Kovara Jineolojî 11 Salî ye

Çawa ku Jineolojî zanistek bi hişmendiya kolektîf a jinan bipêş ketiye be, kovarê jî xwe bi vê hişmendiyê birêxistin kir.

Kovara Jineolojî 11 Salî ye

Vekirina rûpelên pirtûkek ku hê nû ji çapxaneyê derketiye, mîna vekirina deriyên dinyayek nû kelecanê dide. Hêza ramanê ya ku di pêvajoya kedek kolektîf re derbas dibe û dighê ber destê me, nîşan dide. Deng û bêhna rûpelên ku em bi destên xwe diqelêbin û hevokên ku em dixwînin, di dinyaya me ya wateyê de dinizile û dibe wesîleya vejîna ramanên nû. Nîşaneya çarçoveyek afirîner e ev pêvajo. Niha, serdem hatiye guhertin. Pirtûk, kovar, her ku diçe bala derdorek tengtir dikşîne. Malperên înternetê cihê çapxaneyan digirin. Di şûna nivîsên dirêj de, nivîsên kin çêtir tên dîtin. Parvekirinên twitterê ku bi 144 karakteran tê sînorkirin, parvekirinên facebookê ku ji çend çarîkan derbas nake, tebîetên xwendin û nivîsandinê diguherînin. Li aliyê din, pîvanên hişk ên hem di qada zanistî hem jî wêjeyî de ne, bêyî ku biguherin berdewam dikin. Em di serdemek wisa de ne ku avakirin û parvekirina ramanên zanistî wek karê herkesî nayê dîtin, bi nasnav û fonan ve tê girêdan. Gihîştina weşanxane, hakem û edîtorên navdar, avakirina ramanê û parvekirina wê di çînparêziyek hişk re derbas dike. Di vê serdemê de hejmara weşanên ku li hember pêlan avjenî dikin jî kêm nîne. Kovara Jineolojî yek ji vana ye. 

Kovara Jineolojî bi nêzîkatiyeke nû ya ji bo forma weşangeriya zanistî, di pêşxistina zanist û zimanê jiyanê de bi şîrovekirina jinê bû qada vegotina kolektîfê. Di prensîba ku di şûna hêsankeriyê de watedar dike, dibêje di xwendin û nivîsandinê de û gihîştina agahiyê, şirovekirinê û avakirina vê agahiyê de mafê herkesî heye. Di vî mafî de îsrar kir. Kovara Jineolojî di 8’ê Adara sala 2016’an de hejmara yekem derxist. Em dikarin wek yek ji gavên stratejîk ên sazîbûna zanistiyê ya Jineolojiyê binirxînin. Ev 11 sal in ku 3 mehan carek bi awayê periyodîk weşana xwe didomîne. Kovar, tevkarî dide pêşketina Jineolojiyê jî.

Di nav sala 2015’an de komeke biçûk a jinan, dest bi amadekariyên avakirina kovarê kir. Heta wê çaxê ji jinên ku di zîndanên Tirkan de dîl dihatin girtin bigre, heta jinên ji çar aliyê Kurdistanê heta Ewropayê, nîqaş dikirin. Mijara nîqaşan, Jineolojî ewê çawa bê pêşxistin, çima pêdiviya jinan bi zanistiyê heye, zanistiya jinê dê çi bigre nav xwe bû. Vana bi rêya konferansan, semîneran, gotar û nameyan parve dikirin. Lê ji derveyî pirtûka Nîqaşên Jineolojiyê, pirtûka Destpêkirina Jineolojiyê ku di zîndanan de hatine derxistin û Kovara Demokratîk Modernîteyê ku di mijara Jineolojiyê de di hejmarek xwe de cîh veqetandiye, qanalek rastnivîsiyê ya ku nîqaş jê sûd bigirin tunebû. Fikra derxistina kovarek periyodîk, ji ber vê pêdiviyê derketibû holê. Armanc, derxistina weşanek ku dê bibe platforma nîqaşek ku dê li ser bingeha Jineolojiyê be bû.

Çawa ku Jineolojî zanistek bi hişmendiya kolektîf a jinan bipêş ketiye be, kovarê jî xwe bi vê hişmendiyê birêxistin kir. Ji logoya wê bigre heta dîzayna wê ya hundirîn, ji mekana xebatê bigre heta malpera wê ya webê, hemû hûrgulî hatin nirxandin û ji aliyê bi dehan jinan re nîqaş hatin meşandin piştre hat amadekirin. Navenda kovarê Amed bû, lê xwedî ekîbek bû. Ev ekîb li derdora armanc û hesta hevpar kom bû û her ku diçû berfireh bû. Ji çar aliyê Kurdistanê û dinyayê re ji bo jinan name hatin nivîsandin. Di van nameyan de jin ji bo ku di avakirina kovarê de bibin xwedî parek, hatin vexwendin.

