Em çiqas ji şîdeta dîjîtal haydar in?

Tundiya dîjîtal formeke nû ya tundiyê ye ku di sedsala 21’ê û bi pêşketina medyaya dîjîtal, jiyana rojane ya jinan bi bandor kiriye.

 

 

Sedsala 21’ê weke serdema teknolojî û zanyariyê tê pênasekirin. Serdemeke ku înternet û ragihandin bûne perçeyek bingehîn a jiyana mirovan, çêkirina platform û torên berfireh ên agahdarî û di wan salên dawî de bajarên elektronîk îsbata bandora van diyardeyan li ser civakan e. Teknîkên bikaranîna amûran û piştre teknolojî yek ji guhertinên girîng di civakan de tê hesibandin. Lê di du sed salên dawî de şoreşên teknolojîk bi xwe re gelek mijarên din jî anîne rojevê. Zêdebûna hilberandin, pêşketin û berfirehbûna amûr û teknîkên ragihandinê û mezinbûna bajaran beşek ji vê şoreşê ye. Bêguman vê şoreşê li ser hemû qadên civakê weke malbat, mezheb, huner û siyasetê bandorê kiriye û di encama wê de bandorên neyênî li ser çand û kevneşopiyên civakên li gundan kiriye û nasnameyên herêmî lawaz kiriye. Ji ber veguhestina çandê bi riya ferazî zûtir pêk tê û hema bibêje tu astengiyek mekanikî li hemberî wê tune ye. Ev cihbicihbûna dîmen û wêne hişmendiyeke di cîhana îroyîn de ava dike. Wê demê di navbera modernîzm, endustriyalîzm û jiyana bajarî de pêwendiyek rasterast heye. Van sê diyardeya qonaxeke nû di jiyan û têkiliyên însanan de dane destpê kirin ku gelek metirsiyên weke tenêtî, biyanûn û dûrbûna ji xwe û qutbûna ji heqîqeta civakê bi xwe re tîne. Di serdema modern de mirov li hemberî teknolojiyê pasîf dimînn. Ji ber ku pêşketina bilez a teknolojîk dibe sedema guhertinên civakî û çandî û bi guherandina cîhana heqîqî bi cîhana ferazî re mekanîzmayên têkiliyên însanan lawaz dikin.

Bêguman yek ji berhemên serdema têknolojîk tundî ye. Ango tundî şekil diguherîne û gelek caran jî tundiya ku bi riya medyaya dîjîtal tê meşandin nayê pêhesandin. Divê destpêkê bi kurtî em tundiyê pênase bikin. Tundî ango şîdet di destpêka derketina şaristaniyê de her dem hebûye û li gorî her serdeman şikil guherandiye û ji nû vê tê hilberandin. Tundiya li ser jinan  ji aliyê hişmendiya mêr û saziyên wê ve weke malbat, qanûn û dewlet tê sepandin. Desthilatdariya siyasî, olî, civaka çînî, zayendperestî û kevneperestiyên civakî jî roleke girîng di pêşxistina tundiyê de dilîzin. Ew tundî weke toreke di zikhev de ye ku mirov nikare ji hev qut bigre dest. Di vê avahiya çînî û zayendî de hemû beşên wê hev temam dikin û bi gewde dikin. Tundî ji aliyê xwediyên desthilatdariyê ve li ser kesên din, desteserkirina mafên wan û binpêkirina azadî û ewlekariya wan tê pênasekirin. Ger em li ser esasê vê pênaseyê, tundiya li ser jinan binirxînin em ê bibînin ku di hemû sîsteman de serdestiya mêr tundiya li ser jinan ji bo misogerkirin û domandina desthilatdariya xwe bikar aniye û tîne. Tundiya dîjîtal jî formeke nû ya tundiyê ye ku di sedsala 21’ê û bi pêşketina medyaya dîjîtal, jiyana rojane ya jinan bi bandor kiriye. Weke her şêwazê tundiyê, bingeha tundiya dîjîtal jî newekheviya zayendî û çanda baviksalarî ye. Înternet û medyaya dîjîtal jîngeheke nû ya bi navê ‘cîhana dîjîtal’ pêşkêşî civakên îroyîn kiriye. Mirov dikare bibêje teknolojiya dîjîtal ne tenê amûrek destê sîstemê ye ku weke mekanîzmaya kontrolê bikar tê belkî di heman demê de amûreke ji bo ku sîstem xwe di civakê de saz bike û li gorî berjewendî û hişmendiya xwe araste bike ye. Wê demê îdeolojiya sermaye ‘amûrek zorê’ ye û rûyekî din ê desthilatdariyê ye. Ji aliyekî din ve yek ji taybetmendiyên sîstemên totalîter çavdêrîkirin e ku bi riya medyaya dîjîtal ev şopandin û çavdêrîkirin tê pêşxistin. Di rastiyê de rêbazeke nû ya serdestiya li ser mêjî ye û yek ji mekanîzmayên sereke yên sîstema desthilatdar e. Medyaya dîjîtal berhema şîrketên taybet e ku di vê serdemê de bi pêş ketiye û ji aliyê sîstemê ve tê fînansekirin, bi awayekî hatiye pêşxistin ku dikare zanyariyên şexsî bifroşe yan li ser bazar bike. Teknolojiya şopandin, berhevkirin û tomarkirina daneyên kesan metirsî û guman çêkiriye û di salên dawî de hewldanên gelek parêzerên mafên mirovan, edaleta civakî û femînîstan ji bo rojevkirina vê pirsgirêkê hene. Di rastî de di vê serdema tomarkirina zanyarî di warê jiyana şexsî ya kesan de ne tenê di destê polîs û saziyên hikûmetê de ye belkî kampanya û şîrketên mezin ê teknolojiyê weke Facebook û  google jî wê karê dikin û bi armanca zêdekirina kar wêne û dengê bikarhêneran kom û tomar dikin her wiha nêrînên siyasî û  baweriyê kes jî dişopînin û bi wî awayî zanyariyê derbarê însanan de bûye metayek ku dikare were kirîn û firotinê û qadek aydê însan nemaye.

