em bibihîzin kêm zêde wê wihabin; “di nav polîtîkayê de cihê hestan tine ye. Nabe! Tu hestên xwe guhdar bikî tê di siyasetê de wenda bikî. Madem kî hestên te bihêzin, çi karê te di nava polîtîkayê de heye? Tu însaneke pir hestiyarî, ti eleqeya te bi polîtîkayê re tine ye. Heger tu derbasî nav xebata polîtîkayê bibî, divê tu hestên xwe bidî aliyekê!” An jî kesên hîn qurnaztir û yên ku me dagir dikin dibêjin; “Ji bo hûn lingê filankesê bi şemitînin, xîtabî hestên wê bikin û bixin kefkê”. Dibe ku ev xefik têkiliyeke heskirinê be, bi vî awayî cîhana mirov tê teng kirin, mirov dibe dîlê hestên xwe. Dibe ku ev xefik kompleksa xwe mezin dîtinê be, an jî xwe biçûk dîtinê be. Bi vî awayî bi hestên însan tên lîstin û însan ji hewildana hestên mezin û binirx tên qutkirinê. Bi hestên însan tên lîstin. An jî dibe ku bi hestên kîn, hêrs, xurûr, tolhildanê were lîstin. Ji xwe ev hemû aliyeke hestane, her yek ji wan seriyekin. Pergal dikare van seriyan bi aliyê xwe ve bikişîne û wan hîn zêde ji rê derbixe. Dikare bixe bin xizmeta xwe. Bi kinahî ji dema ku aqlê qurnaz yê serwer û îktîdarperestiya zilam li ser civakê xwe hakim kiriye û heya roja me ya niha têkiliya hest-polîtîkayê bi gelek şêweyan hatiye bidest girtin. An hest bêyî aqil hatiye hiştin an jî hest weke xefk hatiye dîtin û dibin lingan de hatiye pelçiqandin. Her çiqasî hinek hestên civaka xwezayî heya roja îro bi berxwedana xwe hebûna xwe berdewam kiribin jî heqîqeta roja me ku jiyan dibe eve. Di teoriyên politikaya klasik ya hêzên îktîdarperest ku pêşkêş dikin de cihê hestan tine ye. Lê politikaya şoreşgerî bêyî hestan nabe. Pêş nakeve. Kesê ji gelê xwe hez neke, bi xeyalên azadiya gelê xwe, aştiya bi şeref ne dagirtîbe, ji vê xurûr û şanaziyê jiyan neke nikare polîtîkayê bike. Ji bo ev hestên aştî, siyaset, çareseriya şer, wêje û hûnerê pêşbikevin jî divê hest û polîtîka bi hevdûre werin jiyîn.

