PARADÎGMA ÇI YE?
Paradigma wek têgîn, mêzandina bûyer an jî diyardeyane. Rastiyên li pişt bûyer û diyardeyan dîtin e.
Fikir û îcadên ku ji tevahî zanistan re bûne çavkanî, wek mîrasên mirovatiyê danehevên bi hezaran salan in. Di her serdemekê de erdnigarî, medrese û feylesofên ku ji pêşketinên zanistî re pêşengtî kirî hebûn. Pêşketinên zanistî cara yêkem di dema Neolîtîkêde li ser xaka Hîlala Zêrîn derketin holê.
Şoreşa neolîtîk di navbera salên berî mîladê 10.000 û berî mîladê 4.000 de pêkhatiye. Her wiha di salên berî mîladê 6.000 î jî li ser xaka Kurdistan’ê cihê herî qedîm û kevnar li Til-Xelef, serdema Neolitîkê ji hêla pêşketinande gehaşt lûtkeyê. Şoreşa Neolîtîk qasî ku şoreşa gund û çandiniye ewqasê jî şoreşa zanist û teknîkêye. Yêkemîn kesê ku şoreşa neolîtîk weke şoreşa gund û çandinî binav kir, Gordon Child e. Gordon Child her wiha dide diyarkirin ku, ev şoreşe bi şoreşa zanistî a sedsala 16. a li Ewropa çêbûyîre di heman astêdeye. Ev pêşketinên teknîkî û zanistî ku li Tilxelef gehaştî lûtkeyê gav bi gav berbelavî tevahî erdnigarî û gelan bûye. Rêber Apo, şoreşa neolîtîk di heman demêde wek şoreşa jinê pênasekir. Lewre jî di cihê xwedeye ku em bêjin şoreşa zanistî di destê jinê de şekil girtiye û pêşketiye. Zanist ku nirxê civakê ê hevpar e, bi desthilatdarî û serweriya mêr û dewletê ve kete pêvajoyeke ku ji jinê, ji civakê û ji jiyanê hêdî hêdî bê qutkirin.
Zanist pir zû bi desthilatdariyêre kete nava îmtîhanêde. Destpêkê di sûmerande li derdora zîgûratande zanist bû amûrê desthilatan. Piştre jî şaristaniyên Babîl, Misir û Hindê zanist kirin amûrê desthilatdariya xwe. Em dikarin bi zelalî bêjin ku, yê ku zanist û zanebûyîn derxistî holê, ne şaristanîne. Pêşketinên zanistî, ne berhemên eqlê zilamin jî. Zanist ji jinê ji civakê hate dizîn û şaristanî jî ev zaniste ji bo desthilatdariya xwe şixuland. Lê ev weke xwesteka desthilatdaran jî nameşe. Di heman demêde tarîx yên ku ji bo zanisteke azad berxwedidin û têdikoşin re şahidî kiriye û dike jî.
Di navbera zanista ku ketî bin xizmeta desthilatdariyê û zanista azad de pevçûneke mezin heye. Gelek bûyer jî di vê derbarê de hatine jiyîn. Mînak, pirtûkxaneya İskenderiye sê caran hatiye şewitandin. Dîsa feylesof Hypatia ku nûnertiya zanista azad dikir, bi hovane hatiye qetilkirin. Her wiha ji ber êrîşên Moxolan pirtûkxaneya Baxdatê hatiye talan kirin. Heta ji bo vê tê gotin ku, ‘çemê Dîcle bi rojan bi rengê hebir herikiye.’
Di tarîxê de akademiyên herî kevnar li Harran, Nisibis, Gundê Şapur; ji ber ku insanên zaniste bi zordarî û êrîşan re rûbirû hatine, ji bo ku li ser xakên azadkirî zanista xwe bikaribin bikin neçar mane ku koç bikin. Her wiha Sokrates bi heceta ku ciwanan ji rê derdixîne hatiye kuştin. Her wiha Manî, Suhreverdi, Hallacı-Mansur, ji ber ku li dijî dogmayên olî derketin, hatin kuştin. Bruno hatiye şewitandin, ji Galileo jî bi zorî xwestine teoriya ‘dinya dizivire’ bidin înkarkirin. Şoreşa li ewropa a zanist teknîkê li ser vê mîrasê berxwedan kiriye li hemberê ol û felsefeyên dogmatîk, ku ji derveyê nêrîna xwe tiştek din qebûl nakin, nûneriya fikrandina azad kiriye.
