Pedagoji û Diyalektîka Azadiyê
Ji salên 1980`an heta roja me tevgera jinên Kurd, pedagojî ji sînorên dibistanê derxistin, kirine bingeha azadiya civakî û polîtîkayê.
Pedagojiya Tevgera Jinên Kurd: Diyalektîka Azadiyê
Qada Pedagojî yek ji amurê bibandor ya netewe-dewlet a modernîteya kapîtalîst e ku bi awayek sîstematîk digre dest û ji nû ve şêwe dide wê. Pedagojî, di vê derê de ji şêweyek teng a “zanistek a hînkirinê` zêdetir, pirojeyek polîtîk a zanistê ye û bi rêya hînkirin û parvekirinê hîmên bingehîn ên civakê ava dike. Pedagojiya desthilatan, weke endezyarî nêzdibe û bi bêdengî hîmê bingehîn yê îktidarê avadike û bi bandor e. Modernîteya kapîtalîst a mêr serdest, zayendperestiya dibin venêrîna dewletê de, nijadperestî, mêtîngerî û bernameya perwerdeya mêtîngeriyê, weke armancekê desthilatdarî û fredperestiyê daye pêşiya xwe û dixwaze bi çavkorî serî li hember desthilatan were danîn. Ji rêzimana wê heta dîrok, vegotinek a fermî bi serkeftinê hatî nivîsîn e, erdnîgarî bi dîwaran hatine lêkirin û vegerandine zindanek a binavkirî; civak jî anîne halê girseyekê ku hewceye were venêrîn kirin. Ev pergal bi taybetî ji bo gelên dibin mêtîngeriyê de û jinên wê mêtîngeriyê, yên di bin qirkirina çandî û ziman de, mekanîzmayek a şidetê ye ku bi awayek bipergal kesayet tê parçekirin, qeyrana kesayet ya kur ku kes ji hebûna xwe guman û şerm bike. Ev pergal bi taybetî ji bo gel û jinên di bin mêtîngeriyê de, yên di bin qirkirina çandî û ziman de, mekanîzmayek a tundiyê ye ku bi awayek bipergal kesayet tê parçekirin. Bi vî awahî kesayet dikeve rewşeke ku qeyrana kesayetê ya kûr jiyan bike û ji hebûna xwe guman û şerm bike.
Li hemberî vê paradîgmaya ku du navendên xwe hene wek, bi “hestên biçuk dîtin“, ”weke tişt mêzandin“ û “bedenên tevizandî“ çêkirin; beramberî vê jinên Kurdistanî pedagojiyek radîkal pêşxistin. Li hemberî her tiştên ku perwerdeya kevneşop red dike, tine dihesibîne an jî patolojîk dike, dîsa êş, bîranîn, xwestek, hêrs, weke madeya xam dide xebitandin û pratîze dike. Di vir de têgîna Perwerde wek bibask kirin û pêşketina giştî pênaseya xwe dibîne. Ji salên 1980`an heta roja me tevgera jinên Kurd, pedagojî ji sînorên dibistanê derxistin, kirine bingeha azadiya civakî û polîtîkayê. Di vir de ji sînordarkirina perwerde wek“hunera hînkirin û hînbûnê“ derxistiye; aniye rewşa pêvajoyek a şêwaza ontolojîk. Dîsa fikirandina kesayetî, nirx dayîna kesayet û herî dawî jî şêwe dayîna qedera kesayet rista xwe girîng e.
Reseniya çanda Kurd bi awayek zanistî dema bigrî dest, ji perwerdeya modern a Rojavayiyan zêdetir kur, bi wate û yekpareyî ye. Ev nêzîkatiya têgîna Perwerde (firîn, bibask bûne) û Fêrbûn (bi rêya ceribandinê hînbûn, bi çêbûnê) şênber dibe. Jinên di nava civaka Kurd de bi awayek keleporî, bûyerên dîrokî bi rêya şopdariya dengbêjiyê gihandine roja me, dîsa ceribandinên civakî û çîrokên berxwedanê bi stran û bîranînan vediguhêzin û weke pirtûkxaneyên zindî yên ji nifş derbazî nifşan dibin. Jina kurd buye parêzvan û domdariya çand û mêjû ya hevpar. Ev agahî ji fermî, nivîskî û dogmatîkbûnê zêdetir, pêvajoyek xwezayî ya devkî, bi hestan watedarkirî ku di formek bedenî de diherike nava reseniya civakî.
