Ji Teoriya Gul Heta Şoreşa Jin Parastina Cewherî
Hebûn û azadiya xwe parastin, em ji fîzîkî bigirin heta birdozî, çandî, aborî, etîk estetîk de li gorî exlaq û çanda azadiyê di têkoşîna jina azad û civaka azad de israrkirin e.
İnsanê xwe dizane di heman demê de dizane parastina xwe jî bike. Ev ji bo jin jî bi giştî civakê jî derbasdar e. Ew dem jin jî bi giştî civak jî dikarin, ewlekariya xwe biparêzin. Hevsengiya ku di gerdûnê de çêbûnên maddî û manewî di nava têkiliyek diyalektîkdene. Ev têkiliye hevdu bandor dikin, ewlekariya hevdu diparêzin. Di nava vê hevsengiyêde cihan, xweza û bi giştî zindî jî di nava ekosîstemekêde hebûna xwe diparêzin û berdewam dikin. Ango di nava vê ekosîstemê de parastina xwe a cewherî avakirine. Di nebat û heywanande şêwaza xwe zêdekirin, xwe têrkirin û xwe parastinê ji hev cudane. Le armanca hemûyan di cewherde parastina hebûna xwene. Em dikarin ji bo vê têkiliya diyalektîk hîn mînakan bidin.
Hevsengiya di navbera gerdûn û zindîbûyîna atomê, enerjî û hebûnê de… Eger hevsengiya di navbera elektron, norton û protonan nehatiba avakirin di gerdûna mezinde ê ku çêbûna hebûnê gengaz dike hêza dehfdayîn û kişahdinê jî pêknedihat. Di navbera herduyan de aheng û têkiliyek hevsengiyê heye. Eğer em mînaka kûlîlkê bigirin dest, sepala kûlilkê, dema ku kûlîlk dibişkive beşên kûlîlkê ên din li hemberê xetereyên ji derve diparêze, fotosentez dike û wê têr dike. Dîsa beşa ku jêre tac tê gotin, ji ber ku rengînin û xweşikin bala mêşan dikîşîne. Mêş diçin ser kulîlkê û bi rêya polenên wê xwe têr dikin.
Her wiha kulîlk, bi rêya kokên xwe û pelên xwe; ji rojê ji baranê ji axê feyde digire û xwe têr dike. Ev jî têkiliya xwezayê a di nava xwede a sîmbiyotîk ku hevdu têr dike nîşan dide.
Kûlîlka Kaktusê, di nava xwe de ava ku li ser hev zêdekiriyî ve dikare di demeke dirêj zindî bimîne. Her wiha bi striyên xweve dikare xwe ji xetereyên derve biparêze. Çûk hêlîna xwe li cihên bi ewle wek li ser darên bilind an jî cihên bilind çêdike ku kes an jî zindî nekarê zû bi zû xwe bigihijîne. Hîn hewyanên weke xezal, beraz bi şêwazê kêrî tevdigerin, dema ku di tevgerînêdene pêşengê xwe derdixînin û bi yêk rezê li pey hev ku di navbera wande mesafeyek heyî dimeşin. Ev hemû mînakên xwe parastinêne. Ji bo ku deve li çolan de jiyan bike di sêvceya xwede avê depo dike.
İnsan jî wek perçeyek û berdewamkerek ji vê diyalektîkê, di nava herikandina bi milyaran salan ev pergala xwe a xweparastinê avakiriye. Pergala xweser a ku hebûn û ewlekariya insan pêktîne civakbûyîna wê -wî ye. İnsan bi civakbûyînê hêza xwe a ziman, fikir, axaftin, hilberîn û hêza xwe a jiyanê pêşxist. Bi civakbûyînê hebûna xwe parast û berdewam kir. Xwe têrkirin, xwe parastin û xwe zêdekirin weke zindiyên din, ji bo parastina hebûna insan jî diyarker in. Ji bo ku viya bi zanist û bi rêxistinkirî bike her çiqasê rê û rêbazên dişixulînin cuda jî be armanç domdarkirina hebûnêye. İnsan pêvajoyên xwe ên maddî û manewî weke exlaq, çand, huner, bawerî, estetîk di nava vê civakbûyînêde jiyan kir. Gund avakirin, nebat û heywan kedî kirin, çandinî kir.Civakbûyînê li derdora zanist û zanebûna jinê, her wiha li derdora têkiliya jiyanê û hestiyariya jiyanêde şêwaz û cewher qezenç kir. Nirxên civakê, çanda hilberîn û parvekirinê ku rê dide tarîxê derxist holê.
