ZANÎN, KETINA FERQA XWE YE
‘‘ ZANÎN, KETINA FERQA XWE YE‘‘
‘‘ZANIST, ŞÎROVE KIRINA WATE YA HERÎ PÊŞKETÎ YE‘‘
‘‘ BINGEHA HEMÛ ZANABÛNAN, XWE NASÎN E‘‘
Rêber APO
‘‘ Xwe bizane”… di mîtolojiya Yewnan de, li ser deriyê perestgeha Delpoi ku ji bo xwedewenda axê Gaia hatiye çêkirin, wisa hatiye nîvîsîn.
Çawa ku hemû nirxên jinê hatiye dizîn, ev perestgeh pişt re li ser navê xweda Apollon hatiye nasîn. Lê belê yên ku di perestgehê de rastiyan/heqîqetê vedibêjin kahînên jin yê bi navê Sybill in.Ji bo ku em zanistê rast pênase bikin, divê em lê binêrin ku mirovan bi hezaran salan jiyan çawa famkirine û wate dayê ne. Dîroka zanistê bi hewildana mirovan ya ji bo fêmkirina jiyanê ve destpêdike. Ji ber vê ye ku di zimanê aryenî de peyvên zanîn, nasîn û fêm kirin ji heman kokê tên.
Fêm kirin bi ketina ferqê ve destpê dike. Hêza mirovan ya ketina ferqa xwe û pêşketina wê, biqasî beridandina biyolojîk encama civakîbûnê ye jî. Ji bo jiyan were berdewam kirin taybetmendiyên bingehîn wek xwe têr kirin, xweberdewam kirin û xwe parastin pêwist dike. Lê belê jiyana mirovan ne bi tenê ev e. Ji ber vê sedemê ku, cureyên mirovan ên wekî homo habîlîs, homo erectus û neandertal nekarîn bijîn û tune bûn, lê homo sapîens sapîens mirovê ku di ferqa fikirandina xwe de ye jiyana xwe domand.
Mirov ne tenê cureyêke ku difikire, di heman demê de ferqa fikirandina xwe de ye. Ketina ferqa fikirandina xwe, bi beridandina biyolojîk ve girêdayî lê di encam de civakbûyîna kû em wek xwezaya duyem binav dikin pêşket. Heke civakbûyîn nebûya, şansê jiyan kirinê ya homo sapîens sapîens jî çênedibû. Civaka mirovan di aliyê çawanî/kalîte ve, ji ajalên weke morî, mêşên hingiv û ji ajalên ku weke kêrî digerin cuda ye. Buyîna civak, di stargehên hevbeş de jiyan kirin, bi hev re çûyîna nêçîrê ango ji dervayî jiyanê biryarên hevbeş girtin û li dora nirxên hevbeş hatina gel hev îfade dike.
Ji bo ku ji kombûnekê re civak were gotin, divê xwedî nirxên hevbeş be, xwedî çanda jiyana hevbeş be, xwedî çandeke ku li ser esasê hevgirtin, lihevkirin, pevçûn û pişt re jî lihevkirinekê be. Biryarên hevbeş girtin û pêkanîn siyasetê, başî-xirabî, xweşikî-kirêtî, rastî-şaşiyê, lê cûdahiyên di navbera wan de jî exlaq îfade dike. Civak li ser wan her du bingehan ango exlaq û polîtîka hatiye avakirin.
Klan dendika vê ya herî sadeye. Şêwazekî civakî ya saf exlaqî û polîtîk e. Civakîbûn di heman demê de asta bikar anîna ziman û fikirandinê tîne rewşeke bandorker û têrker. Bi vî awahî mirov him dikeve ferqa xwe him jî dikeve ferqa gerdûnê. Her ku tekiliya di navbera mirovan de dewlemendtir dibe zanyarî parve kirin, hevparbûn, bibîranîn hêza behremendiya/yetenek razber fikirandinê bidestdixe. Êdî mirov ne tenê bi tiştên ku dibîne, dibihîze, tam dike û hîs dike, lê her wiha hêza bi sembol û remzan dikare bifikire. Li ser dîwarên şikeftan wêneyên hatine xêz kirin dîsa peyker û tiştên weke pîroz yên tên dîtin jî îspata vê tiştî ye.
