Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefe û paradîgma Ocalan a jinê ye
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ yên dewleta Îranê ve, destpê kirin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî şoreşeke nû ya jin û gelan. Di demeke wiha de nêrînên cuda li ser dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derketin holê.
Li ser vê mijarê û rastî û koka felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî ji ANF’ê re axivî.
Hevpeyvîna taybet a li gel Qeredaxî wê du beşan bê weşandin. Beşa yekem zêdetirî xwe li ser kok û rastiya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û avakarê wê ye.
Qeredaxî destpêkê behsa dirûşmê kir û ev anî ziman: “Di dema dawî de li ser asta hemû Îran û Rojhilatê Kurdistan û cîhanê dirûşma ‘Jin, Jin, Azadî’ li qadan tê qîrîn. Ji parlementeran bigire heta nivîskaran û hunermendan stran li ser tên hûnandin. Gotar li ser tê nivîsandin. Li zanîngehan li ser vê dirûşmê nîqaş tê kirin. Di qadên akademî de, nîqaşên xurt li ser tê kirin. Heta di aliyeke din de jî pir mirov ji bo berovajîkirina naverok û çavkaniya vê dirûşmê, pir daxuyaniyên nerast tên dayîn. Rastiya wê tên berovajîkirin, çavkaniyên şaş tê danîn. Ev dirûşm çawa gewde bûye û sazî bûye? Çawa di aliyê sazî û teorî de derketiye? Çi pêşketin û vîneke di jin de ava kiriye? Di şexsê jinê de civakeke çawa ya lêgerîna azadiyê ava kiriye? Nîqaş pir hene. Tenê nîqaşên çewt jî tê kirin. Ji bo ronîkirina van rastiyan. Lêgerîna ku em jê re dibêjin, Lêgerîna Heqîqetê. Çawa ev nîqaş bigihêjin rastiyê.”
‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ŞOREŞEK E
Qeredaxî li ser dîrok û avakarê feslefeya dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve cara yekem bi belge hatî bikaranîn axivî û ev got: “ ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşmeyek niha li qad û kolanan û di asta şoreşê de ye. Di asta şoreşeke civakî û demokratîk de ye. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê dirûşmeke. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyeke, paradîgmayeke, nêrîneke ji bo jiyaneke azad. Çawa formuleya jiyana azad were kirin, formuleyek wisa ye. Di esasê xwe de, cewhera şoreşa duyemîn a heta dikarin bêjin, şoreşa jinê, şoreşa çandî û şoreşa demokratîk û civakî ye, ya duyem di Rojhilata Navîn de ye. Em hemû dizanin şoreşa yekem şoreşa çaxa kevir a nû derketiye. Em niha şahidî ji şoreşa duyemîn re dikin ku li Rojhilata Navîn pêk tê. Ev şoreş, şoreşeke li hemberî antî-şoreş derketiye. Careke din bi lîsanseke li hember ew saziyên antî-şoreş, saziyên antî-şoreş ên ku dewlet mêrsalarî û desthiltdarî derketiye holê, rehema wî mezopotamya jêrîn esasê xwe ew antî-şoreş li hember şoreşa yekem a jinê ye li dîroka mezopotamya derketiye. Niha em dikarin bêjin, felsefeya paradîgma dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ karakterekî sedsala 21’an e ku li hemberî vê antî-şoreşê derketiye. Ew felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diroka wê digihêje salên bi îradebûna Tevgera Azadiya Jinê û bersivdayîna hemû berxwedanên ku li dîroka mirovahî li hemberî saziyên antî-şoreş deketiye holê. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo, gihişte qenetekî guhertinên li Rojhilata Navîn şoreşa ku derbikeve, şoreşa ku pêşengtî bike, ne bi nûbûnan dikare careke din rola jinê derxîne qonaxa pêşengtiyê. Ji ber ku pênaseya ku jin koleya yekem a dagirkeriya yekem, çîna yekem, hatiye dagirkirin, di şexsê jinê de careke din, bi vîna jinê dikare rol bigire. Ne bi nûbûnên di saziyên dewlet û dîsa saziyên derdora hişmendiya mêrsalarî de dikare were kirin. Dikare tenê bi şoreşeke radîkal û felsefeyek nû bi pradîgmaya nû dikare were avakirin. Ji