Tê zanîn şoreşa neolîtîk ji mezopotamya jorîn ango li serekaniyê tilxelef destpêkir û li
belavî tevahî cîhanê bû. Ev şoreşe ku weke şoreşa neolîtîk tê zanîn hêza civakbûyînê, afrineriya civakbûyînê nîşan dide. Şoreşa gund û çandiniyê ku bi çanda jiyana xwecihî ve kokê xwe berda her derê, weke şoreşa jin a yêkemîn ji hîlala zêrin belavî tevahî cîhanê bû.
Ev şoreş di heman demê de şoreşa teknîk zaniste. Şoreşa gund û çandinî ye û şoreşa exlaq û çand e. temsîla insanbûyînê dike. Temsîla nirxên cewherî ên ku insan dixe insan, dike. Her wiha şoreşa neolitîkê, nûnertiya hilberîna cewherî û parastina cewherî dike. Çandeke wisaye ku insan an jî civak bi hevre difikirin, bi hevre nîqaş dikin, parvedikin. Bi hevre keyfxweş dibin û bi hevre xemgîn dibin. Ango çandeke jiyanê a hevpar di vê demê de heye.
Têkoşîna azadiya kurdistan û şoreşa jin ku li ser van xakan bi kokên xwe re hat gel hev, hêza parastina cewherî û çanda civakê dîsa bi insaniyetê re dide qezenç kirin. Armanca parastina hebûnê ewlehiya azadiyê pêkanîne. Li hemberê derewên pênç hezar salî, li hemberê talan, desthilatdariya dewlet zilam û li hemberê dizîtiya kedê parastina nirxên civakê ên cewheri ye. Dîsa armanç, di insanbûyînêde israrkirin e.
Wek dîrokî em dizanin ku bi pêşketina dewlet û şaristanîve şikestina cins a yêkemîn pêk hat. Di encamde jî, jina ku di jiyana civakî de xwedî bandorekê bû, jiyan bi xwezayî rêxistin dikir, ava dikir, xwest ji derveyî qadên jiyanê bihêle û wê tenê têxe bin xizmeta mêrê serdest û bin xizmeta malbatê. Ji vir şûnde qadên jiyanê ên weke birdozî, siyaset, aborî, zanist, leşkeri bû karê mêr. Xizmetkirina mal mêr, zarok û malbat jî wek karê jinê hate dîtin.
Di çavkaniyên Sumeran ên mîtolojîkde, ku bingeha wî li Mezopotamya Jêrîn’de hatibû avêtin, behsa şerê di navbera Enki-İnanna dike. Ev şerê bê eman ku bi hezar salan berdewam kir li dijî vê şikestinê hatiye kirin. Şerê parastina nirxên civakê ên bi destê jinê hatî afirandin, parastina çanda jin-dayîkê, parastina jiyanê ye. Di Mîtolojiya Tiamat-Marduk de jî heman rastî tê ziman. Bi olên yêkxwedayî ve şikestina zayendî a duyemîn pêk tê. Destana afirandinê de tê behskirin, Hewwa ji parsoye Adem hatiye çêkirin. Bi vî awayî xwestine xwe bispêrin van gotinan, bi rêya qanûnên hişk, zayendperestiyê li ser jinê bisepînin, bi civakê re jî didin qebûlkirin ku jin lazime serê xwe ji mêr re bitewîne. Şiddeta ku mêr li ser jinê dike bi demêre ji jinê dixwazin bidin qebûlkirin ku çarenûsa wê ye, eger deng derxe şerm e. Eger li dijî mêr derkeve guneh e, ji bo ku jineke xwedî namûs be lazime serê xwe ji van tiştan re bitewîne. Bi vî awayî jî jin ji civakbûyîna ku avakirî ji jiyana ku tê de bandoreke xwe hebû hate qutkirin. Jina ku vê êrîş û qirkirinê qebûl nake tevlî çemê şaristaniya demokratik dibe û ji bo jiyaneke azad, xweşik û baş dikeve nava lêgerîn û têkoşînande.