Tundiya li ser jinan pir caran bi tundiya fîzîkî, derûnî yan devkî tê sînordarkirin lê di serdema medyaya dîjîtal de şêwazê tundiyê jî weke her diyardeya civakî guheriye. Di halê hazir de tundiya sîber weke gefek cidî li hemberî her kesê ye û jiyan, kar, hurmet û kerameta wan dixe xeterê. Tundiya dîjîtal ew şêwazê tundiyê ye ku bi riya onlîne dibe sedema ziyanên fîzîkî, psîkolojîk an hestiyariya kesek an komek her wiha şopandina tevgerên onlîne ên kesek ji aliyê kesên xerîb an yên ku nayên nasîn bi niyeta tacîzkirina online, parvekirina zanyarî, vîdeo û wêneyên kes bê destûra, bikaranîna navarok û peyvên seksî, lêgerîna nasname û parvekirina agahiyên taybet û armanca  tundiya dîjîtal tirsandin, gefxwarin, êrîş li ser îtîbarê kesan û tolhildan e. Çawa ku di civakên baviksalar û desthilatdar de cinsiyetparêzî li her qadê hakim e, di dinyaya ferazî de jî ev nêrîn hakim e. Piranî jinên bikarhênerên înternetê ji aliyê mêran ve ku bi navê cuda û bi nasnamê nediyar dixebitin, rastî tundiyê tên. Êrîşên bikarhênerên mêr li ser rûpel hesabê jinan dibe sedem ku carna jin hesabê xwe bigrin an kilît bikin an jî êdî vê jîngehê bikar neynin. Di rastî de ferqa di navbera tundiya sîber bi şêwazên din de hêsaniya pêkanîna wê ye ji ber vê yekê mirov dikare bi hêsanî zanyarî ji kes an kesan berhev bike û bi awayekî neyênî belav ke. Tundiya dîjîtal dikare li jîngehên cûda yê online weke odeyên chat, forum, email û motorên lêgerînê weke Google û her wiha torên dîjîtal weke Facebook, Twitter, Instagram, Youtube û hwd rû bide. Lê li gorî lêkolînên ku di warê tundiya sîber de hatine kirin jin li mêran zêdetir rastî tundiya sîber tên û bi gîştî înternet bûye qadek ji bo zêdekirina çanda dijberiya jinan û zemînek ji bo pêşxistin û sorkirina tundiyê. Her kes li pişt navekî veşarî û sexte çawa dixwaze wisa hereket dike û çi bixwaze dibêje bêyî ku venêrîn û kontrol li ser hebe. Piranî jinên ku rastî tundiya sîber tên çalakvanên siyasî, hunermend û siyasetmedar in lê tenê bi wan re sînordar nîn e û her kes pê re rûbirû dimîne. Tundiya sîber ku jin her dem pê re rûbirû dimînin xwedî navarokeke zayendî ye û girêdayî bedena wan e ku dengê wan bibire. Tundî û zordestiya li dijî jinan di qada sîber de yek ji sedemên çerxa tundiya li ser jinan e û li ser têkiliyên wan ên civakî bandorê dike, nikare bi rehetî nêrînên xwe bîne ziman.