bo wê jî yê ku niha li qadan in, encamên têkoşîneke redîkal a civakî, çandî û heta di hemû aliyên jiyanê de têkoşînek ku bi îradebûna jinê ye. Bi îradebûna civakê ye. Îradeya jin û civakê hatiye fetisandin û vîna desthilateke mêrsalarî hatiye danîn. Vîna wê li ber çav nehatiye girtin, bi rengek din xwe ji bîr kiriye. Jin ji rastiya wê hatiye derxistin, civak ji rastiya wê hatiye biyanîkirin. Ji bo wê careke din ew hemû desthilata li ser civakê û jinê were derxistin, pêwîstî bi rastî jî şoreşek hebû. Şoreşeke redîkal a civakî, çandî û redîkal heye. Ew enerjiya jin a bi desthilatê hatiye sînordarkirin, di jiyanê de tenê weke hebûneke biyolojî ji bo xizmeta derdor, ji bo zarok anînê, ji bo bi tu aliyên jiyanê ve rola wê nebe, careke din ev enerjî derxist holê. Ev enerjî herikandin ber bi qadên jiyanê. Careke din watedayîna jiyanê ye. Bisazîbûna vê vînê destpêkirina şoreşekê ye. Di vê wateyê de em dikarin bêjin, koka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem weke proseyekê dikare bibîne. Rast e ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke dirûşmen tê dîtin, lê di rastî de divê weke proseyek weke pêvajoyek qonax bi qonax were dîtin.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî qala nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinê û felsefeya li pişt vê dirûşmê kir û cih da nêrînên Ocalan ên li ser vê babetê û ev nirxandin kir:
‘KOKA FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE’
“Di Nîsana 1989’an Rêber Apo di gotineke xwe de wiha got, ‘Jin parçeyeke ji jiyanê nayê qûtkirin’, parçeyek ji jiyanê qut nebûye. Dema em dibêjin jin, wateya jiyanê dide. Ji bo wê tenê ji tiştekê zêdetir, jin weke objeyek weke tiştekê neyê nêrîn. Divê weke kirdeyeke şiyar û biryarder bê dîtin. Ev tê wateya Rêber Apo dixwaze çareserî di şexsê jinê de em pêş nexin, ne tenê jin pêşnaxin, di şexsê jinê de em ji bo hemû civakê kar dikin. Di şexsê jinê de em ê çareserî di hemû civakê de pêş bixin. Rêber Apo dibêje; ‘ew jî pêwîstiyeke azadbûnê ye. Azadbûna civakê tenê bi azadbûna jinê pêkan be. Jinek azad dikare civakek azad pêk bîne, ava bike.’ Marya Mîs ew gotina; ‘Jin dagirkeriyeke dawî ye’ lê Rêber Apo ji wê firehetir dikare bêje; ‘Jin dagirker kolekerê çîna yekemîn û netewa yekemîne di dîrokê de, heta ew tarîbûna jinê neyê rakirin, li ser tevahî civakê nayê rakirin, li ser rastiya jinê nayê rakirin. Divê em destpêkê ji jinê destpê bike.’ Ev prose BI du qonaxan da destpêkirin. A yekem jin kir xwedî fikir û îdeolojiyeke ya azadbûnê ye. Ew qonax bi qonax pêş xist, aliyê din jin kir xwediyê saziyên xweser. Ev yek pir girîng e. Ev cewhera felsefe û pradîgmaya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Tevgera Azadiya jinê weke cewhera bi îradebûna hemû civakê girt dest. Ji bo wê taktîk nêzîkî jinê nebû. Jin tevlî bibe û bi rengê taktîk nêzîk bibe nebû. Tam berovajî Rêber Apo azadiya jinê di cewherê azadiya civakê girt dest. Ew weke mijareke stratejîk bû ji bo Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê. Dema em wisa dibêjin, ne wisa bihêsanî şev û rojekê pêk hat, salek û du salan pêk hat, bi zehmetiyên mezin pêk hat. Di aliyên sazî û teorî de pir qonaxê cuda cuda derbas kir. Hema mirov dikare bêje, di 40 salên dawî de pir zehmetî, hem di aliyê teorî û pratîk de, bi xwe re pêşketinên pir mezin anî. Yek di aliyê teorî sazî de, xweserbûna jinê, teoriya qutbûnê esas girt. Jin divê di aliyê mejî û fîzîkî ji bo xweserbûnê divê ji mêr qût bibe, xwe ava bike. Jineke xwe ava neke, jineke wate nede hebûna xwe, li hebûn û zanabûna xwe serwext nebe, nikare civakê ava bike. Nikare xwe û mêr jî azad bike. Ev serwext bûn, di rastiya xwe de Rêber Apo di teoriya qûtbûnê de esas girt.”