Li dijî Enki û Zeus ji İnanna heta Metis têkoşîna azadî û civakbûyîna xwe parastinê her tim berdewam kir. Di roja me a îro de jî ev têkoşîn li dijî firavûn, nemrût, enki û zeusên hemdem berdewam dike. Têkoşîna jinên li berxwe didin, wek şopdarên kevneşopiya Star, İştar, İnanna, İsis, Lat-Menat-Uzza, Kali, Kibele, Demeter, Afrodit, Venus; li hember yên ku dixwazin tarîxê din ava tarîtiyêde bihêlin rohnîbûyînekê avadikin. Li Hîtît’ê Puduhepa, li Kartaca’yê Dido, li Filistînê Dalîla, li Babil’ê Semîramis, li Misir’ê Hypatia, li Palmyra Zennube, li Arabistan’ê Xetîce, Fatma, eyşe, rabia Adeviyye û li İbraniyande Mariyam di tarîxê de hinek ji wanin ku di çemê berxwedayînêde herikîne. Ji Baciyan-ı Rum em bigirin heta Begînan heta Heretîkan, Sufrajet an, partîzanên jin…
Gabriela Silang, Olympe de Gouges, Louise Michel, Jhansı Ranisi Lakshmibaı, Rosa Luxemburg ve Clara Zetkin, Alexandra Kollontai, Huda Sha’arawi, Nezihe Muhiddin, Petra Herrera, Emma Goldman, Celia Sanchez, Doria Shafik, Phoolan Devi, Camila Bouhired. Li Rûsya rêxistina komunîst a jin Jenotiel li Kuba foca artêşa sor a jin û desteyên jin, li Çin, Vietnam, Nikaragua, Kolombiya gerîlayên jin, her wiha jinên ku di pêvajoya şoreşê û înşaya civakê de, mîlîtanên jin ên xwe rêxistinkirî û bi hezaran kes û rêxistinên jinan dîsa di vî çemê berhemdarde herikîne, li ser damarên berxwedanê xelqeyên nû zêdekirine.
Dîsa li Kurdistanê li dijî Eskenderê Yewnanî berxwedana Surka Alem; dîsa berxwedana Hurrem her wiha li Kela Dimdimê Guher Xanim û Zaide di îsyana Rêvandûzêde Xatû Xanzat, li Erdelanê Xatû Şahnaz, lî isyana Koçgirîde Zarîfe, lî isyana Agirî de Gulnaz, li Sason’ê Rindexan, li îsyana Dersîmê de Besê, li Silêmanî Xefsa Xanê Naqip, li Mahabad’ê Keça Nexedeyî, li Helepçê Adûle Xanim, Leyla Qasim…. Di Eyyubiyande Şecerret El-Durri… Li wêje, hûner û çandê de Dayê Tewrîzî Hewramî, Celalê Xanima Loristanî, Diya Xazan, Meryem Xan, Rewşen û Leyla Bedîrxan, Eyşeşan û bi hezarên din…..
Çareseriya civakî a sosyalîzma demokratik ji vê zêdetir bingeha çareseriya nakokiya di navbera zayendan avadike. Rêber Apo ev pêvajoye wek pêvajoya şikestina sêyemîn a mezin binav kir. Têkoşîna azadiya Kurdistanê, çareseriya ku rêl sosyalîzmê ji bo civakê ku di bingeha netew û çînan de digirte dest ango xeta sosyalîzma zanistî derbaskiriye. Vegeriyaye sosyalîzma demokratîk ku bingeha paradîgmaya nû avadike. Çareseriya civakî di bingeha çareserkirina nakokiyên di navbera zayendande digirte dest. Rêber APO ev pêvajoye wek pêvajoya şikestina mezin a sêyemîn binav kir. Şikestina zayendî a sêyemîn jî li dijî zilam, dewlet û desthilatiyê pêşdikeve. Di navenda wê de jin heye. Serdema şoreşa jinan û sedsala jin teybetmendiyên pêvajoyê diyar dike.
