PÊŞKETINA TEVGERA FEMÎNÎST Û QADÊN WÊ YÊN TÊKOŞÎNÊ
Bingeha ku tevgera femînîst xwe dispêre, heta sedsalên 15 û 16. jî diçe. Lê çavkaniya wê ya esasî, Şoreşa Fransayê ye.
BEŞA 1.
Bingeha ku tevgera femînîst xwe dispêre, heta sedsalên 15 û 16. jî diçe. Lê çavkaniya wê ya esasî, Şoreşa Fransayê ye. Di pêvajoya Şoreşa Fransayê de daxwazên wekhevî, azadî, xwişk û biratî bilind bûn. Jinên ku tevlî şoreşê bûn, di heman demê de radighandin ku dixwazin di siyasetê de cîh bigirin. Ji bo vê yekê jî xwedî têkoşînek radîkal bûn. Gelek rêxistinbûn pêk anîne, ji bo deh hezaran kesên daketine qadan, pêşengî kirine. Destkeftiyên şoreşê ji aliyê burjuwaziyê ve hatin desteserkirin, pergala netew-dewletê hat rêxistinkirin û ji bo jinan rêya avakirina mal û malbatê hat nîşandan. Jinan nikaribûn siyaset bikin, siyaset karê mêr bû û ‘jinên ku aqilê wan nagire’ divê tevlî van karan nebûna.
Pergala kedxwariya kapîtalîst, jin û civakê bi nêçîra pîresêhran bêdeng kir, têkiliyên wan ên bi jiyanê re qut kir û pergala netew-dewletê kir cemawerî. Ji bo pirsa ‘jin mirov e an na?’ tevgera femînîst bersiv da. Ji bo ku nîşan bide ku jin jî hene, mafên wan ên wekî siyaset, dîtina perwerdê, mafê xwedî milkbûnê, mafê wekheviya bi mêr re hene, zend û bend badan. Tevgera femînîst ku ji kevneşopiya berxwedanê hêza xwe digre, bale dikşand ser newekheviya mezin a di navbera jin-mêr de. Diqêriya û digot ku dema derfet û mercên wekhev bên avakirin, jin jî bihêz, jîr û afirîner e. Olympe De Gouges û jinên din di Şoreşa Fransayê de cîh girtin û bi giyotînê hatin cezakirin, jinên têkoşer ên serdemê bûn. Lê di Danezana Mafên Mirovan de cîh nedan van jinan. Di sala 1791’an de jinan li hember vê yekê, Danezana Jin û Mafên Hemwelatîbûnê weşandin. Danezan wek yekem berhema femînîst, ket nav rûpelên dîrokê.
Di danezanê de jinan anîn ziman ku jinên mafê dengdan û hilbijartinê parastin û serê wan hat jêkirin, dikarin siyasete jî bikin. Danezan bi pirsên ku ji mêr tên kirin destpê dike û di danezanê de wiha tê gotin; “Mêro! tecrubeya te ya adilbûnê heye? Jinek ji te pirsek dike û tu nikarî vê pirsê, qet nebe vî mafê jinê bavêjî aliyek. Ka ji min re bêje, kê mafê serdestiya ku zayenda min diperçiqîne da te?”. Ji bo jinan jî hişyariya ‘êdî şiyar bin’ dike û bangeke wiha li wan dike; “Gelî jinan! Jinno, hûn dê kîngê ji korbûnê rizgar bin? We ji şoreşê çi bidest xistine? Ji xeynî awayên biçûkxistinek zêdetir, biçûkdîtinek zêdetir. Di sedsalên tijî gendelî de hûn li ser bingeha qelsiya mêr hatin rêvebirin. Serdestiya we hilweşiyaye çûye, wekî din çi ma di destê we de? Desthilatiya mêr, darazên bê edalet û bi awayek ku xwe dispêre biryarnameyên pîroz ên xwezayê, yên ku aydê te ne, dixwaze dîsa ji destê te bistîne – de ka tu çima ji girêdanek wiha baş ditirsî?”
Mary Wollstonecraft jî van pêşketinên şoreşî dişopîne, di bin bandora wan de dimîne û di sala 1792’yan de li Îngîltereyê berhema xwe ya bi navê ‘Parêznameya Mafên Jinan’ dinvîse. Di sala 1790’an de li Emrîkayê Judith Sargent Murrey jî berhemek li ser Wekheviya Di Navbera Zayendan de weşandiye û xwestiye ku mafên ji bo mêran hatine dayîn ji bo jinan jî bên dayîn. Ji ber ku di Danezana Serxwebûna Emrîkayê ya di destpêka şerê serxwebûnê yê di sala 1776’an de destpê kir de hatiye weşandin de, cîh nedane jinan.