‘DEMA LI QADAN ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ TÊ BIHÎSTIN, QONAXA BER BI CIVAKBÛNA VÊ FELSEFÊ ŞOREŞÊ VE YE’
Qeredaxî qala pêvajoyên ku ev felsefe guherîn û veguherî li nava jin, civak û dîsa mêr tê kirin, kir û bal kişand ser van xisûsên taybet: “Teoriyên din ên pêş xist di Tevgera Azadiya Jinê de ji bo guherîn û veguherîn zilam de jî, teoriya kuştina zilamtî pêş xist, ji wêdetir ji têgîna femînîzim ku tenê bal li ser pêşxistina jinê û xwenaskirina jinê, zêdetir bernameyek ji bo guherîn û veguherîna zilam jî danî holê. Ew jî dîsa çarçoveya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Ji wê zêdetir qonaxên piştî wê hevjiyan azad, îdeolojiya rizgariya jin, prensîbên xwe yên welatparêz, têkoşîn, rêxistinbûn, îrade û fikrê azad, etîk -estetîk van pênç prensîbên esasî ya îdeolojiya têkoşîna rizgariya jinê li hemberî îdeolojiya desthilatdariya ya ku civakê kole dike, di şexsê jinê de tevê civakê esîr digire, îdeolojiyek rizgarî bû. Îdeolojiya rizgariya jin ne tenê îdeolojiya rêgezek girt dest, îradebûna hemû civakê girt dest. Hem jin xwe nas bike, hem mêr xwezaya xwe veger û barê ku 5 hezar sal heta 6 hezar sal, heta mêr jî vê rastiyê hatiye destxistin. Careke din vegere xwezaya xwe, ji ber wê ew qonaxeke lêpirsîn bû li hember mêr. Li hemberî mêr qonaxeke lêpirsînê bû, li xwe vegerê li hember kesayeta xwe. Ji bo ew qonaxên salê 80-90 qonaxê pir bi êş û pir bi coş bûn. Qonaxê pir bi êş bû ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinê jî heman demê. Ji ber ku paqijkirina mejî û karekterên dagirkerî û çînayetî, nakokiyên civaka Kurd rû bi rû mayî. Dagirkeriyên ku bi hezaran sal li ser mejiyê civakê maye, enceq dikarî bû bi pradîgma û felsefeyek wiha dikarî bû pak bibe. Ew pêvajo hem ked dayîn bû, hem jî pêvajoyeke têkoşînê bû. Ji bo wê jî rast e rast, Rêber Apo rola wî ya esasî yê têkoşînê ye. Hem li hemberî karatera klasîk a jinê, yê ku tenê roleke biçûk di jiyanê de girtî têkoşîn kir. Heman demê li hember mêrê serdest naxwaze jinê azad bike, naxwaze li gel jinên xwedî vîn cih bigire, ji bo wê jî Rêber Apo li hember herdu hişmendiya têkoşîneke pir mezin daye. Pirtûkên hatine nivîsîn û berhev kirin, têkoşîna ku hatiye dîtin, şahidê vê tiştê ne, ji bo wê jî mirov dikare bêje, rast e rast ew qonaxa têgîn sazî û teorî sazî qonaxên cûr be cûr derbas kiriye. Di salên 90’î de bi taybetî di aliyeke din de jî di sazîbûna Tevgera Azadiya Jinê de jî qonax derbas kirin. Parelel bi hem teorî û hem pratîk qonaxeke bisazîbûna jinê jî bi xwe re pêş xist. 3 qonaxê rêxistina jinê di çarçoveya artêşbûnê, partîbûna û sîstema konfederalîzmê de, ev qonaxên pey hev pir qonaxên girîngî bûn ji bo civakîbûna vê felsefê. Niha dema li hemû qadan dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibihîsin, di