Koordinayona di navbera penç organên hisî mina çav, bevîl, dest, guh û ziman de agahiyên hatî bi hevra girêdan û bi bîr ango hişê xwe de tiştên berî re giredayî şîrovekirine re digêhêje lutkeyek bilind. Ev jî xwesteka fêmkirin ango lêgerîna heqîqetê dide destpêkirin. Bi hewildanên mirovan ji bo xwe bi wate bike û lêgerîna wê û pêvajoya nasîna gerdûnê yekgirtî ye û bi hev ve girêdayî pêşketiye.
Di destpêka dîrokê ve, bawerî û felsefeyên kevnar tekiliyên mirovan û gerdûnê bi van gotinan tînin ziman:
‘‘ çi li jor e, ew li jêr e’’
‘‘ gerdûn mirovek mezin, mirov gerdûnek piçûk e’’
‘‘ di cewhera mirov de ronahiya xwedayî heye’’ wana îfadeyên felsefî, mîtolojîk û olî yên vê yekitiyê ne.
Heke mirov teyisandinek piçûk ya gerdûnê be, wê demê naskirina mirov û fêm kirina vî, naskirin û famkirna gerdûneye jî. Ji ber vê sedemêye ku, peyva ‘’xwe bizane’’ pênaseyek rast ya bingeha hemû zanabûnan e. Di serpêhatiye xwe zanînê yê mirovan de, tişta ku yekemîn ferq kirine çerxa xwezayê ye.
Jiyan-mirin û vejîn… Ev çerxa ku di xwezayê de her tim dubare dibe û domdare, di çerxa demsalan de, di tevgera heyv û rojê de û di jiyana daran de tê pir eşkere tê dîtin.
Gelo ji darê ku her sal di biharê de gul vedike, di havînê de fêkî dide, di payîzê de pelên xwe diweşîne, di zivistanê de tu nîşaneyên jiyanê nîşan nade, ku wek mirî xuya dibe û di biharê de dîsa vedibe, ji çerxa jiyanê çêtir vegotinek heye?
Ji ber vê yekê, dara jiyanê yek ji sembolên herî kevn e. Li ser wê gelek çîrokên mîtolojîk hene. Dara Huluppu ya Înanna ye, tê hesibandin ku ya dara jiyanê yê xwedewende ye. Ew di navbera xweda û xwedewendan de disekine.
Ji nexşên xaliçeyan bigir heta xemilandinên ser dîwaran, qernevîçan heta deqên ser laş hatine xêzkirin, tekiliya jiyan û darê bi baldarî heta roja me hatiye parastin. Pîroz dîtina daran wek bemahiya vê çandê li goristanan darên selwiyê û darên daxwazê hê jî berdewam hene. Darê miraza jî disa berdawamiya vê çandeye. Şopandina ku zindiyên zivistanê dikevin binerd diçin cihaneke din û biharê jinûve tên dinê, bandoreke mezin li ser nêrîna mirovan ji bo zayîn û mirinê kiriye. Ji ber vê ye ku di demên kevnar de, mirin weke dawî nabînin. Weke parçeyeke ji çerxa jiyanê dihesibînin. Ev nêrîn çavkaniya xwe li vir digire.