Tevgera femînîst a ku li Ewropa û Emrîkayê belav dibe, ji dawiya sedsala 18’an heta nîvê duyemîn ê sedsala 20’an, di bin bandora ramana ronakbîriya lîberal de dimîne. Di pergala netew-dewlet a ku nû pêk hatiye de jin jî li ser bingeha mafên wekhev cîh digre, ev jî wek têkoşîna wekheviya hiqûqî ya bi mêr re, dertê pêş. Pêngavên femînîst ên ku mohra xwe li vê serdemê xistine, wek Femînîzma Ronakbîriya Lîberal û Femînîzma Çandî teşe digre. Femînîzma Ronakbîriya Lîberal li ser mafên siyaset, xebat, xwedî milkbûnê, perwerdê disekine. Wekheviya hiqûqî ya bi mêr re têkoşîna hiqûqî û sererastkirinên yasayî digre navenda xwe. Di serî de li Emrîka û Îngîltereyê, li welatên Ewropayê têkoşîna mafê dengdanê (Sufrajet) rojevek girîng pêk tîne.
Grevên birçîbûnê, mîtîng, xwedî karakterek radîkal in. Mary Clarke, Jean Hewart, Catherina Fry dema di greva birçîbûnê de ne, ji ber ku mudaxale li wan tê kirin û bi darê zorê xwarinê didin wan, jiyana xwe ji dest didin. Emily Davison di pêşbirkên hespan yên li Londrayê de xwe dighîne pîsta pêşbaziyan, slogana sufrage (mafê bijartinê) diqîre, xwe davêje ber piyê hespê Qralê 5. George, di binê hespê qral de dimîne, birîndar dibe û piştî çend rojan jiyana xwe ji dest dide. Çalakiyên ji bo karê wekhev heqdestê wekhev jî, çend ji rojevên têkoşîna bingehîn in.
Femînîzma Çandî jî, dibêje ku rojev û têkoşînek di ser avakirina wekheviya bi mêr re de, ne rast e. Lêhûrbûna li ser çand, jiyan û nirxên ku navenda wan jin e, esas digre. Dibêje ku dinya, enerjî û lêgerîna jinê, cuda ye û pêwîst e ev dinya bê aşkerakirin. Margaret Fuller, dibêje ku “Dema pê bihesin ku ji bo hêz û xweşikbûna jinantiyê pêk bînin azad û biaqil in, êdî ewê nexwazin bibin mêr an jî mîna mêr bin.” Margaret, rê nîşanî femînîzma çandî daye. Margaret, di sedsala 19’an de di pirtûka xwe ya bi navê Jin de, dibêje ku hêza civakî ya jinê, dê ji bo pirsgirêkên ku diqewimin, çareserî bîne.
Têkoşîna femînîst a vê serdemê, hem di asta herêmî hem jî navnetewî de rêxistinbûnan bipêş dixe, li dora konferans û rojevên hevpar, tên ba hev. Têkoşînên sosyalîst û têkoşîna jinê ya ku ji nav derketiye jî, bandorek mezin lê kirine. Bandorbûnek ku hem di nav têkiliyê hem jî nakokiyê de bipêş ketiye, mijara gotinê ye. Pêşengên sosyalîst ên wekî Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Aleksandra Kollantai, tevgera femînîst û daxwazên wê lîberal dibînin, dibêjin pir nêzî lihevkirina bi bûrjûvaziyê re ye û rexne dikin. Bi vê yekê re, qadên têkoşîna hevpar yên wekî dijberiya şer û mafê dengdanê yên wan jî hene. Piştî 1. Şerê Cîhanê li hinek welatan mafê dengdanê û hilbijartinê tê qezenckirin, pêl bi pêl bi qasî sedsalek li welatên din jî dibe mafek ku tê xwestin. Her çiqas mafê ji bo karê wekhev heqdesta wekhev dabin pejirandin jî, li gelek welatên dinyayê têkoşîna wê berdewam dike. Teorî û çalakiya femînîst di şûna dewletê de mêr wek pirsgirêk dibîne û dike hedefa xwe, ji wê rojê heta niha wek xeta bingehîn tê.