Dema em hemû aliyên jiyana xwe, sekna xwe, hebûna xwe, bi hebûna xwe re girêdayî çalakiyên xwe bidest digirin, yek ji pirsa ku divê em di serî de ji xwe bikin eve: “di encam de ez çiqasî berhema fikir û hestên xwe me”. Di nava hestan de wendabûn, tenê bi hestan girtina dest, hêza hest û fikir ne kirina yek, çiqas xeletî were kirin jî hest tine hesibandin, cemidandin, tenê bi aqil-mantiq girtina dest jî wê xeletiyan bide kirin. Divê em hertim bînin bîraxwe ku divê em hest û aqil îdealîze nekin an jî ne cemidînin. Li hember pirsgirêkên jiyanê yên bingehîn em dikarin bi hevkariya hest û aqlê xwe çareseriyan bi afirînin. Van herdû aliyan bi hevre bi xebîtinin. Yanî em dikarin wan derbasî hêza polîtîk bikin. Carna hinek kêlî hene pir zêde derfetên me yên fikrandinê namîne û navenda zekaya me ya hestiyar Amîgdala ya me mirov derbasî tevgerê dike. Carna hinek kêlî hene, hîn hêza me ya fikir di xewde ye an jî hîn pesîfe bi rêya hîs, pêhesîn, ajo, dîtinên hindirîn, xewn an jî hêvî-xiyalekê peyaman ji me re dişine. Heger mirov xwe ji tesîrên pozîtîvîzmê rizgar nekiribe nikare van peyamên ku perçeyek enerjiya gerdûnîye ji me re tên şandin fam bike. Heta nikare bi hebûna wan bawer bike û wan peyaman bixwîne. Mirov bixwîne fam nake, fam bike jî cîdî nagire û pêk nayne. Lê carna hinek dem hene ku tirs, kelecan, hestê serkeftina bê bingeh tê dinava dilê mirovan de rûdinê. Di nava hinavê mirovan de belav dibe. Dibe ku para xapandinê û hîleyan jî tinebe lê di wê kêliyê de ya ku divê bi xebite û weke leza ronahiyê ji rewşa wê kêliyê re bersivan bi afirîne zekaya tahlîlî ye. Karê mantiqê. Ev kar fikrandina lez, hêza hest-fikir bi lez rêxistinkirin û kêliya derbaskirina tevgerê ye. Ketina ferqa van kêliyan û ew penasekirin, ew nas kirin li gor wê bi lez biryar dayîn, gav avêtin dibe hûnera polîtîkayê. Kesên ku rastiyê bi kûrahî û berfirehî hîs dikin, li gor wê gav di avêjin, di ferqa hest û hêza fikir de ne, yên van ferqan li gor zeman û mekan baş bikar tînin  û encam digirin ew însanê polîtîkin. Her wiha ev dibe însanê ku hemû heqîqetên jiyanê û pirsgirêkên jiyanê di hebûna xwe de dibîne, di nasnameya xwe de bicih dike û ji wan re çareseriya hûnera polîtîkayê pêşkêş dike bixwe.

Hest û fikrên me asta jiyana azad, demokratîk, aştî-azadiyê destnîşan dikin. Tekoşîna vê di fikir û hestan de binirx dibe. Ma gelo em van hest û ramanên xwe yê ku ewqasî bibandorin çiqasî hîs dikin. An jî em di hest û fikrên xwe de wan aliyan çiqasî bicih dikin. Em wan di qoziyeke fikir û hestên xwe de bicih dikin an jî wan di navenda fikir û hestên xwe de bicih dikin? Ma em dikarin diyardeyên ku di fikir de bicih nebûne di hestên xwe de hîs bikin? An jî yên ku di hestan de bicih nebûne di navenda fikrê xwe de bicih bikin? Heger em cîhana hestên xwe bi çavên dilê xwe lêbikolin, em ê bibînin ku me hinek bermahiyên jirêderketî, yên hişk, fanatik, nebaş di navenda heskirin û aciziyên xwe de bicih kirine. Lê di heman demê de em ê bibînin ku me bi xapandineke mezin bicih kirine. Xapandineke mezine û veguhertina wan zehmete! Lê em dizanin ku çend hestên ji rê derketî, çend fikrandinên bi van hestan re girêdayî li ser jiyana me bandorên nebaş dikin. Me ji cûr be cûrî û dewlemendiya xwezaya gerdûnî bêpar dihêlin. Rengînîya jiyan û civakê bêpar dihêlin. Nermbûna zekaya însan bêpar dihêlin. Bi vî awayî mirov xwe feqîr dihêle. Herikîna jiyanê ya xwezayî tê cemidandin. Her wiha Rêber APO ji bo îktîdarê dibêje “her îktîdar aqlê hatiye cemidandinê ye”. Di rastiyê de her hest û bi bandora van hestan fikrên ku pêş dikevin bi asta kesayetê re girêdayî ye. Lê her fikir û hestên ku pêş dikevin jî kesayet dîl digirin. Polîtîka hunera jiyanê ye, hunera azadiyê ye. Heger hest bi polîtîkayê re yek bibe, hevpar be dikare bi ahenga xwe bi herike. Bi ahenga herikîna hest û fikir pêşiya xetimandinan tê vekirin û astengî tên derbas kirin. Kêrhateyên ahenga hest û fikir pêşxistin û ew bi hevre dayîna herikandin jî huner e.

