Zeriyên Şoreşê

Demên ku cih û warên şoreşa jinê erişen nu re rubiruye em weke jinên enternasyonal bi straneke vê hereme bangavaziya tekoşinê dikin. Em vê stranê diyarî hemû jinên ku ji bo jiyana azad li gorî prensîb û xeyalên xwe têdikoşin û dijîn dikin.

Tekoşine gele Kurd ji bo şoreşgerên cihanê her tim weke dibistana şoreşgeriyê bu. Gelek kes ji bo vê berê xwe dan qadên şoreşê û bi qehremenî şehîd ketin. Jina tekoşinvan Andrea Wolf, Şehîd Ronahî yek jî van bu. Gelek jinên enternasyonalist bi tevlibuyina xwe şoreşa Rojava şopdariya wê kirin. Andrea Wolf bi têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê, xeyala şoreşa cîhanê ji nû ve afirand. Ev keti bu ferqê ku şoreşa Almanyayê bi şoreşa Kurdistanê ve girêdayî ye. Weke hemû hevalên ku ji bo cîhanek azad têdikoşin û jiyana xwe feda kirine, em jî dixwazin ruhê wan di xebatên xwe de pêş bixin. Rêya xwe ya têkoşîna enternasyonalîst, demokratîk û sosyalist şopa wan de bidomînin.

18’ê Gulana 2022’an sêyemîn salvegera vekirina Enstîtuya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di heman demê de 18’ê Gulanê roja şahadeta Hakî Karer û gelek hevalên din ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ew bûn hilgirê azadîyeke ku ji kokên kûr û kevnar şîn dibin û ji me re digihêjin. Ji berxwedana çandî ya vê civakê hêz digirin û hêzê didin wê. Weke şopdarên wan, em her tim li ser van rehên kûr ên berxwedana çandî radiwestin.

Ji bo bîranîna lehengên xwe em bi strana Hoy Zeriye ku bi eslê xwe straneke kevneşopî ya herêma Koçerat e derdixin pêş. Stranek e ku diyarî hezkirinê Zeriyê hatiye kirin. Ruhê wê stranê bi kokên ku me behs kirî ve girêdayiye. Me jî xwest bi guhertina gotinên stranê, zêriyên şoreşê bibîrbînin. Her çend em girîngiya parastina orjînalîteya stranên kevneşopî bizanin jî metirsiya pejirandina stranê bi peyvên cihêreng heye. Bi vê armancê em dixwazin îro bi wê stranê li hemberî jinên ku berî me wê rêya tekoşînê vekirine, xwişk, heval û hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de dilsozî, fedakarî û hezkirina şoreşgerî ragihînin. Ji Sakîne, Arîn û Bêrîtan heta Gulê Selmo, Berta ji Hondurasê, ŞuJîn li Çînê, Ramona ji Chiapasê û heta hemû jinên cîhanê ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kirine em bibîrtînin…

Di Enstîtuya Andrea Wolf de em bi parvekirina tecrubeyên jinên ji herêmên cuda yên cîhanê, ji hev du fêrbûn, li ser mijarên Jineolojiyê xebitandin, di ramanê de, di çalakiyê de, di jiyanê de têkoşîna xwe ya hevpar pêşxistin û armanc dikin. Em bang li hemû xwişkan, hevalên jin, rêxistinên jinan dikin ku ji bo parvekirin, ji hev fêr bûn werin vir, Rojava. Em dest bidin hev, ruhê şoreşa jinê belav bikin!

Bijî şoreşa jinê

Bijî şoreşa gelan

Jin Jîyan Azadî

28.05.2022

Zeriyên Şoreşê

Xebatekê hevpar a

Enstituya Andrea Wolf ya Akademiya Jineolojî

Koma Şehîd Delila

Koma Şehîd Ezda

Deng Tomarkirine: Amir Hesên

Dîmen: JinTV, RojavaTV

Montaj: JinTV

Spasî ji

Navenda Çand û Huner a Hurî ya Amûde

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê

Gelê Gundorê û Dugirî

Kedkarên Jin TV

 

Gotin

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hêza jin her hêvî ye

Navê Zêryam Sakîne

Partiya jin ava kiriye

Navê Zêryam Arîn e

Kobanê rizgar kiriye

Navê Zêryam Berîtan e

Tawîz neda xayîne

Navê Zêryam Gûlê ye

Li Halebê berxwe da ye

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hêza jin her hêvî ye

Navê Zêryam Avesta ye

Afrîne parastiye

Navê Zêryam Malda ye

Jineolojî jiyaye

Navê Zêryam Hêlîn e

Ji Inglîstan çû Afrîne

Navê Zêryam Nûcan e

Heftanîn parastiye

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hoy Zêriyê Zêriyê

Hêza jin her hêvî ye

Navê Zêryam Berta ye

Li Honduras berxwe da ye

Navê Zêryam ŞuJîn e

Jinên sîn rêxistin kiriye

Navê Zêryam Ramona ye

Zapatist rêvebiriye

Navê Zêryam Andrea ye

Çû çiya, ji bo şoreşa gelanê!

Çiqas zilm û zor hebe

Berxwedana me her zindî ye

Guhdar bike ji vê qîzê

Jin ne milkê mala ye

Keleş bîne ji vê jinê

Jin civakê diparêze

Tambûr bîne ji vê jinê

Dengê me bigihêje dinyayê

Bistre, bistre, hevalê

Bo şoreşa cihanê

Rabin, rabin, hevalê

Bo şoreşa cihanê

Wey lê min wey lê min

Wey lê min dinyaye

Wey lê min wey lê min

Wey lê min dinyaye

Jin rabûn ser piyane

Şoreşê ava bike

Jin rabûn ser piyane

Şoreşê ava bike

Wey lê wey lê wey lê lê wey lê

Her bijî şoreşa jinê

Wey lê wey lê wey lê lê wey lê

Bijî şoreşa gelanê

Wey lê wey lê wey lê lê wey lê

Têkoşîna jin pîroz be

Wey lê wey lê wey lê lê wey lê

Jin Jiyan Azadîye

Bunları da beğenebilirsin