Li ser xweparastinê

Her dem, şoreşek

 

Xweparastin çiye? Ev peyv tê wateya hebûnê ku em bêyî wê nikarin bijîn û nikarin hebin. Di vê wateya xweparastinê de gelo bi peyva “xwe” em dixwazin çi bibêjin û bi peyva “parastin”ê qesta me çiye?

 

“Xwe” wekî parçeyek tevahîya gerdûnê, xwediyê bingehek gerdûnî ye. Lê ku ”xwe”, di ferasetê de, di hestê de, bi tenê jiyana kesek re têkêldar be wê demê kiryar û van tevgeran nagihijin hev û bi tenê bi xelasiya jiyanek re têkêldar dimine. Bi vê awayê civak nikare bibe civak, ji ber ku hewcedariya civakê bi hev girêdana me re heye. Pêwistiya wê, biafirîna hiş û dilê hevbeş, ê cûr be cûr û tijî ye, mîna cîhana bi çar alî derdora wê digire ya ku xwe mezin û dewlemend dike, xwe fêm dike. Her çiqas ”xwe”, biçûktir were hîskirin û were dîtin, çiqas ev “xwe” ji dinyayê, ji jiyanê hêj dûr bikeve, ew ji parastinê jî, ku bi armanca avakirina civakek exlaqî, watedar û dilovan e, ewqas dûr be.

 

Ji ber vê yekê divê ev ”xwe” bi rêz û watedarî divê di devera ku tê de mezin bûye girêdayî be. Bi ser de kuantuma gerdûnê jî ”em” in.

 

Em ne bi tenê ne, ji ber ku kes ne bi tenê ye. Ez, xwe, em, me, hemû ji heman avahi û bandorên civakî, olî, çandî, malbatî û dîrokî û bandorên ku ”xwe”yên din ava kirine, pêk hatine, lê di nav berhevokên (kombinasyon) cûda de ne. Her çiqas van kombinasyonan, ji me her yekî yekane dike, lê di heman demê de, ê me bi hev ve girêdide jî ev in. Bi hêzkirina me ji kontekstên me yên cûda tê ew wateyê ku bingeheke xurt û zexm bide vê nasnameya hevpar. Ji ber ku ew, ji bo parastina cîhanê û civakên cûda û rasteqînî ew bi xwe hildigire. Ev “xwe” kî ye? Mirovek? Gerdûn? “Ez”? “Em”? ”Min” kî ye? “Em” çi ye? Çawa em fêr dibin ku bibin ”ez”? Gelo em çawa ”em” û ”ez’ tînin ber hev? Pirs kirin, lêgerîn û kişf kirina tevahiya wêneyê, peyda kirina kûrahiyê û girêdanên ku afirînerî, hezkirîn û ‘xwe’ya bi wate biberhevtîne giring e.

 

Parastin, tevgerek avakirina avahî û pirên di navbera mirov, xweza û hebûnî de ye. Wîsa ku hemû parçe, hevûdû temam dikin. “xwe”kî girêdayî, di nav vê tevahiyê de bi wate dayînek, cîhanek bi wateyek berfirehtir diparêze. Ji ber ku, “parastin”, baldariya di vê tevahiya ku xwedî pêvajo ye û di nav xwe de diguhere. “Parastina” kesane û xwe-navendparêz, wê xeleka ku bingeha jiyan û

 

azadiyê bi hev re dihêle ewê hilweşîne. “Xweparastinek” wîsa parastinek şaş e,xweparastinek ku têkiliya xwe bi xwe û ya bi jiyanê re têk dibe. Îro em bi piranî

bi parastina tiştek ku tê wateya şerek hemberê hinekan ve têkêldar in. Xeynî vê ya ew dikeve haleteke derbarê biserketin û serdestbûnê ku bi armanca gefên li hemberê derfetê mayina li ser lingan. Lê belê bi vê nêzîkatiya “qezenckirin an windakirin”, paradigmaya “em û wan”, mantalîte ji hev cihê ketin em mantaliteyek dij diafirînin.

 

Bi vê pênase û kiryarên rojane, mirov fêr dibe ku hemû dinê bi çavek dijminayî bibine û hîs bike. Jiyanek bi ewlehî hew bi tenê ji holê rakirina gefan an jî bi kontrol kirina wan mimkun e. Ev “Parastin”a ku erîşên li dijî cîhana ku em lê dijîn mafdar derdixe. Kuştin û xerakirina li ser navê jiyanê.