Pêvajoya pêngavê ya di femînîzma sedsala 20’an de, mîna têkbirina faşîzmê ya piştî 2. Şerê Cîhanê, şoreşên demokratîk ên gel û rizgariya netewî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a 1968’an, hem di serdema pirsyarîkirina kapîtalîzmê hem jî sosyalîzma reel de pêk tê. Di salên 1940-50’yî de pirtûka Sîmon De Beauvoîr a bi navê Zayenda Duyemîn û tesbîtên wekî “Wek jin jidayîk nabî, lê dibî jin”, “Rizgariya jinan dê ji zikên wan destpê bike”, dikin sparteya pirsyarîkirina zayendparêziya civakî. Dîsa tesbîta Carol Hanîsch a “ya taybet polîtîk e” pirsyarîkirinên Ann Oakley ên zayenda civakî, di salên 1970’yî de xuya dibin. Têkiliyên jin-mêr ên di nav mal-malbatê de tên pirsyarîkirin. Bi tevî pirsyarîkirinên pergala bavsalarî, meyla ji bo metodên çareseriyê ya ferdparêz, azadiya lîberal rê nîşan dide. Keşfên arkeolojîk, daneyên ku dîrokê ronî dikin, pêşkêş dike, pêşî li fikirandina li ser nasname, ked û dîroka jinê vedike.
Femînîzma hebûnparêz, li ser nasnameyên zayendên hatine avakirin hûr dibe û qadên koletî û serdestiyê pirsyarî dike. Ji ber ku di teoriya Marxîst û femînîsta sosyalîst de nasnameya çînî ya jinê derdixin pêş, çareseriya nakokiyê jî, bi çarçoveyek ku rizgariya çînî diparêze ve tê girêdan. Her çiqas di meyla sosyalîst de li hember fikra bi rizgariya çînê re dê jin jî rizgar bibe serî rakiribin û pêşî girîngî dabin pirsgirêka jinê jî, çareserî di bin bandora nêrîna ku navenda wê çîn e de dimîne. Her çiqas lêgerînên wekî heqdesta ji bo keda nav malê, veguherandina karên lênêrînê ya wekî xizmeta cemawerî ku ji bo jinê qada bêhndayîn û tevgerê vedike hebin jî, venaguhere çareseriyek giştî. Xitimandin, paşketin û belavbûna di sosyalîzma reel de tê jiyîn, qada bandorê teng dike.
Di heman demê de femînîzma radîkal serdestiya mêr a li ser bedena jinê, zayendiya wê, zarokanîna wê bi bandor e, pirsyarî dike û gotin û mafê jinê yê li ser bedena jinê diparêze. Aşkera dike ku dîrok ne li ser şerê çînî, li ser şerê di navbera zayendan de bipêş ketiye, jin çîna yekem e, pêwîst e ku di hilberandin û hilberînê de diyarker be, rê li ber pirsyarîkirin û tevgerandinên girîng vedike. Belavkirina hebên kontrola zarokanînê, çalakiyên ji bo mafê kurtajê, çalakiyên di asta herêmî û navnetewî de bandor kirine. Ev serdemeke ku rêxistinbûna femînîst bipêş ketiye, bi perwerde, nîqaş û weşanan xebatên pêhesandinê berdewamî bûne û tevkarî dane zanabûnê ye. Di nav tevgera femînîst de lêhûrbûnên ku ekolojîk in, teoriya anarşîst û çalakiya pergala bavsalarî, dewlet û desthilatiyê pirsyarî dike, nêrîna teng a li ser bingeha zayendî li dû xwe dihêle, wekheviya jin-mêr û azadiya civakî esas digre hene. Ev lêhûrbûn, asoyên nû vedike.
Rêxneyên ku jinên reşik li nijadperestiya serdest a jina spî dike, dibêje ku ‘nijadperestiya jinê dikin, ji tevahiya civakê dûr in û meyla wan li ser çîna navîn heye’, bi bandor dibe. Meylên ku pirsgirêka jinê ji pirsgirêka civakî, azadiya jinê ji têkoşîna azadiya civakî qut dikin, di pirtûka Bell Hooks a bi navê Femînîzm Ji Bo Herkesî Ye de, di pirsyarîkirinên Angela Davis ên sosyalîst de û têkoşînên wê de tê dîtin. Femînîstên sosyalîst ên wek Maria Mies, Silvia Federici, femînîstên Îtalyan ji ber bîrdozî, polîtîka û feraseta dîrokê ya femînîstan a klasîk a teoriya Marxîst û têkoşîna sosyalîst a modernîst, mekanîk, ku têra xwe girîngî nade jinê, lihevdanîna pergala sosyalîst rexne dikin. Ev rexne girîng in.