Pêvajoya avakirina dewlet-netewe yên modern, nemaze Qanûna Yekbûna Perwerdehiyê ya 1924`an û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê yên salên 1990î, ev zincîra xwezayî ya veguhestina zanînê şikand, ziyan da bîra binhişiya civakî û ev rola çandî ya jinan paşçav kir. Dezgehên perwerdehiyê yên dewletê ji bo jin û zarokên Kurd bûne cihên trawmatîk, ku ziman û nasnameya wan a dayiktiyê tê înkarkirin û bişaftin (tirkirin, fariskirin, erebkirin) û bi awayekî bi pergal li ser wan tê sepandin. Pedagojiya serdestan, ji bo Kurdan berevajiyê wateya etimolojiyê hatiye halê amrazek a “ji xwe durketinê.”
Tevgera azadiya jinên Kurd, tam jî ji bo tijîkirina vê valatiyê û veqetdinê, li cihê ku veguhestina zanist bi rêbaza kevneşop tê kirin, ji nûve înşa kirina feraseta Pedagojiyek ya bi bikok û bi rêbaza beramberî hev birûmet nêzbûn û bi berxwedaniyek nûjen esas digire.
Pêvajoya avabûna tevgera azadiya Kurdistanê, di heman demê de wekî ocaxa ku ev modela Pedagojîk a alternatîf lê şikil girtiye. Di qonaxên destpêkê de, sohbetên komên biçuk li her malê de, dîsa rûniştina di bin darekê de jî bûn qadên perwerdeyê yên destpêkê. Akademiya Mahsum Korkmaz a di sala 1986`an de hatiye damezrandin ku li ser dîrok Kurdan, felsefe, bîrdoziya rizgariya jinan û analîza kesayetiyê disekine, ev pêvajo gihand şiklê sazûmanî û bernameyeke rexnegir. Ev akademî ne tenê bû qadeke perwerdehiya bîrdozî di heman demê de bû qadeke berbiçav a pêşxistina fikirandina diyalektîk, dîsa şiyana ramana stratejîk pêş xist, her wiha bû ciheke şênber kû kesayet xwe ji mêtîngeriyê paqij bike..
Nêzîkatiya tevgera jinên Kurd a li Pedagojiyê, wekî ku Paulo Freire di Pedagojiya Bindestan de pêşkêş kiriye, ew di vê nêrînê de ye ku perwerde an dikare bibe amûrek serdestiyê an jî bibe pratîkek rizgariyê. Tevger bi şêwazek radîkal li vê bijardeya duyemîn xwedî derdikeve. Ji ber Perwerde, çalakiya azadiyê bi xwe ye. Ev yek tenê ne di ferqêdebûn an jî bi hişmendî kirine, di heman demê de zanebûn e û bi rêya hevparvekirinê vegera civakîbûnê ye û pêvajoya şoreşgerî ya ji nû ve avakirinê hedef dike.
Di navenda vê pêvajoyê de Hevpeyvîn (giyalog, bi hev ru axaftin) heye. Pedagojiya desthilatan monolog e û rêbaza xwe li ser ‘yê ku dizane ji nezanan re vedibêjê’ ye, lê Perwerde bi xwe diyalog e. Di rastiyê de gotina otorîteya desthilatê wata xwe wenda kiriye, ji ber ku di vê kêliya hesas û bihêzbûnê de her kesî bêdengiya xwe xira kiriye û diaxive.
Yên ku çîrokên xwe bi xwe vedibêjin, ew in ku ji tenêbûnê re û bêdengiyê re hatine defdanê ne, ew in yên ku wate tev li êşên xwe dikin û dibin mîmarê pêşeroja xwe. Gava bindest bi gotinên xwe cîhanê bi nav dikin, pêre jî hêza guhertina wê bi dest dixin.