 

Em ji vêya çi hîn dibin? Ev ji me re çi dibije? Em ji kîjan çav û dilî li xwe û li dinê dinêrin hezdikin û hîs dikin; biryara li ser tevgera me ya di vê jiyanê dide.

 

Em çi diafirînin, di hissiyatê, di enerjî, di xewn û kabûsan de an jî hîç ne di xewna de, biryara ji bo hemûyan dide.

 

Gelo çima fêm kirina “em çi ne? û li kur in? û çima? ewkas giring e? Çi û çima, em mecbûr in ku feraset û hîsê veqetandinê, ji hev ketin û dijminatiyê biguherînin. Ger em xwe wekî parçeyek zindî, wek kerametek wek hebûnek ê dinê bibînin ev tu cûdahiyek çêdike an na? Guharandina têgihiştina ji xwe bi kûri û li ser esasa berevajî hatiye bi cih kirin gelo ewqas hêsan e? ji bo bûyîna bixwe hewcedariya çi dike?

 

Em çawa fêr dibin ku bibin parçeyek civakê? Em çawa fêr dibin ku em ne wek avahîkî wek yek parçekî “EM”ê fêm bikin. Em çawa fêr dibin ku bibin tiştek? Em çawa bûn EM? Ma em hên nebin ”em” dikarin bibin ”xwe”.

 

Em ji kû dest pê dikin? Rêwîtiya me ji kuderê dest pê dike? Rêwîtiya me, beriya ku em ji dayika xwe bibin dest pê dike. Ev rêwîtî, zayenda me çi dibe bila bibe, rêwîtiya jinan e ku ya bi ser dîrokê tê. Ew dîroka şikestina wezna di navbera mirovan de, di navbera zayendan de, di navbera hemû zindiyên ku hiyerarşiyê ava dikin de, hiyerarşiya kesên xwedî mafê jiyanê û ê nexwediyê vê mafê. Her tiştê ku em digirin; hemû hest, nêrîn, tesîr, parçeyek ji dîroka vê şikestina dayikên me, dayikê dayikên me, bêhejmar dayik û jinên beriyan wan e. Em tiştên ji me re nehatiye gotin, nehatiye diyar kirin hîs dikin. Em dîroka jinê, ya ji hezar salan hatiye hîs dikin. Rasteqina hestê ku, di malzaroka dayêkê bêdanizilandin geş dibe, me diafirîne. Jiyana jinekê. Li wir, di helînek nerm û germ, di malzaroka diya me de beriya her tiştî, ew çi hîs dike-çi hîn bû.. der

 

heqê xwe der heqê dinê, wateya jiyanê û hemû van tiştan weke jinek çawa bijiyana wê re girêdayî ye û cîhê wê li vê jiyanê diyar dike em vana hîn bûn.

 

Dema dayîka me fikirî wê çi hîs kir, me hîs kir ku wek zarokek em tên xwestin an na, me dudilî, belengazî û neçarîyê hîs kir. Em hîs dikin çiqas ewlehi heye, baweriya wê çiqas bi pêşeroja wê re heye? Ew bi me re ji bo xwe û ji bo me dibîne. Ew hez dike? Ew tê hezkirin? Hurmet dibine? Baweriya wê bi kesî heye? Ew bawer dike? Bi qasi kêmasiya vanan, kêmasî di ewlahiya wê de heye. Em bi her awayê ne kopiyek diya xwe ne, lê ew beriya her tiştî bi hestên xwe nîşanî me dide ku em di kîjan celebê dinyayê de, di çi cûreyî rastiyê de ne. Ev dikare were vê wateyê ku hûn wekî keçek xweş pêşwazîyê hîs dikin an na. Her tiştê ku li duh tê, ji bo fêr kirina rola me bi destê malbat, heval û civakê tê kirin; ewê tiştên em ewqas zû hîn bûn kur bike. Gelek faktor (têsîrkar) dê bandor li ser xwe, motîvasyon û biryarên me, awayên me bikin. Gelek faktor dê bandor li ser xwe, motîvasyon, rê û biryarên me bikin.