Femînîzma rojava, bi teorî û çalakiyên xwe balê dikşîne ser polîtîkayên kapîtalîst û kolonyalîst û dibêje ku pêwîst e berê xwe bide qirkirina jinan a di nav koloniyan de. Ev teorî û çalakiyên wan pirsyarker in. Pêşî li polîtîka û çalakiyên ku kolonyalîzmê, dagirkirina ked-beden-axê, qirkirina jin-civak-xwezayê bi hev ve girê dide, analîz dike, deşîfre dike, vedike. Di pêşketina meyla femînîst a dijberê kolonyalîstiyê ye de, bi bandor dibe.
Pirsyarîkirinên girîng ên ku di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de bi bandor bûne û bingeha femînîzma sedsala 21’an pêk anîne, bipêş dikevin. Dibe sedem ku ruyê xwe ji Rojava ber bi Rojhilat ve vegerîne, berê xwe ji hegemonyaya global, kolonyalîstiya kapîtalîst bide polîtîkayên qirkirina xweza û civakê. Di pêşketina meyla Post-kolonyal de, jinên ku ji welatên kolonyal koçî Rojava kirine û di qada akademîk de cîh girtine, rol lîstine. Hem li welatên ku diçinê, hem jî li welatên xwe, polîtîkayên cudaxwaz, zayendparêz, kolonyalîst tînin rojevê.
Piştî salên 2000’î meyla femînîstên Îslamî, nêrîna Rojava ya navendparêz, oryantalîst û modernîst rexne dikin. Ev wek berdewama vê pêvajoyê ye. Pirsyarîkirinên Marxîzm û modernîzmê, mîna post-modern femînîzm, post-femînîzmê, rê nîşanî dawiya sedsalê, hezarsala nû û çaryeka destpêka sedsalê dide. Di şûna ku nasnameya jinê sabît binirxîne de, cudahiyan, guhertinan dibîne. Li ser vê navendê bipêş dikeve. Berê jî ramangerên mîna Hannah Arendt ji ber teorî û polîtîkaya wê ya ku tevgera femînîst a jinê di sînorê nasnameya zayendî de pênase dike, rexne kirine.
Têkoşînek ku xwedî li nasnameya jinê ya netewî, çînî, nijadî, bawerî, çandî jî derdikeve, pêşniyar kirine. Lê belê post-femînîst di şûna nasnameya pirrengî de bi pirsyarkirinên “sabîtbûn” û “gerdûnîhezî” cudahiyê di asta ferd, herêmî, kirdetiyê de dinirxîne. Derbaskirina sabîtbûna di nasnameya zayendê de, derbaskirina dubendiya jin-mêr, di pênasekirina zindiyek bênasname û bê zayend de berbiçav dikin. Ji ber ku dibêjin jin xwedî dîrokek hevpar nîne, rastî kedxwariyek hevpar hatiye, bûne sedema encamek ku bingeha têkoşînek hevpar ji holê radike.
Her çiqas meyla Post-modernîst di hinek xalan de wek dijberê modernîzmê xuya bike jî, bandora giran a takekesiya lîberalîzmê û feraseta azadiya takekesî di nav xwe de dihewîne. Li aliyek vê nêrînê, femînîstên jin ên Fransî hene. Ev femînîst, diyar dikin ku pênasekirina zayendiya civakî nasnameya jinê vedişêre û red dikin. Cudahiya jinê, mêbûnê, dinyaya mêbûnê esas digrin û cudaparêz in. Li aliyê wê yê din jî, meyla queer a ku wek post-femînîzm bipêş dikeve, dibêje ku wek zayendparêziya civakî, zayend jî hatiye avakirin, pênaseya nasnameya jinê red dike, di nav tevgera giştî de bi bandor dibe.
Pêşengiya vê meyla ku xwestiye rê nîşanî femînîzma sedsala 21’an bide, ji aliyê Judith Butler ve tê kirin. Di pirtûkên ku dinvîse, yên wekî Belaya Zayendê û Belaya Bedenan de, analîzên girîng ên desthilatiyan dike. Bi vê yekê re, di şûna ku pergala bavsalar a tundî û kedxwariyê ava dike bike pirsgirêk de, nasnameya zayendî dike pirsgirêk. Di şûna guhertina pergala kapîtalîst de, heteroseksueliyê wek pirsgirêk dibîne. Dighê encamek ku biyolojiyên jin û mêr derbas dike û zayendê wek guhertina bêdawî pênase dike. Judith, femînîzma dewletê jî rexne dike. Dibêje ku şibiyaye desthilatiyê û ji navendbûna berxwedanê dûr ketiye. Ji aliyê din ve jî bêtêkoşîniyê mîna awayek têkoşînê pêşkêş dike. Di şûna ku pergala bavsalariyê bike pirsgirêk de, nasnameya zayendê û zayendê dike navenda pirsgirêkê. Ev jî dibe sedem ku di teorî û çalakiya femînîst de qeyranek nû derkeve. Di şûna ku tevgera femînîst ji nû ve bike navenda berxwedanê, dibe encamek ku ji xeta têkoşîna radîkal dûr dixe, lîberal dike.
