Wan li ber xwe dan, ji ber ku parastin taybetmendiyek xwedawendan bû.

Kujerên Kastîk êdî nikarin civakên ku xweparastin û rêxistina xwe ava kirine bi vegotinên xwe yên dîrokî yên çêkirî û manîpulekirina têgihîştinê bixapînin. Bi Şoreşa Rojava re, çanda xwedawendan, ku ji nû ve hêz girtiye û nasnameya pêşeng a jinan di civakê de ye, bûye hêzek ku li dijî zîhniyeta kujerê Kastîk radiweste.

Edûlê Karadeniz

Çawa ku heyv heta roja îro şopên her derbeyek ku wergirtiye hilgirtiye û şopên wan parastiye, şopên dîrokê her gav di bîra mirovan de cih girtine û  gihandine roja îro. Dîrok ne tenê xelekên bûyeran e ku ji me re qala rabirdûyê dike. Ew ne tenê derbasbûna demê ye, di heman demê de pira ku rabirdû, niha û pêşerojê bi hev ve girêdide ye. Ji bo ku em bibin beşek ji dîrokê, divê em tiştê ku aîdî me ne xwedî lêderkevin û biparêzin. Ev pêvajo, di têkoşîna ji bo nasnameya xwe û hebûnê de, me vedixwîne ku em bêtir ê xwe û tiştê ku aîdî me ye, li dijî her curê êrişan digel hişmendiya dîrokî biparêzin.

Xetên ku rastî û heqiqetê ji hev vediqetînin, her çend zirav û zelal bin jî, her gav karîn zelaliya xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, ditîn û meyze kirin ne heman tişte; em dinêrin û difikirin ku em dibînin. Her çend hebûna çavan ji bo nihêrînê bes e jî, dîtin; bîranînek dîrokî û nihêrînek pirsyarî hewce dike. Ji ber ku hemî zanîn bi lêpirsinê ve dest pê dike. Çavkaniyek pêbawer û bingehek zexm mirov ber bi rastiyê ve dibe. Her çiqas rastiyan dikarin werin berovajî kirin an jî guherîn jî, heqiqet veşartî namîne; ew bi zelalî xwe dide xuyakirin. Ev ax bi hezaran salan e ku warê vê lêgerînê ne.

Îro, li ber çavên tevahiya cîhanê, gelê Kurd ê ku li taxên Şexmeqsud û Eşrefiye dijîn careke din rastî qirkirinê hat. Ev tax, wek abîdeyên berxwedanê, 14 salan mîna kelehekê bilind sekinîn, û ev ruhê berxwedanê li her kolanekê hatiye neqşandin. Îro, dema ku dîsa êrîş lê hat kirin, wan bi vê ruh û hişmendiyê heman biryardarî nîşan da. Lepzêrînê nûjen ê sedsala 21’an Ziyad Halep û hêzên parastinê yên li kêleka wî, van her du taxên piçûk veguherandin Keleha Dimdimê, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û parastin.

Stratejî û planên ku ji hêla kujerên Kastik ve hatine pêşxistin vê carê piralî û kûrtir bûn. Mîna 104 Me yên xolikandinê ku ji xwedawenda di destana navdar a Enuma Eliş de hatiye dizîn, çanda xwedawenda ku hewl hat dayîn ku bibe cinawir, û xiyaneta kur. Herwiha, navên Tîamat û Marduk, ku di şerê di navbera wan de sembolîze bûne, ji du navan bêtir temsîl dikin; ew civaka xwedawenda dayik a berxwedêr û kujerê Kastîk temsîl dikin. Bi heman awayî, yên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li ber xwe dan, neviyên Tîamat bûn. Wan li ber xwe dan, ji ber ku parastin taybetmendiyek xwedawendan bû. Van şervanan,  wekî berdewamkerên kevneşopiya berxwedanê bi fedakarî şer kirin, û di bîra kolektîf a civakê de cîhê herî bilind bi dest xistin.

Îro, mîna 3200 sal berê, talan, dizî, tecawiz, polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê û qirkirinên girseyî berhemên heman zîhniyetê ne. Kujerên Kastîk êdî nikarin civakên ku xweparastin û rêxistina xwe ava kirine bi vegotinên xwe yên dîrokî yên çêkirî û manîpulekirina têgihîştinê bixapînin. Bi Şoreşa Rojava re, çanda xwedawendan, ku ji nû ve hêz girtiye û nasnameya pêşeng a jinan di civakê de ye, bûye hêzek ku li dijî zîhniyeta kujerê Kastîk radiweste. Ji ber vê yekê, jin hedefa van êrîşan in. Wekî ku hemû cîhan dizane, dema ku laşê bêcan ê jineke ciwan a ji hêzên ewlehiya hûndirîn di dema pevçûnên li Şêx Meqsûdê de ji qata 3yemîn hate avêtin, yê ket ew maskeyên hêzên cîhadîst bûn ku nûnerên kujerê kastik bikardianîn. Tiştê ku li wir bi berxwedanê hate bilindkirin jî nirxên pîroz ên vî gelî bûn, ku bi gotina “Ya Star”, her tim xwe spartin rehên baweriya xwe ya ku di şervanên jin ên berxwedêr de şenber bu.

Ew rastiyek e ku dîrok, ne pêşveçûnek xêzeki yek milê ye, çerxek jiyanê ye ku bihev re girêdayî ye û bi destên jinan tê hunandin. Dema ku zihniyeta xweperest a kujerê kastik, dibejê “Ez heme, min afirand, min qezenc kir”  refikên tozî yên dîrokê re were  avêtin , ji ber ku tiştê ku em ê ji bîr nekin û nahêlin ku were jibîrkirin, berxwedana 300 şervanan û israra meclisê jinan a li ser berxwedanê ye, ku dê 3000 salên din ji nifşekî bo nifşekî din were vegotin. Îro, maske ji bin rûyê kesên ku dixwazin nasnameya xwe wekî Kujerên Kastik veşêrin dikeve, û ronahiya ku di nav şikestinên bingeha pergala kapîtalîst de dibiriqe – serdemeke xwedayên bê maske û qralên tazî – Manîfestoya Civaka Demokratîk e. Rastiya ku ev di bin pêşengtiya jinan de, li heman axên ku çanda xwedawendan lê derketiye holê, bê guman ne tesaduf e; ew delîl e ku ev damar hîn jî li vê axê zindî ne.

Bunları da beğenebilirsin