Heger em hestên xwe û polîtîkayê ji penaseyên rastî û wateyên wan nedin qutkirin, bikar bînin, bi têkiliya herdûyan ya baldar em hûnera polîtîkayê weke hunera dewlemendiya jiyan û gerdûnê fam bikin, bi qasî vê dewlemendiyê em dikarin bi pêhesînên xwe hêza dil, ruh û fikrê xwe jî vebikin. Di destpêkê de divê em fêrbûnên ji malbata xwe, civaka xwe, ji navendên ku em têde mane, me girtine di ber çavan re derbas bikin û wan nas bikin. Kîjan hest li ser hebûna min, nasnama min xwe didin der- didin teyîsandin? Divê em vê pirsê ji xwe bikin. Di dema herî dirêj ya însanbûnê de hestên herî dewlemend û demdirêj kîjan bûn? Di hafızaya min ya hestiyar û zîhnî de hestên ku hatine secilandin û li ser min bandor dikin kîjanin? Ez çiqasî di ferqa van de me? Kîjan hestên min li ser min bandorên erênî dide çêkirin û enerjiyê bi min re dide qezenckirin? Weke vê pirsê bi awayeke neyênî jî em dikarin wiha bipirsin. Kîjan aliyên hestên min yên nebaş yên ku enerjiya min di xetimînin û bi awayê nebaş bimin re derdikevin holê hene?  Kîjan hestên min bi azadiya gelê min, demokrasi, aştî tekoşîna civakî bihêz dibin û moral digirin? Kîjan hestên min kesayeta min ji van nirxan dûr dixe û min paşde dikişîne? Di vê mijarê de gelek pirsên ku werin pirsîn û zêdekirin hene.  Zêdebûna van pirsan bixwe dewlemendî, bêsînorî û cûr be cûriya gerdûnê-jiyanê radixe ber çavan.  Ji ber ku ewqasî bêsînorî û bijareyên azadiyê hene, divê em xwe ji wan hestên teng û yên dawiya wan diyar rizgar bikin. Di jiyan û tekoşîna xwe ya civakî de em bikaribin hest û fikrên xwe yên xweşik bi zanebûna xwe ya hunerî pêşkêş bikin.

RêberApo‘‘…Bi vebirî asta hestan pêwîste, lê divê rast be û têr be. Ma kanî ew hest? Ka bifikirin hizna we, xemgîniya we heye? Heger hebe li hemberî çiye? Ma hûn aliyên hestan yên dîrokî hestên xemginiyê difikiri? Hûn xemginiya ji bo xwezayê, ji bo erdnîgariyê, ji bo welat, ji bo gel, ji bo zarokan, ji bo kal-pîran, ji bo zilaman, ji bo tîpekî, ji bo belengaz û hêjarekî, ji bo dîn-şêt-harekî welhasil bi rastiyan ve girêdayî gelo hestên we pêş dikevin? Di rastiyê de divê hestên we werin lêkolîn kirin. Çima, li hember çi, çawa pêş dikevin, çi armanc dikin? Di vî alî de jî nenaskirin heye. Ev hestên teng ku hûn jê re dibêjin hetiyarî, yên seranser û subjektîv nikare we bigihîne nêrîneke polîtîk ya bi tendurustî… Bertekên polîtîk heger li ser bingehê mafdariyê jî bin jehrin. Bertek jî, sempati jî be nabe. Di polîtîka yê de cihê sempatiye jî, bertekan jî zêde tine ye. Pîvanên objektîf bingehin. Bi kîn girtinê polîtîka nayê kirin. Divê hestên tolhildanê hebin, lê divê hûn jibîr nekin ku veguhertina van ya berbi polîtîkayê ve hunereke…” Rêbertiya me bi vê nirxandinê ma ji vedixwîne pêşxistina abc ya vê hûnerê.

