Şoreşa Jinê
Gelo di tarîxêde her şoreşa ku jin tevlîbûye, em dikarin weke şoreşa jinê pênase bikin?
Qirkirina jinê di tu dema dîrokê de bi qasî serdema heyî berbiçavtir û kûrtir nebûye. Em girêdana hemû nakokîyên vê serdemê bi pirsgirêka azadîya jinê re rasterast hîsdikin û dibînin. Ji bilî vê, ev rewş wekî krîza malbat û têkiliya jin û mêr a ku bîrdoziya serdestiya mêr şekil daye xûya dike û gihiştiye asta rêjeyî şerekê.
Li gorî amarên JİNNEWS’ê tenê li Tirkiyê di navbera 1’ê çileyê û 30’ê hezîran 2024’an de 234 jin hatine qetilkirin, 182 jin jî bi awayeke nediyar jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 255 jin bi cûrên din ên şiddetê re rûbirû hatine, 140 jin bi darê zorê bûn armanca bazirganiya jinan, 85 jin jî bi tecavuz û tundiya zayendî re rûbirû hatine. Her wiha di nava van 6 mehan de 343 zarok ji ber tundî û ihmalkariyê jiyana xwe ji dest dane. Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku di sala 2022‘an de, nêzî 89 hezar jin û zarokên keç ji ber zayenda xwe hatine qetilkirin.
Bêgûman ev daneye tenê dîlopek ji bahrêye. Ji ber ku her roj bi sedan buyerên kuştin, tacîz, tecavuz, ber bi întîharê ve birin çêdibin lê li ser tê girtin. Heger em li pêşî qeyranên civakî, şerên desthildariyê, qrîzên avhewa û gurrkirina pêlekî nû ya faşizmê negirin em ê bi dawiya jiyana mirovatiyê re rû bi rû bimînin. Ev rastî, ji me re dide nîşandan ku, pêkanîna şoreşa jinan, ji bo hemû cihanê, pêwîstiyekî nebe nabe ye.
Gelo di tarîxêde her şoreşa ku jin tevlîbûye, em dikarin weke şoreşa jinê pênase bikin? Kîjan mînakên şoreşên jinan hene? Ji bo di roja me a îro de şoreşên jinan serbikevin û belav bibin, pêwîstî bi çi heye? Gelo jinên Kurd an jî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û Şoreşa Rojava di vir de çiqasê xwedî rol e? Şoreşa Rojava, çima weke şoreşa jinê hate pênasekirin? Ji beriya hemûyan jî gelo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çima şoreşa neolîtîkê, weke şoreşa jinê pênase kir? Û di heman demê de jî Rêber Abdullah Ocalan çima sedsala 21. weke serdema şoreşa azadiya jinê pênase kir?
Şoreş guhertineke radikal e. Ew dem şoreşa neolîtîkê yêkemîn şoreşe ku di dîroka mirovahiyê ya 2,5 milyon salan de guhertinên bingehîn ji bo jiyana civakê afirand. Tarîxa ku ji aliyê desthilatan ve hatiye nivîsandin rola serekî ya jinê û girîngiya vê pêvajoyê inkar dike. Ji ber ku ew dixwazin ji me re bidin bawerkirin ku her pêşketina mirovahiyê bi eqila mêr û hêza dewletên serdest ên Ewropî çêbû. Lê belê lêkolînên li ser çanda jin, xwedavendiyê, çanda dayîktiyê hatî kirin encamên girîng derxistine holê. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dibêje ku B. Z. 10.000-B.Z.4.000 salan de jiyana civakî li derdora jinê şekil girtiye. Rêbertiya me vê pêvajoyê weke yêkemîn şoreşa jinê pênase dike. Ji ber ku teybetmendiyên ku ji vê demê re pêşengtî dikirin û şoreşê diyar dikirin teybetmendiyên jin-dayîkê ne. Ango hêvênê civakê jin e. Ji siyaset heta aboriyê, ji pêkanîna pîvanên edaletê û hevaltî di têkiliyên jin û mêr de heta dayîktiyê, ji fêhmkirina zimanê xweza û gerdûnê heta bijîjktiyê li gelek xalan de zanista jinê rê dide jiyanê. Bingehên zanistên yêkemîn bi keda jin, bi eqlê jin ve, di vê demê de şekil girtiye. Ji ber vê yêkê jî Rêberê Gelan, şoreşa neolîtîkê, weke şoreşa jinê bi van gotinan pênasekiriye; “Şoreşa Neolîtîk a muhteşem di heman demê de şoreşeke jinê ye. Şoreşeke ku heta niha jî mirovatî li ser mîrasa wê xwe rêvedibe ye.”
