Beşek ji peyamên hevalên, dostên enternasyonalîst li ser şehadeta Nagihan Akarsel….

 

Ji Zîlan re…

Em jinên Entenasîyonalîstin

Em jinên ji welatên pir cûdanin

Lê em hemû hatin şoreşê

Bi rêya hêza jinê

Bi rêya hêza jineolojî

Bi rêya hêza hevala Zîlan

Bi rêya hêza Nagîhan Akarsel

Şehîdên me namirin

Şehîd Nagîhan Akarsel namire!

Ronahîya wê, kenên wê, hezkirinên wê,

Ruh, dil û rêya me yek dike!

Têkoşîn û hêvîyên me yek dike!

Hêza jinan li gişîtî cîhanê yek dike!

Jî Îranê haya Meksîko

Li Başûr heya Rojava

Ji Katalonya heya Belûçistan

Ji Afganîstan heya Hîndîstan

Ji Sûrya heya Afrîka başûr

Ji Endûnêsya heya Rûsya

Hevala Zîlan,

Em bêrîya te dikin!

Em te ji bîr nakin!

Em tola te radikin!

Em ji bo azadîyê jinê berdewam dikin!

Ji hevalên Enternasyonalîst li Rojava

 

***

 

Ji bo Nagihan…

Wek komiteya jineolojî ya Katalonya me Nagihan Akarsel bi navê Heval Zîlan nas kir. Dema ew di nav xurfeyeke de bi me re bû, me bi saatan pê re nîqaş dikir. Wêdemê, me roniya çavên wê û cesareta gotinên wê wek encama tekoşîneke demdirêj dît. Dema em li Rojava, li Enstîtuya Jineolojiyê bûn, me jiyana xwe, sohbetên xwe, şîroveyên xwe, tekoşîna xwe bi hev re parve kir. Rêheval Nagihan, bi pirsên xwe, bi fikrên xwe bi me re deriyên cihanên cuda vedikir, milên nu ya tekoşînê nîşanî me dida.

Wek hevalên enternasyonalîst, naskirin û pêşxistina jineolojiyê di heremên xwe de tê wate ku em ji jinên Kurd yên tecrûbeya wan bi dehan salan heye fêrî zanista jineolojî dibun. Jineolojî wek zanista jin û jiyanê ji me ra fehmkirineke kur li hemberî dîroka xwe û mîraza jinên berxweder vekir. Bi vî rengî, em anîn ser rêka azadiya jinê.

Dijmin dîsa mêsajek ji me ra rêkiribû. Feraseta wê di kiryarên wî de careke din diyar bû. Tirsa faşistan li hemberî jinên rêxistinkirî û zanistî hişt ku bi şêwazeke tirsonek wanan dikûjin. Kuştina hevala me ya Nagîhan Arkasel şerêkî qirêj diyar dike. Rêjîma Erdogan a faşist ku bi pozbilindtiyeke mezin hevkariya KDP dike li hemberi tevgereke jin ku roj bi roj xurtir dibe şer dike.

Lêgerina azadiyê ne tenê xeyaleke. Ratsiya wê di tekoşîna jinên cesur de li hebsê, nav qadan, di nav bajaran de, li deştê û serê çiya diyar bûye. Şewqên tekoşina wanan digihîjin çar aliyên cîhanê. Hevala me Nagîhan Arkasel beşa vê tekoşîne ye. Eşa ku em îro hîs dikin wê bizivirîne hêrsê. Dilê me bi hêrsa Jina Amini û hemu jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tijî bûye. Van jinan bi çalakiyên xwe wate, dîrok û berxwedan didin slogana “Jin, Jiyan, Azadi”. Hêrsa me ji hemu cîhane ra nîşan dide ku vîna me xurtir dibe. Em ê gotinên Nagîhan belav bikin, em ê keda wê her tim bi bîr tînin û em soza tolhildanê pêk bînin. Salên dirêj bi kedeke mezin lêkolina xwe pêsxistiye û bi hezkirin û xebatên kolektîf gavên pêş da avêtin. Em keleka Tevgera Jinên Kurdistanê dimeşin. Rêka wan, rêyeke pêşenge. Ew tekoşîna azadiya li Rojava, Rohilat, Başur û Bakur reve bibin.

