Cihê Zargotinê Di Nivîsara Dîroka Jinan De

Dîroka jinan ya nehatiye nivîsandin, di dîroka nivîskî û zanista dîrokê de her çiqasî tine hatibe hesibandin jî, kevneşopiya dîroka devkî ya jinan, bûye rêbaza vegûhestina kolektîf ya hafizayê ya ji rabirdû heta pêşerojê.

 

Cihê Zargotinê Di Nivîsara Dîroka Jinan De

Destpêka pergala serweriya mêr, destpêke mesihandina dîroka jinan ji bîra civakane. Civakên ku, di civaka xwezayî de bi bîra xwe herikîne, bi qudreta bîra xwe mezin bûne û bi vî awayî bi wate bûne, her ku nivîsandin û şîroveya dîrokê ketiye destê desthilatdaran, ji livdarên xweyê hebûnê hatine dûrxistin. Ziviranoka gerdûn-xweza-civak-mirov şûna xwe ji şîroveya nezindîbûna gerdûn û xwezayê re hiştiye. Tegîn û maneya civakê jî weke kombûna mirovan hatiye bidestgirtin, hêza herî zindî û avaker ya vê ziviranokê jin jî, li derveyî dîrokê hatiye hiştin. Dîrok weke kronolojiya bûyerên ne zindî û li peyhev rêzkirî hatiye bidestgirtin, serdestan dîrokê ji şibaka xwe û bi nihêrandina xwe şîrove kirine. Şêweyê bidest girtina dîrokê ya dûz û hertim pêşve diçe, civakên di nîvenda jinan de avabûne paşverû, paşketî pênase kirine, pêvajoya modernîteya kapîtalîst ku beyomê dîrokê ya herî mezine jî, weke civakên herî pêşverû hatiye bidestgirtin.

Ji ber şîroveya dîrokê ya duz, hertim pêşve diçe û bi navendgirtina Ewropa hatiye pêşxistin, berxwedan û azadiya jinan tenê bi tekoşînên piştî şoreşa Fransayê ve tên destpêkirin. Rûxmê lêkolînên ku li ser çanda jinan, li ser çanda xwedawendî û dayiktî gelek encamên girîng derxistine holê jî, taybetî piştî salên 1990’an di cîhana akademîk de, nirxandinên weke ku pêvajoyêkî bi vî rengî nehatiye jiyankirin hatine pêşxistin. Li wir arastekirinekî heye. Dibêjin; ‘’Di dîrokê de serdemekê zêrîn ya jinan nehatiye jiyankirin’’ û ketine pey lêgerîna formekî civakî ku her tiştî li îro û pêşerojê de digere. Îdîa kirine ku, ew rêbaz zêdetir bizanistiye. Tiştê ku bi reya ceribandinan nikaribe were payîn, ne gengaze bibe argûmanê zanistê. Ew feraset hiştiye ku, dîroka jinan ya nehatiye nivîsandin nebe mijara zanista dîrokê. Li ser tohmetbariya ‘’Cewherîbûnê’’ xebatên ku jib o ronîkirina vê pêvajoyê têne meşandin, bê nirx hatine dîtin. Bêgûman em dikarin rexneya nêzikatiyên ku dîroknasî û civaknasiyê ji nedîtî ve tên û dîrokê tenê bi nêzîkatiyên bawerî û razdar bidestgirtin bikin. Lê nêzikatiya zanistên heyî ya zayendperest, bi rexnê sererastkirinê wêdetir înkar kirine. Îdeolojî û felsefeyên ku civak, çand, mêr û nêrtiyê negatîf dibînin û pênaseya jinê jî weke ‘’dîgera mêr’’ bicîh dikin, nasnameya jinan weke nasnameyekê zayendî pênase kirine û ji palpiştên wê yê dîrokî-civakî bêpar hiştine. Beyî ku em çanda jinan ya şopên vê li her deverê cîhanê hene, bermahiyên vê heta roja me yê îro gihîştine ronî bikin, dê nîqaşên me jî herdem kêm bimînin.