Zimanê kovarê jî Tirkî bû. Lê hem di nîqaşan de hem jî di pêvajoya qebûlkirina nivîsan de pirzimanî esas hat girtin. Ji bilî derdorek teng, tecrube û xûyên jinan ên di kovarek zanistî de, kêm e. Bi vê hesasiyetê nêzikatî hat nîşandan. Heta ku ji destê wan hat, astengiyên ziman û çapa ziman kêm kirin. Armanc, her jinek bi metod û zimanê ku li gor dinyaya hest û ramanê xwe di kovarê de cîh bigre û tevkariyê bide avabûna jineolojiyê bû. Lewma jî pêwîst bû ku nehêlin standartên şiklî û pîvanên nirxandinê di nav nivîskarên kovarê de mesafeyek çêke. Hewl dan ku ji diyarkirina çarçoveya mijarê heta asta temamkirina nivîsê, bi nivîskaran re di nav parvekirinek de bin. Ev hem ji bo ku kovar di nav têkiliyeke demokratîk-kolektîf de bipêş bikeve, hem jî destekdayîna ji bo pêvajoya nivîsê ya nivîskarên jin, pêwîst bû. Bi demê re zêdetir derket holê ku ev biryarek çiqas dicîh de ye. Hinek jin hene ku newêrin ji kovarek zanistî re, ne ku ji Kovarane Jineolojî re binvîsin hê jî hene. Her çiqas yên ku newêrin binvîsin hebin jî, akademîsyen, aktivîst, gerîlla, xwendekar, hunermend, karker, gundî, girtî ferq nekir, hemû jinan tevkarî dan vê qada vekirî û wiha teşe girt. Her jinek ku ji kovarê re dinvîse, tevlî pêvajoya zêdetir naskirin û famkirina dinyaya hevdû ya ji kûr ve, dibe. Berpirsyariya xwedî gotina di pêşketina zanista jinê de, ji aliyê hemûyan ve bi hev re tê hilgirtin.

Kovara Jineolojî ne kovareke ku di nav paradîgmaya pozîtivîst de sazî bûye û di nav qada nivîsariya zanistî de pêşbazî dike. Bîrdoziya serdest a di zanistiyên civakî de aşkera dike, ji ramanên cuda re jî vekiriye. Polîtîkayek weşanê ya ku vê yekê diparêze dişopîne. Desteyek weşanê heye, vê polîtîkaya weşanê diyar dike.

Ji gelek jinan re hat pêşniyarkirin ku di ekîba edîtorî ya kovarê de yan jî desteya weşanê de cîh bigirin, fikirên bi vî rengîbi wan re hatin parvekirin. Nîqaşa bi her jinek re, veguherî bingehek parvekirinê ku giyanê Jineolojiyê û pozîtîvîzm û oryantalîzm hesab ji hev bipirsin. Di vê bingehê de hewldana rizgarbûna ji planên pozîtîvîzmê, bû şertê bingehîn ê ji bo girtina di koma edîtoran de.

Yek ji navên ku di navnasa wê de cîh digre jî, xwe bi nasnavên akademîk dernaxe pêş. Ji ber ku sernavên akademîk bêtecrubetiya me ya ku em çawa dikarin têgihiştin, ziman û rêbaza xwe ya zanistî bipêş bixin, telafî nakin.

Dawiyê kolektîfa weşanê, ji jinên ciwan ên ku Jineolojiyê wek zanista veguherandina jiyana wan, zanista azadbûnê hembêz dikin pêk hat. Di şûna navê desteya weşanê de, navê kolektîfa weşanê hat erêkirin. Ji ber ku ev xebat ji amadekirina kovarek a ji bo weşanê wêdetir, nîşaneya yekbûnek bû. Giyana kolektîv ne tenê di nav endamên desteya weşanê de, di nav pêwendiya nav yên ku dinvîsin, yên ku wêneyê pergê xêz dikin, yên ku pêşniyar û nêrînên xwe diyar dikin de pêk dihat.  Pêvajoyek weşanê ya ku ev hemû kes her yek xwedî mafê gotinê ye de ye, nikaribû tenê bibe para desteya weşanê. Di nav pêvajoyê de, navên di desteya weşanê de guherîn, lê di prensîba xebatê û giyana kolektîv de guhertin çênebû.

