Jineolojî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê belav dibe

Akademiya Jineolojiyê bi rêya navendên jineolojiyê, dibistana amedehiyê, Enstîtuya Andrea Wolf û Fakulteya Jineolojiyê fikra jiyana azad û wekhev, nasname, hebûn û zanista jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek welatê cîhanê belav dike. Lewre jî jina Fransî ya bi navê Sara Guhstêrk ku li Enstituya Andrea Wolf kar dike wiha dibêje: “Rast e em ji welatên cuda ne, lê pergala baviksalar yek e û me hemûyan dike hedef.”

BÊRÎTAN MEDUSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fikra jiyana azad û wekhev bi 4 rêyan; navendên jineolojiyê, dibistanên amedehiyê, Enstîtuya Andrea Wolf, Fakulteya Jineolojiyê belavî nava rayên civakê dike.

Navendên Jineolojiyê

Navenda yekem di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li kantona Efrînê hat vekirin, piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, navend jî hat girtin. Piştre di 13’ê Îlona 2017’an de li kantona Qamişlo bajarê Dêrikê hat vekirin. 3’yê Çileya 2018’an li Minbicê, 11’ê Çileya 2019’an li Hesekê hat vekirin. 6’ê Adara 2019’an jî li Kobanê hate vekirin.

Ev navend li gorî pêwîstiya herêmê xebatên lêkolîn û perwerdeyê dikin. Yek ji van Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Kantona Qamişlo ye. Navend li bajarê Dêrikê ye. 5 endamên navendê hene.

Endama beşa lêkolînê Baran Rojhilat ku bi xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, agahî li ser xebatên navendê dan me. Baran diyar kir ku ew xalên girêdayî jineolojiyê lêkolîn dikin û agahiyan kom dikin. Baran got mînak wan heta niha lêkolînên cinsiyetperestî, aboriya jinan, tiba xwezayî, etîk û estetîkê lêkolîn dikin. Dikevin nava civakê û pirsgirêkên jinan û jiyana wan lêkolîn dikin. Piştî lêkolînan nirxandin li ser tên kirin û dibin bingeh ji perwerdeyê re.

Endama beşa perwerdeyê ya navendê Gulistan Osman jî li ser xebatên perwerdeyê agahî dan. Gulistan diyar kir ku ew li komîn û saziyan perwerdeyê didin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Di destpêkê de me perwerde dida jinan. Piştî ku jineolojî hat naskirin, vê carê pêwîstî hat dîtin ku perwerdeyê bidin mêran jî. Di heman demê de em mamosteyên ku perwerdeyê didin Fakulteya Jineolojiyê û mamosteyên dibistanên amedehiyê yên jineolojiyê. Her wiha em gelek caran şagirtan jî tînin navendê û perwerde dikin.”

Gulistan wiha lê zede kir: “Hate tehlîlkirin ku çareseriya pirsgirêkên civak û jinan jineolojî ye.”

Fakulteya Jineolojiyê

Piştî pêşniyara mamoste û xwendekaran Fakulteya Jineolojiyê li Zanîngeha Rojava hat vekirin. Fakulte di dawiya 2017’an de hat vekirin. Niha du ref Fakulteya Jineolojiyê dixwînin. Di refa yekemîn de 9 û ya duyemîn de 11 xwendekar dixwînin. Qonaxa yekem 1’ê Mijdarê dest pê dike û 21’ê Sibatê bi dawî dibe. Qonaxa duyem 10’ê Adarê dest pê dike û 13’ê Hezîranê bi dawî dibe. Di refa yekem de dersên jineolojî, kompîtur, zimanê kurdî, sosyoloji, têgîn, dîrok û wêjeya kurdî tên dayîn. Di refa duyem de dersên jineolojî, tenduristî, aboriya komînal, teoriya rizgariya jinan, hevjiyana azad, siyaseta demokratîk, wêjeya kurdî, zimanê kurdî û parastin tên dayîn.

Newroz Şêxmûs endama rêveberiya Fakulteya Jineolojiyê, diyar kir ku di zanîngehên cîhanê de gelek zanist tên dayîn, lê heta niha zanistek ku jinan vebêje, nehatiye dayîn û wiha got: “Li Rojava şoreşek pêk hat û şoreş bi rêngê jinan bû. Jinan di aliyê leşkerî, siyasî û rêveberiyê de rola xwe lîst. Zanista vê şoreşê jî jineolojî ye û pêwîstî bi perwerdeyeke akademîk hate dîtin.”

Jineolojî wek ders di dibistanên amedehiyê de tê dayîn

Ji bo ku rêgezên jineolojiyê û jiyana azad di temenê biçûk de bikevin nava rayên civakê, akademiyê hewl da di dibistanan de dersên jineolojiyê bide xwendekaran. Ji ber wê jî ji bo refên 10, 11, û 12 pirtûkên dersan hatin amadekirin. Îsal di refên 10’an ên kantonên Hesekê, Qamişlo û Kobanê de dersa jineolojiyê kete nava dersên dibistanên amadehiyê.