rastiya xwe de qonaxa tê avêtin ber bi civakîbûna vê felsefê û vê şoreşê ye. Qonaxeke ku em bêjin artêşbûna bi xwe re anî, arteşbûneke ne tenê aliyê jinê bûye. Jin tevlî tevlî refê şoreşê bibin, tevlî têkoşînê bibin, êdî tê wateya jin azad bûye, yan mêrê tevlî dibe azad bûye. Ne di vê wateyê de. Ew bi xwe re şer dixe qonaxeke din. Artêşbûna jinê di esasê xwe de, qonaxeke guherîn û veguherîn hem dik esayetiya jinê de hem ava dike hem ji dik esayetiya mêr de ava dike. Ji ber ku tevlîbûna jinê di têkoşînê de leşkerî, siyasî civak, aborî, akademî, teorî û pratîk û de, bi giştî qonaxeke tolhildanê ye. Qonxeke ya tolhildan li hişmendiya 5 hezar salan ava bûye. Tolhildana ji mêrsalarî, desthilatdarî, sermayedarî yê yed, qonaxa tolhildanê ye. Qonaxa tolhildanê tenê nîne, qonaxa berxwedan hê jî dewam dike, bi xwe re qonaxeke proseya avakirinê tîne. Em niha di qonaxa avakirina ev sîstema konfederal de ne. Ji ber ku di artêşbûna jinê de, li pey xwe partî ava kir. Partiyeke jinê ava kir, ew jî ne partiyeke li ser esasê rêgeza jinê tenê ye. Partiyeke bi berdewî jin, hem îradeya jinê pêşdixe, hem bi rengekî sîstematîk bernameya têkoşîn li hember hişmendiya mêrsalarî û desthilatdarî avakir. Di heman demê de ji bo kareketerê mêrê azad têkoşînê dide. Mêr neçar dike ku têkoşînê bide. Di qonaxa berê de jinê ku hişyar nebûn, tercihê wan ên jiyanê bi kêre kar bikin, bi kê re têkoşîn bikin, li kûderê bi mêr re tevlî civakê bibin, ev mijara jin tinebûn. Heta mijara jin li hember xwe tinebûn. Tu çi bi xwe bikî, çawa biaxivî, çawa bikenî nava civakê. Dema malbat ava dikî ti biryarek di destê te de nîne ku zarok bînî dinê, biryar ne di destê jinê de bû. Jin mafê wê tinê jî nebû bê ser sofreya xwarinê. Ew nasname û têkoşîna ji bo guherîna nasnameya kola ya jinê, qonaxeke din a têkoşînê bi xwe re anî. Ji bo wê artêşbûna jin û partîbûnê rastî jî bi xwe re guherînên pir mezin di nava civakê de anî. Em dikarin bêjin bi hemû wateya xwe ev şoreş e. Şoreşeke civakî, demokratîk ku rast e rast rola Rêber Apo di vê guhertina civakî de esasî û çarenûsaze. Rêber Apo bi berdewamî di hemû analîzên xwe de gotiye, ‘divê jin bi vîna xwe, sazîbûn û têkoşîna xwe ew qonaxa pêşxistina şoreşê divê pêş bixe. Baweriya xwe bi xwe bîne û pêşbixe.’ Di salên 90’î şûnde ji bo jin bi vîn bibe û xwedî li xwe derkeve û xwe sazî û xweseriya xwe ava bike, hewldanên mezin da û hê jî dike.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di vê beşa duyemîn a hevpevînê de zêdetir cih da mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêberê Gelê Kurd û cara yekem kengê û çawa hate bikaranîn û dîsa tevgerên femînîzim ên di bin navên dirûşmên cihê de xwestin jinê azad bikin, serneketin û her wiha bal kişand ser şoreşa niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.