Eger em vegerin serdema niha ku em tê de jiyan dikin, şoreş piranî li ser esasa derketina li dijî desthilatiyê, dagirkerî û berjevendîyên sermayeyê çêdibin. Ev yêk jî destnîşan dike ku lêgerîna civakê ji bo dîsa xwe bigihîjîne nirxên şoreşa neolîtîkê berdewam dike. Rêberê Gelan di heman demê de dibêje ku, pêwîstiya civaka rojhilata navîn bi şoreşeke gund û çandiniyê heye, di heman deme dê pêwîstiyê bi şoreşeke jinê a duyemîn jî heye. Eger em bipirsin: piştî sazibûna desthilatdariyê şoreş di kîjan kêliyan de çêbûne, emê wisa bibersivînin: Dema ku pergalek bikeve krîzekê kûr û civak pêwîstiya afirandina pergaleke nû dibîne. Lê belê her krîzek, her tim nabe sedema afirandina sîstemeke demokratîk û azad. Her hêz an jî tevgera civakî ya ku di qonaxekê kaosê de amade be û bikaribe bibe pêşeng, wê bandorê li şoreşê û pêvajoya nû bike. Sosyolojiya azadiyê şert û mercên vê şoreşê rave dike. Şoreşên sedsalên 19. û 20. bi şêwazê rûxandina dewletê û avakirina hikûmet an dewletek nû, dixwestin encam bigirin. Lê belê bi vî şêwazê nikaribûn bigihînin azadiya jin û civakê. Ji ber vê girînge ku, şoreşên di sedsala 21. de; guhertinên civakî, çandî û hişmendî li ser esasê hewandina hemû cewaziyan ji bo avakirina jiyanekî azad û ekolojîk armanc bikin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan; şoreşa jinê, weke şoreşek di nav şoreşê de pênase kiriye. Ev şoreş, bi têkoşînekî rêxistinkirî li hemberê hemû birdoziyên serdest, avahî û pergalên desthilatdarîyê pêş dikeve. Şoreşa jinê xwe dispêhre birdoziya azadîya jinê û sosyalîzma demokratîk. Ji bo sedsala 21. bibe sedsala serkeftina şoreşa jinê, pêwîstî bi zanista jinê heye ku perspektîfa vê şoreşê hilberîne. Şoreşgertiyek ku xwe nespartibe bingeheke zanistî, nikare erkên xwe pêk bîne. Zanistên ku iddia dikin bê birdozîne, xapandina herî mezin ya birdoziya liberalîzmê jiyan dikin. Birdoziya ku Jineolojî jê ilham digire birdoziya azadiya jinê ye. Ger birdoziya me bi tahlilên zanistî ya civakê û ya serdemê xwe pêşbixe, dikare politikayên rast ango çareseriyên têrker pêşbixe. Şoreş, bêyî civak nabe. Xeyalên ku em dixwazin bi şoreşê re avabikin eger rastiyên civakê berçav negire, dê di hewayê de bimîne. Şoreşa jinê ne tenê li dijî hêzên kapîtalîst, netew û çînên serdest derdikeve. Şoreşa jinê beriya her tiştî derbaskirina mêrtîya serdest û koletîya jinan dike hedef. Şoreş ne tenê bi destkeftiyên siyasî; di heman demê de bi destkeftîyên civakî, birdozî û zanistî xwe bi gewde dike.