Ev piratîk, mijarên weke rexne-rexnedan, tekmîl (nirxandinên rojane) û dahurandinan şênber dike. Bi rêgeza “Ya tê dahurandin ne kêlî, dîroke; ne kes, civak e” dahurandinên kesayetî civakî kirin û girêdana wê ya bi dîrokê re didin nîşandan. Ezmûna jinekê di qada girtî ya “nava malbatê” de, dema ku di navenda danişînek Pedagojiyê de tê destgirtin, dibe cihê ku dewlet û kevneşopiyan digihîne hev û pêre jî vedigere nexweşiya tundiya Patolojîk. Ev pejirandinek kesayetî ya pir tund ku bi şêwazek polîtîk e.
Epîstomolojiya ku bi aqilê mêrê Ewrupî avakirî, ji zanînê razber kiriye, kirde kiriye, ji hestan û bedenê bêpar bi kod kiriye. Li gorî vê kodbûnê beden lewaz e, binhişê çavkaniyek a ku pê neyê bawerkirin e û hest jî heyînek a ku divê bê kontrolkirin e. Perwerde, vê dualîteya, aqil/hest, kirde/bireser, ya heyî/taybet bi erdê re dike yek. Di dika Pedagojiyê de, “nivîsa“ derbazdar, ne pirtûkên dîrokê yên dewletê; êşa dayikekê ya li ser nexşên xwe neqişandiye, berxwedaniya ku dengbêjek di stranên xwe de lorandiye, fêrbûyîna gerilayekê ya di rêyan de li ser rojnivîsa xwe nivîsandiye.
Ji vê perspektîfê ve Pedagojiya tevgera jinên Kurd li ser sê stûnên sereke ji paradîgmaya Rojavayî dûrketinek radîkal dijî:
Fêrbûna Bedenê: Di kampên gerilayan de perwerdeya parastina rewa tenê perwerdeyek teknîkî nîne. Beden bi awayek şênber ji bin venêrîna bavsalarî derdikeve, tê halê venêrînek ceribandinek fîzîkî. Her tevgera parastinê, di heman demê de xêzkirina sînorek radîkale, ev serhildêriyek e. Azadî ne fikirandinek razber e, ew ezmûnek berbiçav e ku di raman, hest û pratîkê de hatiye nexşandin e.
Pedagojiya Hestan: Paradîgmaya Rojavayî ya ku xwe bi aqil dizane, hewildana hestan ji derveyî perwerdê hiştine. Lê li vê derê bîranînên şehîdan, stranên dengbêjan, xebatên şanogerî û çandê, aliyê hestiyarî yê hafîzaya hevbeş e û vegerandina wê digire dest. Di lîstokek şanogeriyê de travmayek demboriyê dikare bi dahurandinekê derxîne ser dikê û veguherîne.
Rexnegiriya Dîrokî û Stratejiya Dekolonyalîzmê: Dîroka fermî ku Kurdan û jinan wekî “qurban” an “bê dîrok” destnîşan dike teqez hatiye redkirin. Li cihê wê kevneşopiya berxwedanê ya qedîm tê destnîşan kirin. Ezmûnên stratejîk ên demê, serhildan û torên hevgirtinê wekî rêbernameyek ji bo têkoşîna heyî têne xwendin.
Ceribandinên demboriyê yên stratejîk, serhildan û xetên piştevaniyê, pêwiste weke rojevên tekoşînê yên rojane were xwendin. Beramberî nêrînên pasîf yên weke Edward Said ku oryantalîzm teorîze kiriye, ev mînakek şoreşger e ku nîşan dide ka çawa ev dikare di pratîkê de were derbaskirin.
Jineolojî: Dij-Epistemoloji Û Ji Nû Ve Efsun Kirina Zanînê
Ev hemû pratîk bê guman dibin sedema pirsyarkirina xwezaya zanînê bi xwe, ango karakterê wê yê zayendperest û kolonyalîst. Jîneolojî (zanista jinê) îfadeya bipergal û teorîk a vê pirsê ye. Ew dij-epistemolojî ye ku bê alîbûna zanistê, ku kokên wê di aqilê mêr û kolonyalîzmê de red dike û bi perspektîfek jinê ve ji nû ve dixwîne.