‘JIN XWESER E, CIHÊ XWE DI NAVA HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE DIDRE’
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî qala rola jinê ya di nava sîstema konfederalîzmê de kir û got: “Qonaxa konfederalîzma jinê heman demê konfederalîzma giştî ku di navan sîstema konfederal a giştî de, heman demê jin xweserbûna xwe heye. Di hemû qadên jiyanê de xweser e û tevlî dibe. Em dema niha li Îranê dibînin jin dadikevin qadan. Rastî bi xwe re dewletê jî diguherîne. Armanca vê felsefê avakirina civakeke exlaqî siyasî ye. Civak divê xwe bi xwe xwedî li xwe derkeve û pêşengtiyê bike. Bi enerjiya jin û ciwanan pêşengtiya vê dike û raste rast tevlî bibe. Li şûna dewlet bi îdeolojî û qanûnên xwe, sepandinên xwe li ser jinê şekil bike, di şexsê jinê de civakê şekil bike. Civakê kole bike. Jin li ber wê serê xwe radike. Ev derketina jinê ne tenê ji bo hîcab hebû yan na. Hîcab hinceteke. Dewlet dema şekil dide jinê û vîna wê, şekil dide bedena jinê û heta lixwekirinê. Dem ew jêre eyar dike, ev dijî karektera exlaqî û siyasî ya civakê ye. Karektera exlaqî û siyasî ya civakê kareketerkî azade. Civak vê kirasê delwet û desthilatê qebûl nake. Çima dewlet li hemberî jinê zêdetir êrîşan pêk tîne, ji ber ku dizane hem jin xeleka zeîf û hem jî bihêze. Dikare di şexsê jinê de hemû civakê kole bike, dema jin serî radike, di esasê xwe de xeleka herî bihêze. Xwedî potansiyeleke sîstemê bide guherîn.”
OCALAN: NÛNERTIYÊ JI FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ RE BIKIN
Qeredaxî wiha domand: “Peyva ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke formîleyeke efsûneyî, formîleyeke sihrî Rêber Apo di sala 2013’an de dema hevdîtina bi parêzeran re vekirî tîne ziman. Rêber Apo dibêje; ‘Ez bang li jinan dikin ku ew formîleya efsûneyî ya sihrî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ nûnertiyê bikin û fêr bike.’ Ev bi serê xwe rastiyeke ku hem proseyeke ku bêrê derketiye, divê em dewam bike û nûnertiya wê ya rast bikin. Li kûderê desthilatdariya mêrsalarî, desthilatdariya dewletê li hemberî civakê hebin, divê em pêşengiyeke rast bikin, ji bo ew astengî ji holê rakin. Civak û jin bi vîna xwe, xwe rêxistin bike. Dema em qala qonaxên teorî û pratîk dikin bi hezaran jin berdêl hatin dayîn. Bi têkoşîna xwe û canê xwe berdêl dan. Xwe feda kirine. Di asta sembolî de jî mirov dikare qala hinek kesayetiyan bike. Ji xweliyên xwe şewata bedena xwe ji nû ve xwe avakirin. Mînak; Yên li hember xiyanetê teslîm nebûn Bêrîtan, yên li hember komployê li ser Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heval Zîlan, Viyan Caf, Rehşen, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî, Arîn Mîrkan, Şîrîn Elemhûlî teslîmî rejîma Îranê nebûn. Berdêlên pir mezin hatin dayîn. Li gorî gotareke li ser malpera Farisî ya BBC li gorî agahiya şahidekê gotine; cara yekem peyava ‘Jin, Jiyan, Azadî’ me ji Şîrîn Elemhûlî bihîstiye. Ev şahidiyeke pir mezin e. Di heman demê van rojên dawî, min bi xwe di gotareke Birêz Mihemed Emîn Pêncewînî de çend caran serdana Rêber Apo li Sûriye bûye, kiriye, dibêje; ‘Cara yekem sala 1991’ê dema ez çûm Bekayê nêzî hezar gerîlayên jin û mêr hebûn. Li vir cara yekem dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di jiyana xwe de li vir bihîstiye.’ Bi çavê xwe ev dirûşim li wir dîtiye hatiye qîrkirin.”