Di asta cîhanê de, bi tekoşînên mezin dîrokzanên jin hewldan dîsîplîna zanista dîrokê were guherandin. Îdîaya dîrokê ya objektifî û metodolojiya vê rexnekirin, di nava dîrokê de nexûyabûna jinan kirin nîvenda xebatên xwe. Balkişandin ser peywendiya pirsgirêka nexûyabûnê û pergala fikirandinê ya mêrsalar. Ji bo jinan wateya dîrokê, lêhûrbûna li ser ji bo derxistina ser rûyê erdê ya dîroka jinan û ji bo ronîkirina rabirdûyê pêwiste em bi kîjan pirsan û çawa nêzbibin zelalkirine. Jinên dîrokzan pêşniyar kirin ku, dîrok bi tecrûbeyên jinan ji nû ve were bidestgirtin. Anîn ziman ku pêwiste dîrok ji milê zayendan ve ji nû ve were bidestgirtin, di heman demê de şêwazê nivîsandina dîrokê ya heyî, giredayî rêbazên hilberandina agahiyane. Peywendiyê di navbera çîn û zayendê de derxistin holê. Beriya ku dîroka jinê weke dîsîplînekê derkeve holê, feraseta dîroka civakî di nava dîsîplînan de pêşketibû, ew feraset dîroka mirovan bidest digirt, jiyana vê ya rojane çiye, giredayî malbat û cinseltî, rîtûelên civakan de lêkolînan dikir. Ew dîsîplîn di nava dîrokê de sergotarên weke dîroka malbatê, dîroka karkeran, dîroka hêstan derxistin holê. Dîroknasan taybetî piştî pêvajoya şerê cîhanê ya dûyemîn de, li ser tecrûbeyên mirovan, bi mijarên weke hişmendiya çînan û çîna karkeran re eleqeder bûne.

Lê jin de wan pêvajoyên dîrokî de dîsa nebûn, dîsa nedîtî hatin dîtin. Dîroknasên jin ku ew tinebûnê jixwe re kirin derd, bi rêbazekê nû, bi şîroveyekê nû û bi meyzekirinekê nû dîrokê meyze kirin û sedemên tinebûnê û tine hesibandinê lêkolîn kirin. Ji reya tekoşînvanên jin meşiyan û ketin pey dîroka jinan ya wendabûyî. Ew jinên tekoşînvan di dîrokê de ji kîjan merhelayan derbas bûn, kîjan rêgezan jixwe re kirin bingeh û esas û wan esasan xistin nava dîsîplînên zanistan. Nexwe bi nihêrandina jinan lêkolînkirina dîrokê çi ye, rêgezên vê çîne û ew pêvajo çawa pêşve diçe?

Nihêrandina jinan, tenê bi xwe gihandina zanebûna jinan ve sînordar namîne, vê zanebûnê ji bo guherandin û veguherandina jiyana jinan û ji bo pêşxistina tekoşîna azadiya jinan bikar tîne. Ango azmûnên jinan ku di encama lêkolînan de derdikeve holê, divê bizîvirin zanebûnên polîtîk ku bikaribe jiyanê vegûherîne. Ji ber vê yekê, hebûna jinan, dîrok û zanebûn pêwiste di nava peywendiyekê hevgirtî debin. Di nivîsandina dîrokê ya bi nîvenda jinê de, pirsgirêkên civakî mijara zanist û polîtîkaye ye. Encax bi vî şêwazê ango bi hevrebûna teorî û polîtîkayê, avasaziya zayendperest ku jinan tine dihesibîne birûxe û civaka ku bi hêza jin mezin bûne vegûherin civakên demokratîk û komînal.

