Sosyolojiya Jinên Rojava / Bakur û Rojhilatê Surî û Rastîya Şoreşa Jinê
Gelo Şoreşa Rojava ya ku wekî şoreşa jinê hatiye nasîn di warî pêkanîna azadiya jin û civakê de gihandiye çi astê?
Çerxa dîroka 12 hezar salan, li ser erdnîgariya 14 hezar girên li Bakurê Sûriyê hê jî dizivire. Dîroka şoreşa neolîtîk û çanda xwedawendan ku bûye bingehê û îlhama şoreşa jinê ya hemdemî di gelek kevneşopiyên gelên herêmê de hê jî zindî ye. Herçiqasî êrîşên pergala zilamê desthilatdar û mêtingeran hewl didan ku hevbeşiya jin, jiyan û civakê parçe û wêran bikin jî; çand û nirxên jin û civakê yên xwe dispêrin pîvanên edaletê, exlaqê azadiyê û lêgerîna jiyaneke xweş û rast di berxwedana jinan û gelan de bi hezaran salan hatine parastin.
Pirtûka“Bingehê Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê” ya ku vê heqîqatê eşkere dike yek ji berhemên Akademiya Jineolojiyê ye. Ev pirtûk Encamên Lêkolîn û Analîza Sosyolojîk li ser Jin û Civaka Rojava / Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên navbera salên 2017 û 2020’an hatin meşandin di nav xwe de dihewîne. Çapa yekem a pirtûkê di zivistana 2021’an de bi zimanê Kurdî derketiye. Çîroka vê pirtûkê di heman demê de dibe çîroka sazîbûna xebatên Akademiya Jineolojiyê ya ku bi pêşketina Şoreşa Rojava re destpêkiriye. Herçiqasî têkoşîn û ruhê Şoreşa Rojava îlham dayê pêşxistina xebatên Jineolojiyê, ewqasî jî lêkolînên Akademiya Jineolojî armanc dikin tevkariya serkeftina şoreşa jinê bike. Di vî warî de hewcedariya bi berhevkirina çavkaniyên zanînê yên ku heqîqata dîroka jinê û civaka Rojavayê Kurdistanê rave dikin derket holê. Ji ber ku heta niha piraniya pirtûkên li ser dîrok û civaka vê erdnîgariyê bi nêrînên zilamê serwer û mêtinkarên oryantalîst hatibûn nivîsandin. Di van pirtûkan de hebûna jinê, rastiya şoreşa neolîtîk û çanda resen a gelên herêmê tên paşguhkirin. Li hemberî vê yeke Akademiya Jineolojî hewl daye çavkanî û daneyên derbare dîroka jin û gelên herêmê de ronî bikin yên ku heta niha di tariyê de veşartî mane ango hatine çewisandin. Ji ber ku rast zanîna dîrokê, qabiliyeta mirov a avakirina siberojê jî dide diyarkirin.
Wekî Akademiya Jineolojî me xwest fehmbikin, gelo Şoreşa Rojava ya ku wekî şoreşa jinê hatiye nasîn di warî pêkanîna azadiya jin û civakê de gihandiye çi astê? Bi vê armancê ve girêdayî me girîng dît ku jinên ji hemû pêkhate, herêm û beşên civaka Rojava di pêşxistina xebat, lêkolîn û analîzên sosyolojîk de beşdar bibin da ku jin bi ked û ramanên hevpar ên bikarin rêyên çareseriyê jî payda bikin. Ji ber ku tenê bi hişyariyekî mezin li hemberî êrîşên piralî yên desthilatdaran jin wê bikarin destkeftiyên şoreşê biparêzin, çand û zêhniyeta civaka azad pêş de bibin. Li ser vê esasê me rêbazên xwe yên lêkolînê û çar pirsên bingehîn diyar kirin:
- Bingehê dîrokî ya şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa Kevana Zêrîn çi ye?
- Çavkanî û cûreyên pirsgirêkên civakê û jinan li Rojavayê Kurdistanê çi ne?
- Bandora Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Rojava li ser jiyana jinan û civakê çawa ye?