Polîtik Kirina Hestên Xwe û Mekanizmaya Xweparastinê

Polîtîk kirina hestan tê wateya lêdana kesên li me didin. Her wiha rê nedana êrîşên li ser me, li ser rêhevalên me û li ser gelê me ye. Pêşxistina mekanîzmayên xwe parastinê ye. Ji ber qada ku herî zêde ji aliyê pergala kapîtalîst de bi ledana gelan tê bikaranîn ya ku civak bê parastin hatiye hiştin ev qada hesta ye. Pergala kapîtalîst ji bo vê qada hestan bêparastin bihêle û hertim dibin êrîşa de bihêle bê navber şer dike. Ji pergalên beriya xwe yên ku di vî alî de şer kirine jî sûd digire. Berhevên wan bikar tîne. Lê belê pergala kapîtalîst rewşa kesayet ya dema niha jî tahlîl dike, civakê tehlîl dike û polîtîkayên rojane yên kêliyê di afirîne. Kes û civakî bi qasî cihana fikir di aliyê cîhana hestan de jî korfehmî û gêj dike. Li şûna hestên însan yên xwerû hestên pergalê bi kesayet û civakê re dide pejirandin.

Bi vê hedefê ve girêdayî di her kêliya jiyanê de di nava fikir û hestên civakê de cih digire û hertim dagir dike. Ev dagirî û desteserî li pêşiya polîtîk kirina hestan hertim dibe asteng. Ma em wan hestên ku me dagir dikin nas dikin? Ma em bi wan hesiyane? Em dikevin feqa wan û wan li gor rastiya xwe dikarin veguherînin? Ma gelo hestên me bi xeyal kirinan, bi doxmatîzmê, bi pozîtîvîzmê, bi ol, bi tirsê an jî bi wêrekiya çavsoriyê, bi hesasiyetan, bi xwe xapandinan, bi qederbûnê, bi bêhêvîbûnê, bi ajoyan hatiye dagirkirin? Pergal bi bîrdoziya xwe serweriya zîhnî û hestiyarî ya xapandinê pêş dixe. Bi vê rêbazê xapandinê civakan bi hêsanî birêve dibe. ma gelo bandora van bîrdoziyan li ser me û civaka me çiqasî heye. Ev bîrdozî li ser me çiqasî hatiye sazkirin? Di bersivdayîna van pirsan de fikrandin girînge. Ji ber bihêzkirina xweparastinê û di vî alî de bibin neketin bi bersivdayîna van pirsan re girêdayî ye. Ev bersivên jiyanî ne. Kesayet û civak heya ku nekevin ferqa hest û fikrên xwe û vê qada dagiriyê nas nekin, xwe ji van rizgar nekin û tekoşîna xwe bê dawî nedin meşandin ew kesayet û civak nikarin dagiriya welatan jî rakin û welatan rizgar bikin. Ji ber hest û fikrê ku nehatiye veguhertin li gor dijmin di xebite ne li gor azadiya gel û kesayete. Ev tevger ji aliyê bîrdoziya dijmin ve hatiye eşkerekirin. Heger xwe feda jî bike, li berxwe jî bide, encax ji aşê dijminê xwe re dikare bibe kulmek av. Em vê rastiyê jî ji pratîkên xwe yên berê pir baş dizanin. Bi naskirin û famkirina hestên me yên ku hatine dagirkirin em dikarin bi tekoşîna bîrdozî pêşiya van bûyerên trajik-dilbiêş bigirin. Wan ji rewşa qederbûnê derxin.

Hestên ku kes û civakê li ser piyan digirin kîjanin? Girêdana van hestan bi berxwedanê, bi xweparastinê çawaye? Rêber APO van hestan ji bo xwe bi awayeke zelal û net destnîşan dike. “Hestên bingehîn ku min li ser piyan digirin, hestên min yên welatin, hestên civakê ne, heta hestên min yên jina ne. Ji ber ku girêdanên min gelek bihêzin, ez berxwedana xwe, birêxistinkirina xwe û heta tektîqên xwe yên rojane pêş dixim. Çima? Ji ber ku girêdana min bi jiyanê re bihêze. Hezkiriyên min pir in. Yên bi min re girêdayî pir in. Yên dixwazin ez jiyan bikim pir in. Ez jî bi awayeke tirsnak liberxwe didim. Xwe bi tirsnakî birêxistin dikim, heger hûn balê bidinê bi hêsanî wenda nakim. Ji bo çawa jiyankirinê heger bersiveke we wiha hebe, wê demê bifikirin ma hûnê çawa nikaribin vî welatî nekin welatê rizgarî yê xweşik. Derbasî herêmên rizgarî nekin? Ma hûnê çawa bi wan rêhevalên xwe re hevaltiyeke baş pêşnexin? Û cardin hûnê çawa rêxistinkirina xwe ne gihînin asta nirxên mezin. Piştî bersiva van pirsan ne gengaze ku hûn serkeftinê bi dest negirin.  Ji ber ev hemû bersivên pirsa çawa jiyan kirinê ne.”