Dîrok û nivîsandina dîrokê, di afirandina birdozî û avakirina hişmendiya civakê de, rasterast bandorkere. Ji ber bê yekê, bidestgirtina hem dîroka kolebûna jinê hem jî dîroka tekoşîn û azadiya jinan girînge, mînakên tekoşînên lêkolîn kirin pêwistiyeke bingehîne. Xwedî derketina tecrûbeyên rabirdûyê, ji bo bihêzkirina kirdebûna kolektîf ya jinan hîmêkê girînge. Dîrokzanên jin rûxmê hemû kêmasiyan û zehmetiyan jî, vê xebatê meşandin, dîroka serdestiya mêr û binketina jinan nivîsandin. Ketin pey pirsa ku jin çawa bûn netewa herî bindest, çîna dûyemîn û hêza kedê ya bê pere. Heman demê de ketin pey pirsa ku ew jin li beramberî mêrsalarî çawa berxwedan û çawa serketin jî.

Ew xebatana di nava pêvajoyê de, despêkê bi têgîna dîroka jinê hatine meşandin. Piştî pêvajoyekê û bi bandora pêşketinên zanistî û polîtîk weke dîroka femînîst hatiye îfade kirin. Salên dawî şûna wan têgînan, têgîna xebatên dîroka zayendperestiya civakî derketiye holê, bi vê xebatê hatiye payîn ku serdemên civakî di warê pêywendî û têkiliyan de çawa pêşketiye. Balkişandin li ser têkiliyên di nava nasnameyên zayendî ya serdemên civakan deye. Ew ji bo dîrokê tevkariyekê mezine, li beramberî zayendperestiya dîrokê tekoşînekê mezine lê jihevcûdakirinê (ayrimcilik) ji holê ranekiriye, weke îsyanekê li beramberî serdestiyê zilaman li berxwe daye. Ger em pirsgirêkên jinan ya azadiyê tenê di warê polîtîkayên laş de bidest bigirin, emê mijarekê bingehîn ji ber çavên xwe wenda bikin; mêtingehkirina yekemîn çawa destpêkir û di dîrokê de jinan li ku derê wenda kir. Dîroka azadiya jinan tenê bi polîtîkayên laş ya bi azadiya fîzîkî ya jinan re giredayî nîne. Nexwe dîroka kolebûna jinan jî bi vê re sînordar nikare were bidest girtin. Mijarekî din ya girîng jî di nava xebatên zayendperestiya civakî de, yek ji taybetmendiyên girîng ya dîroka jinan, weke kirdeyekê polîtîk bidestgirtina jinan cihê xwe nagire. Çawaniya agahiya dîrokî ya polîtîk pir zêde dernakeve pêş. Ji ber vê yekê bi perspektîf û bi rêgezîbûna jinan, nivîsandina dîrokê careke din girîngî qezenc dike. Ew dîroka ku bi hezaran salin tê nivîsandin zayendpereste, çîrokên mêran û dewletan ya têkiliyên berjewendî û hêzê ye. Hebûn, nasname û çîrokên jinan ya berxwedanê, hêza jinan ya pergalê avakirinê û kevneşopiya vê ya tekoşînê di nava vê dîrokê de, ji xwe re cîh nabîne. Di nivîsandina dîrokê ya di serweriya mêr de cihê jinan hema hema nîne. Dema cih tê dayîn jî, an hevjîna zilamekî otorîtere, an dayîka wî ye an jî alîkarê zilame.

Nivîsandina dîrokê di destê mîrateya klasîk ya jinan biçûk dibîne de şêwe girtiye. Di ew mîrateya ku li ser îdealan şêwe girtiye de, azmûnên jinan biçûk hatine girtin, nehatine qeyd kirin û tomarkirin, tenê qada giştî û kirdeyên vî qadê azmûnên mêran hatiye hilbijartin. Weke encamê ew mîrateyê salên dirêj jin li derveyî qadên akademîk hatine hiştin. Berdin akademi de cihê xwe girtinê, mafê xwendewanî jî ji destê jinan hatiye girtin. Qadên lêkolînê, qadên zanistî ji destê jinan hatiye derxistin. Dema tê de cihê xwe girtine jî, bê nav û bê nasname ne. Ew di pêvajoya dîroka modern de zêdetir hatiye payîn. Di nava dîroka modern de, mîtên berê jî hatine bicîh kirin. Di nava wan mîtan de, jin an Meryemin an jî fahîşe, an melekin an jî kujerin, herdem di nava dijberiyan de hatine bidest girtin. Dijminatiyekê jinan ya li gorî takekesiyên mêran ya helwest û berjewendiyan, di nivisandina dîrokê de jî teyisandina xwe dîtiye. Jin weke jinên baş û xerab li kêleka hev de hatine bidestgirtin, xwezaya jinan li gorî rêgezên mêran hatiye şîrovekirin. Zimanê ku hatiye bikaranîn mêrsalare. Nûnertiya jinan ya dîrokî, ji hêla dîrokzanên mêr ve û li gorî berjewendiyê mêran şêwe girtiye. Ew di serdema Grekan de jî, li Romayê jî, li Ronesans, Reform û serdema Ronakbiriyê ya derketinên ilmî ya mezin de jî wisa bû.

