Zanista Sedsalan Jineolojî

Zozan Sîma

Qezencên ku hatine bi dest girtin û pêşketinên ku em jiyan dikin ji bo sedsalan ji bo azadiya jinê dibe bingehên girîng. Di rastiyê de qerektera azadiya jinê rastiya vê sedsalê dide diyarkirin. Ji ber vê hertim êrîş û dextên derve yên hovane tên pêşxistin. Li hemberî van dext û êrîşan li gor qerektera azadiya jinê her çalekî û xebata ku tê kirin di heman kêliyê de bandora xwe li her deverê eşkere dike. Bi qasî ku xuya dike ji aliyê Tevgera Azadiya Jinê ve hertiştê ku were gotin hatiye biziman kirin. Li kêleka vê Tevgera Azadiya Jinê hêviyên nû jî ava kirin. Bi van hêviyan ve girêdayî her nîqaş û têgeha ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinê ve tê bikaranîn pêşî li nîqaşan û guftûgoyan dide vekirin. Ji serê çiyayên Kurdîstanê heya Latîn Emerîqayê, ji Rojava heya Metropolên Tirkiyê û bakurê Kurdîstanê, heya Ewrûpa li qadên berfireh her gotina ku tê gotin deng vedide û her derê bi tesîr dike. Bi vê rastiyê ve girêdayî Jîneolojî jî dengekî berfireh daye.
Jîneolojî niha di pêvajoya naskirin û xwe dayîna naskirinê de ye. Lê belê tevgera azadiya jina kurdîstan û artêşa ku ji aliyê tevgera azadiya jina kurdîstan ve hatiye amadekirin, fikir û ramanên ku partîbûna jin, konfederasyona jin pêş xistiye gîhaştiye heya merheleyekê. Bi vê armancê derketinên nû hedef dike. Jîneolojî jî dibe yek ji navê van derketinên nû. Di eniya xwe de gelek fikir û berhevên ku bidest xistiye êdî hewil dide van bi civakê re, bi jinên cîhanê re parve bike. Jîneolojî weke kombûna vana hemuyan dikare were nirxandin. Heya niha civakan hertim bala xwe dan jina kurd ya di eniya şer de. Bi jina şervan re eleqedar bû. Lê belê fikir û çalekiyên ku ev asta artêşbûna jin derxistin holê hene. Pir zêde ev nehatin şopandin û lêkolînkirin. Bi kêmahî hinek analîz û lêkolîn hatin pêşxistin. Lê belê ev jî bi çavdêriyên oryantalist û bi bandorên pozîtîvîst dagirtî bûn. Bi pêşdaraziyan hatin bidest girtin. Ji ber van sedeman bi mafdarî ev xebat nehat nirxandin û cihê xwe di gelemperiya cîhanê de nedît. Tê zanîn ku femînîzmê bi şoreşa fransa, bi tekoşîna mafê jinan ya li îngîlîstan û DYA yê bûye derketinek nû. Di rojhilata navîn de jî bi pêşengiya jina kurd tekoşîna bi dehan salan ya ku şekil û şemala xwe girtiye û bi ceribandinan hatiye honandin êdî derbasî qada zanistên civakî dibe. Dema ku vê dike jî bi dersên ku ji tekoşînên jinan girtiye pêş ve diçe. Bi mirasa tekoşîna jinan ya di her qada civakê de diyar bûye, bi berxwedanên şexsî û giştî yên hevpar qada penasekirina xwe hîn zêdetir dewlemend dike. Dîroka koletiya jinan di dîroka rojhilata navîn de veşaritye. Hedef dike ku bi azadiya jin ya rojhilata navîn û hêzên berxwedanê, vê rastiyê derbixe holê. Li ser van xakan potansiyela şoreşa jin ava bûye. Em di vê baweriyê de ne ku wê ev potansiyel hemû tevgerên azadiya jinên cîhanê jî bandor bike û pêşengiya hemuyan bike. Em dikarin bibêjin di van aliyan de gavên yekem hatine avêtin û wê ev berdewam bikin.

Bunları da beğenebilirsin