Pêşketina zanistê û kokên şoreşa zanistî a li Ewropa û çavkaniyên wê rohnîkirin girîng e. Di sedsala 16. de li Ewropa pêşketinên ku çêbûne, weke ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatine pêşxistin hate nîşandan. Ji ber wê jî em îro bi kerasetên herî mezin re rûbirû tên. Rastiyên ku herî zêde kapîtalîzmê meşrû dike pêşketinên zanist û teknolojiyê ne. Lê ew ne danehevên kapîtalîzmêne, berovajiyê wê encama danehevên tarîxa mirovatiyêne. Kapîtalîzm ev danehev dagirkiriye. Di vê dagirkirinêde rêbaza ku zanistî xwe dispêrê ango paradîgmaya mekanîk û pozîtivizm diyarker e.
Thomas Khun yêkêm car gotiye ku, ji bo ku pêşketinên zanistî bên fêmkirin di her demekê de paradîgma derketine û ji insanên zanistê re dane diyarkirin ka wê di kîjan mijarande lêkolîn bikin an jî di derbarê zanista ku pêşdixînin de wê kîjan pirsan bikin.
Wek pênasekirina heqîqetê û rêbaza fikrandinê zanist wê kîjan pirsan bike, çi lêkolîn bike, di van lêkolînande çavkaniyên ku ji xwe re esas digire û ji bo ku agahiyan derxe holê rêbazên ku bikaraniyî, paradîgmayê îfade dike.
Paradigma wek têgîn, mêzandina bûyer an jî diyardeyane. Rastiyên li pişt bûyer û diyardeyan dîtin e. Thomas Khun têgîna paradîgma bi mînaka çiyayê qeşa ve rave kiriye. Li çiyayê qeşa, beşên wê ên ku li ser avê dimîne de em teorî û fikir dibînin. Lê paradigmayek ku ew xwe dispêre heye. Sê beşên paradîgmayê jî bi şêwazê zanista hebûnê, felsefeya zanînê û rêbaza zanistê hate pênasekirin. Fikrandina ku zanistê ji felsefe û birdoziyê qut digire dest û tenê rastiyên bi dest tên girtin û bi çav tên dîtin lêkolîn dike bi vî awayî zêdetir rê li ber nîqaşan vekiriye.
Di her serdemekê de insanên zanistê, feylesof, lêgerînvanê heqîqetê, girêdayî paradîgmaya ku di wê demê de serwer e, hîn teorî pêşxistine. Lê belê dema ku teorî têrê nekirine, dema ku ji pirsan re bersivên têrker nehatiye dîtin weke ku di şoreşên civakîde çêbûyî, ji bo paradîgmayên zanistê jî pêwîstî li hîn guhertinan hatiye dîtin. Zanist bi şoreşan ve pêşkeftiye.
Ji şerê cihane ê duyemîn heta niha texrîbat, talan, hilweşîna ku zanista bi xwere aniyî tê nîqaşkirin. Tê zanîn navenda vê zanistê Ewropa bû. Wê demê ev zanist xwe dispart kîjan paradîgmayê ve jî tê lêpirsînkirin. Zanista ku navend Ewropa, xwe dispêra paradîgmaya mekanîk. Feraseta zanistê a li navend Ewropa, hiştiye ku em cîhanê weke saetek mekanîk bifikirin. Çerxên saetê, vidayên saetê çibin, zindiyên li cihanê jî wisa hatine destgirtin. Pergaleke wisa ê jêr û jor ango hiyerarşîk avakirine ku yê herî jor insan e û zindiyên din jî yên li jêra insan in. Bi vê hişmendiyê mêzekirin, bûye bingeha kerasetên xwezayî û ferq û cudahiyên di navbera çînande. Di serdemên qedîm ên tarîxêde insanan cihan bi zindî û bi yêkpare digirtin dest. Lê belê bi paradîgmayên mekanîk ve ev mêzekirin berovajiyêve hatiye guhertin. Êdî têkiliyên di navbera insan û xwezade her wiha têkiliyên di navbera insan û insanan de di çerçeveya subje û objede hatiye destgirtin.