Rêberê Gelan di paraznamaya Rojhilata Navînde dabû diyarkirin ku civaka rojhilata navîn pêwîstî bi şoreşeke jin heye. ‘‘Pergal bi reforman şensê xwe ê sererastkirinê ji zûde windakiriye. Ya ku pêwîste bê kirin di hemû qadan de şoreşa jin pêkanîne. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr be şoreşa jinê jî lazime bibe şoreşa azadî û wekheviyê a herî kûr. Şoreşa jinê him di têgehê de him jî di çalakiyê de derketinên herî bi kok ve dikare pêk were. Ji beriya her tiştî jî li hemberê birdoziya zayendperest şereke timî pêwîst dike. […] A herî girîng jî bi jinê re jiyaneke felsefîk meşandinê pêwîst dike. Şoreşa jin a sedsala 21. re pêşekî dayînê pêwîst dike. Dirûşma;‘an jiyan an jî barbarî’ vê şoreşê ferz dike.’’
Eger em şoreşa Rojava bigirin dest, ev şoreş weke şoreşa jinan hatiye naskirin. Gelo tenê jinan li dijî DAİŞ’ê şer kirin? Ango avakirina yekîneyên parastina jinê û artêşeke jinan têrê dike ku em bêjin şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye? An jî di rastî de ji vê zêdetir çi pêwîste? Eger em vê pirsê hindekî din firehtir bikin em dikarin wisa jî bipirsin: tevlîbûyîna jinan di nav şoreşê de têrê dike ku em ji şoreşekê re bêjin ev şoreşa jinê ye?
Eger me bi vî rengî pênase kiriba pêwîst bû ku em ji tevahî şoreşên di tarîxê de çêbûyîn re bêjin şoreşa jinê. Ji ber ku di tarîxê de jinan ji hemû şoreşan re bi awayeke aktîf û bi hêviyên mezin tevlîbûn. Gelek caran jî di têkoşîna çekdarî de cih girtin. Her wiha jin di gelek qadên şoreşê de bi rêxistinkirina gel, xebatên siyasî, tenduristî û aborî ve tevlî şoreşan bûne. Di tarîxê de tu şoreş nîne ku bêyî tevlîbûyîna jinan çêbûye. Lê belê di encam de ew jinên ku kirdeyê şoreşê bûn di dema avakirina pergaleke nû de piranî vegeriyan jinên ku bi eqlê zilem tên rêvebirin, di têkîliyên malbatê de wekî xizmetkar an jî ji hêla desthilatan ve tên perçiqandin, mêtîngehkirin an jî wekî hêza ‘piştgirî’ tên bikar anîn. Ji ber wê jî heta niha tu şoreş ne wekî şoreşa jinan hat pênase kirin û pêvajoyên şoreşan jî nekarîn vegerin projeyên azadkirina civakê.
Hîna di destpêka salên têkoşînê de di nava tevgera azadiya Kurdistanê de kûrbûna nakokiya zayendî dida nîşandan ku têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê jî weke şoreşên din dikare bi heman xetereyê re rûbirû bimîne. Ji ber wê jî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi dahurandin û projeyên ku pêşxistî ve xwest vê rewşê ji xeterebûyînê derxe û têkoşîna azadiya jinê wekî mijarekî stratejîk û sereke ya şoreşê pênase kir. Jinên tevgera azadiya Kurdistanê di bingeha vê têkoşînê de rêxistinbûyînên xwe ên azad û xweser avakirin. Jinên şoreşger bi her awayî jiyan û perwerdeyên xwe xwe birêxistinkirin; siyaset, têkoşîn û rêgezên xwe diyar kirine. Ev jî bû bingeha şoreşa jin a Rojava.
Ev pêvajoya ku bi artêşbûyîna jinan destpêkir û bi avakirina partiya jinan û rêxistinbûyînên cuda ve berdewam kir, ji destpêka sedsala 21’an ve cesareteke mezin da hemû jinên Kurdistanî da ku di nava têkoşînê de cih bigirin. Gelek rêxistinên wek meclîs, komîn, komele, kooperatîf, akademî û hwd. hatin avakirin. Ev pêvajoye ji bo ku jin li çar qadên Kurdistanê bibin kirdeyên jiyanê, di qadên polîtîk û civakî de destkeftiyên şênber qezenç bikin, girîng bû.