Heke di xwezayê de mirin nîn be, fikirîne ku mirov jî namirin an jî vejîn jî heye. Merasîmên hatina dinê yê zarokan û mirinê, bawerî jî li gor vê şikil girtine. Çawa ku dema tovek dikeve axê şitil dide, pêwiste mirovê ku dikeve axê rihê wê carek din zindî bibe, wusa hatiye fikirandin. Çanda mirî binaxkirin/veşartin digihêje B.M.70.000. di roja me de jî merasîmên mirî veşartin û zayînê hê jî wateyek xwe ya mezin heye. Civak bi baldarî merasîmên zayînên nû pîroz dike, şîna miriyê xwe girê dide.
Ji ber vê sedemê Êzidî mirinê weke çerxekê dibînin û jê re “kiras guhertin” dibêjin, Elewî jê re “don guhertin”, Yaresan “don be don”, Hîndu “reenkarnasyon”, Budîst “samsara” dibêjin. Ji ber ku ax jiyanê dide, avê û erdê jî dişîbinin jinê: ev tekilî risteke mezin di vir de dileyze. Ji ber vê ye ku li ser ruyê erdê hema li her zimanî de peyva jiyan an mê ye an jî girêdana xwe bi jinê re heye. Bawer dikin ku Xwedewendên cihan, mirov, ajal û nebat welidandiye, weke yên kû jiyan welidandiye bi wate dibe.
Çawa ku di mîtolojiya sumeran de jiyanê xwedewenda avê Nammu avakiriye tê gotin, di çar pirtûkên pîroz de jî rîwayet û ayetên ku jiyan di avê de destpêkiriye hene. Dîsa di felsefe de jî tê gotin ku jiyan ji hêmanên bingehîn çêbûye û yek ji wan jî av e. Di zanist de jî tê gotin ku şaneyên yekem yên zindî di nava avê de çêbûye, ango zanist jî di heman çîrokê bi şêwazek din tîne ziman. Xwedewendîtî weke dayîka ku jiyanê dide, dayîka ku civak xwe li derdora wê birêxistin dike, îfadeya wan nirxan e. Ji ber wê ye ku hemû peyvên ku jiyanê pênase dike ji xwedewend re hatiye dayîn. Xwedewenda Îştara ku li Misirê bi navê Îsîs tê teyîsandin weke Îsîsa bi 10 hezar nav tê pênase kirin. Ew wek kombûna giştî nirxan yên mirin, jiyan, bereket, dar, çem, nan, fêkî, adalet, teyr û hemû nirxên ku jiyanê eleqeder dike tê dîtin.
Jiyan çi ye, em çima jiyan dikin, çavkaniya jiyanê li ku derê ye? Mirin çiye? Piştî mirinê çi çê dibe, pirsên weke vê hezaran salane tê pirsîn. Çavkaniya hemû fikrên ku mîtolojî, ol, felsefe û zanist re dibin bingeh ji wan pirsan derdikeve holê. Bersiva her yek ji wan cûda jî be lê rêbaza wan ya pêhesîn-fikirandinê ku em wek çar rêbazên hişmendiya hevpar ya mirovahiyê pênase dikin avadike. Her çiqasî her yek ji wan rêbaza we ya lêkolîna heqîqetê û anîna ziman cûda jî be, lê pirsên ku dixwazin bibersivînin yek e.
Dîroka zanistê di vê lêgerîna wate de destpê kirin, tam di cihê xwe de ye. Lêbelê çar rêbazên fikirandinê mîna mîtolojî, ol, felsefe, û zanist pêwiste girêdayî pêvajoyên ku tê de serwerin werin ziman. BM 5000-PM.500 di vê pêvajo de fikirandina olî -mîtolojîk serwer e. PM.500-1500 di vê pêvajo de jî fikirandina olî-felsefî esas tê girtin. Di salên 1500 û vir ve jî zanistî rêbaza bingehîn ya fikirandina mirovahiyê pêk tîne.