Cudatiya sûbje û obje dihêle ku milek timî desthilatiyê bimeşîne, diyarker be; milê din jî bêbandor û bindest bimîne. Li muqabilê insan xweza, li muqabilê zilam jin, li muqabilê serdestan jî bindest wek obje hatine destgirtin û bikaranîn. Ev jî rê li ber desthilatdariyek bêdawî vekiriye, encamên wê jî bi qetlîam û qirkirinên mezinve tujene. Eger em li xwezayê jî mêze bikin emê hîn mînakên di vê derbarê de bibînin. Masiya mezin masiya biçûk dixwe, şêr xezal dixwe, yê ku bi hêzê yê lewaz bindixe. Zihniyetên desthilatdar ji xwere van mînakan digirin. Lê belê di xwezayê de, di nava zindiyan de ji van mînakan gelek zêdetir mînak hene ku hevdu temam dikin, zirer nadin hev an jî di nava hevde dayinstandinekê dikin. Ev têkiliya ku em dibêjin simbiyotîk de zindiyên biçûk ji zindiyên mezin re dibin piştevan, yê ku dikarin nêçîr bikin ji yên ku nikarin nêçîr bikinre dibin alîkar. Di nava vê eko sistemêde dar, insan, kêzik, masi, kefz jiyaneke hevpar parvedikin, jiyan dikin. Di dîtina van rastiyan de emê rêbazek çawa bikarbînin û emê bi kîjan çav lê mêzebikin ya girîng ev e. Ev şeklê mêzandinê di têkiliyên civakî de jî derdikeve holê.
Her hebûneke ku di nava ekosîstemêde cihê xwe digire xwedî wate û nirxekêye. Di demên dirêj ên dîrokêde jî di têkiliyên insan-xweza û insan-insanan de ev nêzîkatî serwer bû. Lê belê dema ku pergalên desthilatdar cudahiya obje subje avakirin her wiha dema ku rêbaza zanistê li cihê heqîqetê bicihkirin, kerasetên esasî jî derketin holê.Pozîtîvizm, civak bi vê hişmendiyê ve girtiye dest û bi vî rengî jî civakbûyîn ber bi hilweşandineke mezin ve biriye. Civak weke girseyên diyardeyan an jî kombûna bûyeran girtine dest. Encamên vê de jî bûne sebebên qirkirinên dehşet ku di van du sed salên dawî de çêbûne ku êdî eqil û wijdanê mirov hilnagire. Paradîgmaya moderniteya demokratîk an jî bi navê wê ê din paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin, di vir de weke alternatîf derdikeve pêşiya me. Paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, çareseriya esasî a ji bo mirovatiyê jî datîne holê. Bi çavên cuda li cîhanê mêzekirin, ji pirsgirekan re çareseriyên rast dîtin, fêmkirin û jiyanîkirina paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê ve girêdayiye.
Hilweşîna ekolojîk, qirkirina li ser jinê her wiha qirkirin û qetliamên li ser civakê, nîşaneyên herî berbiçav ên qeyrana vê serdemê ne. Hêza çareseriyê a Paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê jî bi vê rastiyê ve girêdayiye. Çanda demokrasiyê ku cudahî, pirrengî, cûrbicûriyê di nava xwe de dihewîne mîna nexşeke xalîçeyekê ku bi tayên cûrbicûr û lihevhatîve hatiye neqşandin e.
Ahenga gerdaneke ku ji morik û kevirên rengîn hatiye çêkirin modelên demokratîk di hişê me de zindî dike. Di paradigmaya nûde herkes bi reng û nasnameya xwe tevlî dibe, diparêze û her yêk ji wan jî perçeyek vê yêkparebûyînê avadike. Heta ku em bi paradîgmaya nûve mêzandina xwe nû nekin em nikarin pergaleke konfederal a demokratîk jî avabikin û bi pergalî bikin. Girêdanbûyînên di navbera sazî û civakên cihêreng tenê bi mêzandina paradîgmaya nûve dikare wateya xwe jî bibîne. Heta ku em bi mêzandineke ekolojîk tevnegerin, em nikarin hevsengiya di navbera herdu xwezayan de jî dîsa avabikin.
İnsan perçeyeke ji xwezayêye. Ev rastiye li hemberê xwezayê berpirsiyariya me jî mezin dike. Hêza xwezayê a ku xwe nû dike, xwe ji nûve avadike heye. Lê belê desthilatiya bê sînor û çavnebariya desthilatdaran her carê vê hêzê lewaz dikin û dişkênin. Nêzîkatiya ekolojîk, tenê bi nêzîkatiya xwezayêre sînordar nîne di heman demê de îfadeya mêzandina gerdûn û civakêye jî.