Naveroka pirtûkên jineolojiyê

Ji bo refa amedehî 1 pirtûkek ji 4 beşên ‘Jineolojî çi ye?’, ‘ Xwezaya jinan’, ‘Nasnameya jinan a civakî’ û ‘Azadkirina zayendperestiya civakî’ hatiye amadekirin. Ji bo refa (pol) amedehî 2, pirtûkek ji 7 beşên ‘Serdema Neolîtîk’, ‘Serdema Xwedawendan’, ‘Şikandina Zayendî ya Yekem’, ‘Duyemîn Şikestina Mezin a Çanda Zayendî’, ‘Serdema Sermiyandariyê’, ‘Di Berxwedana Jinan de Çend Sedsalên Dawîn’, ‘Şoreşên Sosyalîst, Têkoşînên Rizgariya Neteweyî û Jinan’ pêk tê. Pirtûka refa amedehî 3 jî ji 5 beşên ‘Li ser Xaka Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê’, ‘Artêşbûn, Yekitî û Partîbûna Jinan’, ‘Bîrdozî-Teorî û Projeyên Azadiyê’, ‘Erkên Jineolojiyê’ û ‘Qadên Jineolojiyê’ cih digirin.

Mamosteya jineolojiyê Emîna Ebdulkerîm Taha ku li Dibistana Amedehî ya Zehra li Qamişlo û xeta gundên Hîmo, Tenûriyê û Um Firsan dersa jineolojiyê dide, ji ajansa me re axivî. Emîna diyar kir ku pir girîng e ku jineolojî di dibistanan de bê dayîn û wiha got: “Ji temenê biçûk de fêrî hişmendiya wekhevî û hevjiyana azad dibin. Ev jî dê ji bo avakirina civakeke demokratîk bibe bingehek. Her çendî destpêkê xwendekar di nava civak û rastiya xwe de diman asê jî, lê êdî fêr bûne û rêya xwe di jineolojiyê de dibîne. Guhertineke mezin bi wan re çêdibe. Ezberên ku heta niha civakê nîşan dane, lêpirsîn dikin.”

Enstîtuya Andrea Wolf

Piştî ku şoreşa Rojava bi rengê jinan li cîhanê deng veda, gelek jinên welatên Ewropa, Amerîka û hwd berê xwe da Rojava. Yek ji xebatên ku bala wan kişand jî jineolojî bû. Jinên enternasyonalîst ji bo jineolojiyê lêkolîn bikin û li welatên xwe belav bikin, di bin sîwana Akademiya Jineolojiyê de dest bi xebatan kir. Ji bo wê jî navendek ava kirin, dem bi dem gelek jinên enternasyonalîst tên navendê lêkolînan dikin û perwerdeyê dibînin. Hinek diçin welatên xwe xebatên jineolojiyê dikin, hinek jî lêkolînan li Rojava berdewam dikin.

Yek ji van jinan jî jina Fransî ya bi navê Sara Guhstêrk e. Sara ji beriya 7 mehan ve hatiye Rojava. Sara naskirina xwe ya jineolojiyê wiha vegot: “Sala 2016’an li Parîsê konferanseke jineolojiyê hebû, ez tev lê bûm. Bala min kişand. Min dît ku alternatîfa pergala baviksalar bû. Min di nava tevgerên femînîst û anarşîst de kar dikir. Lê me nedikarî nêrîn û çalakiyên xwe bixin pratîkê. Lê jineolojî di aliyê praktîk û teoriyê de xurt bû û girêdayî civakê bû.

Sara wiha qala sedema hatina Rojava kir: “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Me mereq dikir. Me li wir ser jineolojiyê ders dît lê hinekî teorîk dima. Em hatin û me rastiya wê dît. Gelek jinên enternasyonalîst bi rêya jineolojiyê ketin nava şoreşa Rojava.”

Sara got li Ewrupa û Amerîkayê gelek kampên jineolojiyê hatin avakirin û wiha pê de çû: “Ji hemû welatan jin tev li kampan dibûn. Rast e em ji welatên cuda bûn, lê pergala baviksalar heman e, tenê rengê wê cuda ye û me hemûyan dike hedef.”

Sara destnîşan kir ku ew niha lêkolînan dikin û wiha got: “Materyal li Ewropa li ser şoreşa jinan kêm in. Em niha lêkolîn dikin, em dixwazin bi zimanê xwe dîroka jinên Kurdistan û şoreşa Rojava binivîsin. Niha em pirtûkeke bi zimanê almanî û spanî amade dikin. Em bi jinên vir re hevpeyvînan çêdikin. Tercumaniyê dikin û dişînin welatên xwe. Em dixwazin vê şoreşê li welatên derve belav bikin û şoreşa jinan li tevahî cîhanê belav bikin.”

ANHA
https://www.hawarnews.com/kr/haber/jineoloj-li-bakur-rojhilat-sriy-chan-belav-dibe-h14371.html

Bunları da beğenebilirsin