Heta niha ji Kurdistanê û deverên cuda yên dinyayê bi sedan jinan ji bo Kovara Jineolojî nivîsand. Bi vî awayî kovar, bû bingehek ku ne tenê jinên ji Kurdistan û Tirkiye, her wiha jinên ji Amerîkaya Latîn heta Hîndistanê, bi tecrubeyên jinên ji deverên cuda yên dinyayê, bighên hev. Kovarê ji atolyeyên Jineolojiyê sûd girt û sûd da wan. Komên nîqaşan ku li derdora kovarê bipêş ketin, hevdîtinên xwendevanên kovarê ku mijarên wê nîqaş dikirin, sînerjiyek ava kir û vê sînerjiyê şewqa xwe da naveroka wê jî. Hêza avakar a têkiliya jiyan-zanistiyê, li van deran derket holê. Vê sînerjiyê bi xwe re metodên nû yên derbarê pêvajoyên hilberandina kolektîv a agahiyê jî bipêş xist. Encamên wê, di her hejmarek kovarê de carna wek gotûbêj, carna analîza fîlmek, carna nivîsarek hevpar hatiye nivîsandin, xwe nîşan dide. Bi vî awayî ji bo kovarê û xwendevanên wê jî bingeha têkiliyek diyalektîk ava dibe.

Di desteya weşanê de, navek pir taybet cîh digre: Nagihan Akarsel e. Nagihan Akarsel di sala 2022’yan de li Silêmanî di encama sûîqastek de jiyana xwe ji dest da. Baş tê zanîn ku ev sûîqast ji aliyê kê ve hat kirin, lê hê jî kiryarên wê nehatine pirsyarîkirin û cezakirin. Ji pêvajoya amadekariya destpêkê ya kovarê heta roja ku şehîd buye, Nagihan bi kedek mezin tevlî bû. Hê jî ciyê xwe yê di kovarê de, wek endama desteya weşanê diparêze. Nagihana delal bi ramanên xwe ne tenê ji bo kovarê, ji bo hemû xebatên Jineolojiyê hê jî tevkarî dide.

Di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de Rêber Apo wek rêya ku dê zanistiya li dora jinê bipêş bikeve, ber bi sosyolojiya rast ve bibe, pênase dike. Hem balê dikşîne ser qeyrana ku di zanistiyên civakî de bipêş dikeve, hem jî ji bo têkoşîna li hember zayendparêziya di zanistiyê de, nexşerêyek pêşkêş dike. Zanistiya ku li dora jinê were pêşxistin, dê çawa bi çavkaniyên civakî-jiyanî re bibe yek? Di zanistiyê de metoda helwesta ehlaqî-polîtîk, zimanê wê û mijara wê dê çi be? Li ser vê bingehê girîng e ku dê zimanê ne berbiçav û teorîk ê zanistiyê çawa derbas bibe, emê çawa ji raman û qalibên metoda di avakirina zimanê jiyanê yê zanistiyê de em fêr bûne, xwe safî bikin. Kovara Jineolojî ji bo van pirsan bersivên ku xwe nûjen dike bipêş dixe û rêya xwe vedike. Baş e, dema van mijaran vekir li ser kîjan mijaran sekinî, mijarên dosyayê li gor çi diyar kir?

Hedefên ku di pêşxistina Jineolojiyê de hatin diyarkirin, rotaya Kovara Jineolojiyê jî diyar kir. Hedefa yekemîn; pênasekirina pêdiviya şoreşê ya di zanistiyên civakî de û nîşandana sedemên qeyranê ya bi nêrîna jinê. Hedefa duyemîn; nîqaşên zanistî-teorîk, li ser hevgirêka civakî-polîtîk bê rûniştandin û sosyolojiya azadiya jinê bê kirin. Bi vî awayî rehên şehrezayiya kevnar a jinan bedenî bikin, bîra berxwedanê nûjen bikin. Hedefa sêyemîn, nirxên jiyana nû û jiyana azad ên di nav tecrubeya têkoşîna azadiyê de, bi civakê re bîne ba hev. Hedefa çaremîn, destkeftî û encamên têkoşînê yên şoreşgerên jin ên Kurd bi hev re bi hewldanên têkoşînên azadiyê yên jin re gerdûnî bikin. Di nav 10 salên borî yên Kovara Jineolojiyê hatiye weşandin de, naveroka 34 hejmarên periyodîk û 2 hejmarên taybet li ser vê navendê hat diyarkirin, bi vî awayî jî danehevek girîng pêk hat.

Kovara Jineolojî hewl dide ku bibe nîşaneya faresata jiyanek nû ya civakî ya sosyal a zanistî. Mijarên dosyayên hejmarên ku heta niha hatine weşandin, seyra nîqaşên zanistiya jinê jî nîşan dide ji aliyek ve. Bi mijarên ku dinirxîne, bingehek ava dike ku pirsgirêkên ku bûne yên jiyana civakî, bi nêrîna jinê analîz bike û pêşniyarên çareseriyê nîqaş bike. Li ser vê bingehê, hejmara yekem a kovarê, bi navê “Qeyrana Zanista Civakî û Jineolojî” hat amadekirin.

Naveroka duwanzdeh hejmarên destpêkê, li ser nêrînên têkildarî mijarên bingehîn ên xwepênasekirina jineolojiyê hat dîzaynkirin.