Li hember serdestiya mêr a bêsînor heta ku jiyaneke xwe dispêre azadiya jin neyê avakirin, derbaskirina qrîza pergalê jî ne gengaz e. Zanista Jîneolojî xwe dispêre Paradîgmaya Moderniteya Demokratîk. Ji ber vê jî mijarên ku wê lêkolîn bike, wan mijaran wê di kîjan çavkaniyande bibîne û kîjan rêbazên zanistî wê bikarbîne jî wê di çerçoveya vê paradîgmayêde diyar bike.
Her zanistek xwe dispêre rêbazeke zanistê. Jineolojî wek zanisteke ku nû pêşdikeve rê li ber gelek pirsan jî vedike. Herî zêde jî pirsa ku di derbarê vê zanistêde tê kirin ewe ku Rêbaza Jineolojiyê ango metodolojiya wê çi ye? Feraseta zanista navend Ewropa, digot ku rêbaza min a zanistê a herî derbasdar ango a herî rast e û ji derveyî vê jî tu rêbazên rast nîne. Ji ber wê jî ji bo ku fikrandinek wek zanist bê qebûlkirin, yêk rêbaz hebû, ew jî rêbaza zanistê a li navend ewropa pêşketî bû. Lê belê ev rewş di van 50 salên dawî de her ku çû zêdetir hate lêpirsîn kirin. Ji ber ku hem ev rêbaz rê li ber hilweşînên mezin vekiribû hem jî ji derveyî vê gelek rêbazên lêkolîn û zanistê hebûn.Rêbaza, wek formula heqîqetê hatî nîşandan bi xwe jî bi xetimandinên ciddî ve rûbirûye. Bersiva pirsa, Rêbaza zanistî a Jineolojiye çiye ,ango metodolojiya wê çiye, wê bide nîşandan ka ev xetimandin wê çawa vebe.Metodolojî bi gotinek din rêbaz zanist, wek qadeke felsefeyê, li ser rêbazên qadên cuda ên zanistê de lêkolînên ku çêdibin, digire nava xwede.
Rêber Apo, rêbaz di xwe gehandina heqîqetê de rêya herî kin û encamgir pênase kir. Zanistrêbaz jî di nava hewldanêdeye ku xwe bi vê şêwaz û sîstemêve bigihijîne heqîqetê. Di kevneşopiya felsefi a Rojhilata Navînde tê ziman; ‘heqîqet yêke lê rêyên me digihînê hezar û yêkin’ û ‘insanan ji ber ku usul ango tarîkat windakirin ji vusul ango ji heqîqet jî qut bûn. Dema ku em pirsgireka rêbaz dixwazin fêmbikin û çareser bikin ev gotine jî rênîşanerin.
Nîqaşên rêbaza Jîneolojî ji xwere esas bigire jî, di çerçoveya, di rêya xwe gehandina heqîqetêde bê ku bê rêbaz bimîne bi rêbazên dewlemend karanînde, em digirin dest. Rêber Apo ji bo rêbaz bi vî awayî zelaliyekê datîne holê û di şêwazê girtina dest a rêbaz de ji me re ronîbûyînekê vedike; “Ji lêgerîna rêbazê alternatîf zêdetir, ji jiyana ku bi şaştiyan ve hatî tujekirin û ji nirxên azadiyê hatî dûrxistin ku rê li ber pirsgirekên giran vekiriye, rêyeke derketinê tê gerîn.”
Rêbaza zanistê a ku me negihijîne heqîqetê û hatiye tespîtkirin ku şaş e, maneya jiyanê jî texrîp dike, ji qirkirinên civakî re bingeh avadike. Gelek rexne li ser rêbazên zanistî ên mewcût hene. Pirsgireka esasî ferzkirina rêbaze. Zanista navend ewropa, rêbazên xwe ferz dike rêbazên civakên din ên zanistê tune dihesibîne. Mînak zanista şîfageriyê a kevnar re dibêje, dermanên pîrevokanin, red dike û tune dike. Di rastî de eger em lê binêrin, çavkaniya tibba modern û dermanan, kevneşopiya şîfageriye. Di çîrokên mîtolojîk de, di destanan de yê ku tê ziman ji ber ku nehatine îspatkirin, nîvîskî nînin, wek çavkanî nayên nirxandin. Mijarên ku metafîzîk digire nava xwede derveyî zanistê dibîne.