Li gorî Jineolojiyê, vegotina dîroka fermî ya qehremanan, şeran û peymanan metneke ne temam û alîgir e ku keda jinan a hilberîn, çand, berxwedan û lênêrînê nedîtî dike. Yek ji hîmên herî bingehîn ên xebata Jineolojiyê perwerde ye. Perwerde, bi perspektîfa jinan hewildana ji nû ve nivîsandina ew nivîsa şaş û ne temam a paradîgmaya kolonyal a bi navendkirina “aqilmendiya jinê” dihejîne. Ev yek ji bo ji nû ve efsûnkirina zanînê bi perspektîfa rizgariya jinan e, lihevhatina wê bi jiyan, hest û exlaq re yeke.
Kamp, konferans û komxebatên bêhejmar ên jineolojiyê ku li Ewropa, Amerîkaya Latîn, Rojhilata Navîn û Rojava têne lidarxistin ne tenê cihên nîqaşên teorîk in; ew di heman demê de cihên ku xwarinên kolektîf lê têne çêkirin, sohbet li dora agirê di nava kampan de tên vêxistin û girêdanên giyanî bi çalakiyên hunerî têne çêkirin e. Li vir, perwerde jiyan bi xwe ye. Zanîn ne tenê di hiş de tê hilberandin; ew di beden, têkilî û pêvajoyên afrîneriya hevbeş de tê hilberandin e.
Li Ser Rêya Xwebûnê: Avakirina Kirdebûn Û Civakîbûnê
Armanca sereke ya vê pêvajoya pedagojî ya şoreşgerî, rewşa Xwebûn (xwebûn) ye tekiliya di navbera ferd û civakê ye. Xwebûn pêdivî bi avakirina girêdanek diyalektîkî di navbera hebûn û hişmendiyê de ye. Armanc ew e ku zirara ku ji hêla koloniyalîzm û baviksalariyê ve li kesayetî û bîra civakê hatiye were sererast kirin û kesayet veguherîne mijara rastiya xwebûnê. Pirsên “ez kî me?” û “dixwazim çawa bijîm?” bingeha felsefî û bîrdozî ya perwerdê pêk tîne.
Ev pêvajo ne tenê jinan, di heman demê de armanc dike ku mêran jî biguherîne. Tevgera Azadiyê, wekî beşek ji projeya xwe ya “kuştina mêrê baviksalar” û “veguherandina mêran”, ji bo mêran “perwerdehiya xweser” jî organîze dike. Ya balkêş ew e ku komîteyên ku van perwerdeyan didin jin in. Ev yek di têkiliyên serdestiyê de lihevhatinek di navbera hundirîn û derve çêdike, di heman demê de pêngavek radîkal a ku zanîn û perspektîfa veguherînê bi rêya paradîgmaya rizgariya jinê ji nû ve pênase dike ye. Armanc avakirina malbateke demokratîk, jiholêrakirina ziman û tevgerên zayendperest û di dawiyê de avakirina têkiliyên felsefî, zanistî, wekhev û azadîxwaz e.
Têgihîştina tevgera jinên Kurd a li ser perwerdê îfadeyek serhildanê ya ku bêdengî û tundûtûjiyê napejirîne ye. Ew ne tenê dubarekirina zimanê desthilat e, wêrekiya avakirina rastiya xwe bi gotinên xwe ye. Li vir, fêrbûn ne tenê raman di heman demê de laş, hest û giyana me jî dike yek; vegotinek yekalî tune, diyalog, parvekirin û afirandina kolektîf heye. Ev model teorî û pratîkê, ezmûna ferd û têkoşîna civakê dike yek; fêrbûn û berxwedan ji hev nayên veqetandin. Perwerde ne veguhestina bernameyek xwendinê ye; ew şoreşek e ku tê de jin û gel demborî, niha û pêşeroja xwe li gorî şertên xwe ji nû ve dinivîsînin. Ev ne tenê ji bo Kurdistanê ye; ew çavkaniyek îlhamê ye ku hemû bindestên li çar aliyê cîhanê digire nava xwe. Perwerde êdî ji amûrek sewisandinê derketiye, bûye pratîka herî bihêz a azadiyê, berxwedan û afirandinê.