‘DIXWAZIN DIRÛŞMAN NAVEROKA WAN VALA BIKIN, JI RASTIYÊ DÛR BIXIN’
Qeredaxî di nirxandinên xwe de bal kişand ser metirsî û dîsa kiryarên hêzên serdest ên ji bo tepisandina şoreş û xwepêşandan ku dirûşman berovajî dikin û didizin, ev anî ziman: “Xeteriyên pir mezin jî heye, dagirker dixwaze hişmendiya doxmatîk û hişmendiya netewperest, mêrsalarî bi berdewam dirûşmeyan digirin. Di dîrokê de mînakên wiha pir hene. Dirûşman digirin, didizin û berovajî dikin. Ji naveroka wê dûr dixin vala dikin. Ev xeterî heye. Her kes dibêje, ew dirûşm a min e, yeke din dibêje ne ya Rêber Apo ye. Aliyek din dibêje ev dirûşim, dirûşmeke ya vê tevgerê ye. Hinek dibêjin berê jî têkoşîna jin heye. Erê têkoşîna jin hebû ye, asta îradebûna civakê çiqas bû? Asta îradebûna jinê çawa bûye? Tevlîbûna jin di çi astê de çawa bûye? Di hemû qadên jiyanê de jin çiqas hebû? Li hemberî dagirkeriya hindir û dagirkeriya dewletê berxwedanek çawa hebû? Ev rastî jî aliyê dizîkirin, bênaverok hiştin û valakirin, êrîşeke îdeolojî û êrîşeke. Ji bo wê jî ev divê wisa bê famkirin.
TEVGERÊN FEMÎNÎZIM NEKARÎN AZADIYA JINÊ JI DESTHILAT Û DEWLETÊ QUT BIKE
Berê jî hinek dirûşim hebûn. Li şoreşa Fransa dirûşma ‘Birayetî, yeksanî, azadî’ ev dirûşma şoreşa Fransa bû. Em dibînin di qonaxa piştî wê de jin dikare çiqas bê vîn û bê îrade bibe. Berovajî qonaxeke ku dewlet xwe bi sazî dike. Vîna civakê di nava hinek sazî û qanûnê dewletê de esas digire. Em dibînin derketina jinê ya li ber vê bû sedema mirina wan. Pêvajoya darvekirin, ji holêkirina îradeya jinê bi xwe re anî. Esasê xwe tevgerê femînîzim li hemberî vê tepisandina vîna jinê deket holê. Piştî wê jî dirûşma ‘Nan, Kar, Azadî’, dirûşma çepên marksîzim ‘Karkerên Cîhanê Bigirin’ ev dirûşim jî berê hebûn. Lê belê raste rast vîna jin were esasgirtin, jin weke aliyeke civakî, siyasî bigire dest, nehatin destgirin. Weke cewhera civakê nehatiye destgirtin. Ji bo wê tevahî şoreş û tevgerên rizgarî derketin holê gotine berî her tiştî bibin desthilat, piştre mesela azadî û azadiya jinê çareser bikin. Di van hemû pêvajoyên şoreşê bi van xapandinan re rû bi rû mane. Tevgerên femînîzim yên derketî hemû mirov nikare di yek astê de binirxînin. Tevgerên cuda cuda derketin, piranî mijara azadiya jinê, mijara azadiya jinê weke takekesî, ne weke pêvajoya azadiya civakê bi tevahî civakê girtine dest. Bi piranî jî bal li ser jin bûye. Ne li ser tevahî civakê bûye. Weke meseleyekî civakî û giştî nehatiye girtina dest. Ji bo wê jî hêvî ew bûye ku di nava dewletê de, di nava sîstema dewleta de azadiya giştî û azadiya civakê were girtina dest. Ev bi serê xwe xapandineke. Dewlet û desthilatdarî li dijî jin, jiyan û azadiyê ye. Ji bo wê jî mirov nikare dewlet û desthilatdarî weke saziyên azadî ji jin û civakê re bigire dest. Ji bo wê cudahiya têgîna Rêber Apo ya di dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkê azadiya jinê, di cewherê hemû azadiya de azadiya jinê heye. Jin azad nabe, civak azad nabe, ev bi xwe cewhera vê meseleyê esas tê girtin.