Mînaka şoreşa jin a herî berbiçav di Şoreşa Rojava de jiyanî bûye. Şoreşa Rojava xwe dispêrê paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadixwaziya jinê. Di bingeha hemû pirsgirekan de pirsgireka azadiya jinê bingeh digire û li ser vê esasê jî tekoşîna xwe mezin dike. Bi şoreşa Rojava di herêmên bakur û rojhilatê surî de, jin di hemu qadên jiyanê de bi pivana rêxistinbûyina xweser, nûnertiya wekhev û birêvebirina hevbeş cih digirin, pêşengtî dikin. Hemû meclîs û sazî ji aliyê hevserokên jin û mêr tên rêvebirin. Pêvajoya avakirina sîstema xwerêveberina demokratîk ku azadiya jinan esas digire, di milê guhertina civakî de jî xwedî role. Jin bi têkoşîna xwe, bûn xwedî rûmet û rêzdariya cewherî.
Şoreşa jinê ya li Rojava gav bi gav xwe li ser 9 rehendan bi rêxistin kiriye. Ji vane a herî girîng jî avakirina kesayetekê azad û înşakirina jiyana komûnal e. Li ser vê bingehê jî li welateke ku bi hezaran salane bi nakokiyên mezin wekî nakokiyên zayendî, ên olperestî, nijadperestî û mêhtingerî re rûbirû hat hemû pêkhateyên civakê bi hevre li hemberê dijminê ku bû sedema van nakokiyan şer kirin. Piştre jî gel biryar dan ku bi hevre li ser xakên azadkirî jiyan bikin ango jiyaneke demokratîk ji nûve înşa bikin. Bêyî ku pêwîstî bi dewletêkê an jî otoriteyeke derve hebe civak xwe bi xwe rêvedibe. Berovajiya modela netewdewletê ya ku yek milet, yek ol û serdestiya zilam digire navenda xwe, di pergala netewa demokratîk de hevjiyaneke azad di nav jin û mêr de heye. Di jiyana civakî de jiyana hevbeş a pir zimanî û pir çandî tê esas girtin. Mebdeyên azadîxwaz û civakî yên xwezaya jinan ji bo avakirina yekîtî û piştgiriya di nava hemû pêkhateyên civakê de û gihandina jiyaneke ekolojik, azad û wekhev, xwedî wateyekî girîngin.
Mafên hemû kes û pêkhateyên civakê di hevpeymana civakî de tên parastin. Ev hevpeyman di encama pêvajoyekî nîqaş û lihevhatin di nav hemû herêm û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de girêdayî mebdeyên exlaqa civakî hat amadekirin. Ji bo parastina vîn û mafên jinan li hemû qadên jiyanê, jin civînên xweser lidarxistin. Komîteya amadekar a Hevpeymana Civakî jî ji sedî 50 ji nûnerên jin û sedî 50 jî yên mêr pêk hat. Di 12’ê Kanûna 2023’an de wekî rêgezeke bingehîn a Hevpeymana Civakî hatiye misoger kirin ku her cure tundiya li dijî jinê sûc e û bi qanûnê tê cezakirin. Her wiha ji mafê jinê ye ku ‘di nava malbateke demokratîk a xwe dispêre hevjiyana azad de xwedî îradeya xwe ya azad be’ û ‘Jin nûnertiya xwe bi rêya meclisên jinê di meclisên gel hemûyan de dike: ji komînê heta, bajarok, bajar, kanton û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.‘ Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi dengdayîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her du salan carekê tê hilbijartin wekî siwana vîn û siyaseta hevbeş a jinên hemû pêkhateyên herêmê tê pênase kirin. Ev mekanîzmaya biryardayînê girêdayî karûbarên jinê ye û bi erka parastin û pêşxistina destkeftiyên şoreşa jinê radibe.
Pergala ku Rêberê Gelê Kurd ji birdozî û saziyên zayendperestiyê re weke derbeyekê pêşxist pergala hevserokatiyê bû. Di hemû beşên şoreşê de pergala hevserokatiyê hate avakirin ku ji bo parastina pêşengtiya jin û azadiya jin girîng e û hebûna jinê a di nava hemû qadan de diyar dikir. Perwerdeyên ku bi armanca gihandina Hevjiyana azad û malbatên demokratîk di dibistan û akademiyên civakî de tên dayîn jî asoyên nû ji bo derbaskirina zayendperestiya civakî vedikin. Ev nîqaşe ji jin, mêr û ciwanan re cesaret didin ku bi awayeke azad di nava civakê de rol bilîzin, jiyan bikin. Girîngiya Jineolojî di vir de careke din derdikeve pêş ku, her mijar û pirsgirêka tarîxî û civakî tehlîl bike û di bingeha azadîxwazî de ji nûve şîrove bike. Ji ber ku Jineolojî qasî ku zanista jinê ye ewqasê jî a hevjiyana azad e.