Em erîşê ku bû sedema jiyana Nagihan Akarsel şermezar dikin. Em pergala desthilattariya zilam yê ku ji hişmendiya rejîmên peritî ya wî cîhanî ve tê palpiştkirin şermezar dikin. Em jiyan hezdikin, lewma gava yekem ji bo tolhildan, jineolojiyê hîn zêdetir belavkirinê bibe. Tolhildana me ew tovên jineolojiyê ku hêrs, cesaret û ronahî geş dike belavkirinê bibe.

Hemu rêhevalan re slavên şoreşgerî. Şehîd namirin.

Jin Jiyan Azadî

Komiteya Jineolojî ya Katalonya

 

***

Nagihan Akarsel – Riha Neteweya Demokratîk bû…

Dema hevalek bi şîdeta sîstemeke hov tê qetilkirin, jiyan disekine. Windahiyeke çêbibe ku nayê vegerandin. Îro Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat qetilkirin. Ser kolanê bi guleyan hat kuştin. Me Havel Nagîhan nas dikir û ji tecrubeyên xwe em dizanin ew kesayeteke pir hêja bû. Me ew di van salên dawi wi demên cuda cuda nas kir. Hevala me herî dawî li Basûrê Kurdistane di beşa Jineolojiyê de kar dimeşand, pirtûkxaneyek ava kir, semîneran dida û gelek kar û xebat da meşandin.

Meriv çawa dakare hevaleke ku vê sibê di rê de ber bi wê pirtûkxaneyê ve bi zanebûn hat kuştin, behs bike? Pergala faşîst ku jinên azadixwaz qetil dike bi vî rengî jinkujiyê pêşdixîne.

Em îro naxwazin behsa qatilan bikin, em dixwazin behsa Nagihan Akarsel bikin. Ji ber ku em bi hurmet û hezkirina xwe deyndarê wê ne. Em tu carî ji bîr nakin û têkoşîna wê li Almanyayê û li gelek deverên cîhanê, weke gelek dostên Kurdistanê em têkoşîna wê dimeşînin.

Nagîhan Akarsel jineke ku di nava tevgera jinên Kurd de cihe xwe digirt û wê her tim bigre. Wê ruhê Netewa Demokratîk bi fikir û pêşniyarên ji bo birêxistinkirina civakeke azad ji bo gelek kesan da fehm kririn. Hebûna wê, nêzîkatiya wê li hemberi me û bi gelek kesên din re pir taybet bû. Her tim mirovên derdore xwe hîs kir û fehm kir. Hevala me bûye peşenga civaka gelên cîhanê. Ew her roj bi hevalên xwe re li dijî sîstemê, li dijî dewletê têkoşin dikir. Wê hevaltiyeke rast jiyan kir û her tim dinirxand çi ji bo jiyaneke azad lazim e em bikin. Wê biryar dabu ku soza xwe ya bedewbûnê pêkbîne û pêşîya xirabiyan bigire. Pêkanîna pîvan bedewbunê jê ra her tim wek kêfxweşiyeke mezin dibû. Her tim bi gel re dixwest bikeve rêya azadiyê. Pir bi sebir bu, fehm kir ku ji bo guhertina civakê demekî dirêj lazim e. Meraqa wê ser cîhanê, ji me û jinên ji çar aliyên cîhanê bûye ilhameke mezin. Em pê diêşin ji ber ku em dizanin ku meraqa wê êdî nikare cîhanê keşf bike.

Taybetmendiya wê baweriya wê ya kûr bi jinan re bû. Helwesta wê em anîn şoreşê û heya niha em beşdariya mîraza wê dibin. Wê eşkere kir ku dirûşma “cîhanek ku gelek cîhan tê de bikevin”, bingeheke rastîn e.

Bawerî ku wê dida me, ji xwebaweriya me mezintir bû. Bi rengekî watedar, me ber bi berpirsiyartiya li hember cîhanê ve bir. Me her tim dikaribun kêfxweşiya wê hîs bikin ku û em dizanin ku em tekoşineke hevpar dimeşînin.

Jineolojî zanista jin û jiyanê ye. Li gelek parçeyên Kurdistanê dîroka jin, zanîn û berxwedan derxist holê. Bi vî awayî civaka Kurd anî ba hev. Wê girîngiya zanista şoreşgerî, zanista civakî û ji bo jiyanê, xistibû kesayeta xwe da. Heval Nagîhan gelek her tim giranî dida xweşibûna jiyanê. Bi hêjayî jiyan dikir û pir bi hevalên xwe giredayî bû. Nirx û rêzgirtin dida detayên jiyanê. Hezkirin û eleqeya kûr a jiyanê di hemû aliyên wê de pir diyar bûn.