- Nêrîn, daxwaz û xeyalên siberojê çi ne? Jinên Rojava jiyaneke çawa, civakeke çawa dixwazin?
Ji bo ronîkirina van pirsan me ji Efrînê heta Dêrikê, ji Kobanê heta Minbic, Tebqa û Reqayê di zêdetirî 380 hevpeyvînên takekesî û nîqaşên komî li tax û gundan de jinên Kurd, Keldanî, Aşûrî, Sûryanî, Ereb, Çeçen, Çerkes û Tirkmen; jinên Misilman, Êzdî, Elewî û Mesîhî stran, çîrok, serpêhatî û nirxandinên jinan guhdarî kir. Jinên hemû nifşan zanîn, êş û dilşadiyên xwe parvekirine, bandora şoreşê li ser jiyana wan tehlîl kirine. Bi vê xebatê re berpirsyariya xebat û analîzên Jineolojiyê jî berbiçav bûye û em pê qeneh bûne:
‘Her çîrok û tecrubeya jiyanê ku van jinan bi me re parve kir, ji bo me bûye wekî kevireke di mozaîka rengîn a heqîqeta jin û civaka Rojava de. Me hewl da ku em van keviran bi pêhesîn û watedayînekê rast deynin cem hev. Me dît hişyarî û berpirsyarî pêwîste, da ku em dîmeneke li gorî dilê xwe xêz nekin. Ji ber ku armanca me xuyanîkirina heqîqetê ye.
Di serî de em ketin pey pirsa ‘bingehê dîrokî ya şoreşa jinê çi ye?’
Bi kelecanekî mezin me li şûnwarên Bakurê Sûriyê – ji Til Xelef heta Girê Endarê – şopên dîroka 12 hezar salan a mirovahiyê di qetmanên 14 hezar giran de kifş kir. Bingehê vê dîrokê ji peyker û sembolên jinê, ji nirxên çanda dayika xwedawend pêk tê ya ku civakîbûnê afirand. Yek ji mînakên vê çanda hevbeşiya jiyanê peykerek ji sedsala 8 – 7’an a BZ’yê ye ku li Til Xelefê hatiye dîtin: Ev peyker du kesayetên serwer, jin û zilamekî nîşan dike yên li ser kursiyên cem hev rûniştî ne. Vê yeke mirov dikare wekî nîşana rêveberiya hevbeş ya jin û mêr ango pergala hevserokatî şirove bike.
Di serdema desthilatdariya mêr de gelek nirxên çanda jinê yên xwe dispêrin pîvanên edaletê, exlaqê azadiyê û lêgerîna jiyaneke xweş bi zordestî hatine şikandin, li bin kavilên mêtingehan û zibala şarestaniyê hatibûn definandin. Zanyar û leşkerên dewletên serdest jî gelek peykerên xwedavendan revandin, daneyên arkeolojîk talan kirine. Daneyên 5 hezar salên şerên dagirkeriyê û berxwedana gelan ji bo jiyaneke bi rûmet hem di qetmanên giran de û gelek daneyên sereke wek peyker, wêne, çîrok û nivîsên kevnar bi şikl û remzên jinê xuya dibin.
Bermahiyên şoreşa yekem a jinê di gelek rêûresmên civakê de, di rêbazên çandiniyê û karê destan de, di xeml, çîrok û zanînên dayîkan de îro hê jî zindî ne. Mînakên van şifagerî, mêvanperwerî, pîrozbahiyên cejnên biharê, parvekirina êş û kêfxweşiyê, bi hev re karkirin, li darxistina şevbihêrk û şewreyên di odayên gundan de ne.