Paradigmaya Moderniteya Demokratîk, dewlet û desthilatiyê dibuhurîne. Jiyaneke an ji sîstemeke ku jin û civakê esas digire dixwaze înşa bike. Paradigmaya demokratik ekolojik û azadiya jinê esas digire, nakokiya di navbera jin û zilamde kûr bûyî wek nakokiyeke bingehîn digire dest. Her wiha koletiya jinê çavkaniya hemû koletiyan dibine. Ji bo vê jî, her pêşketina ku li derdora jin pêşdikeve wê jiyanê, civakê, xwezayê û mirovatiyê rizgar bike û xweşik bike. Teoriya Gulê û mebdeya parastina cewherî ji bo hemû qadên ku qrîz lê tê jiyan kirin rêya çareseriyê di nava xwede dihewîne. Jina ku ji xweza ji civak ji jiyanê hatî qutkirin her ku bi cewhera xwe re bû yêk wê ewqas xweza, civak û jiyanê re jî ji nû ve bibe yêk.
Jineolojî tarîxa jin, xwezaya jin a ku di nava tarîtiyê de mayî dîsa derdixîne rohnîbûyînê. Bi vê awayî jî Jîneolojî wek zanista pêvajoya modernîteya demokratik û zanista pêvajoya şikestina sêyemîn a zayendî pêşdikeve. Wek zanista jiyanê û civakê xwedî rêbazên çareseriyê ye.
Zanebûna parastina cewherî bi zanista tarîx û civakê ve pêşdikeve. Ji tarîxê heta îro jin û civak di nava jiyan, têkilî, hilberîn û pergaleke çawadene, dixwaze bizane û fêm bike. Şiddeta ku ji aliyê pergalên dewletê ve di tevahî demên şaristaniyê de li ser jinê û civakê hatî ferzkirin dixwaze bizane. Her wiha li hemberê vê şiddet û şerê li dijî nirxên mirovatiye; şêwazê berxwedayîna jin û civakê çibû, kîjan rêbaz hatin bikaranîn, pêwîste bizane. Bi vê zanistiyê ve netew-dewleta di roja me a îro de, pergala kapîtalîzmê û dagirkeriya kûrevî çi aniye serê gelan û jinan, derdixîne zanebûnê. Dagirkeriya netewî, çînî û zayendî di bingeha olperestî, netewperestî û zayendperestîde bi kîjan amûr, rêbaz û polîtîkayan ve hatiye meşandin, vane derxistina holê girîng e.
Li dijî tevahî têkoşînên şoreşgerî dema ku bertek dihat dayîn digotin ku; ‘destpêkê li jinan bidin’ ev polîtîkayeke teybet a pergala eqlê mêr-dewletêye. Parastina cewherî, ji van pêvajoyên tarîxî encam derxistin û li dijî pergala îro a mêr-dewlet li dijî pergala dagirker bi topyekun xwe amadekirin e.
Hêstiyariya li hember jiyan û şêwazên têkiliyê ên ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatî dagirkirin, di bin navê azadiya takekesîde hindirê wê hatî valakirin e. Di bin navê olperestîde ji milekê ve jinê di malêde zindanî dike, çerşef lê dike, bi mêr ve girêdayî dihêle ji milê din ve jî wek amûreke cinsî pêşkeşî bazarê dike ku tê wateya pornokirin ê. Zîndanîkirin jî pêşkêş kirin jî du rûyên madalyonê ne û encama heman zihniyetêne.
Pergala dagirkirinê a kurevî şêwazen dagirkeriyê ên klasik û yê nû digire nava xwede û ji siyaseta hegemonyare aliyên nû li ser zêde dike. Kêleka işxal, ilhak û xespkirina xakan di heman demê de dixwaze mejiyan jî işxal bike vê zêdetir jî derdixîne pêş. Qirkirina çandî bi rêyên bê nasnamekirin, bê warkirin, bi rêya koçberkirinê welatan bê insanên wê hiştin, vegeriyane polîtîkayên rojane. Rojane bi milyonan insan teybet jî jin tê qetilkirin, tê tecavuzkirin û di rêyên koçberiyêde tên qetilkirin. Bi nasnameya moderniteyêve nasnameya wê-wî tê helandin, beden û keda wê-wî ji hemû êrîşên pergala dagirkeriyêre tê vekirin. Qirkirina civakê, qirkirina jin, qirkirina ekolojiye bi awayeke pergalî weke teybetmendî û polîtîkayên dewletê hîna jî di dewrêdeye. Ji ber wê jî di her qada ku êrîş lê zêdedibe ji bo ku parastina cewherî bê xurtkirin lazime rêxistinbûyîna civakê teybet jî jinê bê pêşxistin. Li hemberê êrîşên piralî ên pergala mêr-dewlet li ser mejiyê me, dilê me, bedena me dike lazime di mejî, beden û dil de ji vê êrîşê re rê neyê dayîn.