Demên pir dirêj yê dîrokê de, mirovan fikirîne kû di gerdûnê de her tişt xwedî çîrokeke. Çîrokên mîtolojîk yên her tiştî heye mînak çawa tav derdikeve, av diherike, baran dibare, em çawa digirîn, bêhna xweş ya darekê jî xwedî çîrokê. Di fikirandina mîtolojîk de mirov bawer dikin ku gerdûn zindiye. Ev şîroveyek nêzî heqîqtê ye. Fîzîka kuantumê jî vê rastiyê piştrast dike. Her çiqasî ew şêwaza fikirandinê ji ber ku di nava çîrokan de , wate dide hêzeke dervayî xwezayê bi mantiq re weke nakok were nîşandan û piçûk were dîtin jî, lê demeke dirêj mirovahiyê vê rêbazê fikirandinê bawer kiriye. Hemû olan, felsefe, zanist û huner bi heqîqetên ku di mîtolojiyan de barkiriye ve şikil dane xwe.
Çîrokên mîtolojîk ji me re daneyên jiyana mirovan ya berî desthilatdariyê, tekiliyên wan, nêrîna wan ya jiyanê diteyîsî ne. Di heman demê de em pêvajoya sazîbûna desthilatdariyê di wan çîrokan de dibînin. Çîrokên şikestina mezin ya zayendî ya yekemîn ku dijî jin pêk tê jî, em di vegotinên mîtolojîk de dibînin. Ji ber vê ye ku em di lêkolînên xwe yê Jineolojî de, taybet ji bo pêvajoyên berî desthilatdarî ronî bikin, ji bo pêvajoya desthilatdariya zilam û sazîbûna dewletê fêm bikin, çîrokên mîtolojîk li ser bingeha sosyolojî dahurandin dikin. Lêkolînên ku bi nêrîna jin tên kirin di rastiyên dîrokî ronîkirinê de alîkariyek mezin didin.
Rêber Apo vê rastiyê bi van gotinan tîne ziman: ‘’dîroka jin di pirtûka mîtolojî ya çar bendan de ye. Di wir de dikare were lêkolîn kirin… Di mîtolojî de jin dayîka xwedewend e, jina afirîner e. Di star de ew tê bilind kirin. Ez wê esas digirim. Jin di mîtolojî de hatiye çalkirin; piştî wê jî ji xwe siyasetê de tune ye.’’ Di fikirandina olî ku ji şêwaza fikirandina mîtolojî dewr digire, êdî şûna gelek afirîner, xweda û sedemên cûda yek xweda tê esas girtin. Pirtûkên olî di rêjeyek mezin de çîrokên mîtolojî bi pergal kirine. Ji hêla exlaqî ve bihêz kirine. Lê ji ber ku bi şaritaniya dewlet û bilindbûna serweriya zilam paralel pêş dikeve bandora van li ser zedetire.
Ji bo ku şikestina zayendî ya duyemîn jî were fêm kirin pêwist dike ku ol li ser bingeha sosyolojî were şîrove kirin. Di nava ol û pirtûkên olî de bandora civaka exlaqî û polîtîk û bandora desthilatdaran dinava hevdeye. Xebatên teolojî di çarçoveya Jineolojî de di nav ol de cewhera civaka axlaqî-polîtîk jî, bandorên deshilatdarî û bi taybetî serweriya mêr dikare were tehlil kirin. şîroveyên bi çavê jin xebatên demoqratîk kirina ol de jî xwedî risteke mezin be.
Çavkaniya fikirandina felsefî heta zanatiya dayîka xwedewend diçe. Felsefe lêgerîna wateyê ye. Weke peyv jî, wateye vê hezkirina zanayî, eşqa zanayî ye. Zerdûştê ku ji xweda pirsî ‘’tu kî yî?’’, Sokates ku got ‘’jiyana neyê lêpirsîn ne hêjayî jiyînê ye’’ û Budha ku got’’ heqîqet ne tiştekî ku em bikaribin bidest bixin e, lê belê hişmendiya kûr a xwezaya hişê me ye’’. Gelek feylesof pêşengtî kirin ku cihê fikirandina olî-mîtolojîk fikirîna felsefî pêşbikeve. Her çiqasî navê wan di dîroka felsefe de cihek piçûk bigirin jî, di rastiya xwe de jinên feylesof wek Diotima, Aspasia, Teona, Hypatia fikrên girîng derxistine holê. Lêpirsîna felsefî hêza wate ya mirovan xurt kiriye, nêrînek rexnegir ji bo mîtolojî û ola dogmatîk pêşxistiye.