Hevalên ku bi rengê xwe, bi dil û can û bi hemû hebûna xwe êrîşî vê pergala hov û nemirovane dikin ji sisteme dibin xetereke mezin. Pergala kapitalist dixwaze mirovên ku di hindire xwe de civakek azad hildigirin têk bibin. Hevalên wek Nagîhan her roj di sisteme de têkbirineke afirandine. Her roj cîhanek nû bi hezkirin, dilsozî û biryardarî ava dikir. Desthilatdaran difikirin ku bi çekan dikarin van hemûyan tune bikin, lê em bi wê û hemû hevalên din re têkoşîna xwe didomînin. Di her pêngava têkoşîna me de em Heval Nagîhan bi bîr tînin. Bîranîna wê wê her tim têkoşîna jin li Kurdistanê, jineolojî û hemû beşên şoreşê ji bo avakirina civakeke azad bîne bîra me. Em wê di dilê xwe de digirin.

Hezkrina me bi Heval Nagîhan û hemû jinên têkoşêr ku hatine qetilkirin re bi fîşekan nayin tunekirin! Ne îro. Ne sibê. Qet.

Şehîd Namirin! Hevalên me şehîd rêya rast nîşanî me didin. Biryardariya wan û hebûna wan hêz dide me da ku em her roj ser şopa wan dimeşin.

Hin enternasyonalîstên Alman

 

***

Hevalên hêja û bi rûmet

Îro rojeke girane, min biryar da dixwazim kêmek moral bidim we. Ez diêşim ez dizanim hûn ji min hîn zêdetir diêşin. Niha çar sal zêdetir çêbûn ku ez hatime gel kar û xebatên jineolojî û ez dikarim bêjim cihê moral, enerjî û hezkirin di nav vî xebatên pîroz her roj zêde bûye û her kêlîyê bi wate derbas bûye.

Qet ji bîra min naye dema konferansa jineolojî li vir min hevala zîlan nas kir û bi naskirina wê min dît jinên di nav tevgera jinên azad çiqas xweşin, bi hêzin û bedewin û bi hêvî ne. Jinên herî xweş û pêşeng kêleka Rêbertî derketin, bi fikir û felsefeya Rêbertî xurt bûne û bûn pêşengên vî şoreşê û hêvîya hemû jinên cîhanê ne. Lê azadî çawa derdikeve? Bi têkoşîna jîyana azad û bi wate. Raste, di bingehîya her têkoşînek êşeke giran heye. Êşek ku ji mere bibe mînak, çima em ketine meşa şoreşê û çima em êdî nikarin bêdeng bimînin? Roja şehadeta rêhevala me zîlan jî ji bo me bibe mîraseke wisa. Ez îro çiqas bi êş bim jî sibê bibim tola wê. Em dijminê xwe baş nas dikin. Em dikarin li dijî wê hîn xurttir têbikoşin û stratêjîk bimeşin. Ji bo hemû hevalên akademiya jineolojî û rêhevalên zîlan ez hezkirinê xwe dişînim û we hemûyan hembêz dikim. Min xwestibû ez îro gel we bûma lê bi hîskirina xwe em cem hevin.

Şehîd namirin!

Hevalek ji Swîsre

 

***

Dema ez hevala Zilan tinim bira xwe, tiştek bi taybetî tê bira min. Berî 3 sal, dayikên me dihatin Rojava wek şandê dayikên aşitî, ji bo ku dayikên Efrinê nas bikin û ji bo me bibinin. Bes KDP deh roj ser hev ne dihişt ku dayikan derbasê sînor bikin. Ew jê pir eciz û xemgin dibûn, ji ber vê hevala Zîlan her diçu cem wan. Ji ber ku min hevala Zilan, germbun û dilfireha we nas kiribu me qet xem nedikir ji bo dayikên xwe, ji ber ku me zanibû ku tevî astengên ziman ew wana rahat bike.

Hevalek Fransî

 

***

Ez bi rastî jî pir pir xemgînim, ji bo hemuyan û ji bo şoreşê. Heval, di jineolojî de hevalekî herî şerîn, giredayî û hezbar bû. Her tim bi kena xwe, bi handaniya xwe ve bi me re bû, şîroveyên xwe her tim bi bandor bû. hemû hevalên nêz ya ku bi salana pê re kar dikin sersaxî dixwazim, xemgîniyê xwe parve dikim.