 

Emê çendê vana weke qederek hîn bibin. Ewê kîjan me bi me bi de inkar kirin? Şerm, tirs, ceza, her tim çavdêriya ji hêla Xwedê, ji hêla kevneşopiyan, ji hêla malbatê û ji hêla xwe bi xwe ku eva çavdêriyê û nedîtinê li gora vê rasteqînîyê hînbûye. Û bi vê tûrikê dîsa em bipirsin. Em çawa bawerî anînê hîn dibin? Mafê kî û çi ji bo jiyanê heye? “Mafê jiyanê” ?? Ew tiştê em hêvî dikin û ji bo wê dijîn. Hezkirin û hurmet nişandana jiyanê û hebûnê. Çima û heta kuderê? Tu ferqiyet çêdike gelo?

 

Fêm kirin û encamên nirxên me wenda kiriye, destpêka parastinê, xweparastinan e. Pêwîst e ku em van nirxan ji nû ve zindî bikin û wan li jiyana xwe ya hevpar vegerînin. Mirov serwext be ku veqetandina “riya hestê û fikrandinê ” ji ku derê

 

tê; tirs, pêşbiryar û redkirin ji çi der dibe, çima hinek ji yên din hêj bêtir têne dîtin … vana di nav dîroka şikestandinê û hilweşîna domdar de ewê rê li ber me xe. Xeyni vana ewê me ji diroka veşarti ya berxwedanê û ji parastina helwestek din bigire. Ev helwest ku ji kuştina kesên ku sitûyê xwe xwar nakin cûdatir e.

 

Gelek demên bori, nirxên hebûnê bi destên dayikan ve hatin parastin. Ji pirsgirêkên civakê yên herî biçûk bi rolên maderşahî, yê ku kûrahiya mirovahiyê li pişta xwe kiriye û parçeyek hebûna gişti ye, çareseriyên komunal hat dîtin. Ew sitûnên jiyanê, sitûnên jiyana komunal û forma herî mezin ya xweparastinê bûn. Xweparastin, ku bi kiryarên afirandin û avakirin, girêdan û hezkirin, xwarin û şîfa ditinê ve hate destnîşankirin.

 

Dema dayîk xwedawend bû, dayîka me ya xwezayê bû. Ew bi destê hemûyan hatibû parastin û yê her kesî parastibû. Civakan watekî dan wê, wê jî nirxên xwe

 

xist nav jiyana rojane, parvekirin û lênerîn, ji bo tevahiya hevpar.. Bi rêberiyawê re, civakan bi têkêliyên zexm û têgihiştinek hevbeş yê ku hebûna wan, xwe

sitirand. Jiyanek di nav azadiyê de ku kokê wê ji hevalbendiya wan tê. Biqasî 5 hezar sal berê, dawiya demên Neolîtîk hat. Tê dîtin ku wê demê mirovahî bi lez fêr bû û pêşketinek çêbû, her daim bi alîyên cûda de pêşketin. Tiştê ku em ji dîrokê fêm dikin ev e ku ber û paşîya wê demê, hişmendiyek serdest dest bi belavbûna û afirandina konsepteke nû ya ”xwe” kir. Ew hişmendî, mirovan ji hev beş beş veqetand û hiyerarşiyek tevahiya têgihiştina mirov li ser dinê digûherîne avakir. Ev hiyerarşi li ser bingeha hişmendîyek serdestiya mêr hatibû avakirin. Ev tişt, li ser bingeha desthêlatdariya yê dinê cûdahiyan ava kir, têgihîştina azadiyê wekî şêwaza parastina tiştên madî û têgihiştina kesane jî avakir.

 

Di navbera mirovan nakoki derxist. Piran dişewitîne, jinan dişewitîne. Ruh û zanistîyê dişewitîne. Bi vê awayê îro, bê hebûna van dayikên rêber em dikevin sedsala 21-an. û kevirê cemidî giyanên me ber bi laşê xweyê sar ve dikişîne. Em wê hîs nakin, dilên me, kûrahiya vê valatîyê û rengînîya bêtebat nexwest îdrak bike û zanibe. Baweriya bingehîn, bûye sebebê nerêhetîyek hilweşîner ku ji jiyan û nametên wê re bêrêz û hew ji bo îro, ji bo xwe, diwezinîne, ser û bîn dihesibîne bi hesabek menfaatperestî û fêdeyek dixwaze.

 

Çîrokên îro em dibihîzin me wekî efendîyê hemû mehluqan, wek xwedawend û xwediyê her tiştî nîşan dide. Êdî em ne parçeyekî her tiştî ne. Em tu car bi heman alavê nehatin çêkirin, em qîmê zêdetir tişt in, em ewqas cûda û hêja ne ku divê afirandin li ber me xwe bitewîne, ne bi awayek din.