‘ESASÊ XWE DERKETINA JINAN A BI FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YA LI ÎRANÊ, RUHÊ NETEWA DEMOKRATÎK E’
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî bal kişand ser serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ya rejîma Îranê ve û çalakiyên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî belavî hemû herêmê bû û ev nirxandin kir: “Tiştek pir xwezayî ye di civakeke weke Îranê de bi giştî civaka Kurd jî ku beşek esasî ya vê derê ye, ji beşên din nayê cudakirin. Rejîma Îranê jî rejîmeke serkutker, desthilatdar û dixwaze bi rewakirina ol a şîagerî civakê yek reng bike. Îran bi xwe jî xwedî dîrokek xwedî dînamîzmeke guherînê ya di hundir de derketiye. Ji bo wê jî tişteke xwezayî ye civak bi pêşengtiya jinê xwedî li vê dirûşmê derkeve. Bi vê îradebûna xwe nîşan bide. Jin komkiriya hemû reng, ol, çand û hwd. yên ku hatine tepisandin. Wan weke vîneke weke nasnameyek nû, weke hevpariyeke nû li Îranê bigire dest. Ew hevparî û nasnameya nû li hember nasnameya desthilatdariya dewletê ya ku li ser civakê ferz dike. Esasê xwe, ev derketina jin ya bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ruhê netewa demokratîk e. Bi mehan e xwerêveberiya demokratîk e, hevjiyana azade. Ji ber ku mêr jî daketine qadan dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ew jî bi serê xwe enerjiyeke pir mezin a civakî ye. Pêşengtiya jin û ciwanan a li hember hişmendiya dewlet û bingehê dewletê rewşeke tevgereke şoreşgerî ye.
‘TEVGEREKE ŞOREŞGERÎ YE’
Ev tişta em li qadan dibînin, tevgerek şorşegerî ye, şoreşeke civakî demokratîk e ya tevhî civakê li bin banê felsefeyekê de derketiye holê. Bê guman bi xwe re pêşketinên nû tîne, metirsiyên wê yên destwerdana derve heye. Hişmendiya netewperest û bermahyên şapehelewî ev hewldanên wan ji bo dizîkirina vê şoreşê çêbibe. Em divê ji bîr nekin, di qonaxa berê de, pir hewldana hebû ji bo dizîkirina şoreşê. Li Rojhilata Navîn me şahidiya şoreşa gelan an jî bihara gelan a 2011’an çawa ji aliyê tevgerên redîkal ên selefî û Îslamî siyasî ve hatin dizîn. Lê li Rojavayê Kurdistanê ji ber vê felsefeyê rewşeke din derket holê. Metirsiyek wiha heye, îradeya em li kolan û kuçeyan dibînin, baş destpêkiriye; bi xwe re wê pêşketinên mezin bîne eger bi rengê niha heye ku dewam bike.
‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ FELSEFE PARADÎGMAYEK, LÊGERÎNEKE YA ALTERNATÎF A ŞOREŞGERÎ YE
Dixwazin bêjin civak ji aliyê navendekê ve tê birêvebirin. Enerjiyeke pir xurt heye, her kes derketiye qadê, ji ziman, çand, neteweyên cuda derketiye qadê. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xala wan a hevpar e ku kom kirine. Di esasê xwe de, ew şoreş çirûska wê qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, çavkaniya xwe vegeriya enerjiya civakî ya li Rojhilata Navîn bi hev bandor bûyî ye. Eger jineke li Arjantîn, Katalonya, Îngilistan û ciheke din ê cîhanê bi şoreşa Kurdistanê bandor dibe, em çima li xwe napirsin li heman erdnîgariyê ne bi hev bandor nebin. Bandorbûneke raste rast heye, em dizanin şoreşa Îran û Rojhilat pêşîneyek wê ya berê heye. Em dizanin li sala 1999’an çawa civak derket qadan, li ber komploya navneteweyî rabûn, xwedî li Ocalan derketin. Piştî wê li hember he rbûyerên li parçeyek Kurdistan derketiye holê. Ev enerjî li Rojhilatê Kurdistan careke din xwe nîşan daye. Ev enerjî heye, aliyê wê yê felsefî jî heye. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefe, pradîgmayek, lêgerîneke alternatîf a şoreşgerane ye.”
Çavkanî :
https://anfkurdi.com/jin/dirusma-jin-jiyan-azadi-felsefe-u-paradigma-ocalan-a-jine-ye-1-162178
https://anfkurdi.com/jin/dirusma-jin-jiyan-azadi-felsefe-u-paradigma-ocalan-a-jine-ye-2-162211