Her wiha hevbeşî û cihêwaziyên dîrok, bawerî û çandên gelên Bakurê Sûriyê yên ku em dikarin wekî mozaîka gel û baweriyan pênase bikin balkêş in. Gelên Kurd, Aşûrî-Suryanî-Keldanî û Ermenî, Ereb, Tirkmen, Arnawut, Çeçen, Çerkes, Qewmên Mitirb û Mehelmî, mirovên ji hemû bawerî û olên Mezopotamyayê: Êzdayetî, Cihûtî, Xirîstiyanî, Îslamiyet, Elewîtî û Şîa bi sedan ango hezaran salan li ser heman axê jiyane. Her qewm xwedî dîrok, ziman û çandeke taybet e. Lê di heman demê de dîrokeke hevbeş û çandeke hevbeş a gelan hatiye avakirin. Wan gelek car bi hev re li dijî zordestî û êrîşên mêhtingeran li ber xwe didan. Bajar û gundên pirrolî û pirrneteweyî li Bakurê Suriyê hene ku şêniyên wan bi serbilindî behsa jiyan û nirxên hevbeş ên civakî dikin. Rastiya dîrokî ya Neteweya Demokratîk xwe dispêhre nirxên hevbeş a çanda komînal, pîroz dîtina xweza, ax, dilnizmbûn, xweşbînî û têkiliyên cîrantiyê. Li tevahî herêmên Rojava jinên pîr bi pirranî bi melûlî ‘jiyana berê’ wek bihuşteke ku hat windakirin, tînin bîra xwe. Dayik di çîrok û stranên evîn û dilêşê de jî qala vê yeke dikin. Ruxmê ku zehmetiyên aborî û karê fîzîkî berê zêdetir bûn, ew dibêjin:
”Berê jiyan ji îro xweştir bû. Berê ti tişta ‘eyb’ cem me tine bû. Keç û xort tevahiya şevan bi hev re stran digotin û govend digirtin. Jiyana me wê demê xweş bû. – Lê dema ku kerebe, televîzyon, pere û telefona destan ket nav jiyana me, jiyana me xira bû.’
Di encama zextên pergala baviksalar û mehtîngeriyê de çanda civaka xwezayî û xwedawendan di gelek aliyan de hatiye cemidandin. Cihên ziyaretê yên wek Girê Xêlî li Koçeratê an jî Kevirê Bûkê li navçeya Reco ya Efrînê vê rastiyê ji me re nîşan didin. Lê klamên dengbêjî û çîrokên Egît û Gulîmor‘an îsbat dikin ku lêgerîna azadî û heqîqatê ya lehengên jin û mêr hertim berdewam kiriye. Ev dîroka devkî bûye palpiştekî yê şoreşa jinê ya hemdemî. Jin carekî din rabûn da ku ben û werîsên jiyanê ku hatine veqetandin, ji nû ve dihûnin û bi hev ve girêdidin.
Di beşa duyem a lêkolîna sosyolojîk de derket holê ku çavkaniya serekî ya pirsgirêkên jin û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişmendî û sazîbûna pergala baviksalar û dewletperest e, ya ku bi dijberiya çanda şoreşa neolîtîk hatibû ferz kirin. Feraseta namûs û milkê, saziyên malbat, zewac û dewletê bûbûn dogmayên pîroz ku bindestbûna jinê rewa kirine. Serweriya zilam di kevneşopî û têkiliyên eşîr, malbat, civak û dewletê de vîna jinan tepisand. Nêrîn û xwestekên jinê heta yên derbare jiyana wê bi xwe de nedihat guhdarîkirin. Rist û çarenûsa jinê dibû îtaet kirin, anîna zarokê û xizmetkirina malbatê. Wekî din her tişt ji bo jinê bû ‘guneh’, ‘heram’ û ‘şerm’.
Jin û jiyanê, ax û hevpariya gelên Kurd, Suryanî, Aşûrî, Ermenî û Ereb hatine parçekirin. Di encama mêtîngeriyê û xêzkirina sînorên netew-dewletê de rêyên aborî, bazirganiyê û zozanan hatine qutkirin; bajar û gundan ji hev hatine veqetandin. Koçer mecbûr mane ku an li herêmên ‘serxet’ an jî ‘bin xet’ derbasî jiyana niştecih bibin. Bi vî rengî jî çanda jiyanê û rista jinê hatiye guhertin. Jinên ku berê di jiyana aborî û civakî de xwedî gelek erkan bûne niha di gund û bajaran de piranî wekî ‘jinên malê’ di nav çar dûwaran de bûn.