 

Karê me kontrol kirin û hûkûmkirin e. Ji ber ku xweza dijminane ye û her tim li dijî me ye, divê were bindest kirin. Pederşahî û serdestbûn dema xwe ya herî xweş de ye. Ji bo ku xwe ji jin, xweza û hemûyên wek hêz nayin dîtin hêjatir bibînin, jiyanê ji xwe re kirin xulam.

 

Ji bo ku bindestkirinek biaqilanetir rêbazên zordariyê hatin parvekirin. Bihêlin, xulamên di oxira bûyina parçeyek pergalê ew ê din dikin xulam, bila piçek xwe azad hîs bikin. Xûya ye ku her kes pê dizane, gelek kes hîs dike, gelo mirov çawa dikare ji xeleka xwestekên hilweşîner derkeve? Û gelo em ji dil dixwazin ji vê xelekê derkevin?

 

Em ew nifş in ku dikarin encamên guhertina vê hişmendiya bi hezaran sal berê qewimiye bibînin, hîs bikin û bijîn. Dema em lêkolîn dikin, em şopa

 

berxwedana serhêldêr û bedewiyê(başiyê) ku nerazibûna kêdmejî û xerabkirinadi nav me û li derdora me dibînin. Ewê ku her roj, saet, deqe, her saniye bi

berdewam e. Ev şer, şerê di navbera ferasetan de ye. Armanca vê şerî, tunekirina baweriya me ya di hêza me ya hevpar de ye. Ji bo ku em xwe di nav ”xwe”ya komunal de biparêzin divê em bi hişmendiyek din, yekê dûrî pederşahî û desthilatdariyê bi rêxistin bikin.

 

Lê belê di nav me hemûyan de birînek heye. Em ji cengê re, ji bo parastinê, ji bo xwe fîda kirinê re amadene, … lê belê ew ferasata em li dijî wê şer dikin bi xwe di kurahiya ruhê me, di dilê me de diji. Ger em ji aliyek din pirsan nekin, emê hew bersivên sinorkirî û bifêhm bi destxin. Sar û bê ruh.

 

Ger em bi çavên ê din nenêrxînin, tehlil nekin, emê nikaribin ji guhartina ev feraseta xerab bawer bikin. Emê nikaribin tiştê ku pêwistiya me jê heye bikin. Em mecbur in ku ji nuh ve hezkirinê hîn bibin. Tevgera me dibe ku berxwedanek bi hêz be, dikare ku derbê fizîkî û ekonomik li desthilatdar xe, gelek hişk, û dikare kujerê me bikuje, dikare ku di pergala mulkiyetê de guhertinek ava bike. Lê bi tevgera xwe em feraseta wan ji nuh ve ava dikin. Ji ber ku bikaranîna şiddetê bi şêweyek wîsa tê bikaranîn ku, erîş li hemberê hemû zindiya ye. Ji xerakirinê re, bersiv dayina bi xerakirinê.

 

Baş e, ger bersîva erîş û xerakirinê hezkirin be, nexwe em ji xwe wateya hezkirinê bipirsin. An, a yekem, tiştê ku ne ew e binihêrin lazim e ku em vêya bi feraset û hestên xwedîbûnê, hilweşîne û seksuelîyê, ku îro di civakê de bi navê “hezkirine” derdikeve hemberî me, tevîhev nekin. Divê em li paş binêrin, em çawa mezin bûn û derbarê xwe û jiyanê çawa fikirîn?

 

İro em dibînin û hîs dikin ku evîn, bi esasî, sedema tirsa mirov têde ne û bi hev ne bawer in. weke encam heman feraset ku bi me xwedîtîya li dinyayê an heywanek û hwd dide kirin.

 

Di pêşbirka hestê hinek tiştên erenî de mijandin û tuyî kirina bendewariyên me yê ji hezkarek me… Ew derbarê xwedîbûna dilan, ruhan, xwedîbûn û kontrol kirina hemû jiyanê, ji ber ku hew wê demê ew dibe rasteqînî û taybet, ji ber ku evîn hew dibe tiştek taybet. Li hemû deverê dinê di gelek malbatan de mirovek yê din dikûje, hevûdu dikûjin, hevûdû diçewisînin, tecawiz, erîş û derb dikin, …

 

li ser navê evînê. Bi giranî jin dibin qurbanê vê evînê. Ew me dikûje. Lê ew ifadeyek kur ya nefret û tu tişt nehezkirinê ye. Ew tirs û êşek wîsa ye ku hew pirtir tirs û êş çêdike. Bi vê evînê emê, di nav vê kesanetiyê û veqetandina rasteqînêyê ku em li dora xwe his dikin, bimînin.