Yêk jî gavên şoreşa jinê a Rojava ew bû ku bi aboriya komûnal kooperatîfên jinan hatin avakirin. Bi vî rengî jin dibin xwediyê biryar û keda xwe. Li dijî sermayeya kesan û kapîtalîzmê armanca aboriya komûnal û kooperatîfên jinan ew e ku pêwîstiyên civakê pêkbînin, di nava civakê de çanda parvekirinê, kedê, hilberînê dîsa zindîbikin. Dîsa ji nû ve zindîkirina çand, hûner û wêjeya gelên resen li dijî qirkirina çandî ya desthilatan şereke mezin a parastina hebûna xwe. Çanda dayikê nirxên civaka exlaqî û polîtîk di nav xwe de dihewîne û dibe mînaka şênber ji bo nirxên hevbeş ên hemû gelên di nava pergala demokratîk de dijîn..
Ji bo guhertina zihniyeta desthilatdar, pêşxistina çanda demokratîk a şoreşê akademiyên cûr bi cûr hatin avakirin. Bi hezaran insan di van akademiyan de nîqaş dikin, lêhûrbun dikin, fikirên afirînerî avadikin. Ji bo ku jin bikaribin bi hev re dîroka xwe nasbikin, xwe rehet îfade bikin perwerdeyên xweser di akademiyên azad ên jinan de girîng in. Encamên lêkolînên jineolojiyê jî di van akademiyan de tên parvekirin û bi nîqaşên hevbeş re zanista jinê her diçe kûrtir dibe. Dîsa di akademiyên ku jin û mêr bi hevre perwerde dibînin de, nakokiyên jiyanê tên nîqaş kirin û bi vî awayî jî têkoşîn zêdetir tê şênberkirin.
Yek ji pêwîstîyên şoreşa jinê bêguman mekanizmeya xweparastina jinê ye. Di ezmûnên jinên Kurdistanê de jin li dijî şerê hovane û mîlîtarîstî ya dagirkeran, bi girêdana jiyan û azadîyê re xwe gîhandine hêzeke watedar. Ev nêzîkatî dîyar dike ku jin xwedî vê hêzê ye ku şerên desthilatdarî teşhîr bike, bi pivanên exlaqî-estetîk û bîrdozî şerê parastina rewa bike. Sîstema xweparastina jinê ne tenê li dijî hêzên dagirker, her wiha di nava civakê de jî li hemberê kolekirina jinê û hişmendîya serdest a mêr û her cure tundî, zext û kevneperestî jî pêdiviyekî jiyanî ye. Rêxistinbûna jinê bi xwe jî, xweparastina herî mezin e. Ji bo jin bikare bibe aydê xwe, hewceyî rêbazên dewlemend ya xweparastinê heye.
Tevgerên jinan di serdema niha de yek ji dijberên sereke yên li dijî desthilatdarî û kapîtalîzmê ne. Ji bo em bikarin çanda baviksalarî û bindestîya jinê ji holê rabikin yek ji erkên girîng ên tevgerên jinan jî avakirina yekitiya jinan û diyarkirina rêbaz, amûr û stratejîyên têkoşînê ji bo qelskirina pergala kapîtalîst û mêrtiya hegemonîk e. Faktorekê din a girîng ji avakirina bingeha şoreşa jinan ewe ku li hemberê pergala baviksalarî ya ku pêvajoyek 5000 hezar salî de şikil girtîye, alternatîfên xwe ava bikin. Ji bo afirandina van alternatifan pêwîstî bi hevgirtinek xurt a jinan heye û ji bo ku li hemberê vê sîstemê toreke bihêz ava bikin. Di gotinên pêşîyan de her tim ders û sirrên hêja heye ku ji bo her serdemê derbasdar e. Gotina ‘’her gîyayek li ser koka xwe şîn dibe’’ dibe rênîşanderê me ji bo sedsala 21’ê. Yanê weke jin; me çi, li kuderê winda kir divê em li wir bigerin û bidest bixin. Niha di van kêlîyên dîrokî de ev derfet ava bûye ku em bi têkoşînekî hevpar careke din rastîya jinan derxînin ser dika dîrokê, ev rastiye di kûrahîya dîrokî û çandî ya Mezopotamya de veşartîye.