Li hemberê tundiya dîjîtal pir caran jin ji ber pêşdaraziyên civakî bêdeng dimînin. Ya rast jin bi hinceta nêzikatiyên weke şeref û namûsê û zextên civakî tundiyê ranagihînin û di encamê de ew qad ji bo mêran dibe qada serdestî û meşandina desthilatdariyê. Li beramberî vê jî tundiya dîjîtal di pergala hiqûq û dadê de gelek caran cidî nayê girtin û ji nedîtî we tê dîtin.   Ruxmê ku tundiya sîber ewlehiya jinan di jiyana rastî de dixe xeterê derbarê tundiya li ser jinan de li her derê cîhanê valahiyên qanûnî û hiqûqî hene lê di qada tundiya sîber an dîjîtal de zêdetir berbiçav e.

Di salên derbasbûyî de hejmara jin û keçên ku rastî tundiya dîjîtal tên, zêdetir bûye. Her wiha kuştina jinan bi navê namûsê niha bi berfirehbûna bikaranîna torên dîjîtal formeke nû girtiye û bûye amûreke sereke ji bo tundî, kuştin, gefxwarin û kontrolkirina jinan li hundir û derveyî malê. Di rastiyê de desthilatdarî û kontrolkirin weke du hêmanên sereke ne di avakirina formên ciyawaz ên tundiya zayendî de û hemû şêwazên tundiyê ne. Desthilatdarî di hemû astên civakî de belav û berfireh bûye û her roj, li her derê xwe li ser me ferz dike. Dema em em li dorhêla medyayên dîjîtal û înternetê dinêrin em vê rastiyê dibînin ku di navbera desthilatdariya sîstema serwer de ku xwe di vê qadê de birêxistin kiriye, tundiya li ser jinan jî bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Çawa ku desthiltdarî her dem di tekela mêr de bûye, xwe li her qadê bi cih dike û li ser hemû civakê serweriya xwe ava dike. Hedefa pergala cîhanî ew e ku bi riya teknolojiya dîjîtal û endazyariya civakî bi awayekî rizaya her kesê bi dest bixe ku tu kes sedemeke wê ji bo serhildanê nemîne. Bi pêşketina teknolojiyê û cîhana enformatîk re qadên desthilatdariyê jî guherîn û bi awayekî cuda xwe didin der. Çawa ku di hemû formên desthilatdariyê de destpêkê jin tên hedefgirtin di qada dinyaya ferazî de jî herî zêde jin bi tundiyê re rûbirû dimînin.