Şovînîzma dewleta Sûriyê bûye sedem ku di 5’ê Cotmeha 1962’yan de pirraniya Kurdên Cizîrê ji welatîbûna Sûriyê hatibûn derxistin. Jin û mêrên Kurd wekî ‘mektûm’ yan ‘ecnebî’ hatin bi nav kirin û ji mafên hiqûqî, siyasî, aborî û medenî bê par hiştin. Bi ser de rejîma Baasê di salên 1970’an de bi projeya nijadparest a ‘kembera Ereban’ Kurdên Rojava bê erd hişt. Jinên Kurd rave kirine ku ‘zextên îstixbarat û emnî hişt ku êdî civak ji siya xwe bitirse. Baweriya civak bi civaka xwe re da şikandin. Wisa çêbû ku êdî bira bawerî nedida birayê xwe. Bi hezaran Kurd hatin girtin û di zindanan de êşkence dîtine.’ Jinên ji ber xebatên siyasî ji bo mafê hatibûn girtin rave kirin ku ‘zindanên Sûriyê eynika rewşa jinê’ bûn. Wan di zindanên rejîma Baasê de bi êşkenceyên hovane yên fîzîkî û dêrûnî re rû bi rû dihatin. Di heman demê de ew bûn şahîdê sixurtî, fihuş, bazirganiya jinê û muxederatê çawa bi destê dewletê hatin bi rêxistin kirin. Ji xwe li gorî zagonên medenî yên dewleta Sûriyê jin ‘nîv mirov’ bûn. Li pêşiya dadgehê şahîdiya du jinan wek ya zilamekî hatiye hesibandin. Para mîrate ya jinê jî nîvê ya zilam bû. Cihê jinê di nav siyaset û perwerdeyê de jî tune bû. Nijadperestiya dewletê û zayendperestiya civakî di heman demê de bûn sedem ku beriya Şoreşa Rojava ji nîv mîlyon jinên ku li kantona Cizîrê jiyan kirin ji sedî 75 nexwendine an jî tenê di asta seretayî de xwendine. Rêjê ya jinên ku zanîngeh xwendine jî tenê ji sedî 3 bû.
Her wiha siyaseta aboriya navendî ya dewletê ya ku çavkanî û dewlemendiya xwezayê herimandiye di heman demê de bûye sedema biyanîbûna jinê ji ked û axa xwe re. Gelek pirsgirêkên tenduristî û dêrûnî yên jinan bi vê yeke ve girêdayî ne. Her wiha tundiya zayendperest, şer û koçberiyê jî bi rengekî neyînî bandor li tenduristiya jin û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.
Di destpêka sedsala 21’ê de êdî pirsgirêkên zayendperestî, nijadperestî, siyasî, civakî û ekolojîk gihandin wê astê ku jin û civaka Rojava zordestiyê nema qebûl kirine. Rabûna gelên Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn ya sala 2011’an ber bi Sûriyê belav bûye. Pê re jinên Kurd jî hêvî û peywendiyên xwe bi jiyan, civak û siyasetê re ji nû ve zindî kirine.
Bi pirsa Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Rojava bandorekî çawa li ser jiyana jinan û civakê kiriye ve girêdayî jinên li hemû herêmên Rojava dibêjin ku bi hatina Rêber Apo û rêxistinbûna Tevgera PKK ji sala 1979’an û şûn ve guhertinên mezin di jiyana wan de çêbûne. Salên destpêkê yên Tevgera Azadiyê li Rojava jin wekî ‘şînbûna civaka Rojava li ser koka xwe’ tarîf dikin. Gelek jinên ku pêvajoya Tevgera Azadiya Kurdistanê di salên 1980’an de ji nêz ve şopandin nirxandin ku ‘jinên Rojava di PKK de çirûskeke dît û xwe pê girt.’