Hebûn û azadiya xwe parastin, em ji fîzîkî bigirin heta birdozî, çandî, aborî, etîk estetîk de li gorî exlaq û çanda azadiyê di têkoşîna jina azad û civaka azad de israrkirin e. Ax, av, enerjiya xwe parastin tê maneya jiyan, ked û bedena xwe parastinê. Li hemberê polîtîkayên qirkirinê ên li dijî netew, çîn û zayendan, ji bo ku rizgariyek çêbibe, pêwîste xwe rêxistinbikin. Pergala civakî a demokratik avabikin. Her wiha jiyaneke demokratik û kesayeteke civakî a demokratik pêşbixînin. Dagirkeriya li dijî jinê a piralî vegeriyaye li dijî civakê dagirkeriyek piralî. Ji dagirkerî û ji bin pençeyên qirkirinê rizgarbûyîn, xwedî nasnameyên xwe ên pirrengî derketin û wana parastin e. Bi paradigmaya demokratik, ekolojik û azadiya jine ve derketina li pêşberê paradigmaya dewletê ye. Her wiha cîhan bi paradigmaya jin û civakê ve ji nû ve şîrovekirin, îradeya guhertinê nîşandayîn viya rêxistinkirin û çalak kirin e.
Rêber Apo, têkoşîna hebûn û azadiya Kurdan teybet jî a jinan, xistina bin ewlekariyê wek, ‘Teoriya Gul’ê pênase kir. Gul; azadî, xweşikbûyîn, civakbûyîn û jiyanê; striya wê jî ji bo parastina gulê ked, şer û têkoşîn, rêxistinbûyînê temsîl dike.Têkoşîna xwe gehandina yê xweşik, baş û rast formûle dike. Eger striyê gulê nebe wê gul bi her cûre êrîşanre rûbirû bê. Di navbera têkiliya gul û striyê, di xwezayêde jî têkiliyek yekpare û diyalektîk heye.
Di salên 1990 de Rêber Apo mebdeyên têkoşîna azadiya jine ên bingehîn di Teoriya Gulê de şênbêr kiribû. Salên 2000’î jî ji viya re kûrbûyînek zanistî û felsefîk da qezençkirin. Li gorî vê jî, gul estetîkê strî jî etîk ango exlaqê temsîl dike, bi vî awayî jî bingehên civaka exlaqî û polîtîk îfade dikin.
“Ez dibêjim teoriya Gulê. Gul ji bo ku xwe biparêze strî derdixîne. Parastina gulekê an jî parastina nebatekê jî heye. Ji bo parastina cewherî li xwezayê li tabîatê mêzekirîn jî bes e. Qey qasî gulê jî mafê me nîne ku em parastina xwe a cewherî bikin. Parastina cewherî pîroz e.’ Ev diyardeya Rêber Apo, li hember pergala mêr a serdest, dewletperest, dagirker li hember êrîşên înkar û îmhayê mecbûriyeta têkoşînê derdixîne holê.
Jîneolojî ji beriya her tiştî li ser mijarên etîk û estetîk lêhûrbûn dike. Ji şoreşa azadiya jinê re di çerçoveya jiyaneke ku xwe dispêre sosyolojiya azadiyê, jiyaneke baş, xweşik û rast pêşxistinêde xizmet dike. Wek zanista xwebûnê zanebûna parastina cewherî, rêxistinbûyîn û têkoşîna wê pêşxistinê de roleke girîng dilîze. Xwebûn, zanist û hêza parastina cewherî vedigerîne rêxistinbûyîn û çalakiyê û bi vî awayî jî pêşdikeve. Mebdeyên birdoziya rizgariya jine welatparêzî, fikrandina azad û îrade, rêxistinbûyîn, têkoşîn û estetîk çavkaniyên cewherî ên vê zanist û hêzê ne.
Teoriya Qutbûyînê, ji mêr dewletê him ji aliyê zihniyet him jî ji aliyê fîzîkî ve îfade dike û ev jî pêvajoya xwebûnêye. Merheleyên afirandina teorî, rêxistin, têkilî, çalakî, jiyan û civakbûyîna xwe ye. Teoriya kuştina zilam tê wateya dûrketina mêr a ji dewlet û desthilatiyê û qezençkirina nasnameya xwe a civakî û demokratik. Hevjiyana azad sînorê dewlet û desthilatê teng dike û qadên azadî û civakîbûyînê berfireh dike û di nava van torande jiyan û têkiliyên nû avadike.