Rûyê dîroka jinan ya nayê zanîn, nehatiye nivîsandin û weke ya din hatiye dîtin, bandorî li ser pêvajoyên avabûna nasnameya azadiya jinan jî kiriye. Bi perspektîfa Rêber Apo; ger dîrok di yekbûn û hevgirtina doh, îro û pêşerojê de dibe heqîqet, dîroka jinê ya nehatiye nivîsandin û zanebûna vê dûr hatiye ketin, mesafe datîne navbera jin û nasnameya azadiyê. Tekoşîna hebûnê nivî de dihêle. Yên ku hişmendiya dîrokê nikaribin bizîvirînin şîroveyên jiyanî, roja me jî nikarin bi wate şîrove bikin. Civakekî bê dîrok, astekî baş de fêmkirin û jiyankirin ne gengaze. Ew rewş ji bo jinan dijwartire, ji berk u jin fêm nekirin, ji hebûna jin re mane nedayîn, tê wateya civakê û jiyanê fêm nekirinê. Dîroka jinan ya nehatiye nivîsandin, dîroka civakan, dîroka  kombûna nirxên demokratîk û komînal ya nehatiye nivîsandine. Her tak û civakekê ku dîroka xwe nizane, bi hişmendiya dîroka xwe jiyan nake, ji hêla wate û maneyê ve texrîb bûye.

Dîroka jinan ya nehatiye nivîsandin, di dîroka nivîskî û zanista dîrokê de her çiqasî tine hatibe hesibandin jî, kevneşopiya dîroka devkî ya jinan, bûye rêbaza vegûhestina kolektîf ya hafizayê ya ji rabirdû heta pêşerojê. Bi reya mîtolojiyan, çîrokan, dengbêjiyan, meselan û şîretan, zanebûna jin ji paşarojê heta roja me yê îro gihîştiye, ji bo gelek heqîqetên veşartî ya jinan bûye ronahî û şewqekê. Ger em dibêjin hebûna jinan hebûna civak û jiyanê ye, di cewherê xwe de jin bi reya dîroka devkî hêza barkirinê ya hafizaya civakî ya kolektîf jî di nava dîrokê de rista xwe leyistiye.

Dîroka devkî ya jinan salên dirêj weke rêbazekî zanistî nehate dîtin. Lê salên dawî de, bi tekoşîna jinan di nava cîhana akademîk de hin lêgerîn pêşketine. Zargotina jinan rêbazekê ji bo azmûnên jinan ya jiyanê û helwest û seknên wan ya dîrokî were qeyd kirine. Ew rêbaz armanc dike ku, jinên ku ji xwe re di nava dîroka nivîskî ya zayendperest de cih nedîtine bibe dengê wan, azmûnên wan daxûlî qeydên dîrokî bike û ji bo tekoşîna azadiya jinan û azadkirina zayendperestiya civakî re tevkariyê bike.