Ji dawiya salên 1980’yî ve lêgerîna bersiva pirsên ‘Em çawa bijîn?’ û ‘Jina azad kî ye?’ bûne rênîşana têkoşîn û rêxistinbûna jinên Rojava. Bi armanca rizgariya jinê û ya welat, avakirina çareseriya pirsgirêkên malbat û civakê, her diçû zêdetir jin tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûne. Tevlîbûna jinên pêşeng wekî Şehîd Fîdan û Rûken ji Efrînê, Şehîd Dîcle û Şîlan ji Kobanê, Şehîd Warşîn, Sozdar û Şervîn ji Dêrikê, Şehîd Adalet ji Qamişlo û Şehîd Berçem ji Dirbêsiyê bi têkoşîn û helwestên xwe ve gelek feraset û kevneşopiyên zayendperestiya civakî ya 5000 salan di nav civaka Kurd de hêjandin.
Tecrûbe û zanebûna têkoşîna birêxistinkirî ya 30 salan, dibû bingehê pêşengiya jinê di Şoreşa Rojava de. Ji pêngava Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an heta bi avakirina pergala xweseriya demokratîk û şerên dijwar li dijî zordestî û hişmendiya DAIŞ’ê, jinan li tevahiya bereyan bi fikir, helwest û keda xwe reng û ruhê jinê dan şoreşê. Di şerên parastinê li dijî êrîşên desthilatdariya Baasê, li dijî qirkirinên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirkiyê de jinên Rojava bi berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê re nasnameyeke nû ji xwe re ava kirine. Bi şêwaza xwe ya fermandarî û siyasetê, nasnameya nû ya jinên Rojava wekî têkoşerên azadiyê hatiye avakirin û di dinyayê de deng vedaye. Her wiha li ser bingehê ceribandin û zanyariya xwe li ser tehlîl û perspektîfên Rêber Apo, jinên Kurd bûne hêza pêşeng di avakirin û parastina neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Wan hêz, îlham û bawerî dan jinên pêkhateyan hemûyan da ku tevlî siyasetê, avakirina pergala xweseriya demokratîk û meclîsên jinan bibin. Jinan xwe da ber ristên nû di nav xebatên siyasî, civakî û xweparastinê de. Bi her gava nû ku jinan di jiyana xwe de avêt, wan pê re civak jî da fikrandin û guhertin.
Di pêvajoya şoreşê de tevgera jinê ya Kongra Star bi taybet hewl daye da ku rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên jin û civakê di çarçoveya rêgezên bîrdoziya azadiya jinê û civaka exlaqî û polîtîk de bi pêş bixe. Pêkanîna pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û zilam di sazî û rêveberiyên xweseriya demokratîk hemûyan de bûye pêngaveke girîng ji bo hejandina serweriya zilam di siyaset û civaka Rojava de. Gelek pirsgirêk û nakokiyên civakê yên wekî zayendperestiya civakê, tundiya li dijî jinê di têkiliyên malbatê de, êrîş û ferasetên mêtinger, olperest û nijadperest; pirsgirêkên siyasî, aborî, ekolojîk, perwerde û tenduristiyê yên civakê û nexasim pirsgirêkên hişmendiyê hemwext dibûn mijarên têkoşînê. Ji bo rawestandina qirkirinên li dijî jinê û lipeyxwehiştina desthilatdariya zilamî di jiyana malbat û civakê de ji destpêka şoreşê ve xebatê Malên Jinê û ragihandina qanûnên jinê bûne palpiştek ji bo pêkanîn û parastina mafê jinan. Jinên ciwan jî bi avakirina birêxistinbûna xwe ya xweser, bûn xwedî vîn û çalakî.
Tevî avakirina komîn û rêxistinbûna jinê di qadên polîtîka, civakî, çand, huner, ziman, perwerde, tenduristî, aborî û xweparastinê de gavên mezin hatine avêtin. Gelek jin bûne xwedî vebijêrkên nû yên jiyanê. Jin bi xebatên çand, huner û wêjeyê, ruh û têkoşînên şoreşa jinê diteyîsinin. Hewldanên nû ji bo bipêşxistina jiyaneke ekolojîk û bi tenduristî bi ji nû ve zindîkirina şîfageriya jinê hatine destpêkirin. Her wiha bi avakirina projeyên aboriya komînal, kooperatîfên jinê û rêxistinbûna jinên kedkar jî jin dixwazin xwe ji zextên aboriyê xilas bikin û debara xwe bi xwe bikin. Di warê perwerde û zanistê de jin him wek mamosteyên civakê him jî wek avakerên pergala dibistanên neteweya demokratîk, akademiyên jinê û Jineolojiyê bi risteke pêşeng radibin. Bi taybetî di bipêşxistina şoreşa ziman, perwerdeyên komîn û meclîsan de jinan ji destpêka şoreşê ve kedekî mezin daye.