Hevalek…

 

***

Heval, me nû bîhîst ku heval Nagîhan Akarsel hatiye şehîd xistin. Ji Ekwador, em ji bo jinên Kurd û gelê Kurd ya şoreşger re hêz û quwwet rêdikin. Ji Ekwador heta Kurdîstan jin jiyan azadî! Mujer vîda y lîbertad!

Hevalên Ekwador

 

***

Ji zilana xweş û mezin re. Em xemgîn in, em birîndarin ji ber kû em girêdayî ne. Em birîndar in lewma em berpirsiyar in. Em bihêrs û xemgîn in. Lê bêle em xemgîn in bihevre û aşkere. Wilo em dizanin em berpirsîyar in û em dizanin em bihevre xurt in. Shehîd namirin. Jin jiyan azadî!

Ji Swîsre

 

***

Jin-Jiyan-Azadî” tu carî naye bêdeng kirin. Bi Jineolojiyê, ber bi şoreşa jinê ve…

Em Şehîd Nagihan Akarsel bi hêrs û hêvî bibîrtinin.

 

Ez fêr bûm ku hêrsa xwe ji bo bilindkirina xwe bidim der” Audre Lorde, wekî jineke çerm reş û lezbiyen, daku beramberî erîşên nîjadperestê bisekine girîngiya hêrs tîne ziman. Hêrs xwe dane der, di nav pêvajoyê de xwe çêkirin, çalak buyîn girînge. Pewîste şîn jî di hundirê me de nemîne, em bidin der.

Bi şehadeta Nagihan Akarsel, em xemgînîn em bihêrsin. Şervaneke avakera jiyanek azad u ji bo vê bi jineolojiyê ve avakirina bingehê zanistî ya ku bihevrebuyînê jinan ve tê hunandin bu. Ji bo me ew weke gulekî bû, jineke Kurd û şervaneke azadiyê bû.,

Di kesayeta wê de, pêşengtîya rexistina jinan, bingehê rewşenbîrî ya xeta fikra azad, radikal u lêkolîner hat hedef kirin. Nagihan Akarsel, pêşenga jineolojiyê û şoreşa jinê bû.

Di demên aloziyê de, qeyrana gerdûnî ya berfireh ku em hemu hîs dikin û carnan wulo lê dike ku em perçiqandî û bêhêvî hîs bikin. Êw şervanên azadiyê, ew jinên şerker yên ku ji bo rê li ber civakek azad vekin bi zelalî û bi biryardarî dixebitin, ji pergala desthilatdarî re metirsî ne.

Jinên ku her tim jiyan û baldarbuyîna têkiliyên civakî û heman demê ekolojîk di navendê de digirin; hemû zayendan ji baviksalarî rizgar dikin; bêyî dewlet, mîlîtarîzm, bêyî parçebûn û hiyerarşiya di navbera mirovan de, bi cihêrengiyên mirovan, an jî cîhêrengiyê di navbera mirov û formên din ya jiyanê jiyan dikin, ji bo pergala heyî metirsî ne. Nagihan Akarsel ji bo van guhertinên civakî lêkolîn kiriye û navendên lêkolînê ava kiriye, xebatên perwerdehiyê kiriye. Alîkariya damezrandina Kovara Jineolojiyê kir û di desteya edîtoriya wê de cih girt. Ji ber lêkolîn û nûçegîhaniya xwe ya rexneyî weke rojnameger û şervana jin gelek salan di girtîgehên Tirkiyeyê de jiyana xwe derbas kiriye. Herî dawî li Silêmanî bi xebatên Navenda arşîv, lêkolîn û pirtûkxaneya jinan, avakirina Jineolojiyê berdewam dikir. Dema bi qestî, gule li wê reşandin, ber bi pirtûkxaneya jinan ve dimeşiya.

Nagihan Akarsel, bi gelek kesan û Tevgera Azadiyê Kurdîstanê re, ji bo jiyaneke azad û adîl di nav lêgerîna zanistêkê de bû. Deh sal zêdetir bu ku ew lêgerîn bi jineolojiyê ve şêmber kir, pêşxist û belav kir.