Hin taybetmendiyên zargotina jinan ewin; nîvenda zargotina jinan berê xwe dide azmûnên jinan. Zargotina jinan armanc dike ku agahî û zanebûnên dîrokî ya giredayî jiyana rojane ya jinan, têkiliyên malbatî û civakî, tevlîbûnên wan yê tevgerên civakî û tekoşîn û şeran û hwd. berhev bike. Ji bo bi nihêrandinekî jinan bûyerên dîrokî werin bidest girtin, bandora zargotinê pir mezine. Weke mînak; di dû sed salên dawî de di nava şer, şoreş, qeyranên civakî û aborî de rista jinan çi bû, çi jiyankirin, çiqasî ji wan bandor bûn û çiqasî bandor kirin. Di dema şerê Vîetnamê de gotinekê tê bikaranîn; ‘’Yê ku ji leşkerê nenas nenastir, hevjîna leşkerê nenase’’ Bi vê gotinê balkişandine ku qasî ku dîroka çînên bindest, civakên mêtîngeh nehatiye nivîsandin, jê zêdetir dîroka jinan nehatiye nivîsandin. Zargotin ew rewşên nenas bi reya gelek rêbazan ji civakan re dide naskirin.

Berovajiyê dîroka fermi û di serweriya mêran de ye ku bê bîr û bê kok dihêle, bi reya zargotina jinan avakirina hafiza û bihêzkirina hafiza dikare pêk were. Zargotin, bîra kesan û civakan xûrt dike, hewl dide ku peywendiyên wan bi rabirdû re çêbike û rê vedike ku nasnameyên xwe baştir fêm bikin. Yên ku dîroka xwe baş nizanin, nikarin îroya xwe û pêşeroja xwe jî bi tendirûst ava bikin. Ew ji bo jinan qat be qat derbasdartire.

Di roja me de girîngî dayîna zargotinê û hêza zanebûnê her ku diçe kêm dibe. Hafizaya devkî ya civakan bi bandora modernîzmê weke xurafe tê dîtin, yekbûna cehwerî, hêza wateyê, rêgezên jiyanê ya ehlaqî û polîtîk ya her çîrokekî de weke tiştên nerast tê dîtin û ji hêla zanista fermî ve nederbasdar tê pejirandin. Ji ber vê yekê xwe gihandina hêza wateyê ya dîroka devkî û bi vê hêzê li beramberî serweriya zilaman ya di nava dîroka devkî de berxwedayîn, ji bo tekoşîna azadiya jinan pir girînge. Heman tişt ji bo gelên ku bê dewlet dijîn û hatine tinekirin jî wisaye. Dîrokekî nivîskî ya Elewiyan, Yaresanan, Ezîdiyan nîne. Di wan gelan de hafizeya devkî bi reya qewlan, beytan, lawjeyan digihîje heta roja me yê îro. Lê rewşa ku di heqîqeta jinan de tê jiyîn, ji bo gelên ku hatine pelçîqandin jî derbasdare. Zargotin roj bi roj tê jibîr kirin, her ku ew hafiza tê ji bîr kirin, şêwazên xwe pênasekirinê teslîmî formên serweriya dewlet û desthilatdariyê dibin.

Ji ber vê yekê têgihiştina peywendiya di navbera xwe pênasekirin û zanebûna dîroka xwe girînge. Rêber Apo dibêje; ‘’taybetmendiya bingehîn xwezaya mirovên azad ewe ku dikare dîroka xwe hilbijêre û bikaribe bi vê dîrokê re jiyan bike. Dîrok şîrovekirina hebûn û pêvajoyên ku pêk têne ye. Çiqasî hebûnên cûda hebin, ewqasî dîrok jî hene. Lê cûdabûna dîrokê naye ew wateyê ku yekbûn û hevgirtina dîrokê nebe.’’ Bi wan gotinan Rêber Apo balê dikşîne ser peywendiya dîroka jinê û dîroka giştî. Ne tenê ji aliyê dîroka jinan ve, ji bo dîroka Kurdan, dîroka Ezîdiyan an jî ji bo dîroka civakekê din jî heman tişt derbasdare. Bi tena sere xwe dîroka Kurdan, Tirkan an jî Ereban nîne, nexwe dîroka jinan jî pêwiste bi peywendiya dîroka civaka dîrokî ve were bidest girtin. Li beramberî vegotinên dîrokê yên giştî, li beramberî ferasetên ku cûdabûnan înkar dike, roja me yê îro de lêkolînên ku vegotinên dîrokî ya mîkro derdixîne pêş zêde dibin. Ew jî, ji aliyekî berovajî ve dihêle ku pêşketinên dîrokî neyên dîtin, di navbera mirov û civakan de, di civakên cûr be cûr de peywendî neyên dîtin an jî qels werin şîrove kirin. Dema em rêbazên lêkolîn û xebatê ya giredayî dîroka jinê diyar dikin, di navbera gerdûnîbûn û qismîbûn de, pêwiste di navbera dîroka makro û mîkro de peywendiyê baş daynin.