Îro ev çand a Mezopotamya û ruhê berxwedanî û azadîyê bi şiklek hemdem zîl dide. Pergala desthilatdariya zilam çiqas jî hewl bide jinên têkoşer tine bike, lê nikare kokê wê berxwedanê tune bike. Tovên vê berxewdanê her roj xwe nû dike, zîl dide û bi gewde dibe. Ew dara ku her roj mezin dibe ji bo berdewamîyê pêwîstî bi baldarî, hewldana dayimî û têkoşînê heye. Divê em her tim vê rastîyê di bîra xwede bihêlin.
Ruxmê hemu erîşan, bi pêşengîya jinande helwestek radîkal li dijî sîstema heyî û hişmendîya mêrsalarî heye. Lewma şoreşa me ya ku bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî hatiye nasîn, di şert û mercên şerê cîhanî yê sêyem de ku her roj berfireh dibe dikare mizginîya avakirina civakek demokratîk li Rojhilata Navîn bide. Lê divê em bizanin ku em hê jî di destpêkê de ne. Li kêleka ezmûn û destkeftîyên pir mezin divê em ji metirsîyê ku di kemîna her şoreşê deye, xafil nebin. Hewldanê sîstema Kapîtalîsmê ewe ku hemû tevgerên îdeolojîk, siyasî û civakî yên dijber û alternatîv di nav pergala xwe ya lîberalîzmê de bihelîne. Ji ber vê parastina nirx û destkeftîyên şoreşê bi qasî şoreşê bixwe xwedî girîngî ye. Herî zêde divê em jinên vê erdnigariyê xwedî li nirxên şoreşê derbikevin.
Hîn jî şoreş berdewame. Ji xwe taybetmendîya şoreşa jinan ewe ku timî xwe nû dike. Şênberkirina vebijerkên jiyanê ji bo jinan, xwedî girîngiyeke pir mezin e. Xebatên guhertina hişmendî, zanebûna dîrokî encax bi wî avayi dikarin veguherin wêrekiya guhertina jiyanê. Bê azadî û kirde bûna jinan û guherandina di têkîliyên jin û mêr de ti şoreş û guhertina bingehîn pêk nayê.
Tecrubeya gundê jinê Jinwar ku di van xakan de bi destên jinan, zanist û keda jinan hate avakirin ji me re vê rastiyê nîşan dide. Carna mekanên ku bi hişmendiya azadiyê hatine rêxistin kirin, dibin perwerdeyê herî bibandor ya azadiyê. Carna ketina ferqa zindîbuyina nirxên exlaqî-politik, dibin hêza herî mezin ji bo qebul nekirina jiyana heyî. Di rastiya dîroka me û civaka me de gelek mînakên din jî hene ku heya niha bi nav û çanda xwe wekî şahîdên şoreşa yekem a jinan di serdema neolîtîk de jiyan dikin. Li kêleka her rê yê, li serê her girî, li ser her nivîsekî kevnar ev çand ji me re sirrê xwe dibêje, xwe tîne bîra me. Ked û navê jinan ji her derê bangî me dikin. Ev şopên zindî; banga avakirina hevjiyana azad, demokratik û ekolojik dikin.
Em weke jinên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Keldan, Aşurî, Çerkez, Tirkmen; bi kelecana vê dîrokê ketin rê. Bi ked, hezkirin û fedakariya hevalên xwe ve em tekoşîna azadiyê û rêxistinbûyina jinan li herderê kûrtir û fireh dikin. Daku em bikarin destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi jinên li hemû herêmên Rojhilata Navîn û parzemînên din ên cîhanê re di sedsala 21‘an de bi serkeftina şoreşa jin jiyan azadî re tevahî cûreyên qirkirinê ên li dijî jin, civak û jîngehê têk bibin.