Krîza kûr a gerdûnî – ya mîlîtarîzm, şerên emperyal, av û hewa, birçîbûn û xizanî, tenêtî, rûxandina xweza û bingeha civakî ya jiyanê, her wiha nefreta dijî jin û zayendên din ên bindest, zêdebûna faşîzmê û jinkujiyê – me neçarî aloziyan jî dike, lê heman demê ji bo alternatîfên azad, demokratîk û azadiya zayendan jî şansek e. Ji bo wê jî divê bi zanebûn û rêxistinbûyîn hêza alternatîfên azad u demokratîk bê xurt kirin. Ji ber ku aliyê dîktatorî, emperyalîst xwe amade kiriye. Zanist jî di nava qeyranê de ye.

Giredanbûna zanistê bi kolonyalîzmê, desthilatdariya mêr, dogmaya mezinbûna kapîtalîst, bindestiya xwezayî, artêş û dewletê re berfireh û kûr in. Pirsgirêk jixwe di bingehên dîtina heqîqetê de, di epîstemolojî û rêbazan de, di dabeşbûn, îdîayên kontrol û gerdûnîbûnê de, di modela têgînî ya ku cîhan, xweza, civakê dike obje de, heye. Çareseriyên baş ji bo jiyanek birûmet, dadperwer û parastina jiyanê li ser vê bingehê nayên dîtin, ji ber ku piraniya lêkolînan beşdarî parastina felaketa heyî dibin. Ji ber vê yekê jî Nagihan Akarsel di wê baweriyê de bû ku pêdiviya zanistê bi bingeheke nû heye. Guhertinek paradîgmayê û lêkolînek ku bi civaka demokratîk re, zanînên ku xwerêveberiyê wekî hevjiyana civakî di civatek cihêreng de û di xweberpirsiyariya exlaqî-siyasî de xurt dike û piştgirî dike, derxe holê û biafirîne. Jineoloji zanisteke ku çareseran di nav têkiliyan de, di nav çarcoveyên mezin û kûr de û di pivanên me exlaqî de digere. Ev taybetmendiya jineolojî nahele ku em çareseriyên şaş di rebazên parçekirina jiyane û objekirine de bigerin. Wanan ji jiyana me dûr in û xwe dispêrin feraseta tunekirinê. Nagihan Akarsel di gelek astan de têkiliyên cîherenk avakirîye û ji bo civaka azad, siyasî-exlaqî, demokratîk di danîna bingehên zanista têkiliyan de bûye pêşeng. Projeya avakirina zanistekê ji tecrubeyên tevgera azadiya Kurd û li ser dîroka Mezopotamya ku dergûşa şaristaniyê ye, ev projeya Jineolojiyê ya ku di jiyana Nagihan Akarsel de cihekî esas girtiye, li Ewropayê jî gihaşt me û bû îlham. Ev çend sal in nêzîkatiya zanistî ya Jineolojiyê, rêbaz, têgeh, teorî û analîzên wê ji bo gelek çepgir, demokrat, enternasyonalîst û femînîstên li Ewropa û deverên din ên cîhanê bûye xalek girîng. Hetta bû bingeha xebata, “Feministische Organisierung Gemeinsam Kaempfen (ji bo rêxistina femînîst bi hev re tekoşîn kirin)” jî. Di sala 2014’an de di konferanseke navneteweyî ya mezin de û ji wê demê heta niha di gelek çalakiyan de Jineolojî li Ewropayê hate naskirin û nîqaşkirin. Ji sala 2017-an vir ve, gelek kampên perwerdehiyê yên çend-rojî bi tevayî bi sedan beşdaran li welat û deverên cûrbecûr yên Ewropayê pêk hatine, ku pênc ji wan heta niha li Almanyayê bûn, û hîn jî berdawamin. Du civînên taybet ên “Gender studies meets Jineolojî” hatin lidarxistin, her yek nezîkî 100 beşdarvan ve, ya din dê di sala 2023’an de were lidarxistin. Jineolojî zaningehê Almanya jî di nav de dî gelek bernameyên perwerdê de cîhê xwe girtîye. Zanîngeha Emden/Leer ji zêdetirî 4 salan e ku bi beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava re li herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevkariyeke zanîngehê didomîne û zanîngeha Bremenê jî jineolojî kiriye beşek ji zanîngeheke havînê ya transneteweyî, li zanîngehên din jî mamosteyên jineolojî wekî mêvan ders dane.Îro li Ewropayê hin kesên ku behsa Jineolojiyê dikin, bi Jineolojiyê re dixebitin û jineolojîyê derdixin pêş,ya rasterast ya jî bi şeklekî NagihanAkarsel nas kirine. Mînak li Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dema ku di Hezîrana 2021’an de bi şandeya aştiyê ya navneteweyî ya Başur/Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbûn, an jî têkildarî avakirina pirtûkxaneya jinan a Silêmanî. Kuştina Nagîhan Akarsel, berdewamîya rêze cînayetên jinên pêşeng ên azadiyê yên Tevgera Kurd û tevgerên din ên cîhanê ye. Komalên Jinên Kurdistan (KJK) diyar kir ku: “Ev yek nîşan dide ku em bi êrîşeke cîhanî ya dijminatiya li dijî jinan ya kapîtalîst re rû bi rû ne, ku dixwaze sedsala me nebe serdema azadiya jinê.”