Ji çiyayên Kurdistanê heta kolanên Fransayê

ENQERE – Endama Akademiya Jîneolojiyê ya Fransayê Mélanie Ory, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke “berdewama bêdengiyê” nirxand û got: “Jin, jiyan, azadî; ev her sê peyv ji çiyayên Kurdistanê hatin û li kolanên me belavbû. Ev jî nîşan dide ku jin li cîhanê yekgirtî ne.”

 

Siyasetmedar Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku li Parîs a paytext hatin qetilkirin, 11 sal bi ser qetilkirina wan re derbas bû. Hêj kujerên wan diyar nebûn Nagihan Akarsel li Silêmanî û Evîn Goyî jî li Parîsê hatin qetilkirin.

 

Endamên Akademiya Jineoloji, jinên Kurd û jinên ji gelek neteweyên din 6 meh in li Fransayê her hefte li hev kom dibin, wêneyên Sakîne, Leyla û Fîdan li ser çîtan neqişandin. Jinên ku ev atolye organîze kirin, li Marsîlyayê jî pêşengeha wan neqişan vekirin. Her wiha di meşa li dijî qetlîamên 6’ê Çileyê de hatî organîzekirin jinan li kolanan bi wan wêneyan daketin qadan.

 

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Fransayê Mélanie Ory jî wek ji wan jinê ye ku xebatan dimeşîne û ji ajansa me re axivî.

 

Mélanie, di destpêka axaftina xwe de wiha behsa nasandina xwe ya jinên kurd kir: “Min jinên kurd bi fîlman nas kir û ji bo ez wan nêz ve nas bikim jî min dest bi lêkolînê kir. Fîmên ku şervanên jin nîşan dide bêtir bala mirovan dikişîne. Min di vê demê de nasnameya rast naskir. Jin di her demê de dengê xwe bilind kir û her tim parastina mafê xwe kir lê belê me qet wan nebihistibû. Îro em di nava wan jinan de xwe bi rêxistin dikin.”

 

Mélanie, wiha behsa qetilkirina 3 jinên kurd ên li Parîsê kir: “Hêj bûyera Sakîneyên wan nehat diyar kirin li Fransayê qetliamek din çêbû û hikûmeta Fransayê bêdeng ma. Ev bê dengî tê wateya ‘hevkariya berjewendiyan’. Li cîhanê hemû dewlet-netew girêdayî hevdûne. Ji bo berjewendiyên xwe hêzên xwe dikin yek. Beriya qetlîama Parîsê li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Qetilkirina wê bandoreke mezin li ser min hişt. Min bi xwe re got em tiştek xirab nakin. Dema Evîn Goyî jî hat qetilkirin min nefretê li xwe kir. Ez ji bo rêhevalên xwe yên kurd gelek xemgîn bûm. Hewldana hikûmeta Fransayê ya ji bo girtina ser qetilkirinê pir min bi hers kir.”  Fransız hükümetinin bu olayı ne kadar çabuk halledip üstünü kapatma yolunu seçtiğini görmek beni çok kızdırdı” diye belirtti.

 

Mélanie, da zanîn ku dewlet ji hêza veguherin û guherîna jinan ditirse û ji ber vê jî êrişê li jinan dike û wiha axivî: “Kapasîteya têkoşînê ya jinên kurd gelekî mezin e. Ev tişt dibe sedema tirsê ji bo dewletan. Her wiha piştî mirina Jîna Emînî li Fransayê mijara ‘Jin jiyan azadî’ hat destgirtin. Piştre di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de di çalakiyan de dirûşm bêtir hat bihistin. Ev hersê peyv ji çiyayên Kurdistanê heta kolanên me hat. Ev tişt nîşaneya yekitiya têkoşîna jinan e.”

 

Mélanie, daxuyand ku li Fransayê parçeyeke Komîteya Jineolojiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Ewropayê ez bi hevalên xwe re tevlî perwerdeyên akademiyê bûm. Ez xebatên jinên kurd, fikr û birdoziya jinên kurd dibînim û min wan bi nêz ve nas kir. Ev tişt ji bo min gelekî newaze. Meşa ku bi jinên cîhanê re tê kirin hêzek mezin dide.”
Bunları da beğenebilirsin