Di kevneşopiya hikmeta Rojhilata Navîn de her çiqasî bi fikirandina lî ve girêdayî be jî, lê di aliyê felsefe de bihêztir e. Di kevneşopiya tasawwuf de gelek feylesofên mîna Îbn Arabî, El Kindî, Hallac-i Mansur, Sûhreverdî, Rabîa Adevviye, Farabî, Îbn Rûşt hewil dane ku şîroveyên olî yên dogmatîk derbaz bikin. Lêgerînên dişibin wan di nava Mesihiyan de kevneşopiya tarîqat û şîroveyên heretîk-gnostîk jî derketine. Di nava Musewiyan de jî feylesofên wek Spinoza hewildanên vî rengî dane meşandin. Wan hewildanan ji bo ku fikirandinên zanistî serwer be bingehek dane ava kirin.
Di destpêkê de Galîleo, Kopernîk û Brûno bi berdêl dayînê ve xwestine fikirandina zanistî pêş bixin. Ji bo fikra zanistî berxwedane û mîna Bruno ji bo fikra xwe şehîd jî ketine. Rêbaza zanistî wek ceribandin, çavdêrî û vekolandin weke şêwaza fikirandinê di salên P.M 1500 serwer dibe. Lêbelê çavkaniya fikirandina zanistî pir pêşdetir diçe. Ji despêka dîrokê vir ve, mirov bi ceribandin û çavdêriyê rê û rêbazên xwe yên jiyanê pêşxistine. Amûrên herî guncav ji bo parçebûnê, jihevderxistin, tenê bi ceribandin û çavdêriyê dikare were tepît kirin.
Zanistên weke fîzîk, biyolojî, matematîk di encama van hewildanên dîrokî de peyda dibin. Ji bo tespît kirina darên bihêz, diyarkirina axa guncaw ji bo kûzik û xilik, pêkhate, rêjeya avê, li ber tavê dema hişkbûnê diyar kirin, pêdivî bi şopandina fîzîk, zanabûna kîmya, ceribandin, çavdêrî û hesabên bîrkarî heye.
Rengdayîna qumaş, çêkirina penîr û mast çavkaniya wê zanîna kîmyewî ye. Vedîtina giya û melhemên ku ji bo nexwşiyan baş bin, bi zanîna tip-biyolojiyê gengaz e. Ev danehevên dîrokî bi hezaran salan e di bîrewariya hevbeş ya mirova de kombûye, bi veguhestinê heta roja me hatiye. Fikirandina zanistî, şêwaza xwe zanakirin-zanînê ji bo gerdûn, cihan û mirova fêm bike, ji xwe re kiriye bingeh.
Fikirandina zanistî şîroveya herî pêşketiye. Bi serê xwe fikirandina zanistî de tu pirsgirek nîne. Pirsgirêk di hegemonya navend ewrûpa li ser fikrên zanistê çêbûye de ye. Ji ber wê jî dervayî fikrê xwe şêwazên din ên zanînê tune dihesibîne. Ev şêwaza fikirandinê bi qasî 500 sal e serdest e, bi taybet di sedsala dawî de zêdetir bûye cihê rexne, guman û fikaran. Ji ber ser navê ku cihan-gerdûn bi zanistî were fêmkirinê, bîrewariya hevbeş ya mirovahiyê, danehev û şêwazên cûda yên fikirandinê û zanabûna wan tune hat hesibandin. Ji ber ku felsefe û exlaq ji zanistê hat dûrxistin, rûxandinên ekolojîk, komkujî, tekiliyên desthilatdarî kûr kirin pêşket.