(4.10.2022) Li hemberî van qirkirina (femînîsîd) jinên şoreşger, li dijî hemû qirkirin û pêkanînên dijmintiya li jinan û hewldanên li dijî jinê yên ji bo domandina desthilatdariya mêr a serdest, divê em hêrs, hevgirtin û rêxistinbûna xwe ya xurt a ji bo şoreşa jinê derbixin holê. Bi boneya kuştina (femîzîd) jin Jina Mahsa Emînî li Îranê, Ofîsa Jinên Kurd a Aştiyê „Cenî“ wuha dinivîse: “Eger îro [banga] „Jin, Jiyan, Azadî!“ kolanan bilerizîne û jinên cîhanê ji bo hevgirtinê li kolanan kom dibin, ev pêngaveke din a hevpar a şoreşê ye. Ger em êş û hêrsa xwe ji hestîyarîyek rêzê derxînîn u veguherînin hêzeke şoreşgerî, yê me bi pêş ve bibe; û wê demê yê serhildanê me her û her zindî bibin. (0.09.2022) Êrîşa hovane ya li dijî çalakvana mafên jinan Nagihan Akarsel a li Silêmanî yê, dîsa her kesên ku bi hefteyan bi dirûşma ‘Jin-Jiyan-Azadî’ li seranserê cîhanê dadikevin kolanan jî rastî êrîşan tên. Ev slogan ji tevgera jinên Kurd tê û fikra azadiya jinê ya ku Nagihan Akarsel jî rengê xwe daye û xistiye pratîkê îfade dike. Serhildanê ku piştî kuştina Jinê ya Jina Mahsa Emînî ranewestiya, niha bi protestoyên li dijî kuştina jina Nagihan Akarsel her ku diçe gurtir dibe. Li Başûrê Kurdistanê ku Nagihan Akarsel lê hat qetilkirin, artêşa Tirk û istîhbaratê ya Tirk ji bo berjewendiyên NATO’yê li dijî Kurdan û hêviya wan a azadiyê, gerîlayên PKK’ê şerê tinekirinê yê emperyalîst dimeşînin. Li çiyayan gaza jehrê ya ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hatiye qedexekirin, bi girseyî li dijî çeperên gerîlayan tê bikaranîn. Daristan tên wêrankirin û gel ji gundên wan tên derxistin. Kuştinên bi balafirên bêmirov li dijî rêberên tevgera Kurd tên kirin. Bombebaran cihên rêveberiya xweser yên weke Êzidiyên li Şengalê û wargeha penaberan a Mexmûrê tê kirin. Li bajarê Silêmanî, kuştina Nagihan Akarsel pêncemîn kuştina çalakvanên Kurd e di heyama salekê de ye. Herî dawî, di dawiya meha Tebaxê de, dîroknasekî ku bi Tevgera Azadî ya gelê Kurd re dixebitî jî li ber deriyê xwe bi guleyan hate kuştin. Li pişt van hemû cînayetan guman heye ku istîhbarata Tirk MÎT’ê hebe. Rastiya ku MÎT dikare li ser xaka hikûmeta Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê çavdêrî bike, lêpirsîn u binçavîyan bike û mirovan bikujê (ku herî kêm 60 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li wir hene û bombebaran, kuştinan bi balafirên bêmirov û êrîşên gazên jehrî berdewame), bêyî hevkariya PDK nikare pêkwere. Li hukumeta Herêma Kurdîstanê ya ku di bin serweriya PDK ê ku di bin kontrola malbata Barzanî de ye, bê hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî tiştek li bakurê Iraqê çênabe. PDK piştgirî dide polîtîkayên dewleta Tirk ên dij-kurd, antî-demokratîk, dij-jinan û emperyalîst û bi tedbîrên leşkerî yên wekî keşf, çêkirina rêyan û bi kemînan re şerê xwe xurtir dike. Ji ber ku MÎT li her derê dikare azad tevbigere, kuştinên mîna Silêmanî gengaz in. Duyemîn partiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, YNK ku rêveberiya Silêmanî dike, diyar e ku li dijî vê yekê jî tiştekî nake. Piştî kuştina Nagihan Akarsel, KNK’ê ragihand ku ji bilî YNK’ê, bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, NATO, YE û Konseya Ewropayê tê kirin ku dawî li înfazên derveyî hiqûqê yên Tirkiyeyê (ku hevkariyek wan heye ) rawestînin. “Siyaseta derve ya femînîst” ya ku Wezîra Karên Derve ya Keskan Annalena Baerbock jî îddia dike, dibe hevkariyeke dewletên bi vî rengî ku ji Peymana Stenbolê li dijî tundiya li ser jinan vedikişe û kujerên jinan bêceza dihêle, û bi ew dewletê ku îhtîmaleke mezin destê îstîhbaratê wî di kuştina Nagihan Akarsel de heye, ji komediyêkê wêdetir e.