Ji ber berfirehbûna cîhana ferazî, rêbazên tundiya dîjîtal jî gelek zêde ne. Şêvazê serek yê tundiya dîjîtal gefxwarin e. Ev rêbaz bi gelemperî ji aliyê kesên ku tên nasîn ve bi armanca tolhildanê û zirardayîna îtîbara şexsî ne. Heckkirina hesabê medyaya dîjîtal jî rêbazeke tundiyê ye. Carna jî bi riya hesabên sexte bi navê kesan û belavkirina wênê kes dikarin tundiya dîjîtal bimeşînin. Biçûkxistina fikir, bawerî yan şêwazê lixwekirina cil û berg jî pir caran dibe mijara tundiya dîjîtal li hemberî jinan. Yek ji rêbazên din ên tundiya dîjîtal weke ‘êrîşên sîber’ tê pênasekirin ku gelek caran çavkaniya wan nayê zanîn û piranî ji aliyê dewletan ve li ser jinên ku li ser torên dîjîtal aktif in ve tê meşandin. Bi giştî xala taybet a tundiya sîber li hemberî jinan li dijî beden, zayend û têkiliyên wan ên taybet e. Tundiya dîjîtal jî weke her şêwazê tundiyê ji ber ‘jinbûnê’ û qalibên cinsiyetparêziya civakî li ser tor û platformên dîjîtal tê meşandin. Ev tundî, li ser tendurustiya psîkolojik û fizîkî, jiyana civakî û ekonomîk bandorê çêdike. Ji ber vê ger tundiya dîjîtal neyê kontrolkirin û tedbîr li hemberî vê yekê neyên girtin dikare gelek texrîbatan di jiyana ferd, malbat û civakê de çêbike.

Aliyekî din ê tundiya dîjîtal ku divê bal li ser were kişandin jî pêşkêşkirina îdealên xweşikbûnê li ser medyayê dîjîtal e û ew weke standardên xweşikbûnê nîşan dane. Helbet ew dihêlê derûnî de li ser jinan bandorê dike. Di propagandayên ku tên kirin de bedena jinan weke objeyek tê pênasekirin û hewl didin jinan bixin nava qalibên ku pêşkêş dikin. Ev qalib û feraseta bedewî û bedena bê qusûr ji aliyên modernîteya kapîtalîzmê hatiye ferzkirin. Xwe gihandina ew qalib û formên ku hatiye diyarkirin dibe zextek civakî û derûnî ji bo jinan. Her wiha bi riya torên dîjîtal û pêwendiyên endustriya seksî û pornoyê ku piştî çek û narkotîk yek ji endustriyê herî bi kêra sîstemê ye her sal bi milyaran dolar sermaye dike berika sermayedaran û jiyana bi milyonan jin û zarokan îstîsmar dikin. Pornografiya înternetê bazarek din e ku jinan weke objeyek nîşan didin û tecawiz, tundî û kuştina jin û zarokan rewa dikin û  tundiyê ji nû ve hildiberînin, çanda mêtingeriyê kûrtir dikin li tevahî civakê belav dikin. Ji ber vê ne tenê jin belkî hemû civak li hemberî tundiya sîber di nava bêewlehiyê ne û her kes bi awayekî bi tundiya sîber re rûbirû dimîne.

Tundiya dîjîtal û torên madyaya dîjîtal bi demê re bi awayek berfireh tên bikaranîn û her wiha pirbûna bernameyên wê bûye pirsgirêkek cidî. Ji ber vê divê li gorî her platforma dîjîtal tundiya ku bi riya wê tê meşandin were tesbîtkirin û nasîn û li gorî wê tedbîr were girtin. Ji ber gelek caran kesên ku rastî tundiya dîjîtal tên çalakiya tundiyê weke tundî nabîne. Pêwist e siriyet û zanyariyên şexsî werin parastin û li ser platform neyên belavkirin. Her wiha divê li ser  tiştê ku li ser platform tên parvekirin, baldar bin. Bi taybetî wêne û daneyên ferdî neyên parvekirin. Ji be ev wêne û vîdyo gelek caran dibin malzemeyên tundiya dîjîtal.

Ji bo pêşîgiritina tundiya dîjîtal li hemberî civakê bi taybetî jinan gelek rêbaz hene. Divê li ser vê esasê di navbera saziyên civakî de weke perwerde, tendurustî û malbatê de hevkarî ava bibe, dewreyên perwerdeyê werin lidarxistin. Xebatên civakî bi armanca avakirina guhertinên civakî zêde be.  Bi taybetî ji bo pêşîgirtina tundiya dîjîtal li dijî jinan divê bikaranîna înternetê bi awayê bi ewle were misogerkirin. Her wiha divê ji bo jinên ku rastî tundiya dîjîtal hatine, mercên xizmetên tibî û civakî werin avakirin. Bi vî awayî dikare bi hevgirtina civakî bandorên tundiya dîjîtal li ser jinan werin kêmkirin.

 

 

 

 

 

Bunları da beğenebilirsin