Zanistên heyî ji bo ku wateya jiyanê zelal bikin, lêkolîn nakin, lê belê rola xwe ya meşrûkirina jiyanê li gor berjewendiyên desthilatdarî û sermayedarî dileyzin.
Ji ber wê her roj tên rexne kirin û ji bo ku were derbaz kirin pêşniyarên alternatîf tên pêşxitin. Ji çêkirina bombê atomê heta guherînên xeter yê genetîk, ji teknolojiya dijîtal ku jiyana mecazî(sanal) dike şûna jiyana rastî, bi navê berhemê zede çêkirin wêrankirina ekoloji, sosyolojî û zanista siyasete ku cudahiyan tune dihesibine ango fermana tune kirina vana dide dibe sedem ku di hemû qadên zanist de şoreşeke nû ya paradîgma were nîqaş kirin. Gelek feylesof û tevger ku pêşengtî ji van nîqaşan re dikin hene. Tevgerên azadiya jinê ev zayendperestiya zanistê lêpirsîn kirin. Dan xuya kirin ku di zanist de nêzikatiya zilamê serdest, berjewendî û nasnameya wî esas tê girtin, Derxistin holê ku di pênase kirina mirov de, jin li derve tê hiştin.
Tevgerên ekolojîk nêzikatiya xwezayê û rûxandina ekolojîk a ku afirandiye eşkere kirin. Ji bo meşrû kirina tekiliyên serwer bikaranîna xweza yê dan xuya kirin. Armanca zanistê weke derbaz kirina xwezayê ango xweza xistina bin kontrole diyarkirin çiqas bandorên ruxîner avadike dan nîşandan.
Di zanista heyî de nirxandinên dîrok û sosyolojî de penaseyên ku li ser gelên bindest û erdnîgariya ku di bin dagirkeriyê de tên kirin jî bûn mijarên rexneye. Ronakbîrên Ekola Annales tespîtkirin ku xeletî di penasekirina şêwaza rêveçûna dîrokê de heye. Dibistana Frankfurtê eşkere kirin ku pênaseya aqil û modernîteyê bi pirsgirêk e. Feylesofên wek M.Foucoult di ronîkirina girêdana zanist û desthilatdarî de nirxandinên girîng anî ziman. Lêkolînên li ser fîzîka kuantûmê fîzîka Nêwton ku bingeha zanista Pozîtîvîste hejand.
Li ser pênaseyên xwezaya yekemîn û xwezaya duyemîn de, nirxandinên Murray Bookchin ronîkir ku çawa hevsengiya di navbera her du xwezayan de were avakirin.
Bi rêxistinên konfederal ên demokratîk re rê û rêbazên gihandina civaka ekolojîk ku weke xwezaya sêyemîn û azad tê pênasekirin, derket holê. Bi senteza hevpar a van hemû hewildanan Rêber Apo pêwistiya ‘’ di zanistê de şoreşa paradîgmaya nû’’ anî ziman û ji bo vê jî paradîgmaya modernîteya demokratîk derxist pêş.
Jineolojî dixwaze bibe zanisteke ku di vê şoreşa paradîgmatîk de rola xwe bileyze. Armanca sereke ya Jineolojî ew e ku li dijî zanistperestî ku wateya jiyanê ji holê radike, di navbera zanist û felsefeya jiyana azad de girêdanbûnekê ava bike.
Bi tahrîbkirina tekiliya di navbera jin-jiyan-azadî de, jiyan herî zêde li derdora jinê tê rûxandin, ji ber ku beşa civakê ku heqîqeta xwe herî zêde hatiye reşkirin jin e, zanista ku li dora jinê pêşbikeve wê pêşengtiyê şoreşa feraseta nû re bike.