Pergala kapîtalîst pirsa çawa jiyankirinê ji rojevê derdixe. Ji ber ew bi xwe ji bo çawa jiyankirina me dibe xwedî biryar. Ew biryara vê dide. Van biryarên xwe di avakirina civakê de an jî xerakirina civakê de weke nebe nabe pêk tîne. Bi hilweşandina hestan, bi têkbirina hestên welatparêzî, bi tinekirina heskirin û aştiyê vê dike. Li şûna van hestên ku moda wan derbas bûye yên  kevneperestiya xwe dide rûnişkandin. Hemû polîtîkayên xwe li gor vê diyar dike û hildiberîne. Carna jî van hestên însan yên bikok ji bo dagir bike û di xizmeta xwe de bikar bîne zimanê siyaseta vê pêş dixe. Di cewher de jî hest û cîhana fikir ya mirovahiyê hertim dibin bomberdûmanan de dihêle. Ketina ferqa van bomberdûmanan, şîfreyên wê çareserkirin, xwe radestî van bomberdûmanan nekirin, birêxistinbûyîn, berxwedana xwe dayîna berdewam kirin erka qada polîtîkayê ye. Erka qada polîtîk bi awayeke serkeftî pêkanîn jî bi zanîna hestan û pêşxistina erkan pêkane. Her wiha bi polîtîk kirina hestan pêkane. Hestên divê werin bihêzkirin, birêxistinkirin û mezinkirin hene. Dema em bikevin ferqa van hestan em ê hestên ku me bihêz nakin, hestên ku me polîtîk nakin jî bizanin û wan ji hevdû derxin, paqij bikin. Her wiha em ê hevberdana bêdawî bi hestên nebaş re pêk bînin. Her ku em bikevin ferqa hestên baş em ê wan ji dagirî û dexta pergala kapîtalîst bi parêzin. Rêber APO têkiliya xweparastinê û polîtîkayê jî wiha destnîşan dike;

“Zimanê modernîteya demokratîk polîtîke. Hemû avaniya xwe bi pêşbîniya hûnerî ya polîtîk înşa dike. Asta civaka ehlaqî û polîtîk ya zanistî ne îktîdarê, polîtîkayê di teyîsîne. Rastiya ku civaka ehlaqî polîtîk di roja me de jiyan dike, ango pirsgirêka rojane beriya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê ya hebûnê ye. Ji ber hebûna wê di tehlûkê de ye. Li hember her cûre êrîşên modernîteyê, berî her tiştî xwe parastinê dixwaze. Li hemberî van êrîşan bersiva modernîteya demokratîk di wateya berxwedanê de parastina cewherî-xweparastin e. Bêyî parastina civakê polîtîka nayê kirin… Bi xweparastinê re girêdayî siyaseta demokratîk, dibe cewherê politikaya demê. Siyaseta demokratîk civaka ehlaqî û polîtîk pêş dixe. Xweparastin jî li hember êrîşên îktîdarê hebûna wê, avaniyên wê yên azadî, wekhevî û demokratîk di parêze.”