Her wiha hêst û sehekên insanan wek çavkaniya zanistê nahesibîne. Rastiya civak û insanan wek objeyekê dibine. İnsan ji civak ji tarîx ji zeman û mekan qut dike û wisa jî digire dest. Bûyeran ji aliyên tarîxî ve nagire dest. Herikandina dîrokê wek xeteke rast şîrove dike. Ji ber wê yêkê jî ji heqîqetê dûr dikeve û li gorî pêwîstî û berjevendiyên desthilatî û sermayeyê dimeşe. Hîn rêbaz hene, heta niha hebûna xwe didomînin ku dikarin rêbazên zanistî ên navend Ewropa bibûhûrînin an jî ji wan zêdetir bandorî bikin. Wek mînak di kevneşopiya aqilmendiya rojhilata navînde, di felsefeyên çînî û hîndîde hîn rêbaz heta niha jî jiyan dikin ku vê fikrandinê dikarin derbas bikin. Gel an jî komên ku neketinî bin bandora dagirkeriya zihnî a Ewropa û li dijî vê berxwedaniyek meşandinî û bi şêwazên xwe ên zanistî ve jiyan dikin jî hene. Di dewlemendiya rêbaz de vane jî weke çavkaniyên bingehîn dikarin bên bikaranîn. Pêşketina fîzîka kûantumê, rexneyên ku herikandina tarîxê cudaye, rexneyên tevgerên ekolojîk û feminîst, ji bo ku rêbazên cuda bên peydakirin û di vê derbarêde gav bêne avêtin bingeh avakirine. Jineoloji li ser vê mîrasê rêbazên xwe diyar dike û dewlemend dike.
Di rêbazên jîneolojî de pêwîste mêzandineke wisa bê avakirin ku têkiliyên desthilatdariyê ku di encama cudakirina obje subje avabûyî bêne hilweşandin. Ji bo vê jî ji pênasekirinê zêdetir, fêmkirin; ji objekirinê zêdetir bi şêwazê empatî lê mêzekirin wê di fêmkirinêde hîn encamgirtir be. Her lêkolîna ku girêdayî jiyan û civakê tê kirin de obje û subje timî cih diguhere û hevdu bandor dike. Lazime em bi rexnegir lê mêzebikin û bi vî awayî jî guhertinê pêk bînin. Lê belê dema ku em vê dikin jî pêwîste ji heqîqetêre em wate barkin û hewl bidin ku fêm bikin. Mijareke din a girîng ewe ku, pêwîste mêzandina bi perçe ku yêkparebûyîna heqîqetê texrîp dike bê derbaskirin.
Ji bo vê jî ji bo ku perçebûyîna di navbera zanistande bide derbaskirin, di bingeha hemû zanistande zanistên civakî esas digire. Ev jî tê wê wateyê ku di navbera zanistên xwezayê weke fizik, kimya, biyolojî û gelek zanistên din û jiyana civakîde girêdayînek çêbibe. Di xebatên Jineolojî de ji aborî heta demografya ji siyasetê heta etîk estetîkê ji tendurustî heta perverdeyê ji ekolojî heta tibbe gelek mijar di nava hevde tên destgirtin. Teybet jî ezmûn, zanist, şêwazên zanistê ên jin ên tarîxî bi roja me a îro ve digire dest û xebatên xwe didomîne. Heremek ku di bin dagirkeriyê de ye û coğrafyayek ku şerê cîhane ê sêyemîn li ser tê jiyan kirin de wek gelên her wiha wek jinên ku bi komkujiyan re rûbirûne, eger em zanista heyî qebûl nakin û rêbazên wê napejirînin elbet sebebên me ên mafdar û gelekê girîng hene.
Çima em ewqasê bi qirkirin û êrîşan ve rûbirû tên?
Wateya berxwedayîna me çiye?
Pergala ku em dixwazin di nava civakê de înşa bikin çiye, çawa ye, pêwîste çawa be?
Rêbazên zanista pergala mêtînger nikare îzah bike.
Li cihê ku rêbazên zanistê ên heyî, xetimandin jiyan dike, hilweşandin, texrîbat pêktîne, heqîqetê tarî dike de armanca Jineolojî derdikeve holê: Di xwe gehandina heqîqetê de rêya derketinê avakirin. Yên ku heqîqeta wan hatî înkarkirin û windakirin re bi rêbazên dewlemend ve heqîqeta wan derxistina holê. Her wiha çavkaniyên zanînê ên ku tune hatî hesibandin lêkolînkirin û derxistina holê ye.