  1. Qeyrana Zanistiyên Civakî û Jineolojî,
  2. Metod û Heqîqeta Li Ser Bingeha Rastiya Jinê,
  3. Şoreşa Jinê û Jineolojî,
  4. Wek Parastina Cewherî Jineolojî,
  5. Lêgerînên Çareseriya Ji bo Qeyrana Rojhilata Navîn,
  6. Nêrîna li Xwezaya Jinê,
  7. Nêrîna li Xwezaya Mêr û Mêrantî,
  8. Hevjiyana Azad; Çima, Çawa? ,
  9. Etîk-Estetîk I; Di Dîroka Civakî de Berxwedana Başî û Bedewiyê;
  10. Etîk-Estetîk II; Zimanê Başî û Bedewiyê, Çalakî û Teoriya Wê,
  11. Metodên Berxwedana Jinê I,
  12. Metodên Berxwedana Jinê II)

Hejmarên berdewamî, li ser bingeha nirxandina nêzikatiya Jineolojiyê ya li hember zanistiyên din û qadên jiyanê, hat plankirin.

13-Polîtîkayên Perwerdê,

14- Siyaseta Demokratîk,

15-Demografya,

16-Aboriya Komunal a Demokratîk

17- Sedsala 21’an; Sedsala Jinê,

18-Nîqaşên Li Ser Malbatê,

19-Jiyana Ekolojîk,

20-Zanistî û Zimanê Jiyanê,

21- Kedxwariya Navenda wê Oldarî ye û Polîtîkayên Qirkirina Jinan,

22- Qeyrana Çandî û Rêyên Derketina ji Qeyranê,

23- Nîqaşên Ciwanan

 

Piştre ji ber pêdiviya nirxandina serdema me ya bi nêrîna jinê derket rê û li ser bingeha tespîta “Sedsala 21’an dê bibe sedsala şoreşên jinan”, mijarên ku divê bên nirxandin, hatin nirxandin.

24- Zayendparêzî: Ji Pîroziyê ber bi Bîrdoziya Desthilatiyê ve,

25- Kedxwarî,

26- Di sedsala 21’an de Têkbirina Zanistîparêziyê,

27- Birêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî

Di sala 100’emîn a Lozanê de ji bo ku ji polîtîkayên qirkirinê yên li gelê Kurd hatine ferzkirin re bibe bersiv, mijara çar dosyayan li ser rastiya jinê ya li Kurdistanê û berxwedana wê amade kir. Hejmar û mijarên wan wiha diyar kir:

28- Rojhilat,

29- Rojava,

30- Bakur,

31- Başûr

Kovar di destpêkirina sala 10’emîn de;

32- Konfederalîzma Jinê,

33- Tecrîd û Girtin

34- Xeta Sêyemîn

35- Sosyalîzma Civaka Demokratîk

36- Di 4 Qetmanê de Birdoziya Rizgariya Jin

37- Jin û Aşitî  diyar kir.

Li gor pêdiviyê di serdemên cuda de hejmarên taybet jî hatin weşandin. Hejmarên taybet ên bi sernavên wekî Amûra Ji bo Qirkirina Civakê: Pandemî û Rêwîtiya Heqîqetê ya bi Nagihan re ku ji nivîsên  Nagihan Akarsel ên di kovarê de ji aliyê wê ve hatine nivîsandin pêk tê, hatin weşandin.. Her wiha bi bijarteyên taybet ên ku di hinek serdeman de bi zimanên cuda hatine amadekirin, hewl dide xwe bighîne zêdetir jinan. Heta niha dem bi dem bi zimanên Erebî, Farisî, Kurmancî, Soranî, Îngilizî jî hat ber destê xwendevanan. Hejmarên berê, di ser malpera webê ya  www.JineolojîKovara.com re ji bo xwendinê vekir, ev jî dibe sedem ku zêdetir kes bixwînin.

Dema em rêya ku kovarê ji pêvajoya avabûna xwe heta niha derbas kiriye dişopînin, em jinerjiyek mezin dibînin. Bi vê jinerjiyê re hewl dide ku di serdemên herî tund ên faşîzmê de jî mercên xebatê ava bike, digel derfetên kêm ên aborî dîsa jî di çapa li ser kaxez de îsrar dike, di navgîna ku tê de ye analîza mercên serdemê dike, hewl dide bibe bersiv û bi nîqaşên ramanî, asoyek veke Kovara Jineolojî. Em bi kelecanek mezin li bendê ne ku Kovara Jineolojî ya di şûna qalibên teng ên heyî yên kovara zanistî-akademîk de destê xwe dide ser birîna pirsgirêka azadiya jinan, ji dinyaya hest û wateyê ya  jinan sûd digre û bi vê dinyayê re temas dike, bi hejmarên nû bi me re be.

Bunları da beğenebilirsin