Hestên bêrêxistin, bêyî polîtîkayên ku zekaya bi însan re hişyar nakin û ranakin ser piya bê berhemiyê, bê baldariyê, bê encam mayînê, bê pêşdaraziyê pêş dixin. Dibin sedema bê biryariyê, bijartinên şaş. Bi kinahî di gelek qadên jiyanê de dibin sedema wendakirinê. Lê belê herî zêde însan bêyî parastin dihêlin. Ji ber vê sedemê hestên polîtîk dikare wiha jî bê penasekirin. Însan bi naskirina aw û hewaya hestên xwe, bi erdnîgarî û xwezaya xwe û birêvebirina wan, bi navendên civakî re parvekirinê, bi avakirina azadiyê her wiha bi polîtîk kirinê dikare di aliyê erênî de bikar bine. Di vê wateyê de dikare hestên xwe polîtîk bike. Ev asta polîtîk kirina hesta ye. Rêber APO bi nirxandineke xwe asta koletî û hestên polîtîk wiha dinirxîne; “Koletî tenê li ser keda madî pêş nakeve û saz nabe. Di destpêkê de li ser zîhniyet, hest û bedenê înşa dibe. Heya koletiya bîrdozî neyê pêşxistin, koletiya maddî ya kedê pêş nakeve”. Wê demê divê em polîtîkayên azadiyê li ser zîhniyet, hest û bedenan înşa bikin. Hestên xwe, zîhniyeta xwe, bedena xwe bi hêza azadiya hestan û asta polîtîkbûnê divê em bi afirînin. Ev diyarde ji ber xwede pêş nakevin. Em dikarin hez ji gelê xwe bikin, dibe ku êşên gel kezeba me jî bi şewitînin lê belê divê hezkirina me ya ji gelê me re wan ji wan êşan rizgar bike, divê em hezkirina xwe bigihînin vê astê û polîtîk bikin. Heger polîtîk nebe wê hezkirina me bibe hêmaneke bê tesîr, êşa me bibe fitlonekek bê dawî û hertim bi me re bimîne.

Lê em ji bo jiyaneke ku tesîra hezkirinê têde hebe, ne êş çoş û kêfxweşî tê de di pêş de be, jiyana însanî pêş bikeve, nirxên civakîbûna însan ya azadî, aştî û demokrasiyê tekoşîn dikin. Jiyaneke wiha ne xeyale. Ne tenê utopyaye ke. Raste ev fikrandinek ku di navenda xeyalên me de cih digire. Lê ne jiyaneke pir dûr ku danekeve rastiyê ye. Gav bi gav pêkanîna wê bi ketina ferqa hestên me ye. Ev ferq qezenckirin, ev hest bi rêxistinkirin û polîtîk kirine. Di rastiyê de ev mijar bi xwezaya jin-zilam re girêdayî di nava beşa ontoloji (zanista hebûnê) de cih digire di heman demê de bi mijara hevjiyana azad re girêdayî ye. Li gor vê çerçevê her tim di rojeva xebatên Jineolojî de cih digire. Ji vir şûnde jî bi lêkolînên bihêztir, bi analîzên civakî wê were bidest girtin. Dersa ku Rêber APO dibêje “Dersa çil salan ku ez dibînim” ji bo me mîlîtanên azadiyê jî ji vir şûnde em ê ji Rêbertiya xwe, ji jiyanê ji civakê ji erdnîgariya xwe bigirin. Ji ber vê sedemê ev encamên fikrandinên Akademiya Jîneolojî ku tên girtin bi hevalan re parvekirin gelek girînge. Lê bi qasî vê parvekirina bi hevalan re di heman demê de pirsên hevalan yên pêşdikevin, lêger û lêkolînên pêş dikevin, fikrandin û nîqaşên tên kirin jî ji akademiya jîneolojî re şandin û parvekirin heya radeya dawiyê girînge. Em di nava şerekî pir zêde û bêrehm de jiyan dikin. Em her roj bedelên pir giran didin. Ji bo ev bedelên tên dayîn kêm bibin, derbeyên ku em li dijmin didin hîn bi tesîr bin û bi encam bin her yek ji me û hemû civaka me çiqasî bikaribe bi hestên kollektif û bihêza fikra hevpar vê asta xwe bilind bike wê encamên pir girîng jî derbikeve holê. Bi qasî mezinkirina hestan ew polîtîk kirin jî girîngiyeke jiyanî ye. Bi hêviya ku ev girîngî her roja derbas dibe kûrtir were famkirin, çavkaniyên însan yên bingehîn polîtîk kirina hêza hest û fikir û ev hêz di tekoşîna aştî, azadî demokrasiyê de hîn baştir bikaranînê em tevahiya rêhevalan silav dikin, bi baweriya serkeftinê û bi girêdana azweriya xwe serkeftinê dixwaze.

Bunları da beğenebilirsin