Nîqaşên zayendî yên ku ji bingeha zanistî, civakî, dîrokî, çandî û rastiyê hatine bêparkirin, bi pirsgirêk in. Azadiyê dadixe asta azadiya bijartina zayenda xwe. Bi vî awayî ji civakbûnê dûr dixe. Dike hedefa êrîşên mirovan ên bi her awayî ku li hember jinê pêk tên. Têkbirina pergala bavsalariyê, bîrdoziyên zayendparêz, tundî û destdirêjî, ancax bi rêya pirsyarîkirin û analîzkirina têkiliyên hiyerarşîk û pergala kedxwariya bi dewlet, dikare pêk bê. Di nav tevgera femînîst de jî hinek kes vê rewşê wek “dij şoreş” dibînin. Josephine Donovan di pirtûka xwe ya Teoriya Femînîst de, dibêje ku teoriyên post-modernîst tên wateya lêxistina derbên kuştinê ya li femînîzmê. Josephine, cîh dide kes û derdorên femînîst ên li hember vê yekê radibin. Femînîsta Sosyalîst Jane Clare Jones jî, dibêje ku Judith Butler zayend û bedenan, jin û mêr, wek “bela” pênase dike û xilasiya ji vê belayê jî, di bêzayendiyê de dibîne. Jane, vê nêrîna Judith rexne dike û tîne ziman ku Judith femînîst nîne. Girîngiya têkoşîna li hemberî pergala bavsalar, derdixe pêş.
Her çiqas ji roja ku derketiye heta niha astên pêşketina teoriya femînîst û tevgerên wê wek çar pêl hatibin binavkirin jî, ev jihevcudakirin zêde rasteqîn nînin. Di nav seyra pêşketina dîrokî de bi pêşketina giştî ya civakî û têkoşînên şoreşî de bi awayek ku bi pêşketina wan re paralel e, di nav tevgera femînîst de jî, hem kûrahî û zengîniya teorîk hem jî pratîk derdikeve holê. Xwe di ber çav re derbas dike û lêgerîna xwe ya pêngava bîrdozî, polîtîk, rêxistinî û çalakiyî didomîne. Sedsala 21’an, hemû daneyên çaxa sedsala jinê û şoreşên jinan derxistiye holê. Pênasekirina nasnameya jinê ya di nav yekparetiya çandî, dîrokî, civakî de, girîng e. Li gor vê pênasekirinê, li hember kapîtalîzma ku di navbera jinê û têkoşîna azadiya civakî de têkilî datîne û pergala bavsalariyê, perspektîfa têkoşîna hevpar girîng dibe.
Rêber Apo tîne ziman ku jin ji nasnameya zayendî wêdetir, xwedî nasnameyek civakî ye. Jinê wek “kolonyala yekem û dawî” pênase dike û balê dikşîne ser rola radîkal û wekhev a di navbera têkoşîna li hember pergala kedxwariya bavsalarî û têkoşîna jinê de. Pergal, yasa û saziyên zayendparêz, olparêz, netewparêz, feraseta nijadperest, ji nû ve dîzayn dike. Li hember vê yekê, pêwîst e ku têkoşîna femînîst jî di nav radîkalîzmek ku bibe bersiva vê yekê de bipêş bikeve. Hebûn û azadiya jinê, hem li navendên modernîteyê, hem jî li welatên kolonî, bi gefek mezin re rûbirû ye. Li hember vê yekê pêşxistina xeta bîrdozî, polîtîk, rêxistinî, çalakiyî, wek bersiva vê yekê ye. Ev yek, rastî û berpirsyariyek ku dîrok ferz dike ye.
Li hember pergala bi dewlet a ku hemû destdirêjî, destavêtin û desteserkirinên jinan, gelan û welatan rewa kirine û êrîşên wan, bi têkoşînek hevpar çareserî dikare pêk bê. Ev jî di pênasekirina rast a nasnameya jinê, bilindkirina têkoşîna azadî û rizgariya jinê ya li ser bingeha çanda berxwedana dîrokî û civakî re derbas dibe. Tecrubeyek girîng a têkoşînê, tecrubeyên dîrokî hene û rêya serketin-qezenckirinê ronî dike.