HEBUN Û XWEZAYA JIN
Rêber Apo dibêje; ‘’Hebûna jin pênasekirin û di nava jiyana civakî de rola wê diyarkirin ji bo jiyana rast esase.
Di destpêka avabûna hemû zanistan de, keda jinan xwedî cihekî taybete. Ji tendûristî heta fizîk û kîmyayê, zanebûnên jinan bûye bingeha hemû zanistan. Lê bi kûrbûna pergala hişmendiya zilamê serdest re, jin ji mafên fêrbûn û xwendinê, her wiha ji qadên zanistiyê hatine dûrxistin. Jin bi karên malê û bi zarokanînê ve hatine sînordarkirin. Zanist bûye qada serdest û sermayedaran, ji civak û jiyanê dûr ketiye. Lewma pêwistî bi zanistekî jinê heye ku, pêşengiya jin di nava zanistan de careke din derkeve ser rûye erdê. Armanca zanista jin ewe ku, zanist xwedî pîvanên sincî be. Yek ji pîvanên sincî ya ilmê ewe ku, pirsgirêkan rast tehlîl bike. Pirsgirêka bingehîn ya civakê, pirsgirêka di navbera jin û mêr de ye. Pirsgirêkên din li pey de tê: Kuştin û talankirina tabîatê, serdestî û koledarî, pirsgirêka aborî, perwerde, tendûristî û hwd. Rêber Apo dibêje; heta nakokiya di navbera jin û mêr neyê çareserkirin, ti pirsgirêk nikare were çareserkirin. Ji bo dar û daristan neyê tinekirin, av neyên jehr kirin, hewa neyê qirêj kirin, tendûristiya mirovan bê parastin nemîne, belengazî û birçîbûn ji holê rabe, azadî û wekhevî di nava jin û mêr de û di nava gelan de were avakirin, pêwiste zanistên civakî rolekî bileyize. Di nava zanistên civakî de herî zêde rastiyên jin, gel û çîna bindest hatine berovajîkirin. Lewma Jineolojî li hemberî zanista ku di bin serweriya mêr de pêş dikeve, kok û cewhera jinan ya dîrokî lêkolîn dike û careke din derdixe ser rûyê erdê.