Bi rêxistinkirina xweser û azad ve rêya ku di artêşbûyîn, partîbûyîn, konfederalîzma jin, hevjiyana azad û temsiliyeta wekhevde tê meşandin di heman demê de di qada siyasetê de jî xeta azadiya jin dixe bi ewlehiyê. Deriyên ku ji tekilî, xebat û jiyaneke demokratik, azad û wekhev re vedibin îfade dike. Ji ber wê jî Rêber Apo, got ku ‘heta ku em di qada polîtîk de qezenç nekin tu qezenç mayînde nabe’ û nexşerêya azadiya jin diyarkir.
Têkoşîna azadiya Kurdistanê ku azadiya jinê datîne navenda hemû azadiyan û Kurdistan bi xwe jî li navenda şikestina mezin a zayendî ya sêyemîn de cih digirin. Di vê qadê de ku birdoziya zayendperestiyê cara yêk li ser şînbûye, ji çareseriya ku xwe ferz dike re mûdaxaleyek paradîgmayî kiriye û bi vî awayî jî rêya zanistên civakî an jî têkoşînên civakî diyar kiriye. Ev, şere û têkoşîne bi zehmete lê ewqasê jî bi rûmet e. Paradigmaya dewletê û paradigmaya demokratik a civakê di nava şerekêde ne. Nasnameya jin a ku ji têkoşîna li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê ên din de pêşdikeve re pêşengtî dike, derketiye holê.
Nasnameya jin ji zayendbûyînê wêdetir wek nasnameya civakekê tê pênasekirin. Aliyê wê ê tarîxî û çandîve tê pênasekirin, bi koka wê bi cewhera wê ve ji nûve tê gel hev. Bi teybetmendiyên xwe ên netewî, çînî, zayendî, bawerî, netew û hwd. Ve xwedî li nasnameya xwe a pirrengî derdikeve û ji bo ku nakokiyên di vê derbarêde bên çareser kirin rola avakirina jiyanê, rola subjeya polîtîk dilîze. Tevgera azadiya jinên Kurdistanê û têkoşîna wê di van qadan de gavên gelekê girîng avêtine. Jin ji mulkbûyîna zilam û dewletê derxistiye û li hemberê birdoziya malbatî û xanedaniyê birdoziya rizgariya jinê û sosyalîzma demokratik pêşxistiye. Ev têkoşîne hemû gel teybet jî jinên Rojhilata Navîn jiyan dikin hembez dike Di şoreşa rojhilata navîn û cîhanê de gavên mezintir wê bi avêje.
Teoriya gulê, vegeriya şoreşa jinê û ji çiyayan ber bi bajêran parastina jinê a cewherî û meşrû pêşxistiye. Bi rêxistinbûyînên xwe ên xweser û azad ve ji abori heta ekolojî ji perverde heta tendurustî ji siyasetê heta parastinê ji dîplomasî heta çandê bi jînerjî ve diherike û di pêşxistina civakbûyînêre pêşengtî dike. Nasnameya jin a tarîxî, çandî û civakî pênasekiriye û jin ji zayendekê wêdetir girtiye dest. Bi şoreşa jin jiyan azadî ve konfederalîzma jin weke qadek an jî pergaleke jiyanê ê bi ewle pêşkêşkiriye.
Paradîgmaya Rêber Apo û têkoşîna azadiya Kurdistanê, şoreşa jinê a Rojava dide nîşandan ku ev ewlebûyîne di jiyan û pergalek demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jin ve gengaz e. Çand û zihniyeta netewa demokratik; ji xerabiyên pergala netew-dewlet û kapîtalîst ku wek; sînorên çêkirî, nakokî, pevçûn û qadên qrîzê derdikevîn pêş, çareseriya herî afirîner û mayînde ava dike. Konfederalîzma gelan a demokratik li Kurdistan, Rojhilata Navîn , konfederalîzma demokratik a gelên cîhanê dîsa konfederalîzma jinan a demokratik a cîhanê û parastina wê a cewherî wê bibin, sîstema ewle a kes, civak, jiyan û têkiliyan.