 

Evin tenê dikare bi rêya kommunaliyê geş bibe. Bi hestewarî û bi ramanî di serxwebûna mezinbûn û fêrbûnê de, ji bo ku hûn ne girêdayî ne ku hûn girêdayî

 

  • hez bikin. Di azadiya geşbûn û fêrbûna bi mental û hestewar de, ji ber nasname we xwe hîs kirina girêdayî û hezkirî. Ev di derbare hînbûn, hîs kirin û fikirandinên bi rêyê cûrbecûr e, ku pesindariya mucîze, pêrsên jiyanê, mînakî û cûdatiyên hezkirinê dike.

 

Ew di derheqe prensib û sînorên wan e. Derheqê wezîfeyan e, derheqê berpirsiyarî ji bo evîn, ne ji ber tirsê ye. Ev derheqê azadiyê ye ku tê wateya avakirina

jiyanek azad. Ev jiyana azad nabe ku bi cihek an bi kesek girêdayi be. Azadî ji bo her kesî û her tiştî ye, ji ber ku hebûna xweseriya kesek, civakek

 

takekesî, ramanek an hestek tune, ew parçeyek her tiştî ye. Azadî evîn e, û evîn berpirsiyarî û girêdana komunal e. Ew jiyanê bi evînê re bi rêxistin dike. Em nikarin benda evînek bêkêmasî bin. Em mecbûr in ku her roj dîsa û dîsa wê biafirînin. Afiranîna evînê û di her kêliyê de hêvikirin. Bi organîzekirina hezkirina me, ku tu pêşengên din tune ku li her deverê mezin bibin, em dikarin bibînin ku ew çavkaniyek sereke ya rizgariyê ye. Bi organîzekirina hezkirina me ku ji bili mezin bûna li her deverê tu pêşaniyê wê tune, em dikarin wek çavkaniyek sereke ya rizgariyê bibînin.

 

Her tiştên em dikin xwedî tesirek e, ferasetek nîşan dide. Kesayeta me, qîmeta me nîşan dide. Em bi kî hatine hawirdor kirin? Em çi dijîn? Em çiqas hezdikin? Her tişt, her daim. Her ku em li ser dema quantumê biaxivin, wê demê em li ser sêra afirîner ya ku di kêliyê de, her demekê de ye diaxivin. Di nav ”niha” de şoreşek dibe. Em dînamîkên guhartinê weke mulkê şoreşa domdar fêm dikin

 

Ez rojê 40 caran şoreş çêdikim (Reber Apo)

(Every day I make 40 revolutions)

 

Ger em bi vê nêzîkatiyê şer nekin, her tiştê ku em diafirînin wê bibe dubareyek ferasetek hilweşîner ku jixwe ewqas bêbextî, dilşikestînî, nefret û tirs hînê me kiribû û me anî bû vê qada em tê de ne.

 

Em xwe xwediyê vê dinê nabînin, em parçeyek wê ne. Çalakiyên me yê parastinê, lazime ku bi serbilindî û hêviyên ji bo her yekî, bi hezkirina azadîyê, jiyan û tevahiya cîhanê, balansek bide dîroka zordariyê.

 

Hebûna me nikare li ser civakê be. Civak, rêxistin û hezkirin, bingeh û awayên bi herî tesîr ên xweparastinê ne. Mîratê ku em diparêzin û germahiya ruhê civakê zindî digire jî ev e. Beriya bi hezar salan di civakê de bi rêya maderşahiyê domkir. Ev heta îro jî di her pêngava biçûk de, di her biryara şoreşa dijî vê feraseta bijahr ya cihêbûn û nefretê de jî xurt ma.

 

Rêya bi ber şoreşa jinê ya li çar aliyê cîhanê, xweparastina komunal ya ku dê tevahiya civakê azad bike ji nuh ve tîne. Em mecburin biparêzin, xwe bi xwe, tev bi hev re.

 

Devî Bengî

Bunları da beğenebilirsin