Em jina zana Maria Mies bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin

Teorîsyen û çalakvan nivîskara ekofemînîst Maria Mies di 16ê Gulana 2023an de di 92 saliya xwe de li bajarê Kolnê yê Almanyayê koça dawî kir.

Maria Mies ku bi tezên xwe yên li ser ekofemînîzmê di perspektîfa têkoşînê ya jinên çar aliyê cîhanê de kedeke girîng da, hem ji bo tevgerên femînîst hem jî ji bo Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê re bû çavkanîya îlhamê. Mies ji bilî kû teorîsyen bû, bi nasnameya xwe ya çalakvan jî di têkoşîna azadiya jinê û ekolojiyê ya li cîhanê de ni enerjîyê xwe ciheke berhemdar girt.

Maria Mies di berhema xwe bi navê Baviksalarî û Serhevhatin de, ku koka civakî ya dabeşkirina kar a li ser bingeha zayendî dinirxîne, bi awayekî rexnegir li ser dabeşkirina navneteweyî ya nû ya kar û rola ku jin neçarin wekî hilberîner û xerîdar bilîzin, dike. Bi lêkolînên xwe li ser dîroka giştî ya pêvajoyên mêtingerî û bi tegeha “keybanikirina jinê”(jin çawa bi keybanîbunê ve hat sînordar kirin), di tevgerên jinan de perspektîfeke bingehîn ya têkoşînê ava kir.

Maria Mies di berhemên xwe de ne tenê li ser çîroka mexdûran sekinîye, di heman demê de zimanekî çalak afirandiye ku li dijî polîtîkayên li dijî jinê jinan çawa li ber xwe bidin.

Wê bi pirtûka xwe ya girîng bi navê “Metîhgeha Dawîyê: Jin”, ji bo jinan diyar kir kû “jin koloniya yekemîn in”. Bi vê tezê Maria Mies destnîşan kir kû mêtîngehkirina jinê û mêtingehkirina xwezayê di heman deme de dest pê kiriye. Bi vê teze, ji bo hemû tevgerên ekolojîk, femînîst û civakî teoriyeke girîng a zêhnî û qadên nû ya çalakî bi dest xist. Rêber Abdullah Ocalan ji vê biryardariyê îlham girt û vê tezê weke “jin metîngeha yekem û dawî ye” temam kir.

Weke Akademiya Jineolojiyê em spasdarê Maria Mies in, ku zanîna veşartî û keda nedîtî ya jinan derxist holê . Dema kû me di sala 2014an de ji bo Konferansa Jineolojiyê bi wê re hevpeyvîn kir, wê got ku “ew bi hebûna jinên kû hêviya kû wê di ciwantîyê xwe de jiyan dikir bi heman coş û kelecaniyê diparêze serbilind e û bi kelecan e kû ev jin zêde dibin û bi hêz têkoşîna azadîyê didin.

Maria Mies bi xebatên xwe yên rewşenbîrî û pratîkî, bi zanebûna jinê ku derxist holê û bi tezên ku di têkoşîna azadiya jinê de cih girt, zemîn û rêyeke. Em ê di rêya wê de zanista jinê derxin holê û vê hewildanê kûrtir bikin û bidomînin.

Weke Akademiya Jineolojiyê û Navenda Jineolojiyê ya Ewropayê, em ji ber koça dawî ya Maria Mies xemgînin û wê bi rêz, hezkirin bi bîr tînin.

Akademiya Jineolojiyê û Navenda Jîneolojiyê ya Ewropayê

 

Bunları da beğenebilirsin