Gelek destketiyên jinan çêbûn. Lê belê pirsgirêkên vejandina civaka exlaqî û polîtîk hê jî didomin. Têgihîn û ferbûnên pergala baviksalarî û dewletê di hinek aliyan de hatin eşkere û teşhîrkirin. Lê daneyên çendanî û şiroveyên li ser bûyer û cûreyên tundiya li dijî jinê jî destnîşan dikin ku bandora zêhniyeta desthilatdar hê jî dibe astengiya herî mezin li pêşiya avakirina hevjiyana azad, têkiliyên demokratîk di malbat û civakê de û li pêşiya siberoja azad a jinên ciwan. Bi zanebûnê ku hê jî rêyeke dirêj û erkên mezin li pêşiya wan hene, hewldanên jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê didomin. Ew didin xuyakirin: “Em hîn di nîvê rê de ne. Xebat û têkoşîna me gihîşt astekê, lê hîn têrê nake. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke bê dawiyê ye.”
Pirsên derheqê xeyal û daxwazên siberojê de yên ku me di hevpeyvîn û nîqaşên bi jinên Rojava re pirsîne, ji bo pirraniya jinan pirsên herî giran bûn. Ji ber li bin gefên şer, qirkirin û aloziyên domdar li Sûriyê pêşdîtina siberojê pirr zehmet e. Li aliyê din jî jin di pergala baviksalariyê de fêr nebûne ku bikarin bibin xwediyê çarenûsa xwe.
Encamên lêkolînê diyar dikin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya hertiştî pêdiviya rewşa asayîbûnê û îstîqrarê dibînin. Pirraniya wan hewl dide ku di bin şertên misogernebûnê de jî jiyana xwe bi rengekî ‘adî’ yan jî ‘asayî’ saz bikin. Hinek din jî bi rêya koçberiyê ‘jiyaneke rehet’ ji alozî û şerê li Sûriyê dûr lêdigerin. Lê piraniya wan ku ketine rêyên koçberiyê jî piştre poşman bûne, beriya welat, malbat û civaka xwe dikin. Li beramberî vê yekî beşeke girîng a jinên Rojava jî xwe ji bo parastina hebûn û rûmeta xwe, ji bo avakirina siberojeke azad berpirsyar dibînin. Lewma ew tevlî xebatên komîn û saziyên jinan, înşakirin û parastina pergala xweseriya demokratîk dibin.
Di dawî de daxwazên dayikên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van mijaran de digihîjin hev: ‘Hema bila şer û kuştin tine be! Bila malbat dîsa were cem hev û bi hev re bijî! Bila zarokên me bê tirs mezin bibin û perwerdeyeke baş bibînin!’ Endameke Kongra Star ji bajarê Hesekê ezmûn û rastiya şoreşa jinê bi van peyvan anî ziman: “Bi her gava ku jinê di vê şoreşê de avêt, hêza wê û guhertinên mezin çêbûne. Em ê her tim li ber xwe bidin û her tim em dibêjin: Siberoja me tijî hêvî ye. Baweriya me heye ku jiyana me û ya hemû jin û civaka me wê xweştir be. Belkî em ê gelek caran bikevin. Lê em ê rabin jî, weke zaroka ku fêrî meşê bibe.”
Bi şoreşa jinan re pergalek li ser bingehê civaka demokratik, ekolojîk û azadixwaziya jinê hat avakirin. Ev herî zêde jî di hêla jinan de bû bingehê bidestxistina destxeftiyên mezin. Di vê hêlê de pergala ku bi pêşengiya jinan hat avakirin û ber bi 13’êmîn sala xwe ve diçe û di milê guhertina hişmendiya mêr de ji destkeftiyek giring bidest xistiye.