Bi nihêrandina jinan dîrokê ji nû ve bidestgirtin û şîrove kirin nebe nabeyê şoreşa azadiya jinê ye. Di axên ku şoreşa jinê ya yekemîn hatiye jiyan kirin de, di Jineolojiyê ku bi îdîaya dê bibe zanista palpişt ku şoreşa dûyemîn ya jinan xwe bispêre de, bi epîstemolojî û metodolojiya nîvenda vê de jin heye dîrokê bidest girtin û hêza maneyê ji nû ve avakirin girînge. Li beramberî nêzikatiya zanistê pozîtîvîst ya Ewropa navend ku dîrokê perçe dike û ji şibaka serdestan de bidest digire, bi tesbît kirina şaneya kok, destpêke ji serekanî de kirin pir girînge. Rêber Apo di vê mijarê de dibêje; ‘’Dîroka kolebûna jinê bêgûman di çanda Rojhilata Navîn de veşartiye. Derketina vê jî, dê li ser wan axan de bibe. Lê diyare dê terzê zilam de nebe. Ji bo vê Jineolojî dikare bibe derketineke. Bi vê qesta min ne ewe ku jin weke objeyekê zayendî were bidest girtin, jê wedetir zirûfên dîroka jinan weke cewher û bermahiya civakê ronîkirin û azadkirinê lêkolînkirin bû. Bêgûman emê heman lêkolînê di qadên zanistê pozîtîf ku bi paradîgmayê zilam hatiye pêşxistin emê nekin, emê di qadên olî, hûnerî û felsefî ya bi heman paradîgmayê hatiye xêzkirin jî bikin.

Ger em ji wan îfadeyan bikevin rê, ristekî Jineolojî ya dîrokî di ware dîrokîkirina civaknasiyê, civakîkirina dîrokê de heye. Şîroveya dîroka civakî pêşxistin û bihêz kirina perspektîfa civaka dîrokî, ji erkên bingehîn ya Jineolojiye. Di vê wateyê de tevkariya herî mezin di sererastkirinên meyzandina dîrokê û rê û rêbazên xwe de dike. Ronîkirina xweza û rastiya jinan, xalê herî girînge ku dîrokê ji destê serdestan derbixe û pêşî li şîroveyên mêr-navend bigire. Ji dîrokê re meyzandina Jineolojîk, ji me re vedibêje ku nirxên dîrokî, çandên berxwedanê, ziman, çand, ehlaq, çîrok û hwd. heta roja me yê îro çawa herikîne.

Nêzikatiya paradîgmayî ku vê bibe palpiştê zanista jinê, divê di şopên xweza-civak-mirov de, di nava çanda jin-dayîk de xwe bide berdewamkirin. Ji siyasetê heta aborî, ji têkiliyên jin û mêr heta cînseltî, ji dayîktî heta hekîmtî di gelek mijaran de, dîroka jinê rast lêkolîn kirin û xwendin ji bo me dibe çavkaniya bingehîn. Lêkolînên li ser keda jinê, serdemên ku bi aqlê jinê şêwe girtiye, dîroka zanistê jî dê ronî bike. Nexwe di nava dîrokê de şopên azadiyê derxistin, bermahiyên vê peyda kirin, nirxên vê yên jiyan dike parastin û jiyanî kirin, xwe ji vê çavkaniyê xwedî kirin, dê were wateya ku zanista jinê li ser hîmê rast were avakirin.

 

Bunları da beğenebilirsin