Werin em bi qîrîna “Jin-Jiyan-Azadî” re tu serhildana bêdeng nehêlin û bi ser bikevin.

Werin em Jineolojî û azadiya jinê bikin bingehê lêkolîna xwe, ramana xwe, pratîka xwe, civaka pêşerojê û cîhana konfederalîzma demokratîk.

Nagihan Akarsel bi me re dijî. Şehîd namirin!

 

Têkoşîna bi hev re” Rêxistina Femînîst a Xweserî û Xweseriya Demokratîk

Komîteya Jineolojiyê ya Almanya

***

Ji bo şehîd Nagîhan Akarsel

Ez te nas nakim

Min qet destê te negirt dinava destê xwe

Hem jî min te hiç silav nekiriye

Tu rûyê min nasnakî

Te min ne ramûsand

Te ne karibû xatir bixwazî

 

Lê bes

Ji bo ew qas tiştên xwendin

Ji bo ew qas çîrokên jiyîn

Te çi qas zêde da min

Te baraj rakir

Te çem vekir

Da ku zanîn biherike

Li sûlavan

 

Di hundirê me

Bi avdayîna xîz

Ji bo danîna çîrokan ji insanên din,

Bi hêzekî komûnal

Bi gezgezokên dîn

Ên ku dipişkivin

Di hundirê me hemuyan

Diyarîyên wek hevûdu

Te çand

 

Min te qet neditiye

Min qet destê te negirt dinava destê xwe

Lê bes

Dilê me hevûdu nas dikin

Şehîd namirin

Hêvalên Ji Başurê Fransa

 

***

Ji bo bîranîna heval Zîlan…

Dayîka Xwedavend

Dema zarok tê cîhanê çavê xwe cara yekem vedike, şîrê dayîk vedixwe, wek dermanê jîyanê ye.

Dema zarok mezin dibe, bi lingê xwe cara yekem dimeşe, destê dayîk alîkar dibe. Wek hêzek herikbare.

Dema zarok têkilî ava dike, bi devê xwe cara yekem bi zimanê dayîka xwe diaxive. Weke çeka parastinê.

Dema zarok jîyan nas dike meraqên xwe cara yekem bi dayîka xwere parve dike, weke perwerda civakbûnê. Dema zarok bibe jin zanebûna xwe cara yekem ji dayîka xwe fêr dibe û parvedike. Weke hêvîya pêşerojê.

Dema zarok bibe zilam û zanebûna xwe cara yekem bikeve berpirsiyartiya destên wî, weke amûreke ku dikare ji bo azadî ango ji bo desthilatdarî bi kar bîne.

Dayîka me hemûyan yeke! Zanebûna dayîk zanîngeha jîyana azad e. Eger em vî heqîqetê baş fêm bikin pêşeroj, jîyana azad e.

Şehîd Namirin…

Hevalek ji Rojava

Bunları da beğenebilirsin